Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).
L l ل
la al, alî, rex, hêl; cem, nik, bal, ba, dev; ber; neserekî, duyem; dor, derdor, dorber; pirt, par, pişk
~ birdin dan / birin aliyekî
~ çûn xwe vedan, xwe dan aliyekî, ji rê rabûn, veder bûn, rêya kesekî / tiştekî kirin
~ danan danîn / deynan aliyekî
~ dan dan alî, dan rexekî, ji ser rê rakirin, veder kirin, vedan
~ kirdin berê xwe dan
~ lê kirdin alîkarî kirin
~ tê kirdin pişta / guhê xwe danê, pûte pê nekirin, giringî nedanê
xo ~ dan xwe vedan, xwe dan aliyekî, veder bûn, ji ser rêya kesekî / tiştekî rabûn
lababet albabet, babeta duyemîn / neserekî
labar albar, tiştê li gel barê serekî tê barkirin
laberhem alberhem, berhema neserekî / duyemîn
labiraw dayî / birî aliyekî
lacang cênîk
lacîwerd lacîwerd, şînî zelal
laçû demkî, berdemî, dw. berdewam, herdemî
ladê derbajar, gund
ladêyî gundî, derbajarî
laencam albandor, alencam, bandora / encama neserekî / duyemîn
laf meth, pesn
~ û gezaf meth û pesn
lafaw lehî, lêhî, avrabûn
lagîr alîgir; piştevan
lagîrî alîgirî; piştevanî
lajig nezan, bêhay, bêaga
lajigî nezanî, bêhayî, bêagayî
lak kelex, term (t yê lawirên sekitî / mirî)
lakarî karê pirtdemî, karê ne bo temamî rojê (ango 8 saetan), karê neserekî / duyemîn
lakêş kêmkêş, kesa/ê carinan cigareyan dikêşe
lakêşe stêl, çargoşeya çik, rektangel
lakolan alkolan, kolana neserekî / duyemîn
lal lehl, yaqût (dirr û miceherek e)
lal lal, bêziman (kesa/ê nikare qet yan baş zimanê xwe bigerrîne û bipeyive)
lalanewe lava / dia / dua kirin, hêvî kirin, tika / rica kirin, xwestin
lale xal, birayê dayika kesekî, bn xal I
lale tika, rica, hêvî, daxwaz, dua, lava
lalengî lalengî, tangerîn (navê fêkiyekî ye)
lalepete nîvlal, kesa/ê baş nikare zimanê xwe bigerrîne û bipeyive lê ne bi temamî lal e
lalixawe aliyê devî
lalî bn lale
lalî lalî
lalo bn lale
lalupal pelate, pijale, belawela
lam navê tîpa “L” di alfabeya kurdî-erebî de
~elîfla di alfabeya kurdî-erebî de tîpên hevedudanî “LA”
~î qelew tîpa di alfabeya kurdî-erebî de “L” ku di soranî de wek tîpa “l” di peyva “sal” de tê xwendin
lamil stu; patik, paşstu
lan, lane hêlîn, mala firrindeyan / teyrikan; kunc, mala hin lawiran
lanewaz derxistî, aware, mişext, derbider, derkirî, bêmal, bêhêlîn, penaber
lanewazî derbiderî, mişextî, awareyî, bêmalî, penaberî
lapal beten, aliyek çiyayekî / girekî
lapere 1) rûpel, berperr 2) serlêv, alperr, marjînal
lapçîn lapçîn, lafçîn, gezme, pêlav, sol
laq ling, pî, pê, bn qaç
laqe: ~ kirdin dest tê werdan, destê xwe kirin di nav karekî re, xwe tûşî tiştekî kirin, dest kirin (tiştekî), dest (li tiştekî) dan
laqirdî qerf, henek, tirrane, galte, yarî
lar xwar, xwehr, xêl, çemayî, tewî, tewayî, çemandî, tewandî, dw. rêk, rast
larelar hejhejok, bi hejhejokî
larew varê, avarê, aliyekî rê, derî rê, rexî rê, ne li ser rê
larewlar xwarûvîç, çepûçûrr
larê alrê, rêya neserekî / duyemîn
larî xwarî, xwehrî, xêlî
las qane, îqna, razî
lasar serhişk, înato, biînat
lasarî serhişkî, înat
lasayiyane lasayiyane, texlîdane, zarveker, îmîtatîv
lasayî zarvekirin, çavlêkirin, lasayî, texlîd
~ kirdinewe zarve kirin, texlîd kirin, çav lê kirin, lasayî kirin
lasayîker zarveker, çavlêker, texlîdker, lasayîker
laseng bêseng, alseng, bêbalans
lasengî bêsengî, alsengî, bêbalansî
lask destik
lastîk lastîk, plastîk, elastîk
laş laş, leş, beden, gewde; kelex, term, cesed; mirar
laşan yekal, rêyên tenê yekalî
laşe bn laş
laşer şerrnexwaz, aştîxwaz, pasîfîst
laşerî şerrnexwazî, pasîfîzm, aştîxwazî
lat jar, hejar, feqîr, bêhal, belengaz, perîşan, reben, nehe
~ û liwar feqîr û hejar
~ û liwat reben û perîşan
lateraf tenişt, rex, teref, alî
latirqewç vajî, berevajî, berûpişt, serberjêr
latuxm jêrcûn, jêrtuxm, cûnên / tuxmên / celebên / coreyên ji hin cûnên / tuxmên celebên serekî
law ciwan, genc, xort, law
lawandinewe 1) lorandin, lorîk pê gotin, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan gotin
lawanewe lorîk, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan
lawaz lawaz, qels, bêhêz, zeîf, nazik, hejar, lehwaz, dw. xurt, bihêz
lawazî lawazî, qelsî, bêhêzî, nazikî, hejarî, zeîfî, dw. xurtî, hêzdarî, bihêzî
lawçak xortemêr, xweşxort
lawe balkêşî, balkişan, dênkişandin, bi alî xwe ve birin, qanekirin, îqnakirin,
lawekî biçûk, kêm, neserekî, duyemîn
lawelawe bn lawe
lawênî bn lawêtî
lawêtî ciwanî, gencî, xortî
lawik lawik, cûnek stiranên kurdî ye
lawirge parasît, pêrejîn
lawje cûnek stiranên kurdî yên evînî ye
lawlaw navê giyayekî ye
lawuk bn lawik
lay alî; hêl
layen al, rex, tenişt, alî, hêl
layengir alîgir, piştevan, piştgir
layengirî alîgirî, piştevanî, piştgirî
laylaye lorîk, stiranên dergûşan / landikan, stiranên bo zarrokên biçûk tên gotin dema landikên wan tên hejandin
le 1) li; (le … da) di … de, tê de; li 2) (le …ewe) ji
~ ara (da) berdest, amade, hazir; li meydanê; di nav de
~ ast li ber / pêşberî / miqayeseyî (kesekî yan tiştekî)
~ ban li ser; li serbanî
~ batî / ciyatî li şûna, li dewsa, pêşve, ji dêlva
~ bar li ber, bicihkirî, amade, li cihê xwe yê rast
~ bar birdin ji ber birin (t zarrok); wa kirin ku bi ser neketin
~ bar bûnewe welidandin, hemleya xwe danîn (dayika Xwedê zarrokê wê dide)
~ bar çûn ji ber çûn, hemle têk çûn, zarrok pêşdem û mirî welidîn
~ bar kewtin têk çûn, bi ser neketin; ji taqet û şiyan ketin
~ bare / bareyî li ser, li dor, derheq, derbareyî (mijarekê / babetekî),
~ ber 1) ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku) 2) li ber, li pêş 3) (le pênawî, bo xatirî) ji ber, (ji) bo xatirê, bi pêxemet 4) ji ber, ezber, bêyî ku lê binere: Ew zor şî’r le ber dezanê Ew gelek helbestan ji ber dizane 5) (cil û berg) (cil û berg) lê, li ber: Kirasekey le berî ke, ba zû biçîn Kirasê wê bike ber (lê bike) daku em zû biçin
~ ber çî ji ber çi, çima, (ji) bo çi, çire, çira, sedema wê çi ye (ku)
~ ber dem da li pêşberî / rûyê / hizûra (kesekî)
~ le ber dest da berdest, li ber dest, tişta/ê mirov dikare (bi asanî) xwe bigihîniyê
~ ber ewe ji ber hindê, ji ber wê yekê, ji ber wê çendê, lew, lewre, lewma, loma, lema
~ ber helsan pêşve rabûn, rabûn daku bixêrhatinê li (kesekî / tiştekî) bike
~ ber kirdin ji ber kirin, ezber kirin
~ … bew lawe ji bilî…, ji … pêve, ji xeynî…: Le min bew lawe kesî tir lê nebû Ji bilî min kes lê nebû, ji min pêve kes lê nebû, ji xeynî min kes lê nebû.
~ bin li bin, di bin (tiştekî) ve
~ binewe ji bin ve
~ birew li ber zêdebûnê
~ birîtî li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve
~ bîn gîran (xwarin) li gewriyê (asê) man
~ bîr birdinewe ji bîrê (bîra kesekî) birin, wa kirin ku (tiştek) ji bîra (kesekî) biçe
~ bîr bûn li bîrê (bîra kesekî) bûn
~ bîr kirdin ji bîr kirin
~ … da 1) li … 2) di … de
~ ciyatî li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve
~ çap dan çap kirin, (pirtûk / rojname û hwd) derxistin; dan çapkirin, dan derxistin
~ çaw: lew çawit! va ye! işte, ha ev e! li ber çavê te ye!
~ çaw … da di çav(î) de; li ber, ger bêt berhevdan / miqayesekirin: Le çaw to da tawanekanim hîç nîn! Li ber tawanên / xirabiyên te, yên min ne ti ne! (Ger xirabiyên min û te bên berhevdan / miqayesekirin, yên min qet ne ti tişt in.)
~ … çûn şibîn (tiştekî), wek tiştekî bûn, pê ve çûn, bi ser ve bûn: Kurekeyş her lêy eçê Kurrê wî jî dişibiyê, Kurrê wî jî wek wî ye
~ daw derhatin jê (ji belayekê / dijwariyekê) filitîn / xilas bûn
~ dem ji devê (kesekî / lawirekî)
~ demêkewe ji mêj, ji mêj ve ye, ev demek dirêj e (ku)
~ dest dan 1) li dest(î) dan, li dest(î) xistin 2) (delîv / derfet / jiyana xwe û hwd.) ji dest dan, hinda / wenda kirin
~ dewr geran xwe gorî / qurban kirin
~ diwa(y şitêk) piştî (tiştekî), li dû (tiştekî), li pey (tiştekî), li dûv
~ dû dû re, dûvre, bo razî kirinê: Hatûwe le dûm Hatiye dû(v) min re (= Hatiye min razî / qane bike. Hatiye ji min daxwaz bike.)
~ em bn lem
~ ‘eyn bn le heman
~ ‘ezretana li erd û esmanan (“Ez li esmanan li te digerrim, tu li erdê bi dest min dikevî.”), pirr bi coş
~ êre bn lêre
~ gel li gel, di gel, pê re, bi (tiştekî / kesekî) re; di dema (bûyerekê) de
~ gel ewe(ş) da ke tevî ku … (jî), herçend e (ku) …. jî: Le gel eweş da ke temenim bîst sal bû, her beminyan dewut: “Tu minal ît.” Tevî ku ez bîstsalî bûm jî, wan her digote min: “Tu zarrok î.”
~ ger da bûn xebitîn, di gerrê / tevgerê de bûn
~ ger kewtin êdî nexebitîn, ji gerrê / tevgerê ketin, ji kar ketin
~ gij bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol
~ gire bn lêre
~ go çûn xirabe bûn, êdî nexebitîn
~ go kewtin bn le go çûn
~ go xistin xirabe kirin, wa kirin ku êdî nexebite
~ giwê 1) li (ber) guhê (kesekî) 2) li hindavî / kinarî / rex / qiraxa (tiştekî)
~ giwê kirdin 1) kirin guhê (xwe / kesekî) 2) paşguh kirin, paş guhê xwe ve avêtin, pûte pê nekirin, giringî nedanê
~ hemû … (da) 1) li hemû / hemî 2) li her: le hemû katêk da herdem. bw: Le hemû kaseyek da eskiwê ye Tila / tiliya / tibla xwe dike di nav her tiştî re
~ hoş xo çûn ji hal çûn, ji hiş çûn, aga / hay ji xwe neman
~ jêr li bin; li jêr
~ jêr (şitêk) da 1) di bin (tiştekî) ve; li bin (tiştekî) ve 2) li jêr
~ jêrewe ji binî ve; ji jêr ve
~ jûr li jor, li serî, li silal, li hindavî / raserî (tiştekî); ji jor, ji serî, ji silal, ji hindavî / raserî (tiştekî)
~ kanga ji binê / kûratiya (tiştekî): le kangay dilmewe ji kûratiya dilê min (ve)
~ kelk kewtin bûn bêwec / bêkêr, êdî (bi) kêr nehatin
~ kelk xistin bêkêr / bêwec kirin, wa kirin ku tiştek êdî bibe bêkêr / bêwec
~ kerem kewtin bn le kelk kewtin
~ kin li nik, li cem, li bal, li dev, li rex, li tenişt, li gel
~ kin xo qaşo, xwedêgiravî, hesaba xwe
~ kiwê li kû, li kû ve, li kû derê, li çi cihî
~ kiwêwe ji kû, ji kû ve, ji kû derê ve, ji kêrê ve, ji çi cihî (ve)
~ kîs çûn ji kîsê (kesekî) çûn, derfet / delîv ji dest çûn, îmkan wenda bûn
~ kîs dan ji kîs dan, ji dest dan, derfet / delîv / îmkan ji dest dan / wenda kirin
~ kurtî bi kurtî, bi kinî
~ kurtî birînewe kurt vebirrîn, nehiştin / nehêlan / rê nedan ku (t suhbet) dirêj bibe
~ lawe ji alî ve, ji al(iy)ekî ve, ne rikerast
~ layekewe ji al(iy)ekî ve, ji milekî ve, ji layekî ve
~ layekî tir(îş)ewe al(iy)ek dî / din ve (jî), ji milek dî / din ve jî, ji rexek dî / din ve (jî)
~ layen kesêkewe ji alî kesekî ve, ji kesekî
~ mêjewe ji mêj ve, demek / heyamek dirêj e / bû ku
~ nakaw ji nişkê ve, qewimîna bûyerekê bêyî ku kesek li bendê be
~ nax da di kûr de, di kûratiyê de
~ naw … (da) bn le nêw
~ nêw … (da) li nav, li nêv; di nav / nêv … de
~ nêwan … (da) li navbera (du tiştan) de, navberî (du tiştan)
~ nîwan … (da) bn le nêwan … (da)
~ palewe paldayî, rûniştî, hewante
~ paş piştî, li dû, li pey, li dûv
~ paşan (da) paşî, paşê, dûre, dûrve, peyre
~ paş mile li pişt guhê (kesekî), baskirina kesekî dema ew bi xwe ne amade / hazir
~ pena 1) li pişt, li paş 2) li ber stara (kesekî / tiştekî): Le penay Xwa da bin! Li ber stara Xwedê bin! Spartiyî Xwedê bin! Xwedê we bistirîne!
~ pesta bi berdewamî, bê rawestan, bê navbirr
~ pê kirdin (pêlav / sol) kirin piyê (xwe / kesekî)
~ pê kirdinewe (pêlav / sol) ji piyê (xwe / kesekî) kirin
~ pênaw bo, ji ber, (ji) bo xatira/ê (tiştekî), bi pêxemet
~ pêş li pêş, li hember; li pêşiya (kesekî / tiştekî), li berî / berahîka (kesekî / tiştekî)
~ pir ji nişkê ve, bi lez
~ pirêk da ji nişkekê ve, ji nişkê ve, bi lez û bê plan
~ pişt li pişt, li paş
~ qestî 1) ji qesta, ji yarî ve, ne ji dil 2) ji qesta, bi mebest, bi zanebûn
~ rastî (şitêk) li rasta (tiştekî), hemberî / miqabilî (tiştekî)
~ rastî da bi rastî; di rastiyê de
~ regûrîşe ji reh û rîş(an) ve, ji bingeh ve
~ rê laçûn xwe ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê derçûn, xwe ji (ser) rê dan aliyekî
~ rê ladan ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê dan aliyekî
~ rêz (da) li rêzê, di rêzê de; bi rêz, yek li pey / dû ya din
~ rû(y kesêk) da li rûyê (kesekî), di rûyê (kesekî) de, li ber çavên kesekî
~ rû da man neçar man, mecbûr bûn
~ rû da westanewe li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe ragirtin
~ rû(y kesêk/ şitêk)ewe ji ber (tiştekî), ji sedema (tiştekî): Le rûy nebûnî kitêbewe natiwanîn ders bideyn Ji ber (ti)nebûna kitêban em nikarin dersê bidin; ji alî (tiştekî) ve: Le rûy abûriyewe ji alî aborî ve
~ rû hatin wêrîn, wêriyan, bistehî / wêrekî hebûn, cesaret / cur’et kirin
~ ser kirdin rê dan ku kesek beşdarî (t lîstikê) bibe
~ ser kirdinewe li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe parastin
~ ser la li ser lêva / rexê / tenişta / aliyê (tiştekî)
~ ser şan li ser milê (kesekî), erkê / berpirsiyariya (kesekî)
~ ser westa li ber destê hoste, li ber tamîrkirinê
~ ser westan li benda / hêviya (tiştekî / kesekî) man / rawestîn / sekinîn
~ ser xo 1) bi dilê xwe, hêdî-hêdî, rehet-rehet, bê lez û bez 2) liserxwe, bn leserxo
~ ser xo çûn ji hal çûn, ji xwe çûn, aga / hay ji xwe neman
~ ser xo kirdin bi dilê xwe kirin, bê lez û bez kirin, hêdî-hêdî kirin
~ serêkî tirewe ji serek dî / din ve, ji rexek dî / din ve; (“li aliyekî / milekî mesele wiha ye” û) li aliyê / milê dî / din
~ sêdare dan li sêdarê dan, daliqandin, xeniqandin, xendiqandin, (mirov) bi darekê ve hilawîstin daku bimire
~ şîr birînewe ji şîr ve kirin, êdî şîrê dayikê nedan zarrokekî/ê
~ taw ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku), çiku, çimkî, çunke
~ tek bn le gel
~ tenîşt li tenişt, li rex, li nik, li cem, li bal, li ba, li dev, nêzîkî (tiştekî)
~ wê 1) li wir, li wê derê, li wêrê 2) ji wir, ji wê derê, ji wêrê
~ wê ra di wir re, di wê derê re, di wêrê re
~ wên derê bn le wê
~ wêwe ji wir, ji wê derê, ji wêrê; ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve
~ wûze(y kesêk) da bûn jê hatin, karîn, pê çêbûn, ji destî hatin, şiyan
~ xem çûn / rexsîn bi ser xwe bûn, serbest bûn (zarrok yan firrinde ku êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan namîne)
~ xew helsan ji xew rabûn, şiyar bûn, hişyar bûn
~ xew raperîn (ji xew) ceniqîn, veceniqîn, hilceniqîn
~ xêw derçûn fehma bûn, mezin bûn, (zarrok) gihiştin wê pileya temenî ku êdî dikare bi xwe xwe xwedî bike
~ xirte çûn (hestî / til / tilî / tibl) ji geh çûn, ji cih çûn (lew êşîn)
~ xişte birdin xirrandin, ji ser rêya rast birin, kafir kirin, xapandin, lêb / hîle / dekûdolab lê kirin
~ xo ji xwe, ji alî xwe ve (bêyî ku jê bêt pirsîn / xwestin)
~ xo bûrdin bo xwe nekirin xem, guh nedanê
~ xo çûn ji xwe çûn, ji hal çûn, aga / hay ji xwe neman
~ xo da rabînîn di xwe re dîtin, wa hesibandin ku dikare tiştekî bike: Le xo da ranabînim le ser ew babete binûsim Di xwe re nabînim li ser wî babetî binivîsim (Bawer nakim dê ji min were ku li ser wî babetî binivîsim)
~ xo kirdin ji xwe kirin, li xwe biyan / xerîb kirin, ji xwe dûr xistin
~ xorayî bîlasebeb, bêsebeb, ne ji ber ti tiştî; bêkêr, bêwec, bêmifa
~ xowe ji ber xwe ve, ji xwe ve, ji alî xwe ve
~ xurênî bi exrînî, bi zikê birsî / birçî, bêyî ku tiştek xwaribe
~ xwar li jêr, li xwarê, nizmtir
~ yad bûn li bîra (kesekî) bûn, hatin bîra (kesekî)
~ yad kirdin ji bîr kirin, ji bîra (kesekî) çûn, neman li bîra (kesekî)
~ yek 1) li yek / êk 2) li hev / hevdu / êkûdu
~ yek berbûn berbûn hev, pev çûn, êrişî hev kirin, bera hev bûn / çûn
~ yek berdan berdan hev, bera hev dan, wa kirin ku (du mirov / kom û hwd) êrişî hev bikin
~ yek bûn 1) ji hev bûn (serekaniya wan eynî) 2) ji hev (cuda) bûn, ji hev veqetîn, ji hev sil bûn, ji hev xeyidîn
~ yek çûn şibîn hev, mîna hev xwiya kirin, dirûvê / rengê wan wek hev bûn
~ yek dan 1) li hev dan, li hev xistin, bi hev ketin, li hev qelibîn, deynan êkûdu 2) li hev dan, xistin hev, bi hev re girê dan, zeliqandin
~ yek kirdin 1) li hev kirin, kêrî hev hatin; li hev kirin, pêk hatin, aşt bûn, sulh kirin 2) ji hev (cuda) kirin
~ yek negeyiştin di hev negihiştin, ji hev fam nekirin
~ tirazan ji hev vebûn / veqetîn / cuda bûn, pêkve neman
~ ziman (kesêk)ewe ji zarê / devê (kesekî)
~ ziman kewtin ji ziman ketin, nekarîn bipeyive
-le -ik, -k, -ok (paşbendek e bo biçûkkirina hin peyvan): birale birak, pişîle pisîk, pişîk
–le bn -le
lebarî kêrhatin, biwecbûn, bikêrbûn
leberçav berçav, diyar, xwiya, tişta tê dîtin yan dikare (bi asanî) bê dîtin
leblebî leblebî, nokên qelandî
lebz (e) gotin, qese, peyv, bêje, kelîme
leçer çepel, çirûk, çirîk, tema, nemerd, temah, tema’
leçerî çepelî, çirûkî, çirîkî, temayî, nemerdî, temahî, tema’î
leçik kevînk, dersok, serpoş
legel bn le gel
legen legen, amanek mezin yê avê ye
legij bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol
lefaf birînpêçk, lifaf
lehîm zilqek, lehîm
lek kurdên lek, kurdên bi zaravaya kurdî ya lekî dipeyivin
lekan cûnek pêlavên / solên ser berfê ye
leke lewt, tewz, leke, teqme, pîsatiya li ser tiştekî
lekedar lewitî, tewizî, lekedar
~ bûn lewitîn, tewizîn, herrimîn, pîs bûn
~ kirdin lewitandin, tewizandin, herrimandin, pîs kirin
lekedarî lewitînî, tewizînî, lekedarî, herrimînî
lekî lekî, zaravayek zimanê kurdî
lel kip, kipîn, kipên, dengek nizm / kurt / biçûk: Nawêrê bilê lel Newêre kipênê ji xwe bîne, Newêre ti dengî bike
~ kirdin kipîn, kipên ji xwe anîn
le’l bn lal
lele 1) xulam, evd, xizmetkar: Ey min leley tom!? Ma ez xulamê te me!? 2) hînker, fêrker, perwerdeker
leleyî xulamî, evd, xizmetkarî
lem 1) li vê; li vî 2) ji vê; ji vî
~ cêgaye da li vî cihî, li vê derê, li vir
~ dîwewe ji vî alî / milî / rexî / teniştê ve
~ew ber berî niha, beriya vê gavê
~ew (be) diwa ji niha şûnve, ji noke pêve
~ew la bn lemew (be) diwa
~ew lawe ji bilî vê, ji vê pêve(tir), ji xeynî vê
~ew pêş berî niha, beriya niha
leman li van, li evan
lemanewe ji van, ji evan
lemer ya / yê (kesekî): kerekey lemer to kerê te
lempa lampe, lempe, çira, şewl, gulop, ronahî
lemper asteng, kos lemper, baraj
~ perandin asteng rakirin / nehêlan / nehiştin, rê xweş kirin
lenc, lence lîtik, xwehilavêtin
~ kirdin lîtik li xwe dan, bilind meşîn, xwe hilavêtin
lencîn lîtikîn, lîtik li xwe dan, xwe hilavêtin
le’net lanet, nalet, le’net, ne’let, xezeb, bela
leng 1) leng, kulek, seqet 2) nelihev, nehevseng, neparseng, bêbalans, newekhev
lenger 1) lenger, asinê giran / qurs yê diavêjin binê avê daku keştî / belem ji cihê xwe neçe 2) hevsengî, parsengî, balans, lihevî 3) teşîrêsk, sekinîna yan lidorxwezivirîna li hewa (ya firrindeyan / firrokeyan) 4) wezn, qafiye (ya helbestan) 5) sênî, beleme
lengere hejek, lengere, pendulum, tiştikên dihejin
lengerî bn lenger
lengêze tavîbaran, şirrebaran, barana pirr boş
lengî 1) lengî, kulekî, seqetî 2) nelihevî, newekhevî, bêparsengî, bêbalansî
lengîn lengîn, kulîn, wek lengan / kulekan / seqetan meşîn / bi rê ve çûn
lep lep, paniya destan
~î dest lepê destî
lepalep lepelep, du lep hemberî hev
lepaşecêmaw peymayî, bermayî, mîras, mîrat, kelepûr
lepewrû devûdev, rû-û-rû
~ kewtin devûdev ketin, rû-û-rû ketin
lepî lepî, wek / mîna lepan / lepên destan
lepmal lepmal, malîna / <?xml:namespace prefix = st1 ns = “urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags” /><st1:country-region><st1:place>mali</st1:place></st1:country-region>ştina / paqijkirina bi lepan / lepên destî
~ kirdin bi lepan malîn / maliştin / paqijkirin
leq leq, leqleqok, livlivok, ne şidayî / baş pê ve girêdayî
leqan leqîn, leqleqîn, livlivîn, baş li cihê xwe nesekinîn
leqandin 1) leqandin, leqleqandin, livlivandin, velivandin, vehejandin, ji cihê wê / wî hinekî anîn û birin 2) dalivandin, dahejandin, daçemandin, datewandin, da-anîn, daînan, serê xwe bi mebesta “belê / bila” livandin
leqe pên, pehîn, pêhn, derbeyên bi (t binê) piyên mirovan; zîtik, zîçik, derbeyên bi simên dewaran
~ weşandin pên / pehîn veweşandin / tê werkirin
leqeb paşnav; bernav
leqefirtê bn leqe
leqekut pêqutk, pêkutk, çendîn car li dû hev piyên xwe li erdê dan / kutan / qutan
leqeleq leqleq, leqeleq, bn leq
leqeşêl bn leqe
leqleq leglege, quling, firrindeyek ling- û stulkdirêj e
leqîn bn leqîn
leqûloq leqleqok, livlivok, hejhejok
ler lawaz, qels, zeîf, qaştîk, çermok
~ û lawaz qels û qaştîk, pirr lawaz / zeîf
leran lerizîn, recifîn, ricifîn; qeliqîn, livîn
lerandin lerizandin, recifandin, ricifandin; qeliqandin, livandin
lerandin velerizandin, verecifandin, vericifandin; veqeliqandin, velivandin
leranewe velerizîn, verecifîn, vericifîn; veqeliqîn, velivîn
lere, lereler lerz, recifk; qelik, liv, lebat
lerî lawazî, qelsî, zeîfî, qaştîkî, çermokî
lerînewe bn leranewe
lerok bn lerzok
lerû rastgo, rastbêj, dw. derewker
lerûyî rastgoyî, rastbêjî
lerz lerz, recifk, livîna leşî ji ber sarmayê yan tirsê
lerzan lerizîn, recifîn, leş ji ber sarmayê yan tirsê livîn; vehejîn; velivîn, veqeliqîn;
lerzandin lerizandin, recifandin; vehejandin; velivandin, veqeliqandin
lerze bn lerz
lerzek bn lerz
lerzîn bn lerzan
lerzok lerizok, recifok, ya / yê ku dilerize; vehejok; livlivok, velivok, veqeliqok
leserkerewe berevan, parêzvan, berxwedêr
leserxo 1) liserxwe, kesa/ê bi xwe dikare karûbarên xwe bi rê ve bibe, kesa/ê xwedî şiyan / taqet 2) hêdî, rehet, bêlezûbez
leserxoyî 1) liserxweyî 2) hêdîkayî, bêlezûbezî
leş leş, laş, beden, gewde, kelex
leşî leşî, tişta têkildarî leş
leşkir leşker, leşkir, esker, artêş, ordî, şerrvan, şerrker, ordû
leşkirga leşkergeh, navenda / cihê leşker lê
leşkirgêr leşkergêrr, stratejîsta/ê leşkerî
leşkirgêrî leşkergêrrî, stratejiya leşkerî
leşkirnişîn bn leşkirga
leşqurs leşgiran, keslan, tembel
leşsûk leşsivik, destsivik, zîrek, çalak, aktîv
leşûlar bejnûbal
let, lete qed, parçe, pirt, ker
letger budje, hesaba lêçûn û jêhatinan
letke bn let
letûkut bn letûpet
letûpet qedûped, pirtûmirt, parçe-parçe
lew 1) li wê; li wî 2) ji wê; ji wî
~e be der ji derî wê, li derî wê, ew ne tê de, ji bilî wê, ji xeynî wê
~e be diwa bn lewe diwa
~e bew lawe ji wê wêvetir, ji wê wêdetir
~e diwa piştî wê; ji wê pêve
~e pêş berî wê, beriya wê
~ lawe ji wî alî / milî / rexî / serî ve
~ per di zêdetirîn bilindiyê / spehîtiyê / zîrekiyê û hwd de: lew perî ciwanî da di bilindtirîn pileya bedewiyê de
~ serewe ji wî serî / rexî / alî / milî ve
lewan 1) li wan 2) ji wan
lewane ye dibe ku, belkî, gengaz e ku, mimkin e ku
lewaşe cûnek nanê tenûrê yê dirêjok e
lewaze çartilk, çetelk
lewç, lewçe lewçe, zêdebêj, zêdeaxiv, kesa/ê zêde dipeyive, kesa/ê çi tê ber devî dibêje; rûqayim, bêşerm
lewçelewç lemçelemç, xwarina / cû(ti)na bi dengek bilind ji ber ku dev vekirî dikirrîne / dicû
lewçeyî lewçeyî, zêdebêjî, zêdeaxivî, axivîna / peyivîna / şitexilîna / xeberdana zêde û bêwate; rûqayimî, bêşermî
lewen leven, rûl, qamûş, qamîş, çîq, giyayek dirêj e ku di avê de yan li ber avê şên dibe
lewer mêrg, çîmen, şayir, şêngeh; çerîngeh, çergeh, çêrgeh, çêrîngeh
~ kirdin çerandin, çêrandin, giya pê dan xwarin; çerîn, çêrîn, giya xwarin
leweran çerîn, çêrîn, giya / gîha xwarin, dema heywan giyayê li mêrg û çîmen û çayiran şên dibe dixwin
ber ser kesêkewe ~ ji kîsê kesekî xwarin / jiyan: Hîç îşêk naka; be ser minewe elewerê Ti kar û sen’etî nake; ji kîsê min dixwe / dijî
lewerga çerîngeh, çêrgeh, cihê / meydana çerînê
lewerîn bn leweran
lewê 1) li wir, li wê derê, li wêrê 2) ji wir, ji wê derê, ji wêrê
lewêç mist, kulm, lep (tijî / miştî mistekî / kulmekî / lepekî xwê / şekir û hwd)
lewênderê bn lewê
lewêra di wir re, di wê derê re, ji wêrê re
lewêwe ji wir, ji wê derê, ji wêrê; ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve
lewsawe ji hingê ve, ji vê demê ve, ji wê gavê şûnve
lews lêv (t lêva jêrîn ya şorr / dirêj / stûn), bn lêw
lewsin lêvşorr, lêvşotirrk, kesa/ê lêva wê / wî ya jêrîn zêde dirêj e
lexem 1) mîn, mayin, lexem, elxam (hin alavên teqok in ku tên binaxkirin daku piyê dijminan bikeve ser û biqete) 2) tunel, şkefta herdu aliyan ve vekirî
lexemrexsîw serbixwe, serbest(zarrokên yan firrindeyên êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan nemaye)
lexişteber xapîner, xirrîner, xapînok
lexwanetirs jixwedênetirs, xirab, bêîman, nebawer
lexwanetirsî jixwedênetirsî, xirabî, bêîmanî, nebawerî
lexwatirs jixwedêtirs, rast, durist, biîman, bawer, bawermend, qenc, heq, rêrast
lexwatirsî jixwedêtirsî, îman, bawerî, qencî, rastî, rêrastî, duristî, heqî
leylax bn kiwêstan
leylûk bn colan, colane
lez lez, bizav, lezûbez, lezûbizav, zûkahî, pîtî, ecele
lezgêr lezgîn, bilez, bibizav, bilezûbizav, bilezûbez, pît
lezgêrî lezgînî, bizav, lezûbez, lezûbizav, pîtî
lezandin lezandin, bizivandin, lez lê kirin
lezet çêj, tam, lezet
lezîn lezîn, bizivîn, lez kirin, ecele kirin, lezûbez kirin, lezûbizav kirin, pîtîn
lezjimêr bn lezpîw
lezpîw lezpîvk, alava leza / bizava meşîna tiştekî dipîve
lê 1) lê, li wê / wî / wan 2) jê, ji wê / wî / wan
~ bêzran jê kerrixîn, jê betilîn, pê ve kerrixîn / betilîn / westîn, pê ve mehû bûn, êdî nexwestin, êdî bala / dêna (kesekî) nekişandin
~ bûnewe 1) jê vebûn, jê veqetîn, jê filitîn 2) bela xwe jê vekirin, hêlan, rê danê 3) jê çêbûn, jê peyda bûn, jê berpê bûn
~ bûrdin lê borîn, lê negirtin, efû kirin, bexşandin
~ çuwandin şibandin (hev / tiştekî), kirin mîna / wek hev / tiştekî, wek hev / tiştekî lê kirin; pişaftin, bişaftin, helandin, asîmîlandin, asîmîle kirin
~ çûn şibîn (tiştekî), pê ve çûn, wek / mîna / nola / fena / şibî tiştekî bûn yan xwiya kirin: ‘Elî zor le Osman eçê Elî pirr dişibe Osman, Elî gelek wek Osmanî ye, Elî gelek mîna Osmên dixwiye
~ çûnewe jê qut bûn, êdî nekirin: Mirîşkekeman le hêlke çûtewe Mirîşka me êdî hêkan nake
~ dan 1) lê dan, lê xistin, pê dadan, deynan (tiştekî / kesekî), qutan, kutan; (amûrek muzîkê) lê dan / jenîn / jenandin / jendin / qutan 2) (bîra avê / kend) kolan 3) (şitil / fîdan) çandin / çikilandin / kirin di axê re
~ daşkandin jê daxistin, jê kêm kirin, jê kuştin (t bihayê / nirxê malî)
~ diran hatin lê dan
~ diwan suhbet kirin, axivîn, axiftin, peyivîn, şitexilîn, xeber dan, qese kirin
~ firê dan jê avêtin, jê kêm kirin
~ geran jê gerrîn, hêlan, hiştin, hêliştin, bela xwe jê vekirin, bi tenê hêlan; jê hêlan, nehêlan têkil / tevlî bibe
~ girtin lê girtin, rê nedanê; pê girtin: Heşîş pêy girtûwe Heşîş pê girtiye, Dîtiye ku heşîş pê heye û (lew) girtiye
~ goran lê şaş kirin, li hev şaş kirin, xirrîn, xirrihan, xapîn, hatin xirrandin / xapandin, tiştek li ber kesekî xelet bûn
~ gorîn lê şaş kirin, xirrandin, xapandin, li ber kesekî xelet kirin
~ hatin 1) lê hatin, lê qewimîn, bi serî hatin: Çî le konesaetekt hat? Çi li saeta te ya kevn hat? Ka saeta te ya kevn? 2) lê hatin, kêr hatin, bo baş bûn: Cilûbergekanî niwêy zor dên Cilên wî yên nû pirr lê tên, Cilên wî yên nû bo wî xweşik dixwiyin
~ helbirîn rakirin, bilind kirin, hildan
~ hele bûn (tiştek) li ber kesekî hinda / wenda / berze bûn, lê şaş bûn, rêya xwe şaş kirin
~ helkewtin bi ser hilbûn, ew tişt / cih dîtin yê ku lê digerre
~ helsan lê rabûn, dijî (kesekî / tiştekî) rabûn / derketin / li ber xwe dan, tiştek qebûn nekirin
~ kela bûn xwe jê varê kirin, xwe jê avarê kirin, xwe jê dan alî, hevza xwe jê kirin, xwe jê parastin
~ kirdinewe jê kirin, piçandin, çinîn (gul, fêkî ji daran, keske / sebze ji nav bûstan); jê vekirin, pê ve nehêlan / nehiştin; devê xwe lê vekirin, bi gotin êrişî kesekî kirin
~ kolînewe vekolîn, lê kolîn, lêkolîn li ser tiştekî kirin, azmûn lê kirin, seh kirin
~ la birdin jê birin, jê kêm kirin, jê veqetandin, jê vekirin
~ mare kirdin lê mar kirin, lê mehr kirin, jinek / keçek dan kurrekî / zelamekî
~ mor bûnewe eniya xwe lê şidandin, cênîkên xwe lê şidandin (ji ber ku jê qehirî / enirrî ye)
~ nan (xwarin) danîn ser agirî; (bar) li (dewarekî) kirin; bi bernavî bangî / gazî / dey li kesekî kirin (wek “Heme / Mem / Miho” li şûna “Mihemed”)
~ negirtin lê negirtin, rê danê; lê negirtin, lê borîn, efû kirin, bexşandin
~ pir bûn jê têr / tijî bûn, pê ve / jê kerrixîn
~ qewman lê qewimîn, (bela / qeza / miqeder) bi serî hatin, tûşî (t belayekê) hatin
~ rawestan lê sekinîn, lê rawestîn, li cihekî bênvedan; li ser (babetekî / mijarekê) rawestîn / sekinîn, pûte bi (mijarekê) dan, giringî dan babetekî, li ser babetekî nivîsîn / peyivîn / vekolîn
~ têk çûnewe şexitîn, tevlihev bûn, serûbin bûn, gêj bûn
~ tûjînewe vekolîn, lê kolîn, lê vetûjîn, seh kirin, axulme kirin, teftiş kirin
~ we jê, ji wê / wî / wan; jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve
~ wergeranewe lê vegerrandin, bersiva (kesekî) dan (t dema du kes bi hev re stiranan dibêjin ku yek dibêje û yê din lê vedigerrîne)
~ westan bn lê rawestan
~ westanewe li ber / hember (tiştekî / kesekî) rawestîn / sekinînin, li ber xwe dan, xwe ragirtin, dijî kesekî rabûn, berevanî ji xwe kirin
~ weşanewe jê hatin, pê çêbûn, karîn, şiyan, kêr hatin
~ wurd bûnewe lê hûr bûn, bi hûrî / sexbêrî / kûrûdûr / dûvûdirêj seh kirin tiştekî daku wê baş fam bike, vekolîn, lê kolîn, tûjîn, tûjandin
~ xefetan xem jê xwarin, (tiştek li / bo kesekî) bûn xem / kul / mereq / derd / kovan
~ xoş bûn lê borîn, lê negirtin, bexşandin, efû kirin, lê hatin rehmê
~ xurîn ajotin, tirimpêl meşandin / anîn û birin
–lê– (rayê lêkera ‘gutin / wutin‘) -bêj- (ji ‘gotin’): Min delêm Ez dibêjim
lêbûrde lêbor, lênegir, bexşîner, bexşende, rehman, rehîm, efûker
lêbûrdin lêborîn, lênegirtin, efû, bexşandin
lêbûrdû lêborî, lênegirtî, efûkirî, bexşandî
lêçû eynî, heman, şibî
lêçûnêtî bn lêçûnî
lêçûnî hevrengî, şibînî, şibîtî, wekhevî, mînahevî, mînayî, nolayî, fenayî, wekîtî, eynîtî
lêder lêder, kesa/ê (t amûrek muzîkê wek sazê / kemanê / deholê) lê dide
lêdû raveker, şiroveker
lêfe lêf, lihêf, lihêfk, nivînek (stûr) e mirov bo xweparastina ji sarmayê bi xwe dadide dema dinive / radize / radikeve
lêhatû kêrhatî, lêhatî, bikêr
lêj xwehr, xwar, xwêl, nerêk, nerast, çemiyayî, tewiyayî; (rêya) zivirrok, çepûçûrr, xwarovîç, xwehrovîç
lêjaw herrik, ava bilez diherrike / dimeşe
lêjayî bn lêjî
lêje bn lêj
lêjî xwehrî, xwarî, xwêlî, xwehrayî, xwehrahî, nerêkî, nerastî; zivirrokî, çepûçûrrî, xwarovîçî, xwehrovîçî
lêk 1) lêk, li hev(du), lev(du), li êk(û)du, li yek(û)du 2) jêk, ji hev, jev, ji yek(û)du, ji êk(û)du
~ biran / bûnewe jêk / ji hev veqetîn, jêk / ji hev vebûn, jêk / ji hev cuda bûn, jêk dûr ketin, jêk qut bûn
~ berbûnewe pev çûn, berbûn êk(û)du
~ berdan berdan hev / êk(û)du, bera hev dan, li hev xurrandin
~ ciya kirdinewe jêk cuda kirin, ji hev cuda kirin, ji hev qut kirin; (dema du yan çend kes pev çûne) jêk vekirin, ji hev vekirin
~ dan lêk dan, (parçeyên / pirtên tiştekî) xistin hev
~ kirdinewe ji hev kirin, ji hev cuda kirin, lêkve kirin
~ nan (çav) miçandin, neqandin, danîn ser hev, girtin; (devê xwe) girtin, dan êk, lêvên xwe danîn ser hev
~ rewînewe jêk sist bûn, ji hev sist bûn, ji hev vebûn
lêkdiraw, lêkdirawe lêkdayî, berhevkirî; (di rêzimanê de) hevedudanî
lêkolînewe vekolîn, lêkolîn, azmayîş, azmûn, sehkirin
lêl şêlî, şêlû, nezelal; tîr; mijî, bimij, bi mij û moran; ewrîn, şêliya çavan
lêlaw şêlav, ava şêlî / şêlû
lêlayî ewrik, ewrikê / şêlatiya ser çavan, kêmasiya nezelaldîtinê ya çavan
~ dahatin ewrik / şêlatî ketin ser çavan, êdî bi çavên xwe baş nedîtin; biwêj: Lêlayîm dabêt boy! Nemînim bû wî! Ez qurbanî wî bim!
lêle tarîgewrik, xumamî, dema spêdeyan yan êvaran ku dinya ne tarî û ne jî ronahî ye
lêlî şêlîtî, nezelalî, mijûmoranî, nexwiyayî
lêm li min; ji min
lêman li me; ji me
lêpirsraw bn berpirsiyar
lêqewmaw lêqewimî, lêqewimiyayî, biserîhatî, gorî, qurban(ê belayekê / erdhejînekê / şerrekî û hwd)
lêr dehl, dehlûdirr, daristan, cihê dar lê şên dibin (t yên pirr dar / devî / terraş di nav hev re ne yan li nêzî hev in)
lêrane bn lêre
lêrewar dehlistan, dehlûdirr, daristana asê / borr / boş
lêre vir, vê derê, vira, vêrê, vê dirê, vî cihî; li vir, li vê derê, li vêrê, li vê dirê, li vî cihî; ji vir, ji vê derê, ji vira, ji vêrê, ji vê dirê, ji vî cihî
~ be diwawe ji vir pêve, ji vê derê pêve, ji vî cihî pêve; ji niha pêve, ji noke şûnve
lêreş vir jî, vê derê jî; li vir jî, li vê derê jî; ji vir jî, ji vê derê jî
lêsan, lêsanewe alîstin, alastin, zimanê xwe li ser gerrandin, zimanê xwe pê ve anîn û birin
lêse moçik, kefçî
lêsîn, lêsînewe bn lêsan, lêsanewe
lêş ava bilez diherrike; zêde, bêqam, pirr, mişe
lêşaw bn lêş
lêt li te; ji te
lêtan li we; ji we
lêw lêv (dev û lêv)
lêwan tirar, kas, amanek avvexwarinê ye
lêwar serlêv, lêv, rex, kinar, qerax, lêwar
lêwawlêw bi-lêvan-re, ta berlêvan dagirtî, mişt, tijî, tije, dagirtî, ta berlêvan dagirtî / tijî / mişt, wisan tije ku ger piçek din lê bêt zêdekirin dê birije
lêwe I jê, ji wê / wî / wan; jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve
lêwe II ta, pejî, êş, jan
lêwedar tawî, pejîdar, kesa/ê ta digire
lêwrêj lêvrêj, zêde, ya zêde ku di ser lêvan / berlêvan re dirije
lêxur ajo, ajovan, kesa/ê tiştekî diajo
lêy li wê / wî; ji wê/wî
lêyan li wan; ji wan
lêzan jêzan, amator, kesa/ê hinekî ji tiştekî dizane lê di wî warî de ne pispor / zana ye
lêzg bênvedangeha firrindeyan / teyrikan
lêzge benê / zincîra morîkan
lêzm, lêzme lehî, avrabûn; tavî, şirrebaran, baran boş / pirr
liç lêv (t ya jêrîn)
liçestûr lêvstûr
liçin bn liçestûr
liçûlêw devûlêv
lifke I lîfik, parçeyek pateyê girr e bo pêşûştina amanan
lifke II navê giyayekî ye
lik liq, pirt, pişk, parçe, par, beş
likan [-likê-] zeliqîn, man pêve, ketin pêve, pêve bûn
likandin zeliqandin, pêve kirin, xistin pêve
likawe pêvek, servek, tişta neserekî ya li gel ya serekî
likênraw pêvekirî, zeliqandî
lim xîz, qûm, ax
limîn xîzîn, qûmîn, axî, tişta/ê ji xîzî / qûmî
limoz poz, difin, kepî, bêvil (t ya heywanan)
ling 1) ling, pî, pê, laq; derling, deling, delîng 2) lib, kit, tek, heb
lingelerê lerz, recifîn
lip bn liq
liq liq, çeq, çeqil, çiq, çiqil, şax, gulî, aj, ajik, çuqlî
lirf: ~ lê dan daqurandin, da’ûrandin, bi lez (bê cûn / cûtin) xwarin
lirfelirf birre-birr, dengê bayê bihêz
listin, listinewe [-lês-] alîstin, zimanê xwe pê ve anîn û birin
liwan lê hatin, kêr hatin
liwandin lê anîn / înan, kêr anîn / înan
liwar bn lat û liwar
liwaw lêhatî, kêrhatî; aşt
lixaw lixav
liyan cûnek pêlavên / solên ser berfê ye
lîçal rîçal, reçel, lîçal
lîjne 1) lijne, licne, deste, kom, komîte 2) (lîjnedar) koma darên / êzingên / terrikên / tirrikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin
~ kirdin kom kirin, berhev kirin, danîn ser hev
lîjnedar koma darên / êzingên / terrikên / tirrikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin
lîk gilîz, gilêz, şorrik, kefşil, ava bi devûlêvên mirovan de dê xwarê
lîkin gilîzok, gilîzo, kesa/ê gilîz / şorrik / kefşîl bi devûlêvan ve tê xwarê
lîme parçe, ker, qed, pirt
lîmo lîmon, leymon, fêkiyek tirş e
lîmonî enirrî, esebî, înato, qehrokî
lîmoyî lîmonî, ji rengê lîmonê, mîna rengê lîmonê
lînc çirrîk, kesa/ê yan tişta bi asanî ji mirovî venabe yan bela xwe ji mirovî venake
~ û fînç çirrîk, kesa/ê yan tişta wek benîştî ji mirovî venabe
lîncî çirrîkî, bn lînc
lîndû bn hewîrtiş
lîp 1) gav, pêngav (t yên dirêj) 2) (benê / bizîngê / têla / werîsê pirr / gelek) dirêj 2) lep, kulm, hind / ewqas xwarin ya ku mirov bi carekê diavêje devê xwe
~ lê dan lep lê dan, bi lepan ketin ser, bi destan bi coşek / hezek mezin pirr xwarin
lîpawlîp bn lêwawlêw
lîq lîç, nermok, nermovîç, nerm (t fêkiyên / keskeyên / sebzeyên pirr gihiştî)
lîqin bn lîq
lîr lîr, pirzik, kulik
lîs I lîs, venîştek, cihê bênvedana / nivistina firrindeyan (t dîk û mirîş<st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State>)
lîs II gopal, çogan, baston, darikê mirov xwe dispêriyê daku bêyî ketin bikare bi rê ve biçe
lîs III (lîsî çalçaloke) tevnê tevnpîrkê
lîsk bn tîşk
lîste lîste, rêzname, nameya / kaxeza / perrê navê tiştan / kesan lê hatine rêzkirin / nivîsîn
lîtaw lîçav, lîça avê, gerrika ava biherrî / biteqn / biçamûr tê de
lîte bn lîtaw
lîwa (e) 1) parêzgeh, wîlayet 2) lîwa, tûgay (yekîneyek leşkerî ye)
lîxin şêlî, şêlû, (ava) nezelal
lo bn bo
lobiya bn lobya
lobya navê giyayekî ye
lok ben, bizîng, werîs
loke pembû
lokkiraw girêdayî, benkirî, bizîngdayî, werîskirî
lole zz bn role
loleke bn lole
lolo cûnek stiranan e
<st1:City><st1:place>lome</st1:place></st1:City> <st1:City><st1:place>lome</st1:place></st1:City>, gazin, gilî
lone ta, lone: dezûy dûlone deziyê duta
long kevînk, dersok, serpoş; desmal; xawlî
loq I gav, pêngav (t dema mirov xwe diavêje)
loq II leqleqok, hejok, lerizok, recifok
loqandin (xwe) hilavêtin, bi çargavkî meşîn
loqe çargavkî
~ kirdin / hawîştin çargavkî kirin, bi çargavkî meşîn
lor rewş, kawdan, hal, barûdox
lore cûnek stiranan e
lorî lorî, tir, kamyonên dirêj
lort (< ing. lord) pirr zengîn / dewlemend / halxweş
lote tiriyê merriçî / rizî
lotiyêtî lotiyetî, lotîtî, hunera mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen; qeşmerî
lotî lotî, mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen; qeşmer
lotrewan tirredîn, peledîn, delodîn, bêteşe, pêkenok, qerfok, hepletiraş
lotrewanî tirredîn, peledînî, delodînî, bêteşeyî, pêkenokî, qerfokî, hepletiraşî
loxan şahî, festîval, gala
lozender gir, bejndirêj, zexm, girs
lur lor, nijada / gelê lor, kurdên bi zaravaya lorî dipeyivin
lurî lorî, zaravaya lorî ya zimanê kurdî
Luristan Loristan, herêma / welatê loran
luwan bn liwan
luwandin bn liwandin
luwar bn liwar
luwaw bn liwaw
lû bîrov, pirzik, cihê werimî / perçî yê leşî
lûde gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî
lûl lol, balol, badok, badbadok; (pirça / porrê) xelek, qij, qijavij, nehilû
~ dan badan, kirin lol / balol / badok
lûlaq ling, çok, lûlaq
lûle lûlî, sîlînder
lûlêne cûnek cerran / cerrikan yê lûlîdirêj e
lûleyî lûlîkî, wek lûliyê
lûlk bilûl, bilûr, fîq (alavek muzîkê ye)
lûlkiraw badayî, badok, lolkirî
lûrandin lûrîn, zûrîn (dengê guran / ba)
lûre, lûrelûr lûrelûr, zûrezûr (dengê guran / ba)
lûs hilû, hilis, nerm, rêk
~ û pûs hilû (t gep û alek piştî tiraşîna rihan)
lûske kose, bêrih, kesên rih lê nehatine
lûsûpûs hûtûhilû, hût û hilû (t gep û alek dema nû hatine tiraşîn)
lûşîn bn hellûşîn
lûşkandin kinkinîn, bi dengek nizm girîn
lûşke, lûşkelûşk kinkin, giriyê bi dengek nizm
lût I poz, difin, kepî, bêvil
~ çûzanewe xeyidîn, sil bûn
~ pijan xwîn ji pozê / difinê / kepiyê / bêvilê hatin
~ sirîn (poz / difin / kepî / bêvil) kif kirin
~ ş<st1:State><st1:place>kan</st1:place></st1:State> poz şkestin; ketin şermê
lût II rût, hût, rûs, xwas
lûtberz pozbilind, kesa/ê xwe pirr mezin dihesibîne
lûtberzî pozbilindî
lûte (peyvek neşirîn e bo kesên poz-/ difinmezin) pozo; pozê: Heme-lûte Memê pozo; Eyşe-lûte Eyşê pozê
lûtela biyanbûyî, xerîbbûyî, jêdûrketî
lûtewane xizêm, difinark, pirtika zêrrîn ya li şûna guhan (guhark) dixin poza / difina xwe
lûtfiş pozfiş, difinfiş, pozkunikmezin, kesa/ê kunikên poza / difina / kepiya / bêvila wê / wî mezin in
lûtke gupik, gupîtk, lûtke, cihê / beşa herî bilind
lûtqulinge difinşalok, pozxwehr, kesa/ê kepiya wê / wî çemiyayî / tewiyayî ye
lûtzil pozmezin, difinmezin
lûzew rêjen, herrik, av, çem, rûbar