Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammedî ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).
Ç ç چ
ça çay, ça
çabûk çist, çeleng, gurc, pît, çalak
çaçî çayçî, çaygêr
çadir xîvet, çadir
çadirnişîn koçer
çadirga war, wargeh, xîvetgeh, çadirgeh
çak çê, baş, qenc, rind
çaket çaket, saqo, qapût
çal çal, kend, kosp, kun
çalak çist, çeleng, zîrek, fêris, aktîv, destbişol
çalaw çalav, hewz, gerrik, gom, lîç
çaleçeqîle (gul) lale, alale, le’le, lehle
çandin 1. çandin
çandemenî dexl, dexlûdan, çandemenî, berhemê çandinê
çandenî çînbar, bikêr bo çandinê
çap çap, belavkirin, weşandin, tebih kirin
çapkiraw çapkirî, çapandî, weşandî, tebihkirî
çapxane çapxane, weşanxane, metbee
çapalêw çaysefînk, çaypalêfk, sefînka çayê, palêfka çayê
çapez çaydank, qorî, qorîk, çadank
çar (1) çare, hel, çareserî
~ kirdin çare kirin, çareser kirin, hel kirin; (nesax, nexweş) sax kirin, baş kirin
çar (2) (mih) guhspî
çare biçim, rû, serûçav (bi taybetî bi wateya tal): Namewê çarey bibînim Naxwazim biçimê wê / wî bibînim
çarek çarek, çarêk, yek ji çarê; çarêk, 15 deqe (ji saetê)
çarenûs çarenivîs, qeder, felek
çarenûssaz diyarker, xwiyaker, zelalker
çarewa hesp, mehîn
çarşêw çarçev, serdoşek, çarçav
çasir parsek, xwestok, gerrok, xwastok
çaş mat, ecêbgirtî, matmayî, matbûyî
~ bûn mat bûn, mat man, ecêb girtin, ecêbê (serê yekî) girtin
çaşnî tam, çêj
çaşt firavîn, xwarina nîvro
çaştênga danê sibê, danê siharê, berî nîvro
çatole çadirok, xîvetok, kûnik, konik
çaw çav
çawbaşqal flortker
çawbaşqal flortkerî
çawbirsî çavbirsî, hesûd, çavbirçî, ya / yê bi ti tiştî têr nabe
çawerwan bendewar
çawerwankiraw pêşbînîkirî
çawêşe çavêşî, êşa çavan
çax (1) qelew, bigoşt, zexm
çax (2) sax, saxlem, tişta baş dixebite
çay ça, çay
çaydan çaydank, çadank, qorî, qorîk
çayer mêrg, çîmen, çayir, keskistan, şêngeh, lewerr, çerîngeh
çeç, çeçe z. çeç, çeço, dest bi zimanê zarokan
çek (1) çek, sîleh
çek (2) çek, çeka pare
çek (3) cil û bergên jinan yên bi zêr û zîv û pirpirrok û zîqzîqok
çekere ta, çeq, şax, çiqil
çekdar, çekrêj çekdar, biçek, bisîleh
çekdarî, çekrêjî çekdarî, biçekî, bisîlehî
çekûş çekûç, keçûç
çelak çelak, darikek dirêj e bo daweşandina gûz û hin berhemên din yên daran têt bikaranîn
çelan berê, li demên borî
çelaw serûpêk, ser û piyên bizinan yan mihan dema tên kelandin yan qelandin
çeleme arîşe, kêşe, krîz, rewşa ne pêdandî û sabit
çelîpa n. xaç; r. xîçûxaç
çelte, çelte-çelte galgal, galegot, gotegot, gotinên bêbingeh (t. bo xerabkirina nav û namûsa kesekî)
çelûmil berpirsiyarî, bar (t. mecazî)
çem (1) çem, robarê mezin
çem (2) bn. çaw
çem (3) bn. xwar, lar
çemandin, çemandinewe tewandin, çemandin, xwar kirin, badan ta ku xwar bibe
çemanewe, çemînewe çemîn, tewîn, çeman, hatin çemandin / tewandin, tewiyan, çemihan
çemaw, çemawe çemî, tewî, çemayî, çemihayî, tewiyayî, hatî tewandin / çemandin
çemçe heskû, mifsik, kefçiyê mezin yê pê xwarinê ji qazanan dikin sêniyan
çemer çemer, çember, xirrxal, bazine; xelek
çemerî çemerî, çemberî, xirrxalok, bazinok; xelekok, xelekî
çemole şûm, neqet, venehewayî, destmatî, belakirr
çemûçem çepûçûrr, rêya ne rast û rêk
çen (1) bn. çend
çen (2), çene, çenage zenî, erzînk, çene
Çene / çenage dan zêde peyivîn, gelek axiftin, pirr ştexilîn
çend, çen çend, çiqas, çen
çendan, çendeha çendîn, pirr, gelek
çendayetî çendî, miqdar, jimar
çendemîn çendem, çendemîn, ya çendê / çendan
çendêtî çendîtî, miqdar, çendî
çenebaz zêdebêj, pirraxiv
çenebazî zêdebêjî, pirraxivî
çeneçen zimandirêjî
çeneheraş bedmebest, niyetxirab, yê gotinan bi armanca xirabiyê dike
çep (1) çep, aliyê / hêla çepê, dijw. rast, hêla / aliyê rastê; çep, destçep
çep (2) lep, kefa dest
çepal dest
çepale pate, patok, parçe, parçok
çepaw şelandin, talan, êrişa / pelamara şelandinê / talankirinê
~ kirdin şelandin, talan kirin
çepk destik, qeft, baq, gurz, gurzik (yê gulan)
çepe çepo, zelamê / kurrê destçepê; çepê jina / keça destçep
çepecax goştbirrk, amûrek pêbirrîna goşt
çepel kirêt, pîs, qirêj, nerind; bêşerm, bêedeb; çikûd, tema, nemerd, tema’
çepelî kirêtî, pîsî, qirêjî, nerindî; bêşermî, bêdebî; çikûdî, temahî, nemerdî, tema’î
çepelok zele, sîle, şeq, şep, şeqam, şîrqam, şîrmaq, zelle
çeper çeper, tan; kozik, kotan
çepger, çepgerd zordar, bêrehmet, nedilovan, zalim, stemkar, bêbext
çepken nihûn, tunel, kuna / qula ji herdu aliyan ve vekirî
çeple çepik, destqutan
~ lê dan / kutan çepik lê dan, dest qutan
çepler destçep
çeplerêz, çeplerêzan rêzeçepik, destqutana bi kom
çepok zele, sîle, şeq, şep, şeqam, şîrqam, şîrmaq, zelle
çepro çepgir, çepperwer, çepperest, peyrewê / alîgirê / mirûdê rêzanî û siyaseta çepgiriyê
çeproyî çepgirî, çepperwerî, çepperestî, di siyasetê de alîgirê rêbaz û rêzaniya çepiyê
çepûçêr çepûçûrr, xwarovîç, rêya rêk û rast naçe
çepxûn şûm, neqet, venehewayî, destmatî
çeq, çeqe, çeqeçeq 1. pitepit, gazin; gengeşe 2. çeqereq (deng)
çeqal (mirovên) sade, dijw. malmezin, esilzade, zanedan. Bi taybetî wek çeqal û beqal tên bikaranîn û wateya wê kesên nemalmezin e. Bi pirranî di wateya biçûkhesibandinê de têt bikaranîn.
çeqan daçûn, di nav berfê / heriyê re man / daçûn / xetimîn / alizîn / asê bûn / asê man: le qur çeqan di heriyê re man, di nav heriyê de asê bûn
çeqandin pal dan, def dan, han dan, pal pê radan, pal bi yekî radan
çeqel n. çeqel; adj. zeîf, bêgoşt, lawaz, rûtik
çeqel pêk, pî (yê maseyan, kursiyan û hwd)
çeqene çeqeçeq (deng bi bi tilan / tiliyan / tibilan)
çeqîw xetimî, asêbûyî (t. di nav heriyê / berfê re)
çeqmaq heste, çeqmaq, alavek e bo vêxistina cigareyan
çeqo birrek, kêr, şefir
çeqokêş şerrxwaz, belakirr; gefxwer, hereşeker, tehdîdker
çeqosaz kêrçêker
çeraga, çerage çerîngeh, çêrgeh, mêrg, çîmen, çayir
çerçî etar, firoşkar (t. yên li gundan digerin û tiştan difiroşin)
çerdawerû rûqayîm, bêşerm
çerdax kepir, xaniyên havînî yên bêdîwar û serbanê wan ji çilû yan qamûş
çerde miqdar, çendanî, gelekî, pirrî, zehfî
çere xwarinok, xwarina sivik
çerinde çerîngeh, çêrgeh, cihê heywan lê diçerin
çerîn çerîn, çêrîn, dema heywan giyayê li mêrg û çîmen û çayiran şên dibe dixwin
çerm çerm, pîst, kevil, post
çermeserê serêşî, sergêjî (t. bi mecazî), kul, xem, derd: Çermeserêm meke Serê min neêşîn, Serê min gêj neke
çermig, çermû spî, rengê spî
çers tilyak, beng, heşîş
çerx (1) çerx, zivrok
~î tûjkirdin hesan, kevirên pêtûjkirina devikên kêran
çerx (2) heste, çeqmaq
çerxan zivirîn, çerixîn, dorgerîn
çerxaw çerxav, aşê avê
çerxeme zembîl, selik, sepet, zembûl
çes çi ye (‘çes’ ji ‘çi est’ çêbûye)
çesp çirr, tiştê (nimûne hevîrê) ji hev diçe lê zû-zû ji hev venabe; çist, xurt, xwegir, xweragir, qayîm
çespan, çespîn (1) v. zeliqîn, çirrikîn, bê ve man, man pê ve, jê venebûn; çist bûn, xurt bûm, qayîm bûn
çespan adj. pît, lezgîn, hêl, zû, acîl, bilez
çespandin zeliqandin, çirrikandin; xurt kirin, qayîm kirin, zeximandin, çist kirin
çespaw, çespîw zeliqî, çirrikî, pêvemayî; çistbûyî, xurtbûyî, zeximî, qayîmbûyî
çeş 1. tam, çêj, tehm 2. dav, xefik, tepik, davik, dav û xefik
~ bûn tamijîn, fêrî tamekê bûn, fêrî çêjstandtina ji tiştekî bûn, lezet standin
~ kirdin tamijandin, fêrî tamekê kirin, hînî çêjstandtina ji tiştekî kirin
çeşin birr, cor, reng, awa, çeşn, teşn, şêwe, tewir, tehir
çeşke mifsik, heskû, kefçî
çeşme kanî, avzêk, çeşme, cihê av jê dizê
çeşn birr, cor, reng, awa, çeşn, teşn, şêwe, tewir, tehir
çeşnî serikên berikên fîşekan
çeştin tam kirin, tama tiştekî seh kirin
çet qirş, qirşik
çetal çetel, çartilk (alava pêxwarinê); şen, şeneke, milhêb (alava vebijartina dexl û dan)
çete çete, cerdevan; keleş; diz
çeteyî, çetekarî, çetegerî çetetî, cerdevanî, çeteyî; keleşî, dizîkerî, dizkarî
çetir (1) sîwan; sîtavk; paraşût
çetir dîk (t. elokên nêr)
çetiyane şûr (şûr û tîr, t. şûrên xwar)
çetîw sêwî, êtîm, keça bavê wê nemaye
çetlemez fêlbaz, hîlebaz, hîleker, fêlker
çetol, çetole çadir, xîvet, kûn, kon (t. yên sivik)
çetûn 1. zehmet, dijwar, giran, dijw. asan, sanahî, hêsan, sanayî 2. şûm, neqet, venehewayî, destmatî
çetyane şûr (t. yên xwar)
çew xiş, şuj, zixik, zixruk, xişeber, xîz, hirdû, kevirên hûrik, hûreberik, hûrekevirok
çewaşe vaj, vajî, berevajî, berojvajî; nerênî, ne-erênî, negatîv
çewdar pezfiroş; terşfiroş, dewarfiroş
çewlig xişok, şujik, erdê bi kevirên hûrik
çewr têrdon, têrrûn, bidon, birûn, biduhn
çewrî rûn, don, duhn; bez
çewsandin çewisandin, tepeser kirin, heqê lê xwarin, zilm lê kirin, miameleyên xerab pê re kirin
çewsawe tepeser, zorlêkirî, heqlêxwarî, zehmetkêş
çewener, çewender selmik
çewêl bn. çewt
çewt xwar, xwehr, xwêhl; şaş, çewt, xelet, hele
çewtandin, çewtandinewe tewandin, çemandin, xwar kirin, badan ta ku xwar bibe
çewtanewe çemîn, tewîn, çeman, hatin çemandin / tewandin, tewiyan, çemihan
çewtaw, çewtawe çemî, tewî, çemayî, çemihayî, tewiyayî, hatî tewandin / çemandin
çewtî xwarî, xwehrî, xwêlî; şaşî, çewtî, xeletî, heleyî, şaşîtî
çexmaq heste, çeqmaq, alavek e bo vêxistina / agirberdana cigareyan
çêj tam, çêj, tehm
çêjan kêşan, kişandin (t. zehmetî kêşan), rezalet dîtin
çêjîle çivîk, çûçik, çûk, firindeyên biçûk
çêr zal, serdest, serwer
çêş tam, çêj, tehm
çêşt xwarin (t. yên kelandî / qelandî / biraştî û hwd)
çêştin tam kirin, çêj kirin, tamandin, çêjandin, çêştin; kêşandin, kişandin (t. zehmetî): Zor azar deçêjin Pirr ezyetê dikêşin / dibînin
çêştker xwarinçêker (t. yên kar û pîşeyên wan xwarinçêkirin e)
çêştxane metbex, mitfax, xwarinçêkiringeh, aşxane
çêw çîv, şiv, darik, tirrik, gilç, darik, şivtan, şiftan; dar
çêwe çeve, dor, ber, dorber, derdor; kuj, goşe, kujî; rex, alî: çiwarçêwe çarçeve, çardor, dorber, çarber
çêwîn darîn, textîn, tiştên ji dar hatine çêkirin
çi çi, çî, peyvika pirsînê
çik (1) (tozêk, kemêk) piçek, kêm, hinek
çik (2) (dilop) çip, çipik, dilop
çikan çikîn, miçiqîn, zuha / ziwa bûn, hişk bûn, av lê neman (bi taybetî çem, rûbar yan co berî ku bigihe deryayê yan avek ji xwe boştir)
çikandin çikandin, miçiqandin, av tê nehiştin, ji avê zuha kirin
çikok çirke, saniye
çikole biçkok, hûrkok, biçûkok, hûrik, pirr biçûk
çil çil, çel (jimare 40)
çil çeqik, çeqok, çeqên biçûk yên daran
çile çile, heyamek çilrojî: çiley zistan çileyê zivistanê, heyama sartirîn çil rojên salê, 14.1. – 23.2., çiley hawîn çileyê havînê, heyama germtirîn çil rojên salê, 15.7. – 24.8.
çilês çavbirsî, hesûd, çavbirçî
çilêsî birsîtî, hesûdî, çavbirçîtî
çilk qirêjî, pîsatî, nerindî
çilkin qirêj, pîs, dijw paqij, pak, temîz
çilkaw şêlav, pîsav, ava qirêj, ava ji ber şûştinê maye
çilokok tirraş, devî, devîçirrk, dirrî, darkolik, kem, çîtik, terraş, bûş
çilon bn çon
çilonha kêm, kêm car, bn be degmen
çilpaw şêlav, ava pîş û şêlî
çilp, çilpeçilp mirçe-mirç, bi dengek bilind xwarin
çilm kilmûş, çilm, ava tîr ya ji pozan / difinan / bêvilan têt
çimk kujî, goşe, rex, alî, hêl
çingal 1. çelak, çengal 2. çetel, çartilk
çinîn 1. çinîn; berhev kirin 2. raçandin, tevinandin, raçinîn, tevn kirin
çinok çavbirsî, hesûd, ya / yê qet têr nabe (bi taybetî ji xwarinê)
çipik bişkoj, bişkojk, bişkivok, pelên daran yên hê nû dibişkivin / hê negihane
çiqil çeq, çiq, çiqil, çeqên daran
çir (1) (adj.) tîr; asê, tijî, dagirtî, li ser hev, di nav hev re, pirr tişt li cihek teng; çirr
çira ronahî, lampe, şewle, gulop, çira; find, şemal, mûm, çira
çiradan çiradank, şemaldank, mûmdank, finddank, tişta find / şemal / mûm / çira tê de têt bicîkirin
çirakewan tavsork, hengur, ronahiya rojê berî ku roj ava dibe
çiran civîn, kom bûn, berhev bûn, li hev civîn, li hev kom bûn; bi hev re gerrîn, bi hev re meşîn
çirandin bang kirin, gazî kirin, bangî yekî kirin, gazî yekî kirin, hawar kirin, daxwaz kirin, dey kirin
çirawirk pêtal, meşal
çirax (1) (adj.) çist, çeleng, zîrek
çirax, çirax (2) zanyar, alim, zana
~ bûn xwendina bilind kuta kirin, di xwendina xwe ya bilind / akademîk de derçûn / bi ser ketin
çirç rengjêçûyî, rengavêtî
çirisîn, çirsîn çirisîn, biriqîna stêran, ronahiya stêran, çirûsk dan, ronahiyek kêm dan
çirîkan, çirîkandin, çirîn qîjîn, qajîn, qîrrîn, çîpîn, qaje-waj kirin, bi dengek tûj û bilind girîn yan hawar kirin
çirîke qîjîn, qaje-waj, qîrrîn, çîpîn
çirkan çirkîn, dengê “çirk” jê hatin
çirkandin çirkandin, dengê “çirk” jê anîn
çirke (dengê) çirk, çirke-çirk
çirnûk pence, nînokên tûj
çirpandin pistîn, birde-bird kirin, bi dengek pirr nizm peyivîn
çirpe, çirpe-çirp birde-bird, piste-pist, axiftina bi dengek pirr nizm
çirûçaw serûçav, devûlêv, rû, biçim
çirûk temah, nemerd, çikûd, kinoj, genûs, qinûf, pintî, çirrîk
çirûsan hincirrîn, perritîn, pûç bûn, xespal bûn, xerabe bûn
çirûsandin perritandin, hincirrandin, pûç kirin, xespal kirin, xerabe kirin
çirûsaw hinicirrî, perritî, xespal, xerabe, xopan
çiş vêca, vêca çi, ango çi, vêca ango çi, ma çi ye, de bila: Ew naye, çiş! Ew nayê, de bila qet neyê! Ew nayê, ma xema me ye!
çit bn şit
çitîr bn rêwî
çiwale behîv, bahîv (bi taybetî yên kerrik / negihiştî)
çiwar çar (jimare 4)
çiwarçêwe çarçeve, milbend
çiwarde çardeh (jimare 14)
çiwardehem, çiwardemîn çardehem, çardehemîn, ya / yê çardehê / çardehan
çiwardewr dorber, derdor, hawirdor, dewrûber
çiwarek çarek, çarêk, yek ji çarê; çarêk, 15 deqe (ji saetê)
çiwargoşe çargoşe, çarkujî
çiwarla 1. derdor, dorber, hawirdor, çaralî, çarhêl 2. mat. çaralî, çarhêl
çiwarşem, çiwarşemme, çiwarşemû çarşem, çarşemb, roja piştî sêşemê û berî pêncşemê
çiz, çizû (mar, mêş û hwd.) pêvedan
çizandin durhî kirin, bi şewitandinê destnîşankirin (bi taybetî terş û pez)
çî çi, peyvikek pirsînê ye: Çî biçênît, ewe edirûytewe Çi biçînî, dê wê biçinî
çî- çî: boyeçî boyaxçî
çîl mêkew, kewên mê
çîleçep çepûçûrr, rêya ne rast û rêk
çîlek tûtfiringî, çîlek
çîlke êzing, tirrik, darik ango çeqikên zirav yên daran bo şewitandin
çîm giya, gîha, şênkatî
çîmen, çîmenzar mêrg, çîmen, giyastan
çîn çîn, tebeqe, kast; qat; sef, sinif: çînî kirêkar çîna kedkar, di civatekê yan dewletekê de koma mirovan ya hemû kedkarên wê
~ kirdin sinifandin, sefandin; kategorîzandin
çîne (1) kom, gir: çîneyek kitêban girek pirtûkan, gelek kitêb li ser hev kom kirî
çîne (2): ~ kirdin vebijartin, ji hev bijartin, hinek bijartin û yên din hiştin
çît çît, qumaş, kereseyên bo dirûna cilan (t. cilên jinan)
çîtoke çîtok, çîtik, çîtê bêbiha yan kêmnirx
çîx: ~ kirdin sivik jê girtin û di ber re borîn
çodar pezfiroş, terşfiroş, tewalfiroş
çol çol, (devera) vale / xalî / bêkes / bêtişt
çolax netebitî, venehewayî, nerehet (bi taybetî hespê ne hêmin û aram e)
çolk destavxane, tiwalet, avdestxane
çoleke çivîk, çûçik, çûk
çom çem, robarê mezin
çon çawan, çilo, kusan, çito, çing, çawa, kusa, bi çi awayî
çonha kêm, kêm car
çonêtî, çonyetî awa, şêwe, çawanî; rewş, kawdan, barûdox
çong bn nawerast
çonyek wek hev, mîna hevdu, mîna yekdu, wek êkûdu
çopî govend, dîlan, dawet, çemk, çopî, dans, reqs
çopîn govend kirin, dîlan kirin, dawet kirin, çopîn, dansîn, reqîsîn
çoq kel, germayî, pirr germî
çoqe, çoqeçoq çeqe-çeq(a didanan ji ber sarmayê)
çor (1) teyrê tawis
çor (2) hevdeng, homonîm, peyvên mîna hev tên nivîsîn / xwendin lê wateyên cuda didin
çoran çikîn, miçiqîn, zuha / ziwa bûn, hişk bûn, av lê neman (bi taybetî çem, rûbar yan co berî ku bigihe deryayê yan avek ji xwe boştir)
çorandin çikandin, miçiqandin, hişk kirin, zuha kirin, wiza kirin, av jê qut kirin
çore çip, çipik, dilop
çoş! şoş! şoşe-were! şoşe-were kero! (bang li keran)
çoxil, çoxil lezok, lezûbezok, ya / yê pêşî nafikire û paşî dest bi karên xwe bike
çur: weku çurî şîr e wek şîrî spî ye
çunke, çunkû çiku, ji ber ku, çimkî, çunke, sedem / sebeb ew e ku
çust çist, çeleng, zîrek, liserxwe, bidîsîplîn
çutirm, çûtirm bênvedan, bênvekirin, îsterehet
çuxtî rûqayîm, bêşerm
çûk biçûk, dijw. mezin, gir, girs, zexm
çûn çûn, herîn, dijw. hatin
çûzan- tizan-: çûzanim tizanim, ez ji kû dizanim / bizanim, ez çawan dizanim / bizanim. Çûzanît min kêm? Tu çawan / ji kû dizanî ez kî me?
çûzan, çûzanewe kizirîn, kuzurîn, hest bi êşek bi şewat kirin, kezeb şewitîn, dil sotin