Ev beşek ji ferhenga soranî-kurmancî ya Husein Muhammed ye. Xetik (_) li jêr R tê maneya R-ya şidandî, li bin L î wateya L-ya qelew dide, li bin H tê maneya H-ya wek di peyva “heft” de (ح).
H h ح هـ
ha ha? çi? çawan? (Te) çi got?
ha (2) ha? ma ne, yan: Toş dêyt, ha? Tu jî, ha? Tu jî dêyî? Tu jî dê bêyî, ma ne? Tu jî dê bêyî, yan?
ha (3) ha, hanê, de ha, de hanê, işte, va ye, de va ye, kerem ke, fermû (t dema tiştek ji kesekî re têt dan li şûna bêt gotin: “Bigire”)
ha (4) ha! bizane ha! bizane ku, de min ji te re got
ha (5): ha … ha … ha … ha, geh … geh, car … car: Le lêre ha lewê li vir li wir, geh li vir geh li wir, car li vir car li wir
ha (6) ([min] ham, [to] hayt, [ew] ha, [ême] hayn, [êwe] han, [ewan] han) Li şûna lêkera “bûn” têt bikaranîn: Ham le mal [Ez] li malê me. Hayt le mal? [Tu] li malê yî? û hwd.
-ha: -an (pêşpirtikek e bo diyarkirina pirrejimariya t jimaran): hezarha (bi) hezaran, milyonha (bi milyonan)
hac bn har û hac
hacet, hacet alav, amûr, hacet
hacî hecî, hacî, kesa/ê heca xwe bi cî aniye
hacîbadam navê birrek biskewîtan e
hacîbayef bahîvtirşk
hacîleqleq hacîleglege, leglege, quling
hacîreng bn hacîreş
hacîreş hacîreşk, hechecîk, çivîkek rewş e
haçe bn dirêjayî
hafiz 1) hafiz, kesa/ê Qur’anê ji ber dizane, kesa/ê Qur’an ji ber kiriye 2) kor, bêçav, kore
haj mat, matmayî, ecêbgirtî, sersam
hajandin xwişîn, xuşîn, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê jê hatin
haje, hajehaj xwiş, xwişexwiş, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê
haka haha, aniha, di vê gavê de
hakayî hahayî, tişta aniha / haha bibe / bêt / biqewime
hakim 1) (fermanrewa) hakim, padişah, fermanber, walî, rêveber, mîr 2) (dadgêr, serokî dadga) dadgêrr, dadger, hakim, serokê dadgehê
hakimane hakimane, wek / mîna hakiman; hikûmî, hukumetî, fermî
hakimêtî hakimî, hakimtî, rêveberî, fermanberî, hukim
hako keteberî, tesadif: le ~ bi keteberî / tesadifî
hal hal, rewş, çawanî
~ û ehwal çawanî, rewş, hal û ehwal
halî serwext, fama, têgihiştî, têgihandî, fehma
~ bûn tê gihîn, serwext bûn, fam kirin, tê gihiştin
~ kirdin tê gihandin, serwext kirin, famandin, fehmandin
halaw hilm, buxar, hewayê germ, ava wa germ bûye ku hildikeve hewa
halet rewş, destûdar, hal
halî bûn tê gihîn, tê gihiştin, fam kirin, serwext bûn, fehm kirin, fêm kirin
halî kirdin tê gihandin, dan famkirin, serwext kirin
ham bn haw
hamar rastgeh, deşt
hamêz hemêz, hembêz, koş, dergûş
han pal, def, dehf, han, teşwîq
~ dan şarandin, (li tiştekî) sor kirin, han dan, teşwîq kirin, berev (kirina tiştekî) def dan / pal pê radan
han (1) dinyadîtî, xwedîtecrûbe, pêzan
han (2) bn ast
hana (1) hewar, pena, stare, daxwaza alîkariyê kirin
~ birdine ber … xwe spartin (kesekî / tiştekî), avêtin hewara (kesekî / tiştekî)
hana (2) hingiv, hingivîn. Tenê di vê gotinê de bi kar têt: Hanam kirde demit Devê te bihingiv be (“Min hingiv kir devê te.” Dema kesek tiştekî pirr baş vedibêje û li şûna “sehet xweş” yan “dev xweş” mirov dixwaze gotinek hê şirîntir bibêjiyê)
hanaber hewarber, stareber, kesa/ê xwe dispêre (kesekî / tiştekî)
hanehan bn han
hander palder, defder, şarîner, sorker, teşwîqker
handiraw şarandî, (li tiştekî) sorkirî, teşwîqkirî, berev (kirina tiştekî) defdayî
hane bn kanî
hanê bn ha (2)
hanîn bn hênan
hapulk bn derfet
har har, dînûhar, dirrinde, venehewayî, bêtebat, şûm, neqet, destmatî
~ û hac şûm, neqet, venehewayî, destmatî, ya/yê destê xwe dike di nav her karî re tevî ku ne karê wê / wî be jî, t zarok yên ku ji ber nesekinîna xwe xirabiyan dikin û ziyanê digihînin kesekî yan tiştekî
<?xml:namespace prefix = st1 ns = “urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags” /><st1:City><st1:place>haran</st1:place></st1:City> bn harîn
haraw hêrayî, hêrandî, destarrkirî, (genimê, goştê û hwd) hûr-hûrkirî
hare, harehar şinq, şingeşing dengê şkestina caman / şûşeyan
~ kirdin şingîn, dengê şkestina caman / şûşeyan jê hatin
hare kêzikek e
hariye kêzek e
harî harî, dînûharî
harîkar alîkar, arîkar, alîkar
harîkarî alîkar, arîkar, alîkar
harîn hêran, hêrandin, hêrîn, destarr kirin, (genim, goştê û hwd) hûr-hûr kirin
harû pidû, pû, alûne, pidî, goştê ber didanan
harûhûrt pozbilindî, qurretî, xwe mezin hesibandin / kirin
haş bn bêkelk
haşa haşa, ne wa / wisan / wiha / wilo / hosa; ji bilî, ji xeynî, … ne tê de: haşa huzûr haşa huzûr, ji bilî yên amade / hazir / li hizûrê
haşûhûş dengûdor, qerebalix, qerqeşe, gengeşe, şerrenîx
hat (1) dema borî ji lêkera hatin
hat (2) bext, nesîb, şans: rêy çûn û nehat rêya bêvegerr, rêya çûn û nehatinê
hatin hatin
~e dî bi cî hatin, bi cih hatin, rast derketin: Awatekanman hatine dî Hêviyên me bi cî hatin
hatinewe vegerrîn, vehatin, hatinve, dîsan hatin
~ yad / bîr hatin bîrê
hatûçû hatin-û-çûn; trafîk: polîsî ~ polîsê livok, polîsê gerrok, polîsê trafîkê
havil havil, xebat, berhem, encam
haw- hev-, hev-, eynî-, êkûdu, hevûdin
hawahengî hevahengî, lihevanîn; hevkarî, amadekirina tiştekî bi hev re
hawar (1) hawar, bang, gazî, hewar
~ birdin (bo) xwe spartin (kesekî), hawara xwe gihandin (kesekî)
~ lê hestan hawar kirin, kirin qîrîn û hawar
hey ~! hey hawar! wey li vî halî; hawar e!
Xwa ~! Hewar Xwedê!
hawar (2) bn hewar
hawarî hewarî, berbedel, mînek
hawarker hewarker, gazîker, bangker, kesa/ê hewarê dike
hawbend hevbend, hevgir
hawbeş hevbeş, hevpar, mişterek, pêkve, şirîk
hawbeşêtî, hawbeşî hevbeşî, hevparî, mişterekî, şirîkî
hawbîr hevbîr, hemfikir, kesên (li ser mijarekê) dîtin û baweriyên wan mîna hev in
hawcê hevber, tiştên mîna / beramberî hev in
hawcor hevbirr, hevceleb, hevçeşn, hevcor, tiştên ji heman birrê ne / eynî hev in
hawcot hevcot, tiştên tam mîna hev; hevtov, zarokên cêwî / hevalcêmik yên ku tam dişibin hev
hawçaw hevrik, dijber, kesên dijî hev
hawçawî hevrikî, dijberî, berberkî, dijîtiya hemberî hev
hawçax hevçax, hevserdem, hevdem, eynî demî; nûjen, hevçerx, nihoyî, modern
hawçek hevçek, kesên bi hev re dijî tiştekî / kesekî şerr dikin
hawçeq hevçeq, hevbin, tiştên bingeha wan yek e
hawçerx bn hawçax
hawçeşn bn hawcor
hawçire hevbêj, kesên bi hev re (tiştekî, t stranan) dibêjin
hawderd hevderd, kesên derd û kulên wan eynî ne
hawdest hevdeste, mîna hev
hawdîn hevdîn, hevol, kesên dînê wan eynî ye
hawen hawin
-hawêj -avêj, paşqertafek e dikeve pey hin peyvan û kirdeyan ji wan çêdike, nimûne: rimhawêj rimavêj, kesa/ê riman diavêje, tîrhawêj tîravêj
hawêr jihevkirina mih û berxan bo dema dotina mihan
hawha, hawhaw dengûdor, dingering, xiringediring, teqereq
hawîn havîn, tavistan, germtirîn demsal, demsala piştî biharê û berî payizê, dijw. zivistan
hawîne, hawînî havînî, havînîk, tiştên li havînê çêdibin (wek fêkî) yan kêrî havînê tên (wek cil)
hawînhewar havîngeh, havînwar, cihê bênvedanê yê havînê
hawîştin avêtin, havêtin, avêştin
hawîtin bn hawîştin
hawkar hevkar, hevxebit, hevşol, kesên / tiştên li gel hev karekî dikin yan dixebitin
hawkarî hevkarî, hevxebat, hevşolî, karkirina bi hev re, şol kirina li gel hev, xebata pêkve
hawkat hevdem, bûyerên di eynî demê de diqewimin
hawkêş hevkêş, paralel
hawkêşe hevkêşe, hevber, beramber, wekhev
hevkêşî hevkêşe, paralelî, paralelîzm
hawla hevhêl, hevla, hevlayen, tiştên aliyên wan eynî ne
hawlif bn hawta
hawmal hevmal, kesên (ji / li) eynî malê
hawmil hevnîr, gayên bi hev re vot pê têt kirin; (m) heval, hevrê, hevbar
hawnaw 1. hevnav, kesên navên wan eynî ne 2. hevwate, sînonîm, hevmane, du yan zêdetir peyv yên ku wateya / maneya wan eynî ye yan pirr nêzî hev e, nimûne: wek, mîna, şibî, eynî, nola, fena û hwd
hawneberd hevrik, dijber, rikeber, kesên dijî hev
hawnişîn hawjîn, kesên bi hev re dijîn
hawniştiman bn hawwilat
hawnore hevdor, kesên doranê dikin, kesên bi dor cihê hev digirin û karekî dikin
hawpa hevtawan, hevguneh, kesên ziyanek / xirabiyek bi hev re kirine
hawpaye hevpaye, kesên di pileya / dereceya xwe de hindî hev in
hawpeyman hevpeyman, hevsoz, hevalbend, kesên li ser heman soz û peymanan hevkarî û alîkariyê didin hev û bi hev re dixebitin
hawpirsî hevpirsî, suhbet, pirsîna li halê hev
hawpişt hevpişt, hevpal, kesên alîkariya hev dikin
biray ~ birabav, birabab, kesên bavê wan yek e lê her yekê dayikek cuda heye; (m) birabav, kesên wa dilsozî hev in qey birayên hev in
hawraz hevraz, kesên tiştek / tiştên hev yê(n) raz / nepenî / nehînî dizanin
hawrê heval, hevrê, hogir, dost, birader
hawrêtî hevalî, hevaltî, hevalînî, hevrêtî, hogirî, dostî, biraderî
hawsal hevjî, hevtemen, hevsal, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e
hawsame hevbînahî, hevbîr, hemfikir, kesên baweriya / bînahiya / dinyabîniya wan wek hev e
hawsaz hevgir, hevsaz, hevkêr, tiştên kêrî hev tên
hawsede hevsedsal, kesên / tiştên li eynî sedsalê jiyane / qewimîne
hawseng hevseng, serbiser, hevterazû, tiştên / kesên / giraniya / giringiya / bandora wan hindî hev e; rewşa yan rawesteya normal / asayî
hawsengî hevsengî, serbiserî, balans
hawser şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î
hawserdem bn hawçax
hawsê bn dirawsê
hawsinûr hevtixûb, hevsinor, cihên (t welatên) sinorên wan bi hev re ne
hawsiwênd hevsoz, hevsond, hevpeyman
hawsiwêndî hevsozî, hevsondî, hevpeymanî, komplo
hawşan hevmil, kesên di pileya / asta / dereceya hev de; hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî
hawşar hevbajar, hevşar, hemşerî, kesên ji eynî bajarî
hawşêwe hevawa, hevşêwe, hevreng, tiştên bi eynî awayî / şêweyî / rengî
hawşîre hevşîr, kesên şîrê eynî dayikê xwarine lê ne ji eynî dayikê ne
hawta hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî / xurt û hwd
hawtek pêvek, pêrek, tiştê(n) bi hinek / yek dî ve / re
hawtemen hevjî, hevtemen, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e
hawterazû bn hawseng
hawwilat hevwelat, kesên ji eynî welatî
hawwilatî hevwelatî, kesa/ê ji welatekî ye û mafê wê / wî yê asayî wek ya / yê herkesa li wî welatî dijî heye
hawxak hevax, cîran
hawxef hevxew, kesên bi dinivin / radikevin / radizin
hawxiwan hevsifre, kesên bi hev re dixwin û vedixwin
hawzêd bn hawwilatî
hawzig cêwî, hevalcêmik, hevzik, kesên bi hev re di heman demê de ji eynî dayikê bûne
hawziman hevziman, kesên bi eynî zimanê wan (yê zikmakî) eynî ye
hawzom hevzom, hevcom, hevgom, kesên ji eynî zomê / comê / gomê / herêmê / deverê / aqarî
hazir amade, hazir
hazirî hazirî, amadeyî
he he!? çi? ha!?
he, he’ he’, hi’, ne’, na, ne, no: He’, nayem He’, nayêm
he- he-: [min] hem [ez] heme, [to] heyt [tu] heyî, [ew] heye [ew] heye, [ême] heyn [em] hene, [êwe] hen [hûn] hene, [ewan] hen [ew] hene; [min] heme min heye, [to] hete te heye, ew heyetî wê / wî heye, ême hemane me heye, êwe hetane we heye, ewan heyane [e]wan heye
heb heb, hebik, tablet, dermanê lib-lib
hec (1) hec, çûna Mekeh û Medîneyê bo bicîanîna yek ji erkên /erkanên îslamê; ziyaretkirina cihek pîroz
hec (2) armanca dawîn di lîstika tebelanê / xarbaziyê de
hecû bn daşorîn
heçulûr rew-rew, reyîn / rewîna / hewîna har ya seyan / kûçikan
hed 1) hed, sinor, tixûb, rade, ast 2) wêrekî, bistehî
hedîs hedîs, pendên / şîretên / çîrokên têt bawerkirin ji devê Mihemed Pêxember in
heft heft (jimare 7, VII)
hefta heftê (jimare 70, LXX)
heftamîn, heftamîn heftêyem, heftêyemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftêyê
heftane heftane, meaşê heft rojan; hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe
hefte hefte, heftî, heft roj, yekîneyek demî ye ji heft rojan pêk têt
heftem, heftemîn heftem, heftemîn (di rêzê de ya / yê / yên) heftê
hefteyî hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe
hej bn heş
hejan hejîn, hejiyan, hejihan, hatin hejandin, şilqîn, qeliqîn, livîn; (wurûjan) arîn, ariyan, arihan
hejandin hejandin, şilqandin, qeliqandin, livandin; (wurûjandin) arandin
hejar hejar, jar,belengaz, feqîr, reben, kêmhe, destkurt
hejarî hejarî, jarî, belengazî, feqîrî, rebenî, destkurtî
hejde hejde, hijdeh (jimare 18, XVIII)
hejdeha, hejdîha bn ejdeha
hejdehem, hejdehemîn hejdem, hejdeyem, hejdemîn, (di rêzê de ya / yê) hejdeyê
hejend hejok, qeliqok, livok, venehewayî
hejêner hejîner, qeliqîner, livîner, ya / yê dihejîne; arîner, ya / yê diarîne
hejg 1. çeq, çiqil, çeqik, çikilk (yên daran / deviyan / tirraşan) 2. zend, dest; pî, ling
hekîm hekîm, bijîşk, nojdar, dermanker, luqman
hel delîv, derfet, firset, fersend, mecal, keys; car, gav, dem, kêlîk, bîsk, hal, neql
hel– hil- (pêşqertafek e dikeve pêşiya hin peyvan û wateya berev jor / serî / silal dide wan)
helahel bn helayil
helahela rîçalok, zîçarrok, perritî, pirtepirt, parçe-parçe
helal pûyîn, debax
~ dan pûyîn, debax kirin
helal helal, rewa, durist, tiştê (bi taybetî ji alî dînî ve) destûr heye bêt kirin
helale (1) 1) lale, alale, le’le 2) sergul, gerrik, toza kulîlkan
helale (2) awaz, melodî, dengê birêk û lihevhatî
helalxor helalxwer, kesa/ê malê heram naxwe; kesa/ê malê ne yê wê / wî be bêyî destûr destdirêjiyê lê nake
helalza, helalzade helalza, helalzade, zaroka/ê ji dêbavên markirî çêbûye
helamet persîv, arsim, harîk, zekem, asrîm, sarma
helametî persîvî, arsimî, harîkî, zekemî, asrîmî, sarmayî, kesa/ê persîvê girtiye, ya / yê bi persîvê ketiye
helamsan enflasyon, bihabûna tiştan û daketina qîmetê pare
helane zembîl, sepet
helat meth, pesn (t yên bêbingeh)
helat bên, bêhn, bihn (ya pîs)
helat tenê di rojhelat de: rojhilat, hêla / alê roj jê hiltê / radibe / derdikeve
helatû revok, ya / yê direve
helatin bn helhatin
helawêz hilawîstî, daliqandî, (bi dîwar / ristê ve) kirî
helawird(ji hev) veqetandî / cuda(kirî)
helawirdin ji hev kirin, ji hev cuda kirin, ji hev veqetandin
helawisan 1. werimîn, perçivîn 2. berfire bûn, belav bûn
helaxinîn 1. girtin, qepat kirin (t kun yan rê) 2. xwe hilpîvan, qedirê kesekî şkandin bi gotina dijûnan li kesek wê / wî yê mirî
helayil: jehrî ~! jehremar! quzilqurt! qurresim!
helbest 1) helbest 2) lihevînayî, çêkirok, xapînok, lêbok
helbeste helbest, t çîrok yan dersa wek helbestê vehûnandî / lihevînayî
helbestin 1. hûnandin, vehûnandin, li hev anîn, hilbestin, kirin helbest 2) li hev anîn, çêkirin (t derek yan tiştek bo xapandin û lêb û hîleyan)
helbestiraw 1) hûnandî, vehûnandî, lihevînayî 2) lihevînayî, çêkirî, çêkirok, xapînok, lêbok
helbet, helbete elbet, helbet, bêguman, jixwe, bêşik; belkî, dibe ku
helbez (xwe)hilavêtin, xwe bilind avêtin
helbezîn, helbezînewe vejenîn, bi erdê ketin û jê bilind bûn
helbijardin hilbijartin
helbijêr hilbijêr, ya/yê ku hildibijêre yan jî mafê hilbijartin û dengdanê heye
helbijar 1) hilbijar, ya/yê tê yan dikare bê hilbijartin 2) bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî
helbijarde bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî; hilbijartî, bijartî, yên ku hatine bijartin
helbijardin hilbijartin, bijartin, ji nav hinan yek yan çend (kes / lib) qebûl kirin
helbijêr hilbijêr, ya / yê (hin kesan / tiştan) dibijêre; ya / yê mafê wê / wî yê dengdanê di hilbijartinan de heye
helbijêrraw hilbijartî, ya/yê hatiye hilbijartin
heldan hilavêtin
helbirîn 1) hilketin, rabûn, bilind bûn 2) (ronahî) hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn 3) rê lê girtin, bersîng lê girtin (t li êrişên dijmin û nehiştin dijmin bi pêş bikeve)
helbirwandin merriçandin, merçiqandin, perçiqandin, zirviçandin
helbizirkan (rûyê mirov ji tirsan) zer bûn / spî bûn
helbizirkaw (rûyê mirov ji tirsan) zerbûyî / spîbûyî
helçeqîn tê kutîn, tê çûn, tê re çûn, çûn tê re (bizmar, derzî, strî û hwd di tiştekî re çûn)
helçinîn 1) nijinîn, nijinandin, gidîş kirin, (li ser hev) kom / berhev kirin; dîwar danîn 2) (av yan ruhniyek dî) mêtin / mijîn (xwe)
helçinraw nijinî, nijinandî, gidîş kirin, (li ser hev) komkirî, (li ser hev) berhevkirî
helçûn 1) firûn (t şîr dema zêde germ dibe û di ser qazanê / qûşxanê re diavêje) 2) hilketin, hewa ketin, berev jor / serî / silal çûn
heldan hilavêtin, avêtin hewa; (firrfirrok) hilfirrandin; (çadir, kûn, xîvet) vedan; (zêde) pesnên / methên kesekî / tiştekî kirin; (gotina kesekî) vebirrîn; geş bûn, xemlxweş bûn
heldanewe (qepax / kevînk / serpoş / nivîn û hwd ji ser) rakirin
heldêran hilqulipîn, xwe hilqulipandin, li hewa / firrê xwe xwe qulipandin
heldiran dirrîn, çirrîn, perritîn, hatin dirrandin / çirrandin / perritandin
heldiraw dirrî, çirrî, perritî, dirrayî, çirrayî, (ya / yê) hatî dirrandin / çirrandin / perritandin
heldirîn hildirrandin, hilçirrandin, dirrandin, çirrandin, bi devek tûj (t yê kêrê) dirrandin / çirrandin
heldirûraw hildirû, derdirû (tişta/ê deriyê wê / wî bi dirûnê / kêliyan hatiye girtin)
heldirûn hildirûn, derdirûn (bi dirûnê / kêliyan deriyê tiştekî girtin)
hele şaşî, xeletî, çewtî
heledawan lez, bizav, lezûbizav, ecele, pele
helehel qîrrîn, qîjîn, dengûdor
heleke 1. venehewîn, li cihê xwe nesekinîn / netebitîn 2. navê govendekê ye 3. navê birrek teyrê baz e
helhele tilîlî, dengê kêfxweşiyê di şahiyan de (t jin vedidin)
~ kêşan / lê dan tilîlî vedan, kirin tilîlî
helengûtin hilingivîn, hilingiftin, likumîn, terpilîn
heleqmeleq ehmeqî, serserî, gotinên / tiştên dûrî hiş û aqil
heleşe lezok, bilez, bizivok, bilezûbizav, bêsexbêr, bêdîqet
heleşeyî lezokî, bizivokî, lez, bizav, bêsexbêrî
helet asê, cihê mirov nikare bi asanî lê bimeşe; serhişk, neguhdar, mirovê serkêşiya wê / wî kirin dijwar e
helewer kesa/ê têkilî nav karên (t axiftina) xelkê dibe
helexerc felîte, destbelav, kesa/ê malê / pareyê xwe pirr xerc / pûç dike
helfilîqandin merriçandin, merçiqandin, zirviçandin, perçiqandin
helfilîqan merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn
helfilîqaw merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn
helfirandin hilfirrandin, wa kirin ku tiştek bifirre (t bi lez)
helfirîn hilfirrîn, firrîn (t zû firrîn dûr)
helfirîwandin xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin
helgeran hilgerrîn, li hindavî / raserî tiştekî gerrîn yan dewr dan; hilketin, hewa ketin, ji derek nizm meşîn derek bilind; berbelav bûn (dar yan giya dema pelên / çeqên xwe belavî derdorî xwe dike); (reng) guherrîn, lê bûn (rengek): Rengî zerd helgera Reng lê zer bûn (ango bûn spîçolkî / zerik)
helgeranewe qulipîn, vequlipîn, serberjêr bûn, berejavî bûn, dijber bûn
helgêranewe bn helgeranewe
helgiloftin perixandin, mizdan, destê xwe pêve anîn û birin
helgirtin hilgirtin
helgîran hatin hilgirtin
helgîraw revandî, revayî (jin yan keç bi armanca markirina li xwe)
helgîrsan hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn (agir); çêbûn, dest pê bûn, berpê bûn, afirîn; berbûn hev, li hev sor bûn
helgîrsandin hilkirin, vêxistin, berdan, geş kirin, gurr kirin (agir); çêkirin, dest pê kirin, berpê kirin, afirandin; berdan hev, li hev sor kirin
helguşîn givaştin, şidandin, guvaştin, jidandin
helhatin 1) (roj / heyv) hilhatin / rabûn / derketin 2) revîn, bazdan 3) (reng) guherrîn / guhorrîn 4) (hevîr) pif / bilind bûn; (bi hevîrtirşk) tirşîn, tirş bûn 5) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqîn
helhênan 1) (metelok / pirsgirêk) tê derxistin, pê hesîn, zanîn 2) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqandin 3) (çav[ên xwe] piştî nivistinê / nesaxiyê / bêhişiyê) vekirin
helhênanewe vereşîn, hilavêtin, tişta xwarî / vexwarî zikê xwe dîsan di devê xwe re avêtin
helhêncan 1) (av ji bîrê) hilkişandin / hilkêşan 2) (av ji derekê) çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik / hişk / ziwa / zuha bûn, (t ji ber germayê av jê) qut bûn
helhênciraw 1) (av ji bîrê) hilkişandî / hilkêşayî 2) (av ji derekê) çikî, miçikî, miçiqî, çik / hişk / ziwa / zuha bûyî, (t ji ber germayê av jê) qutbûyî
helhêner têderx, kesa/ê metelokekê / pirsgirêkekê tê derdixe / hel dike
helhênge hêlîn, kurkgeh, cihê mirîşk lê kurk dibe û hêkên xwe dimeriqîne
helhênraw 1) têderxistî 2) meriqî; meriqandî 3) vekirî bn helhênan
helîz çerm, pîst, post (yên heywanan); meşk
heljimar hiljimar, statîstîk, jimarko
heljimardin hejmartin, hiljimartin, hijmartin, jimartin
heljimêrraw jimartî, hejmartî, hijmartî, hiljimartî
helk zimanxweş, zimanşirîn, peyvzêrrîn
helkalîn pitpit kirin, gilî / gazin / lome kirin
-helken -kol, -hilkol: gorhelken gorrkol, kesa/ê gorran dikole / çêdike
helkendin 1) hilkolîn, hilkêlîn 2) hilkêşan, hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) deranîn / derînan 3) qewirandin, derxistin, kesek / tiştek neçar kirin ji derekê bireve
helkenran 1) hatin hilkolîn / hilkêlîn 2) hatin hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) hatin deranîn / derînan 3) hatin qewirandin / derxistin, kesek / tiştek hatin neçarkirin ji derekê bireve
helkenraw 1) hilkolî, hilkolayî, hilkêlayî, (ya / yê) hatî hilkolîn / hilkêlîn 2) (ya / yê) hilkêşayî, hilkişandî, hatî hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) derînayî, hatî deranîn / derînan 3) qewirandî / derxistî, kesek / tiştek hatî neçarkirin ji derekê bireve
helkewt hilkeft, bone, minasebet
helkewte, helkewtû berkeftî, bijare, jêhatî, hêja; awarte, nejirêzê, têvel, cuda
helkêş hilkêş, hilkişîn, ya / yê hildikêşe / hildikişîne
helkêşan hilkêşan, hilkişandin, kêşan / kişandin jor / serî / silal / hewa
helkêşraw hilkêşayî, hilkişandî, ya / yê hatiye hilkêşan / hilkişandin
helkiran selixîn, veçirrîn, verûçîn, verûçikîn, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûn / çûn, bi sivikî birîndar bûn
helkirandin selixandin, veçirrandin, verûçandin, verûçikandin, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vekirin / rakirin, bi sivikî birîndar kirin
helkiraw (ala) hildayî bilindkirî; (ben, dezî, rîs) alandî, alayî; (huçik) hildayî; (agir / ronahî) hilkirî, vêxistî, berdayî, geşkirî
helkiraw selixî, veçirrî, verûçî, verûçikî, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûyî / çûyî, bi sivikî birîndar(bûyî)
helkizirandin kizirandin, kuzurandin, (goşt) li ser / ber agirî sor kirin
helkişan hilkişîn, hewa ketin, hilketin, hilçûn, berev jor / serî / silal ve çûn
helkişe rabûn, bilindbûn (a seviyeya avê)
helko lezok, bêsexbêr, nehişyar, kesa/ê ne têr hişyar / sexbêr / bidîqet e dema tiştekî dike, kesa/ê di karê xwe de zêde dilezîne û li xwe ne hişyar e
helkolan, helkolîn hilkolîn, ax (kûr) kolîn daku tiştek di bin derbîne
helkolraw hilkolî, hilkolayî; hilkolandî
helkulîn hilkelîn, hilfûrîn, wa zêde kelîn / fûrîn ku di ser re avêtin
helkutan: ~e ser bi ser de girtin, êriş kirinê
hella şerrenîx, xirenîx, dengûdor, dijberî
hellûşîn daûrandin, dabeliandin, dabeli’andin, da’ûrandin, zû yan bi hesûdî xwarin; nîçandin, nîç kirin, çipek / dilopek ji avê yan vexwirakek dî nehêlan
helm hilm, bixar, buxar, dû, dûkêl
helmalîn hildan, hilmalîn, hilmaliştin
helmalran hatin hildan / hilmalîn
helmalraw hildayî, hilmalî, hilmaliştî, hilmaliyayî
helman hilmîn, bûn hilm / buxar
helmat tebel, xar, tîl, holik, gogik
helmatên tebelanê, xaranê, tebelbazî, lîstika tebelan / xaran / tîlan
helmeqo pêncokanê, lîstikek / yariyek e bi pênc berkokên / kevirokên biçûk têt kirin
helmet 1) êriş, pelamar, lêdan, biserdegirtin
helmetcar operasyon, êriş, lêdan, biserdegirtin
helmijîn hilmijandin, hilmêtin, av bi boriyan hilkişandin, av / hewa kişandin devê xwe, mêtin xwe
helmîzan hilmîstin, hilmîzîn, ji piyan ve mîstin / mîzîn
helnan 1) gavîn, gav avêtin, pêngav avêtin, hewa ketin 2) (dav / xefik / feq) venan / danîn
helnîştin venîştin, (mirîşk / dîk li ser lîsê xwe) nivistin / razan / raketin / di xew çûn; venîştin, rehet rûniştin
helo eylo, elih, qertal, holî, qertel
helol xilole, xulole
helok kaşok, gopal, dar
helork, helorke landik, dergûşan, lehndik, dergûş, mehdik, dêdîk, deydik, colank, textê zarok tê de tên nivandin / razandin dema hê sava / biçûk in
helpaçîn qusandin; kurr kirin; cewandin, cew kirin
helpaçraw qusandî; kurrkirî; cewandî, cewkirî
hepandin bn hepîn
helpe bêrî, bêrîkirin, (tiştek pirr) xwestin, ji dil xwestin
helpenman werimîn, perçivîn
helperandin (zarok) hilavêtin (û vegirtin)
helperdawtin bn helpaçîn
helperîn govend / dîlan / dawet kirin / girtin, reqisîn
helperkê govend, dîlan, dawet, reqas
helpesardin spartin, pal dan, pişt dan, pala / pişta tiştekî / xwe dan tiştekî
helpesarraw paldayî, piştdayî (tiştekî)
helpêç dang, daw, dawên, berdang
helpêçan 1) hilpêçan, hilpêçandin, hildan, rakirin 2) gihîn, gihiştin, ji kulîlk bûn fêkî
helpêçraw 1) hilpêçayî, hilpêçandî, hildayî, rakirî 2) gihayî, gihiştî, ji kulîlk bûyî fêkî
helpiçran perritîn, çirrîn, dirrîn, hatin çirrandin / dirrandin
helpiçraw perritî, çirrayî, dirrayî, çirrandî, dirrandî
helpiçrîn perritandin, çirrandin, dirrandin, vekirin
helpijan (av û hwd) hilbilqîn, vemistin, hilvizîn, hilvizikîn, di ser re avêtin
helpirûkan betilîn, westîn, kerrixîn, mandî bûn
helpirûkandin betilandin, westandin, kerrixandin, mandî kirin
helpirûkaw betilî, westî, kerrixî, mandîbûyî
helpirûzan kizirîn, suşîn, sujîn, şewitîn, bûn qerqûş(k)
helpirûzandin kizirandin, sotin, sujandin, şewitandin, kirin qerqûş(k)
helpirûzaw kizirî, suşî, sujî, şewitî, (bûyî) qerqûş(k)
helqe bn elqe
helqirçan çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik bûn, ziwa bûn, hişk bûn, ji ber germayê av jê qut bûn
helqirçan çikandin, miçikandin, miçiqandin, çik kirin, ziwa kirin, hişk kirin, bi germayê av jê qut kirin
helqirçan çikî, çikiyayî, miçikî, miçiqî, çik(bûyî), ziwa(bûyî), hişk(bûyî), ji ber germayê av jê qut(bûyî)
helqulan, helqulîn hilbilqîn, bulqîn, dengê bilq-bilq / bulq-bulq yê ji avê têt (t dema dikele / difûre)
helqunan, helqunîn îşqilîn, xwe hilavêtin (t bi lingekê gav avêtin)
helqun-helqun îşqilk, îşqilkî, îşqilkanê, meşîna / bi rêveçûna li ser lingekî / piyekî
helqurandin qurtandin, qurçandin, (av û hwd) qurç-qurç / qurt-qurt vexwarin
helqurtandin (xwe tê ~) (destê) xwe kirin di nav karekî re, xwe têkilî karekî / tiştekî kirin
helqutandin bn helqurtandin
helrijan hilrijîn, hilrijan, hilrijiyan, av bi ser de çûn, av yan tiştek dî yê ruhn dema aman tijî dibe û av / ruhnî di ser lêvan re dirije
helrijraw hilrijî, hilrijayî, hilrijiyayî (bn helrijan)
helriştin hilrijandin, hilriştin, hilrêtin (bn helrijan)
helsan rabûn
~ û danîştin rabûn û rûniştin, irf û edet, rewişt
~ û kewtin bizav, leptûliv, tevger
helsandin rakirin
helsanewe verabûn, dîsan rabûn
helsaw rabûyî
helsengandin hilsengandin, nirxandin, berisandin, dan ber hev, li hev pîvan, nirxê / bihayê / giringiya tiştekî texmîn yan hesab kirin; kêşandin, giraniya tiştekî pîvan
helsengêner hilsengîner, nirxîner, kesa/ê dinirxîne / hildisengîne; pîvan, krîter
helsipardin bn helpesardin
helsûkewt leptûliv, tevger, rabûn-û-rûniştin
helsûran çêbûn, durist bûn, saz bûn, pêk hatin, afirîn, amade bûn, hatin pê, berpê bûn
helsûrandin çêkirin, durist kirin, saz kirin, pêk anîn, afirandin, amade kirin, anîn pê, berpê kirin
helsûraw çêkirî, pêkînayî, durist(kirî), sazkirî, afirandî, amadekirî, berpê(kirî)
helsûrêner çêker, pêkîner, duristker, sazker, amadeker, afirîner, birêveber
helşaxîn (piya) lê xwirrîn, gef lê kirin, enirrî û bi qehr li gel kesekî axivîn
helşêlan hilşêlandin, şêlandin, têkil kirin (t hevîr)
heltekan hilhejîn, bi bingeh ve hejîn yan hatin hejandin
heltekandin hilhejandin, bi bingeh ve hejandin; hêrandin, hûr-hûr kirin; (bejnûbala) xwe hejandin
heltek-heltek hêdî-hêdî, bi sexbêrî, bi hişyarî (meş û birêveçûn)
heltekîw hilhejî, hilhejandî, bi bingeh ve hejî yan hatî hejandin
heltilîşan perritîn, pirt-pirt bûn, parçe-parçe bûn, hûr-hûr bûn
heltilîşandin perritandin, pirt-pirt kirin, parçe-parçe kirin
heltilîşaw perritî, pirt-pirt(bûyî), parçe-parçe(bûyî), hûr-hûr(bûyî)
heltirûşkan totî kirin, totî vedan, rûniştin
heltirîn finîn, finihan, ne li ser xêrê çûn (Wek nifirîn têt bi kar anîn: Heltire! Bifine! Bifinihe! Here ji ber çavên min!)
heltîzandin bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn
heltoqîn bilqîn, hilbilqîn, bilq dan; derketin, serê xwe deranîn; pirzik
heltûrandin bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn
heltûtan bn heltirûşkan
helûje hilû, hilûk, încas, hilîk, hulûk
helûjereşe hilûreşk
helûmerc şertûşirûd, rewş, destûdar, kewdan, barûdox
helwasîn hilawîstin, daliqandin, (bi dar / dîwar ve) kirin; li sêdare dan
helwasran hatin hilawîstin, hatin daliqandin, hatin (bi dar / dîwar ve) kirin
helwasraw hilawîstî, daliqandî, (bi dar / dîwar ve) kirî
helweran werîn, weşîn, weriyan, dawerîn, daweşîn, vewerîn, veweşîn, werihan, pel / dindik / tov jê veqetîn / cuda bûn
helwerandin werandin, weşandin, vewerandin, veweşandin, pel / dindik / tov jê veqetandin / cuda kirin
helwerîn bn helweran
helweşan 1) hilweşîn, ruxîn, têk çûn, pûç bûn 2) verûşîn, verûşan, verûşiyan, verûşihan, (girêk / dirûn) vebûn
helweşandin 1) hilweşandin, ruxandin, têk birin, pûç kirin 2) verûşandin, (girêk / dirûn) vekirin
helweşaw 1) hilweşî, hilweşiyayî, ruxî, ruxiyayî, têkçûyî, pûçbûyî 2) verûşî, verûşiyayî
helweşênraw 1) hilweşandî, ruxandî, têkbirî, pûçkirî 2) verûşandî, (girêk / dirûn) vekirî
helwêst, helwîst helwest, bîrewerî, dîtin û nerîn
helwutin pesinandin, pesn dan, metihandin, meth kirin
helxeletan xapîn, hatin xapandin, bi ser de çûn, lêb lê bûn, hîle lê bûn, lêhb lê hatin kirin
helxeletandin xapandin, bi ser de birin, lêb lê kirin, hîle lê kirin, lêhb lê kirin, fêl lê kirin
helxeletaw xapî, xapandî, lêblêbûyî, lêhblêkirî, hîlelêbûyî, biserdebirî
helxeletêw xapînok, lêbok, lêhbok, ya / yê xapan / hîleyan / lêban dike yan dikare bibe sedema wan
helxilîskan hilisîn, tehisîn, şemitîn, hulusîn; xwişîn, xijîn, xuşîn, xîj bûn, xwiş bûn, terrişîn, şelipîn, xijikîn
helxilîskandin hilisandin, tehisandin, şemitandin, hulusandin; xwişandin, xijandin, xuşandin, xîj kirin, xwiş kirin, terrişandin, şelipandin, xijikandin
helxiran hatin raxistin / raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) hatin bi ristê ve kirin
helxistin raxistin, raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) bi ristê ve kirin; bi cî kirin; berdest kirin
helxwêndin (piya ~) bi xerabî basa kesekî kirin
helzilepîn pifîn, pif bûn, perçivîn, werimîn
helzilepîw pif, pifî, pifbûyî, perçivî, werimî
helzinîn bn helgeran
hem hem, him, herwa, jî, û, herwiha: Hem eme û hem êwanîş hem em û hem jî ew, em jî û ew jî
hem z ’em, xweş e bo xwarinê: emî ke ’em ke, bixwe (zarê zarokan e)
hem- bn haw-
-hem -yem, paşqertafek e bo çêkirina jimarên rêzî ji jimarên sade dema jimara sade bi tîpek dengdêr bi dawî bêt: nohem nehem, (di rêzê de ya) nehê
hemahengî bn hawahengî
hemal 1) hemal, hilgir, xizmetkar, kedkar 2) karîte, darên banên xaniyan xwe li ser digirin
hemam hemam, serşok; germav
heman eynî, heman, wek, mîna, şibî
~ kat hevdem, di eynî / heman demê de
hemayel nivişte, niviştok, hemaîlk
hemaz malzaro, malzarok, zarokdank, rehîm, cihê zarok tê de ye ji berî biwelide
heme- tev-, heme-, ji hemûyan, ya hemûyan; pirr-, gele-
hemedeşîn bn hemşîn
hemelayene tevalî, hemealî; pirralî, gelekalî
-hemîn bn -hem
hemîşe herdem, hergav, hercar; tim, hertim
hemîşe- her-: hemîşezîndû herzindî, hersax, nemir, hemîşebehar herbihar, herdem-bihar
hemîşeyî herdemî, herherî, hetahetayî, ebedî, bêdemî
hemşîn mijmije, mişmiş, qeysî
hemû hemû, hemî, giş, tev, gî, gişt, xirr; her: hemû şewêk / rojêk her şev / roj
hemûpirsî gelpirsî, hemûpirsî, referendum
hemûwanî gelemperî, giştî, tiştê / karê / malê hemûyan
hemûyî hemûyî, giştî, tevî, tevayî, gelemperî
hemwar qebûl, razî, pesend, pejirandî, pejirbar, heqdar
hen (hûn / ew) hene (dema nihoyî pirrhejmar ji lêkara “hebûn”)
hena bn hana
henar hinar (fêkiyek e)
henarde hinarde, îxracat, bo bazirganî eşya / mal ji welatekî birinek yek dî
henardin bn nardin
henase henase, nefes, bên (ya mirov dikêşe û berdide); axîn, oxîn (kişandin)
henasebirkê bênbiserketin
henasesard bextreş, bêsiûd, bênesîb
henasesiwar bênçik, êlpik, astmayî
henasewiwarî bênçikî, êlpikî, astma
henaw hinav, ûr û rîvîk, nav
hencîr hejîr, hêjîr
hend hin, hinek, hindek, çend (lib / heb û hwd)
hendaz hendaz, birêk, birêkûpêk, rêzkirî, birêz, sererast, sîstematîk
hende hindî, bi qasî, temetî, bi temet
hender der, derve, dijw. hindirr
henderan derveyî welat; biyanistan, dûrî, xerîbî
henderho hêsk, colank
hendese bn endaze
hendê, hendêk hin, hinek, hindek; (kemêk) piçek, kêmek
~ car carinan, hin car
henefî (1) henefî, mezhebek îslamê ye
henefî (2) henefî, çeşme, kanî
heneza nevis, zarokên mêrê / jina yekî yên ji jinek / mêrek dî
heng hing, mêşa hingiv / hingivînî
hengame tevlihevî, serobinî
hengaw 1. gav, pêngav 2. dem, gav, wext; heyam
~hawîştin / nan gav avêtin, gavîn
~ hênan gavandin, gava xwe di ser tiştekî re avêtin
hengdan şan, şana hingiv / hingivînî
hengeşelê îşqilk, bezîna / meşîna / xwe hilavêtina li ser yek piyî / lingî
hengil ran, qalçe, newq, hengil
hengilşelê bn hengeşelê
hengiwîn hingiv, hingivîn, berhemê şirîn yê hingan
hengûr bn tirê
henisk îsk; (henasebirkê) bênbiserketin
~ heldan îskîn, îske-îsk kirin, îsk hatin (kesekî)
heniskbirkê bn henasebirkê
henû, henûke niha, noke, nika, niho, bn êsta
henûkeyî nihoyî, ya niha / noke / nika / niho
henûn sûn, hesûn, hilû kirin
hepe, hepehep rew, rey, rewrew, dengê se / kûçik yan mîna wan; axiftina zêde û bêwate
hepesan heyirîn, mat man, ecêbgirtî man / bûn, hêbitîn
hepesandin heyirandin, mat kirin, ecêbgirtî kirin, hêbitandin
hepesaw heyirî, mat, matmayî, ecêbgirtî, hêbitî
hepîn hewîn, rewîn, reyîn (dengkirina se / kûçik yan wek wan)
hepol, hepole, hepolemêşxor peledîn, delodîn, tirredîn, hepletiraş, xwelîbiser, rebenok, hol, aqilsivik, kêmaqil
heprûn hûr, hûr-hûr, parçe-parçe
heps hefs, zindan, dîlî, êsîrî, êxsîrî, heps
hepsxane hefsxane, zindan, girtîxane, girtîgeh, dîlxane, êsîrxane
hepû z hepû, xilas, nema
heq, heq maf, heq: Heqt e Tu heq î, Heqê te ye; Tu heqt nebê Karê te pê nebe, Tu xeman nexwe
heqanî adil, dadperwer; rastgo
heqayet çîrok, heqayet
hegbe tûr, kîs, çante, tûrik, telîs, torbe, çewal
heqdest heqdest, destmiz, meaş
her (1) her
~ çî her çi, çi: Her çî bibêt min le gel tom Çi bibe jî ez li gel te me; Her çi ew e, ta êsta diyar nebûwe Herçi ew e, hê diyar nebûye
~ emende her hinde, her ev qas; tenê hinde, tenê ev qas
~ ewende her hind, her ew qas; tenê hind, tenê ew qas
~ kat[êk] her dema, her gava, kengî ku
~ kes[êk] her kes[ek]
~ nebê qene, ti nebe jî, çine-çine, çune-çune, qet nebe jî, herî kêm, bi kêmanî
~ şit her tişt
~ yek her yek, herêk
her (2) her, bi berdewamî: Her wut dêm belam nehat her digot dê bêm lê nehat
her (3) (tenya) tenê: Her carêk çûbûm Tenê carekê çûbûm
her (4) (dîsan, dîsanîş) her, dîsan, dîsa, dîsan jî: Çi bilêyş her naçim Çi bibêjî her naçim, Çi bibêjî jî dîsan jî naçim
her (5): ~ êsta aniha, haha, vê gavê, vê kêlîkê, tam niha
her, herg herrî bn qur
hera, hera û hurya qerqeşe, şerrenîx, xirenîx, pevçûn, gengeşe
hera rev, bazdan, bez
~ kirdin revîn, bazdan, bezîn
herac herac, mezat, mazat, bazara pitirandinê ya tê de mal dikeve destê kesa/ê herî zêde pare pê bide
heram heram, qedexe, yasax, tişta nabe bêt kirin (t ya ji alî dînî ve hatiye qedexekirin)
herame ewk, ewka, ewkê, ew-a-dî, ew-ê-dî, çîk, çîkê, çîka
heramxor heramxwer, bertîlxwer, rantxwer, kesa/ê malê ne yê wê / wî bi xwe ye dixwe / bi kar tîne bêyî destûr hebe; kesa/ê tiştên dîn heram kirine dixwe (bo nimûne: misilmanên goştê beraz bixwin)
heramza, heramzade bîje, bîjî, zaroka/ê ne ji dêbavên markirî çêbûye; şatir, şeytan, hîleker
heras acizî, nerehetî, bêzarî, bîntengî, tengezarî
herasan tengezar, nerehet, bêçare, bêzar, bînteng
heraş (1) gihber, ya / yê li ber gihiştinê, ya / yê dê di nêz de gihiştî be (fêkî, keske)
~awis maka li ber zanê; dayika li ber welidandinê
heraş (2): demheraş lewçe, zimandirêj
hercayî binefş, gulbinefş
herd tat, teht, helan
herde, herdebanan (cihê) tatî / tehtî / helanî
herdebîr dudil, dilwas, dilwaswas, bişik, biguman, bêbiryar
herdegêl derbider, gerrok, bêmal
herdû herdu
here (ya/yê) herî / here, …tirîn, ji hemûyan …tir: rojî here sard roja herî sar, sartirîn roj, roja ji hemûyan sartir
here mişar, destere, birrek (ya daran / asin û hwd)
hereme tevlihev, têkil, serûbin, bêserûber
heres 1. aşût, aşît, berfxwişî, axxwişî, dahatina axê / berfê ji erdek bilind berev yek nizm; lehî, rabûna avê, boşûna avê; şirrebaran, barana boş 2. hilweşîn, ruxîn, pûçbûn
hereşe gef, tehdîd, herreşe, lêxwirrîn
~ lê kirdin gef / hereşe, tehdîd lê kirin / lê xwarin
~ û gureşe lêxwirrîn, bi peyvên hişk êriş kirin
heret (1) gupik, lûtke, gupîtk, cihê herî bilind yê tiştekî (t çiyayan yan daran)
heret (2) demsal, werz
herewez hevkar; xizmetkar
herêm herêm, navçe, dever, cih, war
herêmî herêmî, navçeyî, deverkî (ya / yê ne hemû netewe / welat / dinyayê)
herêz firîz, giya, gîha (t yê mêrg û çayir û çîmenan)
herfî berkêr, berxên berkêrê, pezê bo serjêkirinê têt xwedîkirin
hergîne cerrûmerr, keramîk
hergîz qet, hîç, ti car, çi car, qe
~aw hergîz qet û qet, qet’en, hîç, ti car, çi car, qe
herî hirî, herî, pûrtê pez
herîf hevta, wekhev, herîf, kesên / tiştên bi hêza / zîrekiya / şiyana / bedewiya û hwd xwe wek hev in; heval, hogir
herle kêz, kêzik
hermê (1) hirmî, hirmîk, karçîn, hermî
~ kêwîle hirmiya çolî / beyarî / bejayî
hermê (2) pên, pehîn, pêhn (t ya li derqûna kesekî têt dan)
hermêpişkiwan berbihar, dema pişkivîna hirmiyan
herwa herwa, herwiha, herwisa
herweha bn herwa
herzale bingeh, esas
herzan erzan, negiran, bihakêm, djw. giran, bihadar, bihagiran
~beha bihakêm, bihaerzan, erzan
herzanî erzanî, negiranî, bihakêmî
herze 1. ciwan, xort, genc, cehêl, negihayî 2. tûle, tolaz, felîte, pûç
herzebêj kesa/ê axiftina wî dûrî aqilan e
herzeçene devjen, lewçe, zêdebêj
herzekar 1. ciwan, xort, genc, cehêl, gihber, kesa/ê di jiyek wa de ye ku dê haha bibe jin yan zelam 2. tûle, tolaz, felîte, pûç
herzekarane cahilane, ciwanane, xortane, karê ne mîna kesên gihayî û aqildar; tûlane, tolazane, felîtane, karê kesên pûç û nehêja
herzekarî 1. ciwanî, xortî, gencî, cehêlî, gihberî 2. tûletî, tolazî, felîteyî
herzeyî ciwanî, xortî, gencî, cehêlî
hes (1) (heye) heye, dijw. nîne, tine
hes (2) (xest) tîr, pît, pehêt
hes (3) bn hest
hesan hesan, berê / kevirê pêhesûnê
hesan, hesanewe hewîn, vehewîn, hewiyan, hewihan, bêna xwe vekirin, (bi navdemî / demkî) li derekê bi cî bûn û bêna xwe vekirin
hesandin, hesandinewe hewandin, vehewandin, xwirak û vexwirak û cihê nivistinê / raketinê dan yekî; bên vekirin, bên dan yekî
hesar hesar, kelhe, dîwar, dorbend
hesare bn estêre
hesawe hewayî, vehewî, hewiyayî, vehewiyayî, bênaxwevekirî, bêndayî
hesîr hêsîl, mafûr, xalîçe, berrik
hesîrmeyan cezakirina bi lêdana li ber çavên xelkê
hest (1) hest, hes, his, pêhesîn, naz, dilîn
hest (2) bn hes (1)
hestan bn helsan
hestandin bn helsandin
hestber hestber, bihest, hesas; nazdar
hestberî hestberî, bihestî, hesasî; nazdarî
heste nf hilo! rabe!
hestewer hestewer, hesas, alerjîk
hestewerî hestewerî, hesasî, alerjî
hestirî strî, giyayên tûj
hestyar hestyar, kesa/ê dikare (bi asanî) hest bi tiştan bike / pê bihese
hestyarî hestyarî, (bi asanî) hestkirina bi tiştan, pêhesîn
heş heş, îndîgo; heşî, şînî tarî
heşar veşarî, veşartin, berşar
~ dan veşartin, berşar dan, (li cihekî) wa bi cî kirin ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşardiraw veşartî, (li cihekî) wa bicîkirî ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşbeser heşbiser, xwelîbiser, bêsiûd
heşerî zewqî, kêfî, keyfî, coşdar
heşheş pasevan, çavdêr, zêrevan, heres, dergevan
heşir, heşr heşir, daraz
heşt heşt, heyşt (jimare 8, VIII)
heşta heştê, heyştê (jimare 80, LXXX)
heştalû xox, bn qox
heştamîn, heştahemîn heştêyem, heşêyemîn, (di rêzê de ya / yê) heştêyê / heştêyan
hefte, hefte hefte, heftî, heft roj yên bi hev re yekîneyek demî pêk tînin û 52 ji wan dibin salek
heştem, heştemîn heştem, heştemîn, (di rêzê de ya / yê) heştan
heştyek heştyek, heştêk, yek ji heştan, 1/8
heta 1. heta, ta, heya, heyanî 2. daku, bo ku, ji bo ku, da: Hatim heta pêt bilêm Hatim daku bibêjim te, Hatim ji bo ku ji te re bibêjim 3. hê, hêj, hêşta, hê ku: Zû ke heta nemirdûwît şitêk bike Zû be hê nemirî tiştekî bike
~ diwayî ta dawiyê; (htd) hwd, her wek dî
~ ser ta serî, ta dawiyê
hetar zinar, kevir, ber
hetarek: Hetarek û metarek, hacî hecit mibarek “Bimbarek û tebarek, hecî heca te mibarek”
hetaw tav, hetav, roj
hethetoke niviştok, hemaîlk (t yên bi stoyê zarokan ve tên kirin)
hetîw sêwî, êtîm, bavmirî, daymirî, kesa/ê herdu dêbavên wê / wî yan yek ji herduyan mirine; (m) xwelîbiser, rezîl
û metîw kolanî, zarokên kolanan, zarokên bêkes / bêxwedî
hetîwbar sêwîbar, (jin) daysêwî, dayêtîm, jina mêrê wê miriye û zarokên hûr hene; (piyaw) bavsêwî, babsêwî, bavêtîm, babêtîm
hetîwxane sêwîxane, xaniyê / lêgeha sêwiyan / êtîman
hetk bn etk
hetre pelate, belav
hetwan melhem, milhem
heval heval, hawrê
hevde hevde (jimare 17, XVII)
hew (1) hew! ‘ew! vêca ev / ew çi ye / çima!
hew (2) kul, birîn; werimîn, perçivîn
hew ‘ew! hew! (peyvikek e dide diyarkirin ku yê wê dibêje mat maye yan ecêbê serê wî girtiye: ev çi ye!? ev çawan wa ye!?)
hewa hewa, seqa, siqa, avûhewa; ba; esman
hewa (2) piçek, kêmek, hinek
hewa bn hewa (1)
hewal, hewalekan nûçe, dengûbas, peyam, êxbar; hal, rewş, kewdan, barûdox
hewale raguhestin, raguhezandin, hinartin, şandin; spartin
~ be gewale beramber, hember, bergind, bedel, berdêl
hewalguzarî agastînî, îstîxbarat
hewançe, hewançe: ~ dan hilavêtin, berev jor / serî / silal avêtin
hewançero, hewançero roket, sarox, hewa-avêşk
hewandinewe vehewandin, xwedî kirin, xudan kirin, matî jê kirin, sereguhiya yekî kirin
hewanewe vehewîn, tebitîn, hedinîn, sekinîn, rehet bûn, rawestîn, li cihê xwe man
hewawî, hewawî fekirin, hêvkirin, berêxwedan, nerîn, nihêrtin
hewawîlke, hewawîlke 1) hewayîk, eriyal 2) roet, sarox, hewa-avêşk
hewar war, kamp, lêmangeh, havîngeh, cihê havînan koçer yan seyranî lê dijîn
hewarge wargeh, havîngeh, kamp, aqar, kûngeh, kongeh
hewarî kûn, kon, xîvet, çadir
hewayî hewayî, seqayî, siqayî; bayî; esmanî
Hewbira bn Hewtewane
hewcar hevcarr, gasin
hewcoş 1) asinê / hesinê helandî 2) mesîn, misînk
hewda ben, dezî, benik, rîs, ta
hewel pêşîn, ewil, yekem
hewes hewes, daxwaz, arezû, hêvî, çêj, tam, xwestina tiştekî pirr / ji dil
~ lê bûn ji dil xwestin, hewes hebûn
hewesdar, heweskar dilxwaz, hewesdar, biarezû, dilsoz, dildar, kesa/ê tiştekî pirr / ji dil dixwaze
hewê hewî, jina mêrê wê jinek yan çend jinên dî jî hebin ji wan jinan re hewî ye, ew hewiyên hev in
hewên hêvên, haveyn, dermankek e dikin nav hevîr daku hevîr pê pif bibe û kêrî pehtina nan bêt
hewînc giyayek derman e
hewînewe bn hewanewe
hewîr hevîr, hêvîr, ar û av û hêvênê têkilî hev hatine kirin daku nan jê bêt çêkirin
hewl, hewl koşîn, hewl, têkoşîn, lê xebitîn, koşîş, cehd, ceribandin, mihawele
~ dan koşîn, tê koşîn, hewl dan, mihawele kirin, lê xebitîn, cehd dan
hewr ewr, ‘ewr
hewramî, hewramanî hewramî: zaravaya hewramî ya kurdî; her tiştê / kesa/ê ji herêma Hewraman ya Kurdistanê
hewraz evraz, berjor
~ û nişêw evrazî û nişîvî
hewrebala balexane, avahiyên bilindiya wan digihe ber ewran
hewretirîşqe birûsk, şirqîna ewran
hewrîs (dara) qaç, hevriz, hêvriz, merx, dara kêmê
hewsar hefsar, hevsar, benê bi serê hespan / keran û hwd tê ve tê girêdan daku pê bên kişandin yan zeft kirin; alava serkêşiyê / serkêşîpêkirinê
hewsele bênfireyî, sebr, taqet, xwegirî, baldirêjî
hewş, hewşe hewş, dermal, bermal, derdorên malê (t dema bi tan / çeper / dîwar hatine tixûbkirin)
hewt heft (jimare 7, VII)
hewtane bn heftane
hewte 1) hefte 2) heftî, heft rojên piştî zewicînê / welidandina zarok ku bûk / dayik li gor edetan ji malê dernakeve
hewtem, hewtemîn heftem, heftemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftê
Hewtewane Heftbira, Termê Mexîl, Hirça Mezin (komek stêran e)
hewtîr demance (ya heftlibxwer)
hewz hewz, birk, birka avê
hewzane hewzane, heqê (bikaranîna) hewzê
hey hey! hêy! ey! wey! (peyvikek bang- / fermankirinê ye): hey hawar!
heya fedî, fihêt, şerm, eyb, heya
heybet hêbet, heybet, sosret, seyr, ecêb
heyf heyf, mixabin
heynî în, eynî, cum’e, roja xutbeyê, ji rojên hefteyê ya piştî pêncşemê û berî şemiyê
heyran 1) heyran, gorî, qurban, kesa/ê wa pirr ji tiştekî / kesekî hez dike ku dikare xwe jê re bike gorî / qurban 2) heyranok, heyran, birrek stranên kurdî ye
heys heyîn, hebûn
heyş jiyan, derbara jiyanê, îdareya jiyanê, meşîna / meşandina jiyanê
~ pê helgirtin jiyan lê dijwar kirin
heyşo fehêt, fedî, şerm, eyb
~ lê helgîran xwe di bêşermiyê danîn, derpiyê xwe dan ser milê xwe, mîna bêşerman kirin
heytar bn kêr
heyte 1) nesefandî, venebijartî 2) polîs 3) komek leşkerên osmanî
heytûhot, heytûhût dengûdor, heytûhot, heysûbeys, deng û qerebalix zêde û bêwate
heywan 1) eywan, bersifk, sefik 2) şaneşîn, balkon
heywan heywan, lawir, ajal
heywanan havîn, dema mirov dikare li eywanan binive (ji derengî biharê ta berpayizê)
heywanat heywanet, koma / civata lawiran / ajalan / heywanan
heyzeran heyzeran, rûl, qamûş
hez hez, viyan, xwestin, evîn, hêvî, daxwaz
~ lê bûn çêtirandin, hez lê bûn, viyan, xwestin
~ lê kirdin jê hez kirin, hez jê kirin
~ û nahez dost û dijmin
hezar hezar, hizar (jimare 1000, M)
hezare hezarsal, hezare, mîlenyûm
hezarem, hezaremîn hezarem, hezaremîn, (di rêzê de) ya / yê hezarê
hezaryek hezaryek, hezarêk, yek ji hezaran, 1/1000
hezbêle giyaderman, davûderman, giyayên wek derman tên bikaranîn
hezîran, hezîran pûşber, hezîran, 6em meh ji salnameya romî
hezm helandin (t ya xwarinê)
~ bûn (xwarin) helîn / hatin helandin
~ kirdin (xwarin) helandin
hezret 1) hezret, amadeyî, hazirî 2) hezret, rêzdar, birêz, hêja
hê navê tîpa H / h
hê navê tîpa H / h
hêdere bn gamêş
hêdiz aciz
hêdî hêdî, dijw. zû, pît, bilez, hêl
hêl hêl, qaqûle
hêl xet, rêz, hêl; ray, rê
~î asinî rayên asinî, asinrê, asinên / hesinên trên li ser dimeşin
hêlan hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin
hêlane hêlîn, cihê firrinde hêkên xwe tê de diparêzin
hêlim zeliqek, çirrek, demûş, debûş, lehîm, girek
hêlînc êlinc, ilq
~ dan ilqîn, êlincîn, êlinc kirin / dan
hêliz heliz (navê giyayekê ye)
hêlkarî grafîk, xetkarî, hêlkarî
hêlke hêk; (hî masiyan) xerz, xirz; (gun) hêlik, gun, ritil
hêlkewron hêkrûn
hêlkeyî hêkî, (tişta dirûvê / şikilê wê) mîna hêkê
hêma (1) nîşan, hêma, remz, sembol, nîşe
hêma (2) bn hêşta
hêmayî sembolîk, hêmayî, nîşeyî, remzî
hêmin aram, rehet, nerm, hêdî
hêminî aramî, rehetî, nermî, hêdîkî
hênan anîn, înan, hînan
~e dî bi cî anîn, kirin rastî
hênanewe 1) vegerandin, anîn ve, dîsan anîn 2) ji devê xwe avêtin (zû piştî ku bo xwarinê xistiye devê xwe)
hêncan bn helhêncan
hêre bn êre
hêriş êriş, biserdegirtin, pelamar
hêro hêro (navê gulekê ye)
hêwer tî, birayê mêrê kesekê
hêriş êriş
hêstir bn êstir
hêş bn gasin
hêşta hê, hê jî, hîn, hîna, hêşta, ta niha, heta noke
hêştin hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin
hêşû wîşî, guşî (yê tirî / xurmeyê)
hêşxan aşxane, odeya xwiraka malê tê ve têt parastin
hêwaş hêdî (tişta / mirovê pêdivî bi demek dirêj heye ta ku biqewime / bibe / bike), dijw. zû, bilez, lezgîn, pît, hêl; hêdî, rehet, aram, tena
hêwaşî hêdîtî, rehetî, tenahî, aramî
hêwaşkar (mirova/ê yan tiştê – t dermanê -) hêdîker, tenaker, rehetker, aramker
hêwer tî, birayê mêrê kesekê
hêwerjin jintî, jinên tiyên kesekî
hêwerza (kiç) keçtî, keçên birayên mêrê kesekê; (kur) kurrtî, kurrên birayên mêrê kesekê
hêwir 1) rehet, aram, tena 2) objektîv, hêwir, dûrî hestên kesînî / şexsî
hêwirane 1) bi rehetî, bi aramî, bi tenahî 2) bi objektîvî, hêwirane
hêwîrî 1) rehetî, aramî, tenahî 2) objektîvî, hêwirî
hêz hêz, quwet, şiyan, xurtî, taqet
hêza pûjan, pûşan, tihtawik, nane, ne’ne
hêzim êzing, tirrik, darên sotinê / şewitandinê
hikûmet hikûmet, hukumet, civata wezîran (û serokkomar), serokatiya dewletê, rêveberiya dewletê
hil qebûl, pesend, razîbûn
hisêb hesab, hisêb
hizb partî, hizb
hizir, hizr hizir, fikir, raman, pûnij
~ kirdin hizirîn, fikirîn, ramîn, pûnijîn
hizirî, hizrî hizirî, hizrî, ramanî, fikirî, pûnijî
hî yê, ya; yên ew nan hî min e ew nan yê min e, eme awe hî êwe niye Ev av ne ya we ye, kitêbekanî sur hî ew in Pirtûkên sor yên wî ne
hîkmet hikmet, hişmendî, aqildarî, hişyarî; hiş, aqil
hîlandin hîrrandin, hîrre-hîrr kirin, dengê hespan kirin
hîle (1) lêb, hîle, lêhb, xap, xapandin, fêl, fen
be ~ 1) bi hîle 2) bîlasebeb, bê ti sedemekê
hîle (2), hîlehîl hîrre-hîrr, dengê bilind yê hespan
hîlke, hîlkehîlk hîl, hîlhîl, tîq, tîqtîq, tîrqetîrq, kenê bêterz
hîç qet, ti, hîç, çu; neti, netitişt
hîçî hîçî, tineyî, çineyî, çuneyî, ne-ti-tiştî
hîdayet rêberî, rênîşandan, hîdayet
hîlak westayî, mandî, betilî, kerrixî; mirin, hîlak
hîmet koşîn, koşîş, hewl, cehd, hîmet, berxwedan
hîn (1) ewk, ewê-dî, ewa-dî, ew-çî-ke, ewkê, ewka, filanok
hîn (2) hîn, fêr, ilim, ders, wane
~ bûn hîn bûn, fêr bûn, elimîn, ders / wane (ji tiştekî / kesekî) wergirtin
~ kirdin hîn kirin, fêr kirin, elimandin, ders / wane dan (yekî)
hînce, hînce kit, hece, tîp, herf
~ kirdin kitandin, hece kirin, tîp bi tîp / herf bi herf gotin
hîr gêjok, peledîn, sergêjok
hîsab hesab; matematîk
hîwa hêvî, umêd, awat, hîvî; daxwaz; xwestek.
hîwabiraw bêhêvî, hêvîşkestî, hêvînemayî
hîwadar hêvîdar, umêdewar, bihêvî
hîy… bn hiy…
hîz hîz (h wek heft), qehbe, gander, qehbik, xwefiroş, bêşerm, rûreş
hîzane hîzane, bi bêşermî, wek qehbikan
hîze pîst, çerm, post (t yê reş bo têdeparastina rûn)
hîzel neşê, nekar, kesa/ê nikare / neşê tiştekî bike
hîzêtî hîzî, hîzîtî, karê hîzan
ho (1) sedem, sebeb, faktor, say, bone, mak, hîm, hêm, hêman, şert, merc
~ danewe xêr dan, berhem dan, ber dan, bereket dan, hêjayî tiştekî bûn
~ kirdinewe bi kêr hatin, kêrhatî bûn
be ~ ji ber: Be hoy ewe min nayem Ji ber wê / wî / hindê ez nayêm
ho (2) ho! hê! hêy! (peyvikek e bo bang-, ferman- yan hişyarkirinê têt bikaranîn): Ho kure wa meke! Ho kurro, wa neke!
hobe: be ~ bi hev re, li gel hev, tev, pevre, pêkve, vêkre
hodar hîmdar, mantiq, lojîk, tişta sedema xwe ya asayî yan diyar heye û dikare bêt famkirina ka çima wa ye yan wa dibe
hocene niviştî, nivişte
hode ode, jore
hogir pêvek, pêrek (tişta bi tiştek dî ve ye yan li gel wê ye); hogir, heval û hogir
hokar hîmker, bandorker, sedem, sebeb
hokil xizmetkar, berdestk; xulam, noker
hol kotan, cihê tankirî / çepekirî bo parastina pez yan terş tê ve
hol (1) hol, hal, salon
hol (2): çol û hol çol û hol, virtîvala, cihê ti tişt lê ne
hol hol [h wek heft], nezan, gêjelok, xwelîbiser, peledîn, ti-nizan, çu-nizan
hole bn gêre
holik, holk kolik, holik, koxik, xanîk (yê biçûk û bêserûber)
hon kezî, hûn
honer helbestvan, hozanvan, helbestnivîs
honîn, honînewe hûnandin, vehûnandin, kezî çêkirin / saz kirin / durist kirin; hûnandin, helbest danîn / nivîsîn / amade kirin / saz kirin
honraw, honrawe hûnandî, vehûnandî, helbest, hozan
hoqe, hoqe hoqe, yekîneyek pîvanê ya nêzî 0,3 kîlogramî ye
hor têrr, çewal, tûrik, kîs, telîs, torbe
horin horrin, tûtik, dengê agadarkirinê yê tirimpêlan û hin tiştên dî
hordû artêş, ordî, leşker, cêş, esker
hore hoo! boo! wiştê-êê lelo! (bo mêran) wiştê-êê lelê! (bo jinan) (dengê li dijî kirinên kesekî bi armanca ku ew kirin nayên pejirandin yan jî kesa/ê dike “boo!” yan “hoo!” pê ne razî ye)
horêşe bn rêwî
horî horî, zeriyên biheştê, keçên bedew / pak / xama li biheştê
horte edet, banek, irf û edet, torre
hoş (1) hiş, , hay, bîr, mejî
hoş (2) şoş! şoş kero! şoşe were! (bangkirina li keran)
hoşbir hişbirr, bêhişker, haybirr, bêhayker
hoşmend hişmend, hişyar, haydar, aqildar, biaqil, têgihiştî, zana, ronakbîr, rewşenbîr
hoşmendî hişmendî, hişyarî, haydarî, aqildarî, biaqilî, têgihiştinî, zanayî, ronakbîrî, rewşenbîrî
hoşyar hişyar, haydar, kesa/ê hay ji xwe heye; şiyar, kesa/ê ne di xew e
hoşyarane hişyarane, haydarane, bi hişyarî, bi haydarî
hoşyarî hişyarî, haydarî; şiyarî, nedixewî
how ha! belê! te çi ye! (bersiva ho (2))
hoz hoz, êl, eşîr, binemal, ûcax
hozkî hozkî, êlkî, eşîrkî, binemalkî, bi hozî
hozan hişmend, hişyar, aqildar, zana, xwenda, zanyar, têgihiştî, dinyadîtî
hozanî hişmendî, hişyarî, aqildarî, zanayî, xwendayî, zanyarî, têgihiştinî, dinyadîtinî
htd (kurbêje ji heta diwayî) hwd, her wek dî, her wek wan
hucet bn hêz, zor
hucre hucre, odek, odeya biçûk
huje giyayek e şorbe jê têt çêkirin
hukim, hukm 1) hukim, hikim, ferman, desthilat, rêveberî, serokatî 2) daraz, hukim, biryara dadgehê yan daîreyek dî ya fermî / resmî
hukimdar fermandar, hukimdar, serok, desthilatdar
hukmet bn hikûmet
hule pîsatiya hêştiran / deveyan / sareyan
hulesê angaşt, îdîa
hulhulî guherrok, xweranegir, guherrbar
huma firrindeyek çîrrokane ye ku herdem piştî şewitîna xwe dîsan ji nav xweliya xwe radibe û vedijî û bûye sembola nemirina hêviyan. Di zimanên ewropî de jê re “fenîks” (bi îngilîzî “phoenix”) têt gotin
humelxeza tevlihevî, serobinî, taromarî
humêd bn umêd
huner 1. huner, afirînerî, efrînerî 2. hinêr, hunêrî, şiyan, jêhatin, karîn, kanîn
~ niwandin hinêr / jêhatin nimandin / nîşan dan
~e ciwanekan hunerên spehî
hunerga hunergeh, cihê huneran
hunerî hunerî, afirînerî
hunermend hunermend, afirîner
hunermendane hunermendane, afirînerane, bi hunermendî, wek hunermendan
hunerwer 1. bn hunermend 2. jêhatî, bihinêr, bişiyan, hinêrwer
hurde bn hûrde
hure bn wure
hurew garrana berazên kûvî
hurmet rêzgirtin, hurmet, qedirgirtin, qîmetgirtin
Hurmiz Hormiz, Hirmiz: di zerdeştiyê de xwedayek e; gerrestêra Hormiz, Jupîter
hurûjan bn wujûwan
hurûjim bn êriş, pelamar
huştir hêştir, deve, sare
huştirewan, huştirwan hêştirvan, siwara/ê yan xwediya/ê hêştirê / hêştiran
huzeyran pûşber, hezîran, xezîran, meha 6em ji salnameya romî, meha piştî gulanê û berî tîrmehê
huzûr hizûr, pêşberî, hizûr, bi amadebûna (kesekî): le huzûrî dadga da li pêşberî dadgehê, li hizûra dadgehê
hû sûde, kêr, kelk, mifa, feyde, kar, qezenc, qazanc
hûha hooha! boo! hoo! (tinazî / henek / galte pê kirin)
hûhûkere kund, bum, bim
hûr dengûdor, dengê bilind / nexweş
hûrde hûrde, pareyê asinî / biçûk / kêmnirx; hûr, biçûk
hûrdebînî hûrnerî, tûjandin, vekolandin, hûrsehî, hûr lênerîn / vekolandin / pûnijîn bo diyarkirina rastîniya tiştekî
hûş bn haşûhûş
hûşe meth, pesn, qurretî, pozbilindî
hûşekar metho, pesno, xwemezinker; xweperest, ezperest
hût avilke, neheng, hût, balîna, mezintirîn lawirê guhandar yê avî