Şanoyeke William Shakespeare

 

Çîroka Zivistanê

Shakespeare

William Shakespeare (1564 – 1616)

ji inglîzî: Husein Muhammed

 

Kesaniyên şanoyê

Leontes, padîşahê Sîcîlyayê

Hermione, jina wî

Mamillius, kurê wî

Perdita, keça wî

Camillo, Antigonus, Cleomentes, Dion, malmezin û xanedanên Sîcîlyayê

Paulina, jina Antigonus

Emilia, berdesta Hermioneyê

Dergevanek

Deryavanek

Li gel hin xanedan û girek, xanim, rayedar û xizmetkarên koçka Leontes

 

Polixenes, padîşahê Bohemyayê

Florizel, kurê wî

Archidamus, xanedanek Bohemyayê

Autolycus, qurnazek

Şivanek pîr, tê gumankirin ku bavê Perditayê ye

Clown, şivanê xort, kurê şivanê pîr

Mopsa, Dorcas, du şivanên jin

Xizmetkarek şivanê pîr

Hin jin û mêrên şivan

Donzdeh gundî wek satîrvanan xwe rapêçandî

Dem, wek pêşkêşker

 

Beşek ji bûyeran li Sîcîlyayê û beşek jî li Bohemyayê rû didin.

__________________________

 

I.1.

(Camillo û Archidamus tên)

Archidamus: Heke dinya hat, Camillo, û rêya we bi Bohemyayê ket, mîna ku çawa karûbarê min rêya min jî bi vir xist, hûn ê, wek ez niha dibêjim, bibînin ku cudatiyên mezin di navbera Bohemyaya me û Sîcîlyaya we de hene.

Camillo: Bawer dikim ku vê havînê padîşahê Sîcîlyayê dê deynê xwe ji ser padîşahê Bohemyayê rabike û biçe seredana wî.

Archidamus: Tevî ku mêvanperweriya me me dide şermê jî, armanca me ya qenciyê palpişta me ye, ji ber ku bi rastî jî…

Camillo: Malava…

Archidamus: Bi sond, ji kûriya dilê xwe dibêjim: em nikarin bi ewrengiyek wisan… bi îhtîşamekê… nizanim çawa bibêjim… Divê em dermanê raketinê bidin we daku hûn hestên we ji kêmasiyên me ne haydar bin û, tevî ku hûn ê dîsan jî me nepesinînin, hema me hinekî kêmtir lome bikin.

Camillo: Hûn pirr giran dikin bihayê vê pêşnûmaya azad.

Archidamus: Ji min bawer bikin, ez li gor zanîna xwe û pêdivîtiya rastbêjiyê wiha dibêjim.

Camillo: Sîcîlya çi qas hevalbendiya Bohemyayê bike jî, her kêm e. Ew wek zarok bi hev re mezin bûn; û hê hingê hezkirinekê di navbera wan de reh û rîş girtin ku nikarin ji hev vebiqetin lê tenê çeqên ji hev cuda bidin. Paşî, ku nirxên wan ên gihîştî û vatinî û erkên padîşahî ew ji hev veqetandin jî, herdu aliyan, tevî ku ne bi xwe be jî, bi navgîniya nûnerên padîşahan xelat, name û şandekên hevalbendî gihandine hev, wisan bûye mîna ku ew her bi hev re bûne, tevî ku ji hev veqetî ne jî; mîna ku di ser valahiyek bêsînor re be dest dane hev û mîna ku ji kujiyên bayên dijberhev hevdu hemêzandine. Xwedê dostaniya wan biselihîne.

Archidamus: Bawer dikim ku li dinyayê ne xerabiyek ne jî tiştek din heye ku bikare wê biguherîne. Şehzadeyê we Mamillius kêfxweşiyek bêwêne dide we; Ew xweşmêrê xort herî xwedîsoz e ku min li darê dinyayê dîtiye.

Camillo: Ez jî mîna we ji wî bihêvî me. Ew zarokek çeleng e ku pêrewên xwe kêfxweş dike û yên pîr dilgeş dike. Ew, ên ku bi gopalan digerin, hêvî dikin bikarin hê bijîn daku wî wek zelam bibînin.

Archidamus: Wan ê wek din bixwesta bimirin?

Camillo: Belê – heke wan sedemek din ji bo jiyana dirêjtir tine bûya.

Archidamus: Heke padîşa ti kur tine bûna, wan ê bixwesta bijîn ta ku wî kurek hebe.

(Diçin)

___________________

 

I.2.

(Leontes, Hermione, Mamillius, Polixenes, Camillo û pêrewên wan tên)

Pol: Va ye cara nehê ye ku şivan stêra avîn (1) dîtiye,

Piştî bêxwedîhiştina tac û textan, guheriye;

Bi qasî wan jî spasiyan dê dema me bibin

Û dîsan jî deyndar dê her em bin.

Loma jî mîna ku ji tinetiyê be,

Tê ciyê xwe bi dest xistibe,

ez bi xwe jî, em carekê bibêjin “hezar caran spas”.

 

Leontes: Carê niha spasên xwe bihêlin

Ta dema hûn xatirê bixwazin.

 

Pol: Hêja, sibê xatirxwestin e.

Dilê min dibê, li malê tiştek qewimiye.

Ku ne li wir im, ditirsim bayek tund rabûye, zûriye.

Wek din jî, jixwe li ser guhên we bûme bela.

 

Leontes: Dê wek gotina min be,

Hûn min naînin ser ya xwe.

 

Pol: Divê ez biçim.

 

Leontes: Tenê hefteyek din jî bimînin.

 

Pol: Bivê-nevê, sibê ez ê biçim.

 

Leontes: De em ê hefteyekê parveyî xwe herduyan bikin.

Da kes ji me gazinan nekin.

 

Pol: Bela xwe ji min vebikin!

Tu zimanek bigere, ti kesek di dinyayê de nîn e ku bi qasî we bikare serî ji min bistîne Û min razî bike. Niha jî dê wisan bûya Heke pêdîvîtiya we bi min hebûya Tevî ku min pêşniyaza we red bikira jî.

Karûbarên min ber bi malê ve min vedikişînin; Heke hûn çûna min asteng bikin, dostaniya we dê ji min re bela Û mana min jî ji we re tehb û zehmetî be.

Ji bo me herduyan a baş: Bi xatirê we, birayê min!

 

Leontes: Ma şehbano lal e? De bipeyive.

 

Herm: Ez ê bêdeng bim ta ku ew ji we re sond bixwe ku namîne. Daxwaza we, hêja, pirr nerm e. Jê re bibêjin ku hûn biewle ne ku li Bohemyayê rewş baş e, bibêjin ku aniha peyamber ji wir hatiye. Hûn ê wisan wî ji perr û baskên bahaneyan bikin.

 

Leontes: Rast dibêjî, Hermione.

 

Herm: Heke bibêje ku bêriya dîtina kurê xwe dike, ew yek dibe; lê bila bi xwe wisan bibêje, dû re bila biçe. Heke sond bixwe, bila li vir nemîne, em ê wî bi şûnikan ji vir derbixin. (Leontes xwe dide aliyekî. Ji Polixsenes re dibêje) Bisteyî dikim ku hêviya mana hefteyekê ji we bikim. Heke mêrê min hat Bohemyayê, mafê wî heye hingê, em bibêjin mehekê jî, ji dema xwe zêdetir bimîne. Lê dîsan jî, Leontes, bi qasî çirkek demjimêrê jî tu li ber min ne ji mêrên din ji jinên wan re kêmtir berdilî yî… Hûn ê bimînin?

 

Pol: Na, xanim.

 

Herm: Belê, hûn ê bimînin.

 

Pol: Na, bi sond, nikarim.

 

Herm: Bi sond? Ew sonda we ne giran e. Lê ez, tevî ku hûn bi sonda xwe stêran ji rêçên wan dirijînin, ez sond dixwim: “Hêja, hûn ê neçin.” Belê, hûn ê neçin. Ma sonda jinan ne bi qasî ya mêran e? Ma hûn ê dîsan jî biçin? Ma hûn dixwazin ku ne wek mêvan lê wek girtiyên me bin? Hingê heke hûn çûn, pereyê mesrefa xwe bidin; spasiyên we jî bila ji we re bin. Yan jî hûn dixwazin ku mêvanên me bin? Yekê ji herduyan bibijêrin. Erê, bi sond!

 

Pol: Madem wiha ye, ez mêvan im, xanim. Girtîbûn tê wateya tawankirinê ku ji min re ne asan e bikim lê belkî ji we re ne dijwar be ku hûn ceza bikin.

 

Herm: Madem wisan e, ez ji we re ne dergevana girtîxaneyê lê kevaniya malek mêvanperwer im. De baş e, niha ez ê ji we û mêrê xwe bipirsim: hûn hîlebaz û fêlbaz bûn, ne wisan?

 

Pol: Şehbanoya delal, em du destebira bûn, kul û xemên me tine bûn, wek ku sibe jî her mîna îro be û ku xortanî dê herherî bûya.

 

Herm: Ma ne mêrê min ê cilwekar bû?

 

Pol: Me mîna du gîskên hevalcêm û cêwî xwe li ber tavê hildiavêt, li hev bimemeyîn. Lîstikên me yên bêguneyan bûn, hinera xerabiyê li nik me xerîb bû, me di xewnên xwe de jî xerabî nedikirin. Heke me jiyana xwe wisan biboranda û xwîna me ya lawaz ti caran ji ber xwîna germ ranebûya, me dê bi egîdî ji Yezdan re bersiv bida: “Bêgune me”.

 

Herm: Lê hûn paşî lê ketin?

 

Pol: Oy, xanima herî sadiq, ji hingê ve fêlbazîbela xwe ji me venekiriye ji ber ku di wan rojên mestbûnê de jina min hê zarok bû û çavê hevrêyê min ê lîstikê jî hê bi bedewiya we neketibû.

 

Herm: Weyla li minê rebenê! Dev ji derencaman berdin! Wek din hûn ê min û jina xwe wek şeytan binavînin. Lê bidomîne: Guneyên em sedem em ê bibersivînin heke we gune pêşî bi me re kirin û herwiha bi me re domandin û ku ji bilî me hûn bi kesek din re ji rê derketiye.

 

Leontes: (xwe nêz dike) Te ser jê stend?

 

Herm: Ew ê bimîne.

 

Leontes: Bi daxwaza min ew ê nemaya, delala min, Hermione, tu ti carî wiha xweşik nepeyiviyî?

 

Herm: Ti caran?

 

Leontes: Tenê carekê.

 

Herm: Çi? Du caran? De bêje, kengî cara pêşîn? Bi pesnan xwarinê bidinê, mîna lawirên kedî zexm bikin: ji ber kirinek baş şan û şerefa min dê ji min bê standin, zarokên di xwe de bi hezaran bikuje. Pesnên me destheqên me ne. Lê zûtir hûn ê me bi qamçiyan hezaran qonaxan bidin meşandin. Lê ya girîng: karê min ê dawîn ê baş ev bû; pa yê pêşîn? Vî karî xwişkek ji xwe mezintir heye, ne wisan e? Ax, xwezî navê wê Dilovanî bûya! Lê carekê ez bi qasî niha xweşik peyivîme? Kengî? Bibêjin, bêriya wê dikim.

 

Leontes: De baş e: dema sê heyv di nav êş û janê de helîn ta ku te destê xwe yê spî raberî min kir û soza evînê da min, te got: “ya te me her û her”.

 

Herm: Bi rastî jî Dilovanî ye. Va ye, du caran xweşik peyivîme: cara pêşîn min pê bi herherî kesek şahane kir mêrê xwe, cara duyem jî kesek ji bo kurtedemekê kir heval.

(Destê xwe dide Polixenes)

 

Leontes: (xwe dide aliyekî) Germ e, agirîn e! Zêde tevlihevkirina hevaltiyê xwînê têkil dike. Bîna min teng dibe, dilê min diqute, lê ne ji kêfxweşiyê, ne ji kêfxweşiyê. Ev yaltaklanmaka han dikare bêguneyî be; azadiya wê çêtî, dilpakî û hevaltî be û pak diyar e jî… erê, erê. Lê ev qidqidandina lepan û perixandina tiliyan, ew bişira biaheng, mîna ku li ber neynik û awêneyê fêrbûyî, û ew axîna kûr, mîna xezala li ber dengê awazan bimire! Na, ne dilê min û ne jî çavên min ji vê zewqê hez nakin… Mamillius, ka bêje, ma tu kurê min î?

 

Mamillius: Kurê te me, bavo.

 

Leontes: Bi rastî? Belê, têlîkê min, belê! Hah! Ma poza te di teniyê re ye? Tê gotin ku ew taybetmendiyek min e. Divê em temîz… na na, paqij bin… Hê jî destê wî diperixîne? Ka bêje, berxikê berdilan! Tu berxikê min î?

 

Mamillius: Belê, bavo, heke tu bixwazî.

 

Leontes: Heke te porek qijavij û herwiha şax jî hebûna, tu ê bişibiyayî min. Tê gotin ku em mîna du hêkan dişibin hev. Jin wisan dibêjin; baweriyê pê naînim. Lê tevî ku hemû derew û xapandin be, mîna xemên reş, mîna av û ba, mîna qumara wî yê xwe ji nav ên kesên din nanase, dîsan lawik dişibe min. Were, delalê min, awirek ji çavên xwe yên şîn bide min, were, mala min, ruha min, goşt û giyanê min! Ma diya te dikare? Ma dibe ku?… Zewq! Tu dikevî dilan; tişta ne gengaz dikî rastî, bi xewnan re dikevî têkiliyan… Çawa wiha dibe? Bi tiştên neyî re hevkariyê dikî û didî pey valatiyê. Hingê îhtîmal e ku bi yekê re yî… hest pê dikim, wisan hest pê dikim ku mejî pê ve reş dibe û enî ji janê dijene.

 

Pol: Şah çi ye? (2)

 

Herm: Pirr nearam dixwiye.

 

Pol: Padîşahê çak, çi bûye, birayê min?

 

Herm: Wisan dixwiye mîna ku ewr daketibin ser eniya we. Nîşana qehirînê ye?

 

Leontes: Na, bi rastî jî na. Lê pirrî caran xweza lawaziya xwe, nermiya xwe diyar dike, û tinaz bi yên herî bihêz jî tên kirin. Ku min niha li rûyên vî lawikî nerî, hat bîra min dema ez bîst salan ji niha biçûktir bûm, pêxwas, bi saqoyê qedîfeyî, şûrek ko di ber kemerê re daku ew hilgirê xwe bi xwe negezîne û nebe xeteriyek. Ax,  çawa ez, di bîranînên xwe de, mîna vî şitilî, vî mêrxasokî bûm! Zelamoko, ma tu dê bi erzanî serê xwe li ber xelkê bitewînî?

 

Mamillius: Na bavo, ez ê li ber xwe bidim.

 

Leontes: Tu dê wisan bikî? De bila tu her serbilind bijî!.. (Ji Polixenes re) Birayê min, qasî em ji vî hez dikin, ma hûn jî ji şehzadeyê xwe hez dikin?

 

Pol: Li malê, hêja, ew kêfa min, dilê min û xwîna min e; geh heval û geh jî dijminê min e; hevgir, şervan û şalyarê min e, her tiştê min e. Ew dikare rojek dirêj a tîrmehê li ber min bike mîna rojek berfanbarê kurt; bi zimanokê xwe yê zarokan hişê min bi bal xwe de dikişîne, wek din ez ê xemgîn bibûma.

 

Leontes: Karê vî jî her wisan e. Em ê herdu ji xwe re bigerin; hûn suhbeta xwe bidomînin… Hermione, baş sereguhiya bîrayê me jî bike: bila tiştên bihagiran li vir erzan bin. Piştî te û vî gerokê min ê ferx, ew ji min re kesê herî nêz e.

 

Herm: Heke hûn li me bigerin, em ê li nav baxçe bin. Em bendewarên we bin?

 

Leontes: Hûn bi kêfa xwe ne. Heke hûn li ser rûyê dinyayê bin, ez ê we bibînim. (xwe dide alî) Niha masîgeriyê dikim tevî ku hûn nizanin ka şoka xwe diavêjim kû. De herin, de herin!

(Li Polixenes û Hermioneyê dinere)…

Ha, çawa dev û poza xwe ji wî re bilind dike, û bêşermiya jinan li hember mêrê xwe yê bînfire bi kar tîne!

(Polixenes û Hermione diçin)

Çûn jî! Bi tilî, dest, pence, didan û şaxan ketime xefik û davan! Here, lawiko, here bilîze; diya te jî dilîze, û ez jî dilîzim lê pişka min a qeşmeran e û dawiyê wê dê min biavêje kendegorrekê û ta mirinê dê berhenekên xelkê bim. Bilîze, lawiko, bilîze. Berê jî dek û dolab hatine meşandin, dizanim; pirr mêr hene – niha ku dipeyivim jî – destê wan di destê jinên wan de ye û nizanin ku, dema ne amade bûn, cîranên wan, Beşîrên Bişirok, jî pezê xwe li mêrgên wan çerandiye, bi şokê masî li gola wan xertifandiye. Ew yek xemrevînî ye ku deriyê malên ên din jî bêyî daxwaza wan jî vekirî ne. Heke her kesê jina wî hilingivî bêhêvî bimaya, dê pirraniya mêran xwe bidaliqanda. Çareseriyek jî nîn e! Stêra ruxîner a telewiyê desthilatdara bakur, başûr, rojhilat û rojava ye; û encam jî ev e: malzarokê ti asêgeh nîn e, bizane. Dihêle dijmin bi pertal û mertalên xwe ve bê û biçe. Bi hezaran ji me ev êş û nexweşî heye… Tu çi dibêjî, lawiko?

 

Mamillius: Tê gotin ku dişibim te.

 

Leontes: De baş e, malava!… Çi? Camillo li vir?

 

Camillo: Belê, rêzdarê min.

 

Leontes: Here ji xwe re bilîze, Mamillius! Tu mêrek helal î.

(Mamillius diçe)

Camillo, ev mêvanê bihagiran dê hê jî bimîne.

 

Camillo: Dijwar bû ku lenger bê avêtin; dema te avêt, xwe negirt. (3)

 

Leontes: Te jî tê derxist?

 

Camillo: Wî li ser daxwaza te xwe ranegirt; karûbarên girîng ji xwe re kirin hêcet û bahane.

 

Leontes: Te jî tê derxist?… Êdî rewşa min diyar bûye: birdebird û pistepista xelkê ye: “Sîcîlya (4) filan û Sîcîlya bêvan.” Kengî dê dawî li van galegotan bê… Ew çawa ma?

 

Camillo: Li ser daxwaza şehbanoya hêja.

 

Leontes: Baş e lê ne di vê rewşê de. Ma ji bilî te hin jîrikên din jî tê derxistiye? Zû tişt dikevin serê te, ne mîna mejîhişkên din î. Tenê yên hişmend, ên aqil di serî de tê derxistine? Yên bêaqil hay ji vî karî nîn e? Ji min re bêje.

 

Camillo: Ji çi karî, rêzdarê min? Ji pirraniyê re diyar e ku Bohemya (5) dê niha neçe.

 

Leontes: Çi!?

 

Camillo: Dê hê bimîne, hêja.

 

Leontes: Lê çima?

 

Camillo: Da te yê nirxbilind û xatûna me ya herî jêhatî razî bike.

 

Leontes: Razî bike!(6) Daxwazên xatûna we? Doyurmak (Razî bike)? De baş e! Camillo, ez bi te bawer bûm, min ramanên xwe, şîretên xwe yên herî razdar û nehînî jî ji te re digotin, min dilê xwe ji te re vekir û paşî ji cem te çûm. Lê qaşo rastbêjiya te hemû xapandin bû.

 

Camillo: Min bibexişîne, rêzdarê min!

 

Leontes: Tu ne rastbêj î. Heke rastbêj jî bî, newêrek î. Tu rastbêjiyê kulek dikî û lezgîniya wê jê dibirî. Yan tu xizmetkarek xemsar î ku min zêde baweriya xwe pê aniye yan jî peledînek î ku dibînî ku lîstik û qumar ji dest çûye û dîsan jî bi qerf û henekî lê dinerî.

 

Camillo: Rêzdarê min ê hêja, dibe ku ez xemsar, peledîn û tirsonek bim. Ti kesek ji van kêmasiyan ne azad e ku xemsarî, peledînî yan jî tirsonekiya wan di rabûn û rûniştina li vê cîhana tevlihev hin caran serê xwe ranekin. Di karûbarên we de heke ez ti caran bi zanebûnî xemsar bûme, bêguman ew hepledîniya min bûye; heke min bi dilxwazî peledînî kirine û li ser encama wê neramîme, bêgotin ew xemsarî bûye; heke min di bicîanîna erk û vatiniyên xwe de newêrekî û rebenî kirine, bêşik ew tirsonekî ye ku kesên herî hişmend jî jê ne bêpar in. Lawaziyên wisan, ku rastbêjî jî dikeviyê, divê bên lêborîn, rêzdarê min. Lê kerem bikin û rasterê tawanbariya min bîne rûyê min. Heke hingê jî min haşatî kir, ango ew ne binas û sedema min e.

 

Leontes: Ma te nedîtiye, Camillo – heke çav bi te ve hebin, te dîtiye –  yan jî te nebihîstiye – galegotên xelkê ji bûyerên wiha zelal ne bêdeng in – an jî tu li ser fikiriyî – yê nefikirîbe mejîqepûşk e – ku jina min ne sadiq e? Heke tu îtîraf bikî û bi fermî rabigihînî ku te ne mejî, ne çav û ne jî guh hene, bibêje ku jina min (7) doxînsist e, mîna yên hê ji berî markirinê amade ne ku derpî bi ser xwe de bînin… Bêje ku rast e!

 

Camillo: Nikarim van gotinan bibihîzim bê ku di cî de berevaniya xatûn û şehbanoya xwe bikim. Bi serê xwe sond dixwim ku qet ne li bendê bûm ku gotinên wiha pûç û erzan ji we bibihîzim. Dubarekirina van gotinan jî bi qasî wê yekê (8) tawan û guneyek giran e.

 

Leontes: Ma pistepist û birdebird bêwate ne? Pa perixandina gep û alekan li hev? A poz û difinan li hember hev? Maç û ramûsanên ji hev re tên şandin? Axînên kûr di navbera pirqînên ken de? – nîşaneya piştrast û misoger ji bêsadiqiyê – Lihevsiwarkirina ling û piyan? Xweveşartinokên li ber kuncikan? Hêvî ji hindê ku dem bibore, roj bibe şev? Hêvî ku hemû ji bilî wan herduyan şilekor bin daku kes wan nebîne? Ma ev hemû bêwate ye? Heke ev bêwate bin, hingê hemû dinya bêwate ye, esman bêwate ne, Bohemya bêwate ye, jina min bêwate ye, bêwateyî bi xwe jî bêwate ye!

 

Camillo: Tê bikoşe, rêzdarê min, vê dilwasî û dudiliyê ji dilê xwe biavêje, ew pirr xeternak e.

 

Leontes: Bila xeternak be, ew rastî ye.

 

Camillo: Na, rêzdarê min, na!

 

Leontes: Belê. Tu derewan dikî! Camillo, tu derewan dikî û te dinifirînim. Tu koleyek mejîhişk î, bêmarîfetekî bêhiş î yan jî keysperestek bêbiryar î ku bi nermî hem qencî û hem jî xerabiyê diecibînî. Heke mêlak û cegera jina min jî bi qasî namûsa wê herimîbûya, ew ê kurtebîskekê jî nejiya.

 

Camillo: Kê ew herimand?

 

Leontes: Hm! Ew ê han ê ku wê wek ristikê xwe avêtiye gerdenê… Ax, xwezî min berdest û xizmetkarên wisan hebûna ku namûsa min û berjewendiyên wan di heman tiştî re bûna. Wan ji bo berjenwendiyên xwe wisan bikira ku dawî li vî halî bihata. Û tu, yê ku av û vexwarekên din pêşî wî dikî; tu, yê ku min ji erzanî û bêbihayiyê rakir nirxbilindî û bihagiraniyan; te, yê ku çawa esman erdê dibîne û erd jî esman dibîne wisan şerm û rûreşiya min dibînî; tu dikarî tiştekî têkilî qedeha wî bikî ku çavên dijminê min, ta ew hebe, bimiçîne. Wî dermanî dê birînên min bikewandana.

 

Camillo: Hêja, rêzdarê min, ez dikarim lê min ê dermanek wisan tund bi kar neaniya ku mîna jarê zû bandorê lê bike… Lê bawer nakim ku lewt û heramiyek wisan bi xatûna min a dilhebîn re hebe… Min pirr hûn viyane…

 

Leontes: Tu û texmînên xwe (9) ji ber çavên min bifinin û herin! Ma tu dibê qey ez tirredîn im ku ji bo kêfa xwe hez dikim êş û janê bigihînim xelkê, nîvana xwe ya spî bilewitînim, nivîna ku wisan xewên pak û şirîn dide min lê heke tewizandî be, dê mîna strî û gezgezokan, stêng û zirkêtkan bi min vebide… Xwîna kurê xwe bixim ber gumanan (10), xwîna wî kurî yê ku bawer dikim ê min bi xwe ye, wî kurê wek ê xwe jê hez dikim… Ma min ê ev hemû bê sûc, bê sebeb bikira? Ma min ê wiha bikira? Ma kî dê wisan ehmeq bûya?

 

Camillo: De baş e, hêja, ez ji te bawer dikim

Û ez ê Bohemya ji holê rabikim

Bi wê şertê ku hûn dîsan ji xatûnê bawer bin

Bi taybetî jî bo xatirê kurê we, û da negerin

Zimanên dirêj li koçk û eywanan,

Hewş û dîwanan

 

Leontes: Te rê nîşanî min da,

Min ê jî ew bibijarta:

Naxwazim wê rûreş derxim.

 

Camillo: Padîşahê rêzdar,

Ango hûn – bi çavên zelal – herin

Û li ser sifreya mêvanan pê re biaxivin,

Bi şehbanoyê û yê Bohemyayî re.

Ez têkerê vexwarina wî me,

Êdî ez ne pêrewê we me

Heke vexwarina saxlem bidimê.

 

Leontes: Baş e!

Heke wisan bikî, nîv dilê min ji te re,

Heke nekî, dilê te dê biçire.

 

Camillo: Ez ê bikim.

 

Leontes: Ez ê qaşo kêfxweş bim,

Wek te şîret kirim.

(Diçe)

 

Camillo: Ax, şehbanoya reben!…

Lê ma rewşa min bi xwe çi ye?

Jarkirina Polixenesê hejar ji min re vatinî ye,

Sedem jî qet ji bo nî ye,

Ji bilî li padîşah guhdarî ye

Padîşahê xwe bi xwe diavêje belayan

Û heman tişt dixwaze ji pêrewan…

Kirinên wiha dikarin mirov binrx bikin

Lê bi hezaran jî mirovkujên payebilind hebin,

Dest û piyên min dê rê nedin.

Divê ez serayê bi cî bihêlim,

serê min dê bê birîn, bikim an nekim…

Ey stêrên xweşbîniyê hilbên!

Va ye gavên Bohemya vir de tên!

 

Pol: Ev çi sosretî ye: Hezkirina

Li hember min dihelişe. Kes na-axive!..

Rojbaş, Camillo!

 

Camillo: Silav li we rêzdar padîşah!

 

Pol: Çi heye, çi nîn e?

 

Camillo: Tiştek taybet nîn e, rêzdarê min.

 

Pol: Padîşah (11) wisan dixwiye

Mîna navçeyek bi qasî ruha xwe xweşviyayî wenda kiriye.

Berî bîskekê pêrgî wî hatim,

Li gor urf û edetan lê silav dikim.

Lê wî bi nizmbînî serê xwe ji min zivirand,

Devê xwe miçand û ji cem min lezand,

Hiştim bi tenê da bifikirim ka çi bûye,

Ka sûc çi ye û sedem kî ye.

 

Camillo: Niwêrim bibersivînim.

 

Pol: Newêrî? Çawa newêrî?

Divê bersiva min bî? Camillo, tu li min guhdar î?

Tişta ji min re bibêjî, her ji xwe re dibêjî?

Guheriye herwiha şiklê te jî,

Wek neynikekê yî, tu tê de dijî

jiyana min jî pê re hejî.

 

Camillo: Êşek heye,

Çend kesan digire, nizam çi ye,

Lê ew êş ji we belav biye,

tevî ku rewşa we saxlemî ye.

 

Pol: Ji min çûye?

Çavê min ne yê çavderba ye;

Min li hezaran neriye,

Yek bi yek çav lê cebiriye.

Camillo, şana te xanedanî ye,

Û herwiha karê te zanyarî ye

Ku bi qasî malmeziniyê

Te radike payeberziyê…

Ji te tika dikim, kerem ‘ke,

Ji min re bêje, raz û sirran diyar ‘ke

Çirrîkî û çepeliyê neke.

 

Camillo: Newêrim bêjim.

 

Pol: Êş ji min belav bû tevî ku sax im?

Camillo, guh bide, divê bizanim:

Bi her namûs û şerefê ji te tika dikim

– Û vê tikayê erzan ji devê xwe bernadim –

Tu ji min re bêje, ez ê li çi belayan bikevim,

Bela dûr in an nêz in,

Yek e yan rêz in,

Ez ê bikarim wan asteng bikim

Yan jî çawa xwe li ber bigirim.

 

Camillo: De were em bêjin

Madem peyayek wiha mezin

Xwe diavêje bextê şerefa min.

Hêja, guh bide gotina min

Ez zû bêjim da em bigihin

An serê me li ber celad e wek din.

 

Pol: Kerem ‘ke, Camilloyê çak!

 

Camillo: Ferman da te bikujim.

 

Pol: Kê?

 

Camillo: Padîşah.

 

Pol: Bo çi?

 

Camillo: Ew bawer dike, ta sond jî xwariye

Mîna ku bi çavên serê xwe dîtiye

Yan bi xwe jî hevkarî kiriye

Ku we şehbano herimandiye.

 

Pol: Heke min wisan kiribe,

Bila xwîna min têkilî jarê bibe

Û bila navê min bi navê wî ve bê alizandin

Yê ku yê Baştirîn (12) û hevrêyên wî xapandin.

 

Camillo: Tu sond bixwî bi hemû stêran

Yên li esmanan û bi govendên wan,

Û nehêlî derya bibihîze dengê heyvan

Yan jî tu zeft bikî hemû ronahiyan,

Dîsan jî nikarî biherifînî kela şikan,

Ta ew bi xwe hebe, dê her hebin guman.

 

Pol: Çi ye sedem?

 

Camillo: Niza’m, lê baştir e em xwe jê bisitirînin

Li şûna ku sedem û bingehan lê bikolînin.

Ango – heke bi şerefa min hûn bawer bin,

Îşev wek rehîne min bi xwe re birevînin.

Ez ê pêrewên xwe jê agadar bikim,

Wan du du ji bajar bişînim.

Ez ê feleka xwe li we bispêrim;

Li vir jiyan ji min re nemaye, ez jî namînim.

Guman nekin! Bi şerefa bavkalên xwe rast dibêjim.

Heke hûn bimînin, ez li we nasekinim.

Jiyana we jî li vir ne ewletir ji ya yê

Padîşah bi xwe fermana mirinê dayê.

 

Pol: Ji te bawer dikim,

Hema di rûyê min karî derxim,

Destê xwe bide min, ji te re rêber bim,

Ez ê te herdem li kêleka xwe deynim.

Keştî amade ne, du roj ji bo çûnê mane,

Pêrew hazir in, li me guman e

Li yên mezin û jêhatî ferman e.

Û ew dudilî bi qasî duyan e

Çimkî berguman dost û heyran e.

Tirsê ez girtime. Lê serfirazî û şan e

Ji min re û bo ya xatûna xatûnan e

Ku bê sedem li ber pêlên şikan e.

Were, Camillo, mîna kur didin bavan,

Ez ê hurmetê bidim te, te deynim ser çavan

Ger min sax xelas bikî ji van deran.

 

Cam: Paya min vedike li min

Deriyên bajar, werin,

Em, bi lez û bez, em xwe xelas bikin

 

(Diçin)

___________________

Dê bidome.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s