Wateguherîn (beşa 1)

mil

Husein Muhammed

Mirov gelek caran di lehceyên heman zimanî de hin peyvan dibîne ku bi temamî yan gelek nêzîkî hev in lê dîsa jî maneya wan ji hev cuda ye. Bo nimûne, di kurmancî de “pir, pirr” tê maneya “gelek, zehf, mişe, zor” lê di soranî û zazakî de heman peyv wateya “tijî, dagirtî” dide. Dîsa hem di kurmancî û hem jî di soranî de peyva “mil” heye lê di soranî de ew maneya “mil” ya kurmancî nade lê wateya “stu” ya kurmancî dide. Di kurmancî bi xwe de jî li hin deveran “ciwan, law” li hin deveran maneya “xort, genc” didin lê li hin deveran jî wateya wan “spehî, xweşik, rind, keşxe” ye.

Ev wekheviya peyvan û di heman demê de cudahiya wateya wan ne tenê di lehceyên heman zimanî de lê herwiha di zimanên lêzim û zimanên cîran de jî diyar e. Bo nimûne, “xerab” di erebî de tê maneya “kavil, wêran, xopan” lê di kurdî de “xerab, xirab” maneya “nebaş” dide. Di kurdî de “xalet, xaltî” û di farisî de jî “xalê” bi maneya “xwişka dayika kesekî” ne lê di tirkî de peyva ji eynî rehî “hala” maneya “met, xwişka babê kesekî” dide.

Sebebê cudahiya maneya peyvên ji eynî rehî wateguherîn anku guherîna wateyê ye.

Di zimannasiyê de mebest ji wateguherînê (maneguherînê, bi inglîzî semantic change, semantic shift) guherîna wateya anku maneya peyvan e. Wek prensîp, maneya peyvê dikare bi temamî biguhere anku wateya wê bi carekê ji tiştekî bibe tiştekî bi temamî vê cuda. Lê di pratîkê de bi piranî maneya peyvê tenê hinekî diguhere.

Di vê nivîsarê de em ê hem li ser awayên wateguherînê û hem jî li ser sebebên wateguherînê rawestin. Mebest ji awayên wateguherînê ew e ka wateya peyvan çawa yan bi çi awayan diguhere. Merem ji sebebên wateguherînê jî ew e ka wateya peyvan çma yan ji ber çi diguhere.

Bo diyarkirina awayên guherîna wateya peyvan, em ê çendîn nimûneyan ji peyvên kurmancî li gel hevrehên wê anku peyvên ji eynî rehî di zaravayên din yên kurdî de û di zimanên din yên lêzim (îranî, hindûewropî) yan cîran (erebî, tirkî) bidin bo ku guherîna maneya van peyvan bi nimûneyan bipeyitînin û biselmînin.[1]

Bo sebebên wateguherînê em ê berê xwe bidin hokar û faktorên civakî, kultûrî siyasî û teknîkî daku fehm bikin ka bo çi wateya peyvan wisa guheriye wek ku guheriye.

 

AWAYÊN WATEGUHERÎNÊ

Berfirehbûn

Mebest ji berfirehbûna wateyê ew e ku carekê maneya peyvê meydaneke wateyî ya tengtir hebû lê niha berfirehtir bûye. Bo nimûne, ji berê ve peyva “xizm” tenê maneya “kesên ku bi rêya zewacê dibin mirovên hev” lê niha di medyaya kurdî de gelek caran peyva “xizm” bi maneya hemû mirovên kesekî tên bikaranîn.

Peyva “pir, pirr” di kurmancî de maneya “gelek, zehf, zor” (bi inglîzî a lot, much, many) dide. Lê hevrehên wê anku peyvên ji eynî rehî di soranî, zazakî, farisî û gelek zimanên din de ne maneya her cûre “gelek, zehf, zor” didin lê tenê maneya “gelek av yan şileyeke din di amanekî de” (bi inglîzî full) didin. Anku maneya peyva “pirr” di kurmancî de berfireh bûye.

Li aliyekî din, peyva “zor” di kurmancî, farisî û tirkî de maneya “pir hêz, bi pir hêzê” dide. Lê di soranî de maneya peyvê berfireh bûye û wateya her cûre “gelek, pirr” dide. Di kurdiya başûrî de anku di devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî de “fire” maneya berfireh ya “gelek, pir, zehf” wergirtiye anku li ber wateya peyva “fire, fireh” ya kurmancî maneya peyva kurdiya başûrî berfireh bûye.

Peyva “xerab” di erebî de maneya “kavil, xaniyên herifî/xirabbûyî” dide. Lê heman peyva “xirab, xerab” ketiye kurdî û maneya her tiştê “nebaş, xirab” wergirtiye.

Peyvên “dest, ser, pê, çav, tenişt, enî, pişt, qûn…” hemû navên konkret yên beşên leşî ne. Lê di heman demê de ew bi berfirehkirinê wek navên tiştên wek wan jî tên bikaranîn:

  • serê çiyayî (bilindtirîn cihê çiyayî), serê mehê (destpêka mehê)
  • tenişta xanî
  • pişta gundî

Herwiha wateya gelek navên markeyên tiştan berfireh dibe. Bo nimûne, aspîrîn, klîns/klînks, viyagra û çendîn markeyên din carekê tenê navên hin markeyan bûn lê niha wek navê hemû tiştên ji wî cûreyî tên bikaranîn tevî ku markeya wan cuda be jî.

 

Bertengbûn

Mebest ji bertengbûna wateya peyvan ew e ku meydana peyvekê tengtir dibe. Bo nimûne, “korucu” di tirkî de maneya giştî ya “parêzvan, zêrevan” dide. Lê ew wek “qoricî” ketiye kurdî û di kurdî de tenê maneya “parêzvanên gundan yên dijî gerîlayan şer dikin”.

Peyva “bazar” ya îranî farisî û kurdî de maneya her cûre cihên berfireh yên kirîn û firotinê û heta kirîn û firotinê bi xwe jî dide. Ev peyv ketiye piraniya zimanên ewropî jî. Lê di van ew tenê maneya bazarên rojhilatî dide û nikare bi wateya her cihê berfireh yê kirîn û firotinê were bikaranîn.

Li aliyekî din, peyva ewropî “market, markêt” jî di gelek zimanên ewropî de hevwateya “bazar” di kurdî de ye. “Market, market” ketiye kurdî û zimanên din jî yên Rojhilata Navîn lê di van zimanan de nikare maneya her cihê kirîn û firotinê yan kirîn û firotinê bi xwe jî bide. Lê di kurdî û zimanên din yên Rojhilata Navîn de ew tenê maneya “bazarên ewropî, dikanên sergirtî yên berfireh û bi piranî otomatîzekirî” dide. Li aliyekî din, hevreha peyva “bazar” anku peyva “bajar” maneyeke berfirehkirî wergirtiye û di kurmancî de tê maneya her cihê ku gelek avahî û mirov lê bijîn.

Peyva “mirîşk” niha di kurdî de maneya hin teyrên kêmfir yên xwedîkirî tê bikaranîn (bi inglîzî hen). Lê di gelek zimanên din yên îranî de, bi taybetî di zimanên îranî yên kevn û navîn de hevrehê wê maneya hemû teyran didan. Heman peyv di soranî de wek “mel” bi maneya “teyr, balinde, firinde” li kar e.

Peyva “zevî” di kurmancî de maneya “erdê çandinê” dide. Lê hevrehên wê di gelek zimanên îranî û hin zimanên din yên hindûewropî de wateya “her cûre erdê” dide, bo nimûne “zemîn” di farisî de yan “zem-“ di avestayî yan zimanên baltî de. Bi berhevdana wateya van peyvan di zimanên cuda de, em dikarin bi hêsanî bigihin wê qenaetê ku wateya vê peyvê di kurmancî de berteng bûye ji ber ku di hemû zimanên din de wateya wê berfirehtir e û ne beraqil e ku em texmîn bikin ku di hemû zimanên din de maneya wê berfireh bûbe û tenê di kurdî de wek xwe mabe. Gelek hêsantir e ku mirov bawer bike ku di kurdî de wateya wê teng bûbe û di hemû zimanên din de wek xwe mabe.

Bertengbûna wateya peyvên wergirtî diyardeyeke giştî ye. Gelek caran di peyvên wergirtî yên di zimanê jêder de pirwate tenê wateyek yan çend wate pê re diçin zimanekî din, hemû wateyên peyvê pê re derbaz nabin.

 

Hilkişîn

Mebest ji hilkişînê (elevation) ew e ku peyv ji navê beşekî dibe navê hemû beşên tiştekî yan jî ji navê tiştekî bêqîmettir diguhere û dibe navê tiştekî bihagirantir.

Bo nimûne, peyva “wilayet” di erebî de maneya “eyalet, parêzgeh, herêm, beşeke îdarî ji dewletekê” dide (bi inglîzî province, governorate). Lê ew peyv wek “wil_at” ketiye soranî û wek “welat” jî di kurmancî de cih girtiye û di van herdu lehceyên kurdî maneya vê peyvê hilkişiye û êdî ne bi wateya “beşek ji dewletekê” lê maneya “hemû dewletê” dide (bi inglîzî country).

Hevwateya “biheşt” di inglîzî û piraniya zimanên din yên ewropî de “paradise” yan peyveke nêzîkî wê ye. Hevreha vê peyvê di erebî de jî wek “fîrdews” heye. Ev hemû peyv bi eslê xwe ji zimanên îranî hatine wergirtin. Lê di zimanên îranî yên kevn de (bo nimûne di avestayî de) vê peyvê maneya “baxçe, baxçeyê dîwarkirî” dida. Wisa maneya vê peyvê jî hilkişiye û niha ew navê tiştekî pir ji baxçeyên asayî bihagirantir e.

Peyvên “Xwedê, Xweda” û hevrehên wê peyvê di kurdî û zimanên din yên îranî de niha maneya afirîner û damezrînerê hemû dinya û gerdûnê ye. Lê maneya eslê peyvê di zimanên kevn yên îranî de tenê “bihêz, xurt” bû. Anku wateya vê peyvê hilkişiye. Bo hin wateguherînên berevajî, binêrin “dêw” û “beg” li jêrtir di beşa “daketin”ê de.

Peyva “yûnan” di zimanên Rojhilata Navîn de navê miletekî ye û navê welatê wî miletî jî “Yûnanistan” yan “Yûnan” e. Ev peyv ji navê eşîrek û devereke Yûnanistana berê hatiye wergirtin. Anku Peyva “yûnan” hilkişiye û ji navê deverekê yan eşîrekê bûye navê miletek û welatekî temam.

“Soranî” niha navê hemû lehceyên kurdiya navîn in. Lê eslê peyvê bajarokekî Başûrê Kurdistanê yê parêzgeha Hewlêrê ye. Pêşî kurmancîaxivan ji lehceya wan re gotiye “soranî” û paşî ev peyv bûye navê hemû lehceyên nêzîkî wî jî.[2]

 

Daketin

Di wateguherînê de mebest ji daketinê (degeneration) ew e ku navê tiştekî dibe navê beşeke wî yan jî navê tiştekî bihagirantir dibe navê tiştekî bêqîmettir.

Me got ku “soranî” ji navê lehceya bajarokekî bûye navê hemû devokên kurdiya navendî anku wateya peyva “soranî” hilkişiye yan bilind bûye. Berevajî wê, wateya peyva “kirmancî, kurmancî” vê dawiyê daketiye: Berê kurmancî/kirmancî navê hemû zimanê kurdî bû[3] lê niha bi piranî êdî tenê wek navê devokên kurdiya bakurî maye.

Eger em zimanên niha û yên kevn yên îranî bidin ber hev, em ê di çendîn nimûneyan de daketina wateyî bibînin:

Peyva “dexyu-“ di avestayî de û “dehyu-“ di hexamenişî de maneya “welat, dewlet” dida. Lê di zimanên îranî yên niha de hevrehên wê wateya “gund” didin: farisî “dih”, soranî “dê”, zazakî “dew”. Qedrê peyvê wisa daketiye ku êdî kurmancî qîma xwe pê neaniye wê bi wateya “gund” jî bi kar bîne lê peyva “gund” (ku di îraniya navîn de wateya “kampên leşkerî” dida) li şûna wê bi cih kiriye.

Peyva îranî “paşa” (padişah, şah, qiral, melik) di tirkiya osmanî de daketibû wateya “efser, general, fermandar”.

Di zimanên niha yên îranî de “beg” tê maneya “axa, serokên feodal” lê di zimanên îraniya kevn de “beg” maneya “xweda, xwedê” dida. Hevreha vê peyvê niha jî di zimanên slavî de bi wateya “xweda” maye: rûsî, bulgarî, polonî “bog”, slovakî “boh”, çekî “buh”…

Dîsa peyva “dêw” di zimanên îranî de maneya hin heyberên xeyalî yên girs û zexm didin ku adeten xirab in. Lê eslê vê peyvê yê hindûewropî wateya “xweda, xwedê” dida, wek bo nimûne di sanskrîtî de “dêva”, latînî “deus”, yûnaniya kevn “Zêûs” ku hemû wateya “xweda, xwedê” didin.

Carinan peyvek di zimanekî de maneya tiştekî dide ku cihê wî nêzîkî maneya heman peyvê bi ziman yan zaravayekî din e lê ne eynî cih e. Bo nimûne di kurmancî de peyva “mil” maneya “beşên jorîn yên destan” dide (bi inglîzî shoulder) lê di soranî de wateya wê “stu” ya kurmancî ye (bi inglîzî neck). Mimkin e ku carekê ew navê van herdu beşan bû û paşî di her lehceyekê de bûye navê beşekê ji wan. Yan jî bi “xeletî” cihê wê peyvê guheriye.

 

Şibandin yan mecazî

Di wateguherînê de mebest ji şibandin yan mecazî (metaphor) bikaranîna navê tiştekî bo tiştên şibî wî anku mîna wî ye. Bo nimûne, biwêja “dest tê werdan” bi eslê xwe tê maneya “destê xwe di bin avê de kirin” lê di peyvnasiya (termînolojiya) siyasî ya niha de tê wateya “tedexul kirin, tesîr li ser karûbarên dewleteke din kirin”.

Gotina “têk çûn” bi eslê xwe maneya “çûn di nav ve re” ye, berê zêdetir bi mebesta biçûkbûna cilan ji ber tesîra şûştinê dihat bikaranîn (bi inglîzî to shrink). Lê niha di çapemeniya kurdî de wê maneya “bi ser neketin, faşil bûn, weritîn, xusirîn, dorandin” (to lose) tê xebitandin.

Biwêja “dest jê berdan” bi eslê xwe wateya “êdî bi destê xwe negirtin, êdî zeft nekirin” e lê niha zêdetir bi şibandin û mecazî bi wateya “êdî tiştek nekirin, tiştek hiştin” (to give up) tê emilandin. Bi heman wateyê peyva “dev jê berdan” jî heye ku eslê wê yê berê “êdî li ser neaxiftin” bû.

Ji van biwêjan mirov dikare bi hêsanî jî eslê wan bibîne. Lê hin peyv hene ku êdî bi piranî tenê wateya wan ya mecazî tê dîtin. Bo nimûne, mirov peyva “sîxur” gelek di medyaya kurdî de bi wateya wê ya şibandinê anku bi maneya “casûs, ajan, spiyoner” (spy, agent) dibîne lê kêm caran mirov vê peyvê bi maneya wê ya eslî anku wek navê heywanekî (bi inglîzî porcupine).

Peyva “reben” di kurdî de bi berfirehî bi maneya xwe ya mecazî “belingaz, perîşan, şepirze, feqîr, hejar” tê bikaranîn lê kêm kes wê bi wateya wê ya eslê “derwêşên fileh, feqiyên fileh” bi kar tînin. Teqrîben bi heman wateya şibandinê gelek kes peyva “pepûk” bi kar tînin lê wê bi wateya wê ya eslîeslî, ku navê teyrekî ye (bi inglîzî cuckoo), naxebitînin.

Ne tenê navên heywanan lê gelek peyvên din jî wateyên mecazî digirin û hêdî hêdî ji wateya xwe ya bingehîn vediqetin. Bo nimûne, di medyaya kurmancî de mirov bi berfirehî peyva “weşandin” dibîne yan dibihîze. Ew niha tê wateya belavkirina peyaman, nûçeyan, nivîsan û hwd. bi rêya medyayê. Niha di bikaranîna kurmancî de wateya serekî û serdest ya peyva “weşandin” ev wateya mecazî ye lê wateya peyvê ya eslî “ber/berhem ji daran daxistin” e.

Bi demê re bikaranîna mecazî yan bi şibandinê dikare maneya peyvê bi temamî biguherîne anku tenê wateya mecazî bimîne û ya eslê winda bibe.

 

Jêxistin

Di wateguherînê de mebest ji jêxistinê anku elîpsê (ellipsis) bikaranîna tenê beşek ji navê temam yê tiştekî ye. Adeten navê tiştekî ji du yan zêdetir peyvan pêk tê lê tenê yek peyv tê bikaranîn. Ew peyva bi tenê bi eslê xwe maneyeke din dide lê gava ku wek forma jêxistî ya navekî çend-beşî tê bikaranîn, hingê maneya wê peyvê ji eslê wê diguhere.

Bo nimûne, peyva “mobîl” yan “mobayl” bi eslê xwe wateya her tişê “livok, gerok, livbar, gêrbar” dide anku her tiştê ku dikare bilive yan were livandin yan li gel mirovî were anîn û birin. Gotina “telefonên mobîl/mobayl” tê maneya wan telefonan ku mirov bi xwe re digerîne, ne telefonên ku li malê bi têl û kabloyan bi dîwaran ve asêkirî ne.

Lê di pratîkê de gelek kes peyva “telefon” ji gotina “telefona mobîl” dixin û tenê peyva “mobîl/mobayl” bi maneya “telefona mobîl/mobayl” bi kar tînin. Ji vê diyardeyê re di wateguherînê de û di zimannasiyê de bi giştî jî jêxistin anku elîps tê gotin.

Di gelek zimanên ewropî de gotina “automobile” (otomobîl, tirimpêl, erebe, seyare, maşîn) tê kurtkirin û tenê “auto” jê dimîne. Eslê “auto-mobile” maneya “xwe-liv” (ya ku bi xwe dilive) dide û “auto” tê de wateya “xwe” dide. Lê bi jêxistinê maneya “auto” ji “xwe” diguhere û dibe “otomobîl”.

Peyvên “rojane, mehane, salane” bi eslê xwe maneya “her rojê/mehê/salê [carekê]” didin. Lê bo nimûneya meaş yan weşanên “rojane/mehane/salane” jî gelek caran tên kurtkirin anku beşek ji wan tê xistin û loma bo nimûne “mehane” di kurdî de herwiha wek navdêr bi maneya “meaşê mehê” yan jî “kovara mehê carekê derdikeve” jî dide.

Ji peyvên kevnar yên kurdî/îranî bo nimûne “biheşt/bihi_st” bi jêxistinê peyda bûye. Eslê wê di îraniya kevn de, bo nimûne di avestayî de “vehiştu ehyu” bû ku tê maneya “baştirîn dinya/jiyan” ji peyvên “vehiştu” (baştirîn) û “ehyu-“ (dinya/jiyan). Bi jêxistinê “ehyu” ketiye û tenê “vehiştu” maye û ew jî di zimanên îranî yên nû de bûye “biheşt, bihişt, buhişt… Guherîna V-ya îraniya kevn ya destpêka peyvan bi B di kurdî û farisî de diyardeyeke berbelav ya dengnasiya dîrokî ye.

Niha di kurdî de bi piranî navê partiyan û hin dezgehên din bi jêxistinê tên kurtkirin. Bo nimûne:

  • Partiya Demokrat a Kurdistanê > Partî
  • Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê > Yekîtî (bi soranî Yekêtî)
  • Bizava/Tevgera Gorranê > Gorran (bi soranî Bizûtnewey Gorran à Gorran)
  • Hizba Demokrat a Kurdistanê (Rojhilat) > Hizb
  • Ajansa Parastinê (istixbarata Herêma Kurdistanê) > Parastin

Bi vî awayî bo nimûne maneya ”partî” ji wateya “her hizb yan hêza siyasî-parlemanî” dibe tenê partiyeke taybet yan ”yekîtî” ji wateya ”hemû yekbûn û tifaq” dibe ”filan hêza siyasî”. Ji ber wergirtina van wateyên berteng, êdî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê peyva ”partî” bi maneya her hêza siyasî-parlemanî bi kar naîne û wê tenê wek bernavê Partiya Demokrat a Kurdistanê dixebitîne.

 

Hevfehmî

Di wateguherînê de hevfehmî (sînekdokî, synecdoche) tê maneya bikaranîna navê beşeke tiştekî bi merema wî hemû tiştî. Bo nimûne, gelek caran navê paytextên welatan li şûna wan welatan yan hikûmetên wan welatan tên bikaranîn:

  • Hewlêr û Bexda bi nepenî gotûbêjan dikin[4]

Di vê nimûneyê de mebest ji Hewlêr û Bexdayê bi rastî ne ev herdu bajar in lê hemû Kurdistan û hemû Iraq in yan jî hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ne.

Di dîroka zimanê kurdî de navê gelek eşîran yan mîran pêşî bi mecazî li bi hevfehmiyê li şûna devera ku ew lê bihêz in hatiye bikaranîn û paşî hêdî-hêdî navê wan bûye navê hemû deverê. Bo nimûne, Baban, Behdînan, Botan, Erdelan… hemû ji navên mîran yan jî eşîrên wan deran hatine wergirtin.

 

Xurtbûn 

Carinan guherîna wateya peyvê ji encama xurtbûnê (intensification) ye. Me li jor behsa peyva “biheşt” kir. Niha jî em li dijwateya wê binêrin:

Peyva “cehnem, cehenem” ji erebî “cehennem” ketiye kurdî û zimanên din yên misilmanan. Lê eslê peyvê ji îbranî anku îbrî ye û bi forma “gêhênnom” e. Ev jî ji gotina “Gê bin Hênnom” anku “Newala Hennom, Geliyê Hennom” tê ku wisa diyar e ku bi hin kesan cihekî ne xweş bûye û paşî bi demê re wateya wî hatiye xurtkirin heta ku gihiştiye maneya “cihê ezab û şkenceya ebedî”.

Madem ku me behsa ezyet û şkenceyê kir, em li nimûneyeke din ya xurtbûna wateyê binêrin: di inglîzî de niha “kill” tê wateya “kuştin”ê. Lê berê wateya wê tenê “ezyet dan, ezab dan, şkence dan” bû. Ji ber ku “kuştin” ji ezyetê nihaîtir e, mirov dikare bibêje ku li vir jî wate hatiye xurtkirin.

 

Lawazbûn (meiosis)

 Em piştî “kill” anku “kuştin” ya inglîzî, îcar bi ”kuştin”a di zimanên îranî de dom bikin. Di avestayî de kuştin “cen-“ bû ku hevrehên wê di zimanên din jî yên hindû ewropî de hebûn.

Lê wateya hevrehên “cen-“ (kuştin) ya avestayî di zimanên îranî yên niha de lawaz anku qels bûye. Bo nimûne, “zen-“ (forma ferhengî “zeden”) di farisî de êdî ne maneya kuştinê lê tenê “lê dan”ê dide. Hevreha wê di kurdî de “jenîn” e lê tenê wateya “livîna/livandina têlên şidandî” dide.

Wek ku tê dîtin, “cen-“ (kuştin) ya avestayî pir ji ”zen-“ (lê dan) ya farisî xurttir e û mirov dikare bibêje ku “zen-“ ya farisî jî ji “jen-în” ya kurdî bihêztir e. Bi gotineke din, bi demê re lawazbûneke berçav ya wateyî peyda bûye ku di zimannasiyê de bi navê meiosis tê nasîn.

 

Bêqîmetkirin, heqaret

Di wateguherînê de mebest ji bêqîmetkirinê yan heqaretkirinê (pejoration) ew e ku maneya peyvekê ji asayîtî û normaliyê yan jî heta ji hêjatî û bihagiraniyê dibe maneya tiştekî bêqîmet yan heta nefretkirî jî.

Bo nimûne, niha peyva “zendîq, zindîq” di kurdî û gelek zimanên din yên Rojhilata Navîn de wateya “bêdîn” yan jî “bêbext, bêwijdan” dide. Lê wateya eslî ya vê peyvê “zana, alim” bû (bi taybetî peyrew û mirîdên Manî û zerdeştî) û peyva “zendîq” bi eslê xwe ji peyva “zend-“ (ilm, zanîn) e û hevreha “zanîn” ya kurdî ye.

Bi heman awayî peyva “isqof” niha di kurdî de wateyeke tehl ya wek “bêbext, bêrehm, bêwijdan” heye. Lê eslê peyvê “metran, serqeşeyên filehan” e.

 

Xweşbêjî

Di watenasiyê de mebest ji xweşbêjî yan xweşkirinê (eufemîzm, euphemism) bikaranîna gotineke xweştir yan kêmtir tabû li cihê peyva eslî ya bi wateya wî tiştî ye. Bo nimûne, gelek caran li cihê peyva “mirin” di kurdî de gotinên wek “koç kirin, wexer[5] kirin” ku maneya eslî ya herduyan jî “sefer kirin” e lê bi xweşbêjî bi wateya “mirin”ê tên bikaranîn. Dîsa li şûna peyva “mirin”ê di kurdî de bo nimûne ev gotin jî hene: “çûn ber rehma Xwedê, çûn ber dilovaniya Xwedê, jiyana xwe ji dest dan, jiyana xwe winda kirin”.

Nimûneyên me heta niha dayî yên bi wateya mirinê xweşkirin bûne. Lê mirina kesekî di kurdî de dikare herwiha were reşkirin, pîskirin yan bêqîmetkirin jî: Mirov dikare li cihê peyva mirin, gotinên wek “sekitîn, mirar bûn, gebirîn, geber bûn” jî bi kar bîne û bi wateya “kuştin”ê jî “sekitandin, gebirandin, geber kirin”. Adeten “sekitîn, sekitandin, mirar bûn/kirin” di zimanê normal de bo mirina yan kuştina heywanan li kar e.

Li şûna ku mirov bibêje filan kes “mirî” ye, gelek caran gotinên xweşbêjî yên wek ”rehmetî, biheştî, xwedêjêrazî” tên bikaranîn. Wek dijberên van jî anku bi pîsbêjî peyvên wek ”mirar, sekitî, geberbûyî” hene.

Tiştekî berçav e ku di kurdî de adeten wek dijwateya mirinê anku bi wateya destpêka jiyana mirovan ti peyveke bi tenê ne li kar e. Hin caran ”welidîn” ya bi eslê xwe erebî tê bikaranîn lê normal mirov gotinên wek ”Xwedê dan, hatin dinyayê, ji dayik bûn, çavê xwe li jiyanê vekirin” û hwd. bi kar tîne.

Di kurmancî de heywan ”avis” dibin û “dizên” lê bikaranîna van gotinan ji rewşa jinan re li piraniya deveran tabû û şerm e. Li cihê wan yan ”bihemle, hamîle” û ”welidandin” tên bikaranîn yan jî bi xweşbêjî û eufemîzmê gotinên wek ”girane, ducan, dugiyan” bûn û ”zarok anîn, Xwedê zarok danê” li kar in.

Maneya peyvên ”nivistin, raketin, razan” li gor devokên cuda-cuda yên kurmancî ”xew kirin” e. Li gelek caran li cihê ku mirov peyvên ”gan, gayîn, niyan/nan” bi merema ”têkiliyên cinsî” bibêje, peyvên ”razan/raketin/nivistin” tên bikaranîn: ”Filan mêr bi bêvan jinê re razaye/raketiye/nivistiye” anku têkiliyên cinsî pê re hebûne.

”Niyan” (dinê, binê) niha di kurmancî de adeten tenê bi maneya “gan, têkiliyên cinsî li gel hebûn” tê bikaranîn. Lê wateya eslî ya peyvê ”danîn, bi cih kirin” e. Ew pêşî wek xweşbêjî bi maneya ”gan, têkiliyên cinsî pê re hebûn” hatiye bikaranîn û paşî wateya xwe ya bingehîn bi piranî ji dest daye û di wateya xwe ya xweşbêjî de qayim bûye.

Bi gotineke din, ”niyan” pêşî li cihê peyva ”gan, gayîn” ya tabû hatiye bikaranîn. Lê paşî ”niyan” bi xwe jî bûye tabû. Di rastiyê de ev diyardeyeke giştî ye: gelek caran gava ku hin peyv bi xweşbêjî li şûna hin peyvên tabû tên bikaranîn, ew hêdî-hêdî ji maneya xwe ya bingehîn dûr dikevin, paşî bi temamî wateya nû werdigirin û taliyê ew bi xwe jî dibin tabû. Hingê mirov dîsa hewceyî peyveke nû ye yan jî lazimî guherandina peyveke heyî ye bo ku heman tiştê tabû bi xweşbêjî behs bike.

 

Mubalexe, mezinkirin

Di watenasiyê de mubalexe yan mezinkirin (hîperbol, hyperbole) tê maneya bikaranîna bêje û biwêjên ji tişta rast mezintir. Mubalexe yan mezinkirin gelek caran bo diyarkirina hestên gurr tê bikaranîn lê nabe ku peyvên tên bikaranîn bi maneyên wan yên konkret werin fehmkirin.

Bo nimûne, mirov gelek caran gotinên wek “te ez kuştim” bi maneya “te ez [zêde] aciz kirim” dibihîze. Yan di gelek helbest yan stranan de mirov dikare gotinên wek “evînê ez helandim” bibîne yan bibihîze.

Lê eger hin peyv bi berdewamî wiha bo mubalexekirinê werin xebitandin, mimkin e ku ew wateya xwe ya bingehîn û konkret winda bikin û êdî tenê bi wê maneyê bên bikaranîn ku carekê tenê bi mubalexeyî wisa dihat emilandin.

Mubalexe dikare bibe sebebê daketina peyvê anku peyveke ku berê maneyeke xurt dida, dikare êdî wateyeke kêmtir xurt bide. Loma eger em pir peyva “kuştin” di hevokên wek “te ez kuştim” de (ku maneya rast ne kuştin lê ”êşandin, aciz kirin” e) bi kar bînin, wateya “kuştin” dikare ji qetilkirinê veguhêze êşandin yan acizkirinê. Mimkin e ku mubalexe sebebê guherîna navbera peyva “cen-“ (kuştin) ya avestayî “zen-“ (lê dan) ya farisî yan “jen-în” ya kurdî be ku me li jor di beşa li ser lawazbûna wateyê de behs kiriye.

 

Lîtotes

Di watenasiyê de lîtotes (ji yûnanî lîtos anku sade, rût) tê wateya bikaranîna forma neyînî ya dijwateya peyvekê li cihê peyvê bi xwe. Bo nimûne, li cihê ku mirov bibêje filan tişt “xirab e”, gelek caran gotina “nebaş e” tê bikaranîn.

Di rastiyê de ti peyveke xwemalî/îranî ya bi maneya “xirab” (“xirab” ji erebî ye) di kurdî de nemaye.[6] Bi ihtimaleke mezin lîtotes bûye sebebê windabûna peyvên xwemalî yên bi wateya “xirab” û paşî peyva erebî “xerab” – ku bi eslê xwe maneya “kavil, wêran” e – cihê wan girtiye.

Nimûneyeke din ya lîtotesî di kurdî de bikaranîna peyvên “nexweş, nesax” bi wateya peyvên inglîzî “sick, ill”, farisî “bîmar”, erebî “merîd” û tirkî “hasta”[7] ye. Di rastiyê de hevreh û hevwateya peyva farisî “bîmar” di kurmancî de jî peyva “bîvêr” heye. Lê ji ber formên lîtotesî “nexweş, nesax”, êdî kêm kes peyva “bîvêr” bi kar tînin û piraniyeke mutleq ya kurdîaxivan ew bi temamî ji bîr kiriye.

 

Îronî

Di wateguherînê de mebest ji îroniyê bikaranîna bêje yan biwêjekê bi maneya dijwate û dijbera wê. Bo nimûne, mirov di kurdî de adeten bo kesekî ku tiştekî baş kiriye dibêje “aferin” yan “her bijî”. Lê heman gotin carinan bi îronî (tirraneyî, tinazî, tehnî, qerfî) jî tên bikaranîn:

  • “Aferin ji kurdan û tifaqa wan re!” (bêjer di rastiyê de ji bêtifaqiya kurdan nefret dike)

Eger bikaranîna îronî berdewam û berfireh bibe, peyv dikare wateya xwe ya bingehîn ji dest bide û maneya dijî xwe wergire.

 

Beşa duyem
_________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Em ê li vê derê bi kûrahî li ser etîmolojiya peyvan ranewestin. Lê her nimûneya ku em li vê derê bidin, me berê etîmolojiya wê, hevrehên wê di ziman û zaravayên din de û maneya wan (eger ji maneya peyva kurmancî cuda be) di Wîkîferhengê de belav kirine û xwandevanên hêja dikarin li vê derê lê bigerin: https://ku.wiktionary.org/

[2] Li aliyekî din, gelek caran di soranî de ”behdînî” (ku tenê devokeke kurmancî ye) bi maneya hemû lehceyên kurmancî anku kurdiya bakurî tê bikaranîn.

[3] Heta dezgeheke medyayî ya bi navê ”Zarî Kirmancî” jî heye: http://www.zarikrmanji.com/ Di zazakî de jî gelek kes ji lehceya xwe re kirmanckî dibêjin di dîsa heman peyv e. Di zimannasiya bi soranî de adeten ji soranî re ”kirmancîy nawerast” (kurmanciya navîn) û ji kurmancî re jî ”kirmancîy serû” (kurmanciya jorîn/serî) tê gotin. Lê di nav xelkê de ”kurmancî, kirmancî” tenê bi maneya kurdiya bakurî maye û êdî kes ji soranî re nabêje ”kirmancî, kurmancî”.

[4] http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1110201516

[5] ”Wexer” bi eslê xwe ji ”oxir” e û li devera Behdînan tê bikaranîn. Bo guherîna ”o-” bi ”we-” bidin ber ”ordek > werdek”. Nimûneyek ji bikaranîna “wexerkirin” bi maneya “mirin, wefatkirin”: http://waarmedia.com/latini/salroja-we%E2%80%8Cxe%E2%80%8Crkirina-hune%E2%80%8Crme%E2%80%8Cndan-te%E2%80%8Chsin-taha-u-e%E2%80%8Cbdula-zerin-li-amediye%E2%80%8C-hate%E2%80%8C-saxkirin/

[6] Peyva ”bed” ya îranî vê dawiyê di hin nivîsan de tê bikaranîn lê ew bi zelalî vê dawiyê ji farisî hatiye wergirtin.

[7] ”Hasta” ya tirkî bi eslê xwe ji îranî “xeste”.

3 thoughts on “Wateguherîn (beşa 1)

Leave a comment