CIHÊRENGIYA CIVAKÎ DI ZIMANΠDE

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 4

 

nivîsîn: George Yule

wergerandin: Dilyar Amûdî (di wêne de)

DilyarAmudi

Di beşê berî[1]  vê de em li ser cihêrengiyên bikarhanîna zimanî li herêmên cuda yên erdnîgarî sekinîn. Lê dîsa jî ev nayê wê wateyê ku her kesê li heman herêma erdnîgarî di heman rewşê de bi heman awayî diaxive. Em baş dizanin ku bikarhanînên taybet yên zimanî, wek mînak argo, di navbera hin kesên civakekê de ji hinekan din zêdetir e. Herwiha em baş jî dizanin  ku kesên li heman cihî dijîn lê belê rewşa wan ya perwerdehî û aborî ji hev cuda ye, heta asteke bilind gelekî ji hev cuda diaixivin. Ya rast dibe ku ev rewş bi eşkerî yan veşartî wek diyarkereke endamîtiya komeke civakî yan komeleyeke axivînê were bikarhanîn. Komeleya axivînê komeke mirovan e ku norm û bendewariyên wan di bikarhanîna zimanî de dişibin hev. Vekolîna li taybetmendiyên zimannasî ya kesên komeleya axivînê wek zimannasiya civakî[2] tê binavkirin

 

Zimannasiya civakî

Têgeha zimannasiya civakî bi gelemperî li pêwendiya di navbera civak û zimanî de vedikole. Ev qadeke fireh ya vekolînê ye ku ji hevkarî û danûstendina di navbera çend şaxên akademîk yên wek mirovnasî, civaknasî û zimannasiya derûnî dest pê kir. Em ê di analîzkirina zimanî de ji aliyê civakî ve van pêwendî û girêdanan gişan bi kar bînin.

 

Zaravayên civakî

Tevî ku meyla vekolînên gerdîşî heye ku li şêwazê axivîna mirovên gundewaran vekole jî, wek me di babeta 18an[3] de. Vekolîna li zaravayên civakî bêtir di navbera axiverên gundan û bajaran de dihatin vekolandin. Di vekolîna civakî li zaravayan de, mirov bêtir bala xwe dide çînên civakî yên ku hevpariyên wan hene. Du çînên sereke hene, yek “çîna navîn” e ku gelek salên xwe di perwedehiyê de borandine û karên wan ne yê fîzîkî ye û “çîna xebatkar”  e ku salên wê yê perwerdehiyê kêmtir in û karên wê jî bi awayekî girantir in. Lewra gava ku em behsa “axaftina çîna xebatkar” dikin em behsa zaravayeke civakî dkin. Têgehên “jorîn” û “jêrîn” ji bo ku careke din koman dabeş bikin, tên bikarhanîn, nexasim li ser bingehê aborî ta ku em qala “zaravaya çîna navîn a jorîn” bikin, wê jî bikin zaravayeke din a civakî.

Wek hemû vekolînên zaravayan, di saloxandina zaravayên civakî de tenê hinek taybetmendiyên bikarhanîna zimanî tên analîzkirin. Ec saloxet jî bilêvkirin, peyv û pêkhate ne yên ku bi yek teşeyê di nav çîna xebatkar û bi teşeyeke cuda di nav çîna navîn de tê bikarhanîn. Wek mînak; li Edinburgh, li Scotlandê, di nav axiverên çîna xebatkar a jêrîn de peyva home wek [heɪm] , li ser qafiya fame, tê bilêvkirin û di nav axiverên çîna navîn de wek  [hom], li ser qafiya foam tê bilêvkirin. Ev cudahî cudahiyeke biçûk e lê belê dîsa jî nîşaneke rewşa civakî ye. Mînakeke din heye ku bêtir tê zanîn, ain’t  wek di hevoka I ain’t finished yet  ku di nav çîna xebatkar de ji çîna navîn zêdetir likar e.

Gava em li mînakên din yên bikarhanîna zimanî digerin, em çîna civakî wek guherokeke civakî dihesibînin û bilêvkirin û peyvê jî wek guherokeke zimannasî dihesibînin. Em dikarin cihêrengiyên sîstematîk di bikaranînê de diyar bikin eger em bihesibînin bê her çînek her guherokê çiqasî bi kar dihîne. Ev rewş ya kêmpeyda yan jî giş-an-qetyê ye anku em dibînin ku çînek teşeyeke axaftinê ji ya din zêdetir an kêmtir bi kar tîne, yan carinan jî qet bi kar nayênin, anku ew bikarhanîn tenê di nav çînekê de heye.

 

Perwerde û Pîşe

Li gel ku mercên jiyana her yekî ji me yên cuda û tekane me diajo ku her yek ji me bi awayekî takekesî biaxive jî, ku ew we zaravaya kesî yan jî îdyolekt nasîn, em bi giştî hewl didin ku wek wan kesên derdora xwe bin yên ku bingehên perwedehiya me/kar an pîşeya me û wan yek e.

Ew kesên ku di temenekî biçûk de dev ji perwerdehiyê berdaye, bi giştî bi şêwazekê diaxivin ku nêzîkî hev in û di nav wan kesên ku perwerdeya xwe qedandiye de kêm peyda dibe. Axiftinên wek Them boys throwed somethin’  yan  It wasn’t us what done it dihewînin bêtir bi perwedehiya kêm ve girêdayî ye. Lê ew kesên ku demek zêdetir di pergala perwerdehiyê de buhirandiye meyla wan zêdetir e ku gelek taybetmendiyên din têxin axaftina xwe ku ji wê dema  zimanê nivîskî buhirandî tê, lewra ew kes dê bizanin ku threw di şûna throwed de be û dê bizanin ku who ji whatê zêdetir e gava ku behsa mirovan dibe.

Mirovên temenmezin bi giştî encamên perwerdehiya xwe di pîşesaz û rewşa xwe ya civakî de dibînin. Wek mînak birêveberiya bankayê û awayê diaxivin û berevajî wê xebatkarên ku caman paqij dikin û awayê ku bi hev re diaxivin bi giştî berjengên giring yên cihêrengiyên civakî ne. Di salên şêstî zimannasê civakî William Labov ji sê cihên cuda li New Yorkê, agahî berhev kirin ku ew jî derbarê awayê bilêvkirinê de bûn. Ew der jî Saks Fifth Avenue bû( ku alavên buha, çîna navîn a jorîn), Macy’s ( Buhayî navîn, çîna navîn) û Klein’s bû(alavên erzan, çîna xebatkar). Labov çû van dikanan û ji firoşkaran çend pirsyarên taybet wek where are the women’s shoes?[4] ta ku bersivekê wek forth flloor[5] bi dest xîne. Ev bersiv du derfetên bilêvkirina(an bilêvnekirina) /r/ paşdengî[6]  anku dengê /r/ li dû dengdêrî ye.

Li dikanan, bersiv sabit bû û her ku rewşa civakî bilind dibû her ku dengê /r/ zêdetir dihat bilêvkirin û her ku rewşa civakî diket, dengê /r/ di nav xebatkarên dikanê de kêmtir dibû. Lewra rêjeya guheroka zimannasî (r)  axaftina çînê navîn a jorîn û çîna navîn û çîna xebatkar nîşan dide.

Di lêkolînekê li Brîtanyayê, li bajarê Trudgill (1974) ya ku 65 kîlometreyî dûrî Londonê ye, dîsa nirxê civakî bi heman guherokê (r) ve girêdayî bû. Li vir xwînerên çîna navîn di xwendinê de dengê /r/ ji xwînerên çîna xebatkar kêmtir bi lêv dikir. Bi taybetî li vî bajarî wisa diyar dibû ku çîna navîn a jorîn yekcar dengê /r/ê yê paşdengî bi lêv nedikir. Wan wisa digot Oh, that’s mahvellous, dahling!.[7] Encamên herdû lêkolînan di tabloya 19.1ê de hatine diyarkirin.

 

Hêmakerên civakî

Wek di tabloya 19.1ê de jî diyar dibe, guheroka dengê /r/ dikare li gorî du cihên cuda nîşanên berevajî yên rewşên civakî bin lê li herdû cihan jî diyar dibe ku bikarhanîna hinek dengan di civakê de wek hêmakereke civakî dixebite. Ev hêmakerên ku di axaftina me de hene(yan tune ne) diyar dikin ku em ji çîneke civakî ne, çi hayê me jê hebe çi jê tune be.

Gelek nîşanên din yên bilêvkirinê di cîhana ingilîzî hene ku diyar dikin bê em ji kîjan çînê ne, wek bilêvkirina -ing bi [n] ye ya bi [ŋ]  di dawiya peyvê de, wek di peyvên thinking û sittingên de. Bilêvkirina ku wek  sittin’ û thinkin’  bêtir girêdayî axaftina çîna xebatkar e.

Hêmakereke din jî xistina “[h]yê ye ku di encamê de peyvên at û hat wek hev bixuyên. Ev di destpêka peyvê de diqewime û bilêvkirina wek I’m so ’ungry I could eat an ’orse.[8] derdikeve. Di ingilîziya nûjen de, ev bilêvkirina bi çîna jêrîn û kêm-perwerde ve girêdayî ye û wisa diyar e ku heman hêmakera civakî ya Charles Dickensî dihewîne ku di nîvê sedsala nozdehan de nivîsîbû. Wî ev şêwe di David Copperfield  bo karakterê bi navê Uriah Heep bi kar dihanî ta ku diyar bike ku ji çîna jêrîn e, wek di mînaka (from Mugglestone, 1995).

 “I am well aware that I am the umblest person going,” said Uriah Heep, modestly;

“ . . . My mother is likewise a very umble person. We live in a numble abode, Master

Copperfield, but we have much to be thankful for. My father’s former calling was

umble.”[9]

 

Şêwaza axaftinê û guherandina şêwazê

Labov di lêkolîna xwe ya dikanan de, ne tenê karî şêweyên civakî dabeş bike wek di tabloya 19.1ê de lê belê şêwaza axaftinê jî wek taybetmendiyeke civakî bo bikaranîna zimanî jî dabeş kir. Cudahiya herî zêde di şêwazê de di navbera ya fermî û ya nefermî de diçe û tê. Şêwaza fermî ew şêwaz e ya ku mirov zêdetir başa xwe dide awayê axaftinê û ya nefermî jî gava ku kêmtir bala xwe didê. Carinan jî wan wek “şêwaza baldar” û “şêwaza jixweber” bi nav dikin û ew rewşa ku  keseke ji şêwazekê diçe yê dî jî wek guherandina şêwazê tê binavkirin.

Gava ku Labov di destpêkê de li cihê alavinan dipirsî, wî wisa ferz dikir ku ew dê bi şêwazeke nefermî bersivê bide. Piştî ku bersiv dihat dayîn wî wisa xwe dikir wek ku baş deng nehatibûyê û digot “biborîne?” ta ku bihêle firoşkar bersivê dubare bike ku mirov bi giştî bi baldariyeke zêdetir bi lêv dike ta ku bersiv zelaltir be. Vê jî awayê raberker yê axivîna bladar ya axiverî nîşan dida, gava axiver gotina fourth floor dubare dike, dengê /r/ yê paşdengî di hemû koman de bêtir peyda dibe. Peydabûna zêde û ya berbiçav di koma Macy’s de bû. Di lêkolînin din de jî wisa diyar bû ku axiverên çîna navîn bêtir hewl didin ku şêwaza axaftina xwe bi ber axaftina çîna navîn a jorîn ve bibin gava ku bi baldarî biaxivin.

Çend poresdûrên bihûrgilî yên din hene ku mirov bikare şêwaza axaftinê çêtir bisenifîne. Ji yekî bixwaze ku bi dengekî bilind nivîseke kurt bixwîne, ta ku bêtir bala xwe bide bilêvkirina di şûna ku rasterast di hevdîtinekê de tu bersivan jê bixwazî. Sedem jî ev e ku gava tu ji mirovekî biaxwazî ku nivîsekê bi dengê bilind bixwîne dê zêdetir bala xwe bide bilêvkirinê û dê versyoneke fermî ji şêwaza axaftinê derkeve.

Gava ku Labov bi vî awayî analîz kir bê ka New Yorkî çawa dikin wî dît ku dengê /r/ di hemû koman de bi awayekî berbiçav zêde dibe. Zêdebûna wî dengî di navbera çîna navîn a jêrîn de gelekî zêde bû ku ew bilêvkirin bi rastî ji bilêvkirina dengê /r/ di nav çîna navîn a jorîn bi xwe de jî zêdetir bû. Wek ku ji lêkolînên din  jî diyar bû gava ku axiverên wan koman yên xwediyên statuyên navîn di rewşên fermî de hewl didin ku bi awayekî biprestîj biaxivin ku bi komên bilindtir ve girêdayî, meyla wan çêdibe ku bi zêdehî wê şêwazê bi kar bînin. Ev şêwe  jî wek “hîpekorektî” tê nasîn ku axiver awayin seyr û teşeyên cuda hildiberînin û ew jî bi armanca ku “çêtir biaxivin”.

 

____________________________

TÊBÎNÎ

 

[1] di beşê pirtûkê de yê berî vî beşî

[2] di nîqaşeke koma zimanê kurdî li ser facebookê ev têgeh ji aliyê Husein Muhammedî ve hatiye dayîn https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/permalink/524268567630490/

[3] hîn ew beş nehatine wergandin lê werin lê niha bêyî wê jî nivîs dikare were fêmkirin.

[4] cihê pêlavên jinan li kû ye?

[5] qata çaran

[6] postvocalic: herwiha bi giştî di axaftinê de, li dû dengdêrî wenda dibe lê wek di vê lêkolînê de diyar dibe ew jî li gorî perwerdehiyê ye.

[7] Oh, that’s marvellous, darling!. nivîsîna wê wisa ye

[8] I’m so hungry I could eat an horse.

[9] beşek ji pirtûkê

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s