Kanîzar, hejmara 4

 

Berg

Sernivîsar

Kanîzar dîsa bi naverokeke dagirtî li ber we ye

Vê carê jî kerem bikin hejmareke têr-naverok ya kovara zimanê kurdî Kanîzarê, xwandevanên delal. Di vê hejmarê de jî komeke nivîsarên giring yên zimannasên kurd û biyanî cih digirin.

Husein Muhammed di vê hejmarê de jî vekolîna xwe ya kûr û dûr li ser peyvsaziya kurdî didomîne. Vê carê ew behsa çar mijarên peyvsaziyê dike: : 1) peyvsazî bi cotandinê anku çêkirina cotpeyvan (bi inglîzî co-compounding), 2) peyvsazî bi lihevanîna dengî-wateyî anku wergirtina peyvên biyanî û eyarkirina wan li gor hêmanên xwemalî (phono-semantic matching), 3) peyvsazî bi paşvesaziyê anku çêkirina peyvên nû bi xistina beşek ji dawiya peyva heyî (back-formation), û 4) peyvsazî bi wergirtinê anku ”deynkirinê” ji zimanên din (borrowing).

Rizgar Behadur di vê hejmarê de jî mijareke di kurdî de nû bi kurdiya kirmaşanî dinivîse. Nivîsara wî ya vê carê li ser nexweşiya dijwariya xwandinê anku li ser dîsleksiyê ye.

Ev hejmar du nivîsarên zimannasî yên ji inglîzî wergerandî pêşkêş dike: Hesenê Qazî nivîsareke Peter Trudgill wergerandiye soranî û Dilyar Amûdî jî beşa li ser cihêrengiya zimanê çînên civakî ji kitêba George Yule kiriye kurmancî.

Nivîsara Emîr Hesenpûr ya li ser pirsgirêka zimanê resmî yê kurdî didome. Em wê paragraf bi paragraf bi soranî û kurmancî dixin xizmeta xwandevanên xwe.

Nivîsara vê carê ya bi inglîzî ji Theodora Bynon e û li ser ergatîviyê di zimanê kurdî de ye. Berevajî gelek zimannasên din, Bynonê ne tenê lehceyeke kurdî bijartiye lê li ser ergatîviyê hem di kurmancî û hem jî di soranî de radiweste.

Vê carê em du kitêban (yeke kevn û yeke nû) yên li ser zimanê kurdî didin nasîn. Rêzimana kurdî ya bi fransî ya Paul Beidar sala 1926 hatiye nivîsîn, “ferhenga etîmolojiya kurdî” ya jineke bi bernavê Keça Kurd sala 2014 hatiye çapkirin.

Ji niha pê ve bo hêsankirina têgihiştina berhemên zimannasî û rêzimanî, em ê ferhengokeke zimannasî ya inglîzî kurdî jî bi her hejmarê re biweşînin. Ferhengok dê her carê li gor pêwîstiyan were berfirehkirin bi armanca ku rojekê bibe ferhengeke berfireh ya zimannasî.

Kerem bikin Kanîzara xwe bixwînin û ji bîr nekin ku jê re binivîsin.

 

Naverok

Sernivîsar: Kanîzar dîsa bi naverokeke dagirtî li ber we ye
Husein Muhammed: Peyvsazî di zimanê kurdî de -4-
Rizgar Behadur: Xuenînçeftî (dyslexia)
George Yule: Cihêrengiya civakî (ji inglîzî: Dilyar Amûdî)
Paul Beidar: Rêzimana kurdî bi fransî
Peter Trudgill: Ziman û mirovayetî (ji inglîzî: Hesen Qazî)
Erkên herfekê di kurdî de: Î
Theodora Bynon: Ergative Construction in Kurdish
Keça Kurd: Ferhenga Etîmolojiya Kurdî
Emîr Hesenpûr: Kêşey zimanî fermîy kurdî -2-
Ferhengoka zimannasiyê
Kurterêbera rastnivîsînê

 

10 thoughts on “Kanîzar, hejmara 4

Leave a reply to CIHÊRENGIYA CIVAKÎ DI ZIMANÎ DE – Zimannas Cancel reply