Rêzimanîbûn – peydabûna teşeyên rêzimanî

Husein Muhammed

husein

Rêzimanîbûn (gramatîkalîzasyon, bi inglîzî grammaticalization) di zimannasiyê de navê wê diyardeyê ye ku tê de peyvên binaverok (navdêr û lêker) dibin pirtik yan peyvikên rêzimanî (wek daçek, pirtik, peyvikên demî yan pasîviyê…)

Bo nimûne, peyvika ”dê” wek nîşana dema bê di hevoka ”tu dê çi bikî” de bi eslê xwe ji lêkera ”divê” kurt bûye. ”Divê” bi xwe peyveke watedar û naverokdar e lê ”dê” ya di hevoka me de bi tenê bêwate û bênaverok e. Bi heman awayî peyva inglîzî ”will” berê maneya ”divê, dixwaze” dida lê niha wek peyvika çêkirina dema bê tê bikaranîn. Wek ”divê” ya kurdî – ku kurt bûye û pêşî li gor devokan bûye ”dê, vê, wê” û dawiyê bûye ”ê” jî (wek ”tu ê çi bikî) – wisa ”will” ya inglîzî jî di axiftinê de dibe ”’ll”: ”I will go” (Ez dê biçim) > ”I’ll go” (Ez ê biçim).

Lêkera ”bûn”ê xwedî naverok e: ew hebûnê, mewcûdiyê, peydatiyê, jiyanê, îmkanê û hwd. diyar dike. Ew û formên wê yên çemandî wek peyveke serbixwe li kar in. Bo nimûne, ”ew mamosta bû, ez kurd im”. Lê di heman demê de lêkera ”bûn”ê bûye rêzimanî jî û wek pirtikekê demî yan kesî li kar e:

  • ew çû-bû
  • ez hat-im

Pirtikbûn û kurtbûn

Di rêzimanîbûnê de peyv dikare serbixwe bimîne lê maneya û erkê wê biguhere yan jî peyva serbixwe dikare bibe pirtikek ku bi peyvên serbixwe ve tê girêdan. Hejmara ”yek” di peyvên ”rojname-yek, kitêb-ek” de bûye paşpirtikeke girêdayî. Li dawiya peyvên bi yek yan çend konsonantan bi dawî tên de, peyva ”yek” hem bûye pirtikeke girêdayî û hem jî kurt bûye:

kitêb + yek > kitêb-ek (ne *kitêb-yek)

Kurtbûn yek ji diyardeyên serekî yên rêzimanîbûnê ye: gava ku peyveke naverokdar dibe pirtikek yan peyvikeke rêzimanî, hingê bi awayekî giştî ew kurt dibe. Ev kurtbûn di nimûneyên me yên li jor de jî diyar e. Lê mirov dikare gelek nimûneyên din jî bide:

divê > dê > ê

yek > -ek

hin (hinek, hindek) > -in (wek ”hevalin baş” anku hin hevalên baş)

nêzîk > nik (alî, rex, li ba, li cem)

ev der / vê derê > vir

ew der / wê derê > wir

Di hin devokên kurmancî de ”-ek” hê jî kurttir bûye û tenê ”-k” maye yan jî ”e” bûye ”i” anku ”-ik”:

  • tiştik, kitêb-k-ê bide mi

Li cihê ”-ek” (kitêb-ek) ya kurmancî, di soraniya standard de paşpirtika ”-êk” heye (di hin devokan de wek kurmanciya standard ”-ek” e). Anku ”ye” ya peyva ”yek” bi hev ve heliye û bûye ”ê”, wek çawa ku ”yem” ya tirkî di kurmancî de bûye ”êm” (alif, xwarina ku didin sewalan). Di hin devokan de ”k” jî ketiye û tenê ”ê” maye.

  • roj + yek > roj-êk > rojê (rojek, rojekê)

Mirov dikare pirtika ”yek, -ek” (wek ”rojname-yek, kitêb-ek) ya kurdî bide ber hevwateya wê ya inglîzî ”an, a”.”An” ji peyva ”one” (yek) e, paşî formeke kurttir ”a” jî jê peyda bûye. Ew tên berî navdêrê. ”An” hingê tê bikaranîn gava ku navdêr bi dengekî vokalî dest pê dike û ”a” jî gava ku navdêr bi dengekî konsonantî dest pê dike:

  • an apple (sêv-ek)
  • a book (kitêb-ek)

 

Berfirehbûna maneyê

Hin caran hin peyv qet kurt nabin jî lê dîsa jî di bikaranîna xwe de bûne rêzimanî. Bo nimûne, peyva ”hatin” li gel awayên xwe yên çemandî / tewandî peyveke naverokdar û serbixwe ye. Maneya wê ”nêzîk bûn, gihiştin, ber bi cihekî nêzîktir ve livîn” e. Lê kerem bikin li van nimûneyan binêrin:

  • Xanî hat avakirin
  • Gund hat wêrankirin

Em baş dizanin ku xanî û gund nikarin bimeşin û ji cihekî biçin cihekî din. Lê dîsa jî em lêkera ”hatin” li gel wan bi kar tînin. Ev çawa dibe?

Li vê derê jî mesele rêzimanîbûn e: peyva ”hat” di herdu hevokên nimûne de bi rastî bi maneya ferhengî ya peyva ”hatin”ê anku ”nêzîk bûn, gihiştin, ber bi cihekî nêzîktir ve livîn” nehatiye bikaranîn. Ew bi wateya xwe ya rêzimanî anku wek nîşana pasîviyê hatiye xebitandin.

 

Rêzimanîbûna endamên leşî

Yek ji diyardeyên serekî yên rêzimanîbûnê di kurdî de berfirehbûna wateya hin endamên leşê mirovan e. Bo nimûne, peyvên wek ”ser, pişt, dest, rû” wek endamên leşê mirovan her yek maneya cihekî diyar û bisinor dide. Lê ew hemû bi maneyên berfirehtir jî tên bikaranîn:

  • biavêje ser maseyê / mêzeyê
  • here pişt xanî

Em dibînin ku maneya ”ser, pişt” ji ya orijînal hatiye berfirehkirin. Ew dihevokên nimûne de ne wek navdêr lê wek daçek (prepozisyon) hatine bikaranîn.

Ev berfirehbûna maneyê û wisa rêzimanîbûna van peyvan di kurdî de dê bo me diyar bibe heke em van peyvan li hin zimanên din wergerînin. Maneya bingehîn ya peyva ”ser” ya kurdî anku parçeya jorîn ya leşê mirovan bi inglîzî ”head”, bi erebî ”reis” û tirkî ”baş” e. Lê di hevoka me ya nimûne de anku di ”biavêje ser maseyê / mêzeyê” de peyva ”ser” nikare bi ”head / reis / baş” bê wergerandin lê bi inglîzî dibe ”on”, bi tirkî ”üstüne” û bi erebî ”fewqe”.

Bi heman awayî maneya bingehîn ya peyva ”pişt” anku beşa paşîn ya leşê mirovan bi inglîzî ”back”, bi tirkî ”sırt” û bi erebî ”ẓehr” e. Lê di hevoka ”here pişt xanî” de ”pişt” bi inglîzî dibe ”behind”, bi erebî ”werae” û bi tirkî ”arkasına”.

Bi heman awayî peyvên wek ”kêlek, tenişt, mil” û gelekên din rêzimanî bûne û êdî wek hoker yan daçek jî tên bikaranîn.

Di heman demê de endamên leşî maneya xwe ya serekî jî parastine û wek navdêr jî li kar in.

Wek din jî, ji bilî daçekên sade – bi, bo, de/da, di, ji, li, re/ra, ve/va – piraniya daçekên kurdî ji navdêran peyda bûne. Bo nimûne, daçeka ”(li) gel” ji peyva ”gel” peyda bûye ku maneya wê ya bingehîn ”kom” bû.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s