Rêzimaneke kurdî ji sala 1880

Ji Kovara Kanîzar, hejmara 3

Justi

Di dîroka zimannasiya kurdî de bi berdewamî behsa yekem rêzimana kurdî tê kirin ku kitêba qeşeyê îtalî Maurizio Garzoni ya bi navê Grammatica e vocabolario della lingua Kurda (Rêziman û ferhengoka zimanê kurdî) ye ku sala 1787 hatiye çapkirin. Piştî binavkirina wê, lêkolerên zimanê kurdî adeten xwe di ser 150 salan re çeng dikin û tên behsa rêzimannivîsîna Celadet Bedirxan di nav kurdan de û lêkolînên D. N. MacKenzie di nav vekolerên kurdî yên biyanî de dikin.

Ne tek lê yek ji kesên ku di vê lezûbezê de tên jibîrkirin zimannasê alman Ferdinand Justi ye ku li nîva duyem a sedsala 19ê bi berfirehî li ser kurdî nivîsiye. Wî berhemên xwe yên li ser kurdî bi fransî û almanî nivîsîne. Çar berhemên wî yên giring – ên ku  em jê haydar in – ev in:

  • Dictionnaire Kurde – Français (Ferhenga kurdî – fransî)
  • Les mots étrangers en Kurde (Peyvên biyanî di kurdî de – bi fransî)
  • Les noms d’animaux en Kurde (Navên heywanan di kurdî de – bi fransî)
  • Kurdische Grammatik (Rêzimana kurdî – bi almanî)

Hem di herdu nivîsarên xwe yên bi fransî û hem jî di kitêba xwe ya almanî de Ferdinand Justi dide xuyakirin ku ew hem şarezayekî bilind ê zimanê kurdî û hem jî yên zimanên lêzim û cîranên kurdî jî bûye.

Di vê kurtenasandinê de em dixwazin bi taybetî bala xwandevanan bikêşin ser kitêba wî ya bi almanî Kurdische Grammatik ku di sala 1880 de derketiye û zêdeyî 250 rûpelan dirêj e. Kitêb li gor gelek kitêbên rêzimana kurdî yên heta vê dawiyê jî biserketî ye. Ew behsa gelek tiştên giring û kûr di kurdî de dike ku heta niha jî di piraniya kitêbên rêzimana kurdî de (çi bi kurdî û çi jî bi zimanên din) nayên dîtin.

Justi kitêba xwe bi pêşgotineke dirêj dest pê dike ku behsa têkiliyên kurdî û xizm û cîranên wî dike. Paşî ew kitêba xwe dike du beşên berfireh: dengnasî (Lautlehre) û peyvsazînasî (Wortbildungslehre). Bi taybetî beşa dengnasiyê ya bi qasî 100 rûpelan dirêj giring e û heta niha jî yek ji berfirehtirîn vekolînên li ser dengnasiya kurdî ye.

Di kitêbê de ti zaravayên kurdî nehatine bijartin lê piraniya nimûneyan bi kurmancî ne. Hin caran çend nimûneyên bi soranî jî yan bi kurmanciya nêzîkî soranî jî di pirtûkê de tên dîtin. Peyv û nimûneyên kurdî li gor nivîsîna wê demê ya bi alfabeya erebî hatine nivîsîn û transkrîbeyî alfabeya latînî hatine kirin.

Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Ferdinand Justi bi kitêba xwe ya bi almanî Kurdische Grammatik (Rêzimana kurdî) pêşengê dengnasiya kurdî ye û herwiha bi nivîsara xwe ya bi fransî Les mots étrangers en Kurde (Peyvên biyanî di kurdî de) jî piyonerê etîmolojiya kurdî ye.

Kitêb dikare li vê derê were xwandin: https://archive.org/details/kurdischegramma00justgoog

 

Ji Kovara Kanîzar, hejmara 3

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s