Dengên Û-yê di kurdî de

Husein Muhammed

u2 

Wek U-ya dirêj

Dengê Û yek ji vokalên zimanê kurdî ye. Di piraniya devokên kurmancî û soranî de ew hevberî dengê [u] yê alfabeya dengnasî ya navneteweyî ye û dirêj e anku bi IPAyê wek [u:] tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-erebî de ew li nav û dawiya peyvê bi du ”waw”an (وو) tê nivîsîn. Di zimanê erebî û yê farisî de ew hevdenga ”waw”a (و) vokal e, wek di peyva ”qanûn / قانون” de. Di tirkî de ew bi herfa U tê nivîsîn lê Û-ya kurdî piçekê ji U ya tirkî dirêjtir e. Ne bi temamî be jî, Û di piraniya devokan de gelek nêzîkî dengê U-ya kurdî lê dirêjtir e.

Xusûsiyetên vî dengî wiha ne: ”girtî / bilind, paşkî, girovir”. Bilindî/girtîtî tê wê maneyê ku ziman nêzîkî banê devî ye, paşkîtî tê wateya wê ku ziman li paşiya devî ye û girovirî jî wê diyar dike ku ji herdu aliyên devî ve lêv li ser hev hatine şidandin lê li nîva devî lêv vekirî ne û li wê derê ber bi pêş ve hatine dehfdan.

Mirov dikare li vê derê guhê xwe bide wî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Close_back_rounded_vowel.ogg

Ev deng di piraniya devokên kurdî de, ne bi berfirehî be jî, li nava peyvê heye: ”bûk, cûn/cûtin, çûn, dûr, gûn, hesûn/sûn, kûp, Mûş, Nûh, pûç, sûr, şûr, tûr, zûr…”

Li dawiya peyvê Û bi taybetî di çend lêkerên çemandî de heye, wek: ”bû, cû, çû.” Herwiha di hin peyvên serbixwe de jî: ”mû, gû, rû, tû, zû…” Peyva ”dû” bi maneya ”li pey, li pişt” tenê di hin devokan de wisa ye, di yên din de wek ”dûv” e. Di soranî de ew maneya ”du” (2) ya kurmancî dide û di kurmancî de jî ew awayê nivîsîna hejmara ”2” hin caran tê dîtin.

Li destpêka peyvê Û kêm peyda dibe. Hin navên ji erebî yên wek Yûsif, Yûnis di nav gel de wek Ûsiv, Ûnis tên yan dihatin gotin. Di peyva ”ûr” de di nivîsînê de Û li destpêkê heye lê di rastiyê de di gotinê de li destpêka wê dengê ”eyn” heye. Peyva ”ûtî, ûte” ya ji tirkî wergirtî yek ji kêm peyvan e ku bi Û dest pê dike. Carinan navên hin welatan (Urdin, Ukrayna, Uganda) yan zimanekî (urdûyî) bi Û tên nivîsîn lê di rastiyê de U zêdetir li wan tê.

 

Wek Ü-ya dirêj

Lê di hemû devokan de dengê Û di peyvên wek nimûne li jor dayî de wek Û bi xusûsiyetên wê yên li jor nayê gotin. Ew zêdetir dengekî wek Ü-ya almanî û tirkî ye lê ji ya tirkî dirêjtir e. Di sîstema IPAyê de ew wek [y] tê nivîsîn û ji ber ku dirêj e, awayê diyarkirina wî ya deqîq dibe [y:].

Bo guhdarîkirina vî dengî, hûn dikarin vê lînkê vekin û kabika dengî bitikînin:
http://en.wikipedia.org/wiki/File:Close_front_rounded_vowel.ogg

Di alfabeya kurdî-latînî de ew li nava peyvê hin caran bi -wî- tê nivîsîn (bwîk = bûk) û di alfabeya kurdî-erebî de jî li gor heman rêbazê (بویک = بووک) tê diyarkirin lê em ê li jêrtir eşkere bikin ku çima ev awayê nivîsînê di rastiyê de ne biserketî ye û rastiya wî dengî diyar nake.

Cudahiya dengê Ü li gel Û ew e ku Û dengekî paşkî ye anku ziman li paşiya devî ye lê di derxistina Ü de ziman li pêşiya devî ye.

 

Berbelaviya Ü-yê

Ne piraniya kurdîaxivan lê hejmareke mezin li çendîn deverên cuda yên Kurdistanê û di nav qisekerên çar zaravayên cuda de Û-yê wek Ü-yê dibêjin.

Di kurmancî de ev awayê dengkirinê di hin devokên rojhilatî[1] de, bi taybetî li Behdînan lê herwiha li hin deverên Botan û Hekariyan jî heye: ”dür / dwîr, kür /kwîr, zü / zwî, mü / mwî” li cihê ”dûr, kûr, zû, mû” yên standard. Ev diyarde di devoka behdînî de wisa sîstematîk e ku ji bilî peyvên ”bûn, çûn, û”[2] û formên wan yên çemandî (çûbû, nebûn…) di hemû peyvên din de Û-ya kurmanciya giştî dibe Ü / -WÎ-. ”Çûn” di behdînî de jî wek kurmanciya giştî ”çûn” e, ”bûn” li hin deveran ”bûn” e (bo nimûne li Dihokê), li hinan ”bün/bwîn” e (bo nimûne li Barzan) û li hin cihan jî ”bîn” e (bo nimûne li Zaxoyê). Lê li hin deveran jî – bi taybetî li Dihokê – Ü / -WÎ- hê jî guheriye û bûye Î: ”bîk, dîr, zî” (bûk, dûr, zû).

Lê guherîna Û-yê bi Ü-yê bi ti awayî ne tenê bi Behdînan ve sinordar e. Di hin devokên kurmanciya rojavayî de jî (bi taybetî li Efrînê û Çiyayê Kurmênc) dîsa Û dibe Ü.

Heman diyarde di soraniya erdelanî de (li Sineyê û derdorên wê berbelav e. Dîsa eynî fenomen di kurdiya başûrî de jî anku di devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî û hwd.[3] de jî heye. Di wan de jî bi awayekî teqrîben sîstematîk li cihê Û ya kurmancî Ü heye: ”dür / dwîr, rün / rwîn, mü / mwî”. Wek li hin deverên Behdînan, di gelek devokên başûrî de jî – bo nimûne li Xaneqînê – Ü / -WÎ- hê jî guheriye û bûye Î: ”bîk, dîr, zî” (bûk, dûr, zû). Di heman demê de hevberî O ya kurmancî di kurdiya başûrî de bi awayekî nêzîkî sîstematîkî dengê Û [u:] heye: ”rûj = roj”.

Heman diyardeya guherîna Û bi Ü/ -WÎ- di devokên şahzênî û şêxbizinî[4] de heye. Dîsa di wan devokan de jî carinan Û tenê bi Ü nemaye, heta bûye Î jî.

Di lekî de jî dengê li cihê dengê Û yê kurmanciya giştî bi amî dengê Ü heye.

Dîsa heman fenomena guherîna Û bi Ü di hin devokên zazakî de jî heye. Bi taybetî li Dêrsimê Û dibe Ü / -WÎ-: ”dürî” (dûrî), ”jü” (yek)[5].

Lê di ti devokên soranî de pê nehesiyame ku Û bibe Ü.

Tiştê balkêş ew e ku Ü ne li devereke hevgirtî lê li çend deverên ji hev veqetiyayî li kar e: li rojavaya devera kurdîaxiv (şahzênî / şêxbizinî, zazakiya dêrsimî, hin devokên kurmanciya rojavayî) heye lê paşî devereke berfireh ya kurmanciya navendî di navberê de heye ku Ü lê peyda nabe. Paşî di kurmanciya rojhilatî de (bi taybetî li Behdînan) dîsa dertê lê dîsa hinda dibe û di navberê de hemû devera soranîaxiv jê bêpar e heta ku mirov digihe kurdiya başûrî û li wê derê dîsa di gelek devokan de berçav e.

 

Gelo Ü ji tesîra tirkî ye?

Li Rojhilata Navîn Ü dengekî nadir e. Ew ne di piraniya devokên kurdî de, ne di farisî û zimanên din yên îranî de, ne di ermenî de, ne di gurcî de û ne jî di zimanên samî (aramî, erebî, îbrî) yên cîran de heye. Lê Ü di hemû zimanên tirkîkî (tirkî, azerî, tirkmenî) yên cîranên kurdî de peyda dibe. Ev jî dike mirov bawer bike ku guherîna Û bi Ü ji tesîra tirkî be.

Lê dema ku mirov li devokên kurdî yên ku Û dikin Ü dinêre, bersiva pirsê ne wisa hêsan e. Mirov dikare fehm bike ku di devokên şahzênî û şêxbizinî yên li navenda Tirkiyê ketibin bin tesîra dengnasiya tirkî. Mirov dikare heman tiştî bo devokên zazakî û yên kurmanciya rojavayî, yên ku yên ku Û dikin Ü, eynî tiştî bibêje anku ew dikare ji tesîra tirkî be.

Lê zehmet e ku mirov bo devokên kurmanciya rojhilatî (xaseten behdînî) û bi taybetî jî devokên kurdiya başûrî meseleyê bi heman awayî fehm bikin. Tesîra zimanên tirkîkî ji çar aliyan ve li ser kurdî heye: ji rojava û bakur ve tesîra zimanê tirkî, ji bakur-rojhilat ve tesîra azerî û ji rojavayê ve (Kerkûk, Hewlêr, Mûsil) tesîra tirkmenî. Lê dîsa jî kurdiya başûrî – ku tê de guherandina Û bi Ü ji hemû zaravayên din berbelavtir e – ji hemû zaravayên din zêdetir dûrî zimanên tirkî ye û kêmtir di bin tesîra wan de ye. Dîsa devera Behdînan jî – ku Û bi sîstematîkî dike Ü / -WÎ- – ji devokên din yên kurmancî û herwiha ji piraniya devokên soranî jî zêdetir dûrî zimanên tirkîkî ye.[6]

Naxwazim bibêjin ku Ü illeh ne ji tesîra tirkî ye. Lê Ü di kurdî de ne ji ber asîmîlebûna di nav tirkan de yan tirkbûnê ye. Di rastiyê de Ü pirtir li derveyî Tirkiyê û bi piranî di devokên wisa de li kar e ku qisekerên wan qet tirkî nizanin. Loma nabe ku mirov tesîra tirkî bike hêcet û behane û wisa guh nede Ü-yê. Ew jî dengek e ku hejmareke mezin ya kurdan bi kar tînin.

 

Em çawa binivîsin?

Wek prensîp ti astengî nînin ku mirov herfa Ü li alfabeya kurdî zêde bike û pê binivîse. Bi alfabeya kurdî-erebî jî mirov dikare hevberî wê bo nimûne ۊ (”waw” bi xetek li ser) binivîse.

Heta niha Ü ew di hin berhem û mijarên bi yan li ser devokên kurdiya başûrî de û herwiha ji aliyê hin zazakînivîsan ve û çend bikarînerên devokên şahzênî/şêxbizinî ve hatiye bikaranîn. Di nivîsîna bi devokên kurmanciya rojhilatî de (bi taybetî behdînî) cotherfa ”-wî-” (-وی-) hatiye tercîhkirin, wek ”bwîk, dwîr, mwî” (li cihê ”bûk, dûr, mû”) lê hin caran jî ji ber serdestiya devoka Dihokê di nivîsîna kurmanciya rojhilatî ya bi alfabeya kurdî-erebî de Î li cihê wê tê nivîsîn: ”bîk, dîr, mî”. Lê vê dawiyê, hem ji ber tesîra kurmanciya navendî û hem jî soranî û bi armanca xwenêzîkkirina devok û zaravayên din, li Behdînan jî Û (وو) hevberî Ü/WÎ/Î zêdetir dibe.

Lê ji ber ku guherîna Û bi Ü/-WÎ- hema-hema sîstematîk e, çêtir e ku her kes wê bi Û binivîse lê li gor devoka xwe dikare wek ”uu”, ”üü”, ”-wî-” yan ”-î-” bixwîne. Di ferheng û kitêbên dengnasiyê de helbet mirov dikare diyar bike ka ew deng li gor devokên cuda çawa ji hev cuda tê bilêvkirin.

Divê mirov qebûl bike ku Û di kurdî de li gor devokan herfeke pirrdeng (polîfon) e û ji xwe di rastiyê de jî wisa ye.  Ev rê dide me ku em hemû eynî herfê binivîsin anku peyvên me wek hev bên nivîsîn û em ji nivîsîna hev fehm bikin lê em dikarin her yek wê li gor devoka xwe bixwînin. Ev pirrdengî ne tiştekî xerîb û nenas e lê di gelek zimanan de tê bikaranîn – di xwandina Qur’anê de jî pirrdengî mimkin e.

______________________

TÊBÎNÎ

[1] Bo parvekirina devokên kurmancî li gor rêzimana wan li ser sê beşên mezin (rojhilatî, navendî, rojavayî) binêre: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/parvekirina-devoken-kurmanci/

[2] Herwiha ”hemû, şûr, tûj” jî di devokên rojhilatî de bi awayê ”hemî, şîr, tîj” in lê ji xwe li gelek deverên din jî yên kurmancî ew wisan in.

[3] Mebest ji ”kurdiya başûrî” ne kurdiya Başûrê Kurdistanê ye lê kurdiya deverên başûrî yên hem Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê ne. Ew devok li Başûrê Kurdistanê li bajarên wek Xaneqîn û Mendilî, li Rojhilata Kurdistanê jî li wilayetên Kirmaşan û Îlamê tên peyivîn. Yek ji xusûsiyetên wan devokan ew e ku qet ergatîv tê de nîne. Lekî ji wan nayê hesibandin û di lekî de jî ergatîv heye.

[4] Ev devok jî aîdî kurdiya başûrî ne lê qisekerên wan demekê ji Rojhilata Kurdistanê bar kiriye, paşî hinekê li Başûrê Kurdistanê mane û 150 – 200 sal e ku li navenda Tirkiyê, li wilayetên wek wek Enqere, Qonye, Aksaray, bi cih bûne.

[5] Li deverên din yên zazakî ”jew, yew”. ”Jü” tarîxiyen wiha peyda bûye: ”yew > jew > jû > jü”. Bo guherîna Y bi C, bide ber ”cejn” ku bi avestayî ”yesne-” û farisiya kevn û sanskrîtî ”yeşne-” bû yan ”cihû” ji ”yehûd(î)”.

[6] Têkiliya navbera soranî û zimanên tirkî bi taybetî bi rêya Kerkûk û Hewlêrê ye ku hejmareke mezin ya tirkmenan li wan bajaran dijîn. Dîsa li Rojhilata Kurdistanê jî azerî û soranî ne zêde dûrî hev in tevî ku azerî zêdetir li deverên kurmancîaxiv yên Rojhilata Kurdistanê hene.

3 thoughts on “Dengên Û-yê di kurdî de

    • Silav Rizo, hem “xasten, xusûsiyet” û hem jî “taybet, taybetî” ji erebî ne (ji “teyyib = başî, qencî, jêhatî).

      Herduyan jî bi kar tînim daku heman peyv di nivîsê de zêde dubare nebe.

      Like

Leave a comment