CUDAHIYÊN DENGNASÎ DI NAVBERA KURDÎ Û TIRKΠDE

Husein Muhammed

kurdi-tirki

Ev vekolîn dê hewl bide cudahiyên giring yên dengnasî yên di navbera kurdî (kurmancî) û tirkî de destnîşan bike. Ev vekolîn jî beşek ji berhevdana dengnasiya kurmancî û lehce û zimanên cîran e. Berî niha di nivîseke din de cudahiyên dengnasî yên kurmancî û farisî hatine miqayesekirin û di nivîsekê de jî cudahiyên kurmancî li gel zaravayên din yên serekî yên kurdî hatine rêzkirin.

Ferqa tirkî li gel farisî yan lehceyên kurdî ew e kurmancî, lehceyên din yên kurdî û farisî hemû ji eynî malbatê ne lê tirkî û kurdî ne ji heman binemalê ne. Loma di berhevdana kurmancî û lehceyên yên kurdî de yan jî di navbera kurmancî û farisî de mirov dikare ne tenê bibêje ka çi cudahî niha hene lê dikare bibêje ka ew cudahî çawa peyda bûne. Hejmareke pir mezin ya peyvên hevreh (ji eynî rehî) yên xwemalî di kurdî û farisî de hene, mirov dikare wan bide ber hev û bibêje filan deng di kurdî de hevberî bêvan dengî di farisî de ye.

Ji ber ku kurdî û tirkî ne ji eynî binemala zimanî ne, peyvên wan yên hevpar (ji bilî çend libên bi tesadifî wek hev) nikarin di herdu zimanan de xwemalî bin, bi zerûrî di yekê ji wan de – gelek caran di herduyan de – peyvên bi eslê xwe biyanî ne.

Loma berhevdana dengnasiya kurdî û tirkî dê bi zerûrî ji berhevdana kurdî û farisî yan jî berhevdana lehceyên kurdî cuda be. Lê dîsa jî berhevdana dengnasiya kurdî û tirkî jî mimkin û biber e jî. Mirov dikare:

  • deng û dengrêziyên di wan de bi giştî mimkin bide ber hev
  • guherîna peyvên bi eslê xwe biyanî di wan de bide ber hev

ALFABE

Mirov dikare alfabeya kurdî û tirkî bi tabloyeke wiha bide ber hev. Bi vê tabloyê em tenê herfên herdu zimanan didin ber hev, ne dengên wan. Bo nimûne, herfa “i” di kurdî û tirkî de wek hev e lê di wan zimanan de dengên wê herfê ne eynî ne. Li jêrtir em ê paşî cudahiya dengan jî bidin.

 

kurdî tirkî
a a[1]
b b
c c
ç ç
d d
e e
ê
f f
g g
ğ
h h
ı
i i
î [2]
j j
k k
l l
m m
n n
o o
ö
p p
q
r r
s s
ş ş
t t
u u
û [3]
ü
v v
w
x
y y
z z

 

 

DENGÊN WEK HEV DI KURDÎ Û TIRKÎ DE

Ev herf di kurdî û tirkî de bi temamî hevdeng anku herdem heman deng ji wan derdikeve:

B, C, D, E, F, G, J, L, M, N, Ş, V, Y.

Eger em hejmara herfên wek hev (25) û dengên wek hev (13) bidin ber hev, em ê bibînin ku rêjeya anku nisbeta dengên tam û herdem wek hev tenê nêzîkî 50 % e.

Niha em ê lê binêrin ka çi cudahî di navbera herfên wek hev de heye.

 

CUDAHIYÊN VOKALÊN KURDÎ Û TIRKÎ

Mirov dikare herfên vokal di kurdî û tirkî de wiha bide ber hev:

kurdî a e ê i î o u û
tirkî a e ı i o ö u ü

 

Di her yekê ji wan de sê herfên vokal hene ku di zimanê din de peyda nabin: kurdî “ê, î, û”, tirkî “ı, ö, ü”. Di herdu zimanan de pênc herfên vokal yên hevpar hene: a, e, i, o, u.

Lê tevî vê wekheviya mezin di herfên vokal de jî, sîstema dengên vokalîk yên kurdî û tirkî pir ji hev cuda ye. Cudahiya berçav helbet ew e ku hin dengên vokalîk di kurdî de hene ku di tirkî de peyda nabin û hin jî di tirkî de hene ku di kurdî de peyda nabin.

  • Ö, Ü di tirkî de hem bi herf û hem jî bi deng hene ku di kurmanciya giştî de peyda nabin[4]
  • Ê-ya kurdî ne wek herf û di tirkiya standard de ne wek deng jî nayê bikaranîn
  • Herfa kurdï “i” û ya tirkî “i” ne hevdeng in. Ya tirkî hevdenga Î ya kurdî ye lê kurttir e.
  • Herfa kurdî “i” û ya tirkî “ı” ne hevdeng in[5]
  • Herfa U di kurdî û tirkî de ne hevdeng e, di tirkî de ew zêdetir hevdenga Û ya kurdî ye, xaseten di peyvên ji erebî wergirtî de.

Cudahiyeke din ya serekî ew e ku di kurdî de hin vokal dirêj in (a, ê, î, o, û) û hin jî kurt in (e, i, u) lê di tirkî de di peyvên xwemalî de hemû vokal kurt in.

Cudahiyeke din ya serekî ew e ku di kurdî de wek prensîp her vokal dikare li gel her vokala din di eynî peyvê de peyda bibe. Di tirkî de sîstemek heye ku di zimannasiyê de bi navê “harmoniya vokalan” yan “ahenga vokalan” (bi inglîzî vowel harmony) tê nasîn. Li gor wê, vokalên pêşîn (di tirkî de “e, i, ö, ü”) dikarin wek prensîp tenê li gel vokalên din yên pêşîn di heman peyva xwerû de peyda bibin û vokalên paşîn (di tirkî de “a, ı, o, u”) jî tenê dikarin li gel vokalên din yên paşîn di heman peyva xwerû de cih bigire. Loma bo nimûne peyvên wek “beran, erzan, guherandin” di tirkî de wek prensîp ne mimkin in ji ber ku di wan de di heman demê de di eynî peyva xwerû de vokalên pêşîn (e) û vokalên paşîn (a, u) hene.[6]

 

CUDAHIYÊN KONSONANTÊN KURDÎ Û TIRKÎ

Hin ji van herfan di kurdî de hene û di tirkî de tine ne yan jî di tirkî de hene lê di kurdî de peyda nabin.

 

kurdî q w x
tirkî ğ

 

Lê cudahiya dengên konsonantîk di navbera kurmancî û tirkî de ne tenê ev in.

Ev konsonant wek herf di tirkî û kurdî de hene lê bi dengên xwe ne herdem tam wek hev in: Ç, H, K, L, P, Q, R, S, T, Z.[7]

 

Pifdarî û bêpifî (“reqî” û “nermî”)

Dengên Ç, K, P û T di tirkî de li destpêka peyvan herdem bipif anku “req” in (bi inglîzî aspirated), wek di peyvên kurdî “çar, kar, perde, têr” de. Li nav û dawiya peyvan ew di tirkî de bêpif anku nerm in yan jî bi kêmî nermtir in. Di tirkî de formên bipif û bêpif yên van herfan ne fonemên ji hev cuda ne anku ne dengên ji hev serbixwe û wateguhor in. Mirov di tirkî de wan bipif yan jî bêpif bibêje, maneya peyvê naguhere.

Di kurmancî û zazakî de (lê ne di soranî û kurdiya başûrî de) ev deng dikarin li destpêka peyvan jî bipif anku “req” bin, wek di peyvên “çar, kar, perde, têr” de yan jî bêpif anku nerm bin, wek “çav, kirin, pîvaz, te/tu”. Li nav û dawiya peyvên xwerû di kurdî de (wek di tirkî de jî) ev deng bi piranî bêpif anku nerm in, wek “biçûk, şekir, rep, dîtin”. Lê carinan li nav û dawiya peyvên xwerû jî kêm caran deng dikarin bipif anku req bin, bo nimûne “met, xalet / xaltî, rapor…”

Bi kêmî li destpêka peyvan, ev herdu varyantên bipif/bêpif (req/nerm) di kurmancî de fonem in anku dengên serbixwe û wateguhor in. Bo nimûne, “par” bi P-ya bêpif anku nerm maneya “sala borî, sala berî îsal” dide lê “par” bi P-ya bipif anku req wateya “beş, pişk, behr” dide.

Li aliyekî din, di tirkî de K berî vokalên paşîn (di tirkî de “a, ı, o, u”) ji K-ya kurdî paştir di devî de derdikeve û zêdetir nêzîkî Q ya kurdî ye. Loma gava ku kurd ji tirkî yan bi rêya tirkî peyvên bi K berî “a, o” werdigirin, hingê wan bi Q dibêjin, bo nimûne “qamera, Amerîqa, qomîte” (li cihê “kamera, Amerîka, komîte”).

 

Qelewî û ziravî

Ji bilî pifdarî û bêpifiyê, dengên P û T (lê ne K û  Ç) di kurdî de herwiha bi qelewiya xwe û ziraviya xwe ji hev tên cudakirin. Bo nimûne, T di peyva “te/tu” de zirav e lê di peyva ”teng” de qelew e. P jî di peyva “pênc” de zirav e lê di bêjeya “pez” de qelew e.

“Dubendiya” navbera dengên qelew û zirav jî ya di kurdî de heyî, K û P-yên kurdî ji yên tirkî cuda dike.

Hem di kurdî û hem jî di tirkî de dengên S û Z dikarin zirav bin û hem jî qelew bin. Di tirkî de S û Z berî vokalên pêşîn (di tirkî de “e, i, ö, ü”) herdem zirav in û berî vokalên paşîn (di tirkî de “a, ı, o, u”) jî herdem qelew e. Cudahiya S û Z di kurdî de ew e ku di kurdî de qelewîtî yan ziravîtî ne illeh bi vokala piştî xwe ve girêdayî ye. Bo nimûne, vokala piştî S di peyva “ser” de jî û di peyva “sed” de jî eynî E ye, lê di peyva yekem de S zirav e û di ya duyem de jî qelew e.

 

H

Dengê H di kurdî û tirkî de bi piranî wek hev in. Hem di kurdî de bi piranî û hem jî di tirkî de herdem H wek di peyva “heval” de tê gotin. Lê di kurdî de carinan wek di navê Hesen de li kar e, bi piranî di peyvên ji erebî wergirtî de, wek “Ehmeq, ehmeq, heram, helal, ruh…” Lê carinan di peyvên xwemalî de jî ev heman deng peyda dibe, bo nimûne “heft, tehl, pehn”. Di tirkî de ev dengê duyem yê H peyda nabe.

 

Lerz û bêlerzî[8]

Mebest ji dengên “bilerz” ew deng in ku di dema derketina wan de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin. Di derketina dengên bêlerz de perdeyên dengî nalerizin.

Lerz û bêlerzî hem di kurdî û hem jî di tirkî de pir giring in. Di herdu zimanan de her dengê bilerz hevbera xwe ya bêlerz jî heye:

bêlerz p t k s ş f ç x
bilerz b d g z j v c q

 

Ji van X/Q tenê di kurdî de peyda dibin, wek din herdu deste di herdu zimanan de hene. Di kurdî de hem dengên bilerz û hem jî yên bêlerz wek prensîp dikarin li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibin û li her derê ev deng fonem in anku guherandina wan bi hev dikare maneya peyvê biguherîne.

Di tirkî de adeten tenê varyantên bêlerz dikarin li dawiya peyvê peyda bibin. Loma peyvên ji zimanên din wergirtî yên dengên bilerz li dawiya wan, di tirkî de bi dengên bêlerz diguherin. Bo nimûne:

deng peyv bi zimanê jêder (zimanê jêder) kurdî tirkî
b/p kitab (ji erebî) kitêb kitap
d/t ḥudûd (ji erebî) hudûd hudut
g/k reng (ji îranî) reng renk
v/f active (ji zimanekî ewropî) aktîv aktîf

 

Ev qeyd û benda tirkî li ber hilweşînê ye û hem di gelek peyvên wergirtî de û hem jî heta di hin peyvên xwemalî de jî dengekî bilerz peyda dibe:

  • ”saz” bi Z-ya bilerz li dawiyê ji farisî
  • ”ad” (nav) bi D-ya bilerz li dawiyê wek peyveke xwemalî û nîşana dijberiya D/T di peyva xwemalî ”at” (hesp) de
  • ”ev” (bi maneya ”mal, xanî”) ya tirkiya xwemalî bi V li dawiyê ye tevî ku ti hevberên wê yên wek ”ef” nînin jî

Lê dîsa jî ev şertê bêlerziya dawiyê di tirkî de dîsa jî pir giring e û ji aliyê dengnasî ve bi tundî di vê meselê de ji kurdî cuda ye.

Mirov gelek caran formên wek ”aktîf, standart” anku bi dengên bêlerz F û T di nivîsên kurdî de jî dibîne. Lê guherandina V û D yên eslî (active, standard) di van peyvan de bi F û T tenê ji ber tehemilnekirina dengên bilerz V û D di tirkî de li dawiya peyvan e û kurdî ne hewcedar e ku V û D-ya van peyvan bi F û T biguherîne. Anku ya baş em wiha binivîsin: aktîv, standard.

Cudahiyeke din ya giring di kurdî û tirkî de di warê lerzê de ew e ku di kurdî de dengê paştir dengê pêştir diguherîne, di tirkî de dengê pêştir yê paştir diguherîne. Bo nimûne:

  • kurdî:
    • ne-kuj-e (J) + T > ne-kuşt (T) anku J-ya bilerz ji ber T-ya bêlerz ya paştir diguhere û dibe Ş-ya bêlerz
    • heft + deh > hevdeh, hevde (di prosesê de T dikeve û F-ya bêlerz ya peyva “heft” ji ber D-ya bilerz ya peyva ”deh” dibe V-ya bilerz anku dengê paştir (D-ya ”deh”ê) dengê pêştir (F-ya ”heft”ê) diguherîne
  • tirkî:
    • oda (ode, mezel, jûr) + da (li, di … de/ve) > odada (di odeyê ve): ti tişt naguhere
    • kitap (kitêb) + da (di … de) à kitapta (di kitêbê de): P-ya bêlerz ya “kitap”ê D-ya bilerz ya ”da” dike T-ya bêlerz anku dengê pêştir yê paştir diguherîne

 

 

Komên konsonantî[9]

Di kurdî de hem li destpêka kîteyan û hem jî bi taybetî li dawiya kîteya du (kêm caran sê) konsonant dikarin bi hev re bêyî vokalên navber peyda bibin. Bo nimûne:

  • li destpêka kîteyê: standin, spî, şkeft, stran…
  • li dawiya kîteyê: dest, çend, bext, reng…

Di peyvên xwemalî yên tirkî de komkonsonant qet li destpêka peyvê peyda nabin. Li dawiya kîteyê jî di peyvên xwemalî de di tirkî de komkonsonant pir kêm in lê bi marjînalî peyda dibin, wek “alt / üst” (jêr / jor).

Di peyvên biyanî de tirkî ji mêj ve komkonsonantan li dawiya kîteyan qebûl dike, bo nimûne “renk” ji îranî “reng”. Li destpêka kîteyê di peyvên berê wergirtî de tirkî komkonsonantan napejirîne, loma “station” û “statistique” yên ji fransî di tirkî de bûne “istasyon” û “istatistik”. Lê di peyvên nûtir wergirtî de êdî komkonsonant li destpêka kîteyan jî di tirkî de tê tehemilkirin, loma bo nimûne “studyo” û “standart”, ne “*istudyo, *istandart”.

Di kurdî de ji xwe komkonsonant li destpêk û dawiya konsonantan di peyvên xwemalî de jî hene loma kurmancî dikare li gor dengnasiya xwe jî peyvên wek “stasyon, statîstîk” bipejirîne. Lê ji ber ku piraniya peyvên ji ewropî bi rêya tirkî dikevin kurmancî, mirov carinan formên wek “îstasyon, îstatîstîk” yên li ber tesîra tirkî jî di nivîsên kurdî de dibîne. Lê kurdî ne hewceyî zêdekirina ti vokalan li destpêka van peyvan e û ji xwe di wergirtinên nû de tirkî jî êdî vokalan li destpêka wan zêde nake.

Lê wergirtina peyvên ewropî bergeha komkonsonantan ne tenê di tirkî de vedike lê di kurdî de jî berfireh dike. Bo nimûne, komkonsonantên BL, BR, FL, FR, KL, KR, PS, KST… di peyvên xwemalî de di turkî de li destpêka kîteyan peyda nabin lê bi van peyvên ji zimanên ewropî ew jî êdî ketine kurdî û wisa meydana komkonsonantên me berfireh kiriye: blok, Brîtanya, flora, Fransa, klasîk, krîz, psîkolojî, tekst

 

_________________

TÊBÎNÎ

[1] Di hin peyvan de di tirkî de carinan varyanta  â jî tê bikaranîn lê ew ne herfeke ji alfabeya bingehîn ya tirkî ye.

[2] Di hin peyvên tirkî de jî herfa Î tê bikaranîn lê ew ne herfeke ji alfabeya bingehîn ya tirkî ye.

[3] Di hin peyvên tirkî de jî herfa Û tê bikaranîn lê ew ne herfeke ji alfabeya bingehîn ya tirkî ye.

[4] Di hin devokên kurdî de Û wek Ü-ya tirkî lê dirêjtir tê gotin û di hin devokan de O-ya kurmanciya giştî jî wek Ö-ya tirkî lê dirêjtir tê gotin.

[5] Bo sehkirina cudahiya wan, mirov dikare peyva kurdî ”kirin” û peyva tirkî ”kırın” (bişkînin) bide ber hev.

[6] Ev prensîp di tirkî de jî ne bê awarte û istisna ye. Bo nimûne, di peyva ”anne” (dayik) de vokaleke paşîn (a) û yeke pêşîn (e) heye. Lê dîsa jî ev qeyd û bend di tirkî de pir giring û serdest e.

[7] Bo pirdengiyê di alfabeya kurdî de, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/30/hevdengi-u-pirdengi-di-nivisina-kurdi-de/

[8] Berfirehtir li ser tesîra lerzê li ser guherîna dengan di kurdî de, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/01/08/tesira-lerze-li-ser-guherina-dengan/

[9] Bo komên konsonantî di kurdî de, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/31/komen-konsonanti-di-kurdi-de/

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s