Dengê S – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

S

Di dengnasiya kurdî de S / s nîşana dengê ”pidûyî-xişok-vizok yê bêlerz” e. Mebest ji ”pidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Mebest ji ”xişok-vizok” ew e ku pêşî deng bi temamî tê sekinandin û paşî hêdîka tê vekirin û lom xişînek ji hewayê dengî derdikeve. Mexsed ji ”bêlerz” ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî di gewriyê de nalerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de û di zimanên din jî yên erebînivîs de bi herfa س tê nivîsîn. Di alfabeya krîlî de ev deng bi herfên С (gir) с (hûr) ku dişibin C / c yên kurdî ku di gelek zimanên rojavayî de jî bi taybetî li berî vokalên ”e, i” dengê S didin. Li aliyekî din, S di hin zimanan de gelek caran dengê Z dide.

Li gor alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) jî ev deng bi herfa [s] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_alveolar_sibilant.ogg

 

Peydabûna S di peyvan de

Niha di kurdî de dengê S dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:

  • destpêk: sal, sed, sîr, sor…
  • nav: hesp, asin/hesin, dest, bîst, hasil…
  • dawî: kes, werîs, sîs, behs…

Li gor lêkolînên me, rêjeya herfa S di nivîsên de 1,6 % e.[1] Ev tê wê maneyê ku 11 herfên din ji wê kêmtir û 19 jî jê mişetir peyda dibin. Herfa S di ti peyvên herî zêde bikarînayî de anku di cînavên yan daçekên xwerû de yan jî di paşpirtikên kesî yên lêkeran de ne li kar e. Loma ti tiştekî wisa rêjeya wê zêde nake. Ji ber hindê mirov dikare bibêje ku S bi awayekî asayî di gelek peyvan de li destpêkê, navê û dawiyê de heye.

Yek ji taybetiyên serekî yên dengrêziya (fonotaksiya) dengê S ew e ku ew dikare li destpêka peyvê jî li gel du-sê konsonantan bi hev re peyda bibe:

  • stêr, standin, spî, stran…

Gava ku S li nava peyvê peyda dibe, bi piranî T li pey wê tê:

  • dest, bîst, hestî, mist, zivistan, lîstin…

 

Herfek û du deng

Di kurmancî de herfa S bi du dengên hinekî ji hev cuda realîze dibe.

Yek S-ya sade ye ku hevdenga ”sîn”a (س) ya erebî ye. Ew bo nimûne di van peyvan de tê  dîtin:

  • ser, sê, sîr, sûr…

Ya din S-ya qelew e ku hevdenga ”sad”a (ص) erebî ye. Ew bo nimûne di van peyvan de heye:

  • sed, sibê, silav, sebir…

Di peyvên xwemalî de S-ya qelew  berî vokalên paşîn ”a, o” lê ”u, û” peyda dibe. S-ya zirav jî li adeten berî vokalên pêşîn ”î, e, ê” û herwiha vokalên paşîn ”u, û” dê bihîstin:

  • S-ya qelew: sar, sor
  • S-ya zirav: ser, sêv, sîr, surehî, sûr

Heman têkiliya pêşîtî û paşîtiya vokalan di zimanên din de jî tesîrê li ziravî yan qelewiya dengê S dike.

Di kurmancî de li berî ”i” dengê S carinan qelew û carinan jî zirav e:

  • S-ya zirav: sivore/sivorî/simore/sihorî
  • S-ya qelew: sivande, sivde

Lê di kurmancî de S-ya qelew carinan berî vokala ”e” (ku vokaleke) pêşîn jî peyda dibe:

  • sed, se/seg

Ji bilî peyvên ji erebî, di peyvên esil-biyanî de bi piranî qelewî û ziraviya S li gor van qeyd û bendên li jor diyar dibe:

  • salon (ji frensî yan inglîzî, di kurmancî de bi S-ya qelew ji ber ku A li pey S heye)
  • soz (ji tirkî, di kurmancî de bi S-ya qelew ji ber ku li pey S dengê O heye)[2]

Di peyvên esil-erebî de S guh nade van qeyda vokalan. Di erebî de S-ya zirav û ya qelew bi zelalî du serbixwe ne anku du fonem in, ne alofon in: guherandina wan bi hev di erebî de dikare maneya peyvê biguherîne.

Di kurdî de S-ya qelew û ya zirav tenê alofon in: nayê zanîn ku du peyv hebin ku tê de guherandina S-yekê bi S-ya din bikare wateya peyvê biguherîne.

Lê realîzebûna S wek dengekî zirav yan jî wek dengekî qelew di kurmancî û zazakî de diyardeyeke nepayî ye: ti qeydên hemûgir (komprehensîv) nînin ku mirov li gor wan sebebê ziraviya yan qelewiya S-yê diyar bike. Heta hin caran S-ya berî A jî zirav e, bo nimûne di peyva ”sax” de (ji tirkî ”sağ” ku bi S-ya qelew e) ku di devê gelek kurdan de bi S-ya zirav û X-ya wek peyva ”xwarin” e, lê di devê hin kesên din de bi S-ya qelew û X-ya (ğ-ya) wek ”xezal” de ye.

Di peyvên ji erebî wergirtî de S-ya qelew Ṣ (ص) dikare wek xwe bimîne, bo nimûne:

  • ”șibe, șebir, șebî”

Lê hin caran ew dibe S-ya zirav, wek ”siḧet”. Hin caran jî heta S-ya zirav ya erebî (س) di kurdî de dibe Ṣ, wek ”șiłav, șiłametî”.  Sebebê vê ew e ku L-ya qelew S-yê jî qelew dike lê ya ecêb ew e ku L jî di van peyvan de di erebî de ne qelew e lê di kurdî de qelew bûye. Sebebê qelewbûna wê vokala A ye ya paşkî ye ku L-ya berî xwe jî jî paşve dibe û qelew dike.

Lê bi piranî S-ya zirav di peyvên erebî de ziraviya xwe diparêze, heta li berî A jî ku adeten di peyvên kurdî yên xwemalî de A dengê S yê berî xwe qelew dike. Bo nimûne, ”Salim” bi S-ya zirav (ne *Ṣalim bi S-ya qelew) ji ber ku di erebî de jî bi S-ya zirav e lê ”Ṣabir” (bi S-ya qelew) ji ber ku di erebî de jî bi Ṣ ye.

 

Peydabûna S ji K

Dengê S bi yek yan çend varyantên xwe di piraniya zimanên dinyayê de heye. Ew di kurdî û hemû cîranên kurdî de jî (erebî, farisî, tirkî, aramî, azerî, ermenî…) de peyda dibe. Dengê S di maka zimanên hindûewropî de anku di proto-hindûewropî de jî hebû. Loma bo nimûne peyva ”stêr” di gelek zimanên hindûewropî de bi S heye:

kurmancî stêr (stêrk, histêrk, istêrk)
farisî sitarê
avestayî stêr-
sanskrîtî star-
yûnaniya kevn astron
latînî stella
inglîzî star

 

Wek ku tê dîtin, S-ya vê peyvê hatiye parastin. Lê di rastiyê de S di peyvên kurdî de tenê berî konsonantan hatiye parastin. Di peyvên ji proto-hindûewropî hatî de, S-ya ku vokalek li pey tê, bi eslê xwe ne ji dengê S ye lê bi piranî ji dengê K yê proto-hindûewropî ye. Ev guherîn ne tenê di kurdî de lê di hemû zimanên îranî de û herwiha di zimanên aryayî (hindistanî) û di zimanên baltî û slavî de jî çêbûye. Li ser bingehê guherîna yan neguherîna K-ya proto-hindûewropî bi S zimanên hindûewropî li ser du komên mezin tên parvekirin:

  • koma kentûmî: Vê komê K-ya proto-hindûewropî parastiye yan jî kiriye H. Latînî, yûnaniya kevn, hîtîtî û ermenî hin ji van zimanan in ku K-ya proto-hindûewropî parastiye. Ev kom li gor peyva latînî ”centum” (bixwîne: kêntum) anku ”sed” hatiye binavkirin. Zimanên germenî (bo nimûne inglîzî, almanî û swêdî) jî ji vê komê ne lê paşî wan K-ya proto-hindûewropî kiriye H (inglîzî: ”horn = şax, strû”, bide ber latînî ”cornu” /kornu/ lê kurdî ”ser, strû”) yan inglîzî ”hundred” (sed), bide ber latînî ”centum” (bixwîne: kêntum) û kurdî ”sed”.
  • koma satemî: Vê komê K-ya proto-hindûewropî kiriye S. Zimanên îranî, aryayî (hindistanî), zimanên slavî (bo nimûne rûsî), zimanên baltî (latviyayî û lîtwanî) ji vê komê ne. Ev kom li gor peyva avestayî ”sete-” anku ”sed” hatiye binavkirin.

Bo nimûne:

kurdî (satemî) ser sed
farisî (satemî) ser sed
avestayî (satemî) ser- sete-
latînî (kentûmî) cornu- [kornu] centum [kêntum]
yûnanî (kentûmî) karê êkaton

 

Lê ev guherîna K bi S herdem peyda nebûye. Bi taybetî di cînavan de yan K hatiye parastin yan jî bûye Ç lê nebûye S:

  • kurdî (ji koma satemî): ”kî, kû, kengî, kîjan”… yan: ”çi, çawa, çend, çima, çira,
  • latînî (ji koma kentûmî): quis, qui, quid, quam, quod, qualis (Q di latînî de wek K dihat gotin)

 

 

 

Peydabûna S ji dengên din

Li aliyekî din, S-ya di peyvên proto-hindûewropî de ne herdem ji K ye. Bo nimûne peyva ”rast” ji proto-hindûewropî ”hregtos” (latînî ”rectus” /rêktus/ û almanî ”richt” /rîht/) yan ”sar” ji proto-hindûewropî ”*gel-” (bide ber latînî ”gelo”, inglîzî ”cold”, bixwîne ”kowld”).

Herwiha S hin caran ji T-ya proto-hindûewropî ye: “sê” (3), bide ber avestayî ”thrî”, latînî ”tres”, inglîzî “three”.

Dengê S carinan jî li gor lehceyan li gel Z diguhere:

  • kurmancî: zik
  • soranî: sik

Ew herwiha dikare li gel Ş jî biguhere:

  • kurmancî: rast
  • zazakî: raşt

Cudahiya navbera S û Z ew e ku S dengekî bêlerz e û Z dengekî bilerz e. Di dema gotina dengê Z de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin lê ev lerz di dema gotina S de peyda nabe.

Gava ku dengekî bêlerz bikeve pey Z, ew deng Z-ya bilerz jî wek xwe dike bêlerz anku dike S. Ev guherîn bi taybetî hingê peyda dibe gava ku T-ya nîşana demên borî li lêkeran zêde dibe:[3]

  • di-lîz-im à lîstin
  • di-mîz-e à mîst

Di peyvên ji erebî wergirtî de S dikare ji S-ya didanî anku “S-ya fis” be (bi erebî ث li gor IPAyê [θ], wek di inglîzî di peyva “three” de).

  • mîsal ji erebî مثال (miθal)
  • asar ji erebî آثار (aθar)
  • eser ji erebî أثر (eθer)

Vê dawiyê hin kurdên erebîzan li Başûr û Başûr-Rojavaya Kurdistanê van peyvan tam wek erebî bi θ dibêjin lê di devê piraniya kurdan de (û herwiha di devê faris û tirkan de jî) θ-ya erebî dibe S.

 

Guherîna S bi H

Wek ku me li pêştir gotiye, dengê S di maka zimanên hindûewropî de anku di proto-hindûewropî de jî hebû. Lê S-ya proto-hindûewropî ya destpêka peyvê, eger vokalek li pey wê hebe, di zimanên îranî de bûye H:

kurmancî (îranî) heft[4]
farisî (îranî) heft
avestayî (îranî) hepte-
sanskrîtî (ne-îranî) septan
latînî (ne-îranî) septem
inglîzî (ne-îranî) seven
rûsî (ne-îranî) sêmi

 

Ji bilî zimanên îranî, S-ya proto-hindûewropî herwiha di yûnaniya kevn û di ermenî de jî yan bûye H (yûnaniya kevn: hêpta- = heft) yan jî bi temamî winda bûye (ermeniya kevn: êotin à ermeniya nû: yot = heft). Mirov dikare gelek nimûneyên din jî bide ku S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî û zimanê yûnanî de bûye H lê di zimanên din de wek S maye û di ermenî de jî S bi temamî ketiye:

  • kurmancî havîn, zazakî hamnan, ermenî amarn, sanskrîtî sema-, inglîzî summer
  • kurmancî hev, hem-, heman, hemû / hemî, yûnaniya kevn homo (heman, eynî), sanskrîtî sama- (heman, eynî), inglîzî same (heman), latînî similis

Lê H-ya kurmancî ne herdem ji S-ya proto-hindûewropî ye. Di rastiyê de H di piraniya peyvên me de bi rêjeyî nû ye, ew bo rêgirtina li ber peydabûna vokalan li destpêka peyvê hatiye zêdekirin. Bo nimûne:

  • kurmancî hesp lê soranî esp, soranî esp, farisî esb, pehlewî esp, avestayî espe-, sanskrîtî eşve-
  • kurmanciya navendî hesin lê kurmanciya rojhilatî asin, soranî asin, farisî ahen, latînî aes, sanskrîtî eyes…
  • kurdî û farisî û pehlewî heşt lê avestayî û sanskrîtî eşte-, almanî acht, latînî octo, yûnaniya kevn okto, inglîzî eight…

Wek ku tê dîtin, di zimanên îranî yên nû de (bi taybetî di kurmancî de) H li destpêka peyvê zêde dibe lê di zimanên kevn de ev H tine bû. Di farisî û soranî de jî heta niha jî bi piranî H li destpêka peyvên zêde nabe. Sebebê ku H di soranî û farisî de jî li peyva heşt zêde bûye analojî ye: hejmara 7 ya bi H herwiha hejmara 8 ya bi eslê xwe bê H jî wek xwe lê kiriye anku H li hejmara 8 jî zêde bûye.[5]

Guherîna S-ya proto-hindûewropî bi H di zimanên îranî de ne tenê li destpêka peyvê lê herwiha li nava peyvê jî peyda bûye bi şertê ku dîsa vokalek li pey wê hebe. Wek din S wek xwe maye:

 

 

 

kurmancî (îranî) meh
farisî (îranî) mah
avestayî (îranî) mah-
sanskrîtî (ne-îranî) mas-
ermenî (ne-îranî) mis
latînî (ne-îranî) mensis

 

Herçi S-ya niha ya li nava peyvên xwemalî (proto-hindûewropî) yên kurdî ye, ew bi eslê xwe ji K yan G yan jî ji dengekî din yê proto-hindûewropî ye, ne ji S-ya proto-hindûewropî ye. Di farisî de – lê di kurdî de bi giştî  na – ev S jî dîsa berî vokalan bûye H:

kurmancî farisî
masî mahî
asin / hesin ahen

 

Di kurmancî de jî di peyva deh de S bûye H. Anku pêşî K-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de bûye S (avestayî dese-, zazakî des) û paşî jî S bûye H (kurmancî û farisî deh) û taliyê H jî ketiye (soranî de, kurmanciya rojhilatî di hejmarên 11 – 19 de wek –de: yazde, pazde, nozde…).

 

 

 

 

 

Guherîna S bi dengên din

S-ya proto-hindûewropî ya berî W/V/O di zimanên îranî de bûye X yan H:

kurmancî xweh, xuşk xwandin, xwendin xʷesû, xʷezûr
farisî xʷaher xʷanden
avestayî hveher- xven-
sanskrîtî sveser sveneti- śvaśura
latînî soror sonus (deng) socer
ermenî skesur
almanî Schwester Schwan (qû, teyrê stranxweş) Schwager (bûra)
ji proto-hindûewropî *swésōr *swen- (gazî kirin, stran gotin) *swekuros (xezûr; bûra)

 

Bi rêjeyeke gelek kêm S bi hin dengên din jî guheriye. Di çend kitepeyvan de mirov dibîne ku S bûye Ç:

kurmanciya navendî birçî
kurmanciya rojhilatî birsî
soranî birsî
kurdiya başûrî wirsî, wirsig
avestayî versne
farisî gorosnê

 

Wek ku tê dîtin, eslê peyvê bi S ye lê di kurmanciya navendî de bûye Ç. Peyveke din jî ”hirç” e:

kurmancî hirç
soranî wirç
farisî xers
pehlewî xirs
latînî ursus

 

Ç-ya peyva hirç herwiha dikare ji Ş jî be, bide ber avestayî erşe-, hewramî eşşe, zazakî heş. Peydabûna Ç di hirça kurmancî û wirça soranî de dikare herwiha ji tesîra ermenî erç jî be.

Peyva esil-erebî mîras (ji erebî ميراث /mîraθ/) di kurmancî de bûye mîrat anku S bi T guheriye. Mirov vê peyvê bi S jî bi taybetî di nivîsan de dibîne lê forma mîrat bi taybetî di nifrînan de tek altenrnatîv e: malmîrat! (ne *malmîras!). Helbet mimkin e ku di vê peyvê de T nej i S-ya ”normal” e lê ji S-ya didanî ye (”S-ya fis” – li jortir binêrin). Lê adeten S-ya didanî ya peyvên erebî di kurdî de dibe S (li jor li peyvên asar, eser, mîsal binêrin) lê carinan dibe T jî: metel(ok) erebî مثل (meθel). Di tirkî û farisî de ev herdu peyv (mîras, metel) bibûne S. Ji ber ku di kurdî de jî tendensa giştî ew e ku θ-ya erebî dibe S (ne T), wisa diyar e ku pêşî θ bûye S û paşî di çend peyvan de bûye T:

  • meθel à mesel à metel(ok)
  • mîraθ à mîras à mîrat

Di hin peyvên xwemalî de jî S û T bi hev diguherin:

  • rût – rûs

Di hin devokan de hem mirovên bêcil û hem jî tiştên din yên nepêçandî / neniximandî ”rût” in. Di hin devokan de mirovên ”rûs” (yan ”rwîs, rîs”) in û tiştên nepêçandî / neniximandî ”rût” in. Di wan devokan ”mirovê rût” dikare maneya ”mirovê bêmû/bêpûrt” yan jî ”mirovê ku ti pare/pere nînin” bê bikaranîn.

Tabloya konsonantên kurdî

        CIH à
AWA
du-lêvî lêvî-didanî pidûyî

 

paş-pidûyî ban-devî paşdevî ser-gewrî zima-no qirrikî
BÊVILÎ m   n            
SEKNÎ
– bêlerz
– bilerz

p
b
 
t
d
   
k
g
   

q


ʔ (eyn)
XIŞOKÊN VIZOK
– bêlerz
– bilerz
 

S
z

 

ş
j

   

x

 

     
XIŞOKÊN NEVIZOK
– bêlerz
– bilerz
 

f
v

 

ç
c

     

[6]

 

h

JENOK     r            
TENGAV w   l   y        

________________________________________

Têbînî

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/comment-page-1/

[2] Tevî ku di tirkî de bi S-ya zirav e ji ber ku di tirkî de Ö heye ku vokaleke pêşîn e, ne O-ya paşîn e.

[3] Bo T û D wek nîşanên demên borî, binêrin: http://www.kulturname.com/?p=10246

[4] Peyva ”heft” ya kurmancî û ”hewt” ya soranî ji ber sebebekî nediyar bi H-ya wek di navê Hesen de tên gotin anku bi ح ya alfabeya erebî. Lê di zimanên din yên îranî de ew bi H-ya ”normal” () e, wek ”heval, hesp, hinar”. H-ya proto-hindûewropî jî di zimanên îranî de bûye H-ya ”normal” ().

[5] Anlojiyê anku wekheviyê di kurmancî herwiha navê hejmara 9 (neh) jî pir nêzîkî hejmara 10 (deh). Di lehceyên din yên kurdî de û di zimanên din yên hindûewropî de navê van herdu hejmara ne wisa nêzîkî hev e: soranî no/de, zazakî new / des, farisî noh / deh, inglîzî nine/ten…

[6] H wek di navê Hesen yan peyva heft de (bi alfabeya erebî ح)

Advertisements

One thought on “Dengê S – peydabûn û guherîna wî

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s