Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de L / l dengê ”pidûyî-tengav” e. Mebest ji ”pidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Mebest ji ”tengav” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de rêya dengî tê tengkirin lê bi temamî nayê girtin.
Ev deng di piraniya zimanên latînînivîs de û herwiha bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) jî bi herfa [l] tê diyarkirin. Di zimanên erebînivîs de (bo nimûne erebî, farisî, kurdiya bi alfabeya erebî) ev deng bi herfa ل (lam) tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di zimanên din jî yên krîlînivîs de ev deng bi herfa Л (gir) û л (hûr) tê/dihat nîşankirin.
Peydabûna L di peyvan de
Dengê L di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:
- destpêk: law, lez, lê, lêv, livîn, lîmon, lome, lûfik…
- nav: alî, bilind, Celîl, bela, bilûr…
- dawî: çal, dil, gul, hêl, mil, nal…
Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa L di nivîsên kurmancî de 2,1 % e. Ev tê wê maneyê ku 16 herfên din ji L-yê mişetir û 14 jî jê kêmtir peyda dibin. Du ji sebebên giring yên peydabûna L di nivîsan de daçeka “li” (wek “li ser, li bin, li malê”…) û herwiha girêdek “lê” (feqet, ema, belam, belê) ne ku peyvikên di nivîsan de pir mişe ne. Herfa L herwiha li nav û dawiya peyvan jî bi rêjeyeke normal peyda dibe. Lê li destpêka peyvan L di kurdî de pir kêm e û peyvên bi L dest pê dikin jî bi piranî bi eslê xwe biyanî ne (li jêrtir binêrin).
Herfek û du deng
Herfa L di kurdî de bi du dengên hinekî ji hev cuda realîze dibe anku derdikeve. Yek jê ”L-ya zirav” e, wek di van peyvan de:
- lêv, law, livîn, gel, bila…
Mirov dikare li vê derê guh bide ”L-ya zirav”:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_lateral_approximant.ogg
Lê di kurdî de herwiha L-yeke din jî heye ku gelek caran navê ”L-ya qelew” lê tê kirin. Ew di kurmancî de bo nimûne di van peyvan de heye:
- lep, welat, silav…
Mirov dikare li vê derê guh bide L-ya qelew:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Velarized_alveolar_lateral_approximant.ogg
Di nivîsîna kurdî-erebî de (bi taybetî di soranî de lê herwiha carinan di nivîsîna bi kurmancî ya bi alfabeya kurdî-erebî de jî) L-ya qelew (ڵ) bi nîşaneke li ser L-ya zirav (ل) tê cudakirin. Di alfabeya kurdî-latînî de jî L-ya qelew carinan bi du L-yan yan jî bi ”Ł ł” ji L-ya zirav (L l) tê cudakirin.
L-ya qelew di kurmancî de kêm peyda dibe lê ew di soranî de mişe ye. Gelek caran li cihê L-ya zirav (L) ya kurmancî di soranî de L-ya qelew (Ł) heye:
kurmancî | soranî |
dil | dił |
gul | guł |
mal | mał |
belê | bełê |
Tevî ku di soranî de L-ya qelew ji kurmancî zêdetir heye lê dîsa jî L-ya qelew di soranî de li destpêkê peyda nabe. Di kurmancî de ew bi kêmî di peyva ”lep” de li destpêkê jî heye herçend e ku wek din li her dera peyvan kêm e.
Di kurmancî de L-ya qelew tevî kêmiya xwe jî dîsa di hemû devokan de peyda dibe. Loma hemû kurmanc peyvên wek ”silav, welat” bi L-ya qelew dibêjin. Lê di hin peyvan de jî L-ya qelew di hin devokan de di hin peyvan heye lê di hin devokên din de di heman peyvan de L zirav e:
bi L-ya qelew | bi L-ya zirav |
meła | mela, mele |
miłet | milet |
zełam | zilam |
Hêjayî gotinê ye ku peydabûna L-ya qelew di van peyvan de di hin devokên kurmancî de ne ji tesîra soranî ye: Di soranî de di peyvên ”mela, milet” de L zirav e. Herwiha devokên ku peyva ”milet” bi L-ya qelew jî dibêjin ji soranî dûr in, zêdetir li Başûr-Rojavaya Kurdistanê (Sûriyê) ne.
Cudahiya herdu L-yan di kurmancî de bi mînîmalî diyardeyeke fenomîk e anku L-ya qelew û L-ya zirav belkî fonem bin: guherandina yekê ji wan bi ya din dikare di çend peyvan de maneya peyvê biguherîne:
- ”çil” bi L-ya zirav (40)
- ”çił” bi L-ya qelew (çepel, tema, xwazok, nemerd)
Lê fonemiya herdu L-yan ne tiştekî bêguman e. Di peyvên nimûne de ”çil, çił” de ne tenê L lê herwiha Ç jî ji hev cuda ye: Ç-ya peyva ”çil” anku ”40” bipif e (req e, bi inglîzî ”aspirated”) lê Ç-ya peyva ”çił” anku ”çepel” bêpif e (nerm e, bi inglîzî ”unaspirated”)[1].
Ji bilî soranî, L-ya qelew bi berfirehî herwiha di hewramî û di gelek devokên kurdiya başûrî de heye. Ew herwiha di tirkî de jî wek alofon bi taybetî li rex dengê ”ı” heye, bo nimûne di peyva ”kılmak” (eda kirin, nimêj kirin, nivêj kirin) de.
Peydabûna dîrokî ya L
Dengê L di makezimanê proto-hindûewropî de hebû. Em dikarin li vê derê çend nimûne ji zimanê mak û herwiha ji ”keçên wê” jî bidin.
proto-hindûewropî | kurdî | farisî | latînî | inglîzî |
*leb- | lêv | leb | labium | lip |
*lek- | ling | leng | lacertus | leg |
Lê li serdema zimanên kevn yên îranî (avestayî, hexamenişî) L ji van zimanan bi temamî winda bû. Bi piranî R cihê wê girt. Loma gelek ji peyvên hindûewropî yên ku di şaxên din yên vê malbata zimanan de bi L ne, di zimanên îranî de bi R ne. Di nav zimanên nimûneya me de latînî, yûnanî û ermenî ne-îranî ne loma di peyvên wan yên nimûne de L heye. Avestayî, farisî û kurdî zimanên îranî ne loma di peyvên wan yên nimûne de R heye.
latînî | vulpes | lux | sol | ||
yûnaniya kevn | alopêks | leukos | hêlios | ||
ermenî | alovês | luys, loys | – | ||
avestayî | urupis | reoçe- | hveri-, hûro- | ||
farisî | robah | rûz | xor | ||
kurdî | rûvî, rovî | roj | xor (tav, roj) |
Paşî li serdema zimanên îranî yên navîn (pehlewî û parsî) de L dîsa di zimanên îranî de peyda bûye. Lê, wek ku ji nimûneyên farisî û kurdî diyar e, L-ya bi R guherî êdî bi piranî her wek R maye û êdî nebûye L. Di hin peyvan de ew dîsa vegerîne ser forma bi L: ”lêv, ling”.
Lê gelo L-ya peyvên din ji kû peyda bûye?
Piraniya peyvên kurdî yên ku bi L dest pê dikin bi eslê xwe biyanî ne.
- ji erebî bo nimûne: leblebî, lib, libin, lihêf, lê (bi maneya ”feqet”), libas, lome, lûle/lûlî, (belkî) lez, livîn/livandin…
- ji aramî: lewitîn/lewitandin, lixav, lewçe…
- ji akadî: legen, legleg…
- ji ermenî: law…
- ji sanskrîtî: lîmon, laciwerd…
Lê dîsa jî gelek peyvên hindûewropî yan îranî bi xwe jî hene ku L li destpêkê, navê yan dawiyê heye:
- destpêk: livîn (doşek, lihêf…), limêj (duaya rojane)…
- nav: bilind, hildan…
- dawî: dil, gul…
Gelo L-ya van peyvên xwemalî ji kû tê?
Yek ji çavkaniyên serekî yên L-ya peyvên xwemalî dengê R ye. Eger em ziman û lehceyên îranî bidin ber hev, em ê bibînin ku di hin ziman de L û di hinan de jî R heye:
kurmancî | dil | gul | bilind |
soranî | dił | guł | berz |
hewramî | ził | viłî | berz |
zazakî | zerre | vil | berz |
farisî | dil | gol | bolend |
pehlewî | dil | gil | bulend |
avestayî | zered- | veridhe- | berez(+ent-) |
Niha jî R û L li gor devokan dikarin bi hev biguherin: şelwar, şelwal, şerwal, şerwar.
Çavkaniya din ya L-ya peyvên xwemalî N e.
hin devokên kurmancî | devokên din yên kurm. | soranî | zazakî | farisî | pehlewî | avestayî |
limêj | nimêj | niwêj | nimac | nemaz | nemaz | nemeh- |
livîn[2] | nivîn, nivistin | nûstin | – | – | nibist- | ni-pes- |
loş(î can) | noş(î can) | noş(î can) | – | nûş | enoş | enoeşe- |
Wek ku diyar e, ev peyv bi eslê xwe bi N bûn lê di hin devokên kurmancî de N-ya wan bi L guheriye. Ev formên L yên jor devokî ne: di nav piraniya kurmancan de û di zimanê nivîskî de, formên bi N serdest in. Lê L-ya daçeka (prepozisyona) kurmancî ”li” (wek ”li ser, li bin, li malê”) û hevwateya wê ya soranî ”le” jî tarîxiyen N bû lê formên bi N bi temamî ji kurmancî û soranî winda bûne û formên bi L tek alternatîv in[3]:
kurmancî | soranî | hewramî | hexamenişî | albanî | fransî, spanî | inglîzî, latînî |
li, lê[4] | le | ne | ena | në | en | in |
Guherîna L bi dengên din
Di kurdî de li gor devokan L di çendîn nimûneyan de bi R diguhere. Yek ji naskirîtirîn peyvan ”bera, bira” ye wek di hevoka ”Bera/bira ew bike” ku eslê wê bi L ye û di devokên din de wek ”bila, bela” tê dîtin û ji erebî ”bela” hatiye wergirtin.
Guherîna L bi R bi taybetî di soraniya Hewlêrê de diyardeyeke serdest e:
soraniya Hewlêrê | soraniya Silêmaniyê | ji erebî | bi kurmancî |
mar | mał | mal | mal, xanî |
mindar | mindał, minał | menal | zarok |
berê | bełê | bela, belî | belê, erê |
Di kurdî de adeten L bi ti dengên din naguhere. Lê di hin zimanan de L dikare bi dengên din jî yên tengav anku bi W û Y jî biguhere. Ev guherîna dengî dikare ji ortografiya wan zimanan jî bê dîtin: peyv bi L tên nivîsîn lê bi W yan Y tên gotin:
- ”Brasil” (Brazîlya) bi portugaliya Portugalê wek ”Brazîl” lê bi portugaliya Brazîlyayê wek ”Brasîw” tê gotin.
- ”Llano” (deşt) bi hin devokên spanî wek ”lyano” û bi hinan jî wek ”yano” tê gotin.
- ”Animal” (heywan) di fransî de bi forma xwe ya pirhejmar dibe ”animaux” anku L dibe U (ku bi deng wek W e) lê paşî dengê ”-aux” bi hev re bûye ”o” loma ew peyv wek ”animo” tê gotin.
- Di polonî de ”ɫapa” – ku hevreh û hevwateya ”lapa” ya rûsî û ”lep” ya kurmancî ye – niha bi poloniya standard wek ”wapa” tê gotin lê di hin devokên polonî yên rojhilatî de hê jî wek ”ɫapa” (anku wek kurmancî bi L-ya qelew) tê bilêvkirin.
Tabloya konsonantên kurdî ku L jî di nav de ye
CIH à
AWA |
du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî
|
paş-pidûyî | ban-devî | paşdevî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k g |
q |
ʔ (eyn) |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s |
ş |
x
|
||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz– bilerz |
f v |
ç c |
h |
||||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
© Husein Muhammed 2014 – 2015
___________________________
Têbînî:
[1] Balkêş e ku hevwateya wê anku ”çepel” bi Ç-ya bipif e. Ev ihtimala wê zêde dike ku forma “çepel” ji soranî ketibe kurmancî.
[2] Bi maneya ”doşek, lihêf, balgih, betenî…”
[3] Di hewramî de N hatiye parastin. Li aliyekî din, di zazakî û farisî de ev peyv bi temamî winda bûye.
[4] Daçeka ”lê” ya kurmancî kurtkirina ”li wê, li wî, li wan” e. Ew ji aliyê etîmolojî ve ji girêdera ”lê” (feqet, ema, belam) cuda ye. Ev ”lê” hevwateya ”la” ya zazakî ye û herdu jî kurtkirinên ”lêkin, lakin” yên erebî ne. ”Li” di hin devokên kurmancî de dibe ”l” (behdînî), ”le” (sûrçî) û ”la” (mereşî).