Dengê Q – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

Q

Di dengnasiya kurdî de Q / q nîşana dengê “zimanokî-seknî-bêlerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di derxistina wê de lêv pêşî bi temamî girtî ne û paşî tên vekirin. Mebest ji ”zimanokî” ew e ku cihê derxistina vî dengî paşiya devî li nêzîkî qirrikê ye ku parçeyeke wek zimanî lê biçûktir (zimanok) lê heye. Merem ji ”bêlerz” jî ew e ku di dema peydabûna vî dengî de perdeyên dengî nalerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di hin zimanên din ên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê Q (gir) û q (hûr) tê nivîsîn. Ev herf herwiha bo transkrîbekirina nav û peyvên erebî bi alfabeya latînî di zimanên ewropî de jî tê bikaranîn, bo nimûne bi inglîzî Quran an Qasim. Lê di gelek zimanên ewropî de Q ne vî dengî lê dengekî wek K dide, bo nimûne inglîzî ”queen” anku ”şahbanû, melike, kralîçe” wek ”kwîn” tê gotin û fransî ”qui” anku ”kî” wek ”kî” tê gotin.[1]

Di alfabeya kurdî-erebî de û di zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi herfa ق tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de ev deng bi Ԛ (gir) û ԛ (hûr) dihat diyarkirin lê di gelek zimanên din ên krîlînivîs de ew bi şiklê Қ / қ tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [q] tê nîşankirin.

Mirov li vê derê dikare guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_uvular_plosive.ogg

 

Peydabûna Q di peyvan de

Di kurdî de herfa Q dikare niha li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe

  • destpêk: qazan, qeşmer, qîr, qumar …
  • nav: aqar, meqes, reqem, …
  • dawî: beq, heq, req…

Li gor lêkolînên me[2], rêjeya herfa Q di nivîsên kurmancî de 0,27  % e anku yek ji kêmtirîn herfên nivîsên kurmancî ye. Li gor heman vekolînê, tenê herfa F ji Q kêmtir di nivîsên kurmancî de peyda dibin.

 

Peydabûn û guherîna dîrokî ya Q

Dengê Q di piraniya zimanên hindûewropî de peyda nabe. Erê di gelek zimanên ewropî de herfa Q heye lê ew wek kurdî nayê gotin, ne dengê Q-ya me ye. Di zimanên îranî yên kevn û navîn de jî (avestayî, hexamenişî, pehlewî, soxdî…) ev deng peyda nedibû.

Lê di zimanên niha yên îranî de Q berbelav e. Wisa diyar e ku di hemû zimanên din yên îranî de dengê Q niha heye. Heta zimanê urdûyî yê ne-îranî jî bûye xwedî vî dengî tevî ku di zimanên din yên aryayî (zimanên hindûewropî yên Hindistanê) de ew deng peyda nabe.

Peydabûna Q di zimanên îranî de ji tesîreke ji du aliyan ve ye. Tesîra berçav û diyar ji zimanên samî – bi taybetî erebî – ne. Di pratîkê de di hemû zimanên samî yên niha û berê yên Rojhilata Navîn dengê Q peyda dibe / dibû: erebî, aramî, îbrî, akadî…

Çend nimûne ji erebî:

  • qam, qemer, qiyas, qîr, qudret…

Herwiha hin peyvên bi eslê xwe ji zimanên ewropî (bi taybetî ji yûnaniya kevn) bi rêya erebî ketine kurdî û ji ber tesîra erebî Q di wan de heye:

  • ”qanûn” bi rêya erebî ji yûnaniya kevn ”kanon”
  • ”qelem” bi rêya erebî ji yûnaniya kevn ”kalamos”
  • ”qesir, qesr” bi rêya erebî bi rêya yûnanî ji latînî ”castrum”

Ji aliyê din ve xurtbûn û zêdebûna Q di zimanên îranî de ji tesîra zimanên tirkîkî (tirkî, azerî, ozbekî, tirkmenistanî…) ye. Erê di tirkiya stembolî ya standard de Q nayê nivîsîn, lê di piraniya zimanên lêzim de Q heye û mişe ye: ”Guh” bi tirkiya stembolî ”kulak” e lê bi azerî, teterî, oyxurî, qazaxî ”qulaq” û bi ozbekî ”quloq” e. ”Berf, befr” bi tirkî ”kar” e lê bi azerî, qazaxî, teterî û oyxurî ”qar” û bi ozbekî ”qor” e.

”Reş” bi tirkî ”kara” ye lê bi azerî, qazaxî, teterî, kûmikî û oyxurî ”qara” û bi ozbekî ”qora” ye – heman peyv wek ”qere-” ketiye hin gotinên kurdî: ”Qeredax” (çiyayek e li Başûrê Kurdistanê), ”Qereqoş, Qeretepe” (du navçe ne li Başûrê Kurdistanê), “Qere Tajdîn” (birayê Memê di dastana Mem û Zînê de)…

Di rastiyê de di tirkî de jî K berî vokalên paşîn (di tirkî de ”a, ı, o, u”) ji K-ya kurdî yan K-ya tirkî ya berî vokalên pêşîn (di tirkî de ”e, i, ö, ü”) zêdetir li paş e û nêzîkî Q-ya kurdî dibe.

Di peyvên ku kurdî ji tirkî wergirtine de, heke di tirkî de li pey K-yê vokaleke paşîn hebe[3], K di kurdî de bi piranî bûye Q: ”qazan (ji tirkî ”kazan”), qazanc/qezenc (< kazanç), qere- (qereqol (< karakol), qonax/qûnax (< konak), qurm (< kurum), qeytan (< kaytan), qalind (< kalın), quzilqurt (< kızıl kurt), qûm (< kum)…”

Lê heke li pey K-yê vokaleke pêşîn hebe, hingê K wek xwe dimîne: ”kelemçe (< kelepçe), kepeng (< kepenek), komir (< kömür), ”kok” (< kök), koç (< tirkiya kevn: köç, tirkiya niha: göç).[4]

Di peyvên ji erebî wergirtî de Q bi amî tê parastin û nabe K. Lê hin nimûneyên wisa jî peyda dibin. Bo nimûne, ”qel’e” di devê piraniya kurmancan de bûye ”keleh” yan ”kelhe”. Herwiha piraniya kurmancîaxivan – lê ne hemû – ”xelq”a ji erebî dikin ”xelk” anku Q bi K diguherînin tevî ku di hevrehên wê yên wek ”xaliq, mexlûq, mexlûqat, xuliqandin, xuliqîn” de Q tê parastin jî. Wek din jî niha veguherîna Q di peyvên ji erebî wergirtî de diyardeyeke nadir e.[5]

Li berî konsonantên bêlerz yên wek T, S, Ş, Q-ya erebî di kurdî de bi gelemperî vediguhere X: wext (< weqt), nexş (neqş) û rexs (< reqs)[6].

Lê mirov dikare kêm nimûneyên guherîna K bi Q jî bibîne. Peyva erebî ”fakihe” di hin devokên kurmancî de bûye ”fêkî” lê di hinan de jî bûye ”fêqî”.

 

Q di peyvên esil-îranî de

Di peyvên bi eslê xwe îranî yan hindûewropî yên di kurdî de tenê di çend liban de Q heye. Ew jî ji K yan G bi Q veguherîne Mirov dikare van nimûneyan bide: ”qa(n)tir, qap, qehreman, quling, quz, qûn…” Ji wan jî gelek bi rêya zimanekî ne-îranî (bi taybetî tirkî) li kurdî vegerîne, bo nimûne: ”qa(n)tir, qap” û belkî ”qehreman”.

Lê hin peyv di kurdî bi xwe de wisa guherîne ku Q hatine cihê K, mînak: ”quling, quz, qûn” ku di zimanên din yên îranî de ne bi Q lê bi K ne. Ji bilî van, herwiha di soranî ”qûł” (kûr).

Wek din, peyvên bi Q heke ne ji erebî yan tirkî bin, bi ihtimaleke mezin ji zimanekî din yê samî ne, bo nimûne ”qêrîn/qîrîn, req” ji aramî û ”qîr” ji akadî (bi rêya zimanekî din).

Hin peyvên bi eslê xwe îranî bi K bûn lê ji pehlewî ketine erebî, di erebî de K-ya wan bûye Q û bi Q li zimanên îranî vegerîne:

  • pehlewî ”pistek” > erebî ”festeq” > kurdî ”fisteq” (lê farisî ”piste / pistê” ya ne-erebîkirî)
  • pehlewî ”zendîk” > erebî ”zendîq” > kurdî ”zendîq”

Hin caran Q dîsa bûye K:

  • pehlewî ”xendek” > erebî ”xendeq” > kurdî ”xendek” (li gel varyanta ”xendeq”)

 

 

Q û konsonantên din yên kurdî

        CIH à

AWA

du-lêvî lêvî-didanî pidûyî

 

paş-pidûyî ban-devî paşdevî ser-gewrî zima-nokî qirrikî
BÊVILÎ m   n            
SEKNÎ
– bêlerz
–         bilerz

p
b
 
t
d
   
k
g
   

q


ʔ
XIŞOKÊN VIZOK
– bêlerz
–         bilerz
   

s
z

 

 

ş
j

   

x

 

     
XIŞOKÊN NEVIZOK
– bêlerz
–         bilerz
 

f
v

 

ç
c

     

 

h

JENOK     r            
TENGAV w   l   y        


____________________________________

Têbînî:

[1] Li destpêka nivîsîna kurdî bi alfabeya latînî di kovara Hawarê de K bo
diyarkirina dengê Q û Q jî bo diyarkirina dengê K dihat nivîsîn. Bo nimûne, navê welatê me wek Qurdistan dihat nivîsîn û peyva bi maneya ”baş, çê, çak” jî wek ”kenc” dihat nivîsîn ku niha wek ”qenc” tê nivîsîn.

[2] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/

[3] Heta heke di kurdî de bibe vokaleke pêşîn jî, bo nimûne: ”qîz (kız), qere- (kara), qezenc (kazanç)…”

[4] Çend awarte û istisna ji vê qeydê hene, bo nimûne ”kon/kûn” (< kon-mak: bi cih bûn, war danîn, kon vedan). Peyva ”kol” (mil, şan) jî di kurdî de – bi taybetî di soranî de – bi du awayan cih girtiye: ”kol” (wek ”kol-ber” anku hemal, piştîhilgir, kesê ku piştiyan hildigire”) û ”qol” (wek ”duqolî” anku ”dualî, bîlateral”).

[5] Ji bilî di axiftin û nivîsîna hin kurdan de di bin tesîra tirkî de, bi taybetî di bin tesîra zimanê nivîskî yê tirkî de.

[6] Ji nimûneyên dayî forma ”wext” hema-hema alternatîva tenê ye, di kurdî de ”weqt” nayê dîtin; li gel ”nexş”ê mirov carinan ”neqş”ê jî dibîne; lê herçi ”rexs” e, forma ”reqs” ji wê berbelavtir e.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s