Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de K / k nîşana dengê “paşdevî-seknî-bêlerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di derxistina wê de lêv pêşî bi temamî girtî ne û paşî tên vekirin. Mebest ji ”paşdevî” ew e ku cihê derxistina vî dengî paşiya devî ye anku ziman bi wê derê dikeve. Merem ji ”bêlerz” jî ew e ku di dema peydabûna vî dengî de perdeyên dengî nalerizin.
Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê K (gir) û k (hûr) tê nivîsîn. Lê di gelek zimanên ewropî de C û Q jî vî dengî didin.[1] Di alfabeya kurdî-erebî de û di farisî jî de ev deng bi herfa ک lê di erebî de bi ك tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de ev deng bi К (gir) û к (hûr) dihat diyarkirin. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [k] tê nîşankirin.
Mirov li vê derê dikare guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_velar_plosive.ogg
Peydabûna K di peyvan de
Di kurdî de herfa K dikare niha li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe
- destpêk: kar, kes, kêm, kil, kul, kom, kurd, kûr…
- nav: dikan, rekeh, şekir…
- dawî: mak, çek, rik…
Li gor lêkolînên me[2], rêjeya herfa K di nivîsên kurmancî de 3,8 %. Tenê herfên E, I, N, A, Ê, R, D, B, Î ji herfa K zêdetir di nivîsên kurmancî de peyda dibin.
Du fonem: K-ya bipif û K-ya bêpif
Herfa K di kurmancî û zazakî de nîşana du fonemên anku du dengên serbixwe ye. Yek ji wan K-ya bipif e (req e, bihilm e, hilmdar e, bi inglîzî ”aspirated”.) Ew bo nimûne di van peyvan de heye:
- kar, ker (heywan), kêr (amûra birînê), kûr (wek ”ava kûr”)…
Mebest ji ”bipif” ev e: heke dengek bipif be, hingê pifek yan hilmek yan bayekî xurt ji devî dertê. Mirov dikare bi wê pifê yan wî bayî bihese heke perrekê / kaxezekê nêzîkî devê xwe bigire yan jî devê xwe nêzîkî mûmekê bike û peyva ”kurd” bibêje. Hingê ew perr dê biheje ji ber ku K di peyva ”kurd” de bipif e. Lê heke mirov bi heman awayî peyva ”kirin” bibêje, ew perr dê neheje ji ber ku K di peyva ”kirin” de bêpif e.
Awayekî din yê realîzebûna dengê P bêpif e (nerm e, bêhilm e, bi inglîzî ”unaspirated”). Ew awayê P bo nimûne di van peyvan de heye:
- ka (giyayê hişk), kevir, kirin, kî, kurr…
Di kurmancî û zazakî de pifdarî herfa K dike du fonem anku du dengên serbixwe. Sebebê vê ew e ku eger mirov P-ya bipif wek P-ya bêpif bibêje, maneya peyvê dikare biguhere:
K-ya bipif (req) | K-ya bêpif (nerm) | ||
peyv | wateya wê | peyv | wateya wê |
ka | li kû ye? | ka | giyayê hişkkirî |
Di zazakî û ermenî de jî li destpêkê K carinan bipif û carinan jî bêpif e. Di soranî, farisî, erebî tirkî û inglîzî de K herdem li destpêkê bipif e.
Ji ber ku piraniya peyvên wergirtî yên bi K niha ji inglîzî, farisî, erebî, tirkî û soranî dikevin kurmancî, K-ya wan jî wek di van zimanan de di kurmancî de jî bi şiklê xwe yê bipif/req dimîne:
- kompûter (ji inglîzî), koçer (ji tirkî), kar (yekser an bi rêya soranî ji farisî), kamil (ji erebî)…
Lê di hin peyvên ji mêj ve ji tirkî hatî de K bêpif bûye:
- kon / kûn (çadir, xîvet)
Peydabûn û guherîna dîrokî ya K
Dengê K di hemû lehceyên kurdî de peyda dibe. Ew herwiha di hemû zimanên cîranî kurdî (aramî, azerî, erebî, ermenî, farisî, tirkî) de jî heye. Dengê K herwia di piraniya – eger ne hemû zimanên hindû de jî li kar e. Ew herwiha di maka zimanê kurdî û zimanên din yên hindûewropî de jî anku di proto-hindûewropî de jî hebû.
K-ya proto-hindûewropî bi piranî di kurdî de wek xwe hatiye parastin. Bo nimûne:
kurmancî | ji proto-hindûewropî | bide ber… | ||
kî | *kʷis | latînî: qui (bixwîne: kî) | ||
keftin, ketin | *kopto- | yûnanî: kopto | ||
kurt | *(s)ker- | almanî: kurz | ||
Lê K-ya proto-hindûewropî bi piranî di kurdî û zimanên din ên îranî de bûye dengekî din (adeten S yan Ç)
kurmancî | ji proto-hindûewropî | bide ber… |
ser | *ḱer- | yûnanî: karê |
çi | *kʷis | latînî: quis |
Anku ”çi” û ”kî” di proto-hindûewropî de herdu jî *kʷis bûn lê di kurdî de ”kî” bi K maye û di ”çi” de jî K bi Ç guheriye.
Piraniya peyvên bi K yên di zimanên îranî de, rehê wan nagihe proto-hindûewropî. Anku ev peyv piştî parvebûna zimanê proto-hindûewropî di zimanên îranî de peyda bûne. Hin ji van peyvan ji erebî yan tirkî ne:
- ji erebî: kal (pîr), kerb, kil, kîs…
- ji tirkî: koç, koçer, kon / kûn…
Hin caran jî K ya peyvên kurdî ji X ya îraniya kevn peyda bûye. Bo nimûne:
kurmancî | zazakî | farisî | pehlewî | avestayî | sanskrîtî | ermenî |
kanî | henî | xanî | xanîg | xan- | xan- | – |
ker | her | xer | xer | xere- | xere- | |
ken | xende | xendek | xind |
Di soranî de jî wek kurmancî ev peyv bi K ne. Lê wek ku tê dîtin, di zazakî de ew bi H ne.
Di hin devokên soranî û zazakî de (lê ne di kurmancî de) K li berî Ê û WÊ dibe Ç yan TS:
- soranî: ”le kwê” (li kû) bi hin devokan wek ”le çwê” tê gotin.
Tarîxiyen ev heman diyarde sebeba wê ye ku hevbera ”que” (bixwîne ”ki”) ya fransî di kurdî de ”çi” ye yan beramberî ”cuanto” (bixwîne: kwanto) ya spanî di kurdî de ”çend” heye anku yên van zimanna bi dengê K ne lê yên kurdî bi Ç ne.
Li aliyekî din, kurdî hin caran Q ya erebî kiriye K:
- erebî ”x-l-q-” (afirandin, xuliqandin) > kurdî ”xelk” (li gor hin devokan ”xelq”)
Lê hin caran jî erebî K-ya peyva îranî kiriye Q û ew peyv bi Q ji erebî li kurdî (û farisî) vegerîne:
- pehlewî ”pistek” > erebî ”festeq” > kurdî ”fisteq” (lê farisî ”piste / pistê” ya ne-erebîkirî)
- pehlewî ”zendîk” > erebî ”zendîq” > kurdî ”zendîq”
Di peyvên ji tirkî wergirtî de hin caran kurdî K-ya tirkiya kevn / navîn parastiye lê di tirkiya niha de ew deng bûye G:
- tirkiya kevn / navîn ”köç” > kurdî ”koç” (lê tirkiya niha ”göç”)
K û konsonantên din yên kurdî
CIH >
AWA |
du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî
|
paş-pidûyî | ban-devî | paşdevî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k g |
q |
ʔ |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s |
ş |
x
|
||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz – bilerz |
f |
ç |
ḧ |
h |
|||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
© Husein Muhammed 2014 – 2015
[1] Li destpêka nivîsîna kurdî bi alfabeya latînî di kovara Hawarê de K bo diyarkirina dengê Q û Q jî bo diyarkirina dengê K dihat nivîsîn. Bo nimûne, navê welatê me wek Qurdistan dihat nivîsîn û peyva bi maneya ”baş, çê, çak” jî wek ”kenc” dihat nivîsîn ku niha wek ”qenc” tê nivîsîn.
[2] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de/
[…] [10] Bo berfirehtir li ser K, binêrin nivîsara me: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/17/denge-k-peydabun-u-guherina-wi/ […]
LikeLike
[…] Dengê K: https://zimannas.wordpress.com/2015/12/17/denge-k-peydabun-u-guherina-wi/ […]
LikeLike