Dengê J – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

Floral J

Herfa J / j di nivîsîna kurdî-latînî de nîşana dengê ”paşpidûyî yê xişokê nevizok yê bilerz” e. Mebest ji ”paşpidûyî” ew e ku derxistina wî li paşpidûyan e anku ziman ji pidûyan paşvetir bi devî dikeve. Mebest ji xişokiyê ew e ku dengekî xişxişî yê hewayî ji gewriyê tê. Merema ”bilerz” jî ew e ku di dema çêbûna vî dengî de perdeyên dengî dilerizin.

Li vê derê mirov dikare guh bide vî dengî:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_palato-alveolar_sibilant.ogg

Heman herfa J di fransî, portugalî, tirkî û hin zimanên din de wek kurdî bo diyarkirina heman dengî tê bikaranîn. Di gelek zimanên Rojhilata Ewropayê ew deng bi herfa ž (Z-ya kumikek li ser) tê nivîsîn. Di transkripsiyonê de gelek caran di gelek zimanan de bi cotferfên ZH û hin caran jî cotherfên JH tê nivîsîn. Bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) ev deng bi nîşana [ʒ] anku bi Z-yeke çengal li bin tê diyarkirin.

Di alfabeya kurdî-erebî û alfabeya farisî de ev deng bi herfa ژ tê nivîsîn. Cudahiya wê ji herfa ز (Z) ya alfabeya erebî ew e ku di Z de nuqteyek li ser herfê heye lê di J de sê nuqte. Di zimanê standard yê erebî de ne ev deng û ne jî ti herfên taybet bo wî peyda nabin. Di alfabeya kurdî-krîlî û di piraniya zimanên krîlînivîs de herfa Ж (gir) û ж (hûr) bo vî dengî dihat nivîsîn.

Li aliyekî din, di inglîzî de J bi piranî bo diyarkirina dengê wek C ya kurdî tê nivîsîn. Bo nimûne, navê inglîzî ”John” wek ”Con” tê gotin. Di piraniya zimanên Bakur, Navend û Rojhilata Ewropayê de J bo dengê wek Y ya kurdî tê bikaranîn. Bo nimûne, bi almanî ”ja” (erê, belê) wek ”ya” tê gotin. Di bin tesîra van zimanan de, di IPA-yê de jî [j] bo diyarkirina dengê wek Y ya kurdî tê nivîsîn.

Peydabûn û rêjeya J

J di kurmancî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • destpêk: jin, jiyan, jar, jajî, jehr…
  • nav: bajar, bejn, rijandin…
  • dawî: dirêj, roj, gêj…

Li gor lêkolînên me[1], rêjeya herfa J di nivîsên kurmancî de 2 % e. Yek ji giring yên zêdehiya herfa J daçeka ”ji, jê” ye ku pirr tê bikaranîn û wisa rêjeya herfa J di nivîsan de zêde dike. Herwiha peyvên ”jin, jiyan, jîn” û formên wan yên çemandî vê rêjeyê zêde dikin.

Lê wek din J di kurdî de dengekî nadir e û kêm peyda dibe. J herwiha hem di zimanên cîranên kurdî de (erebî, tirkî, ermenî, aramî) û hem jî yên lêzimî kurdî de (farisî, zimanên din yên hindûewropî) yan kêm e yan jî heta qet peyda nabe (bo nimûne di erebiya standard û di aramî de).

 

Peydabûna J ji dengên din

Ji aliyê dîrokî ve J di kurdî de jî dengekî bi rêjeyî nû ye. Di zimanên kevn û navîn yên îranî de (avestayî, farisiya kevn, pehlewî) li cihê J ya kurdî bi piranî dengekî din heye. Herwiha di nav zimanên nû yên îranî de jî, bo nimûne di farisî û zazakî de li cihê J ya kurmancî dengekî din heye. Bi awayekî giştî miov dikare bibêje ku rewş wiha ye:

  • kurmancî û soranî: J
  • zazakî: C
  • farisî û pehlewî: Z
  • avestayî: Ç / C

Em dikarin çend nimûneyan bidin:

  • kurmancî û soranî: jin
  • zazakî: cinî
  • farisî û pehlewî: zen
  • avestayî: cinî-

 

  • kurmancî û soranî: roj
  • zazakî: roc[2]
  • farisî û pehlewî: rûz / roz
  • avestayî: reoçeh-

Carinan jî J ji Ş yan S ye:

  • kurdî: hejmar, jimare, jimartin, -jimêr-
  • farisî: şumar
  • peştûyî: şmêrêl
  • sanskrîtî: smarati
  • proto-hindûewropî: *smer-

Herwiha:

  • ”jidandin” ji ”şidandin” ji erebî ji ”şedde, şedîd”
  • ”cejn”, bide ber farisî ”ceşn”, avestayî ”yesne-”

Di maka zimanên hindûewropî de anku di proto-hindûewropî de li cihê van hemû dengan G yan K hebû. Paşî ew di îraniya kevn de bûye Ç û piştî hingê jî bûye C, Z yan J. Wek ku ji tabloya li jêr diyar e, ev deng hemû lêzimî hev in.

Heta niha jî gelek caran C di kurmancî de dibe J:

  • ”îja, îjar” ji ”îca, îcar” ji ”î-” + ”car”
  • ”wijdan” ji erebî ”wicdan”

Peydabûna J ji dengên din bi piranî dîrokî ye anku deng hin bi borîna demê re guherîne û bûne J.

 

Tabloya konsonantên kurdî

        CIH à

AWA:

du-lêvî lêvî-didanî pidûyî

paş-pidûyî ban-devî paşdevî ser-gewrî zima-nokî qirrikî
BÊVILÎ m   n            
GIRTEK
– bêlerz
–         bilerz

p
b
 
t

d

   
k
g
   

q


ʔ
XIŞOKÊN VIZOK
– bêlerz
–         bilerz

 

s
z

ş
j

 

x

     
XIŞOKÊN NEVIZOK
– bêlerz
–         bilerz

f
v

ç
c

   

h

JENOK     r            
TENGAV w   l   y        

 

 

Guherîna J bi dengên din

Ji aliyê dîrokî ve, J di kurmancî de dengekî biserketî ye: wî cihê gelek dengên din girtiye û bergeha xwe berfireh kiriye. Hêsan e mirov nimûneyên ku tê de dengên din bûne J peyda bike. Lê zehmet e mirov peyvên xwerû yên wisa pêşkêş bike ku berê tê de J hebû lê niha bûye dengekî din.

Dîsa jî ne tenê dengên din bi J diguherin lê carinan J jî bi dengekî din diguhere. Hema-hema herdem ev deng Ş ye. Lê ev guherîn ne dîrokî ye. Ew ji encama çemîn û çemandina peyvê ye:

J dengekî bilerz e anku di derketina wî dengî de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin. Lê di kurdî de gava ku dengekî bêlerz tê pey dengekî bilerz, vî dengê bilerz jî li gel xwe dike bêlerz. Dengekî giring yê bêlerz T ye (hevbera wê ya bilerz D ye). Gava ku ev T tê pey J, hingê J ji ber tesîra T dibe Ş:

  • rehê dema niha ”-kuj-” (di-kuj-im, na-kuj-im) + T à kuşt (ne ”*kujt”)
  • rehê dema niha ”-birêj-” (di-birêj-im, na-birêj-im) + T à biraşt (ne ”*birajt”)
  • rehê dema niha ”-rêj-” (di-rêj-im, na-rêj-im) + T à rişt (herwiha ”rêt” lê ne ”*rijt”)

Herwiha carinan K ya bêlerz jî (ku hevbera wê ya bilerz G ye) J dike Ş:

  • kurmanciya navendî: kîjan
  • kurmanciya rojhilatî: kîşk

 

  • kurmancî: mejî / mêjî
  • soranî: mêşk (ne *mêjk)

 

Di hin devokan de (bi taybetî di behdînî de) jî ”ji” ya daçek gelek caran tê kurtkirin (”i” jê dikeve) û ”j” jî dibe ”ş”:

  • ji malê à ş’malê
  • ji niha ve à ş’niha ve

Dîsa ”jî” (herwiha) ya kurmancî di soranî de wek ”-îş” e:

  • kurmancî: dest jî
  • soranî: destîş

 

 

Varyantên J, C û G di peyvên ji ewropî de

Di kurdî de gelek peyv vê dawiyê ji zimanên ewropî hatine wergirtin. Di gelek ji wan peyvan de dengê J heye:

  • biyolojî, jeolojî, jîlet, jîla, kronolojî, sosyolojî…

Di nivîsên kurmancî de bi piranî ev formên van peyvan yên serdest û standard in. Lê carinan mirov varyantên wan yên bi C yan G jî dibîne:

  • biyolocî, ceolocî, cîlet, cîla, kronolocî, sosyolocî…
  • biyologî, geologî, gîlet, gîla, kronologî, sosyologî…

Herwiha helbet di nivîsîna van peyvan de hin dengên din jî dikarin biguherin. Bo nimûne, ”jîlet” wek ”jîlêt” yan ”gîlet” mîna ”gîlêt” jî tê dîtin.

Formên bi J bi piranî ji tesîra frensî (bi rêya tirkî yan farisî) ne. Formên bi C ji inglîzî (bi rêya erebî) ne. Formên bi G dikarin bo nimûne ji rûsî, almanî, swêdî bin. Lê hemû formên van peyvan ew e ku ew ji peyvên yûnaniya kevn yan jî ji latînî hatine çêkirin. Di nivîsîna kurmancî de formên bi J serdest û standard in.

 

Ketina J

J carinan ji dawiya peyvê dikeve. Bo nimûne, peyva ”roj” di gelek devokan ”ro” ye. Peyvên ji wê çêkirî jî wek wê bê dengê J ne:

  • rojhilat à rohilat
  • rojava à roava
  • Rojhat à Rohat
  • Rojbîn à Robîn

Lê hin nimûneyên awarte jî hene:

  • ”rojname” nabe ”*roname”

Di peyvên ”îro / evro” û ”nîvro” de formên bê J serdest û standard in, ne formên bi J (îroj / evroj, nîvroj) tevî wê jî ku forma xwerû ya serdest û standard ”roj”

Herwiha rehê dema niha yê lêkera ”gotin” anku ”-bêj-” (di-bêj-im, na-bêj-im) di hin devokan de û di gelek devokên din de jî di axiftina sivik de bê J ye anku ”-bê-” ye: ”di-bê-m, na-bê-m”.

J ji rehê dema niha yê lêkera ”avêtin” jî dikeve:

  • -avêj-: di-avêj-im, na-avêj-im à -avê-: di-avê-m, na-avê-m

______________________
Têbînî

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de

[2] Forma zazakî ya standard li gor Koma Xebatê ya Vateyê ”roj” e lê di piraniya devokên zazakî de ”roc” e. Bijartina forma ”roj” wek forma standard bi armanca nêzîkkirina zazakî li gel zaravayên din yên kurdî hatiye kirin.

 

Advertisements

One thought on “Dengê J – peydabûn û guherîna wî

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s