Husein Muhammed
Herfa Î / î di kurdî de nîşana vokala bilind ya pêşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala girtî ya pêşî ya ne-girovir e. Mebest ji ” bilind” yan ” girtî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li bilindahiya devî ye (bi banê devî ve ye). Mexseda ”pêşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li pêşiya devî ye (ne li paşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin. Herwiha ev vokal di kurdî de dirêj e.
Di hin berheman de li cihê jî dengî berê hin caran İ i hatine nivîsîn û li şûna I/ i yên kurdî jî I / ı yên tirkî hatine nivîsîn. Lê ne Î/î yên kurdî bi dengê xwe wek İ i yên tirkî ne û ne jî I / i hevdengên I / ı yên tirkî ne. Î / î yên kurdî ji İ i yên tirkî dirêjtir in. Bo nimûne, vokala peyva ”bîr” (çala avê) ji ”bir” (yek, 1) ya tirkî dirêjtir e. Herwiha I i yên kurdî û I ı ne hevdeng in ji ber ku ya kurdî di devî de dengekî navendî yê ber-pêşîn e anku li navendê ye lê zêdetir nêzîkî pêşiyê ye. Herçi I ı ya tirkî ye, ew jî vokaleke navendî ye lê ver-paşîn e anku zêdetir dikeve aliyê paşiya devî.[1] Loma bo nimûne ”kirin” ya kurdî û ”kırın” (bişkînin, bişkênin!) ya tirkî ne hevdeng in.
Di piraniya zimanên ewropî de ev deng bi herfa I / i tê diyarkirin. Di tirkî de ev deng bi herfa İ i tê nivîsîn anku li ser herfa gir jî nuqte heye. Lê hem di tirkî de û hem jî di gelek zimanên din de ev deng ji ya kurdî kurttir e.
Bi alfabeya kurdî-erebî de ev deng bi herfa ی (li destpêkê ئی) tê nivîsîn. Di zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi wê herfê yan jî bi ﻱ tê diyarkirin. Di heman demê de ev herf li gor cihê xwe dikare nîşana dengê Y/y jî be.
Bi alfabeya kurdî-krîlî ev deng wek И (gir) û и (hûr) dihat nivîsîn.
Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [i] tê diyarkirin. Bo ku mirov diyar bike ku ev deng dirêj e û ne kurt e, mirov dikare di IPA-kirina kurdî de wê wek [i:] binivîse. Lê ji ber ku ev deng di kurdî de herdem dirêj e, ev cudakirin ne zerûrî ye.
Mirov dikare li vê derê guhdariya vî dengî bike:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Close_front_unrounded_vowel.ogg
Vokalên serekî di kurmanciya giştî de
pêşîn | navendî | paşîn | |
girtî | î | i, u | û |
nîvî | ê | o | |
vekirî | e | a |
Peydabûna dengê Î di peyvan de
Dengê Î di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:
- li destpêkê: îro, îcaze, îslam…
- li navê: mîr, birîn, cemidîn…
- li dawiyê: kî, masî, kelandî…
Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa Î di nivîsên kurmancî de 4,2 % ye.[2] Ev rêje wê dike nehem mişetirîn herf di nivîsên kurmancî de. Hin ji sebebê vê mişetiyê ev in:
- paşpirtika navdêrên nêr yên çemandî: wî destî, hevalekî got
- cînavên kî, wî, vî,
- paşpirtika kesî ya cînavê duyem yê yekhejmar: tu dikî / dibêjî / çûyî / hatibûyî…
- paşpirtika navdêrsaz (navdêran ji rengdêran çêdike): azad à azadî, şîrîn à şîrînî
- paşpirtika rengdêrsaz (rengdêran ji navdêran çêdike), zimansaz: havîn à havînî, kurd à kurdî
- paşpirtika partîsîpî: girtin à girtî, tirsandin à tirsandî, tirsîn à tirsiyayî
- pêşpirtika bi maneya “ev, vê”: îsal, îşêv, îro, îcar
Li nava peyvê Î pirr berbelav e. Di nav peyvên xwemalî de di kurmancî de ew li destpêka peyvê tenê di çend peyvên demî peyda dibe: îsal, îşêv, îro. Ew jî tenê di devokên kurmanciya navendî de wiha ye, di devokên rojhilatî û rojavayî de ne wisa ne. Bo nimûne, îro ya navendî û standard di devokên ne-navendî de bi formên wek hiro, iro, iroke, hîro, evro, evroke hene lê ne bi şiklê xwe yê îro. Lê di peyvên ji erebî û ji zimanên ewropî hatî de zêdetir peyda dibe:
- ji erebî bo nimûne: îslam, îbadet, îbret, îman, îmza…
- ji zimanên ewropî: Înternet, îluzsyon, înformasyon…
- ji tirkî: îsot[3], îşkence[4]
Lê gelek caran ji lihevkirin di nivîsîna Î li destpêkê de nîne. Ew û I yan E gelek caran alternatîv in (li jêrtir binêrin).
Li dawiya peyvên xwerû jî Î kêm peyda dibe: kî, kengî, dî, çî. Ji bilî peyva kî[5], ji van peyvan re jî alternatîv hene ku ne bi Î lê bi vokaleke din bi dawî tên: kingê, din, çi. Piraniya reha û mutleq ya peydabûna Î ji sebebê çemandina peyvan û peyvsaziyê ye (li jortir binêrin).
Rola Î di çemandinê de di kurmanciya rojhilatî de ji ya kurmanciya navendî berçavtir e ji ber ku navdêrên yekhejmar û diyar yên nêr di rewşa xwe ya çemandî de herdem paşpirtika Î digirin:
- kurmanciya rojhilatî: li welatî, bi agirî
- kurmanciya navendî û rojavayî: li welêt / welat, bi êgir / agir
Lê hemû kurmancî vê paşpirtikê navdêrên yekhejmar û diyar yên nêr di rewşa xwe ya çemandî dixebitîne gava ku ew li pey cînavekî bin:
- kurmanciya rojhilatî: li wî welatî, bi vî agirî
- kurmanciya navendî û rojavayî: li wî welatî, bi wî agirî
Yan jî gava ku di rewşa çemandî de ew li gel paşpirtika “-ek” ya nediyarîtiyê li kar bin:
– li welatekî, bi agirekî[6]
Çêbûna dengê Î ji dengên din
Dengê Î di hemû lehce û devokên kurdî de heye. Ew herwiha di farisî û erebî de jî bi heman awayê kurdî heye. Di tirkî de jî ew deng heye lê ne bi qasî yê kurdî dirêj e.
Dengê Î yê zimanên îraniya navîn (pehlewî, pertî) û kevn (hexamenişî, avestayî) di kurdî de bi piranî wek Î hatiye parastin:
kurmancî | pehlewî | avestayî |
bîr[7] | vîr | vîre- |
bîst | vîst | vîseite- |
Dengê Î yê kurmancî gelek caran ji encama dengekî din e. Mirov dikare van guherînan li ser sê beşan parve bike:
- guherîna dîrokî
- guherîn li gor devokan
- guherîn ji ber çemandinê
Peydabûna dîrokî ya dengê Î
Dengê Î yê kurmancî gelek caran ji Ê ya îraniya navîn e. Bo nimûne:
kurmancî | bide ber: … |
pîr | pehlewî: pêr |
kî | soranî, farisî: kê |
sîng | pehlewî û belûçî: sêneg |
xanî | farisî: xanê / xane |
Lê gelek caran jî Î ji encama tekdengbûna (monoftongizasyona) cotdengan anku dîftongan e.
kurmancî | farisî | pehlewî | avestayî |
mîz | mîz | mêz | meêz |
mî, mih | mîş | mêş | meêşe- |
bîn (di-bîn-im) | -bîn- | -bên- | veên- |
Peydabûna devokî ya dengê Î
Di kurmancî de Î gelek caran herwiha li cihê Û ya soranî ye:
kurmancî | soranî |
xanî | xanû |
kirî | kirdû |
Di kurmancî de peydabûna Î gelek caran ji ji cotdengê IH e:
hin devok[8] | hin devokên din[9] |
bî (darek) | bih |
bîn, bêhn | bihn, bêhn |
rî | rih[10] |
mî | mih |
mîwan (bi soranî), mêvan | mihvan, mêhvan |
sî[11] | sih |
Di hin devokên kurmancî de, Û hema-hema herdem dibe Î.[12] Bo nimûne, li Dihokê wiha ye. Di hin devokan de jî ew dibe Ü (lê ji ya tirkî / almanî dirêjtir):
kurmanciya giştî | bo nimûne li Zaxoyê | bo nimûne li Dihokê |
bûk | bük / bwîk | bîk |
dûr | dür / dwîr | dîr |
zû | zü / zwî | zî |
şûştin | şüştin / şwîştin | şîştin |
qanûn | qanün / qanwîn[13] | qanîn |
tabût | tabüt / tabwît[14] | tabît |
Wek ku tê dîtin, ev guherîn hem di peyvên xwemalî de (bo nimûne bûk, zû) û hem jî yên esil-biyanî de (wek mînak qanûn, tabût) de tê kirin.
Heta hin caran O ya kurmanciya giştî jî di dihokî de dibe Î (di zaxoyî de ew dibe Ü):
kurmanciya giştî | zaxoyî | dihokî |
kon | kün / kwîn | kîn[15] |
rovî | rüvî / rwîvî | rîvî |
kovî | küvî / kwîvî | kîvî |
Guherîna ji ber çemandinê
Li jor behsa peydabûna Î wek encama çemandin û girêdana navdêran hatiye kirin. Ew di kurmancî de giringtirîn awayê peydabûna dengê Î ye. Di soranî de di girêdana navdêran de Î hê jî ji kurmancî berfirehtir peyda dibe ji ber ku li cihê paşpirtikên kurmancî yên mê (-a) û yên nêr (-ê) yên girêdanê -î heye û herwiha li cihê paşpirtika girêdanê ya pirhejmariyê jî (bi kurmancî –ên) di soranî de –anî heye ku bi dengê Î ye.
Herwiha di kurmancî de Î wek encama çemandina lêkeran jî peyda dibe. Di kurmanciya standard de xaseten di rehê dema niha yê lêkerên bi –andin yan –endin bi dawî tên de, di dema niha de –în dikeve cihê wan[16]:
forma rader | rehê dema niha |
çandin | di-çîn-im |
standin, stendin | ne-stîn-e |
hejandin | di-hejîn-in |
xwandin, xwendin | bi-xwîn-in |
Di nivîsîna piraniya nivîskaran de, Î li berî Y dibe I.[17]
Di çemandinê de, eger di peyva xwerû de yan di rehê lêkerê de ji xwe Î hebe, êdî Î-yeke din lê nayê zêdekirin:
- iqtisad = aborî, ekonomî à iqtisadî = (dîsa) aborî, ekonomî(k) – (ne *aboriyî, *ekonomiyî)
- Elî à mala Elî (ne *mala Eliyî)
- tu hatî (bide ber ”ez hatim”) à tu ”hatî“ (bide ber ”ez hatime”) – ne *tu hatiyî”
- tu di-jî (bide ”ez di-jî-m”) – ne *tu dijiyî
Guherîna Î bi dengên din
Hin peyv hene ku tê de Û bi eslê xwe Î bû. Di kurdî de peyva ji erebî ya bi maneya birêveber, serperişt, gerînende bi piranî bi forma midûr tê gotin. Lê eslê wê yê erebî mudîr e anku di kîteya duyem de Î heye, ne Û. Wek ku tê dîtin, Î bi Û guheriye.
Herwiha bi maneya cejna jidayikbûna Mihemed pêxember yan duayên ku bi wê minasebetê tên kirin, di kurmancî de mirov bi piranî forma mewlûd (li gel şiklê mewlîd) dibîne. Eslê peyvê bi erebî mewlid e anku bi I (kesre) ye, ne bi Î (ya) yan jî Û (waw) e. Ji ber ku I di peyvên erebî de carinan bi kurdî dibe Î, mirov dikare texmîn bike ku peyv wiha guheriye :
- mewlid à mewlîd à mewlûd
Dengê Î di peyvên esil-erebî de
Di erebî de du dengên Î hene ku yek tam hevdenga Î ya kurdî ye û bi herfa ﻱ tê nivîsîn. Dengê din kurttkir e lê piçekê ji « i » ya kurdî pêştir tê gotin. Ew adeten di nivîsan de nayê diyarkirin lê dikare bi xetikeke li jêr konsonantan (bi navê kesre) were danîn.
Adeten Î ya dirêj ya erebî ﻱ bi herfa Î neqlî kurdî tê kirin:
- mîr ji erebî emîr
- cîran ji erebî cîran
- dîk / dîkil ji erebî dîk
- îman ji erebî îman
Herfa “i” jî adeten li cihê kesre ya erebî li kar e:
- emir ji erebî emir (ferman)
- kitêb ji erebî kitab
- fikir ji erebî fikir
Lê gelek caran di kurdî de Î li cihê “i” (kesre) ya erebî jî tê bikaranîn:
- îslam ji erebî islam
- însan ji erebî insan
- îbadet ji erebî ‘ibade(t)
- îlac ji erebî ‘ilac
Lê piraniya van peyvan
- însan / insan
- Îhsan / Ihsan
- Îsmaîl / Ismaîl
Herçi navên mirovan in, di gelek ji wan de I dikeve yan jî cihê xwe diguherîne:
- Isma’îl à Simaîl à Simayl à Simo à Simko
- Ibrahîm à Birahîm à Birehîm à Birayîm à Birho à Biro
Hin caran ev ketin di peyvên din de jî çêdibe:
- ittifaq à tifaq
Dengê Î di peyvên esil-ewropî de
Herfa I di piraniya zimanên ewropî de adeten wek dengê Î yê kurdî (lê gelek caran kurttir) tê gotin. Di fransî de ew li pêş dengên M û N zêdetir dişibe E-ya kurdî yan jî A-ya kurdî lê kurttir. Tirkî – ku piraniya peyvên ewropî bi rêya wê dikevin kurdî, bi taybetî kurmanciya nivîskî – I-ya peyvên ewropî dike İ lê li berî M û N, di bin tesîra fransî de dike E. Di kurdî de jî İ ya van peyvan ji tirkî wek Î tê neqilkirin û E jî her wek E.
- fransî îluzyon à tirkî iluzyon à kurdî îluzyon
- fransî information à tirkî enformasyon à kurmancî enformasyon
Di ser re jî tirkî du yan zêdetir konsonantan li destpêka peyvan qebûl nake, loma İ-yekê li destpêka wan zêde dike:
- fransî station à tirkî istasyon à kurdî îstasyon
Lê di rastiyê de zêdekirina Î li van peyvan di kurmancî de qet ne hewce ye ji ber ku kurmancî bi xwe dikare hin komên konsonantan li destpêka peyvê qebûl bike û çend komên xwe bi xwe jî hene:
- stran, stêr, stewr…
- sk_estin, şkeft…
Loma formên wek stasyon, statistîk, stadyûm tercîhkirî ne, ne *îstatîstîk, îstasyon, îstadyûm”. Herwiha parastina I li berî M û N jî ji guherandina wan ya bi E maqûltir û beraqiltir e:
- informasyon (ne *enformasyon lê ne *înformasyon jî)
- imparator (ne *emparator lê ne *împarator jî)
Wek din jî, bi piranî parastina I wek xwe (ne guherandina wê bi Î) çêtir e :
- televizyon (ne televîzyon)
Tenê di kîteya dawiyê de mirov zêdetir I dike Î ji ber ku di kurdî de di navdêrên xwerû (neçemandî / netewandî) de kîteya dawiyê girankirî anku kirpandî ye û loma dirêjtir e :
- statistîk (tenê I-ya kîteya dawiyê bi Î tê guherandin)
- diminutîv (ne *dîmînutîv lê ne *diminutiv jî)
________________________________
Têbînî
[1] Bo cihê ”I, i” ya kurdî di devî de, li tabloya li jêr binêrin. Cihê ”I ı” ya tirkî ne li wir e lê li paştir e, nêzîkî U ya kurdî ye lê hinekî bilindtir e.
[2] Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/04/rejeya-herfan-di-nivisen-kurmanci-de
[3] Bo etîmolojiyê binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/%C3%AEsot
[4] Bi rêya tirkî ji farisî.
[5] Di kurmancî de kê ne varyanteke peyva kî ye lê forma wê ya çemandî ye. Bersiva peyva kî dikare ez, tu, ew, em hûn… be lê bersiva peyva kê jî dikare min, te, wê, wî, me, we, wan be. Di soranî de herdu jî kê ne.
[6] Hêjayî gotinê ye ku di vê rewşê de kurmanciya navendî paşpirtika Ê tercîh dike: li welatekê, bi agirekê.
[7] Bi maneya ”hiş, hizir, mejî”, ne bi wateya “çala avê” ku ji erebî ye.
[8] Bi taybetî kurmanciya navendî û rojavayî
[9] Nemaze kurmanciya rojhilatî
[10] Bi maneya ”mûyên li rûyê mêran”
[11] Hem bi maneya ”30” û hem jî bi wateya ”sîber, cihê ku tav lê nade”.
[12] Tenê ”bûn, çûn” û herwiha ”û” wek peyveke serbixwe bi maneya ”and” ya inglîzî di dihokî de nabin ”î”. Peyva ”kîr” bi K-ya bêpif / nerm di dihokî de jî bi maneya endamê cinsî yên nêran e. Bi K-ya bipif / req ew di dihokî de maneya ”kûr” (ava bilind) dide.
[13] ”-wî-” li vê derê ne du dengên ji hev cuda ne lê tenê wek nîşana dengê Ü ya dirêj hatine nivîsîn. Eger ew du dengên cuda bûna, hingê peyva ”qanwîn” dê wek ”qan-wîn” bihata xwandin lê di rastiyê de ew wek ”qa-nwîn” tê gotin.
[14] ”-wî-” li vê derê ne du dengên ji hev cuda ne lê tenê wek nîşana dengê Ü ya dirêj hatine nivîsîn. Eger ew du dengên cuda bûna, hingê peyva ”qanwîn” dê wek ”qan-wîn” bihata xwandin lê di rastiyê de ew wek ”qa-nwîn” tê gotin.
[15] Bi K-ya nerm / bêpif ji ”kîn” ya bi wateya “kerb” tê cudakirin.
[16] Di soranî de li cihê Î ya kurmancî di van rewşan de Ê heye. Di zazakî û farisî de A/E wek xwe dimîne, bi Î/Ê naguhere.
[17] Bo nîqaşa li ser sebebên guherandina Î+Y à IY, binêrin nivîsa me ya li ser dengê I: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/754123684644976/
Saet xweş lê î herf e anjî deng e?
LikeLike
Hem herf e û hem jî deng e.
LikeLike