Dengê P – varyant, peydabûn û guherîna wî

 

Husein Muhammed

P

Di dengnasiya kurdî de P / p herfeke konsonant e ku navê wê yê dengnasî ”dulêviya seknî ya bêlerz e”. Mebest ji ”seknî”ê ew e ku di derxistina wê de lêv pêşî bi temamî girtî ne û paşî tên vekirin. Mebest ji ”dulêvî” ew e ku ku cihê derxistina vî dengî bi herdu lêvan e: lêva jorîn û lêva jêrîn di dema peydabûna vî dengî de bi hev dikevin. Merem ji ”bêlerz” jî ew e ku di dema peydabûna vî dengî de perdeyên dengî nalerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê ”P” (gir) û p (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tê nîşankirin. Di erebiya standard de ev deng peyda nabe û ti herf jî bo nivîsîna wî di erebî de nînin. Di kurdiya bi alfabeya kurdî-erebî û herwiha di gelek zimanên din jî yên erebînivîs de herfa پ bo nivîsîna jî dengî tê bikaranîn. Wek wek herfa ب (B) ya alfabeya erebî ye lê li şûna nuqteyekê sê nuqte li bin hene. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek П (gir) û п (hûr) dihat nivîsîn.

Mirov li vê derê dikare guh bide vî dengî:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_bilabial_plosive.ogg

 

Peydabûna P di peyvan de

Di kurdî de herfa P dikare niha li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe

  • destpêk: perde, pê, pez, piling…
  • nav: kepir, bapîr, şapik…
  • dawî: ap, kûp, hesp…

Li gor lêkolînên me[1], rêjeya herfa P di nivîsên kurmancî de 0,7 %. Tenê herfên Ç, C, Q, F ji herfa P kêmtir di nivîsên kurmancî de peyda dibin. P li destpêka peyvê mişe ye anku pir peyda dibe lê li nav û dawiya peyvên xwemalî pir kêm e. Sebebê vê kêmiyê ew e ku tarîxiya P-ya gelek peyvên xwemalî pêşî bûye B û paşî jî bûye V (li jêrtir binêrin).

 

Du fonem: P-ya bipif û ya bêpif

Herfa P di kurmancî û zazakî de nîşana du fonemên anku du dengên serbixwe ye. Yek ji wan P-ya bipif e (req e, bihilm e, hilmdar e, bi inglîzî ”aspirated”.) Ew bo nimûne di van peyvan de heye:

  • perde, parçe, pirt, pirtik, por(r)…

Mebest ji ”bipif” ev e: heke dengek bipif be, hingê pifek yan hilmek yan bayekî xurt ji devî dertê. Mirov dikare bi wê pifê yan wî bayî bihese heke perrekê / kaxezekê nêzîkî devê xwe bigire yan jî devê xwe nêzîkî mûmekê bike û peyva ”perde” bibêje. Hingê ew perr dê biheje ji ber ku P di peyva ”perde” de bipif e. Lê heke mirov bi heman awayî peyva ”pênc” bibêje, ew perr dê neheje ji ber ku P di peyva ”pênc” de bêpif e.

Awayekî din yê realîzebûna dengê P bêpif e (nerm e, bêhilm e, bi inglîzî ”unaspirated”). Ew awayê P bo nimûne di van peyvan de heye:

  • pêr, pênc, pîvaz, penîr…

Di kurmancî û zazakî de pifdarî herfa P dike du fonem anku du dengên serbixwe. Sebebê vê ew e ku eger mirov P-ya bipif wek P-ya bêpif bibêje, maneya peyvê dikare biguhere:

P-ya bipif (req) P-ya bêpif (nerm)
peyv wateya wê peyv wateya wê
par parçe, beş par sala borî/çûyî

 

Di kurmancî de di peyvên xwemalî de li nav û dawiya peyvê P bi piranî bêpif e anku nerm e:

  • kepir, spî, spêde…

Lê carinan jî bipif anku req e:

  • ap, spas…

Li destpêkê dikare bipif (req) yan jî bêpif (nerm) be:

  • req: perde, parçe, pirt, pirtik, por(r)…
  • nerm: pêr, pênc, pîvaz, penîr…

Di zazakî û ermenî de jî li destpêkê P carinan req û carinan jî nerm e. Di soranî, farisî, tirkî û inglîzî de P herdem li destpêkê req e. Di fransî de ew herdem nerm e.

Ji ber ku piraniya peyvên wergirtî yên bi P niha ji inglîzî, farisî, tirkî û soranî dikevin kurmancî, P-ya wan jî wek di van zimanan de di kurmancî de jî bi şiklê xwe yê bipif/req dimîne:

  • ji farisî (yekser yan bi rêya soranî): pena(ber), peyam, pesend, pêwîst
  • ji inglîzî (yekser yan bi rêya tirkî): polîs, pas, pasaport, poste…

Peyvên bi eslê xwe ji fransî jî bi P-ya bipif anku req ketine kurdî ji ber ku ew ne yekser ji fransî lê bi rêya inglîzî yan tirkî hatine nav zimanê me û berî ku bigihin kurdî, P-ya destpêka wan peyvan bûye bipif:

  • parleman / parlemento

Lê li nav yan dawiya peyvên biyanî jî P dikare bêpif anku nerm e:

  • ji tirkî: top
  • ji inglîzî: kompûter
  • ji fransî: tîp

 

 

Alofonên din: P-ya zirav û P-ya qelew

Ji bilî pifdariyê, kurmancî û zazakî herwiha bi awayekî din jî P-yan ji hev cuda dikin. P dikare zirav be yan jî qelew be:

  • P-ya zirav: par (sala borî), pênc, pîvaz, pûng…
  • P-ya qelew: pazde (15), pez, piling, poz…

P-ya bêpif berî O herdem qelew e (poz), berî Ê, Î, Û zirav e (pêr, pîr, pûng) lê berî A, E, I bi piranî zirav e (par, pehn) lê carinan jî qelew e (parzûn, pembû, pez). Di çend peyvan de P di hin devokan de zirav e lê di hinan de jî qelew e: Peyva ”penîr” di hin devokan de bi P-ya zirav e û pir dişibe awayê gotina ”pênîr” lê di hin devokan de jî bi P-ya qelew e û nêzîkî dengê “panîr” e.

Cudakirina awayên zirav û qelew bi taybetî di P-ya bêpif de heye. Bi piranî tenê P-ya bêpif /nerm dikare qelew be. P-ya bipif/req bi piranî zirav e:

  • perde, parçe, pirt…

Lê di çend peyvan de P-ya req dikare di heman demê de qelew jî be:

  • ”pind” hem bi P-ya req û hem jî qelew e

Di peyvên biyanî de P li berî O dikare wek P-ya req-qelew bê gotin:

  • poste

Lê di peyvên xwemalî de P-ya req li berî O jî zirav e:

  • por(r)

Ziravîtî û qelewîtiya P di kurdî de ne taybetiyeke fonemîk e. Anku guherandina P-ya qelew bi P-ya zirav yan P-ya zirav vi P-ya qelew nikare maneya ti peyvan biguherîne. Anku P-ya zirav û P-ya qelew ne du fonem in lê tenê du alofon in: du awayên derketina heman dengî ne lê ne awayên wateguhor in. 

 

Peydabûna dîrokî ya P

Dengê P di hemû lehceyên kurdî de peyda dibe. Ew ji bilî erebiya standard, di hemû zimanên cîranî kurdî (aramî, azerî, ermenî, farisî, tirkî) de jî heye. Dengê P herwiha di piraniya – eger ne hemû zimanên ewropî de jî li kar e. Ew herwiha di maka zimanê kurdî û zimanên din yên hindûewropî de jî anku di proto-hindûewropî de jî hebû.

P-ya proto-hindûewropî bi piranî di kurdî de wek xwe hatiye parastin. Bo nimûne:

kurmancî ji proto-hindûewropî bide ber…
*pods- latînî: ped
pênc *pénkʷe yûnanî: pênta
pir[2] *pértus- (derbaz bûn) yûnanî: poros (derbend)

 

Hin caran P ji dengekî din peyda bûye:

kurmancî ji proto-hindûewropî bide ber…
pêl *welʰ- almanî: Welle, rûsî: volna
por(r), pûrt *uel- inglîzî: wool (hirî)

 

Herwiha P-ya nava peyvê gelek caran ji W/V/U ya proto-hindûewropî ye:

kurmancî ji proto-hindûewropî bide ber…
hesp *hêkwos-[3] sanskrîtî: eṥve-
dilop *drewʰ- inglîzî: drop

 

Peydabûna P ji W/V/U ya proto-hindûewropî hê li serdema îraniya kevn peyda bûye. Loma peyva ”hesp” her ji avestayî ve şiklê ”esp-” anku forma bi P wergirtiye.

Di kurdiya niha de di gelek peyvan de B-ya destpêkê bi P diguhere:

  • frensî: bicyclette à tirkî: bisiklet à kurdiya devkî: pisqilêt (li Bakurê Kurdistanê)
  • inglîzî: bicycle à kurdiya devkî: paysikil (li Başûrê Kurdistanê)
  • inglîzî: bus (otobûs) à kurdiya devkî: pas (li Başûrê Kurdistanê)
  • inglîzî: battery (baterî) à kurdiya devkî: patrî (li Başûrê Kurdistanê)

Herwiha ddaçeka ”bi” li gel cînavên ”wê / wî / wan” bi forma xwe ya B dibe P:

  • bi wê / wî / wan à pê

Di hin devokan de (bi taybetî behdînî) daçeka ”bi”[4] û herwiha pêşpirtika lêkeran ”bi-” dibe P:

  • bi avê à p’avê
  • sêvekê bixwe à sêvekê-p’xwe à sêvekêp-xwe

 

Guherîna P bi dengên din

Ji nimûneyên li jor diyar e ku P li destpêka peyvê li hemberî hin dengên din bi ser ketiye: carinan W/V/U/B bûne P. Herwiha P-ya proto-hindûewropî jî xwe li destpêka peyvê di kurdî de parastiye.

Lê li nav û dawiya peyvê, diyardeyeke tam berevajî peyda bûye: P bi dengên din guheriye. Adeten P pêşî bûye B û paşî jî bûye V (di soranî de W):

sanskrîtî ep- sêp a-vasa[5] septan
avestayî ep- -pa- hepte-
pehlewî ap sêp apat heft
farisî ab sîb abad heft[6]
kurmancî av sêv ava heft
soranî aw sêw -awa, awedan hewt, heft

 

Wek ku me li jor diyar kiriye, dengê P li destpêka peyvan xwe baş parastiye. Lê dîsa jî hin caran P li destpêka peyvê bûye F:

  • kurmancî: fisteq, fistiq
  • farisî: pistê
  • pehlewî: pistek

Ev ji ber tesîra zimanê erebî peyda bûye. Di erebiya standard de P nîne. Berê peyvên biyanî yên bi P di erebî de dengê F digirt:

erebî ji wate
fîrdews ji îranî ”perdîs” biheşt
fenn ji îranî ”pend” huner
fincan ji îranî ”pengan” fincan
fûlað ji îranî ”polat” pola, pîla
funduq ji yûnanî ”pandokeîon” hotêl, qonax, mêvanxane
felsefe ji yûnanî ”philosophîa” felsefe, fîlosofî

 

Ji ber vî sebebî ye ku di kurdî de çend peyvên îranî yên bi eslê xwe bi P, dengê F wergirtiye:

  • fincan (pehlewî: pengan)
  • fisteq (pehlewî: pistek)

Herwiha navê miletê faris (fars) û zimanê wan farisî (farsî) jî ji ber eynî sedemê ji peyvên pars û parsîg yên kevnar guherîne û şiklê F wergirtiye.

Peyva fisteq berî ku bikeve bin tesîra erebî, bi şiklê xwe yê bi dengê P ji zimanên îranî derbazî yûnanî bûye û jê li Ewropayê belav bûye: yûnaniya kevn pistakion, latînî pistacium, îtalî pistacchio, inglîzî pistachio, fransî pistache… Herwiha ermenî pistek.

Bi heman awayî navê farisan û zimanê wan jî bi forma xwe ya ne-erebîkirî di zimanên ewropî de berdewam e. Navê zimanê farisî bi hin zimanên ewropî: fransî persan, inglîzî Persian, almanî Persisch, spanî  û portugalî persa, îtalî persiano, rûsî pêrsîdskî… Herwiha ermenî parskêrên.

 

P (sor) û lêzimên wê (şîn) li gel konsonantên din (reş) yên kurdî

        CIH à

AWA

du-lêvî lêvî-didanî pidûyî

 

paş-pidûyî ban-devî paşdevî ser-gewrî zima-nokî qirrikî
BÊVILÎ m   n            
SEKNÎ
– bêlerz
–         bilerz

p
b
 
t
d
   
k
g
   

q


ʔ
XIŞOKÊN VIZOK
– bêlerz
–         bilerz
   

s
z

 

 

ş
j

   

x

 

     
XIŞOKÊN NEVIZOK
– bêlerz
–         bilerz
 

f
v

 

ç
c

     

 

h

JENOK     r            
TENGAV w   l   y        

© Husein Muhammed 2014 – 2015

 

___________________________________________

TÊBÎNΠ

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de: http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[2] rêya di ser avê re

[3] K-ya proto-hindûewropî hê zûtir di zimanên hindûîranî de bûbû S/Ş, bo nimûne proto-hindûewropî ”*kér-” à kurdî ”ser”.

[4] Bi heman awayî daçekên din jî yên ”di, ji” dengên xwe yên bilerz (D, J) dikin bêlerz û herwiha i-ya wan winda dibe:

  • di kitêbê de à t’kitêbê da
  • ji malê à ş’malê

[5] Wek ku li jor hatiye diyarkirin, V/W/U-ya proto-hindûewropî carinan bûye P (”pêl” ji proto-hindûewropî ”welʰ-”). Anku peyva ”ava” ya kurmancî li çembereke temam ziviriye: *ava- à *apa- à ava”.

[6] Herfa T ya bêlerz herwiha V-ya bilerz dike F-ya bêlerz loma ”heft”, ne ”hevt”.

2 thoughts on “Dengê P – varyant, peydabûn û guherîna wî

Leave a comment