Giranî di dengnasiya kurdî de

Husein Muhammed

girani

Di dengnasiyê de mebest ji giranî yan kirp yan şidandin[1] girankirina yan şidandina yek yan çend kîteyên (heceyên) peyvê yan hevokê ye. Anku kîteyek ji yên din girantir yan şidandîtir yan dirêjtir tê gotin.

Giraniyê di dengnasiyê de roleke giring heye: eger peyv li kîteya rast neyê girankirin, ew baş nayê bihîstin yan fehmkirin.

Heta niha bi awayekî giştî hatiye texmînkirin ku giranî di dengnasiya zimanên îranî de ne diyardeyeke fonemîk e. Anku guherandina cihê giraniyê di peyvê de nikare maneya peyvê di van zimanan de biguherîne. Gelek caran hatiye dubarekirin ku di nav zimanên îranî de tenê di peştûyî de giranî diyardeyeke fonemîk e.[2] Lê di rastiyê de di kurdî de jî giranî bi berfirehî diyardeyeke fonemîk û wateguhor e (li jêrtir binêrin).

Giraniya navdêran

Di navdêrên (substantîv, ism, bi inglîzî nouns) dukîteyî yan pirkîteyî yên neçemandî yên kurdî de giranî li dawiya peyvê ye.[3] Di nimûneyên vê nivîsarê de kîteya girankirî tê qelewkirin:

  • a-gir
  • ga-
  • e-re-
  • ber-je-wen-
  • qe-re-ba-lix

Paşpirtikên çemandinê / tewandinê (inflectional suffixes) û girêdanê (nisbetê/izafeyê) yên navdêran bêgiranî ne:

  • kitêb / heval
  • kitêbê / hevalî (paşpirtika çemandinê -Ê/-Î bêgiranî ye)
  • kitêban / hevalan (paşpirtika çemandinê bêgiranî ye)
  • kitêba min / hevalê min (-A / -Ê ya girêdanê bêgiranî ye)
  • kitêbek / hevalek (-EK anku paşpirtika yekhejmariya nediyar bêgiranî ye)
  • kitêbekê / hevalekî (-EKÊ / -EKÎ anku paşpirtika yekhejmariya nediyar ya neçemandî bêgiranî ye)
  • kitêbeke min / hevalekî min[4] (-EKE / -EKÎ anku paşpirtika yekhejmariya girêdayî bêgiranî ye)
  • kitêbên min / hevalên min

Lê eger paşpirtika çemandinê yan girêdanê ya vokala kîteya dawiyê ya peyva neçemandî girtibe yan paşpirtik û ew vocal bi hev ve heliyabin, hingê paşpirtik giranî dikeve ser paşpirtikê:

  • perde à perdeya spî à perda spî
  • erebe à bi erebeyê à bi ere
  • bira à birayê min à bi mi(n)

 

Di peyvên yekkîteyî yên vokaldirêj (a, ê, î, o, û) de jî paşpirtik bêgiranî ne:

  • roja me, nanê nerm, bi gazê,

Lê eger peyva yekkîteyî vokalkurt be (e, i, u), hingê paşpirtik giraniyê digire ser xwe:

  • di min, destên wî, gula

Paşpirtikên peyvsaz (derivational suffixes) xwedî giranî ne:

  • giran à gira
  • mezin à mezina
  • havîn à havîngeh
  • birîn à birîndar à birînda

 

Giranî û gazîkirin

Gava ku navdêrek di rewşa gazîkirinê (vokatîv) ya bêpaşpirtik de tê bikaranîn, hingê ne kîteya dawiyê lê kîteya pêşiyê girankirin tê kirin. Lê eger paşpirtika gazîkirinê lê were zêdekirin, hingê giranî li ser kîteya berî kîteya paşpirtikê dimîne.

 

rewşa binavkirinê (nominatîv) rewşa gazîkirinê (vokatîv) ya bêpaşpirtik rewşa gazîkirinê (vokatîv) ya bipaşpirtik
Ehmed kurd e. Ehmed, raweste! Ehmedo, raweste!
Jiyan şîrîn e. Jiyan, ka were! Jiyanê, tu çend şîrîn î!
Zarok biçûk in. Zarok, firavînê bixwin! Zarokino, firavînê bixwin!
Ew herdu bira ne. Bira, kerem kin! Birano, li hawara me were!

 

Di peyvên yekkîteyî de, gava ku bi paşpirtika gazîkirinê dibin du- yan sêkîteyî, dîsa jî giranî li ser kîteya yekem dimîne ji ber ku paşpirtikên çemandinê giraniyê nagirin ser xwe:

  • kuro! lawo! ro!
  • keçê! zê! jinê!
  • kurino, keçino, jinino, rino!

 

Giraniya rengdêran

Di rengdêrên dukîteyî yan pirkîteyî de jî giranî herdem li ser kîteya dawiyê ye[5]:

  • mezin
  • giran
  • zana
  • minasib
  • interesan / enteresan

Paşpirtika berhevdanê –tir xwedî giranî ye:

  • bilind à bilindtir

Di paşpirtika dukîteyî –tirîn ya rajoriyê (superlatîv) de kîteya dawiyê –în xwedî giranî ye:

  • giran à girantir à girantirîn

Pêşpirtikên “bi-, bê-“, yên ku pê rengdêr ji navdêran tên çêkirin bêgiranî ne:

  • deng
  • binamûs

Herwiha paşpirtikên dijwateker yên rengdêran jî bêgiranî ne:

  • xweşî à nexwes à nexweşî
  • baş à nebaş
  • guhdar à neguhdar à neguhda
  • xêrxwaz à xêrnexwaz à xêrnexwa

Lê eger rengdêr bên navdêrkirin û paşpirtikên çemandin yan girêdanê li wan bên zêdekirin, hingê ew paşpirtik bê giranî ne:

  • mezin à mezinê(n) wan (bi devkî herwiha “meznê wa[n]” eger “i” were avêtin)
  • delal à delala min

 

Giraniya cînavan

Cînavên kesî yên kurmanciya nivîskî yekkîteyî ne loma bi zerûrî giranî li ser tek kîteya heyî ye:

  • ez, tu, ew, em, hûn, ew
  • min, te, wê, wî, me, wan

Di hin devokan de cînavên kesî yên dukîteyî yan pirkîteyî hene. Di hin ji wan kîteya dawiyê giran e lê di hinan de jî kîteya navîn yan yekem:

  • ewa, e, e, ewan, hewe (we)[6]
  • ewana, wana, vêya, viya[7]
  • emin, eto, ême, êwe, ewan[8]

Hêjayî gotinê ye ku di vê meselê de cînavên kurdî ji navdêrên kurdî cuda ne: di navdêran de paşpirtikên çemandinê (-a, -ê, -î, -an) bêgiranî ne lê heman paşpirtik li gel cînavan bûne xwedî giranî. Ev jî tê wê maneyê ku cînavên çemandî di kurdî de leksîkalîze bûne anku bûne peyvên xweser, ne tenê peyvên çemandî. Ji ber ku kîteya yekem ya cînavên dukîteyî bêgiranî bûye, ew bi piranî ketiye:

  • ew+ê (bide ber ”kitêb+ê”) à ewê (bb: kitêbê) à wê (bb: kitêbê)
  • ew+an (bb: kitêb+an) à ewan (bb: kitêban) à wan (bb: kitêban)

 

Herwiha di cînavê he / he de jî giranî li ser kîteya duyem anku dawiyê ye. Carinan bo giringîdanê kîteya dawiyê ya vî cînavî dubare tê şidandin:

  • hemmû / hemmî

Di cînavên pirsyarkî bi adeten giranî li ser kîteya yekem e:

  • ken
  • çima, çira
  • çiqas
  • kanî, kanê (ka, li kû ye)

Di cînavên bi pêşpirtika her- de carinan kîteya yekem girankirî ye:

  • herkes, hertişt

Lê gelek caran jî kîteya duyem yan dawiyê tê girankirin:

  • hergav, herdem, hercar, herroj (herro, hero)

 

Giraniya hoker û daçekan

Di hokerên (adverbs) û daçekên (adpositions) giştî û berbelav de adeten kîteya pêşiyê girankirî ye:

  • paşî / paşê, pêşî, berî, piş
  • dî, ka
  • îro, îşev, îsal
  • gelek, piçek, hin(d)ek
  • belê, erê, bila, belkî, nexêr / nexê, jixwe, nexwe, xwene
  • sa, wisa, wiha, hingê, kingê / ken
  • gelo, gelî!

Herwiha hin hokerên devokî ku di zimanê nivîskî de yekkîteyî ne:

  • kurmanciya navendî û rojavayî: vira (vir), wira (wir),
  • kurmanciya rojhilatî: rê (vir), rê (wir)

Lê çend hokerên ku giranî li kîteya dawiyê jî hene (lîste ne temam e):

  • niha / nika / noke[9]
  • xwe

 

 

Giraniya lêkeran

Di lêkerên rader (neçemandî) de giranî li ser kîteya dawiyê ye:

  • hatin, berdan, helandin, vegerîn

Pêşpirtikên neyînîkirinê (na-, ne-, me-, ni-) giraniyê digirin ser xwe:

  • naçim, nehat, mekin, nikarî

Herwiha pêşpirtika bi- ya lêkeran jî xwedî giranî ye

  • bike, biçim, bidin

Lê pêşpirtika di- ya berdewamiyê di kurdî de ne xwedî giranî ye:[10]

  • dijim
  • direvin
  • vedige

Eger lêker ne di rewşa raderî de be anku neçemandî / netewandî be û pêşpirtikên bi-, na-, ne-, me-. ni- jî wernegirtibe, hingê giranî li ser kîteya dawiyê ya rehê lêkerê ye:

  • tu diza
  • ez dihenim
  • vedigevizin

Wek ku ji nimûneyên li jor diyar e, paşpirtikên kesî ne xwedî giranî ne:

  • ez dizanim (ne *dizanim)
  • tu dizanî (ne *dizanim)
  • ew dizane (ne *dizane)
  • em/hûn/ew dizanin (ne *dizanin)

Formên çemandî yên lêkera bûn û herwiha bûn wek lêkera paşgir yan alîkarî jî ne xwedî giranî ye:

  • Germ e [ger-me]
  • Zana bû [za-na-bû]
  • hatiye
  • hatibû
  • nehatiye
  • nehatibû

 

Giraniya peyvên pêkhatî û dariştî

Di peyvên pêkhatî[11] û dariştî[12] de tenê kîteya dawiyê giraniya serekî heye. Eger dariştin bi paşpirtikekê peyda bûbe, hingê cihê giraniyê ji peyva serekî diçe ser paşpirtikê. Di nimûneyan de cihê giraniyê hatiye qelewkirin:

  • birîn à birîndar à birînda

Di peyvên pêkhatî de anku di peyvên ji du yan zêdetir peyvên serbixwe pêkhatî de giraniya serekî tenê li ser beşa dawiyê heye. Di nimûneyan de cihê giraniyê hatiye qelewkirin:

  • ziman + dirêj à zimandirêj
  • serok + komar à serokkomar

Bi heman awayî di peyvên dubarekirî[13] de jî kîteya serekî tenê li ser beşa dawiyê heye:

  • tişt + mişt à tist_ûmişt
  • mal + hal à malûhal

Di cotkirinê de jî heman diyarde berçav e:

  • jin + mêr à jinûmêr
  • hatin + çûn à hatinûçûn

 

 

Giranî wek diyardeyeke wateguhor

Heta niha dihat texmînkirin ku di nav zimanên îranî de tenê di peştûyî de giranî diyardeyeke fonemîk e anku guherandina cihê giraniyê di peyvê de dikare maneya wê biguherîne.[14] Lê wek ku me li destpêkê jî got, di kurdî de jî giranî xwedî heman hêzê ye: veguhastina cihê giraniyê di peyvê de dikare wateya wê biguherîne. Ev diyarden e tiştekî marjînal û parawêz û biçûk e lê fenomeneke berçav û giring ya kurdî ye.

Yek: di kurdî de hin peyv hene ku di hevdeng û hevnivîs in lê hem maneya wan ji hev cuda ye û hem jî ew ji du birrên cuda yên peyvan (part of speech) in:

  • ”piştî” wek navdêr maneya ”barê ku kesek bi pişta xwe hildigire” ye.[15]
  • ”piştî” wek daçek maneya ”li pey, li dû, li dûv” dide[16]

Rast e ku ev her du peyv wek hev tên nivîsîn. Di wan de her herf û her kita dengî wek hev e. Lê dîsa jî ew bi temamî wek hev nayên gotin. Sebebê vê jî ew e ku cihê giraniya van peyvan ne eynî ye:

  • Ez piştî wî hatim.
  • Darbirran piş kirin pişta xwe.

Anku giraniya peyva ”piştî” ya daçek (preposition) wek ya piraniya daçek û hokerên din jî li ser kîteya yekem e. Lê giraniya peyva ”piştî” ya navdêr jî wek ya navdêrên din li ser kîteya dawiyê ya rewşa neçemandî ye.

Mirov dikare hin nimûneyên din jî yên wisa bide:

  • paşî (paşê, piştre, dû re, dûv re, şûn re) – paşî (aliyê piştê)
  • şî (berî, ewilî) – pêşî (aliyê pêş)

Bi heman awayî peyva ge ya bi maneya devera navbera çiyayan (”li gelî û newalan”) ji geya gazîkirinê (gelî hevalan!) cuda ye.

Ev cudahî bi taybetî di lêkeran de tê dîtin. Lêker adeten bi temamî maneya xwe naguherînin lê erk û wezîfeya wan ya rêzimanî bi veguhastina cihê giraniyê tê guherandin:

  • hatin (rewşa raderî – bi inglîzî to come, tirkî gelmek, erebî جاء, farisî آمدن)
  • hatin (“ew hatin”[17] – bi inglîzî they came, tirkî geldiler, erebî جاءت, farisî آمدند)

Herwiha gelek caran navdêrên çemandî û rengdêran wan bi nivîsîn û bi deng-bi-deng wek hev in lê bi giraniyê cudahiya wan diyar dibe:

  • Aza xweş e. (Serbestî, rizgarî, huriyet)
  • Azadî xweş got. (Kesekî ku navê wî Azad e.)
  • alîkariya miro (insansî, beşerî, humanîter, xêrxwazî, “mirovî” wek rengdêr)
  • wî mirovî (wî kesî, wî mêrî” – forma çemandî ji peyva “mirov”)

Yan jî:

  • başî [başî] (qencî, xêr)
  • baş î [başî] (tu baş î)

 

_______________
Têbînî

[1] Bi inglîzî stress, tirkî vurgu, erebî نبر û farisî تکیه.

[2] Bo nimûne Habibullah Tegey û Barbara Robson di The Iranian languages (ed. Gernot Windfuhr) de, Routledge 2009.

[3] Newzad Şukrî / Hirorî di lêkolîna xwe de Syllable structure and stress in Bahdinani Kurdish (Avaniya kîteyan û giranî di kurdiya behdînî de – http://www.degruyter.com/view/j/stuf.2002.55.issue-1/stuf.2002.55.1.80/stuf.2002.55.1.80.xml) di nav navdêran de peyva difin (poz, kepû, bêvil, kepi) wek nimûneyekê dide ku bi dîtina wî giranî ne li ser kîteya dawiyê ye (difin) lê bi qenaeta wî li ser kîteya pêşiyê ye (difin). Bi dîtina min, ev gotin ne rast e. Peyva difin jî wek gelek peyvên din bi du awayan dikare bê gotin: difin (dukîteyî) yan difn (yekkîteyê). Xaseten gava ku vokalek tê pey peyvên wisa, i-ya wan dikeve. Bi ketina wê i-yê re cihê giraniyê jî diguhere:

  • difin à difn-a min
  • kevin à kevn e

Eger ew “i” bi eslê xwe di van peyvan de tine be, ji xwe hingê ew peyvên yekkîteyî ne loma giranî bi zerûrî li ser kîteya yekem e ji ber ku ti kîteyên din di peyva xwe de nînin heta ku bikeve ser wê.

[4] Bi kurmanciya rojhilatî kitêbeka min / hevalekê min.

[5] Di nivîsara navborî de Newzad Hirorî dîsa dibêje ku di peyva gerim de giranî bi awarteyî / istisnayî li ser kîteya yekem e (gerim). Lê di rastiyê de ev peyv yekkîteyî ye (germ à ger-m e, ger-mahî, ger-mî, ne *ge-ri-m e, *ge-ri-mahî, *ge-ri-mî.). JI ber ku germ peyveke yekkîteyî ye, bi zerûrî giranî li ser tek vokala wê ye yan jî mirov dikare bibêje hemû peyv girankirî ye. Loma ev jî nabe ti nimûneyeke awarte / istisna.

[6] Ev desteya cînavan xaseten di kurmanciya rojhilatî de li kar in.

[7] Ev deste bi taybetî di devokên kurmanciya navendî û rojavayî de tên bikaranîn.

[8] Ev desteya cînavan soranî ye û maneya ”ez, tu, em, hûn, ew (pirhejmar)” dide. Ji van ”emin, eto” formên devokî ne û formên wan yên standard ”min, to” ne. “Ême, êwe, ewan” formên standard yên tev-soranî ne.

[9] Herwiha hevwateya wan ya soranî êsta û ya kurdiya başûrî îse.

[10] Di soranî de jî ”de-, e-” yên hevwateyên ”di-” ya kurmancî bê giranî ne. Lê berevajî wan, hevkara wan ya farisî mî- giraniyê digire ser xwe.

[11] Bo peyvsaziya bi pêkhatinê binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/08/04/kanizar-1-peyvsazi-di-zimane-kurdi-de/

[12] Bo peyvsaziya bi dariştinê binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/10/09/peyvsazi-bi-daristine/

[13] Bo peyvsaziya bi dubarekirinê binêrin: Husein Muhammed: Peyvsazî bi dariştinê (II) û dubarekirinê, kovara Kanîzar, hejmar 3: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/30/kanizar-hejmara-3/

[14] Binêre bo nimûne vekolîna Habibullah Tegey û Barbara Robson li ser zimanê peştûyî di kitêba The Iranian languages (ed. Gernot Windfuhr) de, Routledge 2009. Ew idia dikin ku peştûyî tek zimanê îranî ye ku tê de giranî diyardeyeke wateguhor e.

[15] Bi inglîzî ”load, burden”, tirkî ”yük”, erebî حمل, farisî بار

[16] Bi inglîzî ”after”, tirkî ”-dan sonra”, erebî بعد, farisî بعد از

[17] Yan ”em hatin” yan ”hûn hatin”.

Advertisements

One thought on “Giranî di dengnasiya kurdî de

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s