Dengê E – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

E

Herfa E / e di kurmanciya giştî û standard de[1] nîşana vokala nizm ya pêşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala vekirî ya pêşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”nizm” yan ”vekirî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li binê devî ye (ne bi banê devî ve ye). Mexseda ”pêşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li pêşiya devî ye (ne li paşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin.

Bi alfabeya kurdî-erebî li nav û dawiya peyvê ew wek ە (serbixwe) yan ـە (girêdayî) tê nivîsîn. Li destpêka peyvê di kurdî de ew wek ئه‌ tê diyarkirin. Di erebî de li destpêka peyvê ev deng wek أ û farisî de ew wek ا tê nîşankirin. Lê di erebî û farisî de li nava peyvê ev deng adeten nayê nivîsîn[2] û li dawiyê jî di erebî de axlebe nayê nivîsîn. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Ә (gir) yan ә (hûr) dihat nivîsîn. Di tirkî de jî E hevdenga E-ya kurdî ye lê di gelek zimanên ewropî de dengê herfa E zêdetir nêzîkî Ê ya kurdî ye. Di hin zimanên bakurê Ewropayê de, dengê nêzîkî E ya kurdî bi herfa Ä (du nuqte li ser A) tê nivîsîn.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [æ]  (A û E bi hev) tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Near-open_front_unrounded_vowel.ogg

 

Vokalên serekî di kurmanciya giştî de

vokal

  pêşîn navendî paşîn
girtî î i, u û
nîvî ê   o
vekirî e   a

 

Peydabûna dengê E di peyvan de

Dengê E di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • li destpêkê: ew, evîn, erzan…
  • li navê: ber, xew, dev…
  • li dawiyê: te, bêje, parçe…

Li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa E di nivîsên kurmancî de 11,6 %. Ev rêje wê dike mişetirîn herf di nivîsên kurmancî de. Hin ji sebebê vê mişetiyê ev in:

  • paşpirtika lêkeran li gel kesê sêyem yê yekhejmar: ew dike / nabêje, naçe[3]
  • paşpirtika fermanî ya yekhejmar: bike, nebêje, bide…
  • cînavên ”ew, ez, em, me, we, me, te” ku E tê de heye û ji ber peywirên xwe yên hevoksazî pir tên dubarekirin

Li nava peyvê E pirr mişe û berbelav e. Li destpêka peyvê ew di peyvên xwemalî de kêmtir peyda dibe: ji bilî cînavên “ez, em, ew”, ew tenê bi çend peyvan ve bisinor e.  Li dawiya peyvê jî mişe ye heke mirov lêkolerên çemandî (wek ”bike, nebêje, diçe, nade”) bihejmêre. Lê di peyvên xwerû û neçemandî de peydabûna E li dawiya peyvê bisinor û nadir e.

Di nivîsînê de gelek caran ”a” li destpêkê ye lê di gotinê de di rastiyê de ”eyn” (ع) berî wê ye:

  • erd, esman, ewr, Elî, …

Hin ji van peyvan ji erebî ne (erd, Elî) lê hin jî xwemalî ne (esman, ewr). Di peyvên wiha de mirov dikare bibêje ku li gor dengnasiyê E ne li destpêka lê li nava peyvê ye.

 

Peydabûna dîrokî ya dengê E

Dengê E di kurdî, farisî, erebî û tirkî de peyda dibe. Ew di zimanên berê yên îranî de jî hebû. Ew adeten ji dengê “ê” yê proto-hindûewropî hatiye. Heçku alfabeya niha ya kurdî latînî li gor dengnasiya dîrokî hatibe eyarkirin, herfa E di piraniya zimanên ewropî de dengê Ê dide lê di zimanên îranî dengê E dide, tam wisa tarîxiyen heman deng bûye du deng. Bo nimûne:

  • kurmancî: deh
  • farisî: deh
  • soranî: de
  • zazakî: des
  • rûsî: dêsyati
  • yûnanî: dêka
  • latînî: decem (bixwîne: dêkêm)
  • inglîzî: ten (bixwîne: tên)
  • almanî: zehn (bixwîne: tsên)

Lê E ya zimanên îranî gelek caran ji O ya proto-hindûewropî ye jî. Bo nimûne:

  • kurdî: heşt
  • farisî: heşt
  • avestayî: eşte
  • latînî: octo
  • yûnanî: okto
  • toxarî B: okt
  • ermenî: uit
  • rûsî: vosem

 

Li gor devokan E ji A peyda dibe:

  • dîse < dîsa (bide ber soranî ”dîsan”)
  • pasdaçekên ”de, re” (tê de, tê re) ji ”da, ra” (tê da, tê ra – bide ber soranî ”tê da / tiya”, zazakî ”ra = ji”, farisî ”ra = pirtika berkariyê anku bireseriyê)

Dengê A herwiha hingê dikare bibe E, gava ku H yan jî du konsonant bikevin pey A-yê:

  • farisî ”agah” > kurmancî ”ageh” (li gel ”agah”)
  • şah + siwar > şehsiwar

Carinan jî A dikare ”bipijike” û bibe EH yan HE:

  • kanî > kehnî (bide ber soranî ”kanî”, hewramî ”hane”, farisî ”xanî”, avestayî ”xan-” lê zazakî ”henî”)
  • karik > kehrik (bide ber soranî ”karjole/karjîle”, ermenî ”gar”, ”garn”)
  • asin (kurmanciya rojhilatî) > hesin (kurmanciya navendî) – bide ber soranî ”asin”, belûçî ”asen”, pehlewî ”asîn”, farisî ”ahen”, latînî ”aes”…

Bi taybetî di kurdiya başûrî[4] de A dipikije û lê wek kurmancî nabe EH lê dibe YE:

  • kar(ik) > kyer
  • nazanim (nizanim) > nyezanim

Carinan bi analojiyê, dengekî E yê peyvê vokala din jî wek xwe dike E:

  • ”rehet” ji ”rahet” (ji erebî raḥet)
  • ”seet” ji ”saet” (ji erebî sa’et)
  • kurmanciya navendî ”pere, bexçe” ji ”pare, baxçe” (bide ber kurmanciya rojhilatî ”pare, baxçe”, soranî ”pare, baxçe” û farisî ”parê, baxçê”).

Herwiha O (yan Ö) li destpêka hin peyvên ji tirkî dipijike û dibe WE anku bi wî awayî E (li gel W) peyda dibe:

  • wexer < oxir (ji tirkiya kevn oğur, bi tirkiya niha uğur)
  • werdek < ordek (ji tirkî ördek)
  • wede / wedi < ode (ji tirkiya osmanî ”ode”, bi tirkiya niha ”oda”)

E herwiha dikare hin caran di bin tesîra erebî de bi guherîna Ê bi Ey peyda bibe:

  • ”meydan” ji erebî ”meydan” ji pehlewî yan zimanekî din yê îranî ”mêdan” (hevreha ”miyan = navber” ya farisî û zazakî)
  • ”Teymûr” ji erebî ”Teymûr” ji tirkiya kevn ”Têmur” (bi tirkiya niha ”demir = asin / hesin”)

Lê dîftongbûna A, Ê, O û peydabûna E û dengekî din ji wan diyardeyeke ne zêde berbelav e. Fenomena pir mişetir ew e ku E û dengekî din (Y, W, H) bi hev re dibin A, Ê, O. Bo vê fenomenê, li jêrtir li beşa guherîna E bi dengên din binêrin.

Di çend nimûneyên nadir de, di peyvên ji erebî wergirtî de E ji I peyda dibe:

  • sehet < sihet (ji erebî ”ṣiḥḥe[t]”)
  • qese < qise (ji erebî ”qiṣṣe[t]”)

 

 

Guherîna dengê E bi dengekî din

Tarîxiyen E di kurdî de ji niha zêdetir jî hebû lê ew gelek caran bi herfeke din – adeten bi “i” – guheriye.  Mirov dikare van guherînan li ser sê beşan parve bike:

  • guherîna dîrokî
  • guherîn li gor devokan
  • guherîn ji ber çemandinê

 

 

Guherîna dîrokî

Mebest bi ”guherîna dîrokî” ew e ku texmînen carekê E di peyvê de hebû lê niha bûye dengekî din. Bo nimûne, bi berhevdana ziman û lehceyên lêzim, em dikarin bibêjin ku e di van peyvan de carekê hebû lê bûye i:

kurmancî zazakî farisî pehlewî avestayî
bihar wesar behar vehar vehere
kirin kerdene kerden kerten ker-

 

Mirov dikare herwiha guherîna ”e” bi ”i” di peyvên ji erebî wergirtî de jî bibîne:

kurdî ji erebî
alif ’elef
kilam kelam
silav selam

 

Me li jor gotiye ku eger du konsonant bikevin pey A, ew dikare bibe E. Di hin peyvan de ketina konsonantekê yan zêdetir konsonantan, dikare bibe sebebê guherîna berevajî: E dikare bibe A:

  • farisî, pehlewî, hewramî û zazakî ”serd”, belûçî ”sert”, avestayî ”serte-” lê kurmancî ”sar” (lê herwiha soranî jî ”sard” tevî parastina D jî)

Guherîna E bi A ji ber ketina konsonantan diyardeyeke nadir e. Adeten E dibe ”i”:

  • farisî û zazakî ”kerd” lê kurmancî ”kir” (û herwiha soranî jî ”kird” tevî parastina D jî)

Guherîna E bi A, Ê, Î yan O gelek caran ji encama guherîna cotdengan (dîftong) bi tekdengan (monoftong) peyda dibe. Bo nimûne:

 

EW / WE > O

  • ”xox” ji erebî ”xewx”
  • ”şor”[5] ji erebî ”şewr”
  • soranî “xo, xoş”, bide ber kurmancî “xwe, xweş”

EH > A

  • tehl > tal
  • pehn > pan
  • mehr (kirin) > mar (kirin)

 

EY/YE > Ê

  • ”kêf” ji erebî ”keyf”
  • ”bêder” (bênder) ji erebî ”beyder”
  • ”cêş” (artêş, leşker) ji erebî ”ceyş” ji aramî ”geyse” ji ”g-y-s-” (şer kirin)
  • ”êm” (alif) ji tirkî ”yem” (ji “yemek= xwarin”)

 

”eyn” + E yan E + ”eyn” > A

Di hin peyvên ji zû ve ji erebî wergirtî de dengê “eyn” anku ‘ (wek li destpêka navê ‘Elî, ‘Emer, ‘ereb, ‘ecem…) û E bi hev re dibin A:

  • erebî: ‘elef > kurmancî: alif (êm, giyayê ku didin heywanan)
  • erebî: ‘eqil > kurmancî: aqil
  • erebî: me’qûl > kurmancî: maqûl

Lê bi piranî awayê “eyn” + E yan E + eyn tê parastin tevî ku di nivîsînê de “eyn” nayê diyarkirin jî:

Bi nivîsînê Bi gotinê Ji erebî
Elî ‘Elî ‘Elî
ereb ‘ereb ‘ereb
malûm(at) me’lûm(at) me’lûm(at)

 

E > A di bin tesîra tirkî de

Carinan mirov di peyvên esil-erebî de li cihê E ya erebî, di kurdî de A dibîne. Ji bilî qeyda guherîna ”eyn+E” yan ”E+eyn” > A”, wek din guherîna E-ya peyvên esil-erebî bi A ji ber tesîra zimanê tirkî tê kirin:

ji erebî > tirkî > wergirtina bi rêya tirkî wergirtina dîrek ji erebî
’Elî Ali Alî Elî
beḥr (derya) bahr bahr behr
qelem kalem qalem qelem
ṭeleb talep, taleb- taleb teleb

 

Ji herdu desteyan, yên yekser ji erebî wergirtî (Elî, behr, qelem…) di kurdiya nivîskî de serdest û standard in, ne yên bi rêya tirkî hatî (Alî, bahr, qalem…).

 

A > E > I

Li jortir me diyar kiriye ku ji ber analojiyê anku wekhevkirinê E-yekê kariye ku A-ya peyvê jî bike E anku wekhevî di navbera wan de peyda dibe. Adeten E di kîteya paştir (duyem) de ye û A jî di kîteya pêştir (yekem) de ye û guherîn ”paşvero” ye anku dengên dûvre dengê berî xwe diguherîne[6]:

  • parçe > perçe
  • saet > seet
  • rahet > rehet

Lê balkêş e ku piştî wekhevkirinê (analogy), di hin devokan de dîsîmîlasyon anku jihevcudakirin (dissimilation) peyda dibe anku vokala kîteya yekem ji ya kîteya duyem dîsa cuda dibe:

  • sa’et > se’et > si’et
  • rahet > rehet > rihet

Lê vê carê A ji E venagere A lê dibe I.

Wek ku tê dîtin, hem di analojiyê de û hem jî ji dîsîmîlasyonê de, kîteya yekem diguhere û kîteya duyem herdem wek xwe dibîne (sa’et > se’et > si’et). Giringtirîn sebebê vê “xweparastina” kîteya duyem yan dawîn ew e ku giranî (kirp, stres) di peyvên xwerû de di kurdî de adeten li ser kîteya dawiyê ye: mirov di axiftinê de wê kîteyê ji yên din girantir, dirêjtir û giringtir dike. Loma tarîxiyen jî navika wê kîteyê anku vokala wê baştir tê parastin û di kîteyên din de, bi taybetî di kîteya yekem de vokal kêmtir sabit û xweragir e.

 

Guherîna devokî

A > E

Li gor hin devokan e bi taybetî dibe “e”: dîsa/dîse, xwandin/xwendin, xwastin/xwestin, standin/stendin, (di …) da/de, (di …) ra/re, (bi …) va/ve.

E > Ê

Di kurmanciya rojhilatî de di hejmareke berçav de Ê li cihê E ya kurmanciya navendî heye:

kurmanciya rojhilatî kurmanciya navendî soranî farisî
zêvî zevî zewî zemîn
pênîr[7] penîr penêr penîr

 

Wek ku diyar e, di kurmanciya rojhilatî de E bûye Ê ji ber ku di kurmanciya navendî, di soranî û di farisî de E li cihê wê heye. Eger em li zimanên îranî yên navîn û kevn jî binêrin, dîsa di wan de E heye, ne Ê.

Lê carinan jî li cihê Ê ya kurmanciya navendî, di kurmanciya rojhilatî de E heye:

kurmanciya rojhilatî kurmanciya navendî soranî farisî
mejî mêjî mêşk meẍz
çerîn çêrîn çerîn çerîden

 

Anku di van peyvan de ne kurmanciya navendî lê vê carê kurmanciya rojhilatî E ya eslî parastiye. Di soranî de jî ”mêşk” bi E ye lê dîsa jî ya eslîtir bi E ye ji ber ku ne tenê kurmanciya rojhilatî lê herwiha farisî û lehceyên kurdî yên din jî E heye: kurdiya başûrî ”mejg” (herwiha ”megj, mijq”), hewramî ”mejg”, lekî ”mezg”, zazakî ”mezg”…

 

E > I

Li cihê dengê E yê peyvên kurmanciya navendî, di hejmareke peyvên kurmanciya rojhilatî de I heye:

kurmanciya navendî kurmanciya rojhilatî
der (cih) dir
keç kiç
tenê tinê

 

Lê carinan jî di kurmanciya rojhilatî de E û di kurmanciya navendî I heye:

  • kurmanciya rojhilatî: gehandin, gehiştin
  • kurmanciya navendî: gihandin, gihiştin

Di vê meseleyê de soranî carinan li gel kurmanciya navendî ye û carinan jî bi ya rojhilatî re ye: ”geyandin, geyiştin, kiç” (wek kurmanciya rojhilatî) lê ”tenya, der” (wek kurmanciya navendî ”tenê, der”, ne kurmanciya rojhilatî ”tinê, dir”.)

Di hin devokan de E ya dawiya peyvê gelek caran dibe I. Ev bûye sebebê wê ku ”xwe” di hin devokan de bûye ”xu”:

  • xwe > xwi = xu

 

 

E > A

Di hin devokan de jî E tê paşxistin û nêzîkî dengê A dibe. Ev diyarde zêdetir di kurmanciya rojavayî de (Navenda Anatolê: Qonya, Mereş, Meletî) peyda dibe lê li hin deverên din rojhilattir jî heye: bo nimûne di devoka Goyiyan de ku dikeve navbera komdevokên navendî û komdevokên rojhilatî:

  • ez > az
  • kurd e > kurd a

 

Guherîna ji ber çemandinê

Mebest ji “guherîna ji ber çemandinê” ew e ku E di peyva xwerû de heye û naguhere lê gava ku peyva xwerû tê çemandin, hingê dengekî din cihê E-yê digire. Di çemandina navdêrên mê de, di rewşa yek ji zimanî ya diyar de, eger E li dawiya peyvê hebe, hingê ew di zimanê devkî de bi Ê diguhere:

  • mase / mêze > li ser masê / mêzê
  • rojname > wê rojnamê

Lê di zimanê nivîskî de E tê parastin û herfa Y dikeve navbera wê û Ê-ya paşpirtik daku du vokal nekevin dûv hev:

  • mase > li ser mase-y-ê
  • rojname > wê rojname-y-ê

Di kurmancî de du lêkerên bi paşpirtika ”-endin” hene[8] ku di çemandina demên niha de E dibe Î (di hin devokên kurmancî de û di soraniya giştî de Ê):

  • stendin > di-stîn-in
  • xwendin > na-xwîn-im

Di lêkera ”xwestin” ya kurmanciya navendî de E di demên niha û bên de dibe A:

  • xwestin > di-xwaz-im, na-xwaz-in

Lê tarîxiyen E-ya peyva ”xwestin”ê ji A ye: bide ber kurmanciya rojhilatî ”xwastin”, soranî ”xwastin”, farisî ”xʷasten”, pehlewî “xwasten”, partî “wxasten”… Anku di dîrokê de di kurmanciya navendî de A ya rehê demên niha û bên di rehên borî de bûye E, ne ku E bûye A.

Di kurmanciya navendî û rojavayî (lê ne rojhilatî) de herwiha di çemandina navdêrên de, di rewşa yekhejmariya diyar de E bi Ê diguherîne:

  • derî > li dêrî xist
  • ser > bi sê

 

Ketina dengê E ji peyvê

Tarîxiyen E ji destpêka gelek peyvên kurdî (û zimanên din jî yên îranî yên niha) ketiye. Bo nimûne:

Peyvên E jê ketî Bide ber
ber (pêş) pehlewî: eper, avestayî: upeyri
wêran pehlewî: ewêran
yar pehlewî: eyar
war soranî: hewar
wê / wî / wan ewê / ewî / ewan (ji ew+ê/î/an)
vê / vî / van evê / evî / evan

 

Di hin devokan de E ya paşpirtika fermanî ya yekhejmar ji peyvê dikeve:

  • binivîse > binivîs!
  • nebêje > nebêj!
  • rabe > rab!

Di rastiyê de E di van formên fermanî de pêşî kurt bûye anku bûye I û dawiyê bi temamî ketiye:

  • nebêje > nebêji > nebêj!

Rêgirtin li peydabûna dengê E li destpêkê

Ji bilî cînavên “em, ew, ez, ev” û çend peyvên din (bo nimûne: erzan, evîn), kurmancî û soranî adeten hewl didin ku rê li ber peydabûna dengê E li destpêka bigirin. Ev rêgirtin adeten bi zêdekirina dengê H yan jî dengê “eyn” (ع) tê pêkanîn.

Bo nimûne, di peyva “ewr” de di axiftina kurmancî de dengê ”eyn” û di soranî de jî H lê hatiye zêdekirin tevî ku ne H û ne jî “eyn” di vê peyvê de di zimanên kevn yên îranî de tine bû. Kurmancî dengê H li destpêka peyvên “hesp, heşt” bi cih kiriye tevî ku di zimanên kevn yên îranî û herwiha di zimanên ne-îranî yên hindûewropî de H di wê wan de nîne (soranî û farisî H li peyva “heşt” zêde kiriye lê peyva “hesp” wisa nekiriye: soranî “esp”, farisî “esb”).[9]

“Eyn” herwiha li peyva xwemalî “esman” jî hatiye barkirin. Ew heta li hin peyvên erebî yên di erebî de bê “eyn” (‘) jî hatiye siwarkirin:

  • erebî erḍ (ارض) > kurmancî ‘erd (عه‌رد), soranî ‘erz (عه‌رز)

Cînavên kurdî adeten li derveyî vê zêdekirina H yan “eyn”ê ne: “ez, em, ew, ev” lê niha E ji destpêka formên wan yên çemandî jî tê avêtin: “wê, wî, wan, vê, vî, van” (li cihê “ewê, ewî, ewan, evê, evî, evan). Hêjayî gotinê ye ku di soranî hejmara cînavên ku bi E dest pê dikin tenê du ne: “ew, em (=ev)” e ji ber ku “ez” di soranî de nîne û “em” jî bi forma “ême” ye.

 

Dengê E di peyvên esil-ewropî de

Dengê E di piraniya peyvên vê dawiyê ji zimanên ewropî hatî di rastiyê de ji dengê Ê ye. Herfa E di piraniya zimanên ewropî de adeten wek dengê Ê yê kurdî (lê gelek caran kurttir) tê gotin. Gava ku ev peyv yekser ji zimanên ewropî neqlî nivîsên kurdî tên kirin, ew deng li gel wê herfê ji dengê Ê dibe E. Sebebekî din yê gotina van peyvan bi dengê E li cihê dengê Ê ew e ku peyvên ji zimanên ewropî bi piranî vê dawiyê bi rêya zimanê tirkî derbazî kurmancî û zazakî bûne û ji ber ku di zimanê tirkî de dengê Ê nîne. Li aliyekî din, Ê di erebiya standard de peyda nabe, loma ew dengê nêzîkî Ê (herfa E) ya peyvên ji zimanên ewropî axlebe dike Î:

Loma ji peyva “democrat” ya inglîzî (bi gotinê teqrîben “dêmukret”) ev encam derdikevin:

  • tirkî: demokrat
  • erebî: dîmuqraṭî

Di inglîzî û hin zimanên din jî yên ewropî de dengê herfa E li gor zimanan û di heman zimanî de jî li gor peyvan dikare biguhere. Çend nimûne ji inglîzî:

Bi nivîsînê Bi gotinê Wate
archeology arkîolocî / arkiyolocî arkeolojî
Internet intirnêt Internet
ice ays cemed, qeşa, qerise
free frî azad, serbest, betal

 

Kurmanciya nivîskî di peyvên ji zimanên ewropî hatî de parastina herfa E tercîh dike. Loma:

standard ne-standard
telefon têlifon
kompûter kompûtêr
Internet Intêrnêt
metod mêtod
demokrat dêmokrat, dimokrat, dîmuqrat…

 

Li aliyekî din, di hin peyvên ewropî de A heye ku hin kurd wê bi dengê A û hin jî bi dengê E dibêjin û dinivîsin. Bi taybetî jî dudilî û lihevnekirin di nivîsîna navên hin welat û parzemînan de heye. Gelo em binivîsin “Amerîka, Afrîka, Almanya, Albanya, Fransa…” yan jî “Emerîka, Efrîqa, Elmanya, Elbanya, Frensa…”

Kurdên bakurî û rojhilatî ji ber tesîra tirkî û farisî wan bi A dinivîsin lê kurdên rojavayî û başûrî ji ber tesîra erebî wan bi E dinivîsin. Di eslê peyvê de bi zimanên ewropî A heye, ne E. Tevî ku awayê gotina – lê ne nivîsîna – inglîzî ya van peyvan nêzîkî E ya kurdî ye jî lê hem bi inglîzî û hem jî bi zimanên din yên ewropî ev peyv bi A tên nivîsîn û piraniya mutleq ya van zimanan wan bi A dibêjin jî. Bi inglîzî “America, Africa, Albania, France…” Loma mirov dikare A bo zimanê nivîskî tercîh û pêşniyaz bike.

_____________________
Têbînî

[1] Di zaravayên din jî yên kurdî de bi piranî wisa ye.

[2] Bo nimûne, hevwateya peyva ”kirin” ya kurmancî di farisî de bi deng ”kerden” e lê wek ”krdn” tê nivîsîn.

[3] Di devokên ku paşpirtikeke din li gel kesê sêyem yê yekjimar bi kar tînin – ew dibêjê, ew dibêjit, ew dibêjit… di wan de rêjeya E ji kurmanciya nivîskî ya standard hinekî kêmtir e û belkî rêjeya ”e” di wan devokan de ji ya ”i” kêmtir be.

[4] Mebest ji ”kurdiya başûrî” devokên feylî, kelhurî û kirmaşanî û devokên din yên nêzîkî wan in. Mexsed ne ”kurdiya Başûrê Kurdistanê” ye ku ji çendîn lehceyan (kurmancî, soranî, feylî, hewramî…) pêk tê.

[5] ”Şor kirin” bi maneya ”qise kirin, axiftin, peyivîn”.

[6] Çend nimûneyên kêm hene ku dijî vê qeyda giştî ne. Bo nimûne “mela” (ji erebî “mewla”) à “mele” (anku E-ya kîteya pêşîn A-ya kîteya pêşîn guherandiye, ne ku ya paşîn ya pêşîn guherandibe (ku adet e).

[7] Di kurmanciya rojhilatî de ”pênîr” forma xwerû ye û ”pênîrî” şiklê çemandî ye. Di kurmanciya navendî de forma xwerû ”penîr” û herçi şiklê ”pênîr” e, ew forma çemandî ye.

[8] Tarîxiyen paşpirtika ”-endin” ya van lêkeran ”-andin” bû, wek ”ç-andin, hej-andin, kel-andin”… û niha jî formên ”standin, xwandin” di gelek devokan de, bi taybetî di komdevokên kurmanciya rojhilatî de jî hene. Lê hêjayî gotinê ye ku ne tenê kurmanciya navendî ”-andin” van herdu lêkerên nimûne (stendin, xwendin) guherandiye lê soranî jî ew kirine ”sendin, xwêndin” tevî ku wek din di soranî de jî paşpirtika ”-andin” (ne ”-endin, -êndin”) li gel lêkerên din li kar e.

[9] Sebebekî din yê zêdekirina H li destpêka peyva ”heşt” analojî ye: ji ber ku H li destpêka hejmara ”heft” heye, ew bi metoda wekhevkirinê li hejmara ”heşt” jî hatiye zêdekirin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s