Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de F / f nîşana dengê ”lêvî-didanî yê xişok yê bêlerz” e. Mebest ji ”lêvî-didanî” ew e ku di dema gotina vî dengî de didanên (diranên) jorîn dikevin ser lêva jêrîn. Merem ji ”xişok” ew e ku di dema gotina vî dengî de hewa di buhirkeke teng ya devî re derdikeve û ji ber vê tengaviyê xişînek derdikeve. Mexsed ji ”bêlerz” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî yên di gewriyê de nalerizin.
Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de û di zimanên din yên yên erebînivîs de bi herfa ف tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di piraniya zimanên krîlînivîs de, ev deng bi herfa Ф (gir) û ф (hûr) dihat nivîsîn. Di hin zimanên navend û rojhilata Ewropayê de (bo nimûne almanî, holendî) V bo nivîsîna vî dengî li kar e û dengê V bi herfa W tê nivîsîn. Di hin zimanan de jî (bo nimûne di inglîzî de) PH bo diyarkirina vî dengî tê nivîsîn (bi taybetî di peyvên ji yûnaniya kevn wergirtî de).
Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ev deng bi herfa [f] tê nivîsîn. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_labiodental_fricative.ogg
Peydabûna F di peyvan de
Dengê F di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:
- destpêk: fanos, ferman, fêris, fireh, fîstan, fort, fûrîn…
- nav: afir(r), befir / befr, hefik, mehfûr, nefs…
- dawî: Arif, berf, def, maf, ref…
Bi ser ve wisa dixuye ku F bi berfirehî di kurdî de peyda dibe. Lê li gor lêkolînên me[1], F di nivîsên kurmancî de nadirtirîn herf e anku rêjeya peydabûna wê ji ya hemû herfên din kêmtir e. Tenê 0,26 % ji herfan di nivîsên kurmancî de F ne. Ti peyvikeke giştî ya wek cînav yan pêşpirtik yan paşpirtik ya kurdî dengê F di xwe de nahewîne.
Peydabûna dîrokî ya dengê F
Niha dengê F di kurdî de hem di peyvên bi eslê xwe îranî / hindûewropî û hem jî yên bi eslê xwe deynkirî (erebî, ewropî) de jî peyda dibe:
- îranî / hindûewropî: afir, befir/ berf, fireh, ferman…
- erebî: Arif, nefs, fêris, filan…
- ewropî: faks, film, futbol…
Herwiha hin peyvên kevnar jî (wek “fanos, fener, fîstan”) bi eslê xwe ji zimanên ewropî (yûnaniya kevn yan latînî) ketine nav kurdî û zimanên din yên Rojhilata Navîn.
Dengê F di zimanên din jî yên îranî yên nû, navîn û kevn de heye / hebû. Bo nimûne, ew di farisî, pehlewî û avestayî de jî mewcûd e. Bo nimûne:
kurmancî | ferman | berf / befr | fire(h) | kef[2] |
farisî | ferman | berf | ferax | kef |
pehlewî | freman | vefr | ferax | kef |
avestayî | fremeyne- | vefre- | freθeh- | kefe- |
Lê F-ya niha ya di hin peyvên kurdî de bi eslê xwe ji P ye:
kurmancî | firîn / firrîn[3] | fisteq | heft | fîroz, feyrûz |
farisî | perîden | pistê | heft | fîrozê / pîrozê |
pehlewî | per- | pisteg | heft | pedreçok |
avestayî | per- | – | hepte- | peyti-reok |
Dengê F di makezimanê proto-hindûewropî de peyda nedibû. Li cihê F-ya niha bi axlebe P hebû. Loma “heft” bo nimûne bi yûnaniya kevn “hêpta”, bi sanskrîtî “septan”, bi latînî “septem”, bi lîwanî “septyni”… ye/bû anku di hemûyan P heye, ne F.
Lê P ne tenê di zimanên îranî de, di gelek şaxên din jî yên hindûewropî de bûye F. Bi taybetî di zimanên germenî (bo nimûne almanî, inglîzî û swêdî) de P-ya destpêka peyvên hindûewropî bi temamî bûye F. Tenê peyvên ku wan zimanan paşî ji zimanên din (bi taybetî ji latînî) wergirtî de P dikare li destpêkê hebe.
Rastiya têkiliya dengê F û P ji şiklê van herfan jî baş diyar e: P/F û p/f bi şikl û dirûvên xwe jî pir dişibin hev û nêzîkî hev in.
Dengê P di gelek ji peyvên îranî di bin tesîra erebî de bûye F: fisteq, faris, fîroz / feyrûz. Lê hê berî têkiliya xurt di navbera zimanên îranî û zimanê erebî de peyda bibe jî, F di zimanên îranî de peyda bûbû. Loma mirov nikare bibêje ku “F dengekî erebî ye”. Lê gelek ji peyvên F li destpêka wan, ji erebî hatine wergirtin. Rewşa zimanê tirkî ji kurdî jî zêdetir wiha ye: hemû peyvên tirkî yên bi F dest pê dikin bi eslê xwe biyanî ne, bi piranî ji erebî ne.
Di erebiya standard de P nîne. Berê hemû peyvên bi P di erebî de dibûn F:
erebî | ji | wate |
fîrdews | ji îranî ”perdîs” | biheşt |
fenn | ji îranî ”pend” | huner |
fincan | ji îranî ”pengan” | fincan |
fûlað | ji îranî ”polat” | pola, pîla |
funduq | ji yûnanî ”pandokeîon” | hotêl, qonax, mêvanxane |
felsefe | ji yûnanî ”philosophîa” | felsefe, fîlosofî |
Lê di erebiya niha de êdî P nabe F, dibe B: bo nimûne frensî ”parlement” à erebî ”berleman”.
Di maka zimanê erebî de anku di proto-samî bi xwe de jî F tine bû lê li cihê F-ya peyvên erebî P hebû. Niha jî di zimanên lêzimên erebî de, di aramî û îbrî de li cihê F-ya erebî di peyvên van herdu zimanan de bi piranî P heye. Bo nimûne, peyva erebî ”fellah” (cotkar, cotyar) bi eslê xwe yê proto-samî ”p-l-h-” bû. Ew peyv hem bi rêya erebî wek ”felah” (cotkar) û ”file(h)” (mesîhî, xiristiyan) û hem jî bi rêya aramî wek ”pale” (karkerên zeviyan) ketiye kurdî.
F û lêzimên wê
CIH à
AWA |
du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî
|
paş-pidûyî | ban-devî | paş-devî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k g |
q |
ʔ [4] |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s |
ş |
x
|
||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz – bilerz |
f |
ç |
h |
||||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
Tabloya konsonsantên kurdî, bi taybetî dengê F (sor) û lêzimên wê (şîn)
Ji aliyê dengnasî ve F ji hemû dengan zêdetir nêzîkî dengê V ye. Ew herdu dengên lêvî-didanî û xişokên nevizok in. Tenê lerza wan cuda ye: V bilerz e lê F bêlerz e. Gava ku dengekî bêlerz bikeve pey V, hingê V dibe F:
- di-axiv-im à axif-tin
- di-kev-im à kef-tin (à ketin)
Di van nimûneyan de, ji ber ku T bêlerz e, ew V-ya bilerz dike F. Heman diyarde di gelek zimanên din de jî heye. Bo nimûne inglîzî:
- leave (çûn) à left (çû) – T-ya bêlerz V-ya bilerz dike hevala wê ya bêlerz anku F.
Li aliyekî din, dengekî bilerz li pey F, dikare wê bike V-ya bilerz:
- heft + deh à hef– + deh (ketina T ya navê) à hevde(h) (D-ya bilerz F-ya bêlerz dike V-ya bilerz)
Herwiha hin peyvên bi V yên kurdî belkî ji erebî ji F bin. Yek ji wan peyva kurmancî ”vala, vale” (xalî, ne tijî, ne tije, ne dagirtî) ye ku mihtemelen ji erebî ”faric” e.[5] Bi alternatîvî ew ji ermenî ye: ji ermeniya rojavayî ”barab” yan jî ermeniya rojhilatî ”parap”.
Ji bilî guherîna li gel P, dengê F dikare bi B, W û carinan bi H jî biguhere. Bi taybetî di soranî de li cihê cotdengê FT ya kurmancî bi piranî WT heye:
kurmancî | soranî |
heft | hewt |
şkeft | eşkewt |
mizgeft | mizgewt |
ke(f)tin | kewtin |
Guherîna B / F jî di kurdî de heye lê tenê di çend nimûneyan de peyda dibe:
- fafon / bafon
Guherîna yekser ya F / H di kurdî de peyda nabe. Em vê guherînê di hin zimanên din de dibînin:
- ermenî հրաման (hraman) ji pehlewî “freman” (ferman, emir)
- spanî ”hacer” ji latînî ”facer” (kirin)
Di kurdî de mirov guherîna F / H dikare bi awayekî neyekser, wek guherîna H / V bibîne:
- kurmancî: kulav, kevn
- farisî: kolah, kohen / kohnê
Ketina F ji peyvê
Dengê F carinan bi temamî ji peyvê dikeve. Naskirîtirîn nimûneya kurmancî peyva ”ketin” ya kurmanciya navendî ye. Ew di kurmanciya rojhilatî de bi forma ”keftin”, di soranî de jî wek ”kewtin” û di zazakî de jî bi forma ”kewten” heye. Di farisî de peyda nabe lê di hin zimanên din jî yên îranî û hin zimanên din jî yên hindûewropî de peyda dibe:
kurmanciya navendî û rojavayî | ketin |
kurmanciya rojhilatî | keftin |
soranî | kewtin |
zazakî | kewten |
belûçî | kep- |
parsî | k-f- |
pehlewî | k-f-, k-p- |
yûnaniya kevn | kopto- |
rûsî | kopati |
Bi yûnanî maneya peyvê ne ”ketin” e lê ”lê dan, lê xistin” e û bi rûsî jî wateya wê ”kolandin” e lê dîsa jî eslê peyvê eynî ye. Tiştê balkêş ew e ku ji bilî kurmanciya navendî û rojavayî, di ziman û zaravayên din yên rêzkirî de F, P yan W li berî T heye. Di rastiyê de ew di kurmanciya navendî û rojavayî de jî, di rehê demên niha û bên de heye:
- di-kev-im, na-kev-î, bi-kev-in, ne-kev-e
Lê ev deng ji rehê dema niha ketiye anku ”-keft-” bûye ”-ket-”.
Ev diyarde di hin peyvên din de jî di hin devokan de berçav dibe lê piraniya devokan F-ya berî T ya peyvên din diparêzin:
piraniya devokên kurmancî | hin devokên kurmancî |
mizgeft | mizget |
şkeft | şket |
[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de. http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33
[2] Li vir mebest ”kefa li ser avê” ye. ”Kefa destan” ne ji eynî rehî ye, ew bi eslê xwe ji erebî ye.
[3] Di kurmancî de jî P di peyva ”per, perr” (ber û bask) de hatiye parastin.
[4] ʔ bi IPAyê de nîşana dengekî ye ku di zimanên Rojhilata Navîn de bi navê ”eyn” tê nasîn û di alfabeya erebî û kurdî-erebî de bi herfa ع tê nivîsîn. Ew bo nimûne li destpêka peyvên wek ”Elî, Emer, Arif, esman, erd, ecem” û li nava peyvê bo nimûne di kelîmeya ”saet” de heye. Di alfabeya kurdî-latînî û wek din jî bi alfabeyên latînî gelek caran ew bi apostrofê (’) tê diyarkirin: ’Elî, ’Emer, ’Arif, ’erd, ’esman, sa’et…
[5] Guherîna L/R bi hev di kurdî de diyardeyeke berbelav e. Herwiha ketina C/G/D ji dawiya peyvê fenomeneke meşhûr e: “rewa” ji “rewag / rewac”.