Husein Muhammed
Di dengnasiya kurdî de R / r dengekî ”pidûyî-jenok” e. Mebest ji pidûyîtiya wî ew e ku ziman bi pidûyan dikeve gava ku mirov wî dengî dertîne. Merem ji jenokiyê jî ew e ku ziman dijene.
Di kurdî û gelek zimanên din de jî ev herf xwedî du awayên cuda yên gotinê ye. Di kurdî de li destpêka peyvê ew bi jenîna zimanî li hevberî pidûyên jorîn derdikeve: ziman çendîn caran li pey hev bi pidûyan dikeve:
- rast, rev, rê, rind, ron, ruh, rû…
Di alfabeya dengnasî ya navenetweyî (IPA) de ev varyanta R bi nîşana [r] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_trill.ogg
Di nivîsên kurdî de gelek caran navê ”R-ya şidandî”, ”R-ya req” yan jî ”R-ya qelew” li vê varyanta R-yê tê kirin. Em jî dê di vê nivîsê de bo hêsankirina fehmkirina mebestê jê re bibêjin ”R-ya req”.
Lê li nav û dawiya peyvan di kurdî de di peydakirina R de ziman bi piranî ne çendîn caran lê tenê carekê bi pidûyan dikeve:
- agir, baran, mêr, zîrek…
Di alfabeya dengnasî ya navenetweyî (IPA) de ev dengê bi nîşana [ɾ] tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:
https://en.wikipedia.org/wiki/File:Alveolar_tap.ogg
Di nivîsên kurdî de gelek caran navê ”R-ya sist”, ”R-ya nerm” yan jî ”R-ya zirav” li vê varyanta R-yê tê kirin. Em jî dê di vê nivîsê de navê ”R-ya nerm” bi kar bînin.
Di hin nivîsên li ser dengnasiya kurdî de R-ya nerm wek R/r û R-ya req jî wek Ř / ř ji hev tên cudakirin.
- agir, baran, mêr, zîrek…
- řast, řev, řê, řind, řon, řuh, řû…
Lê hin caran R-ya req li nav yan dawiya peyvê jî peyda dibe:
- bajar, pir (gelek), birîn (jê kirin, qetandin, piçandin, kêr kirin), biryar
Di nivîsîna normal ya kurdiya bi alfabeya latînî herdu jî bi R / r tê nivîsîn. Lê eger R-ya req li nav yan dawiya peyvê be, di hin nivîsînan de ew bi du R-yan anku ”rr” tê diyarkirin:
- bajarr, pirr, birrîn, birryar
Bi taybetî jî eger pêdivî be ku du peyvên hevnivîs lê ne hevdeng û hevwate ji hev bên cudakirin:
- birîn (birîndarî) vs. ”birrîn” (jê kirin)
- ”pir” (rêya di ser avê re) vs. ”pirr” (gelek, zehf)
- ”ker” (1. heywanek 2. parçe) vs. “kerr” (guhgiran, nebihîz)
Di alfabeya kurdî-erebî de R-ya nerm bi ر û R-ya req jî wek ڕ tê nivîsîn anku bi xetikekê li bin R-ya nerm tê danîn. Lê di pratîkê de gelek caran herdu bi R-ya bêxetik tên nivîsîn, xaseten li destpêka peyvê ku li gor rastnivîsînê diviya ku herdem bi R-ya bixetik hatibûya nivîsîn.[1] Di alfabeya kurdî-krîlî de wek zimanên din jî yên krîlînivîs ev herf wek ”Р” (gir) û ”р” (hûr) dihatin nivîsîn ku ji R / r zêdetir dişibin P / p yên latînî ku dengekî cuda ye. Di kurdî-krîlî de carinan bo diyarkirina R-ya req apostrofek (’) li pey herfê dihat nivîsîn anku P / p dibû P’ / p’.
Peydabûna R di peyvan de
R dikare di kurdî de li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:
- destpêk: rabûn, rez, roj…
- nav: armanc, beran, ereb…
- dawî: bihar, dûr, par…
Lêkolînên me yên berî niha diyar dikin ku rêjeya herfa R di nivîsên kurmancî de 5,2 % e.[2] Ev tê wê maneyê ku R şeşem herfa herî mişe ya nivîsên kurmancî ye: tenê “e, i, n, a, ê” ji wê zêdetir peyda dibin. Di nav konsonantan de tenê N ji R pirtir heye.
Wek ku li jor hatiye diyarkirin, li destpêka peyvên kurdî R herdem req e. Li nav û dawiyê, ji bilî hin awarteyan / istisnayan, R nerm e.
Peydabûna R ji L
Gelek ji peyvên xwemalî (hindûewropî yan îranî), yên ku niha R tê de heye, tarîxiyen R-ya wan ji L-yê peyda bûye. Di proto-hindûewropî de anku di maka zimanên hindûewropî de L hebû lê di zimanên îranî yên kevn de L jî bû R. Loma bo nimûne ”rûvî / rovî” di zimanên îranî de bi R ye lê hevrehên wî di zimanên din yên hindûewropî de bi L hene:
- nimûne ji zimanên îranî
- kurmancî: rûvî, rovî
- soranî: rêwî
- farisî: rûbah
- pehlewî: rûbas
- avestayî: urupis, raopi-
- nimûne ji zimanên ne-îranî
- sanskrîtî: lopaka-
- yûnaniya kevn: alopêx
- ermenî: alovês
- latînî: vulpes[3]
Ji ber heman sebebî peyvên ”roj, ron, ronahî” di zimanên îranî de bi R ne lê hevrehên wan yên di zimanên din yên hindûewropî de bi L hene:
- nimûne ji zimanên îranî
- kurmancî: ro(j), ron / ruhn, ronahî
- soranî: roj, ronak
- farisî: rûz, rowşen
- avestayî: reoçent-, reoçeh-
- nimûne ji zimanên ne-îranî
- rûsî: lûç (tîroj)
- ermenî: luys / loys (ronahî)
- swêdî: ljus (bixwîne: lyus: ronahî)
- latînî: lux, luceo (ronahî), luna (heyv)
- yûnaniya kevn: leukos (geş)
- inglîziya kevn: leoht à inglîziya navîn: liht à inglîziya nû: light (bixwîne: layt: ronahî)[4]
Sebebê guherîna L/R ji ber nêzîkiya dengê wan e. Ew herdu dengên pidûyî ne anku di derxistina wan de ziman bi pidûyan dikeve.
R û lêzima wê L
CIH à
AWA: |
du-lêvî | lêvî-didanî | pidûyî
|
paş-pidûyî | ban-devî | paşdevî | ser-gewrî | zima-nokî | qirrikî |
BÊVILÎ | m | n | |||||||
SEKNÎ – bêlerz – bilerz |
p b |
t d |
k g |
q |
ʔ (eyn) |
||||
XIŞOKÊN VIZOK – bêlerz – bilerz |
s |
ş |
x
|
||||||
XIŞOKÊN NEVIZOK – bêlerz – bilerz |
f |
ç |
h |
||||||
JENOK | r | ||||||||
TENGAV | w | l | y |
Tabloya konsonantên kurdî © Husein Muhammed 2014 – 2015
Paşî L dîsa li zemanê zimanên îraniya navîn li van zimanan vegeriye û niha di kurdî, farisî û zimanên din yên îranî de peyda dibe. Lê hin peyvên ku di îraniya kevn de L-ya wan bûbû R, êdî li L venegeriye.
Niha jî L li destpêka peyvê di kurdî de kêm peyda dibe. Hin peyvên ku niha bi L ne, L-ya wan ji dengekî din çêbûye yan jî ew peyv bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, L-ya daçeka (prepozisyona) kurmancî “li” û hevwateya wê ya soranî “le” ji dengê N peyda bûye:
- kurmancî: li
- soranî: le
- hewramî: ne
- hexamenişî (farisiya kevn): ena
- yûnaniya kevn: ên
- latînî: in
- inglîzî: in
- albanî: ën
- weylsî: yn
Bi heman awayî N di peyvên “nimêj, nivîn” de di hin devokan de bûye ”limêj, livîn”.
Lê niha jî hê carinan L di kurdî de dibe R. Bi taybetî ev diyarde di soraniya Hewlêrê de heye. Bo nimûne “mal” (xanî, avahî) di soraniya giştî de “mał” e lê di hewlêrî de wek “mar” tê gotin.
Li aliyekî din, hin caran R bi xwe dibe L. Di peyva “şelwar” de di eslê peyvê de li dawiyê R heye: bide ber farisî “şelvar” û pehlewî “şelwar” ji “şel” (ling) + “-wer” (niximandin, pê dadan, pêçandin, lê kirin, lê werkirin). Lê di hin devokên kurdî û di hin zimanên din jî yên îranî de wek “şelwal” tê dîtin anku herfa dawiyê bûye L.
Wek din jî guherîna L/R bi hev li gor devokan heye. Bo nimûne, peyva “per(r)” (kaxez, wereqe) di hin devokan “pel” e ku “rûpel” jê hatiye c_êkirin. Lê beramberî wê, peyva di peyva pêkhatî “malper(r)” (ku wergera yekser ya “homepage” ya inglîzî ye) forma “per(r)” hatiye bijartin.
Peyva soranî “rîxolle” (rîvî, rîvîk, hinav) di kurdiya başûrî de “lêxerû” û di hewramî de jî “rêllexwa” ye.[5]
Nermbûna R li nava peyvê
R li destpêka peyvê herdem req e û li nav û dawiya peyvên xwerû bi piranî nerm e. Lê di peyvên pêkhatî (hevedudanî, compound) de peyva duyem jî bi amî reqiya R-ya xwe ya destpêkê diparêze. Bo bi hêsanî dîtina reqiya dengê R, em ê li vê derê R-ya req wek ”ř” diyar bikin:
- biřojî, bêřojî, neřastî, neřazî
Ev qeydeke giştî ye anku R di peyvên pêkhatî de bi awayekî gelemperî û amî her req dimîne.
Lê rewş ne herdem wisa ye. Di hin peyvên pêkhatî yên cihgirtî de R nerm bûye:
- îro (ji “î+řo[j]), nîvro (ji “nîv+řo[j])
Tiştekî balkêş e ku di soranî de ev nerm bûn peyda nebûye anku ev peyv her bi R-ya req mane:
- “îmřo” (îro), nîweřo / nîmeřo (nîvro)
Ketin ji dawî û nava peyvê
Li nav û dawiya peyvê ne ku R tenê nerm e lê carinan ew dikare bi temamî jî bikeve. Ev diyarde bi taybetî di hin peyvên pirr li kar de peyda dibe:
- îca (ji ”îcar”)
- vêca (ji ”vê carê”)
- ”heke” (ji ”heker, heger, eger”)
- cana (ji ”carinan”)
- ”du ca” (ji ”du caran”)
____________________________________________
TÊBÎNÎ
[1] Bo nimûne, binêre versiyona soranî ya malpera Rudaw.net ku hem navê wê dezgehê bi xwe û hem jî peyvên wek ”Rûdawî to” (Rûdawa te), ”rêklam bike” (reklam bike) û ”rastewxo” (zindî, yekser, dîrekt) tenê çend nimûneyên rûpela destpêkê ne ku di hemûyan de R-ya bêxetik li cihê R-ya bixetik hatiye nivîsîn.
[2] Husein Muhammed: ”Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de”: http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33
[3] Binêrin: https://en.wiktionary.org/wiki/vulpes#Etymology
[4] Bo zêdetir nimûneyan binêrin: https://en.wiktionary.org/wiki/Appendix:Proto-Indo-European/lewk-
[5] Bo vê nimûneyê ez deyndarê kekê me Mirtiza Nasirzade me.
[…] [3] Bo nivîseke me ya berfireh li ser R, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/17/denge-r-varyant-u-guherinen-wi/ […]
LikeLike