Dengên X

Husein Muhammed

x-400

Du dengên nêzîkî hev hene ku herdu jî bi alfabeya kurdî-latînî ya standard bi eynî herfê anku bi X tên nivîsîn. Di alfabeya kurdî-erebî û di zimanê erebî de jî dengek ji wan bi خ û yê din jî bi غ bi tê diyarkirin. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de dengê yekem wek bi kurdî-latînî jî bi [x] tê nivîsîn lê yê duyem bi herfa [ɣ] destnîşankirin.

Di transkrîpsiyona navên kesên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi gelemperî dengê yekem bi “kh” û yê duyem jî “gh” tê nivîsîn. Di zimanê tirkî de hevberî ti ji herduyan bi temamî nînin. Dengê yekem bi piranî wek H tê nivîsîn (Halil ji Xelîl û hata ji erebî xeṭai). Dengê duyem li nava peyvê bi Ğ tê nivîsîn (mağdur ji erebî “meɣdûr” – destnîşankirina wî dengî li gor IPAyê) lê destpêkê bi G tê nivîsîn (gazi ji erebî ɣazî).

Mirov dikare ji van lînkan guhdariya wan dengan bike:

– خ  anku [X]: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiceless_velar_fricative.ogg

– غ anku [ɣ]: https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_velar_fricative.ogg

Cudahiya wan ya serekî ew e ku [X] bêlerz e lê [ɣ] bilerz e anku di deranîna [ɣ] de perdeyên dengî dilerizin anku direcifin lê [X] wan nalerizîne.

Piraniya X-yên di kurdî de wek خ ya alfabeya erebî yan [X] ya IPAyê tên gotin: ”xav, xirab, xet, xatir, text, rex, çerx…” (koma 1). Lê di hin peyvan de mirov dikare dengê غ anku [ɣ] bibihîze: “xezal, xerîb, xurbet, axa, oxir / wexer, [ji] xêr/xeyrî, [ji] xeynî / xênî…” (koma 2).

Dengên koma 1 di alfabeya kurdî-latînî de herdem bi X tên nivîsîn. Lê hin caran dengên koma 2 bi herfa Ẍ anku X-ya du nuqte li ser tên diyarkirin. Wek dilsozî bo vê rêbazê, em ê jî di vê nivîsê de Ẍ bo diyarkirina dengê koma 2 binivîsin.

Gelo Ẍ dengekî erebî ye?

Di peyvên wek ”ẍezal, ẍerîb, ẍerb, ẍurbet, ẍeyr/ ẍêr, ẍulam, reẍbet, meẍreb…” de Ẍ heye. Diyar e ku ew ji erebî hatine. Gelo Ẍ jî ne ji erebî hatibe?

Guman tê de nîne ku piraniya peyvên kurdî yên bi Ẍ bi eslê xwe ji erebî hatine. Heta hin peyvên ku eslê wan ewropî ye jî û Ẍ tê de heye, sebeb ew e ku ew bi rêya erebî ketine kurdî loma Ẍ tê de heye: ”ẍaz, ẍeram/ẍiram” û belkî ”ẍerac”. Eslê wan yê ewropî bi G ye: ”gaz, gram, garaj”. Lê G di erebî de nîne û ew di erebî de bi Ẍ yan C vediguhere.

Navê paytextê Iraqê anku ”Beẍda, Beẍdad” bi eslê xwe ne erebî lê îranî ye û ji ”Beg-dad, Beg-dat” tê ku maneya ”Xwedê-dayî, diyariya Xwedê” dide. ”Beg” di zimanên kevn yên îranî de maneya ”xweda” dida lê niha wateyê wê guheriye. ”Beg-dad, Beg-dat”  ketiye erebî, di erebî de G bûye Ẍ ji ber ku di erebî de G nîne û dîsa bi awayê xwe yê erebîkirî wek ”Beẍda, Beẍdad” li kurdî û farisî jî vegeriye.

Lê em çi li peyvên ”aẍa, oẍir/weẍer, çaẍ, baẍ” bikin? Em dizanin ku ew ne ji erebî ne. Lê gelo çima Ẍ di wan de heye?

Peyvên ” ”aẍa, oẍir/weẍer, çaẍ” (”çaẍ” bi maneya ”dem, wext”) bi eslê xwe ji tirkî-mongolî ne. Di wan herdu zimanan de Ẍ hebûye û niha jî di tirkî de wek Ğ tê nivîsîn tevî ku di tirkiya niha de ew nerm bûye û zêdetir wek nîşana dirêjkirina vokala berî xwe ye.

Lê peyva ”baẍ” kurdî/îranî ye û dîsa jî dengê Ẍ tê de heye. Bi farisî û pehlewî jî bi Ẍ hatiye nivîsîn tevî ku di hin devok û zimanên din yên îranî de bi G yan K ye.

”Ẍar, meẍare” (şkeft) – ku di farisî û hin devokên kurdî de li kar in – ji erebî hatine lê di rastiyê de erebî jî ew ji zimanên îranî wergirtine, bo nimûne bi parsî (zimanekî îraniya navîn) ”meẍadeg” bû. Dîsa di farisî de hevberî ”mir-” ya kurdî (wek ”mirîşk, miravî”) ”morẍ” heye ku di zimanên din jî yên îranî de bi Ẍ ye/bû: parsî ”murẍ, peştûyî ”mërẍë”, osetî “merẍ”, avestayî “miriẍe” (mərəγa) lê pehlewî “murw”, belûçî “murg”.

Ji bilî van û çend peyvên onomatopoetîkî (yên ku ji dengan hatine çêkirin), ”giẍgiẍ”, peydakirina zêdetir peyvên kurdî yên bi Ẍ ne hêsan e. Di farisî de hê jî peyvên bi Ẍ hene lê di hevberên wan yên kurdî de Ẍ nîne, bo nimûne: farisî dorûẍ (derew), dûẍ (dew), laẍer (lawaz, qels, zeîf), rowẍen (rûn).

Ẍ dibe X

”Xelet, xem, xulam, xîret, xezal…” û bi dehan peyvên din di erebî de bi dengê Ẍ ne. Lê di kurmancî de, di devê piraniya qisekeran de, ew vediguherin X-ya ”normal”, ya bêlerz. ”Xerîb, xurbet, (ji) xeyrî/xeynî…” di devê piraniyê de bi Ẍ bên gotin jî, dîsa hejmareke berçav wan jî bi X-ya ”normal” dibêje. Bi kêmî, gotina bi X bi ti awayî wek xeletîkirinê nayê hesibandin.

”Axa” û ”oxir/wexer” yên esil-tirkî zêdetir bi Ẍ bên gotin jî, dîsa gotina wan bi X ti kesî aciz nake. Ji xwe ”çax” (bi taybetî gava ku diçeme û dibe ”çaxê, çaxên, çaxan…”) ji Ẍ zêdetir bi X tê bihîstin.

Mirov dikare bi zorî li çend cotên mînîmal (minimal pairs) jî bifikire. Mebest ji ”cotên mînîmal” peyvên wisan in ku heke dengekî wan biguhere, maneya wan jî diguhere. Dengên wisa wateguhor tên wê maneyê ku ew dengên serbixwe ne anku fonem in. Heke guherîna dengî nikare maneyê biguherîne, hingê ew tê wê maneyê ku ew ne dengekî serbixwe ne, ne fonem e, tenê alofon e anku cûreyekî heman dengê serbixwe ye.

Di kurdî de ”xêr” (qencî, başî) û ”ẍêr” (ne, ji bilî) bi teorîkî ji ber dengên xwe yên cuda maneyên cuda didin. Lê di rastiyê piraniya kurdan ”ẍêr” ya bi maneya ”ne, ji bilî, jê cuda” jî wek di gotina ”ji xêrî wan” (ji bilî wan) dîsa jî bi X-ya ”normal” dibêjin, ne bi Ẍ. Wek din dîsa zehmet e ku mirov peyvên wisa peyda bike ku cudakirina Ẍ ji X dikare maneya peyveke din bide.

Berevajî tendensa gis_tî anku guherîna Ẍ bi X, bi kêmî di peyva ”xayin, xaîn” ya esil-erebî û bi erebî bi X, di hin devokên kurmancî de wek ”ẍayin, ẍaîn” tê gotin.

Em Ẍ jî binivîsin?

Gelo diyarkirina dengê Ẍ ji X di nivîsînê de pêdivî û hewce ye? Gelo em wî dengî bo nimûne bi Ẍ yan jî wek tirkî bi Ğ yan jî wek sîstema dengnasî ya navneteweyî bi ɣ nenivîsin?

Di rewşeke îdeal de di nivîsînê de bo her dengekî serbixwe herfek û tenê herfek heye. Lê zimanên standard ne li ser her dengê her devokê li ser komeke dengan ya ji hemû devokan yan jî piraniya devokan re hevpar tê avakirin. Feydeyê zêdekirina dengan hêsantirkirin û deqîqtirkirina xwandinê ye. Lê zêdekirina herfan di heman demê de rastnivîsînê jî zehmettir dike ji ber ku divê mirov ji berê zêdetir li ser jihevcudakirina dengên gelek nêzîkî hev hişyar û bisexbêr be.

Eger deng gelek nêzîkî hev bin, bo nimûne di kurdî de D/T yan B/P, divê mirov lê bifikire ka ihtimala xeletfehmkirina wan peyvên bi wan dengan çend mezin e heke ew herdu deng bi eynî herfê bên nivîsîn. Mirov bi hêsanî dikare bibîne ku heke peyvên bi D/T yan B/P bi eynî herfê bên nivîsîn, tirs û rîska xelettêgihiştina wan gelek mezin e ji ber ku bi dehan – heke ne bi sedan – peyv di kurdî de hene ku cudakirina wan tenê bi xêra cudakirina D ji T yan B ji P ye. Loma em neçar in ku dengên cuda bo her yekê ji B/P yan D/T deynin tevî ku ev hînbûna nivîsînê zehmettir dike: divê mirov lê hişyar be ku li cihê B herfa P nenivîse.

Lê tirseke wisa li X/Ẍ nîne. Peyvên ku bi guherandina di navbera van herdu dengan de maneya wan biguhere, yan nînin yan jî tenê du-sê lib peyda dibin. Ew du-sê lib hebin jî, dîsa mane û erka wan di hevokan de wisa ji hev cuda ye ku ihtimala xeletfehmkirina hema-hema nîne.

Di ser re jî, gelek ji peyvên ku bi eslê xwe di erebî de bi Ẍ ne, di kurdî de bi X tên gotin. Li nimûneyên li jor diyarkirî binêrin. Dîsa hin peyvên ku bi Ẍ tên gotin jî, li hin deverên din bi X ne yan jî bi kêmî gotina wan nabe cihê nerazîbûna bikarînerên Ẍ.

Zêdekirina herfekê bo dengê Ẍ di nivîsîna bi kurdî-latînî dê ji hêsankirina xwandinê zêdetir, tevlihevî û sergêjiyên rastnivîsînê û standardkirina nivîsînê peyda bike. Bo nimûne, gelo em ê peyvên wek ”xelet, xem, xezal, xulam…” wek eslê wan yê erebî bi Ẍ binivîsin yan jî wek di devê piraniya kurdîaxivan de wan bi X-ya ”normal” binivîsin?

Helbet di ferhengan û di kitêbên dengnasî yan jî hînkirinê de mirov dikare bi awayekî diyar bike ku hin peyv bi dengê Ẍ tên gotin. Lê di nivîsîna sade û asayî ya rojane de, çêtir e ku em tenê X bi kar bînin.

Advertisements

One thought on “Dengên X

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s