Berhevdana herdu alfabeyên kurdî

Husein Muhammed

Husein

Zimanê kurdî – heta zaravayê kurmancî bi xwe jî – niha bi kêmî bi du alfabeyan tê nivîsîn: 1) bi alfabeya latînî ya li gor zimanê kurdî eyarkirî û 2) bi alfabeya erebî ya li gor zimanê kurdî eyarkirî.

Ji bilî van, di dîrokê de zimanê kurdî bi alfabeya krîlî ya li gor zimanê kurdî eyarkirî jî hatiye nivîsîn lê niha nivîsîna kurdî ya bi alfabeya krîlî hema-hema nemaye. Ji bilî van her sê alfabeyan, çend berhem bi alfabeya ermenî û hin nivîs bi çend alfabeyên din jî hatine nivîsîn lê ji bilî alfabeyên latînî, erebî û krîlî, van alfabeyên din ti roleka giring li ser ziman û wêjeya kurdî nebûye.

Di vê nivîsê de em ê alfabeya latînî ya li gor zimanê kurdî eyarkirî bi ”alfabeya kurdî-latînî” û alfabeya erebî ya li gor zimanê kurdî eyarkirî jî bi ”alfabeya kurdî-erebî” bi nav bikin. Em ê alfabeya kurdî-latînî wek KL û alfabeya kurdî-erebî jî wek KE kurt bikin.

Di vê nivîsarê de em ê cudahî û wekheviyên herdu alfabeyan bidin ber hev. Armanca vê nivîsarê ne ew e ku bibêje filan alfabe ”baştir e” yan ”bo nivîsîna kurdî bikêrhatîtir e”. Armanca nivîsarê tenê diyarkirina cudahî û wekheviyên van alfabeyan e. Em ê hewl bidin ku vê berhevdanê bê pêşhukimî (prejudice) û ti armancên sepandina alfabeyekê li ser hemû kurdan bikin. Armanca vê vekolînê tenê diyarkirina cudahî û wekheviyan e.

NASANDINA KL Û KE

KL-ya standard niha ji van herfan pêk tê: a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, w, x, y, z.

Lê herdem ne wiha bûye: di hin berheman de li cihê ”i, î” yên standard, ”ı, i” hatine nivîsîn. Li destpêka bikaranîna KL di rojnameya Hawarê de dengê ”k” û ”q” bi dengên xwe li cihê hev bûn (”kurd” û ”qenc” wek ”qurd” û ”kenc” dihatin nivîsîn). Di hin berheman de li cihê ”ç, ş” awayên wek ”ch, sh” yan ”č, š” hatine nivîsîn. Hin caran ”j” li cihê ”c” û ”zh” li şûna ”j” hatiye nivîsîn. Ji ber sebebên teknîkî gelek caran ”ê” bi awayê ”é” û ”û” wek ”ú” yan ”ü” tê dîtin. Hin caran H-ya wek di navê ”Hesen” de bi ”ḧ” û X ya di navê ”Xezal”ê de bi ”ẍ” hatiye nivîsîn lê niha bi gelemperî ew bi H û X yên ”normal” tên diyarkirin.

KE- ya standard niha ji van herfan pêk tê:

ێ

ی ە ھ وو ۆ و ن م ڵ ل گ ک ق ڤ ف غ ع ش س ژ ز ڕ ر د خ ح چ ج ت پ ب ا ئـ

Lê KE jî ne herdem wiha bûye: Niha vokalên kurt ”e, u” jî tên nivîsîn lê berê wek erebî û farisî ew di nivîsîna giştî de ne diyar bûn, ”û” û ”o” jî wek ”w/u” dihatin nivîsîn. Herwiha ”ê” û ”v” wek ”î, f” û carinan heta ”ç, g, j, p” jî wek ”c, k, z, b” dihatin nivîsîn. Carinan di hin nivîsan de ev herf jî tên dîtin lê ew di KE-ya standard de nînin: ث ص ض ط ظ

Carinan di axiftina gelêrî de KL wek ”alfabeya kurmancî” û KE jî wek ”alfabeya soranî” tên binavkirin. Rast e ku piraniya kurmancî û hemû zazakî bi alfabeya latînî û piraniya soranî jî bi alfabeya erebî tê nivîsîn. Lê ti ji van herdu alfabeyan ne bi ti zaravayekê ve sinorkirî ye: hem soranî dikare bi KL bê nivîsîn û hem jî kurmancî bi KE. Di rastiyê de wisa tê kirin jî: li Başûrê Kurdistanê heta rojnameyên rojane bi kurmancî bi KE weşanê dikin. Li aliyekê din KL jî di tekstên televizyonan de bo nivîsîna soranî li kar e.

CUDAHIYÊN HERDU ALFABEYAN

1) KL ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn, KE ji rastê ber bi çepê ve.

2) Di KL-ya standard de 31 herf hene, di KE-ya standard de 33 yan 34 (heke mirov ”وو” [û] wek herfeka serbixwe bipejirîne).

3) Di nivîsînê de piraniya herfên KE bi zerûrî bi hev ve tên girêdan, di KL de ev ne zerûrî ye û di nivîsîna kompûterî de herf li rex hev lê ne bi hev ve tên nivîsîn. Bo nimûne peyva ”kilmîş / کلمیش” (di KL de herf li rex hev in, di KE de bi hev ve girêdayî ne). Heke mirov herfên peyva nimûne ji hev veqetîne jî, di KL de şiklê herfan wek xwe dimîne ” k i l m î ş”. Lê di KE de şiklê herfan diguhere: ک ل م ی ش

4) Di KL de du desteyên herfan hene: gir û hûr (gir: ”A, B, C…”, hûr ”a, b, c…”). Di KE de çar desteyên cuda hene: veder (serbixwe), destpêkî, navîn, dawîn.

5) Vokalên KL ev in: ”a, e, ê, i, î, o, u, û”. Di KE de hevdengên ”a, e, ê, î, o” bi herfên serbixwe tên diyarkirin, ”i” qet nayê diyarkirin, ”î” û ”y” herdu bi eynî herfên tên diyarkirin, ”u” û ”w” jî bi eynî herfê û ”û” jî bi du ”u/w”-yan. Bo nimûne, ”kirin” bi KE wek ”krn”, ”bîr” wek ”byr”, ”kurd” wek ”kwrd” û ”mû” jî wek ”mww” tên nivîsîn.

6) Hemû konsonantên di KL de heyî herwiha di KE de jî hene. Lê Y û Î bi eynî herfê û W û U jî bi heman tîpê tên nivîsîn. Di KE de du H (heval/Hesen), du X (xwarin / xezal), du L hene (îslam / silav), du R (ser/şer) hene. Di KE de ”eyn” anku dengê konsonantî yê li destpêka navê Elî bi herfeka serbixwe tê nivîsîn, di KL de yan nayê nivîsîn yan jî bi apostrofa ’ tê diyarkirin: Elî yan ’Elî.

7) Hemû vokalên KE li destpêkê nîşana ئ digirin. Di heman demê de ev herf dikare rola dengê ”i” li destpêka yan dawî yan nava peyvê piştî vokalekê bigire. Lê di pratîkê de hema-hema wiha qet nayê bikaranîn.

WEKHEVIYÊN HERDU ALFABEYAN

1)     Bingehê herdu alfabeyan yek e: herdu ji alfabeya fenîkî peyda bûne. Bo dîtina vê rastiya dîrokî mirov dikare gelek herfên herdu alfabeyan bide ber hev (berê herfê dikare qulipîbe yan jî zivirîbe): L / ل (bizivirîne), C / ج, r / ر (biqulipîne), D / د (xeta aliyê çepê rake)…

2) Armanca herdu alfabeyan ew e ku her dengekî bi herfekê diyar bike (lê ti ji herdu alfabeyan jî vê wezîfeyê bi temamî bi cih naîne.)

3) Di herdu alfabeyan de B, C, Ç, D, G, H, J, K, L, M, N, P, Q, R, S, Ş, T, V, X, Z wek herfên serbixwe hene. Lê di KE de Y û Î bi eynî herfê û W û U jî bi heman tîpê tên nivîsîn.

4) Ji bilî ”i”, KE jî vokalên kurt jî diyar dike (berevajî alfabeya erebî-erebî yan farisî-erebî ku ”e, i, u” ji bilî li dawiya peyvê diyar nakin).

5) Di ti ji herdu alfabeyan de du herfên cuda bo du yan zêdetir dengên cuda yên bi van herfan tên nivîsîn nînin: Ç (çav, çar), K (kirin, kar), P (pênc, perde, pez, pind), T (te, têr, teng, tep).

6) Hin dengan di KL de û hin dengan jî di KE de herfa xwe ya serbixwe heye lê di alfabeya din de nîne. Lê herdu alfabe jî bi kêrî nivîsîna kurdî (hemû zarava) tên.

7) Herdu alfabe jî ”vekirî” ne: Heke pêwîst be, herf dikarin li herduyan bên zêdekirin. Lê ti ji herdu alfabeyan jî nikarin kamil û bêkêmasî bin.

Husein Muhammed 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s