Gelo ziman sîstemeke dûvdilî û keyfî ye?

Husein Muhammed

Gelo ziman sîstemeke dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrary) ye? Anku gelo qeyd û bendên zimanî li gor keyfa mirovan in?

Gelek kes dê bilezin û vê dîtinê red bikin: Her zimanî sîstema xwe ya rêzimanî heye. Li gor rêzimana her zimanekî hin tişt rast in û hin jî xelet in. Mirov nikare li gor keyfa xwe peyvan bi kar bîne yan jî qeyd û bendên rêzimana heyî biguherîne.

Bo nimûne, fêkiyek heye ku kurmanc jê re dibêjin ”sêv”. Kesek nikare rabe bi kurmancî navekê din yê li gor dilê xwe lê bike. Heke lê bike, yan ev kiryara wî dê wek tiştekê xelet yan jî nefehmbar bê dîtin û hesibandin.

Herwiha, di rêzimana kurmancî de rast e ku mirov cînavê ”ez” li gel peyva ”hatim” bi kar bîne anku bibêje ”ez hatim”. Lê li gor rêzimana kurmancî mirov nikare ”ez” wek kirdeyê lêkera ”hatî” bi kar bîne û bibêje ”*ez hatî”. Stêrka * di vê nivîsarê de li destpêka peyv yan hevokên xelet tê danîn daku ew ji nimûneyên rast bên veqetandin û cudakirin.

Dûvdilîtiya deng û peyvan

Lê kerem bikin li wêneyê li jêr binêrin:

Tu kurd, ereb, tirk, inglîz yan frensî bî, tu ê tişta di vê wêneyê de bi eynî awayî bibînî. Lê heke tu kurmanc bî, tu ê bibêjî ew ”sêv” e, tu ereb bî, tu ê bibêjî ew ”tuffaḥe” ye, tu tirk bî, tu ê bibêjî ew ”elma” ye, inglîz bî, tu ê bibêjî ew ”apple” e û frensî bî, tu ê bibêjî ew ”pomme” e…

Gelo kurmanc çima jê re dibêjin ”sêv” lê tirk dibêjin ”elma” û inglîz wê bi ”apple” bi nav dikin? Gelo sebebek bo van binavkirinan heye? Û madem ku kesên ji miletên binavkirî vê tiştê hema-hema wek hev dibînin, gelo bo çi ew wê wek hev bi nav nakin?

Heke hin kes bibêjin ku miletên cuda tiştan bi awayên cuda dibînin, ka em li eynî miletî binêrin. Niha kerem bikin vê wêneyê bibînin:

Kurmanc çendîn navan li vê sebzeyê dikin: bacansor(k), firingî, şamî, pomîdor, tomates, temete… Hin navên din jî jê re hene. Gelo ma kurd bi rastî vê sebzeyê ji hev cuda dibînin loma navên cuda lê dikin?

Na. Tişt eynî tişt in, li ba kurdan û di navbera miletan de. Cudahî tenê di zimanî de ye.

Ziman ji çi pêk tê?

Ziman ji du tiştan pêk tê: ji komeka dengan (herfan) ku bi tena serê xwe bi piranî bêwate ne û ji hevgirtina çend ji wan dengan ku pêk ve maneyan didin. Bo nimûne, di kurdî de dengên G, U, L her yek bi xwe ti maneyê nade. Lê bi hev re ew dibin ”gul” ku peyveka bimane ye.

Lê ti tiştekê ku giyayê kulîlkdar û her sê herfên ”g-u-l” bi tebîî bi hev ve girê bide nîne. Tenê li gor lihevkirina civakî em ji wî giyayî re dibêjin ”gul”. Tirk jê re dibêjin ”çiçek”, inglîz ”flower”, ereb dibêjin ”zehre” û hwd. Li aliyekê din her sê herfên ”gul” di hin zimanên din de ne maneya ”gul”a kurdî lê wateya hin tiştên din didin: bi holendî ”gul: merd, camêr”, swêdî ”gul: zer”, tirkmenistanî ”gul: benî, kole”…

Ev diyarde wisa dike ku mirov zimanan wek sîstemên dûvdilî û keyfî bihesibîne. Anku maneya peyvan ne li gor tebîetê dengên peyvan lê li gor dil û keyfa koma qisekerên her zimanî ye.

Ji ber heman diyardeyê, guherîn û guherandina zimanî jî mimkin e. Di kurmancî de xelk peyvên wek ”kitêb, qelem” bi kar tîne lê niha di zimanê nivîskî de gelek caran li cihê wan peyvên ”pirtûk, pênûs” tên nivîsîn. Heke têkiliyeka qayim di navbera dengên peyvên ”kitêb, qelem” û maneya wan de hebûya, hingê dê ne mimkin bûya ku me peyvên ”pirtûk, pênûs” yên bi dengên xwe bi temamî ji wan cuda bi eynî wateyê bi kar bianîna.

Dûvdilîtiya bisinor

Gelo illeh navê ”sêv”ê bi kurmancî ”sêv” be? Gelo navê wê fêkiyê nikare, bo nimûne, ”alim, bhula, omena, pîngguo, bilasaana…” be?

Wek prensîp, mimkin e ku navê ”sêv”ê bi kurdî yek ji van peyvên li jor bûya yan her peyveka din be. Di rastiyê de her yek ji wan peyvan bi zimanekî maneya ”sêv”ê dide: ”alim” bi mongolî, ”(iha)bhula” bi zuluyî (zimanekê Afrîkaya Başûr), ”omena” bi fînlendî (fînî), ”píngguo” bi çînî û ”bilasáana” bi navajoyî (zimanekê hindiyaniyên Amerîkaya Bakur) e.

Ji aliyê teorî ve ”sêv” ne ji ”alim, bhula, omena, pîngguo, bilasáana…” çêtir yan xirabtir e. Ji aliyê dengî ve ew hemû keyfî û dûvdilî ne: hemû maneya ”sêv”ê didin lê ne ew û ne jî ”sêv” bi dengê xwe bi awayekê tebîî bi wî fêkî ve girêdayî ne.

Lê gelo çima kurmanc dibêjin ”sêv” û nabêjin ”alim, bhula, omena, pîngguo, bilasaana…”?

Hin ji van peyvan ji aliyê dengnasiya giştî ya kurdî ve ne mimkin in. Bo nimûne, ”bh” ya ”bhula” di kurdî de di ti peyvên din de jî nayê destpêkê loma bi kêmî diviyabû ew biguhere heta ku bikare bibe peyveka ”normal” ya kurdî. Di kurdî de herwiha ”uo” ya ”píngguo”yê jî di kurdî de di peyvên din de jî peyda nabe. ”-a” ya dawiya ”bhula, omena, píngguo, bilasáana” jî adeten li dawiya navdêrên xwerû yên kurdî nîne. ”-aa” ya ”bilasáana” jî di kurdî de ne asayî ye. ”o-” ya destpêka ”omena” jî di peyvên xwemalî yên kurdî de ne normal e (”ode, ol, ordek, orte…” hemû ji tirkî hatine wergirtin).

Lê sebebê bikaranîna ”sêv”ê û bikarneanîna ”alim, bhula, omena, pîngguo, bilasaana…” ne hebûna hin dengên xerîb e. Her ziman dikare peyvên bi dengên xerîb jî ji zimanên din wergire û wan peyvan li gor zimanê xwe biguncîne. Bo nimûne D-ya di peyva erebî ”remeḍan” (رمضان) de ”qelew” anku emfatîk e û dengekê wisa ye ku di kurdî de nîne. Lê kurdî ew peyv ji erebî wergirtiye ew dengê di kurdî de neyî guherandiye û kiriye ”z”. Herwiha ”werdek, ordek” ji tirkî ”ördek” e ku dengê ”ö” tê de heye ku di kurmancî de peyda nabe. Lê dîsa jî kurdan kariye wê peyvê ji tirkî wergirin û ö-yê bi dengekê normal yê kurdî (o- yan we-) biguherînin.

Lê çima ”sêv”?

Heke em li zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên lêzimî kurdî (zimanên îranî) binêrin, em ê bibînin ku peyva ”sêv” ne bi temamî wek kurmancî lê pirr nêzîkî ya kurmancî heye: soranî ”sêw”, kelhurî ”sêf, sêw”, zazakî ”sa”, talîşî ”sîf”, farisî ”sîb”, belûçî ”sûp”…

Wek ku em dibînin, ne kurmancan û ne heta kurdan jî bi xwe biryar daye ku ew fêkî dê bi zimanê wan ”sêv” be. Ew peyveka hevpar ya zimanên îranî ye. Heke kurdan ji bal xwe ve û, bo nimûne, farisan ji nik xwe ve biryar dabûya ka ew ê çi navî li wî fêkî bikin, sitfen (bi tesedifî) dê peyvên wan ne wiha nêzîkî hev bûna.

Lê gelo çima ew peyv ne bi temamî wek hev in, anku çima kurmanc jî nabêjin ”sîb” yan faris jî nabêjin ”sêv”? Gelo ev jî tiştekê keyfî û dûvdilî ye?

Wek prensîp, belê, tiştekê keyfî ye. Ji aliyê dengî ve ”sêv” bo navê wî fêkî ne ji ”sîb”ê baştir yan xirabtir e. Anku mimkin e ku ev fêkî bi kurmancî ”sîb” bûya yan jî bi farisî ”sêv” bûya.

Lê ji aliyê dîroka dengnasiya kurmancî û farisî ve ”sêv” çêtir li kurmancî û ”sîb” jî baştir li farisî tê. Di peyvên xwemalî de li dawiya peyvê li cihê B ya farisî di kurmancî de adeten V heye: ”leb: lêv, şeb: şev…” Peyvên ”heb, reb, xirab” û hwd. eslen biyanî ne û piştî bidawîhatina qonaxa guherîna B bi V ketine kurmancî loma B-ya wan hatiye parastin.

Bi gotineka din, erê têkiliya her sê dengên peyva ”sêv” li gel maneya wê dûvdilî û keyfî ne. Lê dîsa jî gelek sebebên dîrokî û dengnasî hene ku dûvdilîtî û keyfiyetê bisinor dikin û heta belkî wê ji nav jî dibin.

Dûvdilîtî û têkiliyên zimanan

Dîroka zimanekî yan dengnasiya wî jî bi yekcarî rê li ber guherîn û guherandina zimanî nagire. Peyvên ji zimanekê din dikarin cihê peyvên xwemalî bigirin. Bo nimûne, helbet kurdan û farisan berî têkiliyên li gel ereban jî ”xal” û ”xalet, xaltî” yan ”mam” û ”met” hebûn û peyv jî bo wan hebûn. Lê piştî îslamê û belavbûna tesîra erebî, peyvên ”xal, xalet/xaltî, mam, met” bi temamî cihê peyvên xwemalî girtiye û di kurdî de ev peyv di devê her kesî de ne. Bi heman awayî, tirkan berî têkiliyên xwe yên li gel îraniyan jî jin hebûn û berî têkiliyên bi ereban re jî mêr/zelam hebûn, lê dîsa jî ”adem” (mêr, zelam) ya bi rêya erebî ji îbranî û ”kadın” (jin) ya îranî (ji ”xatûn”ê) cihê peyvên tirkî yên xwemalî girtiye.

Lê wergirtina van peyvan jî ne tiştekê keyfî û dûvdilî ye: kurd û farisan ew ji erebî wergirtine ji ber ku ereb cîranên wan bûne û tesîra erebî li ser zimanên derdorê diyar e. Tirkan jî ev herdu peyvên xwe yek ji ereban û ya din ji îraniyan wergirtiye ji ber ku tesîra van zimanan li ser tirkî hebû: tirk bûn cîranên wan û di bin tesîra wan ya kultûrî de mabûn.

Me li jor diyar kir ku peyvên wergirtî dikarin ji aliyê dengê xwe ve biguherin: ”ördek” ya ji tirkî di kurdî de bûye ”ordek/werdek” û ”remeḍan” ya ji erebî ya bi D-ya qelew di kurdî de bûye Z. Lê denganiya zimanan jî dikare li gel wergirtina peyvan biguhere. Bo nimûne, di peyvên kurmancî yên xwemalî de B qet li dawiya peyvê peyda nabe. Lê dîsa jî B ya di peyvên wergertî de, wek ”heb, reb, xirab”, di piraniya devokên kurmancî de nehatiye guherandin, wek xwe maye (tenê di hin devokan de bûne ”hev/hew, rev/rew, xirav/xiraw/xira”). Bi wan re herwiha denganiya kurmancî jî êdî wek berê nemaye: êdî zimanê me B jî li dawiya peyvan qebûl dike.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s