Heman pêl, heman raman

Johan Ludvig Runeberg (1804–1877)
runoilija_johan_ludvig_runeberg_muokattu
Heman pêl
Çend pêl şilqa xwe li tengavê didin,
çend raman tîrên xwe li dilî?
Direvin – lê dîsan jî dimînin,
dimirin – û dîsan jî diafirin,
nû ne lê dîsan jî eynî ne,
ji hev cuda ne lê dîsan jî dişibin hev!Heman derya, heman ba,
radikin,
ji heman sîngî bilind dibin
û heman evîn wan gurr dike.Maça pêşîn

Bersiva keça esmanî ya şermîn wiha bû:
“Refa firrişteyan li erdê dinere
û wêneyê bextiyariya xwe lê dibîne;
tenê mirin berê xwe jê digire – û digirî.”

Keçika rengguhêrr

Keçik ji bal evîndarê xwe hat,
destên wê dişewitîn.
Dayikê jê pirsî: “Çima destên te wisan dişewitin?”
Keçikê got: “Min sorgul şinîn,
destên xwe bi stirîkên wan birîndar kirin.”

Carek din keçik ji bal yarê xwe vegerrî,
lêvên wê ji şewatê sor bûn.
Dayikê jê pirsî: “Keça min, çima lêvên te
wisan sor dişewitin?”
Keçikê got: “Min dirrîkên daristanê xwarine,
lêvên xwe bi wan sor kirine.

Carek din jî keçik ji bal evîndarê xwe hat,
rûyê wê bêreng bû.
Dayikê jê pirsî: “Çima xwîn ji rûyê te reviye, keça min?”
Keçikê gotê: “Min bingorr bike, dayê can!
Min veşêre bin axê û li ser kêla min
tu wiha binivîse:

Carekê keçik destsor hat malê,
ji destên evîndarê wê xwîn hatibûyê.
Carekê keçik lêvsor hat malê,
devê wê li nav maçên evîndarê wê mabû.
Taliyê keçik rûbêreng hat malê,
bêsoziya evîndarê wê xwîn jê biribû.”

Mayîndetiya evîna pêşîn

Tevî ko moriyên pêşîn yên robarî dişkên,
tevî ko gulên pêşîn yên biharê diçilmiisn jî,
evîna te ya pêşîn, dilê xort
ji her tiştî dirêjtir dimîne.

Evîna ji nişkê ve

Lawik gihişt pazdesaliyê
lê her nedizanî ko evîn heye;
hê pênc salên din jî jiya
bêyî ti evînê li dinyayê bibîne.
Ji nişkê ve keçek psehî hat,
û ya jiyanê bîst salan lawik fêr nekiribû,
bi awirek nerm dayê.

Li ser gorra evîndarî

Pelên du darmaziyan li hindavî gorrekî dihejin.
Ji mêj e bi destên ji xeman lerizok
evîndarê lawikê xwe yê sozdar binax kiriye.
Niha li ber siya maziyan dilîzin çend zarrok
yên wê bi mêrek din re taşandine;
gulan diçinin û pelatînkan digirin.

Tenê bi maçan dijî

Pencera delal min vekirî ye;
xwezî ez teyrikek xerîb bam,
ez ê niha bifirrîma bal wê,
wê dê ez girtibam rekehekê,
dê tirarek avê û amanek tomikî daba min.
Lê min ê jê re bigota:
“Keçikê, ne hewceyî avê me,
ne tomikî! Bizane, delalê,
teyrikê te yê kêfxweş tenê rondikan vedixwe,
tenê bi hemêzan dijî,
tenê bi maçan tê vejiyandin.”

Daxwaza maçê

Dema di nav xeyalên xwe de li ber kanîkê rûniştî bûm,
min bihîst maçekê li ser lêvên min
ji yek din re wiha got:
“Binere, tê, binere, keça şermîn tê,
haha ez ê pal dim ser lêvên wê yên sorgulîn:
û ew sozdar e,
dê hemî rojê min hilgire,
xwezî tam neke dirrîkên daristanê
da min bi şerbeta wan gêj neke,
xwezî ava kanîkê venexwe
da min bi lêva piyalê ve nemerriçîne,
xwezî bi peyvekê jî basa evînê neke
da min ji devê xwe yê sorgulîn venerevîne.”

Rev ji evînê nîne

Dayikê gilî li keça xwe kirin:
“Keçê, min got li evînê hişyar be
lê diyar e gotinên min bêkêr bûn.”

Keçikê gotê: “Dayê, ne zalim be!
Ger deriyê xwe bigirim da wê nebînim,
ew dê di pencerê re bi her tîrêjê re bifirre hindirr;
ger bimeşim û xwe jê bidim alî,
ez dê bi her bêna bayî re axînên wê bibîzim;
ger çav û guhên xwe lê bigirim,
ew dê yekser bikeve nav dilê min.”

Ferqa min û çivîkê

Çivîka li ber pencerê çî-çî dikir dît
ka çawan xemgîn rûniştî bûm,
bi nermî nikilê xwe li camê da û got:
“Lawiko, çima wa xemgîn î, kêfa xwe bîne!
Bi tomikê bihar li çergehan peyda dike,
bi dilopa ji keviya berfê dihele
û bi çîv-çîva evînê ya dildarê xwe
ez mîna xwedayan dilşad, dewlemend û bextiyar im.”

Lê çivîkê, ka bêje, ma min jî çeng hene
ku mîna te ji welatekî bifirrim yek din?
Yan ma min dengê te heye
ku stiranên evînî bibêjim, û hê jî –
bêwec ji tenişt xwe li dilberê digerrim!

Tenê di xewnê!

Westiyayî çûm nav nivînan
da di xewê de xem û bêrîkirina xwe ji bîr kim
lê xewn hat ser balîfkê min û pistî guhê min:
“Rabe, zeriya te ya delal hatiye,
çavên xwe veke û bi maçan pêşwaziyê lê bike!”

Û tijî şadî awirên xwe digerrînim:
Ka xewn? Winda bûye mîna mijê.
Ka zerî? Li pişt çem û çiyayan.
Ka maç? Tenê di xewnê ye, ax!

Hêlayî

Qirş li rex qirşî,
kakil li rex kakilê di simbilê de veşartî,
wisan her peyva te çandî
di dilê min de şên bûye.
Nankoro, stemkaro,
cotkar berhemê xwe didirû
lê tu tenê tovî diavêjî
û berhemî bo teyrikên esmanan,
bo zivistanê û bayên wê dihêlî.

Xem û xweşî têkil

Xem û xweşî
herdu di dilê min de dijiyan,
xem di çaviyekê ve,
xweşî di yek dî.
Lihevnehatî, jihevveqetandî
yek serdarî aliyekî bû,
ya din desthilatdarî aliyê din.

Dema paşî dilbera min
hat ket dilê min,
diyar e wê derî vekirin
û xem û xweşî gihandin hev,
niha xema min xweşî ye
û xweşiya min bi xeman dagirtî ye.

Canê keçikê şêlî neke

Keçik li perava robarî rûniştî bû
û piyên wë di avê de bûn;
teyrik ji hindav serî stirî:
“Keçikê, ava robarî şêlî neke,
zelaliya esmanî êdî tê re diyar nabe!”

Keçikê berê xwe da jor,
rondik di çavan got:
“Tu xema robarî nexwe,
ava wî dê aniha zelal bibe.
Dema te cara pêşîn
ez li vir li ber xortekî rawestiyayî dîtin,
te ji wî re got:

‘Canê keçikê şêlî neke,
êdî pak nabe, êdî qet
zelaliya esmanî tê re nateyise.'”

Şevek havînê

Li deryaçeyek aram ya nav daristanê
hemî şeva havînê di belema xwe de rûdiniştim
û min torra xwe diavêt nav pêlan
bêyî ko qet biramim û bipûnijim.
Mîna li ber mirinê be
çivîkek li peravê bênavbirr distirî
ta lê xeyidî min bang kirê:
“Baştir e nikilên xwe bikî di nav çengên xwe re
û stiranên xwe bo spêdê bihêle.”

Lê çivîka bêtirs bersiva min da:
“Lawiko, bela xwe ji şoka xwe veke.
Ger çavekî li av û deravên dor xwe bigerrînî,
tu jî dê hemî şevê bistirî.”

Û min serê xwe rakir,
ronahiya bejayî û bilindahî girtibûn,
ji esmanan, pêl û peravan
yara min ket dilê min,
û mîna çivîka daristanê gotibû
min jî di cih de dest bi stiranan kir.

Aramiya jidestdayî

Diya min gelek car digot min:
“Keça min, te du gencîne hene,
wan bo rojên nexweş biparêze,
pakî û aramiya xwe bisitirîne!”

Dayê, min aramiya xwe ji dest daye;
madem min divê wê dîsan bibînim,
nebêje min wî ji bîr bike
yê gencîneya min pê ye,
tenê li gel wî, jina wî,
dikarim dîsan aramiya xwe wergirim.

Dilbijîn

Li keçikan dinerim,
tiştek din nabînim,
dixwazim ya spehîtirîn bibijÊrim
lê xwe gîro dikim.

Yek çavgeş e,
ya din gepsor,
ya sêyê lêvdelal,
ya çarê dilgermtir e –
min şad û şêt dike.
Naxwazim yekê jî bihêlim;
xwezî min bikariya dev daba tevan!

***

Wergerandin: Husein Muhammed

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s