Çirûsk û Xwelî

Husein Muhammed

Husein

Ev aforîzma ji rojnivîskên min yên 1999 – 2003 hatine bijartin.
***

Derdê gelekan ji me ew e ku me ti derd nînin.

***

Em barê xwe bi îdeolojiyan giran dikin.

***

Diktator jî bi hêz û vîna gel dijîn.
***

Jiyan xewnek e, mirov dibîne.

***

Çawa Yezdan û Şeytan nînin? Pa mirov çi ne!?

***

Piştî dest bi nivîsê kir, dev ji xwendinê berda.

***

Ez kêm caran hemfikir im – ta bi xwe re jî.

***

Her ramyar û ramanwerek gir û gewre, tûle û tolazek bêkêr û bêwec e.

***

Keçik delal e – hindî te ew tazî nedîtibe.

***

Ev dinya derewîn e – û ya bêt hê derewîntir e.

***

Dîrok heqiyê rast dernaxe.

***

Dê hemî hêviyên me bi cî bên? Xwedê neke.

***

Ji roja min dest bi temaşe- û guhdarîkirina nûçeyan kiriye, êdî nizanim ka bi rastî çi li dinyayê diqewime.

***

Mezintirîn nivîskar ti carî ti tiştî nanivîsin.

***

Bawerî çi û çawan be jî, heke alîgirên wê bûn gelek, ew dibe bela.

***

Gel bi xwe tewanbarî wê zordariyê ye ya lê tê kirin.

***

Her nivîskar, çend ku dibêje, gelek car hind vedişêre jî.

***

Sansûra mezin ne Dadgeha Ewlehiya Dewletê lê tu bi xwe yî.

***

Gelo ma qehremanên qehreman hene?

***

Hevalên hertim hemfikir hevalên derewîn in.

***

Di her henekbêjekî de gelek xemgîn dijîn.

***

Reşbîn be daku dilsar nebî.

***

Li evînê negere daku wê nebînî.

***

Dîrok me fêrî hunera derewkirinê dike.

***

Tenê sernerm dikarin jîr bin. Tenê serhişk dikarin dahî bin.

***

Ti tiştek ji vê berhemê bê sansûr nemaye – ta ev hevok jî.

***

Eger hemû hemfikir bin, hemû kêmfikir in.

***

Ti tiştî hindî ramanên mezin mirovên bêguneh nekuştine.

***

Zemawenda min û Xemê ye.

***

Hêvî heye lê bela serê me ye.

***

Mirovên nizanin sade bijîn, tê dikoşin bibin bilîmet.

***

Herdem ji bîr dikim ku bawerî bi mirovan nabe.

***

Roj nîne neqehirim – derman e.

***

Xwe ji rêbaz û prensîpan azad bike.

***

Türk Dil Kurumu: Saziya Zimanê Tirkî.
Medya Tv: Saziya Zimanê Tirkî bo Kurdan.

***

Ew ne mirovên mezin in yên bi karên mezin radibin ji ber ku nikarin ên biçûk bi cî bînin.

***

Her dîn ne dahî ye.

***

Bi xwe serxweş im – alkohol pê nevê.

***

Evîn xapandin e – xwexapandin jî.

***

Heke ji dil bixwazî qenciyekê bikî, hew qenciyê bike.

***

Gelo ma ne dîn û îmana min ji sloganan diçû? Pa ev çi ne ez dinivîsim?

***

Jîrî û zanayî mirovî dikujin.

***

“Bê nan dibe lê bê azadî nabe.” Ma ji vê mezintir derew hatiye kirin?

***

Bêkesî ne xweş e, bikesî derdek bêderman e.

***

Wî hind xwend ku rastiya jiyanê ji bîr kir.

***

Li min negire, ez nikarim nenivîsim.

***

Li mijaran negere, bihêle bila ew te bibînin.

***

Kes ji wî xwelîsertir nîn e yê ramanên wî ji hêza wî zêdetir bin.

***

Tu dê ticarî bêkêmasî nemînî lê ta ji te bê kêmasiyên xwe kêm ke.

***

Bizane ko nivîskar û siyasetvanên bi dîroka gelê xwe dixwirrin û pesnan didin, bawerî bi hêz û şiyana îroyîn ya gelê xwe nîn e.

***

Madem her tirkî ye,
Apo be yan Ecevit, ferq çi ye?

***

Hertişt niha hind xweş e ku min nexweş dike.

***

Ma kî wek min xweş dinivîse – dema nanivîsim!

***

Min ev hemî gotin kirine? Na! Kirmê di min de.

***

Sansûr tiştek baş e. Heke sansûr nebe, ez dê neçar bimînim xwe bispêrim xwesansûriyê.

***

Dostaniya dostên hemfikir ne kûrtir e ji hemfikiriyê

***

Heke nikarî xwe biguherînî, dinyayê biguherîne.

***

Entelektuel? Ka?

***

“Biratiya gelan” şirîntirîn peyv e ku min bihîstiye – û xapînoktirîn jî.

***

Ew çi demokrasî ye heke mirov nikare bibêje: ev ne demokrasî ye?

***

Hemî ne-pozbilind derewker in.

***

Dîrokê peyitandiye ku pirraniya zordaran carekê aştîxwaz bûn.

***

Li vî zemanî gelek aqiltemam jî xwe dîn dihesibînin; baştir biqedir dibin.

***

Heke jiyan bêkêmasî ba, min dê nexwesta bijîm.

***

Kêm kesên hezkirî kesên qenc in.

***

Camêran broşûrên Ernesto “Che” Guevara difiroşin min, bi deh dolaran. Ser herdu çavan, ez ê bi dîwarê xwe ve bihilawîsim, bi deh dolaran – lê mixabin razî nebûn deh dolaran bidin min.

***

Gelek nivîskar nedilşad in ji ber ku xwendevan nîn in an jî kêm in. Nayê bîra wan ku heke xwendevan gelektir hebin, dê kêmasî û nehêjayiyên nivîskar zêdetir nav û deng bidin.

***

Madem Xwedê her tiştî dikare, gelo ew dikare nikare?

***

Siyasetvan tê dikoşin rêveberiya dewletan bikin ji ber ku nikarin rêveberiya zarokên xwe bikin.

***

Ne ditirsim ku belayek bêt serê min, ditirsim ku ti tişt neqewime.

***

Baş e ku pirraniya mirovan newêrek in. Wek din, wan dê xwe bikuşta.

***

Du birr mirov hene: hinek mîna te ne û hinek jî ji te cuda ne. Û ti ji herduyan jî ji te hez nakin.

***

Siyasetvan ji pesndana şehîdan hez dikin. Şehîd êdî ne xeter û talûke ne ji siyasetvanan re.

***

Çare nîn e. Bila nebe. Hebe jî namîne.

***

Ji hemî bîrdoz û bîreweriyan a herî gewer û pîroz xweperestî ye. – Dilê te jî wisan dibêje lê tu neheqiyê li xwe dikî û wê baweriya xwe difetisînî.

***

Heke mirov bi xeman bimirana, gelek ji me dê ji vê rezaletê xelas bibana.

***

Gelo ticarî tê bîra wan kesan ên wiha bi tundî û tûjî guhartinan dixwazin ku yên herî zêde pêdivî û hewcedarî bi guherînê heyî ew bi xwe ne?

***

Kêm kesan hindî min bawerî bi dîn û îdeolojiyan hebû. Û kêm kes hindî min ji wan dilsar bûne.

***

Pa vêca ew xwedayê mirovên hinde mejîreş û famkor afirandine bi xwe çawan e?

***

“Biratiya gelan” çîroka Qabîl û Habîl e.

***

Ez ne ewqas zîrek im ku bikarim sil bibim.

***

De vêca were û bikare bibêje: “Ez ji te hez dikim.”

***

Daku jin ji te hez bikin, homo be.

***

Çi sûde û feyde ji bilîmet û dahiyan heye?

***

Ew çend ramanan li pey xwe dihêlin û mirov sera wan ramanan bi milyonan ji hev dikujin.

***

Heke Şeytan nebe, Yezdan dê bo çi be?

***

Nivîskarî baştirîn tedawî û kembaxtirîn nesaxî ye.

***

Îro li bazarê ev di guhên min de diçingî:
– Werinê, werin îdeolojiyan… germ û nerm… erzan û belaş… Werin îdeolojiyên niha biraştî.

***

Xirab ji qencan gelek zêdetir in, û yên qenc jî ji nezaniya xwe qenc in.

***

Bilîmet bêkes in lew heval û hogirên min pirr in.

***

Çiku ne ya min e, pirr dixwazim; ger a min ba, ez dê jê birevîma.

***

Xemgîn î ko berhemên te nayên weşandin? Ez hê zêdetir xemgîn im ku berhemên min tên weşandin û dikevin meydanê û herkes dikare wek gogê pê bilîze.

***

Bextiyar im ko we hevalek wek min heye.

***

Heke yekî derd nebin jî, ji xwe re peyda dike.

***

Gelo Xwedê jî serbilind e? Bi çi? Pirr ditirsim ku bi mirovan!

***

Xwelî li wî yê tê bikoşe şert û mercên wêjeyî û edebî di berhemên xwe de bi cî bîne: ew rastiyê ji bîr dike!

***

Piştî ko min ew nas kir, êdî piştrast im ku dahî û bilîmet mirovên herî pepûk in.

***

Radîkal: ew kes yên ku tê dikoşin dinyayê biguherînin ji ber ku nikarin xwe biguherînin.

***

Evîna dualî? Ew çi ye?

***

Pirsgirêk ne ew e ku ew kêm ji min hez dike. Pirsgirêk ew e ku ez zêde jê hez dikim.

***

Heke bixwazî ji her tiştî nerazî bî, dê jê nerazî bî.

***

Kurdî ne tenê ew e ya ku ez dizanim.

***

Li şûna bindestî stemkar û zordarê azadîxwaz baştir e mirov bindestî stemkar û zordarê basa azadiyê nake be.

***

Demokrasî jî dogmatîk e: nahêle mirov ne-demokrat be.

***

Em hemî ne nezan in; pirraniya me îdiyot in.

***

Mirov ji aştiyê aciz dibe lê min nebihîstiye ku ti zordarek li xwe poşman bûye.

***

Heke tu bi min re ne hemfikir bî, tu şaş î. Lê ev nayê wê wateyê kuheke tu bi min re hemfikir bî, tu dirist î.

***

Hertim ditirsim ji dest bidim tevî ku baş dizanim ku ti carî ne ya min bûye û ne jî dê ya min be!

***

Tenê wan şevan dinasim yên xewa min nayê.

***

Kî bêaqilî gotiye ku nezanî mirovan bextreş dike?!

***

Rûpûş, eba û kevînk bedewiya gelek jin û keçan vedişêre – û kirêtiya hê gelektiran.

***

Felsefeya jiyanê? Madem jiyan nebe, felsefeya wê bo çi ye!?

***

Hind baweriya min pê têt ku bawer nake baweriya min pê têt.

***

Dema ez li mirovan dinerim, dibînim ko Adem û Hawa gelek neşirîn bûn.

***

Bo ku dahî bî, ne hewce ye dîn bî lê divê xwe bi xelkê dîn bidî pejirandin.

***

Hemî siyasetvanên hezkirî derewkerên zîrek in lê mala Xwedê ava ku hemî derewkerên zîrek ne siyasetvan in; gelek ji wan yên bijare nivîskar in.

***

Ez bi tundî dijî xwe me.

***

Ji evîndarên berê û bitecrûbe bipirse daku bizanî ka evîn çi xwelî ye.

***

Demokrasî jî zordestî ye: ji bilî xwe ti rêbazên din qebûl nake.

***

Bê xem nikarim tiştekî binivîsim.

***

Hemî jiyana min henekek e, henekek kes naxwaze pê bikene, yariyek kes nalîze.

***

Hemî mirov dikarin bibin nivîskar lê tenê qeşmer dibin nivîskar.

***

Çima xwe mirov bihesibînin? Ma ew hêjayî hindê ne?

***

Me zimanê xwe ripîrût kiriye ji ber ku em newêrin “devokanî” binivîsin û bipeyivin.

***

Demokrasî jî bêdilî mirovan li ser wan hatiye ferzkirin.

***

“Mirov aqilê xwe ji bêaqilan digire.” Madem wisan ne, gelek kes bi saya min jî biaqil bûne.

***

Ew pirsgirêk in yên tu dibêjî!? Heke wan, yên tu bawer dikî ku pirsgirêk in, pirsgirêk bihesibînî… ka ji berxa ber dilê xwe re bibêjim: te pirsgirêk nedîtine!

***

Heke herdem tiştê bêt têgihiştin û hezkirin binivîsim, ez dê ticarî tiştek watedar nenivîsim.

***

Roj nîne ko dilê min bi vê gula çilmisî neşewite lê her roj ji xwe re dibêjim: bila avdana wê bimîne sibê.

***

Dixwazim bibînim daku dilsar bibim.

***

Rêzgirî û hirmeta min ji her baweriyê re heye lê divê ew xwe biguherînin.

***

Nivîskar: ew kes in yên nikarin derewên xwe yên sade bi xelkê bidin bawerkirin loma pirtûkan dinivîsin daku bi bihaneya wan derewên xwe belav bikin.

***

Pirraniya mirovan mîna mihan sernerm in, û kî bixwaze dikare bibe şivanê wan. Û bi sond jiyana van mihmirovan tijî dilşadî ye.

***

“Cogito ergo sum.” René Descartes şaş bû. Diviyabû ku wî gotibûya: “Em hene lê em nafikirin.”

***

Heke bixwazî xelk xulamî te be, jê re bibêje ku tu xizmeta wan dikî; siyasetvan jî wisan dikin.

***

Xem gelek xweş in. Yên ji ber wan gilî û gazinan dikin, hema xem nedîtine jî.

***

Hergav ku têr gû dipeyivim, mijarê diguherînim û dest pê dikim tenê gû bipeyivim.

***

Sosyalîzm: belaya serê zengînan – û feqîran.

***

Raman û kirin pirrî caran dûrî hev in. Mala Xwedê ava.

***

Bextiyarî ne ti armanca jiyanê ye.

***

Em dijîn daku em bimirin.

***

Mirov dê her bimire, hindî zûtir e, çêtir e.

***

Hew gazinan bikin. Derew e ku di rewşek xweş de mirov bextiyar be. Tenê bi têkoşîn û xebata berdewam dijî astengî û pirsgirêkan mirov dikare bextiyar be; ne bi biserketinê.

***

Ti tiştî hindî NE-ezperestiya me ziyan negihandiye me; xelkê dilpakiya me baş ji xwe re bi kar aniye. Di nav vê ‘xelkê’ de gelek kurd jî hene.

***

Bi hêcet û bihaneya yeketî û yekdengiya kurdan bi hezaran kesên behredar û ramanwer hatine sermihkirin.

***

Ti tiştek wek bêhêvîtiyê hêzê nade mirov.

***

Nebîne daku bêriya wê nekî.

***

Eger dilê min nehatiba şkandin, min ê dilê gelekan bişkanda.

***

Ramanên nû pirr baş in – hindî neketibin pratîkê.

***

Mirov im, ji bîr nakim. Lê nizanim mirovbûn tê çi wateyê.

***

Yezdan, ez di gelek biwaran de bêhêz im, û min di gelek ji wan de her bêhêz bihêle!

***

Kerb hêz e.

***

Yezdan, hind gelek ji keçikê hez dikim ko hêvî dikim ku Tu min nekî bela serê wê!

***

Qehreman jî tenê keysperestên rewşa kembax in.

***

Her pirtûkek jiyanek e – jiyanek wek ya me derewîn.

***

Mirov çi bike jî, dîsan jî dibe xweşmirov be.

***

Yezdan, vê duaya min qebûl neke!

***

Eger dixwazî binivîsî, tenê hevalekê ji xwe re peyda bike: tenêtiyê.

***

Derdê dukesiyê derdek bêderman e.

***

Ez jî gelek keyfreş im bi nameyên te.

***

Ji quretiya xwe nefsbiçûk im.

***

Destkeftiyên qehremanan diyar û berçav in – term hê nehatiye binaxkirin.
Hindî hevaltiya me nêzîktir dibe, baştir tê digihim ka em çend dûrî hev in.

***

Ji kû bizanim ka tu bênfire yî yan sersar î?

***

Dema min nîne navdar bim.

***

Her dinivîsim – bi hêviya rojekê êdî nenivîsim.

***

Wê bêje ya bêt ber devê te; eger bifikirî, dê derewan bikî.

***

Ne ji ber jêhatîbûna xwe lê ji ber serhişkiya xwe bi ser ketime.

***

Pirraniya me ji ezperestiya xwe qenciyê dikin.

***

Bo ko xelk ji te razî be, wisan neke ku tu bi xwe ji xwe nerazî bî.

***

Xeman rêya vegotinê li min girtiye.

***

Evîn: jehremar.

***

Demokrasî ji bilî berjewendîperestiyê ne ti tişt e. Û divê her wisan bimîne jî.

***

Gelek xirab ji ‘qencan’ çêtir in ji ber ku xirabiya wan aşkira ye.

***

Eger dilê te bi xelkê bişewite, bizane ku hingê divê dilê te bi te bişewite.

***

Min dem nîne hesûd bim.

***

Lê nenerî, pozbilind î. Lê binerî, ji bêçaretiya xwe wa dikî.

***

Belê, dikarim bi gelek zimanan biramim ji ber ku ramanên min pirr sade ne.

***

Hindî xunava memikên te hebin, ma mey bo çi ye?

***

Xweştirîn çîrok û helbest ew in yên di xewn û xeyalên me de zindî ne lê em nikarin zeft bikin.

***

Min bikuje lê dilê min bi xwe neşewitîne.

***

Hindî zêdetir dibêjî, kêmtir guh didim te.

***

Ti car ne cidî be daku nebî pêkenok.

***

Mirovatiya bê ceng û şer ne ti mirovatî ye.

***

Di siyasetê de tenê yên ne berpirsiyar dikarin rastgo bin.

***

Tenê kul û kovan dikarin bi agirê xwe dilê min germ bikin.

***

Di her rastiyekê de gelek derew veşartî ne.

***

Ti sinor hindî yên dilê te teng nînin.

***

Her nûxwaz paşî dibe kevneperest.

***

– Rastiyê bibêje.- Kîjan rastiyê?

***

Her tiştî du rû hene: yek tirş e û yê din jî tal e.

***

Kêm kes rastgo ne, herî kêm jî bo xwe.

***

Xwendin dikare çavan kor bike – bi mecazî jî.

***

Di şer de tiştê rast jî derew e.

***

“Umrê borî êdî nayê.” Mala Xwedê ava ku tam wisa ye.

***

Daxwaza parastina aştiya neyî nakim.

***

Eger ti kes ji te hez neke, bizane evîna te hind berz û bilind e ku kes nagihiyê.

***

Plankirin anku nekirîhiştin.

***

Şer rewşa normal e.

***

Carinan sed heval û hogir jî nabin derman bo tenêtiya min.

***

Bextiyar ew e yê li bextiyariyê negere.

***

Mirov wisa hov û barbar in ku nikarin heywan bên hesibandin.

***

Baş bû ko hingê baweriya min ew bû tevî ku niha dizanin jî ko ew bawerî şaş e.

***

Reşbînî ne rastbînî ye.

***

Bi rastî aciz bûme ko her “nivîskar” gazinan dike ku nivîsîn dijwar e. Madem wa ye, bila nenivîsin.

***

Xelk dixwaze şerr hebin daku xwepêşandanan bikin û bibêjin divê şerr nebe.

***

Evîn bivok û xeter e; ji ber wê min gelek heval û hogir ji dest dane.

***

Xwezî min nexwesta binivîsim daku tiştek bo nivîsînê bihata bîra min.

***

Xwezî min hew bigota xwezî.

***

Hind dijwar e berbijarek baş bibînim da dengê xwe bidimê ko bi xwe bûme berbijar.

***

Armanc her xweperestî ye. Armanca hemûyan. Armanca te jî. Armanca min jî. Armanca vê pendê jî.

***

Nivîskar: komek mirovên tiştek din ji destan nayê.

***

Mirov dikare herdem bextreş be.

***

Ti tişt wek wê nexweş nîne ku dijminê xwe birîndar bibînim.

***

Bi diyarkirina piçek rastiyê dixwazin gelek rastiyê veşêrin.

***

Guhdarîkirin lê nebîstin yek ji hinêr û şiyanên giring e.

***

Em pirr pêşketî ne – bi hunera parastina derewên xwe.

***

Her kes nikare bibe nivîskar: her kes ne hind delodîn e.

***

Ev çi ye ku kesa/ê hat, dibêje: ‘Evîna min dastanek bû!’ Welle ya min tenê serêşî ye, serêşiyek temam.

***

Ti kes ji dostên qenc xirabtir dernakevin.

***

Dîroka evînê dîroka bextreşiyê ye.

***

Komunîzm: “Her tiştê te yê min e jî lê yê min ne yê te ye jî.”

***

Bila em kêm bin da tiştek ji me bêt.

***

Herdem hêvî heye lê carinan ne pêdivî ye.

***

Camêr goştê berazan naxwe ji ber ku ne kannîbalîst e.

***

Di her derewê de rastî veşartî ye.

***

Du birr jin bextreş: yên kirêt û yên bedew.

***

Dîsan gulek bo biçilmise geş bûye.

***

Ta giham pesna te bidim, te qenciya xwe ji bîr kir.

***

Di peyvên şirîn de ti rastî nîne. Û di peyvên tal de jî.

***

Eger ne bi xêra newêran ba, niha mirovek jî sax nemabû.

***

Berê ez ker bûm ko min wisan dikir. Niha kertir im ko wisan nakim.

***

Yên xwelîbiser her tepeser in, vêca çîna serdest ya xanedanan, ya bazirganan yan jî ya karkeran be.

***

Rastî hêjayî pesndanê ye – eger li gor berjewendiyan be.

***

Divê yên bixwazin xwe bikujin bên lisêdaredan daku kes çav li wan neke.

***

Ma Nietzsche negotiye: “Tu dê biçî cem jinê? Şivê ji bîr neke!”

***

Ti kes ne dahî ye lê gelek kes xwe bi kar û xebatê dikujin.

***

Zerer û ziyana pasîfîstan ji ya şerxwazan pirrtir e.

***

Bê xapandin nameşe.

***

Ez ne “mirovên qenc” û ne jî “mirovên xerab dixwazim”; “mirov” tenê bo min bes in.

***

Ti kes ne gelek giring e.

***

Ji xweperestî û partîperestiyê, xweperestiyê bibijêre.

***

Xwezî aştîxwazan bizaniya ka ew bi rastî çi dixwazin.

***

Mirov ecêb in: nikarin rojekê jî bê xem bijîn.

***

Bawer nakim ko tişta objektîv rast be.

***

Eger ne ji pozbilindiya min ba, min qencî nedikir.

***

Derdê min: alîkariya hevalên xwe ji dil nekim, ez bawer dikim ko ne dilpak im; ji dil bikim, ew bawer dikin ku ne ji dilpakiyê dikim.

***

Dixwazim bi agirê awirên te bişewitim.

***

Gelek kes bo “ben Kürdüm” xwe didin kuştin lê nabêjin “ez kurd im”.

***

Jihevkirina rastiyê û nerastiyê bêhed dijwar e lê dikarim ji tiştekî bêşik piştrast bim: ne ronakbîr im û ne şoreşgêr im û ne jî dixwazim yek ji wan û ne jî ew herdu bim.

***

Bê Serok nameşe lê bi Serok jî nameşe

***

Li çolistana min ya hişk û beyar xunav tenê ji çavan dibarin.

***

Yê xirabiyan neke, qenciyan jî nake.

***

Ta jê dûr nebî, qedrê wan nizanî.

***

Quretiya wî em ji mirinê xilas kirin.

***

Ceribandin tehlîke ye: Xwedê jî xwe ceriband û encam derket mirov.

***

Petrol – bereket û xezeba Kurdistanê.

***

Yê ne xweperest be, ehmeq e.

***

“Hemû jiyana xwe li xwe gerîme.” Ê welleh te ti nekiriye.

***

Qehremanê berê ne ti qehreman e.

***

Gelek xirab hene û pirraniya wan tê dikoşin daku xelk li gor daxwazên wan bê bikaranîn. Ditirsim ku mixabin ez bi xwe jî ji wan im.

***

Du birr jin hene: kirêt û makyajkirî.

***

Rastgo be – bo xwe.

***

Jin gul e. Avdanê ji bîr neke.

***

Yê nikare galteyan li xwe bike, nikare li xelkê jî bike.

***

Rastiya neyê bawerkirin nebêje.

***

– Ew kî ne?
– Du tirkîziman û pênc jî kurdînezan in.

***

Nizanim çima ji helbestên tê nagim hez dikim.

***

Ti tiştî bi temet evînê rêyên rûreşiyê nedane ber min – ji wan rûreşiyan ya herî mezin nivîskarî.

***

EXLAQ E: veşartina rastiyan, pejirandina derewan, kuştina hêviyan, koletiya partiyan…

***

Aştî xweamadekirina ji bo şer e.

***

Nûçeyên şer filmên xweş in.

***

Bê gan nameşe.

***

QANÛN: Bend 1. Ti qanûn nîne. Bend 2. Yê bi benda 1 neke, dê bêt cezakirin.

***

Bişar Axa gotiye: “Ez her axa me, serok Sedam be, Telebanî be, Barzanî be yan jî Öcalan be.”

***

Eger hin gotinên nexweş derbareyî te bibêjin û tu bizanî ku ew gotin ne rast in, xemgîn nebe. Bifikire ka dê çend nexweştir ba eger ew gotin rast ban.

***

Yê jiyanek xweş hêvî kiribe, piştî bidestxistina armanca xwe poşman bûye.

***

Di aşop û xeyalên min de bêhejmar refên çîrokan difirrin. Û dema pênûsê digirim destê xwe, hemû li asoyê wenda dibin.

***

Agirê te dê min bike xwelî.

***

Çi li vî dilî bikim ku li te bûye bela?

***

Rastî jî kêm caran baş e.

***

Kerem bike bibijêre: berjewendiyên xwe yan yên Serok.

***

Nezanî hêz e, zanîn bêhêvîbûn e.

***

Hinek di şer de mirin. Yên mayî jî xwe li ser serê me mezin dikin.

***

Camêrekî kerem kiriye: “Çawan şoreş ti tiştî naguherîne? Navên serokan diguherîne.”

***

Heqdar e ko baweriya wê bi min nemaye ji ber ku min herdem ew ji xwe giringtir dîtiye.

***

Demokrasî: Hêza gel. (Na na, ez tirrane û tinaziyan dikim.)

***

Ti tiştekî mîna “yekîtiya kurdan” kurd bêmejî nehiştine.

***

De vêca were bizane ka rastî çi ye!

***

Ti çare nîne – ji xweperestiya xwe serbilind be.

***

Xweperestiya wî gelek kes parastine.

***

Jiyan ziyan e.

***

Qet bawer neke. Ji van gotinan jî.

***

Bextewer im ku dema min têra hem nivîsînê û hem jî xwesansûriyê nekiriye.

***

Ya herî giring her negotî dimîne

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s