Dengnasî: dirûvên dengan di zimanî de

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2

——————–

George Yule

ji inglîzî: Dilyar Amûdî

DilyarAmudi

wêne: wergêr Dilyar Amûdî

 

Uans appona taim uas tri berres; mamma berre, pappa berre, e beibi berre. Live inne

contri nire foresta. NAISE AUS. No mugheggia. Uanna dei pappa, mamma, e beibi go bice, orie e furghetta locche di dorra.

         Bai ene bai commese Goldilocchese. Sci garra natingha tu du batte meiche troble. Sci puscia olle fudde daon di maute; no live cromma. Den sci gos appesterrese enne slipse in olle beddse.

 

Bob Belviso, quoted in Espy (1975)

Di beşa pêş de[1], Me, li ser asta mekanîzma dengjenînê [2]ya buhirka dengî ya mirovî, li awayê fîzîkî yê derxistina dengên axiftinê vekola. Ew tûjandin bi xêra rastiyên seyr yên taybetmendiyên zimanî pêkan bû. Gava ku me behsa buhurka dengî dikir, me hesab nedikir, gelo ew kesê ku em qala wî dikin, ka mirovekî ji rêjeyê ye ku wezna wî 90 kîlo ye û 180 santîm e, yan jî mirovekî hinekî hûriktir e ku 150 santîm e û wezna wî jî 45 kîlo ye. Tevî ku em dizanin ku  buhurka dengî ya van herdû şexsan dê ji hev cuda bin, anku ji aliyê hecim û teşeyî ve. Wek encam buhurka dengî ya herkesî cuda ye û eger em bi awayekî fîzîkî meseleyê binirxînin, her mirovek dengan bi awayekî cuda bi lêv dike. Ev jî tê wê wateyê ku milyon awayên fîzîkî yên cuda hene ji bo bilêvkirina peyveke besît wek me.[3]

 

Dengnasî[4]

Li gel van milyon cudahiyên buhurka dengî jî, mirov bi xwe jî dê peyva me herdem û di her rewşê de bi heman awayî bi lêv neke.Cudahiyeke berbiçav diyar dibe gava ew miorv diqîre yan jî gava ku hîn nû ji xew şiyar bûbe yan jî bi bapêşê ketibe an herwiha serxweş ketbe û hewl bide ku qedeha şeşan ya martînî bixwaze yan jî çend rewş ji van bi hev re pêk werin.  Piştî evqas cudahiyên muhtemel, gelo em çawa dikarin van rengên cuda yên peyva me wek forma [mi][5] fêm bikin lê ne wek forma [ni], [si], [ma] yan [mo]  yan jî, heta tiştekî ji wan gişan bi temamî cudatir? Bersiva vê bi awayekî berfireh di lêkolîna  dengnasiyê de tê peydakirin.

Dengnasî di bingehê xwe şayesandina pergal û şêwêyên dengên axiftinê yên zimanî ye. Di rastiyê de, ew li ser wê ramanê disekine ya ku vedikole bê ka axiverên balix, bê ku hayên wan jê hebe, çi derbarê dirûvên dengên wî zimanî de dizanin. Ji ber vê rewşa teorîk jî, dengnasî bêtir ji awayê fîzîkî yên derxistina dengan, li ser dirûvê razber û hişmendî yê dengên zimanî disekine. Eger em bikarin mentiqekî ji çîroka Bob Belviso[6] ya komîk, li destpêkê, peyda bikin, teqez e bê ku hayê me jê hebe, em zanîna xwe ya dengnnasiyê bi kar tînin bê çawa zimanê ingilîzî vê şêweya nivîsînê ya nejirêzê bi kar tîne.

Dengnasî dîzayineke bingehîn û pêşnûmaya her şêweya dengekî ye ku bi awayekî sabit tevahiya cudahiyên dengjenînê yên dengan di naverokên cuda de dinimîne. Gava em li ser dengê [t] di peyvên tar, star, writer, butter û eighth difikirin, em wan wek “yek tişt”î dihesibînin anku di rastiyê de em dibêjin ku di zimanê ingilîzî de ew dê bi heman awayî bê raberkirin. Lê di axiftina rast de, ev dengê [t] di bingehî de gelekî cuda ye, ji ber ku dibe ku her yek ji wan li gorî dengên dî bi awayekî cuda bên bilêvkirin. Lê dîsa jî ev dengjenînên cuda yên dengê [t] ji me re bi qasî cudahiya giştî ya di navbera dengê [t]  û [k] yan [b]  de ne giring e, ji ber ku encamin watedar derdikevin gava em yekê ji wan di şûna ya dî de bi kar bînin. Ev deng, bê ku mirov guh bidê bê ka kîjan buhurka dengî û ya kê hatiye bikaranîn bo gotina wan, dengên cuda û watedar in, ji ber ku ew in yên ku wateyên cuda didin peyvên tar, car, far û bar. Li gorî vê nerînê, em dikarin bibînin ku dengnasî bi pêşkêşkirina aqilî ya razber ya dengan ve têkilîdar e ta ku bikare wateya peyvan li ser bingehên dengên fîzîkî yên berra yên em dibêjin û dibihîzin, binase û têbigihê.

Fonem[7]

Her yek ji van dengên zimanî yên watedar-cuda wek Fonem tên şayesandin. Gava em hînî bikaranîna nivîsînê elifbêyî dibin, ew bi xwe, em konsepta foneman bi kar tînin wek şêweya dengekî sabit û tekane ku bi semboleke nivîsî tekane tê raberkirin. Di vê rewşê de, fonema /t/ wek dirûveke dengî ji bo hemû şêweyên cuda yên dengê [t] tê saloxandin. Bala xwe bidê ku xêza xwar[8] tê dayîn ji bo şayesandina fonema /t/ û kevanekên çarniçikî wek di [t] tên bikaranîn bo şayesandina her fonetîkekê.

Saloxeteke bingehîn ya foneman ew e ku peywirên wan dijber in. Em dizanin ku du fonem  /f/ û /v/ di ingilîzî de hene ji ber ew tekane bingehê dijber di navbera peyvên fat û vat yan fine û vine [9]de ne. Ev saloxeta dijber bingehê ceribandina kiryarî ye bo diyarkirina fonema heyî di ingilîzî de. Eger em dengekî bi dengekî dî biguherînin û wate bê guhertin, naxwe herdû deng du fonemên cuda ne. Gava em li nivîsa berê binerin[10] û koma şêweyên dengan di ingilîzî de binerin, em dê bigihên lîsteyeke bingehîn ya fonemên ingilîzî yên dengdar,  dengdêr û yên dudengî ku li wir hatine diyarkirin.

 

Polên suriştî[11]

Têgehên teknîkî yên ku tên bikaranîn di çêkirina van tabloyan de dikarin wek saloxetên foneman bên hesibandin ku her fonemekê ji ya dî vavêr dike. Eger ew saloxet hebe, em nîşana (+) li kêleka wê dadihînin, ger tune be em (-) dadihînin. Lew /p/ dikare wisa bê şayesandin (-lerz, dulêvî+, sekinî+)[12] û /k/ jî (-lerz, +paşpidûyî, + sekinî)[13]. Ji ber ku ev herdû deng hin taybetmendiyên hevpar dihewînin(herdû sekinî û bêlerz in) hin caran wek endamên pola suriştî ya foneman tên şayesandin. Dengên ku hin taybetmendiyên wan yên hevpar hene, bi giştî meyla wan heye ku ji aliyê dengnasî ve bi hin awayan wek hev tevbigerin. Fonemên ku taybetmendiyên wan yên hevpar tune ne, meyla wan heye ku bi awayekî cuda tevbigerin.

Wek mînak /v/ xwedan taybetmendiyên (+lerz, +lêv-didanî, +xişok) lew nikare têkeve pola suriştî ya /p/ û /k/. Li gel ku hin sedemin din jî hene lê ev analîza taybetmendiyan dê bihêle ku em ji xwe bipirsin gelo çima peyvên bi  /pl−/ û  /kl−/ dest pê dikin, di ingilîzî de mişe ne lê yên bi  /vl−/ kêmpeyda ne. Gelo dibe ku sedem ew be ku hin taybetmendî pêwîst in ta ku deng di destpêkê de berî /l/ peyda bibe? Eger em di nasîna û zanîna van taybetmendiyan bingehîn yên van kombînasyonan de bi ser kevin, wê çaxê em ê, ne tenê, bikarin pênasîneke dengnasî ya foneman çêkin lê em bikarin jî rêza pêkan ya foneman di zimanî de jî hîn bibin.

 

Fon û alofon[14]

Wek me got û ji ber ku fonem yekîneya razber yan jî dirûvê dengî ye(di mêjî de), gelek versyonên cuda yên dirûvên dengî hene ku bi awayekî nîzamî di axiftinê de tên hilberandin(di devî de). Em dikarin van versyonên cuda wek fon  bi nav bikin. Fon yekeyên denganî ne ku di kevanekên çarniçikî de tên nîşandan. Gava komeke fonan di destê me de be, ew bi xwe yek ji wan versyoneke fonemê ne. Em pêşgira “allo” dadihînin pêşiya “fon”ê ta ku wan wek alofonên heman fonemê destnîşan bikin.

Wek mînak, fonema /t/ dikare bi gelek awayên fîzîkî yên cuda bê bilêvkirin ku ew jî fon in. Dengê [t] di peyva tar [15] de bi giştî, bi pifîneke xurttir ji ya di peyva star de tê bilêvkirin. Eger tu pişta destê xwe bidî pêşiya devê xwe gava tu peyva tar dibêjî û dûre ji bo peyva star [16]jî heman tiştî bikî, muhtemelen tu yê bi hin berjengên fîzîkî yên pifînê bihesî ku di dengê [t] yê li destpêka peyva tar  cih digire lê li pêşiya peyva starê nagire. Ev versyona pifdar[17] ji bo zelaliyê wek [tʰ] tê nîşandan ku ew jî fonek e.

Di nivîsa berî vê de, me diyar kiribû ku dengê [t] di navbera dengdêran de, wek di peyva writer,  dibe dengekî tepok[18] ku em dikarin bi vê  [ɾ] wî desnîşan bikin û ev jî foneke din e.

Herwiha em peyva butterê [19]dibînin, dengekî sekinî qirikî peda dibe di bilêvkirina dengdarê navîn de, ku em dikarin bi  [ʔ] binimînin, ku ew jî foneke dî ye.di bilêvkirina peyvek wek eighth (/eɪtθ/) bandora didanî ya dengê  [θ] dibe sedema dengjenîna didanî ji dengê [t]yê re. Lê em dikarin bi awayekî deqîqtir bi vî awayî [t̪]desnîşan bikin. û ew jî bi xwe foneke dî ye. hîn gelek versyonên din jî yên vî dengî hene eger em bêtir lê hûr bibin. Ji ber ku em şêweyên cuda giştik endamê komekê ne wek di tabloya (tablo 4-1)ê de hatiye ravekirin.

Cudahiya giring ya di navbera fonem û alofonan de, ew e ku guhertina yekê bi ya dî dê bibe sedem ku wateyeke cuda derkeve (herwiha bilêvkirineke cuda jî) lê veguheztina alofonan dê tenê bibe sedem ji cudahiya bilêvkirinê re( ku muhtemelen dê ew bilêvkirin jî ne asayî be)

Cot û komikên mînîmal[20]

Cudahiya fonemîk bi rêya cot an komikên peyvan di zimanekî de dikarin werin testkirin. Wek mînak herdû peyvên wek pat û bat ku di şêweyê de wek hev in û tenê cudahiya wan di yek fonemê de ye ku ew jî di heman cihî de ye, ev herdû peyv wek cotê mînîmal şayesandin. Eger em bi awayekî zelaltir bişayêsînin ev cotekî mînîmal yê dengnasiya ingilîzî ye, (ji ber wek mînak di zimanê erebî de, herdû dengên  /p/ û /b/ di erebî de tune ne.) Çend mînakên dî ji bo cotên mînîmal yên zimanê ingilîzî fan-van, bet-bat, site,side in. Ev mînakên wisa hatin bikaranîn ji fêrkirin û testkirina ingilîzî ji mirovên ku dixwazin fêrî ingilîzî wek zimanê duyem bibin, ta ku bikarin dijberî û cudahiya van cotên mînîmal fêm bikin.

Gava ku komikek ji peyvan bi rêya guhertina yek fonemê ji hev cuda bibin(bi pirranî di heman cihî de) wê çaxê em komika mînîmal bi dest dixin. Wek mînak ji komikeke mînîmal ya zimanê ingilîzî ku li ser dengdêran hatiye avakirin feat, fit, fat, fate, fought, foot,[21]   û herwiha komikeke dî ku li ser cudahiya fonemeke dengdar hatibe avakirin wek  big, pig, rig, fig, dig, wig.[22].

Fonotaktîk[23]

Ev şêweyên rahênanan ku komikên mînîmal dihewînin, rê dide me ku em bibînin ku di zimanekî de dirûveke diyar ya kombînasyonên dengan heye û ziman encex bi wê şêweyê rê bide kombînasyonan. Ew lîsteya ku berî niha me nivîs, peyvên lig û vig nahewîne. Li gorî ferhena min jî, ev herdû peyv ne ingilîzî ne, lê dibe ku wek peyvin muhtemel yên ingilîzî bên dîtin. Zanîna me ya dengnasî dê bihêle ku em van herdû peyvan wek şêweyên qebûlbar bihesibînin û dibe ku rojekê ji rojan bihênn bikaranîn. Dibe, wek nimûne, wek kurtepeyv [24]dest pê bike, wek  (I think Bubba is one very ignorant guy[25].  Yeah, he’s a big vig!). Heta wê çaxê dê wek valahiyeke ferhengî[26] di nav peyvên ingilîzî de bimîne.

Lê dîsa jî ne tesaduf e ku peyvên wek [fsɪg] an [rnɪg] di ingilîzî tune ne û ihtimal tune jî ku çêbibin. Ji ber ku bê ku bi hinek rêz an jî bendên fonemên ingilîzî ve girêdayî bimînin hatine sazkirin. Ev rê û best wek fonotaktîk tên binavkirin(anku rêzsaziya qebûlbar ya dengan) û wisa diyar e ku beşekî zanîna dengnasî ya herkesî ye. Ji ber ku ev bend li ser asteke ji yek dengî an jî yek fonemê firehtir dixebite lew divê divê em biçin ser pêkhateyên yekeyên zimannasiyê yên hinekî mezintir in û jê re kite tê gotin.

Kite[27]

Kiteyek divê dengdêrekî an jî wekdengdêr [28]*bihewîne, dudeng[29]. Belavtirîn şêweyê kiteyan, ew kîte ne yên ku berî dengdêrî(V[30]) dengdarekî(C[31]) bihewîne û bi giştî wek CV tê diyarkirin. Pirtikên bingehîn yên kîteyê serik [32]e(dengdarek an jî ji yekî zêdetir) ku li dû wê serwa[33] tê. Serwa ji  dengdêrekî pêk tê ku wek dendik[34]ê dihesibe û li dû dendikê dûvik [35]tê û ew jî ji dengdarê(n) ku li dû dendikê  tê(n) re tê gotin.

Kiteyên wek me, to yan no ku ji serik û dendikê pêk tê lê dûvikya wê tune. Ev cûre jî wek kîteya vekirî[36] tê binavkirin lê gava ku dûvik hebe wek di peyvên up, cup, at yan hat kîteya girtî tê gotin. pêkhateyên bingehîn yên cûreyên kîteyên peyvên ingilîzî yên wek green (CCVC), eggs (VCC), and (VCC), ham (CVC), I (V), do (CV), not (CVC), like (CVC), them (CVC), Sam (CVC), am (VC) wek di şekilê 4.1ê de hatiye diyarkirin

şekil: 4.1[37]

Kombûna dengdaran[38]

Dibe ku him serik û him jî dûvik ji dengdarekî zêdetir pêk werin ku wek kombûna dengdaran tê nasîn. Kombînasyona /st/ kombûneke dengdaran e ku wek serika peyva stop û dûvika peyva post tê bikaranîn. Gelek serikên CC  hene ku fonotaktîka zimanê ingilîzî rê dide hebûna wan wek di peyvên black, bread, trick, twin, flat û throw. Bala xwe bidê ku dengên jenok[39] yên  (/l/, /r/) û yê bandevî[40] di cihê duyem de likar e.

Ya rast ew e ku kombûnin dengdaran yên firehtir jî di ingilîzî de hene wek stress û splat ku ji sê dengdaran li serikê pêk tê (CCC). Ew bi xwe ne gelekî zehmet e ku fonotaktîka van detpêkan bê şayesandin. Dengdarê pêşî divê herdem /s/ be û divê yek ji van dengên bêlerz [41]yên sekinî [42](/p/, /t/, /k/) û dûre yek ji van dengên jenok û bandevî (/l/, /r/, /w/) were. Tu dikarî binerî bê bi kombînasyonê peyvên splash, spring, strong, scream and square digunce yan na. Gelo ev şayesandin li kîteya duduyan ya bilêvkirina exclaimê jî digunce? gelo ev /ɛk-skleɪm/ çawa ye? Ji bîr neke ku me qala serikên kîteyan kir, ne qala  destpêka peyvê kiribû.

Bandorên lihevanînê[43]

Tiştekî gelekî kêmpeyda ye ku di zimanekî de kombûnên dengdaran ewqasî mezin bibin. Ya rast di piraniya zimanan de (mînak: japonî) bi piranî wek kîteya CVê peyda dibin. Herwiha belkî bal kişandibe ku di ingilîzî de jî ku kombûnên dengdaran yên mezin bi awayekî jixweber tên kêmkirin an biçûkkirin bi taybetî eger di nava peyvê de be.Ev jî diyardeyeke ku di bin navê bandorên lihevanînê tên nîqaşkirin.

Me heta niha kîte û peyv wisa şayesandin wek ku di axiftinê de bi giştî bi baldarî û bi haydarî tên bilêvkirin   anku wek ku her yek ji me hêdî hêdî her peyvê bi lêv dike. Axiftin bi giştî ne tiştekî wisa ye. Bi piranî axiftinên me ji xwe ber û zû ne û pêwîst e ku em ji dengekî bi awayekî lezgîn biçin dengên din, ew pêvajoya ku dengekî di heman demê de dike wek dengê din, wek lihevanînê tê binavkirin.Herwiha du bandorên lihevanînê hene ku wek bişaftin û  elision tên binavkirin.

Bişaftin[44]

 

Bişaftin ew rewş e ya ku du birên dengî dikevin rêzekê û hinek saloxet yan dirûvê dengekî ji aliyê dengê din tên birin an “kopîkirin”. Gava em di derbarê awayê fîzîkî yê derxistina dengan de bifikirin, em tê digihên ku ew pêvajoya asayî bi awayekî besît pêk tê ji ber ku lezgîn, çisttir û hêsantir e. Li ser peyva have /hæv/ bi xwe bifikire bê tu çawa wê bi tena serê wê bi lêv dikî û bifikire bê tu wê çawa her rojê  hevoka I have to go[45] bi lêv dikî. Di vê hevokê de, mirov bêtir dixwaze berî /t/ya toyê ku versyoneke bêlerz ji dengê berî wê re bi lêv bike û ew jî dihêle ku ew deng ji /v/yê zêdetir wek /f/yê derkeve. Anku em di vê hevokê de  [hæftə]ê dibêjin û heta dibe ku tu bi awayekî ne fermî wek “hafta,” di zimanê nivîskî de jî bibînî ta ku destnîşan bike bê bişafin ji dengekî bilerz bo bêlerz çawa tê kirin.

Bêvilandin[46]

Carinan dengdêr jî tên bişaftin. Li aliyekî din, em dengên  [ɪ] û [æ] bi lêv dikin bê ti bandoreke bêvilî. Lê dîsa jî gava ku em peyvên pin û  pan di axiftina rojane de bi lêv dikin dê hêsantir be ku mirov ji pêşî de wî dengdarî bike bêvilî*.Ev pêvajo wek bêvilandin (nasalization)*ê tê binavkirin û bi vê nîşanê (~) tê nimandin û jê re (tilde*) tê gotin û li ser dengdêrî tê nivîsîn. Dengdêr di van peyvan de eger bi awayekî deqîqtir werin nivîsîn dê [ɪ] û [æ]* bin . Ev pêvajoya  dengnasî taybetmendiyeke asayî ya bilêvkirina ingilîzan e. Tiştekî gelekî belav e ku ji aliyê dengnasiyê ve rêbaz wisa dikare bê nivîsîn; “ çi dengdêrê ku berî dengdarekî bêvilî* were, dikeve vê rewşê”

Ev şêweya bişaftinê bi awayekî cuda li gorî naverokên cuda diguhere. Peyva can bi serê xwe wek [kæn] tê bilêvkirin lê belê gava di kompeyva I can go[47] de bandora dengê pidûyî*  [ɡ] yê peyva go dê bihêle dengê pêşiyê yê pidûyî wek ji dengê  [n] yê (paşpidûyî bêvilî*) bêtir wek [ŋ] (pidûyî bêvilî*) derkeve. Anku şêweya herî belav ji bilêvkirina komepeyvê [aɪkəŋɡoʊ] e. Bala xwe bidê ku peyva dipeyva can de jî [æ] dibe Schwa *[ə]  di komepeyvê de. Gava ku peyv bi baldarî tên bilêvkirin dengdêr tê şidandin* lê di axiftina rojane û ya asayî, dibe ku dengdêr nema bişide û bi awayekî suriştî bibe schwa. Wek mînak, em peyva and bi tenê wek [ænd] bi lêv dikin lê gava di komepeyvekê wek you and me de were em bi giştî wê wek  [ən] bi lêv dikin û komepeyv giş wek [ju ənmi] tê bilêvkirin.

Jêxistin[48]

di mînaka dawî de, ku em tê de bilêvkirina asayî ya you and me rave dikin, em dibînin ku dengê [d] yê peyva and nehatiye nivîsîn. Ew jî ji ber wê ye ku ew deng di vê komepyvê de nayê bilêvkirin. Di wê rewşa ku [n]ya bêvilî* berî wê tê û [m]ya bêvilî jî li dû wê tê, em bi awayekî asayî enerjiya xwe li  ser dengê  [d] xerç nakin. Ev ne tembelî ye lê çistîtî ye. Herwiha dengê [d] di axiftina rojane ya peyva friendship [frɛnʃɪp]ê de peyda nabe. Ev rewşa ku tê de dengekî ku di axiftina bi baldarî û serbixwe de heye lê di axiftina rojane û lezgîn de wenda dibe, wek xistinê* tê binavkirin. Di komkirinê dengdaran de, bi taybetî di /t/ya ku di rewşa dûvik de ye, ev rewş gelekî diqewime wek bilêvkirina  [æspɛks] ji bp peyva aspects an jî bilêvkirina  [himəsbi] di kompeyva he must be. Helbet bi baldarî û bilêvkirina hêdî em dikarin em dikarin hemû beşên komepeyva we asked him lê di pêvajoya xisitin*ê ya  /k/yê de, gava axiftin bi awayekî jixweber û lezgîn de be, dê wek e [wiæstəm]. Dengdêr jî wenda dibin wek di  [ɛvri];every, [ɪntrɪst] ; interest, [kæbnət] ;cabinet, [kæmrə] ;camera, [prɪznər] ;prisoner û [spoʊz] ; suppose.

Axiftina asayî[49]

Herdu pêvajoyên bişaftin û xistinê di axiftina herkesî ya asayî de çêdibe û nabe wek bêbaldarî an jî tembeliyê bên hesibandin. Ya rastî hewldana xwedûrxistina ji bişaftin û xistinê dê bibe sedem ku axiftineke gelekî çêkirî û nejidil derkeve holê. Ev xala tûjandinê ya pêvajoya dengnasî ne tiştekî wisa ye ku em rêbazên rast-bilêvkirinê deynin lê hewldan e ta ku em bikarin şêwe û asayitiya bilêvkirina zimanî nîşan bidin.

[1] Beşa berî vê ku li ser denganiyê bû û min wergera wê kiriye, eger tu bixwazî bixwînî, dikarîji vê girêdanê http://dilyaramudi.blogspot.com.tr/2015/06/dengdani-di-zimane-ingilizi-de.html bixwînî.

[2] Articulation(dengjenîn têgiheke ku ji nivîsa Newzad Hirorî ya bi lêkolînek li ser dengsaziya kurmanciyê: Nihêniyên befrê/berfê

[3] me: ez, min

[4] Phonology

[5] Ew peyvên di navbera [] de awayê bilêvkirinê diyar dikin ku di nivîsa denganî ya di girêdana jorê de bi berfirehî hatine ravekirin.

[6] Ew çîrok ku di destpêkê de hatiye nivîsîn

[7] Phoneme(ingilîzî)

[8] slash

[9] fat: qelew,vat, den, fine: rind, vine: dêlî

[10] nivîsa denganiyê http://dilyaramudi.blogspot.com.tr/2015/06/dengdani-di-zimane-ingilizi-de.html

[11] Natural classes

[12] ”seknî”ê ew‡ku di derxistina wê de lêv pêçşî bi temamî girtî ne û dûre tên vekirin. Dulêvî, anku ev deng bi herdû lêvan tê derxistin, Lerz: anku lerizîn an nelerizîna perdeyên dengî ye

[13] paşpidûyî: anku bi gihandina zimanî bo paşiya pidûyan ev deng derdikeve.

[14] phone û allophone

[15] tar: qetran,

[16] star: stêr, stêrk

[17] aspirated: aspiration

[18]ar: نقري,en: falp, fa:زنشی

[19] nîvişk

[20] en:minimal pair and sets, ar: ازدواج لفظي

[21] wate bi rêzê: serkeftin, guncav, duhn, şer, pê

[22] wate bi rêzê: mezin, beraz, techîzat, hejîr, koncal, perûk

[23] phonotactics

[24] abbreviation

[25] Ez dibêjim qey Bubba zilamekî gelekî cahil e,

[26] lexical gap

[27] Syllable

[28] vowel-like: anku ew dengdarê ku hin saloxetên dengdêran dihewîne

[29] diphtong

[30] V tîpa destpêka peyva “vowel” ya ingilîzî tê ku wateya “dengdêr” dide

[31] C tîpa destpêka peyva”consonant” ya ingilîzî ye ku wateya wê dengdar e.

[32] Onset

[33] rhyme: peyva serwa,min ji soranî girtiye Û bi giştî peyva rhyme wateya qafiyê dide ku di soranî de jî serwa ye.

[34] Nucleus: ku wateya dendikê dide.

[35] coda

[36] open syllable

[37] (+1) anku dibe ku ew dengdar ji yekî zêdetir bin.

[38] Consonants cluster

[39] liquid

[40] glide

[41] voiced

[42] stop

[43] Coarticulation effects

[44] assimilation:*

[45] Divê ez biçim

[46] Nasalization

[47] Dikarim biçim

[48] Elision

[49] Normal speech

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s