Aforîzma ji rojnivîska min

HuseinHS

Heta ku tu neyê kuştin, nikarî bibî qehreman. Eger tu werî kuştin, ne ti qehreman î.

Yan Kurdistan yan biyanistan!

Bila siyasetvan ti caran baweriya xwe bi gel neînin.

Ey reqîb, her maye kurdê tirkziman…

Hêza evîna te min dibehecîne!

Şerr her kesî nakuje lê ti kes bi saxî ji aştiyê xilas nabe.

Yan evîn dê te bikuje yan jî bêevînî.

Mirin, dema ku zarok bûm, ji te ditirsîm. Lê niha bendewarî te me daku tu werî û me rizgar bikî.

Serok tê wateya “serê biçûk”. Vêca gelo mejiyê di wî serî de çend biçûk e?

Ti tiştî ji hevalan veneşêre – lê dereng jê re bibêje.

Kela havîna Kurdistanê jî cemeda dilê min neheland.

Tirkên nijadperist dixwazin kurd bibin sosyalîst daku nebin kurdên welatparêz.

Piştî her biharê her sê demsalên din yên dilê min zivistan in.

Delaliya siriştê min çavnebar dike.

Zimanê kurdî tek Kurdistana min e.

Adar e lê zivistan ji dilê min bar nake.

Dijmin amade ne ku Kurdistana me li me vegerînin lê pirraniya me wê naxwazin.

Yê pozbilind her vedibijêre û vedibijêre heta ku ti tişt bo bijartinê nemîne.

Em ne nezan in lê em naxwazin rastiyê bibînin.

Her serokek hewceyî hefsarekî û cihorrekî ye.

Em dixwazin ji bindestiya dijminên xwe xilas bibin daku bi temamî bibin koleyên partiyên xwe.

Şoreş dirêj bûye û azadiya Kurdistanê li bîra şoreşgeran nemaye.

Em kurd fêrî bindestiyê bûne. Eger rojekê em azad bibin, jiyana me dê vala û bêwate be.

Ez li wê salê mame ya ku tu çûyî.

Eger jiyana xwe ji xeman vala bikî, ma dê çi tê de bimîne?

Eger rojekê kesek van hevokan bixwîne, ez dê rûreş û şermezar bibim.

Kêm tişt wek rastiyê erzan in.

Mirovên ku ji welatên paşketî hatine vê derê, ti niyet nine ku xwe li gor welatên pêşketî nû bikin. Lê welatiyên resen yên welatên pêşketî bi her awayî hewl didin ku ji welatiyên welatên paşketî fêr bibin. Encam bobelat û karesat e.

Bi cibe û ebayan nikarî şeytanê di xwe de veşêrî.

Eger ne ji şêx û melayan bûya, gelek ji me dê misilmanên bawermend bûna.

Ez li Mekeh û Medîneyan li Xwedê digerîm. Lê paşî pê hesîm ku Ew di min de ye.

Yê ku terka dêr û mizgeftan bike, têkiliya wî û Xwedê dê xweş bibe.

Eger Xwedê hebe yan nebe, karê me pê çi ye?

Ew Xwedayê ku hewceyî nivêjên min be, çawa Xwedayek mezin û bêkêmasî ye?

Madem ku li biheştê bextiyariya berdewam û bêdawî heye, ez dixwazim ku hê demek dirêj berî wê rewşên din li vê dinyayê bibînim û bi xwe jî bicerribînim.

Ma kî dikare tehemila bextiyariya berdewam bike.

Derûnnas mirovên sirpîsax dikin dîn û dehbe.

Havînê jî cemeda dilê min nahele.

Miletê xwe baş nenase yan dê jê dilsar bibî.

Bi zanatî dixwazim we biqehirînim.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s