Zanistî wergêrran

Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 2

____________________________________

Diyako Haşimî

werger

Pêşekî

Wergêrran wate wergerrandinî deqêk yan witeyek le zimanî destpêkewe bo zimanî mebest becorê ke karîgeriy zimanî destpêk le xwêner yan bîserî zimanî destpêk bigwêzirêtewe bo xwêner yan bîserî zimanî mebest.

Le rastî da wergêrran debê bebê biçûktirîn xistineser yan labrdinêk bêt, bellam ewe tenha layenî hziriye, çunkû pêkhatey zimanekan pêkewe ciyawaziyan heye û wergêrr naçar debê destkarî bika le wergêrranekan da.

Zimanî serçawe yan zimanî mebest?

Axo wergêrran debê le zimanî destpêkewe nzîk bêt yan le zimanî mebest? aya nûser giring e yan gwêgr û xwêner? aya emîndarêtî giring e yan xomallîkirdinî nûsînekan? aya çi deqêk ziyatirîn desttêwredanî tiya bikirê? û komellê prsiyarî tir…

Bo lêwirdbûnewe û tawutwêkirdinî hemû ew kêşane zanistî (wergêrranzanî tiranislatologiy) bedî hatûe.

Le willate pêşkewtuwekanda zor bayex bewergêrran dedrê û sedan korr wkomell û kobûneweî leser degîrê û govar û pertûk û beriname û namîlke û witar û babetî leser billaw dekirêtewe.

Karê ke wergêrr deyka le karî nûserê kemtir niye û erkêkî zor giring berrêwe debat.

Wergêrran debête hoî aşnabûn legell cîhanî derewe û hawkat komellê wişe û zaraweî nwê dête naw zimanekewe.

wergêrran zanistêkî serbexo û xawen yasa û rêsaî taybetmendî xoyetî. le yekem he‌ngawda detwanîn dabeşî keîne ser dû cor:

  1. (wergêrranî zarî interpretation) ke dû corî serekiy heyh:

wergêrranî hawkat.

wergêrranî nahawkat.

  1. (wergêrranî nûsirawî translation) ke çend corî heye:

wergêrranî wişebewişe

wergêrranî riste

wergêrranî azad

Wergêrranî zarî (interpretation)

Wek le nawekeyewe diyare wergêrranî zarî wergêrranêke ke be şêwey zîndû û be pele dekirêt. hawkat ke wter qse dekat wergêrr‌eke debê wtekan wergêrrêtewe.bepêçewaney wergêrranî nûsirawî, le wergêrranî zarîda kat kemh, hemû şitekan bexêrayî deçne pêşewe û bekarhênanî amêre yarmetîderekan wekû ferhengname esteme.

Beste bewey ke le çi zimanêkewe wergêrran dekirêt, şêwey wergêrraneke dabeş dekirê beser:

wergêrranî hawkat

wergêrranî nahawkat

bo rûnikirdinewe seyrî pêkhatey rêzimaniy zimanî înglîzî biken:

I wrote a letter.

S V        O

ke lêreda (S = biker), (V = kar) û (O = berkar)e.

debînîn ke zimanî înglîzî rîzbûnî binemayiy (SVO) y heyh, wate le pêşda biker, paşan, kar û dwayî berkar denûsirêt.

le zimanî kurdîda rîzbûnî binemayî wekû zimanî înglîzî niye û bellkû be‌şêwey (SOV)e wate lepêşda biker, paşan berkar û dwayî kar dêt:

Min nameyekim nûsî.

S      O                V

zimanî farsîş rîzbûnî binemayekey wekû zimanî kurdî wate (SOV)e.

Men nameê nivîştem

Êste eger wergêrrêk bêt û biyewê beşêwey zarî û xêra le zimanî înglîziyewe wteyek bikate kurdî, bo ewey risteyekî tewaw bidate destewe debê bwestê ta qsebêjeke ristekey tewaw bika ke zorcar ptir le risteyeke û debê le mebesteke betewawî tê biga, înca dest bikate wergêrran. wate ew kate beşêwey nahawkat wergêrran dekat û paş westanêkî qsebêjeke wergêrranekey tewaw dekat.

Bellam eger bêt û le zimanî farsiyewe werî bigêrrê detwanê hawkat wergêrran bikat, çunkû rîzbûnî dû zimanî farsî û kurdî leser yek şêwe rîzbûne û pêwîst nakat çawerrwan bêt ta le tewawî mebesteke tê bigat, tenha be tozê ciyawaziy kat wergêrranekey tewaw dekat.

Bem core debînîn eger pêkhatey rîzbûnî zimanî destpêk û zimanî mebest wekû yek bin, wergêrranî zariyeke beşêwey (wergêrranî hawkat) dekirêt.

Bellam eger pêkhatey rîzbûnî zimanî destpêk û zimanî mebest wekû yek nebin, wergêrranî zariyeke beşêwey (wergêrranî nahawkat) dekirêt.

şarezayî le biwareke

Wergêrranî zarî yan rastewxo yekêk le sexttirîn şêwazekanî wergêrrane, çunkû wergêrr debê bê gtkirdin û westan, xêra xêra bo her dû zimaneke wergêrran bikat. bo em kare wergêrreke pêwîste şarezayî başî le her dû zimaneke hebêt û herweha şarezayî başîşî le babeteke hebêt ke wergêrranî lê/ bo dekat. biwarekan û psporriyekan zor sinûrdarin û kesê ke le biwarêkî gşitîda wergêrran dekat renge netwanê le dadgayek yan le nexoşxaneyek wergêrran bikat, çunkû bo nimûne ew dû şwêne komellêk çemk û wişe û destewajey taybet be biwarî xoyan heye ke eger kesêk lewane şarezayî nebê, renge ew wşaney her ber gwê nekewtibêt, boye giring e le pêşda le biwarekeda şarezayî hebûbê.

carî waye le zimanêkda renge zaraweyek yan çemkêk bo mebestêkî taybetî bûnî hebêt, bellam beranberekey le zimanêkî tirda her nebêt, boye giring e wergêrr çêjî “zarawesazî û wişesazî”î hebêt ta bitwanê le katî pêwîstda wişeyek yan zaraweyek yan çemkêk beranber bewey le zimanî serçaweda heye dabinêt, ke bitwanê bo xêrayiy karekey le wergêrranekeyda bekarî bihênê û wişedahênrawekeş nabê hênde lay gwêgrî zimanî mebest namo bêt ke bḧepesêt.

bo nimûne le dezgay koçberiy swîdida, komellê çemk û zarawey taybet be koçberî bekar deçn ke renge le kurdistan yan tenanet le êran û êraqîşda beranberekeyan bûniyan nebêt, wergêrr debê hênde betwana û beselîqe bêt ke çemkî prrbepêstiyan bo bidozêtewe. carî waşe le wişe dahênraweke kes tê nagat, çunkû biwareke hênde taybete renge le zimanî serçaweşda kesêkî asayî ke serqallî ew biware nebêt lêy tê negat, bellkû pêwîstî be lêkdaneweyek heye, nimûney ew çemkane ew zarawanen ke bo biwarî penaberî bekar deçn ke tenanet hendê car swîdiyekî asayî le wişe swîdiyeke tê nagat, çi nexwazelllla wergêrrêk biyewê xoy wişeyek beranberyan danê û çawerrê bêt penaxwazêkî kurd lewane tê bigat. nimûney ew çemkane emanen:

carrî pley penaberî / rageyandinî pley penaberî

flyktingstatusförklaring

cêgrewey carrî dallde / cêgrewey rageyandinî parastin

Alternativ skyddsstatusförklaring

Diyar e ne swîdiyek û ne kurdêkîş ke yekem car ewane bibîsin le mebestekan tê nagen, meger ewey ke karibedestekey dezgay koçberî mebesteke rûn bikatewe. çunkû ewane zarawey biwarî koçberîn le willatî swîdida û ew wşane herçendîş bedrustî be farsî yan ‘erebî yan kurdî bedway yekda rîz bikirên û werbigêrrdrênewe, hêşitaş her lelay gwêgrekan namon, bellam wergêrr le katî wergêrranî rastewxoda debê beranber bewane wişey hebê ta wergêrranekey pekî nekewêt, ca eger gwêgreke tê negeyî erkî serşanî xoyetî dawa le karibedesteke bikat ke ew çemkane rûn bikatewe ta ew têyan bigat.

Bo dananî wişey beranber ew çeşne destewajane, wergêrreke debê bebaşî le yasa û rêsakanî penaberiy swîd tê geyşitibê û bebaşî bzanê mebest çiye ta bitwanê beranberî guncaw bidozêtewe û le karekeyda bekarî bihênê.

Le willate urûpayiyekan bo nimûne le swîdida, komellê binikey corbecorî wergêrran heye ke gelê wergêrr lew şwênaneda kar deken, carî waye wergêrrekan lelay bekarhêneran amaden û carî waşe le dûrewe, le rêy telefon yan vîdiyowe wergêrranî rastewxo yan zarî deken, çaw lem bestere biken ke nimûney binikeyekî wergêrrane le swîd ke wergêrrekanî lenêw nûsîngeyekî gewre danîşitûn û teniya lerrêy telefon yan vîdiyowe karî wergêrran deken le nêwan zimanî swîdî û komellê zimanî tir bo wêne ‘erebî, kurdî, farsî, derî, rûsî, somaliyayî û htd:

Wergêrrî rastewxo TolkDirekt

çirrî hizir

le wergêrranî rastewxo yan zarîda, wergêrr debê tenanet bo çirkeyeş hzirî le babeteke danebirrê, çunkû her ke şîrazey babetekey lê bpiçirrêt karî wergêrranekey têk deçêt û bigire wergêrranêkî bepêçewane bidate destewe. carî waye wergêrreke  naçare gwê le cend risteyek bigirê pêş ewey bitwanê dest bikat be wergêrran, boye debê twanay çirriy hzir û webîrhênanewey xoy geşe pê bidat, carî waşe detwanê kellk le wişey klîlî wergrê û le katî gwêgirtinda ew wişe klîliyane binûsêtewe û bo ewey ristekanî bêtewe bîr. lem vîdiyoyeda rûnikirdinewey baş leser ew mebeste drawe:

Xulî fêrkarî bo wergêrranî zarî, be înglîzî

Teknîkî wergêrran

Wergêrranî rastewxo tekinîkî taybetî xoy heye, bo nimûne pêş le destpêkirdinî wergêrraneke, wergêrreke debê be her dû zimaneke xoy be layenekan binasênê, basî bêlayeniy xoy le wergêrraneke bikat û herwe basî erke giring ekey xoy bikat ke “rrazparêzî” û “nedrkandinî basekaniyan lemila û lewlaye” bo ewey her dû layeneke dllinya bikatewe ke “bêlayenî” û “Razparêzî” lay em giring e û bayexî taybetiy pê dedrêt, kewa bêt, wergêrreke debê pêş le destpêkirdinî wergêrranekey, em xallane be her dû zimaneke, dûpat bikatewe:

  1. xonasandin.
  2. derbirrînî “bêlayenî”î xoy.
  3. agadarkirdinewe lewey ke “rrazparêz”e û “erkî nedrkandin”î leser şane.
  4. destinîşanikirdinî ewey ke hemîşe le zimanî yekem kesewe qse dekat.

Herweha wergêrreke le katî wergêrranda debê corêk danîşê ke dû keseke bebaşî yektir bibînin, herweha wergêrreke nabê le wergêrranda serincî kesekan bo lay xoy rabikêşê, bellkû debê teniya dengêk bêt lewê wek kesêkî nadiyar. wate wa hellsukewt bikat ke dû layenek bes çaw le yektir biken û rû bikene yektir nek wergêrreke.

Herweha wergêrreke debê le katî wergêrranda hemîşe le zimanî yekem kesewe wergêrran bikat û bo nimûne nabê le katî wergêrranda billê: “em dellê: nawt çiye?” bellkû le zimanî prsiyarekerekewe rastewxo prsiyar dekat û debê billê: “nawt çiye?”

Eger wergêrreke piyaw bêt û wergêrran bokiraweke jn bêt û billê: “duktor, min dûgiyanm.”, wergêrreke nabê billê: “duktor, em dellê dûgiyanm”, bellkû debê rastewxo le zimanî jne skprrekewe billê: “duktor, min dûgiyanm.”

Lem vîdiyoyeda bas le teknîkî wergêrran û çonêtiy danîşitin û qsekirdinî wergêrreke dekirêt le nêwan wergêrran bokirawekanda:

nimûney teknîkî wergêrran, înglîzî ـ spanyayî

Wergêrranî nûsrawî (translation)

Wergêrr le wergêrranî nûsirawîda katêkî zorî bedesteweye û detwanê le amêre yarîdederekanîş kellk wergrê.

Yekey wergêrran

Wergêrr le katî wergêrranda birrgeyek lew babetey deyewê werî gêrrê leberçaw degrê û be têgeyşitin lewe ke pêy dewtirê (yekey wergêrran) xêra dest dekat be wergêrran. yekeyekî wergêrran detwanê wişe, riste yan destewaje (‘bare) bêt û lanîkem pêk hatûe lew sê qonaẍey xwarewh:

Elf: wergêrranî wişebewişe

yekey wergêrran lem qonaẍeda wişeye û bo her wişeyekî deqî zimanî destpêk, wişeyek le zimanî mebest dehênrêtewe. em qonaẍe bo wergêrranî gelêk wişey lêkdraw û nîmçewişe bekar debrêt ke hawtayekî kutumtiyan le zimanî mebestda niye.

bo nimûne:

qûlle pêkhate deep structure

rûe pêkhate surface structure

Lew nimûnane debînîn ke wergêrranî wişebewişe guncaw û lebarh, bellam le risteyekî wekû: (He gave me a book to read) eger bêt û wişebewişe werî gêrrîn debê binûsîn: (ew day be min ktêbêk bo xwêndin) ke diyare eme dasepandinî rîzbûnî wişey zimanî destpêke beser zimanî mebestda (ke lêre kurdiyh), çunkû le zimanî kurdîda ême wa wişekan rîz nakeyin bellkû dellêyin: (ew ktêbêkî da be min bo xwêndin).

Yan eger bêt wişebewişe ristey (He kicked the bucket) wergêrrîn debê billêyin: (ew leqey da le setllekh) ke bêguman em risteye risteyekî nwêy tire ke mebestî nûser niyh, nûser mebestî eme bûh: (ew mird).

Yan eger bo (aktib alrsale) binûsîn (denûsm namekh) ewe şêwey rîzbûnî zimanî ‘erebîman sepandûe beser zimanî kurdîda çunkû ême dellêyin: (nameke denûsm).

Boye debê wriya bîn çi şêwe wergêrranê helldebijêrîn.

b: wergêrranî riste

Yekey wergêrran lem qonaẍeda risteye. lem wergêrraneda rêziman û şêwey rîzbûnî wişey zimanî mebest (wate ew zimaney wergêrranî bo dekeyin) leberçaw degîrê. çemk (mfhum)î ristey beranber begwêrey çemkî ristey zimanî destpêk leberçaw degîrê.

Bem core ristekanî deqî zimanî destpêk be parastinî watay dane‌bedaney wişe‌kan werdegêrrdrêtewe ser risteyek le zimanî mebestda.

p: wergêrranî azad yan serbest

Lem qonaẍeda yekey wergêrran destewaje yan paragrafe. peyamî deqî zimanî destpêk le komellê riste le zimanî mebest dexirête berdest. lem wergêrraneda xistineser û labrdin û desttêwerdan bew perrî xoy rêpêdrawe.

 

Wergêrranî pêwendî û wergêrranî watayî

Le rewtî wergêrranda wergêrr legell dû zimanî destpêk û mebest tûşe. hewllî eweyetî xwêner le wergêrranekey tê biga û hawkat peyamî nûserekeş destî tê werinedrê.

Wergêrr carêk be lay zimanî destpêk ba dedatewe ke pêy dewtirê (wergêrranî watayî semantic tiranislation). lem şêwe wergêrraneda hewll deda ta boy dekirê peyameke deskarî neka û wek xoy bîhêllêtewe, ew kate ew metirsiye heye ke zarawe û pêkhatey wa bênête naw zimanî mebestewe ke xwêner lêy tê nega û pêy namo bêt.

Carêkîş be lay zimanî mebest ba dedatewe ke pêy dewtirê (wergêrranî pêwendî communicative tiranislation). lem şêwe wergêrraneda hewllî eweyetî ta boy dekirê deqeke bo xwênerî zimanî mebest hogr û xomallî bika, ew kate ew metirsiye heye ke deqe wergêrrdraweke betewawetî wtey nûsereke nebê.

Bo rûnkirdinewe seyrî em nimûnane biken:

(She looks like a red rose.)

wergêrranî watayî: (le gullî sûr deçê.), lêre bîr le zimanî destpêk kirawe.

wergêrranî pêwendî: (dellêy mange.), lêre bîr le zimanî mebest kirawe.

(More catholic than the pope)

Wergêrranî watayî: (katolîktir le pap). lêre bîr le zimanî destpêk kirawe.

wergêrranî pêwendî: (bawkmirdû desukina, nan û goşitxor deyut serî dekeme kuna). lêre bîr le zimanî mebest kirawe.

Ew nimûnane gullçnêkin le destewajey çwênrawî (tşbîhî) û zarawey wa ke detwanin karibrdî wergêrranî pêwendî pasa bidenewe. herçend weha pasadaneweyek rebeq niye. çunkû zêderroyî le wergêrranî pêwendî detwanê bibête hoy sirrînewey bonuberamey ferhe‌ngiy zimanî destpêk.

Taybetmendiyekanî wergêrr

Le naxewe xawenî behre û çêjî wergêrran bêt ke be rahênan û fêrbûnî yasa û rêsakanî wergêrran ziyatir geşe destênê.

şarezayî le zimanî destpêk û zimanî mebestda hebêt û herwe‌ha lêhatû bêt le biwarî rêziman û wajegorrî û ronanî wişe.

şarezayî lew babeteda hebêt ke werî degêrrê, bo nimûne eger babetêkî fîziya werdegêrrê debê şarezayî le biwarî fîziyada hebê û eger babetêkî kompiyoter werdegêrrê debê şarezay biwarî kompiyoter bêt.

Her dem hewll bidat nwêtirîn ferheng û wişename corbecorekan gîr bênê û ta boy dekirê têkellî kes û korrî wa bêt ke şarezayî yan ḧeziyan le kurdewanî heye.

Le hemû biware corbecorekanda babet bixwênêtewe û watay hemû wişeyek bewrdî tê bigat û hewll bidat be kurdî watakey bidozêtewh, betaybet xwêndinewey rojname û govar û gwêgirtin le r‌adiyo û telefziyon zor besûdh, çunkû lew şwênaneda ziyatir hest be allugorrî ziman dekirê û wişey nwê dexirête berdest.

Le tecrubie û ezimûnî nûseran û wergêrran çi kurd û çi bêgane kellk wergrê. Gelêk witar û nûsirawe û pertûk le biwarî wergêrran be zimane corbecorekan nûsirawe ke dekirê serçaweyekî baş bin bo wergirtinî ezimûn.

Hewll bidat berawrdî ew berhemaney wergêrrdrawnete kurdî legell zimanî destpêkiyanda bikat. zor berhem le înglîzî, ellmanî, fere‌nisayî, swîdî, nerwîcî, danîmarkî, îtalî, rûsî, turkî, ‘erebî, farsî û htd kirawnete kurdî ke dekirê tecrubey başiyan lê wergîrê.

Le seretada hewll bidat deqî kurt werbigêrrê. zor asayîe ke wergêrranekey kirçukall bêt. bêguman wirdewirde başitir û başitir û bepêztir û parawtir debêt.

Hewll bidat le katî nûsînda reçawî yek şêwe rênûs bikat. Wişeyek le çend şwênda be çend corî ciyawaz nenûsêt.

Bêguman zanînî zimanî ziyatir astî lêhatuwî û karameyî mirov le zimanewanî da debate serewe.

Jêderekan

  1. هفت گفتار درباره ترجمه، چاپ چهارم 1380، كورش صفوی
  2. وه‌رگێڕان هونه‌ره، د. جه‌مال نه‌به‌ز، چاپخانه‌ی ژین، 1958 سلێمانی
  3.  پڕۆژه‌ی زاراوه‌ی زانستیی كوردی، كه‌مال جه‌لال غه‌ریب، سوید 1991
Advertisements

One thought on “Zanistî wergêrran

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s