Komara kurdî ya 1946ê – avabûn û ruxîna wê

Mehabad

Vekin û bixwînin

Dîrok bo ku bibe waneyek ji siberojê re tê nivîsîn. Daku mirov bikare planek baş bo pêşerojê dabine, divê mirov paşerojê analîz û rexne bike û giramiyê bidiyê. Berevajî wêjeya kevneşop di derbareyê kurdan de, ev nivîsar hewl dide ku faktorên navxweyî, yên ku bûn sedemên ruxandina komara kurdî ya 1946ê, zelal bike.

Serokên kurdan, ên ku bi piştgiriya Sovyetistanê bihêvî bûn, biryara dewletek serbixwe ya kurdî dan. Di 22ê rêbendana (2yê rêbendana kurdî -werger) li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê hat ragihandin û Qazî Mihemed wek serokê wê hat hilbijartin (2). Di 11ê reşemeha (sibata) 1946ê de Qazî Mihemed kabîneya xwe ya ji 14 şalyaran (wezîran) pêkhatî Hacî Baba Şêx jî wek serokşalyarê wê damezirand (3). Şalyar ji serokeşîr, kesatiyên olî û ronakbîrên kurdan hatibûn hilbijartin.

Li dawiya 1946ê Komara kurdî hat hilweşandin. Dema ku Sovyetistan ji herêmê veqetî, Hêzên Îranê xwe bo êrîşek berfireh li hember komara Azerbeycanê û ya Kurdistanê amade kirin. Ew li eniyên Seqizê pêrgî hêzên kurdan hatin lê her carê hêzên kurd bi ser diketin û hêzên Îranê mecbûrî vegerê dikirin. Hingê wan biryara êşîrbirina ser Komara Azerbeycanê, ya ku bo şkandinê asantir bû, da. Bi ruxandina hêzên Azerbeycanê wan ê moralê kurdan jî bişkanda. Hêzek 20-hezarî êrîşî Komara Azerbeycanê kir.

Vekin û bixwînin

Serokên azeriyan li hember êrîşên Iranê li ber xwe nedan loma di 13ê berfanbara 1946ê yekîneyên leşkerî yên Îranê ketin nav Tebrîzê, paytexta Komara Azerbeycanê (4). Ji ber ku hêzên îranî çend derba ji aliyê eniya Seqîzê xwaribûn, wan îcar ji aliyê Meyanduavê de êrîş kirin. Tevî şkîna Komara Azerbeycanê jî, serokên kurdan bo berxwedanê biryar dan lê di 15ê berfanbarê de nûnerê aborî yê Sovyetistanê Mehabad bi cî hişt.

Veqetîna wî bû sedema wê yekê ku kurd pê hesîn ku êdî Sovyetistanê dê ew neparastana. Loma kurdan biryara liberxwenedan û radestbûnê da. Di 16ê berfanbara 1946ê de Qazî Mihemed bo asankirina radestbûna Komara kurdî çû Meyanduavê. Di 17ê berfanbara 1946ê de Mehabad bi fermî bê berxwedan ket jêr destê hêzên îranî (5).

Hinek ji serokên kurdan hatin girtin û daliqandin, û şopa komarê hat ramaliştin. Ji berî gihana yekîneyên îranî hin kurd revîn Iraqê. Mela Mistefa Barzanî Mehabad bi cî hişt û vekişî ser sînorê Îran-Iraqê, û ji Sovyetistanê li penayê gerî. Qazî Mihemed û hin serokên din ên kurdan li Mehabadê man. Çend rojan piştî dagîrkirina Mehabadê ew hatin girtin. Ew li dadgehek leşkerî hatin darizandin û hukumê sêdarkirinê lê hat dan.

Di 30yê adara 1947an de, di demjimêr 6.00a spêdeyê de Qazî Mihemed, kurmamê wî Seyîf Qazî û birayê vî Sadir Qazî li Meydana Çarçirayê, li cihê komar ragihandî û li gor rejîma Îranê cihê desthilatdarî lê şermezarkirî, hatin darvekirin (5). Hukumeta Îranê bi ruxandina komarê û kuştina serokên wê jî razî nebû. Wê hewl bo jibîrbirina komara kurdî jî da. Çapemeniya kurdî hat qedexekirin, weşanên kurdî hatin de di aboriya civata kurd de elementek girîng bû. Ti hiljimêr (statîstîk) ji berî û di dema Şerê Duyem ê Cîhanê de nîn in lê hiljimêrên sala 1969an nîşan didin ku kurdan 69 % jiyana xwe ji çandinê didîtin (10).

Di encama reformên erdî yên Riza Şah ên di salên 1960î de gelek cotkaran eraziyê xwe ji dest da û serokeşîr bûn xwediyên wan erdan. Cotkarên kurd hê pêtir bi xwedîerdan ve hatin girêdan û mêtina mafên wan hê zêdetir bû.

Rewşa riswa ya cotkarên kurd di nav tinebûna torrên hevgihandinê yên di navbera bajar û gundan de bû (11). Rêyên di navbera bajarên kurdan û navendên industriyalîzekirî de xopan bûn. Pirraniya gundan an ti rê, yên ku ew bi bajaran ve girê bidana, tine bûn an jî ew rê kêrî alavên raguhezandinê ên motorîn nedihatin. Erê berhemên çandinî li Îranê dihatin bazirganîkirin lê kêmbûna alavên makîneyî bo komberhevan û raguhezandinê di nav cotkarên kurd de hêza wan li hemberî berhemên bazirganî- û makînekirî yên çandin li Îranê lawaz kir. Ji vê jî cotkarên kurd û bi taybetî jî yên xwediyên zeviyên piçûk serêşî dîtin (12). Ev jî bû sedema kêmbûna bandora aboriya kurdan.

Vê derbeya li ser Kurdistanê bandora xwe ya nerênî li ser tevayiya gelheya kurd kir. Ji aliyê aborî de kurd her belengaztir bûn û feqîrî di dema Şerê Duyem ê Cîhanê de belav bû. Hingê Chris Kutschera da zanîn ku aboriya Kurdistanê gelek xerab e; xwarin kêm bû. Di sala 1943an de li Kirmanşahê di her rojê de bi qasî 15 kesan ji ber birçê dimirin. Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Kirmanşahê rojane 200 hembajarî dixwarandin. Di reşemêya 1943an de êş wisan belav dibûn ku bo parastina nojdar û çavdêrên nexweşxaneyan ji êşên belavbîn hemû nexweşxaneyên bajar hatin girtin (13).

Kêmbûna modernîzasyon û endustriyalîzasyonê li Kurdistanê nehişt ku bajarên kurdan bi lez pêş bikevin. Di salên 1940î de ti hiljimêr, ên ku Kurdistanê û Îranê bidin ber hev tine ne lê hiljimêrek 1966ê nîşan dide ku Kurdistan li pey Îranê dimîne. Angorî vê hiljimêrê radeya bajarbûnê li herema Kurdistanê ji sedê 16,5 lê li heremên farisnişîn 70,3% bû (14). Rêjeya kêm a bajarbûnê nîşana kêmbûna xwedewariyê ye jî. Heman hiljimêr dixwiyîne ku li parêzgeha Kurdistanê pileya xwendewariyê 21,8% û ya jinan jî 5,7% li hemberî 59,7 û 38,5 a farisnişînê bû (15). Ev hiljimêr ên 20 salan piştî Cenga Duyem a Cîhanê ne lê asta xwendewariyê li Kurdistanê hê xerabtir xerab bû. Bajarê Mehabadê yek ji navendên ronakbîr û bîrewerên kurd e, ên ku bingeha Komara kurdî ya 1946ê danîn. Elî Homan Qazî, kurê Qazî Mihemed ê serokê Komara kurdî di sala 1941an de daxwiyand ku di hemû herema dûre di bin desthilatdariya kurdan de tenê sê kesên dîplomaya xwendingehên bilind heyî li bajar peyda dibûn lê yekê/î jî kolejek kuta nekiribû (16). Asta xwendewarî di nav kurdan bi xwe de jî hêdî bilind dibû. Civata kurd kevne- û olperest bû. Dihat bawerkirin ku xwendihgehên dinyayî dê bi xwe re bêxwedatiyê bînin û ji ol û kesatiyên pîroz re girametî nemîne (17). Di sala 1927an de perwerdeyiya dinyayî li Mehabadê bi xêrhatinî nehat pêşwazîkirin. Dihat gotin ku filankes êdî agirperestiyê dike ango bûye zerdeştî. Kesên mîna Elî Qazî, yên ku hem kesatiyê olî û hem jî ronakbîrên pêşverû bûn, hebûn lê berevajî wan dijberên mîna mele û şêxan jî pirr bûn. Tevî hemû probleman jî, xwendingehek navendî li bajarê Mehabadê hat avakirin. Yek ji kesatiyên Mehabadê bû berendamê Perlamana Îranê jî. Kesatiyên dijber gotin ku ew ê piştgiriya berendametiya wî bikin lê bi wê mercê ku ew giha Theranê, karê yekem ew be ku ew bo girtina fêrgeha navborî tê bikoşe (18).

Gumankariya li hember perwerdehiyê ta salên 1940î domand (19). Serokên Komara 1946ê bala xwe dan perwerdehiyê û bistehî (cesaret) da xelkê. Tevî vê jî nerînên neyînî di nav hin kesan de hebûn. Ebdullah Ehmed Resûl xortek başûrî bû ku beşdarî Komara kurdî bûbû. Ew yek ji wan bû ku dê bo perwerdehiyê li Soyetistanê dê bihatana şandin. Wî got ku dema bavê wî ev nûçe bihîst, xwe lezand Mehabadê daku pêşî li kurê xwe bigire. Bavê wî hêvî ji serokê komarê kir ku şandina kurê wî red bike. Dema ku ji wî re bersivek neyînî hat, wî daxwaz ji serokşalyarê komarê, Baba Şêx kir. Serokşalyar Ebdullah Ehmed Resûl şîret kir ku guh bide bavê xwe û dev ji rêwîtiya xwe berde.

Herwiha serokşalyar jê re got ku kesa/ê biçe Sovyetistanê, dê bibe bêxweda. Ebdullah Ehmed got ku bi van gotinên kesek mîna serokşalyar gelekî dilşkestî bû ku li şûna bistehandina (cesaretdana) wî şîretên neçûnê lê kirin. Dawiyê, piştî ku bavê wî jî gefa xwe kuştinê kir, heza wî ya li ser ramana xwe ya xwendewariyê şkest (20). Di civatek wiha, ya ku ewqas kêm girîngî dida xwendekariyê, de ne sosret e ku (mîna li jor hat ziman) tenê sê kesên bi dîplomeyên xwendingehên bilind peyda dibûn û ti kesên kolejkutakirî tine bû. Bi vî awayî, li Kurdistanê çînek gelek piçûk a xwedewar li Kurdistanê hebû û lawaz bû.

Hêza artêşî û ramyarî di destên serekên eşîran de bû lê ticaran hevgirtin di navbera wan de tine bû: li şûna hevkariyê wan hevdu nefret dikirin. Di 4ê îlona 1942ê de serokeşîrên eşîrênb kurdan ên bakur û bakur-rojavayê Azerbeycanê hevdîtinek çendrojî li dar xist. Wan nikarî peymanekê di navbera xwe de girê bidin. Dijberî di navbera Emîr Es’edê serokeşîrê dîhborkiyan, Ebdullah Axayê menguriyan û Xeranî Axayê mamaşiyan de hebû (21). Hukumeta Îranê cihêfikiriya kurdan bi serketinî ji xwe re bi kar anî. Di s. 1944an de Heme Reşîdê baneyî êrîş kir navçeyên Merîwanê yên jêr destê Mehmûd-Xan Kanîsanan, ê ku di sala 1941an de ji hêla hukumeta Îranê de wek waliyê Merîwanê hatibû danîn. Hêzên îranî di şkinadin û revandina Heme Reşîd a ber bi Iraqê de alîkariya Mehmûd-Xan kir lê ji berî serîtewandinê Heme Reşîd her 1000 xaniyên bajar şewitandin. Dema ku hêzên hukumetê Heme Reşîd ramalişt, ew li dij Mehmûd-Xanê waliyê ne li gor dilê wan rabûn û ew ji Îranê defand Iraqê (22). Dema ku şerê II yê cîhanê dest pê kir, Kurdistan hê negihayî, civaka kurd eşîrî bû û herwiha dijberiya serokeşîran xelas nebûbû. Di wê rewşê kurdan dest bi avakirina komarekê ji derfetek azad kir loma Komara kurdî ya 1946ê pêrgî gelek problem û tinetiyan hat.

Navçeyên bin destê Komara kurdî ya 1946ê beşek piçûk ji Rojhilata Kurdistanê bûn. Hemû Rojhilata Kurdistanê ne navçeya azad bû. Beşek di bin desthilatdariya Sovyetistanê de bû lê hat hiştin ku ew jî beşdarî komarê bibin. Beşek din a mezin, a ku lê destûr ji avakirina rayedariya Îranê re hat dan, di bin hukumdariya Brîtanyayê de bû. Li navçeyên ji Seqizê ber bi başûr de rayedarên îranî û brîtanî desthilatdar bûn. Ji kurdên wan navçeyan re mafê beşdarbûna di komarê de nehat dan û wan jî hewl bo wê yekê neda. Loma komar ji herêmek gelekî piçûk a Mehabadê û hin bajarokên dorberên wê hatibû damezrandin. Serokên kurdan ên li Mehabadê jidil hewla berfirehbûna navçeyên xwe nedikir.

Dijberiyên olî û dinyayî di nav kurdan de komar hê jî belengaztir kir. Ji wir ber bi başûr de parêzgehên Kirmanşa û Îlamê yên şiîmezheb hebûn. Wan ji hevneteweyiya xwe ya bi kurdên din re zêdetir hevmezhebiya xwe girîng didît. Wan ji komarê re sempatiya xwe nîşan nedida (23). Ta hemû suniyan jî nedixwest beşdarî komarê bibin. Piştgiriya komara kurdan a ji aliyê Sovyetistanê de hesek wisan afirandibû ku serokên kurdan di bin bandora komunîsmê de mabûn. Hukumeta Îranê ev peywendî bo ku komarê wek hukumetek bêxweda bide nîşandan bi kar anî. Hin kurdan ji vê propagandayê bawer kir û beşdarî komarê nebûn (24).

Herwiha hin problemên binesazî, yên ku alîkariya hilweşîna komarê kirin, hebûn. Kurdan rêxistinek pêzan, a ku di rewşên dijwar de rêberiya wan bikira, tine bû. Dema di navbera damezirandina J. K. (Cemiyetî Kurdistan? -wergêr) û komarê de tenê çar sal bûn. Eger li ber çavan bê raxistin ku J.K. li Rojhilata Kurdistanê yekemîn rêxistina gengaz a nûjen û, ta ku li di sala 1945ê de bi PDK-R (Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojhilat) hat guherandin, nihînî bû, ev demek pirr kurt bû. Heyama di navbera damezirandina PDK-R (yekemîn partiya siyasî li Rojhilata Kurdistanê), li roja 16ê tebaxa 1945ê, û damezirandina komarê de nêzîkî pênc mehan bû. Partiyek siyasî ya pêncmehî û bê pêzanînên rêxistinî û hukumetî dê çawan di rewşek ewqas bibahoz de hukumetek kurdî ava bikira? Wek tê zanîn hukumeta îngilîz li sêzdeh salan, 1919-1932, xebitî ta ku karî dewletek wisan, a ku bikare desthilatdariyê bixe destî, ava bike. Pênc meh, bo ku PDK-R bikare desthilatdariyê bike, gelekî kurt bû. Rêxistina bê pêzanîn kadroyên pênezan bi xwe re anîn.

Serokatiya kurdan bê pêzanînên desthilatdariyê bû. Qazî Mihemed kesatiyek bigiramet ê olî û hakim bû lê di rêvebirina rêxistinên polîtîkî de ne xwedîpêzanîn bû. Ew di sala 1944an de beşdarî J.K.ê bû û bi tecrubeyên du salan ên rêxistinî û ramyarî rêvebirina komarekê ji wî re hê zû bû. Loma biryarên bingehîn li wî zor hatin. Ebdullah Ehmed xwiyand ku Qazî Mihemed ne biryarderek bihêz bû. Gelek caran wî bê lêgerîna alternatîvan nerînên xwe li gor şîretên şîretkarên xwe diguherandin (25). Delîlek din, a ku bêpêzanîna serokatiya kurdan dide nîşandan, ew e ku wê di rastiyê de bo ewlekirina Komarê gelekî kêm hewl dan. Di heyama xwe ya kurt de komara kurdî reformên berçav anîn holê lê ewlekariyê têra xwe ji vê nedît. Ewlekariya komarê ji hertiştî girîngtir bû. Diviyabû serokatiya kurdan ji berî hertiştî bo ewlekirina rewşa komarê tev bigeriya û şûnde nûtî bikirana daku bizaniya ka komarê dê bikare xwe bigire yan na.

Lawaziya pêzanînên ramyarî û leşkerî yên serokatiya kurdan û nerînên wê yên naîv di derbareyê mijarên dijwar de bûn sedemên darbeyek mezin a leşkerî li ser kurdan. Hêzên Îranê hewl dan ku di eniya Seqizê re bikevin nav herema komarê. Kurdan li wir darbeyên mezin li hêzên Îranê dan. Wan karî rêyên ber bi Serdeşt û Baneyê de zeft bikin. Di yekîneyên van herdu bajaran de 3000 leşkerên Îranê hebûn. Hukumetê nedikarî ji wan re xwarin û çekan bişîne. Ew di talûkeya mirina ji birsê de bûn. Taktîka hukumeta Îranê li dij kurdan bi kar anî ew bû ku di dema jêrketinên xwe de wê danûstandin bi kurdan re dikirin. Hukumeta Îranê bi zêdekirina hêzên xwe hewl da rê li Serdeşt û Baneyê vebike lê kurdan zora wan bir û dorlêgirtin li wan hat hê bihêztirkirin. Wan danûstandin bi rayedarên kurdan re kir daku ev rêyê vebikin û bihêlin xwarin bo hêzên Îranê bê kişandin. Sosret e lê serokên kurdan ev daxwaza îraniyan pejirand. Serokşalyarê kurdan Bab Şêx çû seredana hêzên kurdan li Serdeştê û axivînek kir. Wî behsa biratiya kurd û farisan kir û hêvî kir ku peywendiyên dirêj di navbera van herdu gelan de bidomin. Wî got hêzên kurd ku wan peymanek bi hukumeta Îranê re daniye, û ne heq e ku ew bihêlin 3000 serbazên îranî ji birçê bimirin. Farisan ev gengazî ji xwe re bi kar anî û bi xwarinê re çek jî şandin (26). Ev yek jî naîvîtiya ramyariya serokatiya kurdan dide nîşandan. -Serokatiya kurdan wisan tev gerî ku qaşo ew li welatek demokrat dijî û mirovên li dor wan ji bilî mirovperweriyê li tiştek din naramin. Ew ji wê rastiyê ne haydar bûn ku ew li meydana cengê bûn û hukumeta Îranê ew dixapandin. Dema ku hêzên îranî Mehabad dagîr kir, ew mîna kurdan tev negerîn. Wan serokên kurdan girtin, hinek daliqandin, hinek bo heyamên dirêj avêtin girtîgehan, û ti behsên mirovperweriyê nekirin.

Serokatiya komarê ti plan bo pêrgîhatina hêzên Îranê tine bûn. Di tevgera xwe de serokatiya kurd wisan diponijî ku Sovyetistan dê bi abadînî bo parastina wan li wir be. Wan ti plan bo wê yekê tine bûn eger ji aliyê hêzên Îranê de bihatana êrîşlêkirin û zorlêbirin. Wan ti plan bo piştî dagîrkirina paytexta xwe Mehabadê jî tine bûn. Ma diviyabû ew hêz bi hêz li hember Îranê rabiwestana yan jî li çiyayên Kurdistanê dest bi şerê gerîlatiyê bikira? Ta ku artêşa Îranê nêzîkî sînorê Mehabadê nebû, wan dest bi gotûbêjên çi- û çawankirinê nekiribûn. Lê êdî dereng bû ew li ber hêzên Îranê li ber xwe bidin loma wan biryara radestbûnê da. Qazî Mihemed daxwaz ji wan hêzên kurd, ên ku ta hingê li hember komarê bibawer mabûn, jî kir ku dev ji pozîsyonên xwe berbidin û radest bibin. Hêzên kurd ên li eniya Serdeştê hê jî nedizanî ka çi bi Komara Azerbeycanê bûbû. Ew bo şerkirina li dij artêşa Îranê amade bûn lê nameyek, a ku tê de daxwaza devjêberdana berxwedanê jê dihat kirin, ji wan re ji Qazî Mihemed hat. Qazî Mihemed nivîsîbû:

Ez dixwazim bi we bidim zanîn ku hêzên Îranê gihane Tebrîzê. Komara Azerbeycanê bê berxwedanê hatiye hilweşandin. Me rewşa ramyarî û leşkerî pîvand û em gihan wê encamê ku xwe ji eniyên xwe vebikişînin û rêyê li ber hêzên Îranê vebikin. Loma ez ji kurdên Iraqê hêvî dikim vebigerin welatê xwe û yên Îranê jî xwe bidin dest hêzên Îranê (27).

Bi rastî, dikare bê gotin ku komar bi destê serokatiya xwe hat hilweşandin. Mîna ku Emîr Hesenpur anî ziman, madem serokatiyê rolek ewqas bibandor di serkêşiya gel de hebû, serokên Azerbeycanê û Kurdistanê bûn sedemên belaya hatî serê gelê wan. Serokan bi xwe gelê xwe bêçek kir û ew mecbûrî radestbûnê kirin. Bi ti awayek din hêzên lawaz ên Îranê dê nikariya zora tevgerên wan bibin (28).

Qazî Mihemed, wek serokek tevgera kurd, erkê xwe bi cî neanî. Ew ta bîska dawiyê li cem gelê xwe ma. Komek ji leşkerê kurdan biryar da ku bireve Iraqê yan jî ji Sovyetistanê li penayê bigere. Di 14ê berfanbara 1946ê de wan daxwaz û hêvî ji Qazî Mihemed kir ku bi wan re biçe. Qazî Mihemed daxwaza wan red kir û got ku ew ê bi gelê xwe re bimîne ji ber ku sond xwaribû wan biparêze. Wî lê zêde kir ku hêzên Îranê tolxwaz in û dê heyfa xwe hilbînin. Eger ew bimaya, ew ê bihata cezakirin, eger na, îraniyan dê tola xwe li gel hilbianiya (29). Rastgoyî û bibaweriya Qazî Mihemed mukum e lê dixwiye ku ew ne tevayiya çîrokê ye. Di axivînek xwe ya ku ji kurdên derbider ên li Sovyetistanê re di 14 ê berfanbara 1946ê de Mele Mistefa Barzanî daxwiyand ku Qazî Mihemed û birayê xwe hevdîtinek bi General Xomeynî, serfermandarê hêzên Îranê, re kir. Xomeynî soz da ku tiştek bi wan neyê kirin û wan jî bawer jê kir loma xwe radest kirin (30). Sedemên radestbûna wî çi bû? Ma ew bibaweriya wî ya li hember gelê wî yan jî sonda Xomeynî ya bo parastina ewlekariya wan bû? Bo pêşeroja tevgera kurdî ne ewqas girîng e ka kîjan ji van hoyan (faktoran) bû sedema biryara radestbûna wî. Ew serokê Komara kurdî bû. Diviyabû di serî de serokatî tê bigihaya ku hebûna kurdan dê bê fidakarî ne gengaz bûya. Diviyabû ku Qazî Mihemed xwe bo vê şopê amade bikira. Devjêberdana cengê û radestbûna di rewşek ewqas krîtîk de ne rêya serokê tevgerekê ye.

Serokatiya kurdan xwe bo problemên pêşerojê amade nekiribû. Piştgirên wan û serokeşîrên din bawerî tine bû ku Komara kurdî dê bikariya li hember hêzên Îranê li ber xwe bide. Loma hê ji destpêkê hin serokeşîran hevkariya hukumeta Îranê kir û hinên din jî xwe lezandin bibaweriya xwe ya li hember Îranê rabigihînin dema ku xwiya bû ku komara kurdî dê bê hilweşandin.

Hê ji destpêkê hin eşîrên kurd li dij komarê bûn. Eşîrên mîna Tîlekuhê di dijberiya li hember komarê de hevkarî bi hêzên hukumetê re kir (31). Di hejmara 8an a rojnameya Kurdistanê, ya ku di dema ragihandina komarê de hatibû weşandin, de nivîsarek, a ku bi tundî êrîşî wan serokeşîrên hevkarên Îranê bûn, dikir. Tê de hatiye gotin ku ji hemû kurdan re eşkere ye ku Elî Axa û Emîr Es’ed bi hevkariya xwe ya bi hêzên hukumetê re kurdan difiroşin. Hemû kurdan dizanî ku Mele Ebdurrehman Serincdaxî, Mihemed Xeranî Axayê Mamaş, Mihemed Ebasî, Elî-Xan Mengur û Ebdullah Axa Mengur û hin ên din hewl dabû ku bibin sedemên dijberiyê di navbera kurdan de. Wê nivîsarê ev serokeşîr û kesatiyên dînî wek xayînên welat, ên ku dev ji doza kurdperweriyê berdabûn, dinavandin (32).

Hin serokeşîran (li destpêkê) piştgiriya ronakbîrên Mehabadê dikir. Yek ji mezintirîn bidestxistiyên komarê ew bû ku wê karî serokeşîran li hev bicivîne û wisan bike ku ew di bin alaya ronakbîrên kurd ên ji çîna navîn de bikin, tevî ku tenê bo heyamek kurt jî. Yek ji şêweyê ruhiyeta eşîriya kurdan ew bû ku bi nizmbarî li bajarî û cotyaran dihat nerîn. Gelek nejirêzê bû ku mirov komek ronakbîrên kurdan, ên ku ne di bin rêveberiya serokeşîran de be, bê damezirandin û ji aliyê serokeşîran de bê destekandin.

Berjewendiyên dualî serokeşîr û çîna nû ya kurdên profesyonel anîn cem hev. Serokeşîran ronakbîrên kurd bo hêza xwe ya kevneşop gef didîtin. Ronabîrên kurd jî serokeşîr wek pişkên bêbîrewer û nebawer ên civata kurdî dihesibandin. Hê ji destpêkê ronakbîrên kurd zanî ku bê piştgiriya serokeşîran ew nikarin desthilatdariyê ji bipeyivin û hêzek wisan, a ku yekgirtina wan biparêze, bi dest bixin. Serokeşîr jî ditirsîn ku eger ew hevbendiya xwe bi întelektuelên kurd re qayim nekin, ew ê bingeha hukumraniya xwe wenda bikin. Ew ketibûn xofê ku piştgiriya Sovyetistanê dê ronakbîrên kurd bikirana şoreşgêr ên ku dê bistehî (cesaret) bidaya cotkar û eşîriyan daku ev li dij serokeşîran serî hilbidin û bingeha desthilatdariya wan bifelişînin. Bi beşdariya xwe ya di Komara kurdî de wan karî pêşiyê li reformên erdî bigirin. Komara azeriyan hin reformên sosyalî yên mîna reformên erdî, jêgirtina eraziyê xwedîerdên mezin, kêmkirina beşa cotkaran di warê çandinî de û kêmkirina saetên karkirinê bo heştan. Berevajî wê, Komara kurdan ti ji van reforman neanîn holê ji ber ku serokeşîr beşek ji desthilatdariyê bûn, wan beşdarî di pêvajoya biryardanê de dikir û di komarê de xwedîhukum bûn (33). Dema ku serokeşîrên kurd zanî ku ronakbîrên kurd di bin gefa Îranê de ne, wan zû dev ji hevbendiya ronakbîran berda.

Wan serokeşîrên kurd, ên ku piştgiriya komarê kiribûn, di kambaxtirîn dema wê de destên xwe jê şûştin. Dema ku rayedariya Sovyetistanê Sovyetistanê li komarê kêm bû û baş dixwiya ku hukumeta Îranê dê cihê wê bigirta, serokeşîran baweriya xwe ya li hember kurdan bi ya Îranê guherand. Sovyetistanê xwe di gulana 1946ê de vekişand û ta zivistana 1946ê pirraniya serokeşîran, ên ku ta hingê destek dabû kurdan, bi dizîkî xwe gihand rayedarên Îranê sernizmiya xwe jê re diyar bikin û daxwaza lêborînê jê bikin. O’Ballance dibêje ku ku dema hêzên Îranê ketin nav Mehabadê de, Şikakî, Herkî, Mameşî, Mengurî û hin eşîrên din ên kurd pê re bûn. Van eşîran, an jî qet nebe hin aliyên wan piştgirên Komara kurdî bûn (34). Serokeşîran carek din jî nîşan da ku berjewendiyên wan di ser ên gelê kurd re bûn. Dema ku eşîr li komarê xayîn derketin, hêza wê ya leşkerî lawaz bû. Parastina komarê di destên leşkerek piçûk ê kurd û hÊzên Mele Mistefa de ma. Van hêza nedikarî li hember artêşa Îranê li ber xwe bidin. Di ser tevê re jî, armanca Komara kurdî ji kurdên Îranê re otonomî bû. Loma Mele Mistefa wek kesek derveyî dihat dîtin. Eger Mele Mistefa bi tenê êrîşên Îranê rabiwestandina, ev yek dê li dij prensîpên komarê bûya, ji ber ku wê otonomî dixwest lê Mele Mistefa kurdek Îraqê bû.

Komara kurdî îdeolojiyek pankurdî (ya bo hemû kurdan) tine bû. Di tebaxa 1944an de serokên kurdên Îran, Îraq û Tirkiyeyê hevdu li çiyayê Dalanpur, yê ku sînorên her sê welatan digihîne hev, dîtin. Wan peymanek bi navê “Peymanê Sê Sinor” îmze kir. Serokên kurdan sozên hevkariyê dan. Lê çawan be jî, ev peyman zêdetir sembolîk bû (35). Qazî Mihemed di hevpeyvînek xwe ya bi rojnameya Şehbaz a li Tehranê daxwiyand ku PDK-rojhilatê ti armancên veqetîna ji Îranê tine ne. Navlêkirina separatîzma kurdan ji aliyê dijminê wan de bû (36). Beşdarbûna kurdên ji Tirkiye û Sûriyeyê tenê sembolîk bû. Kurdên ji Iraqê alîkariya sazûmankarên J. K.ê kir û ji gelek aliyan de şîretdana xwe ji wan re domand. Mele Mistefa û hêzên xwe bi rasteqînî tevlî Komara kurdî bûn. Lê dîsan jî, ew bi asanî wek beşek ji komarê nehatin hesibandin. Demek dirêj derbas bû ta ku wî karî rayedarên kurd ên di komarê de xêrhatinê li wî bikin.

Rayedarên kurd li Mehabadê bi çavek gumankirî li Mele Mistefa dinerîn. Îbrahîm Ehmed (37) bi vî awayê jêrîn pêwendiyên navbera barzaniyan û rayedarên Mehabadê di dema gihîştina yên pêştir tîne ziman:

“…demek dirêj derbas nebû ku me bihîst ku Barzanî û hêzên xwe hatibûn nerehetkirin. Partiya Demokrat ya Kurdistanê (ya Rojhilat), serokatiya wê û xelkê sade wisan tev digerîn ku dibêjî Şeytan belaya xwe anîbe serê wan. (Barzanî) di kambaxtirîn rewşa xwe de bûn, ne tenê ji ber birçê, tinetiya pêdiviyan û bêhêvîtiyê lê ji bilî van herwiha ji ku êşa tîfoyê (Typhoid) xwe gihandibû wan. Gelek ji wan rojane bi êşên cur bi cur dimirin. Ev hemû ji ber hindê bû ku rayedaran (li Mehabadê) barzanî wek ajanên Brîtanyayê dihesibandin û dihat gotin ku ‘Ew bi planek nehînî ya Brîtanyayê bo ruxandina berxwedana me hatine vir.'” (38) (kevanok û dunik di teksta de orîjînal in).

Vê muameleyê rewşa barzaniyan ewqas xerab kir ku wan daxwaza alîkariya aborî ji kurdên Iraqê kir. Mele Mistefa ewqas ji Komara kurdî xeyidîbû ku wî nameyek ji Baba Elî Şêx Mehmûdê siyasetmedarek bibandor ê kurd li Iraqê û daxwaz jê kir ku bergeriyê di navbera wî û cîgirê Prens Ebdulîlah de bike. Barzanî tenê du tiş hebûn: yekem, wî dixwest hemû penaberên barzanî bikarin vebigerin malên xwe. Duyem, eger hukumetê hukumê her 35 kesên rêbazgirên wî ji hukumê kuştinê bikirana yên zîndankirina jiyanî, ew û hemû şopgirên xwe amade bûn vebigerin Iraqê û biçin girtîgehê (39). Barzanî û hêzên xwe ketibûn rewşek wisan ku wan dixwest ji Kurdistana azad vebigerin Iraqê û hukumê zîndankirinê yê li ser jî bipejirînin. Pêvajoya hevtêgiha Mele Mistefa û rayedarên kurd li derengiya adara 1946an, dema ku Mele Mistefa digel çar generalên din ên kurd bi general hat tayînkirin piştî protestokirina rayedarên kurd ên li Mehabadê ji aliyê hin kurdên bibandor ên Iraqê de û bawerandina rayedaran bi dilpakiya Mele Mistefa, dest pê kir (40).

Rayedarên kurd Komara kurdî wek tevayiyek tenê ji kurdên Îranê re dihesiband. Bi vî awayî wan karî ji mora separatîzmê birevin û di ser hindê re jî, pêwîst nebû ku ew ciyên bilind ên desthilatdariya komarê bi kurdên beşên din ên Kurdistanê re bibeşînin. Tê texmînkirin ku 30 % ji rêveberiya Komara kurdî ji kurdên Îranê pêk dihat û yên din kurdên Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê bûn (40). Bi qasî ku ez pê dizanim, ti nîşan tine ne ku beşdarbûna kurdên Tirkiye û Sûriyeyê di rêveberiya komarê de destnîşan bikin. Kurdên Iraqê jî pirranî di refên leşkerî de cî digirtin. Bi rastî, Qazî Mihemed dikare bi pêşxistina herêmtiyê were tawanbarkirin. PIrraniya şalyarên kabîneyê ji bajarê Mehabadê û dorberên wê yên nêzîk bûn; tenê du ji wan ji eşîra Dehborkiyan bûn (42). Kurdên Iraqê hêzek bi qasî 500 serbazan li gel 15-20 efser, çek, mamoste û nojdar pêşkêşî komarê kirin lê rayedarên wê nexwestin û îdia kir ku pêwîstiya wan pê tine ye; wan ê bi xwe bikariya berevaniya xwe bikira. Wan tenê nojdar (doktor) dixwestin û gotin ku dê pereyên wan jî bidin (43). Vê redkirinê kurdên Iraqê, yên ku dizanî pêwîstiya wan bi komarê bi alîkariya wan heye, hêbetî û matmayî hiştin. Îbrahîm Ehmed dide zanîn ku hin gotin digerîn ku rayedarên kurd li Mehabadê gotibû ku wan komarek ava nekir bo ku bidin kurdên Iraqê û keda me di ber avê de biçe (44). Komarek mîna wê pêwîstî bi her alîkariyê, ya ku wê ji aliyekî werbigirta, hebû lê dixwiye ku serokên komarê alîkariyên kurdên perçeyên din nedixwestin. Loma dema ku artêşa Îranê êrîşî komarê kir û serokeşîr jî lê xayîn derketin, hêzek komarê tine bû parastina xwe bike.
Encam

Planên Riza Şah Pehlevî yên modernîzandin û industriyalîzandinê li Kurdistanê neketibûn pratîkê. Reformên erdî û çalakiyên dij-eşîrî yên Riza Şah ta qonaxekê karî bendên civaka kevnar a kurd sist bike. Hin bajarên kurdnişîn hatin gihandin û çînek navîn a nû û gelek piçûk hilket. Lê ev guher bo guherandina binesaziya civaka kurd ne bes bûn loma bingeha wê pirranî eşîrî ma.

Heremên kurdnişîn negihandî man. Pirraniya aboriya kurdî ji çandin û terş-kewaliyê ma. Heremên farisnişîn zû hatin endustriyalîzandin loma aboriya paşamyî ya kurdan nedikarî bi aboriya giştî ya Îranê re di pêşbaziyê de be. Bandora aboriya kurdî kêm bû. Nexwendewarî li Kurdistanê gelek ji Îranê bilindtir ma. Di dema destpêkirina Cenga Duyem a Cîhanê de rewş wisan bû.

Dema ku Almanyayê êrîşî Sovyetistanê kir, Îran hat hat dagîrkirin û (Rojhilata -H.M.) Kurdistanê hat sêperçekirin, başûr di jêr desthilatdariya Brtîtanyayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, bakur di bin hukumdariya Sovyetistanê de û herema Mehabadê jî navçeya dagirnekirî ma. Profesyonelên kurd ên nûgihayî ev rewş bo damezirandina J.K.ê bi kar anî. Piştre J.K. di sala 1945ê de bû Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-R). PDK-R ê di 22ê rêbendana 1946ê de bi piştgiriya Sovyetistanê komarek kurdî ragihand. Lê ev komar tenê yanzdeh mehan ma. Di 17ê berfanbara 1946ê de ew ji aliyê hêzên Îranê de hat hilweşandin.

Gelek sedemên ruxîna komara kurdî hene. Di bin gefa DYAyê û Brîtanyayê de Îran bi cî hişt û komar bi tena serê xwe ma.

Lê hê jî girîngtir ew e ku di komarê de gelek problemên navxweyî hebûn. Kurd bê pêzanînên (tecrubeyên) rêkxistinî bûn. Serokatiya kurdan hunerên siyasî, desthilatî û rêvebirî tine bûn lê dîsan jî leza damezrandina komarek kurdî kir. Îdîa û çalakiyên serokên kurdan ne yek bûn. Wan hem digotin ku komar dewletek otonomî ye û hem jî têkilî bi Sovyetistanê û Komara Azerbeycanê re hebûn. Ew wisan tev digerîn ku qaşo wan dewletek serbixwe ya kurdî afirandibû. Hêzên Mele Mistefa Barzanî, yên ku ji Iraqê çûbûn wir, bi çavek xayînî lê dihat nerîn. Serokatiya kurd li Mehabadê ew wek ajanên Brîtanyayê dihesibandin. Pêşkêşkirina piştgiriyek din jî ya ji hêla kurdên Iraqê de hat redandin.

Komara kurdî ya 1946ê bi pirranî li ser bextê parastina ji aliyê eşîran de mabû. Eşîran bandora xwe di komarê de mezin kir loma komarê nikarî tiştek şkandina sîstema eşîrî di civaka kurd de nekir. Di kambaxtirîn rewşa komarê de, dema ku Sovyetistanê ew bi tena serê xwe hişt, serokeşîrên kurd ketin nav danûstandinên bi rayedarên Îranê re, hukumdariya hukumetê pejirand û bo parastina berjewendiyên xwe bergerî bi hukumetê re kir. Li dawiyê, dema ku artêşa Îranê êrîşî komarê kur, parêzvanên wê tenê hêzên Barzanî, 1200 serbazên xwe û alîkariya gelek kêm serokeşîran hebûn. Serokatiya kurdan biryar da ku li ber xwe nede û komarê radestî rayedarên Îranê bike.

Serokatiya kurd li Mehabadê têr xwebawerî tine bû ku bi heyînên xwe bi xwe bawer be. Lê dîsan jî wan hejmarek berçav a hêzên çekdar, ên ku dikarîn rê li ber pêşketina artêşa Îranê bigirin, hebûn. Wan dikarî xwe vebikişînin çiyayên Kurdistanê û dest bi şerê gerîlatî bikin (45) û bi wî awayî gefek mezin li ser hukumeta Îranê ber pê bikin. Hêzên çekdar ên Îranê yên qels û lawaz di cenga rû bi rû de jî dê ne bi qasî hêzên kurd xurt bûya. Dê ji artêşa Îranê nehata ku bersînga gerîlayên kurd bigirin. Serokatiya kurd hin gengazî hebûn ku bikariya hin xwestekên xwe bi hukumeta Îranê bidana pejirandin lê xwebawerî li cem serokatiya kurdan peyda nedibû. Wan, mîna yên berî xwe, jî bawer dikir ku ew ê armancên xwe tenê bi alîkariya hêzên derveyî bi dest bixin. Madem serokên kurdan bawerî bi xwe û heyînên xwe tine bû, ragihandina dewletek kurdî hingê hê zû bû.

Tevî ku civata kurdan bo dewletbûnê ne amade jî bû, serokatiya kurd xwe avêt wê qonaxê ku dewletek kurdî dabimezirîne. Tevî ku hin ramanên neteweyî ketibûn serê hin kurdên ronakbîr jî, kurd bi giştî hê nebûbûn netewe. Mîna ku Mîraslov Xroç tîne ziman:

“(Neteweperwerî) yekemîn nirxa ferzîne (mutleq) ya neteweyekî ye û di ser nirx û berjewendiyek din re ye.”(46) Kurd hê eşîrî bûn û li pey serokeşîrên xwe diçûn, û serokeşîrên wan nirxa ferzîne nedabû neteweya kurd lê dabû berjewendiya eşîrên xwe. Mîna ku Hesen Erfa tîne ziman: “(Dema ku komar ruxî,) eşîr vegerîn (ser ciyê xwe) bê ku xem û serşoriyê ji ber neteweya xwe ya jêdestkirî bihesînin û xemgîn bibin ji ber ku komara xwe ya serketî lê kurtjiyayî wenda kir lê tenê ew pêzanînên ji xwe re jê girt ku ev hewl, wek gelek danexweyên din, jî hat şkandin û ji niha şûnde baştir e ku bêdeng li ciyê xwe rûbinin û nîşan bidin ku ew hevwelatiyên qenc in.” (47)

Loma kurdan nikarî di wê qonaxê de netewetiyê ava bikin ji ber ku diviyabû ew pêbawerî û pevgirêya xwe ji eşîran bidin sîstemek rêzanî ya mezintir û navendkirî (sentralîzandî) (48). Lê ew bo guherek wiha ne amade bûn.

Di salên 1940î de neteweperwerî li Kurdistana Îranê di nav komek gelekî piçûk ya ronakbîrên kurd de peyda dibû. Wê komê serkêşiya neteweperweriya kurdî dikir lê kurd bi giştî ne xwediyên giyanek neteweyî bûn. Haya serokên Komara kurdî ya 1946ê ji vê yekê tine bû. J.J. Rousseau dibêje ku serokatiyek rêzanî nabe zagonan (qanûnan) dabine ji ber ku ew serokatî bi xwe çeleng e lê divê pêşî ew çavdêriyê bike ka ew mirov, ên ku ev zagon jê re hatine amadekirin, dê bikarin berpirsiyariya wan bidin ser mil û şanên xwe (49). Serokên kurd komar, ne ji ber ku gelê kurd li Kurdistana Îranê dê bikariya ji bin barên vî karî derbikevin lê ji ber ku komar balkêş bû, ragihand.

Nivîskar

Huseyn Tahirî li beşa Zanista Rêzanî ya Zanîngeha Melbournea Awistralyayê doktorê felsefeya siyasî ye.

Çavkanî

Komara kurdî ya 1946ê herwiha wek Komara kurdî ya Mehabadê jî tê nasîn ji ber ku ew li bajarê Mehabadê hatibû damezirandin û rêveberiya wê ji Mehabadê û bajarokên dorberên wê dûrtir neçûn. Lê dîsan jî armanca komarê serbixwekirina hemû kurdên rojhilat bû loma Komara kurdî ya 1946ê duristtir e.

  1. John Bulloch and Harvey Morris, No Friends but the Mountains: The  Tragic History of the Kurds, London, Viking, 1992, r.106.
  1. Dana Mihimed Biha’eddîn Mella Sahîb, Qazî Mihemed û Komarî  Mehabad, Suleimaniye, Çapxaney Raperîn , 1970, r.29.
  1. Chris Kutschera, r.284.
  1. Edgar O’balance, The Kurdish Struggle 1920-94, London, MacMillan  Press Ltd., 1996, r.32.
  1. Peyam, ‘Dokumanterek girîng a dîrokî’, Rojnamey Peyam,  Hejmar: 6  adar 1998, r.1,2 (kurdî).
  1. Archie Roosevelt Jnr., ‘The Kurdish Republic of Mehabad’, in  Gerard Chaliand (ed.), op.cit., r.149.
  1. Fereshteh Koohi-Kamali, ‘The Development of Nationalism in  Iranian  Kurdistan’, in Philip G. Kreyenbroek and Stefan Sperl (eds.) The Kurds: A Contemporary Overview, London, Routledge, 1992, r.172.
  1. Ibid., r.173.
  2. Akbar Aghajanian, ‘Ethnic Inequality in Iran: An Overview’, International  Journal of Middle East Studies, Vol.15, Cambridge University Press,  Cambridge, 1983, p.221.
  1. Akbar Aghajanian, op.cit., p.220.
  2. Patricia J. Higgins, ‘Minority-State Relations in Contemporary Iran’, in
    Iranian Studies, Vol.XVII, No.1, Winter 1984, p.55,56.
  1. Nikki R. Keddie, ‘The Iranian Power Structure and Social Change 1800-1969: An Overview’, in International Journal of Middle East  Studies,  Vol.2, Cambridge, At University Press, 1971, p.10.
  1. Chris Kutschera, Kurdish History in the 19th and 20th Centuries, Teheran,  Sadaf, 1990, p.261 (ji aliyê Mihemed Riyanî de hatiye kurdîkirin).
  1. Ibid.
  2. Ibid.
  3. Ali Homan Ghazi, ‘Ghazi Muhammad: Scholar, Patriot and Father’,  in The International Journal of Kurdish Studies, Vol.11, Nos.1-2, 1997,  p.7.
  1. Li Kurdistanê hê jî hin kes, ên ku bawer dikin ku xwendingehên dinyayî dibin sedemên bêxwedayiyê, hene.
  2. Sayyid Muhammad Samadi, J.K Cibu, Ci Dewist ve ci be ser hat?  [J.K. çi bû, çi dixwest û çi pê hat?], Mehabad, 1981, r.10-11
  1. Min girîngî daye perwerdeyiyê ji ber ku bawer dikim ku perwerdeyî çîna navîn, a ku kaniya neteweperweriyê ye, mezin û xurt dike.br>
  1. Abdullah Ahmad Rasul Pishdari, Yaddaştekanim [Bîranînên min], Bexda, Wezareta perwerdeyî û weşangeriyê ya Iraqê, 1992, r.72-74.
  1. Chris Kutschera, heman pirtûk, .258-59.
  1. David McDowall, A Modern history of the Kurds, London, I.B.  Tauris,  1996, p.233.
  2. Nader Entessar, h.p.r.17.
  3. Edgar O,Ballance, h.p.r..29.
  4. Abdullah Ahmad Rasul, h.p.r., 112.
  5. Dana/Muhammad Biha’addin Mella Sahib, h.p.r.46,47,49.
  6. Ibid., 95.
  7. Amir Hassanpour, ‘the Nationalist Movement in Azerbaijan and Kurdistan,  1941-46’, in John Foranled (ed.) A Century of Revolution and Social Movements in Iran, Minnesota, University of Minnesota Press, 1994, p.98.
  8. William Eagleton Jnr., The Kurdish Republic of 1946, London, Oxford  University Press, 1963, p.70 (translated into Kurdish by Sayyid Muhammad Sammadi).
    31. Mustafa Barzani, ‘Speech Presented to the Congress of the Kurdish Exiles
    in the Soviet Union, Baku, January 19,1948’, in The International Journal of  Kurdish Studies, Vol.11, Nos.1-2, 1997, p.37.
  9. Hassan Arfa, h.p.r .95.
  10. Jalil Gadani, h.p.r.42.
  11. Abdurrahman Qasemlo, Kurdistan and Kurds, .93-94.
  12. Edgar O’balance, op.cit., p.32.
  13. Nader Entessar, Kurdish Ethnonationalism, boulder and London, Lynne  Rienner Publishers, 1992, p.17.
  14. Chris Kutschera, h.p.r.269.
  15. Îbrahîm Ehmed yek ji çalakvanên rêzanî yên kurd, dadnas û berpirsê rojnameyek kurdî bû. Ew çepgir û endamek berçav ê ronakbîrên kurd bû. Ew yek ji damezrînerên PDK-Başûr bû. Derengtir ew yek ji damezrînerên YNKê jî bûÎbrahîm Ehmed bi Mele Mistefa re di nav têkiliyan de bû û piştgiriya diravî ji hêzên Barzanî yên li Îranê re amade dikir.
  16. Ibrahim Ahmad, ‘The Republic of Kurdistan: A Personal Memoir’, in The International Journal of Kurdish Studies, Vol.11, Nos.1-2, 1997, p.19.
  17. Ibid., p.21.
  18. Ibid., p.24.
  19. Edgar O,Ballance, op.cit., p.33.
  20. Hassan Arfa, op.cit., p.85.
  21. Ibrahim Ahmad, op.cit., p.28.
  22. Ibid., p.28.
  23. Dêrsima li Bakurê Kurdistanê di sala 1938an de bi şerê gerîlatî dest bi serhildanê kir lê di cenga

rû bi rû de dêrsimî ji aliyê tirkan de hatin şkandin.

  1. Miroslav Hroch, ‘From Nationalist Movement to Fully Fledged

Nation’, New Left Review, 198 (March-April 1993), p.6.

  1. Hassan Arfa, op.cit., pp.102-103.
  2. G.A. Almond and G. B. Powell, Comparative Politics: a

Development approach, Boston, Little, Brown and Company, 1966, p.36.

  1. J.J. Rousseau, The Social Contract, London, Nelson, (1762) 1953,

p.46.

Wergerandin ji inglîzî: Husein Muhammed, 2001

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s