Hevpeyivînek li ser kovara Kanîzar

“Ji hin aliyan ve zimanê kurdî gavên wêrek ber bi wê yekê ve diavêje ku bibe zimanekî rûniştî yê edebî û zanistî. Em dixwazin kurdî di vê de bi ser bikeve. “ 

Kovareke nû li weşanên Kurdî zêde bû û ev kovar bi navê “Kanîzar”ê bi mijarên elaqedarî zimên û zimannasiyê dadikeve. Serpêhatiya kovarê jî têra xwe balkêş e ji ber ku çalaktirîn koma li ser mijara zimanê Kurdî a medya civakî “Zimanê Kurdî” bûye platforma hizirîna li ser kovarê û pirraniya nivîskaran jî di vê komê de çalak in. Hejmara yekê ya kovarê Husein Muhammed , Lezgînê Çalî, Rizgar Behadur, Ergin Öpengin, Yule George (bi wergera Dilyar Amûdî), Hasan Aslan, Newzad Hirorî, Muhemmed Teqevî, Fêrgîn Melîk Aykoç, Zinarê Melleyî li rûpelên xwe kiriye mêvan û kiriye ku gîskê xwe ser jê kin.

Armanca kovarê ew e ku serê du mehan carekê hejmareke xwe derxe.  Ji edîtor û nivîskarên kovarê Husein Muhammed bersiva pirsên me yên der barê kovarê de dan.   

Ji bo çi weke kesê(n) kovarê ji weşanê re amade dikin, we biryar da ku kovarekê li ser zimannsaiyê biweşînin? 

Bi dîtina me ziman giringtirîn faktora kurdîtiyê ye, ti tiştekî ku bi qasî wî me ji miletên din serbixwe û taybet bike nîne. Li aliyekî din, zimanê kurdî ji gelek hêlan ve dinale û li gelek deveran li ber mirinê ye. Ji hin aliyan ve zimanê kurdî gavên wêrek ber bi wê yekê ve diavêje ku bibe zimanekî rûniştî yê edebî û zanistî. Em dixwazin kurdî di vê de bi ser bikeve. Em ê bi vê kovarê hem hewl bidin ku zimanê kurdî yê heyî vekolin û gewherên wî pêşkêşî xwandevanên xwe bikin û hem jî alîkariya xwandevanan bikin gava ku ew bixwazin formên standard yên peyv û gotinan bibijêrin. Kanîzar hem kovareke zimannasî ye û hem jî zimanî ye. Ew ne tenê bo zimannasan e û heta ne tenê ji aliyê zimannasan ve jî tê derxistin. Ew bo hemû evîndar û bikarînerên zimanê kurdî ye. 

Înîsîyatîf a kê bû û kengî weke fikr vê yekê di mejiyê xwediyê înîsiyatîfê de zîl da? 

Mirov nikare bibêje ku inisyatîva kesekî bi tenê bû. Ew wek encama gelek gotûbêjên dûr û dirêj di navbera çend şêt û şeydayê zimanê kurdî de derketiye. Mirov dikare herwiha bibêje ku ew şaxek ji şaxên koma “Zimanê Kurdî” ya li ser Facebookê ye jî ku ev çend sal in wek çalaktirîn koma medyaya civakî ya li ser zimanê kurdî ye. 

Ji hejmara yekê diyar e ku ji bi giranî nivîskar ciwan in , gelo ev tercîhek e?

Armanca me ne rêgirtina li ber nifşên pîr yan navsere ye. Lê em dixwazin ku ciwan jî bên handan û teşwîqkirin ku qelemên xwe tûj bikin û li ser zimanê xwe devê xwe vekin. Lê em bixêrhatinê li nivîskar û zimannasên bitecrûbe jî dikin. 

Gelo kovar yek-zimanê ye yan pirr-zimanî ye? Siyaseteke kovarê ya zimên heye?  

Kovar bi giranî yekzimanî ye lê pirlehceyî ye. Mirov dikare bi herdu alfabeyên kurdî yên standard (latînî û erebî) û herwiha bi her zaravaya kurdî jî tê de binivîse. Lê divê naverok li ser zimanê kurdî yan jî zimannasiyê be. Helbet em di meseleya zimanê kurdî de ne bêhelwêst in. Eger em di vê meselê de bêhelwêst bûna, ev kovar dernediket. Lê bi me, tenê sloganên we “li zimanê xwe xwedî derkevin” bi kêrî ti tis_tî nayên. Kurd pir gazinan ji hev dikin ku zimanê kurdî bi kar naînin. Lê divê her kes ji me gazinê ji xwe bike: ez çiqas kurdî bi kar tînin yan alîkariya bikaranîna kurdî dikim? Bi sloganan kurd li kurdî venagerin. Divê berhemên hêja bi kurdî bên afirandin (kovar, kitêb, malper, film, xelekên filman), hingê kurdî dê li ber dilê her kesî şîrîn bibe.

Redaksiyon û edîtoriya kovarê çawa bi rêve diçin? Gelo lijneyên wan hene? 

Di birêvebirina kovarê de çend kes hene ku gotûbêjê li ser nivîsên hatî, mijarên kovarê û naveroka wê dikin. Ew bi xwe jî di kovarê de dinivîsin. Em dixwazin ku birêveberiya kovarê nebe giran û bîrokratîk. 

Ji bo çi ji bilî zimannasiyê, mijara rastnivîsê jî di kovarê de xwedî cihekî girîng e? 

Zimanê kurdî yê nivîskî (bi hemû lehceyên xwe ve) di merheleyeke wisa de ye ku mirov nikare dest neavêje mijarên rastnivîsînê. Xwandevan bi xwe jî vê hêvî dikin. Lê em dixwazin ku tercîhên rastnivîsînê ne bi ferzkirinê lê bi qanihkirina li ser bingehîn zimannasî be.

Gelo mijar wê bi tenê zimannasî û rastnivîs be? Gelo wê nusxeyên wê bi tenê elektronîk bên belavkirin? 

Naveroka kovarê dê tenê li ser zimanî be lê ne bi maneya teng. Em ê ji aliyên cuda-cuda ve û carinan ji hêlên suprîz ve jî nêzîkî mijarên zimanî bibin. Di planên me de niha tenê kovara elektronîkî heye. Bi dîtina me ew xwe bi hêsanîtir digihîne xwandevanan. Lê eger dezgehek rabe û wê çap bike, em ê li dijî dernekevin eger bi hevkarî li gel me wisa bike. 

Herî dawî em bixêrhatinê li hezkerên zimanê kurdî dikin ku bên û kovara xwe bibînin. Em herwiha hêvîdar in ku kesên bitecrûbe û yên bêtecrûbe jî dest biavêjin qelema xwe û li hawara me werin.

LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNAMEYA ÖZGÜR POLITIKA 17.8.2015

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s