Ev giringtirîn parçeyên nastirîn romana Voltaire (1694-1778) e ku bi navê “Zadig, ou la destinée” yekem car sala 1747-ê derketiye.
Fîlozof û nivîskarê serdema ronakbîriyê (the Enlightenment) Voltaire, bi navê xwe yê rastîn François-Marie Arouet, gelek berhem – çi pirtûkên dîrokî, çîvanokên felsefî û çi jî helbest – weşandine. Cîhana peyhatî ji berhemên wî herî baş kurteromanên wî yên satîrîk ango vê Felekê (1747) û Cahil (Candide, 1759) dinase. Felek çîrokek îronîk e li ser xortek rojhilatî bi navê Sadiq ku piştî pêrgîhatin û tûşîbûna hejmarek mezin belayan padişahiya Babîlonyayê bi dest xwe ve tîne. Hemû bûyerên romanê li Rojhilata Navîn rû didin. Di neynika felek û qedera Sadiq re Voltaire kêmasiyên mirovan û neheqiyên civakî, yên ku pirraniya wan hê jî di rojevê de, radixe ber çavan.
Wergerandin: Husein Muhammed