Suad el-Sebah: Min di nav peyvan de biçîne

Suad1

Vekin û bixwînin

Suad el-Sebah

Suad Muhemmed el-Sebah sala 1942yê wek endameke malbata desthilatdar anku melik li Kuwêtê hatiye dinyayê. Ew sala 1973yê wek aborînas ji Zanîngeha Qahîreyê derçûye û paşî 1981ê bawernameya xwe ya doktoraya aborînasiyê ji Zanîngeha Guilford li Mîrnişîna Yekbûyî (Brîtanya) wergirtiye. Wê bi sedan nivîsarên zanistî û giştî di kovar û rojnameyên deverî û navneteweyî de belav kirine.

Suad el-Sebah piştî xwendina xwe ya aborînasiyê vegeriyaye welatê xwe û dezgeheke weşan û belavkirinê ava kiriye. Wê herwiha xelatekî edebiyatê yê li ser navê xwe damezrandiye. Wê çendîn dîwanên helbestên xwe dane weşandin. Helbestên wê li hin zimanên din jî hatine wergerandin.

Helbestên el-Sebahê bi giştî helwestgir in: ew bi taybetî bo maf û azadiyên jinan tê dikoşe. Lê herwiha di helbestên xwe de kevneperistî û xweperistiyê jî rexne dike. Bi wergerandina nêzîkî sed helbestên wê dixwazim hem vê helbestvana hêja bi xwendevanên kurdîxwîn binasînim û hem jî armanca xwe ya li wergerandina edebiyata cîhanê li zarê kurmancî bidomînim.

Vekin û bixwînin

Husein Muhammed

Helsînkî, havîn 2012

Hevalê min be

Hevalê min be,
hevalê min be.
Ax, dê çendî xweş be ger em bikarin heval bin.
Her jin carine hewceyî alîkariya hevalan e,
pêwîstî peyvên nerm,
pêdivî kûnekî ji peyvan vehûnandî ye,
ne lazimî bahoza maçan e.
Loma, hevalê min, çima
guh nadî derdên min yên biçûk?
Çima bala xwe nadî tişta ku keyfê dide jinê?

Hevalê min be,
hevalê min be.
Dixwazim carine li gel te li nav mêrgê bimeşim,
dixwazim hin car bi te re helbestan bixwînim,
wek jin bi dengê te şad bibim.
Çima, mêrê rojhilatî, bala xwe tenê
didî bejna min,
çima kilê çavên min dibînî
ê li hişê min kor î?
Çawa ku ax bêriya baranê dike,
ez jî bi hesreta suhbetên te dijîm.
Çima tenê bazinên min dibînî
û bermayiyên Şehriyarî di te de hene?

Hevalê min be,
hevalê min be:
Ti ji mêraniya te kêm nabe.
Lê mêrê rojhilatî ji bilî qehremaniyê
bi ti roleke dî razî nabe.
Çi hewce ye ku tiştên sade bên tevlihevkirin
çima xwe di arezûyan danî
ger evîndar nebûbî.
Her jina li ser rûyê dinyayê
hewceyî aqil û hişî ye,
lazimî dengê ronahiyê ye,
pêwîstî xewa li hemberî piyanoyê yan pirtûkê ye.
Çima guh nedî asoyên çandeyê
lê xeman ji fesala cilan bixwî?
Hevalê min be,
hevalê min be.
Ji te naxwazim ku dilbera te bim,
ne jî dixwazim ku bo min yaxtekê bikirrî
yan koşk û serayan diyarî min bikî
û ne jî dixwazim ku min di nav gulavên frensî de bifetisînî
yan kilîlên heyvê bidî dest min.

Ew tişt min şa nakin.
Mereqa min li tiştên biçûk e
Û mijûliyên min rojane ne.
Hêviya min ew e bi seetan
Li ber baranê li gel te bigerim.
Umêda min ew e ku dengê te di telefonê de bibîzim
Dema ku xem barê min giran dikin
Û bêrîkirin min digirîne.

Hevalê min be,
hevalê min be.
Ji dil bêriya deravekî aram dikim.
Bi çîrokên evînî ve kerixîme,
betilîme ji serdema ku jinan mîna peykelên mermerî dihesibîne.
De biaxive dema ku min dibînî.
Çima nîv ji gotinên xwe ji bîr dikî
dema ku pêrgî jinê dibî
û jinê tenê wek kerek şekirê yan mîna kevokê dibînî?
Çima sêvên cinîna wê jê diçinî û paşî di xew diçî?

Jin sala 2000ê

Min jî dikarî
mîna hemû jinên dinyayê
xwe li ber awêneyan vehejînim,
min jî dikarî qehweyê di nav germiya nivînan re firr bikim
û di telefonê de devjenkiyê bikim
bêyî ku ji reva seet û rojan haydar bibim.

Min jî dikarî
xwe spehî bikim
çavên xwe kil bikim
bilhiyê bikim
xwe li ber tavê bigemirînim
û mîna zeriyan li ser sîpelan semayê bikim.

Min jî dikarî
fîroz û yaqûtan li xwe bipêçim
û mîna şabaniyan li dor xwe bêm û biçim.

Ji min jî dihat
ku qet ti tiştî nekim,
yekcar nenivîsim jî,
tenê bala xwe bidim şeng û şoxiyê,
kirasên cejnan û geştûgerran.

Min jî dikarî
rê li belayan negirim
neqehirim
neqîrrim.

Min jî dikarî
rondikên xwe daqurtînim,
bindestiya xwe bipejirînim
û mîna her jina zindanî
bi rewşa xwe razî bim.

Min jî dikarî
xwe ji pirsên dîrokê vedim,
ji xweşkencekirinê verevim.

Min jî dikarî
xwe ji axînên xemgîn bidim alî,
guhên xwe li hewarên fetisandî bigirim
û serhildana hezaran giyanên mirî nebihîzim.

Lê min qanûnên jiniyê binpê kirin
û xwest rû-bi-rû rastî peyvan bibim.

Yê ku bo min ji yaran jî zêdetir

Asayî ne
hemû gotinên ku
hê basa evîna te ya mezin dikim.
Yarê min,
gelo gotinek heye
ku ti kesî ta niha keşif nekiribe?
Wê peyvê dê ez ji vê belayê xilas kiribûma,
Ey paşayê paşayan,
Ew yê ku berztir î bo min ji yaran.

Ez ê
– tevî dijberiya eşîra qureyşiyan jî –
ji te re bibêjim “Yarê min”
û tevî dijberiya hoza kuleybiyan jî –
“Yarê min”.

Dizanim ku tixûbên te bêpîvan in
û sembolên te bêçare ne
û têkoşîna xwendina çavên te
mîna ceribandina xwendina razan e.

Ez ê
– daku jin ji qehran bipeqin –
ji te re bibêjim “Yarê min”
– daku mejiyên kevirbûyî vexewixin –
”Yarê min”.

Dizanim ku eşîr serê min dixwaze
û zelam pesnê xwe bi kuştina min didin
û jin
li dor xaça min govendê digirin.

Min hemû ferheng têk vedan
ta ku westiyam.
Gelo ti nav tên bîra te,
navekî nû,
xerîb,
kelecanî
yê ku kêrî evîna min ya şêtane bêt
ji bilî ”Yarê min”?

Mêrê di bin sifrê de

Ez Hulegûyê vî zemanî ,
şûrê stemê ji ser min rake!

Tu mêrê xembariyê yî,
trajîk î
bi kîn û kerb î.
Ti cudahiyê di navbera xwîna min
û çipên hibrî de nabînî.

Ey Hulegû,
me ti tiştê hevpar nîne
ne di dilê me de,
ne di mejiyê me de.

Tu ji bejahiya bêliv hez dikî
lê ez ji masiyên deryayê jî livoktir im.

Tu şarezayê hunera kuştinê yî
Lê ez pisporê hinêra bênfirehiyê me.

Oy Hulegûyê Yekem,
Hulegûyê Duyem,
Hulegûyê Notûnehem!

Nikarî min di Xaniyê Guhdariyê ve zeft bikî.

Jinek im
ku ji lêkerên neyînî
û yên fermanî direve.

Bo min behsa hestên xwe neke.
Tu axir kesî ku pêwendîdarî helbestan be.

Ti tişt min li vir ranagire.

Lêvên te mîna kelem û striyan in
û nivînên te goristan e.

Oy Hulegû,
ji gotinan bênteng nebe
dema ku vê razê ji te re eşkere bikim:
Ez di pileya kelînê de me
û tu mêrekî di bin sifrê de yî.

Kend

Her cara ku bi şeydayî lêvên min radimûsî,
her dema ku kendek li ber min vedibe,
tu hê jî hosteyê evînê yî
û ez şagirdê naşî me.

Ketime bîra evînê

Ketime bîra evînê, yar!
Mezintirîn mizgînî ew e ku her spêdê
dema çavên xwe vedikim,
berdiliyê xwe li rex xwe dibînim.
Mizgînî ye ku qehwê li ser zendên wî vexwim
û şevê di av gulistana bêhnan de biborînim.
Mizgînî ye dema jin dest pê dike
ku mêr nobedariyê lê dike,
wê diparêze û deriyê dinyaya nehînî lê vedike.

Ez bi hemû zimanên cîhanê
ji te hez dikim.

Ma te navekî din heye
ji bilî ”Yarê min”?

Ma dê çi ji te bimîne?

Naramim ku qet te biguherînim.
Ger siriştê te yê hovane biguherînim,
ma dê çi ji te bimîne?

Nafikirim ku te perwerde bikim
û ne jî te bitaşînim.
Ger zarokê xemsar yê di te de perwerde bikim,
ma dê çi ji te bimîne?

Napûnijim ku te ji tevliheviyê rizgar bikim.
Ger hemû kaxezên li nav nivînên te belav
berhev bikim,
ma dê çi ji te bimîne?

Nahizirim ku hunera evînê hînî te bikim
ji ber ku tu peyamberê evînê yî.
Ger tiştê ku ez bi xwe nizanim
fêrî te bi bikim,
ma dê çi ji te bimîne?

Naxwazim ku
te ji erdlerizîna helbestan bisitirinîm.
Ger te ji erdhejîna helbestan biparêzim,
ma dê çi ji te bimîne?
Ma dê çi ji te bimîne?
Ma dê çi ji te bimîne?

Rûpelek ji bîra daran

Her payizê li nav daristanan digerim
daku rûyê xwe bi baranê bişom.

Belgên zer,
belçîmên sor,
hin ji pelgan mîna çirîskên agirî.

Ji xwe dipirsim:
Dema ku di ser pirtikên yaqûtî re dimeşim,
gelo ev pel in… yan raman in?
Gelo daristan jî hest bi xemgîniyê dike?
Gelo ew jî digirî?
Raborî tên bîra wê jî?
Ew jî janê dikêşe?
Gelo demên berê tên bîra daran?

Dema jinê

Hestên min zivistan nîne
û hesreta min jî bêhavîn e.

Hemû demjimêrkên dinyayê
dema jivana me radigihînin
– û radiwestin
dema ku tu saqoyê xwe digirî
– û diçî

Biserketina mezin

Hê berî bêm vê dinyayê
min dizanî ku
ez ê bibim dildara te.

Piştî ku hatim dinyayê,
dîsa jî evîndara te me.

Mezintirîn biserketina min wek jinekê
ew e ku aşiqa te bim.

Avisiya ebedî

Mîna ku kanguroyek mê bim
te di zikê xwe de hildigirim
li gel te xwe ji darekê diavêjim ya din
ji girekî xwe digihînim yê dî
ji bejahiyekê dibezim ya dîtir
not mehan
not salan
ditirsim te biwelidînim
ta ku te li nav daristanan hinda nekim.

Şûmiya zarokê

Naqehirim ji kerba te
û ne xemgîn im ji berq
û birûsiyên te
bahoz û babelîskên te.

Dizanim ku hemû amanên te şkandî
hemû şûmiyên te kirî
hemû pêşnîşanên
peydabûna helbestekê ne.

Elektrîk

Li nîveka havînê
jiniya min
li çipek biçûk ya xuhê dikeve
û çipik dibe çem û diherike cem te.

Tu ji deryayê ve tê
û dinya elektrîze dibe
û baran dadişirrike.

Xwendineke neasayî

Min ne mîna erebî
ji rastê ber bi çepê ve bixwîne,
ne jî wek latînî
ji çepê ber bi rastê ve
û ne jî nola çînî
ji jor ber bi jêr ve.

Min sade bixwîne
mîna ku tav davên giyayî
û çivîk pelgên sorgulê dixwîne.
Demokrasî

Demokrasî ne ew e
ku mêr helwesta xwe ya siyasî diyar bike
bêyî ku ti kes dijberî wî derkeve.

Demokrasî ew e
ku jin bikare helwesta xwe ya evînî eşkere bike
bêyî ti kes wê bikuje.
Min di nav peyvan de biçîne

Gelek ditirsim
ku evîn bibe tiştek edetî.
Pirr ditirsim
ku xewn bibe xwelî
Û ev bîsk biteqin hewa.
Zor ditirsim
ku helbest veçopire
û daxwaz bên fetisandin.

Zehf ditirsim
ku ewr nemînin,
ku baran dê veçopire,
ku darên daristanê nemînin.

Loma hêvî dikim
ku min di nav peyvan de
biçîne.

Bilindtirîn dara dinyayê

Dema ku zarok bûm,
min bawer dikir ku dar
bilindtirîn cihê dinyayê ye.

Dema ku bûm jin
û hilketim ser milên te,
têgihiştim ku tu
ji hemû daran bilindtir î
û ku xew li ser zendê te
xweş û şirîn e…
şirîn mîna xewa li ber tavheyvê.

Nahêlim

Nahêlim ku eşîr
navbera min û te
asê bike.

Tu eşîra min î.

Ma devê min bo çi ye?

Eger nekarim li gel te
qehweyê vexwim,
ma qehwexane bo çi hene?

Eger nekarim li gel te
bêarmanc bigerim,
ma kolan bo çi hene?

Eger nekarim navê te
li ser zimanê xwe bigerînim,
ma ziman bo çi hene?

Û eger nekarim gazî bikim:
“Ji te hez dikim!”,
ma zimanê min bo çi ye?

Meşrûiyet

Ji vê serdemê daxwaz nakim
ku evîna me meşrû bike.
Ez û tu
vê serdemê meşrû dikin.

Pênaseyeke nû bo Cîhana Sêyem

Ji ber ku li bal me evîn
karek pileya sêyem e
û jin welatiyên pileya sêyem in
û helbestname pirtûkên pileya sêyem in,
loma navê “miletên cîhana sêyem” li me tê kirin.

Afirandina pêxemberan

Hemû dîn wek mîras bo me tên,
tenê evîn ne.
Evîn tek dîn e
ku pêxemberên xwe diafirîne.

Kîmya

Evîn şoreşa kîmyaya leşî ye,
bi wêrekî redkirina rûtînan e,
hêza biyolojiyê ye.
Fêrî bêrîkirina te bûme
ku tiştek xirab e
û nizanim çawa jê verevim.
Evîna min hemberî te mezin e,
neguhdariyek e ku dikim
û hêvî jî nakim ku bêm efûkirin.

Deravê azad

Gelek keştiyan
daxwaza penaberiyê
ji çavên min kiriye.

Lê min pena nedaye wan.

Tenê keştiyên te
mafê meşê
li beravên min heye.

Tenê keştiyên te
bê destûr
di xwîna min re dimeşin.

Tenê bajarek

Hemû bajarên dinyayê
li ber çavên min
nuqteyên li ser nexşeyê ne.

Tek awarte
ew bajar e
yê ku lê bûm evîndara te
û paşî bû warê min.

Dayikî

Dilşadiya min dema te dibînim
weke hingê ye ku yekem car dilê zarrokê
perdeya malzarokê de dihejîne,
mîna awazên pêşîn yên semfoniya Beethoven in.

Ey mêrê ku ji kûrahiya mejiyê min radibî,
li kû dera vê dinyayê jî bî,
dayikîtiyê ji bîr neke!

Pêşbînî

Berî ku bêm dinyayê,
dayika min tu di bîra min de nivîsandî,
wê pêşbînî kir ku tu dê yê min bî
loma min jî lez kir û hatim vê dinyayê.

Dirêjtirîn çemê dinyayê

Dema ku semayê li gel te dikim,
navtenga min dibe guliyek genimî
û pirça min dibe
dirêjtirîn çemê dinyayê.

Imtiyazên ya evîndar

Rûyê te pasaporta min e
ku pê li dinyayê digerim,
bi saya wê xwe digihînim firrgeh û keştîgehan.

Dema ku çavdêrên pasaportan
te di çavên min de dibînin,
min berdidin salona şerefê
û gul û saremeniyan bo min tînin,
imtiyazê didin min
çunkî ez evîndar im.

Deravê dawiyê

Soz didim te ku ez ê welatê te bim.
Soz bide min ku tu dê paytextê min bî.
Soz didim te ku ez ê keştiya xewnên te bim.
Soz bide min ku ez ê deravê te yê dawiyê bim.
Soz didim te ku ez ê ewrê te bim.
Soz bide min ku tu dê barana min bî.

Kesatî

Xelk min bi te dinase
tu gulava min ya taybet î.

Geşteke negengaz

Piştî vegera ji geştê,
Ditirsim çanteyên xwe vekim.

Her cara ku dixwazim cilan hilawîsim,
Tu mîna masiyan ji çanteyî dertê
Û min bi werîsên rondikan ve dihilawîsî.

Libeke gilyazê

Muzîka dengê te
û piyanoya Claydermanî
du çeng in ku pê difirim bal te.

Lêvên xwe veke
daku mîna libek gilyazê
di nav wan re bikevim devê te.

Nimêjker

Tiliyên te
mîna find li dêrê
dişewitin
û ez
dixwazim nivêjê bikim.

Hîsterya

Ey mêrê te ez xistim dinyaya dînan
û derî li min girt,
dest ji min berde
çunkî dilşad im ku
li ber tava şêtiya te pal dim.

Bihagirantirîn morî

Dema ku zarok bûm,
min efsûnbûyî guhdarî
çîrokên li ser morîgeran guhdarî dikirin,
li ser noqîvanên ku xwe berdidan binê deryayan
daku xwe bigihînin morî û mircanên delal-

Dema ku mezin bûm
û min xwe noqî deryaya evîna te kir,
tê gihiştim ku çend xweş e
ku xwe noqî deryayek nenas bikim
daku te anku bihagirantirîn moriya jiyana xwe wergirim.

Derbê evînê

Li Swîsreyê ji min re gotin:
“Cilên germ yên ji hiriyê li bejna xwe bike
daku sarma te negire.”

Min guhdariya wan kir
û hezar kum danîn ser serê xwe
bi hezar blûzan xwe rapêçand.

Lê tevî wan hemû cilan jî,
min ji bîr kir ku dilê xwe biniximînim
û derbek evînê pê ket.
Espreso

Nikarim bawer bikim
ku kesê ku espreso çêkir,
ew tenê bo kesekî çêkiribe.

Eger wî wisan kiribe,
Hingê ew bêhiş e
Û ti hay ji hunera qehweçêkirinê
Yan hunera evînê nîne.

Mereq

Li qehwexaneyên ewropî
ez rojnameya xwe bi tenê dixwînim.

Li qehwexaneyên erebî
her kes wê li gel min dixwîne.

Dua

şevekê min dua ji Xwedê kir
ku ew min ji evînê rizgar bike.

Xwedê duaya min qebûl kir
û ez kirim kevir.
Bêhişî

Em meqesê tînin
û li cejnê
û pê benê navbera xwe dibirin.

Paşî em tê digihin
ku me ne ben
lê tiliyên xwe
pê birîne.

Raza jinê

Bêje min: ”Ji te hez dikim.”
Bêje min: ”Ji te hez dikim.”

Dizanim ku
dubarekirinê nefret dikî
û dizanim helwesta te
li ser suhbeta bêdeng çi ye.

Lê weke jin
ji wî hez dikim
yê ku çermê min biselixîne

Bihayê dayikîtiyê

Nikarim bêjim te: ”Na”
û nikarim dijî daxwazên te derkevim.

Tu zaroktiya xwe baş bo xwe bi kar tînî
û ez neçar im bihayê dayikîtiyê bidim.

Eger xwe biavêjim

Eger ji gupika vê dinyayê
xwe biavêjim xwarê
daku ji efyona evîna te bifilitim,
ez ê bikevim
ser zendên te.

Firinde

Galegotên behsa min û te dikin
min aciz û bêzar nakin.

Berevajî hindê,
ez pencereyên mala xwe
bo wan vedikim,
libên genimî ji kefa destê xwe
raberî wan dikim
û dihêlim ew di dolabên min de
yarî û lîstikan bilîzin
çunkî li bal me
galegotên li ser evînê
çivîk û firindeyên delal in
û naxwazim wan bikujim.

Cenga dawiyê

Tu mêrê xwedî bêjimar jin î.
Dema ku êvarê
bi kil, sorav û nînokan xemilandî
têyî bal min,
birînên te bi gulavên pak dikim,
ji te lava dikim
ku kumê xwe ji serê xwe bikî,
şûrê xwe biavêjî
û min bikî cenga xwe ya dawiyê.

Ronakbîrî

Tu yekem mêrê têgihiştî yî
ku ez dinasim ku têkiliyên zayendî
weke nirxên neteweyî napejirîne
û doşekê nake minbera gotarên melayan

Evîn û girtîgeh

Ew çembera ku te bi hibrê çînî
li dor dilê min, edet û daxwazên min,
li dor her liva leşê min,
li dor her henaseya canê min,
li dor her tiştê mezin û biçûk yê jiyana min
xîçand,
wî çember
êdî şiklê girtîgehekê wergirtiye.

Çemberê hew li min bişidîne
çunkî dixwazim ku evîndarê min bî,
ne dergevanê girtîgeha min.

Li ser zendên te

Li ser zendên destên te
xerîbî û xurbet
dibin welat û niştiman.

Dema ku

Dema ku jin evîndar dibe,
xwîna wê rengê xwe diguhere,
dibe morî.

Kopiyeke din

Li beravên gola Leymanê
li rex min nemeşe
daku deryaçe nekeve gumanê
ku ez ez kopiya te me.

Li mala Mozartî

Dema em çûn avahiyê Mozartî li Salzburgê
û ez a bi çavên bi kilê erebî rengdayî
li gel te dîtim,
ew li ber piyanoyek kevn rûnişt,
hemû seredêrên dî ji bîr kirin
û bo me Dîlana Fîgaro lê da.

Pirs

Ji min rengê esmanan tê pirsî:
Gelo şîn e?
Yan sor e?
Ma mor e?

Dibêjim bila pirsan arasteyî te bikin
çunkî tu esmanê min î.

Otonomî

Tu mîna mêtingerekî berê
bîra min ya avê, dexlûdanê min,
kanza û mêweyên min û
dewlemendiyên min yên siriştî
dagir dikî.
Warê min û xwediya wî
bi zorê zeft dikî.

Lê ez naxwazim te jê verevînim
yan jî keştiyên te yên di çavên min de diseyirin
binoqînim.

Tenê dixwazim ku tu
hema eger bo ceribandinê jî be
hinek otonomiyê bidî min.

Mereqdarî

Dizanim ku yekem jina jiyana te me
Lê şeytanê ku her spêde
qehwê li gel me vedixwe
min neçar dike ku ji te bipirsim:
”Lê ya duyem kî ye?”

Stema siyasî

Berî ku te bibînim,
min bawer dikir ku mejîşûştin
karê dewletên totalîter e.

Lê ku min tu nas kirî,
te mejiyê min şûşt ji hemû
qehwexaneyên ku berî nasîna te diçûmê,
ji beravên ku min berî nasîna te
bi ava we xwe dişûşt,
ji mêrên ku berî nasîna te
e vedixwendim şîvan.

Ez êdî tê gihiştim
ku stema siyasî
û stema hestan
her heman dezgeh e.

Ma evîn e?

Di demarên xwe de
bi dengek neasayî dihesim.

Gelo ew evîn e?

Fîşek

Min fîşekek berda
dengê te,
kursiya ku tu li ser rûniştî
û rojnameya ku te dixwend,
gerdenîka te ya zêrîn.

Min pênc fîşek
berdan te
û piştî ya şeşê
ez bi xwe ketim erdê.

Hevsengî

Libek genimî + libek genimî = guliyek genimî
Kevokek + kevokek = havîn
Lêv + lêv = cinînek gilyazan
Ximav + perr = şoreşa çandeyî
Destê min + destê te = bazarê zêringeran
Jin + mêr = du têlên elektrîkê yên neniximandî
Tu + ez = lerzek helbestî li jêr rûyê dinyayê

Heyva revok

Gazî dikim:
“Min tu divê!”

Û heyv mala xwe, jina xwe
û zarokên xwe dihêle
û bi dizîkî tê nav nivînên min.

Piştî erdlerizînê

Piştî her serdana te,
wek goriyên erdlerizînê
li ser kursiya xwe rûdinim
û tiştên xwe yên jidestdayî dijimêrim
û pirt û parçeyên xwe dicivînim.

Penaberiya nesiyasî

Gazî dikim:
“Min tu divê!”

Û kevok
ji sivandeyên banên dêran
bar dikin
daku hêlînên xwe
di nav pirça min re çêkin.

Vegerîn zindanê

Dema ku jina ereb
diçe Parîsê, Londonê yan Romê,
ew xwe dixe şiklê kevokê,
dipirpire raserî peykelan,
avê ji şadirwanê vedixwe,
bi destê xwe tovikan dide qazan.

Lê li vegerê,
dema ku firvan daxwaz dike
ku kemera xwe girê bidin
û cigare nekêşin,
xewna wê vedireve,
muzîka şadirwanan diçike,
perr û baskên qazan belawela dibin
û jin wek mirîşkên din
vedigere kolikê xwe.

Gustîl

Gazî dikim: “Ji te hez dikim”

û devê min

gilovir dibe,

dibe gustîleke yaqûtî.

Çandeya qehwexaneyan

Te hîn kirim

ku espresoya xwe

li qehwexaneyên biçûk yên îtalî,

li beravên Como,

Venîsya

û San Remo vexwim.

Lê gava tu çûyî,

çandeya romî jî li gel te çû,

Julius Caesar hat kuştin

û çêja espresoyê,

wek ku kêr be,

li kêleka min ket.

Haydariyeke zimanî

Ne giring e bibêjî

ku ji min hez dikî.

Ya giring ew e ku bizanim

ka çawa ji min hez dikî.

Tu welatê min î

Min êdî ti welat nemane

ku lê vegerim.

Zendên xwe

bo min bike welat.

Wan dema min desteser kiriye

loma tu êdî dema min î.

Bênanûxwê

Zarok bersîngên dayika xwe dimêje

heta ku pê têr dibe,

di çavên dayika xwe re dixwîne

heta ku hînî xwendin û nivîsînê dibe,

ji cizdana dayika xwe didize

daku pakêteke cigareyan bikire,

li ser hestiyên nazik yên dayika xwe dimeşe

heta ku ji zanîngehê derdiçe.

Dema ku dibe mêr,

li qehwexaneyeke bihagiran rûdine

û civîneke çapemeniyê dibeste

daku bibêje ku jinan

tenê nîv hiş heye,

tenê nîv îman,

û jê re li çepikan didin

qehwegêr û mêşên qehwexaneyê.

Evîna gerdûnî

Dema ji te hez dikim,

ji tixûbên têkiliya takekesî derbas dibim

daku bikevim nav têkiliyeke evînî

li gel hemû gerdûnê.

Destûr

Hêvî dikim ku destûrê bidî min

– hema bo çend rojan be jî –

daku dîsa ava bikim hemû van kavilan

yên ku te li ser lêvên min hiştine,

daku dîsa saz bikim hemû vê tevliheviyê

ya ku te li her derê hiştiye:

li dîwarên odeya min,

li ber dergehên dilê min.

Hêvî dikim ku piçekê dûr bikevî

daku bikarim ji hev ferq bikim

bêhna qehweya xwe

ji ya xwîna xwe.

Xeweke biçûk

Bihêle pênc deqeyan

li ser milên te xilmaş bibim

daku Zemîn dîsa bigihe hevsengiya xwe.

Gera li ser bijangan

Li ser bijangên xwe

ber bi te bi rê ketim

lê negihiştim te.

Li ser rondikên xwe

ber bi te bi rê ketim

lê negihiştim te.

Li ser serbilindiya xwe

ber bi te bi rê ketim

lê negihiştim te.

Hey yê ku te çarriyan xetimandin

û bi çirayên hatinûçûnê dilîzî,

ka ji qenciya xwe rêyekê bide ber min

ku berê min need ber zendên te,

ku berê min need ber kendên te.

Dayikî

Carinan  dikeve serê min

ku te biwelidînim

daku te balav bikim,

lingên te ziwa bikim,

porê te yê nerm şe bikim

û te bilorînim xewê.

balav kirin: şûştina laşê mirovan yan jî şûştina cilan.

Padişah

Gazî dikim: ”Ji te hez dikim”

û bajar bi jin û mêrên xwe ve,

bi pîr û zarokên xwe ve

bixêrhatinê li te dike.

Kevok bi firê dikevin,

koma muzîkê ya artêşê lê dide,

destên zarokan tijî şîrînî ne,

ronahî ji minareyan dibiriqe,

dengê zengilên dêran vedide,

hemû radigihînin nûçeya tackirina te

wek padişahê dilê min.

Nivîseke vekirî

Giringtirîn tişt di te de ew e

ku min ne wek helbesteke kevnar

lê wek nivîseke vekirî

ya li ser azadiyê

dihesibînî.

Xalên li ser herfan

Çi ji min tê diqîrim:

”Ji te hez dikim.”

Bi zimanên ku dizanim

û bi zimanên ku nizanim dibêjim:

”Ji te hez dikim.”

Di civîneke giştî de,

ku roj û heyv û gerestêr

beşdar dibin de dibêjim:

“Ji te hez dikim.”

Ji ber ku ne rêzgira wê evînê me

ya ku xwe bi rûpoşan vedişere,

li pişt perdeyan dilive

û li taxên nepenî dijî.

Mamoste

Tu çi mirov î, ezbenî?

Ev çi şop in ku te di ramanên min de hiştine?

Ev çi masiyên dirinde ne

ku te di demarên min de berdane?

Ev çi serûmên serhildêr in

di nav xwîna min de?

Piştî her roja li gel te borandî,

tijî tav û birûskan vedigerim

û hespên azadiyê di çavên min de dibezin.

Drakûlayê ereb

Ezbenî,

ya padişahê evînê û azadkerê jinan!

Min hewara xwe gihand te

ji bahozên stemê.

Dema ku te

ez şkestî û xemgîn dîtim,

te pirtên min hê jî zêdetir peritandin.

Paşî te ez windabûyî hiştim

wek ku libeke tozê bim

li navbera erd û esmanan.

Evîn li ser bizotên agirî

Cudahiya navbera

evîndara rojavayî

û evîndara rojhilatî

ew e ku ya rojavayî

xwarinên lezgîn dixwe

xwarinên sarincî

evîna sarincî

lê ya rojhilatî

li ser bizotên agirî

dibirije.

Vekolîn

Vê sibê hemşîre hat

û çipek ji xwîna min

û çipek ji xwîna te

birin ezmûnxaneya bajarî.

Gelo çima xwe diwestînin?

Ma nizanin ku evîna mezin

hemû komên xwînê winda?

Wek balafira li ber hewayî

Wek balafira ku bikeve çala hewayî

û êdî nizane çawa ji nav derkeve

ez jî ketime nav çala hestên te,

mêro,

û êdî nizanim kû der

cihê têketinê

û kû der jî

yê derketinê ye.

Her cara min birîndar dikî

Her cara ku min

bi devê tûj yê peyvên xwe birîndar dikî,

ji min re dibêjî:

”Li zarokîniya min bibore.”

Heta kengî tu ê dayikîniya min

ji xwe re bi kar bînî?

Ezbenî,

heta kengî?!

Xewn 1

Duhî bi şev min xewnek dît

ku ez bûbûm gulîgenimek

li deşta singe te.

Min newêriya behsa xewnê bo te bikim,

ditirsiyam ku tu ê min bibî

ba nanpêjê bajarî,

ew ê min bike nanekî germ

û tu ê bixwî.

Xewn 2

Duhî bi şev min xewnek dît

ku ez bûbûm masiyek

û min di avên zelal

yên çavên te de avjenî dikir.

Min newêriya behsa xewnê bo te bikim,

ditirsiyam ku tu ê çavên xwe bimiçînî

û min bixeniqînî.

 

Xewn 3

Duhî bi şev min xewnek dît

ku helbesteke nehînî bûm,

di sindoqeke te de veşartî.

Min newêriya behsa helbestê bo te bikim,

ditirsiyam ku tu ê bidî weşangerekî

û wisa min ji xwe dûr bikî.

Xewn 4

Duhî bi şev min xewnek dît

ku te bo min keştiyeke efsaneyî kirîbû

ku ez ji lêva te ya jorîn

digihandim ya jêrîn

û ji zendê te yê rastê

dibirim yê çepê.

Min newêriya behsa xewnê bo te bikim,

ditirsiyam ku tu ê keştiya xewnên min

û min jî pê re bifiroşî.

Xewn 5

Duhî bi şev min xewnek dît

ku min li bin darên dilnermiya te pal dabû

û te şîrê çûkan

û mêweyên heyvê didan min.

Min newêriya behsa xewnê bo te bikim,

ditirsiyam ku tu ê bi xeyalên min bikenî

û qutiya xewnên min bişkînî.

Bo robotê ereb yê evîndar

1.

Pirsgirêka te ya mezin, dosto, ew e

ku di bîra xwe de embar dikî

hemû ramanên nifşên borî

hemû gotinên pêşiyan

hemû mîrasa babûkalan

li ser xwedîtiyê

serweriyê

û pirrjiniyê.

2.

Pirsgirêka te ya mezin ew e

ku tevî ku behsa nûjeniyê dikî jî

tu bi xwe ne nûjen î,

tevî ku behsa pêşketinê dikî jî,

tu bi xwe pêş nakevî

û tevî çend geşt û gerran jî

tu hê ti car ji konê xwe derneketî.

3.

Pirsgirêka te ya mezin ew e

ku li serdema marksîzmê

tu axa yî,

li heyama lîberalîzmê

tu eşîrperist î,

li çaxê cenga stêran

tu hê jî bi hêştira xwe ve yî.

4.

Pirsgirêka te ya mezin ew e

ku bostekî jî

dest ji xweperistiya xwe dîrokî bernadî.

Jinan vedixwînî govendê

lê tenê li dor xwe dizivirî.

Li gel jinên pîşekar radizî

lê bi tenê dinivî.

Pirsgirêka te ya mezin ew e

ku te xwe bi çek kiriye

dijî evînê

dijî helbestvaniyê

dijî dilnermiyê.

Ji gava ku min tu nas kirî ve

te carekê jî pencereyek venekiriye

û rê nedaye ku tav û tilûr bên tê ve.

5.

Pirsgirêka te ya mezin ew e

ku kitêban dikirî lê wan naxwînî.

Seredana muzexaneyan dikî

lê nikarî bi hevbendiya reng û hêlan

dilxweş bibî.

Li hotêlên pênstêrî dimînî

lê tu najî.

Wek ku gumlek û stubend bin,

jinan vediguhêzî.

Wek ku pêlavan ji piyê xwe bikî,

evînê dikî.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s