Yunus Emre: Evîna te can ji min bir

Yunus Emre
Yunus Emre

Yûnus Emre (bi tirkiya niha: Yunus Emre) yek ji giringtirîn helbestvanên klasîk yên tirk e. Ew yek ji şaîrên pêşîn e ku bi zimanê gelêrî yê tirkî nivîsiye û niha bi pirranî wek helbestvanê neteweyî yê tirkan jî tê hesibandin. Tesîra wî ji hingê ta niha gelek li ser wêjeya tirkî hebûye.

Helbestên Yunus Emre (1240–1321) bi pirranî li ser evînê ne. Evîna wî dikare hem ya dinyayî be anku li hember jinekê yan keçekê be û hem jî yezdanî be anku ew evîndarê Xwedê ye.

Min xwest piştî Mewlana Celaledînê Rûmî, Se’diyê Şîrazî, Omer Xeyam, Ebû Niwas û Ebû l-‘Ela el-Me’errî bi vê gulbijêrka helbestên Yunus Emre xeleka wergerandina şaîr û nivîskarên mezin yên klasîk yên Rojhilata Navîn bidomînim. Kerem bikin van helbestan bi venivîsîneke nûjen bixwînin.

Vekin û bixwîn

***

Were bibîne ka evîn çi dike

Digerim, dişewitim;
evînê ez bi xwînê sor kirime.
Ne dîn im, ne hişyar im.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Carine, wek bayî dibezim,
carine, wek rê tozê radikim.
Carine, wek çemekê diherikim.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Daxê yarê li dilê min e.
Digirîm,
Rondik dibin robar.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Destê min bigire,
Min rake, bigire bal xwe.
Ji ber te girîme, min aşt ke.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Ji welatekî diçim yê dî,
ji nav xerîban li yara xwe digerim.
Ma kî dê hesreta min fam bike?
Were bibîne ka evîn çi dike.

Mîna Mecnûnî li çol û çiya digerim,
yara xwe di xewnan de dibînim
lê gava şiyar dibim, bextreş im.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Ûnis, goyînek reben e,
Ji şilka serî ta binê piyan
Birîndar e, ji yarê dûr e.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Evîna te can ji min bir

Evîna te can ji min bir;
tenê hewceyî te me.

Agir bi şev û roj min disoje;
tenê hewceyî te me.

Ne malê dinyayê min şad dike,
ne jî xela xema min e.
Evîn xemên min vedirevîne;
tenê hewceyî te me.

Evîn yê evîndar dikuje,
diavêje deryaya evînê,
bi yarê dadigire;
tenê hewceyî te me.

Ger meya evînê vexwim
û bi şêt û şeydayî biçim çiya,
tu dê her gavê li hişê min bî;
tenê hewceyî te me.

Sûfî pêwîstî suhbetan in,
bawermend bendewarî biheştê ne,
Mecnûn muhtacî Leylayê ye;
ez jî hewceyî te me.

Ger bêm kuştin,
xweliya min biavêjin ber bayî jî,
li hewa jî ez ê bibêjim:
“Tenê hewceyî te me.”

Navê min Ûnis e.
Evîna min her roj zêde dibe.
Li vê dinyayê û wê axretê;
tenê hewceyî te me.

Gerrok im

Ez gerrok im,
binecihê min li devereke din e.
Siltan im,
tac û text,
hesp û hawranê min li devereke din e.

Eyûbê bênfireh im.
Cercîs im, hezar carî mirime.
Bi destên vala hatim dinyayê,
hemû malê min li devereke din e.

Bilbil im, miskê difiroşim,
bi izna paşayî distirim.
Xezal im,
çergeha min li devereke din e.

Kî dizane ka teyrek çawan im?
Hevrêyek rû-heyvî.
Ji Destpêka Demê ve mest im,
Tasa min ya meyê li devereke din e.

Şêt û şeyda me,
guh nadim gotinên xwe.
Dimeşim welatekî din,
guhên min li devereke din in.

Peyvên razdar nikarim şirove bikim.
Li wê derê agir bi avê venamire,
bi şev û roj gurr e.
Çiraya min li devereke din e.

Ez pirr geriyame,
heft caran li dor dinyayê zivirîme.
Min roniya Mihemedî dît, ya min e.
Mala min li devereke din e.

Ûnis ketiye bin van pûnijan
Û terka dinyayê kiriye.
Çêjek şirîn devê min girtiye,
Ji devereke din hatiye.

Ez ew im, ew ez

Çi ecêbgirtî dimînim
dema ku hindirrê xwe vedikolim
û bi nehîniyê dihesim:

nikarim xwe ji wê
yan wê ji xwe cuda kim.
Ez bûme ew, ew bûye ez.

Hûn jî dikarin
xwe di rewşa min de bibînin.

Li xwe dinerim, wê dibînim.
Li wê dinerim, xwe dibînim.
Ez û ew yek in.
Dizanim kî ye
ku dilê min dadigire.

Ez û yara xwe:
wek du mûyên heman pirçê.

Dûr jî biçim,
dosta min dê her nêzîk be.

Çima êdî her bimeşim,
bi vî û wî alî de bibezim?

Guh nadim yên ku dibêjin:
“Leş ax e.”
Giyana leşî, yarê,
dê rabe bal Xwedê!

Bilbilê baxçeyê evînê me,
Ji nav wî hatime.
Yê bawer neke
nikare wek vê giyanê tê bigihe.

Ji Destpêka Demê ve Mensûr im,
Bo wî hatim vê derê.
Min bisoje, xweliya min
biavêje ber bayî
çimkî ez Rastî me.
Di nav agirî de nabim xwelî,
bi sêdarê ve nayêm xeniqandin.
Gava ku dema min li vir qetiya,
ez rêya xwe bidomînim.

Feqîr bûm, bûm zengîn.
Xwedanê erd û esmanan im,
Serdarê rojhilat û rojavayê me.
Erd û esman bi min dagirtî ne.

Dema ku min li xwe nerî,
Min Xwedê dît.
Berê tirsonek bûm,
Niha ji tirsan rizgar im.

Ûnis, ma kî dikare te bikuje?
Yê ku ruhê dide, wê distîne jî.
Baş dizanim ka kî ye
Serdarê hemû ruh û canan.

Ûnis bi Quranê mest bû

Bi hêza xwe
Yezdan moriyek afirand.
Moriyê pesnê Xwedê da,
ji ber awirê Wî ruxiya.

Yezdan
heft tebeq dinya
ji xweliya moriyê afirandin,
heft esman
ji mija moriyê damezrandin,
heft derya
ji dilopa moriyê çêkirin.

Ji kefa deryayê
Wî çiyayên asê danîn.

Yezdanî Mihemed
Ji dilovaniya xwe
da mirovan,
Elî ji dilnermiya xwe
da bawermendan.

Ma kî dikare
dinyaya neberçav bibîne
eger Quranê nenase?

Ji deryaya moriya Quranê
Ûnisî vexwar
Û mest bû.

Yezdan di çavên te de ye

Ji te rica dikim,
li min binere,
perdeya ji ber rûyê xwe rake.

Ma heyfa çardehî yî?

Xwedê
peyvên ji lêvên te difirrin
bisitirîne!

Didanên te
mîna moriyên li pişt mircanan
lê ji moriyan bihagirantir,
ji berfa spî jî sîstir in.

Bejna te ya bijûn
Wek guliya genimî,
Davên kelîkan e.

Heyva çardehî jî
diheside kevana birûyên te.

Ma yên te bibîne
çawan wek perwanî
xwe neavêje nav agirê evînê?

Herdu çirayên çavên te
giyanî ji min didizin.

Evîndarî
peyvên yarê
kirine bend
li gerdena xwe.

Evîndar
bûye zindanî yarê,
naxwaze serbest bibe.

Çawan
behsa delaliya te bikim?

Yarê,
xwe ji çavnebariyê biparêze!

Gerdena te
ji ya xezalê
ferq nakim.

Ûnis
di çavê te re
Yezdanî dibîne.

Yezdan
Di çavê te de ye
– ma çawan jê dûr kevim?

Termên nazik

Spêdê digerim,
gorran dibînim:
termên nazik
di sînga axa reş de.

Termên di tabûtan de veşartî
di nav axê re rizîne.
Xwîn ji demaran rijiye,
kefen lewitandine.

Gorrên tijî,
gorrên xirabe,
warên wêran,
xaniyên xopan
dibînim.

Ev çi rezalet e?

Ne çergeh şên in,
ne stargehek bo zivistanê
peyda dibe.
Zimanê di devî de
jengarîbûyî
nikare bipeyive.

Ecela yekî
li ser xwarinê,
li ber mestbûnê,
li ber dengê sazê,
li şahiyê
yan di nav êş û janan de
hatiye.

Rojan dibînim:
ji şevan tarîtir in.

Çirîska çavên reş
vemiriye,
rûyê heyva çardehî
hinda bûye.

Destê ku berê sorgul diçinîn
niha ji nav axa reş re ye.

Ecela yekî hinge hatiye
dema ku ji dayika xwe qehiriye:
avêtiye gorrê,
berê wî xwehr e.

Min miriyên hêlayî jî dîtin.

Nalenala giyan e,
Wek agirî dişewitin
– dûxana ji gorrê bilind dibe dibînim.

Dema ku giyanê Ûnisî wan dibîne,
ew tê bal Me û dibêje:
Ji tirsan behecîm,
giyanê min ket ecêbê
dema min termên nazik dîtin.

Bila talan bibe

Min giyana giyanan dît,
bila giyanê talan bibe.
Min kar û xisar hêlan,
gila dikana min talan bibe.

Ji ”xwe” derbas bûm,
gihiştim ”me”,
heliyam nav yarê,
bila şik û guman talan bibe.

Ji ”min” û ”te” kerixîm,
min ji sifreya ”me” xwar.
Min meya ezabê vexwar,
bila stara min talan bibe.

Min dinya hêla, gihiştim yarê.
Dilê min wêran bû,
bi ronahiyê hat dagirtin.
Bila dinyaya min talan bibe.

Min xem û xefet hêlan.
Havîn be yan zivistan – bo min ferq nake.
Min baştirîn baxçe dît,
bila bax_ceyê min talan bibe.

Ûnis, çiqas şirîn dipeyivî,
Ma te hingiv û şekir xwariye?
Min hingivê hingivan dît,
bila şana min talan bibe.

Ev şev ya me ye

Hewceyî rûyê yarê me,
ne malê dinyayê.

Pêdivî giyanê me,
Ne galegotan.

Îşev
şeva qedir û xêran e,
ne lazimî spêdê me:

Bila li min nebe sibe.

Bêhişo,
qedeha meyê dagire:
ne pêwîstî royê Kewserê me!

Em ji den û cerran vexwin jî,
Em serxweş û mest nabin!

Ev şev ya me ye,
Bila nebe sibe.

Veşartina rû li kesên durû

Hilketim ser dara hilûyan
daku tam bikim libên tirî.
Rez ji qehran sincirî, bi kerb pirsî:
“Tu çima gûzan didizî?”

Tometên wî dil li min kir kevir.
Lê xeyidîm, min dijûn gotinê.
Etar lezî nik min, pirsî:
“Ka awêneya ku te dizî?”

Min herrî avêt qazanê,
bi agirê bayê bakur keland.
“De îca ev dê bibe çi?” lomekeran got.
Min dayê tam bikinê.

Min ben lezandin cem terzî,
lê wî li teşiyê nekir.
”Bi lez, bi lez”, wî zêdetir xwest.
”Niha were cawê xwe.”

Min qantir bi rê kirin
daku çengê çivîkê hilgirin.
Lê erebeyan xwe li ber negirt,
Çeng ji cihê xwe neqeliqî.

Mêşê derbek li bazî da,
avêt erdê.
Derewan nakim, ev tev rast e.
Min toza jê rabûyî bi çavên xwe dît.

Min gulaş li gel yekî seqet kir.
Yê bêdest lingê min girt.
Wî ez xistim erdê,
dilê min kuzirand.

Ji Çiyayê Qaf ve
kevirek avêtin min.
Ew bi erdê ket û vejenî,
rûyê min perçiqand.

Masî bi dara spîndarê ve hilket
daku tiloziyan bixwe.
Leglegî cehşek welidand.
Guh bidin van gotinan.

Ez pistîm guhê yê kor,
Yê kerr peyvên min bihîstin,
yê lal gotinên min
ji ser zimanê min ragihandin.

Min gayek ser jê kir, ker kir
lê ew rabû ser lingên xwe,
yê xwîngerm bû, got:
“Bêbexto, te qaza min ser jê kir!”

Ez ê jê xilas nebûma.
Lê pûnijîm ka çi bikim
dema ku etar hat, pirsî:
”Ka pengira te birî?”

Kûselek kor bi rêya xwe ve dikûsî.
Min tirrane pê kirin.
”Kûve dimeşî?” jê pirsîm.
”Ber bi Qeyseriyê ve.”

Ev peyv naşibin yên berê.
Ûnisî ev gotine.
Wî rûyê wateyê niximand,
ji kesên durû veşart.

Jehrê jî dikî derman

Çi bêjim jî,
ji ber te dibêjim.
Kû ve biçim jî,
bo bigihim te
bi rê ve me.

Yê ku te ne-evîne,
leşê bêgiyan e.
Giyan jî
tenê bi evîna te
vedijî.

Perde
Te ji me vedişêre.
Lê ger perde rabe,
herdu dinya
dê hilweşin.

Cin û dêw,
mirov û melek,
hemû afirandî
evîndarên te ne.

Melek û hûrî
xwe li pêş Te
diçemînin.

Jehr jî
di destê Te de
dibe derman,
birînên giyanê
dikewîne.

Hingivî û şekirê jî bixwim,
dê li min bibin jehr
eger Te nenasim.

Min bisitirîne,
ey tek ewlehiya min!

Leşê min
bi sedan hezaran janan
bêt êşandin jî,
zewqa wî dê her zêde bibe
çunkî evîna min
dê wê ezabê jê veşo.

Ne xem e ku
çiyayê Ûnisî
di agirê evînê de
tenê dendikek e
madem ku
erd û esman,
dinya û axret
hemû
ji wê evînê
afirîne.

Peyam bo evîndaran

Peyamekê bigihîne evîndaran:

Werdeka evînê me,
xwe noqî deryaya avê dikim,
dilê xwe gorî evînê dikim.

Avê ji deryayê radikim,
raberî esmanan dikim,
dibim ewr û difûrim,
digihim birca Xwedê.

Vedijenim,
birûsk im,
firîşteyan
ji esmanan dixim.

Serdarê ewran im,
wan dilivînim,
dibim baran,
ji esmanan dibarim.

Min melek dîtin,
ew li kar bûn,
bi stiran û senayan
pesnê Yezdanî didan.

Lê ez Incîl û Quran im.

Mela û alim
dê bibim xwedî
dikan û dîwan.

Lê heşt esman
bo evîndaran in.

Lê ez
Wek Mûsayî
hêbetî û ecêbgirtî me
li serê Çiyayê Sînayî.

Di Dema Afirandinê de
Qelemî nivîsî:
Tenê Yezdan dikare
peyaman bide zindiyan.

Navê min Ûnis e,
Ez şêt û şeyda me.
Rûyê didim erdê,
Xwedê dibînim.

Pesn û sena bo Xwedê

Me meya Xwedê vexwar,
em di re deryaya mezin re derbas bûn.
Pesn û sena bo Xwedê.

Em ji çiyayên hember,
Ji daristanan, ji rezan borîn.
Pesn û sena bo Xwedê.

Em westiyayî bûn lê vejiyan.
Perr û bask bi me ve çêbûn.
Em firîn bi dostanî.
Pesn û sena bo Xwedê.

Me gelek welat dîtin.
Me dersên Taptûkî
di dilên pak de çandin.
Pesn û sena bo Xwedê.

Were nêzîktir, em aşt bibin.
Eger em ne nas bin, da aşna bibin.
Hesp hatine zînkirin, em siwar bibin.
Pesn û sena bo Xwedê.

Zivistanê em gihiştin Anadolê.
Me pirr qencî kir, me xirabî kir.
Dîsa bû bihar, me cardî da rê.
Pesn û sena bo Xwedê.

Ji lemelema kaniyan
em bûn çemek boş,
gihiştin deryayê.
Pesn û sena bo Xwedê.

Li nêzîkî Taptûkî,
kole li ber derazînka wî
Ûnis kojik bû
Lê bo mêweyek gihiştî.
Pesn û sena bo Xwedê.

Yezdan tek stara min e

Yezdanê min,
Dilovan û delalê min,
Tek stara min!

Destên xwe
bi bal te ve dikim,
xwe dispêrim Cenabê Te!

Ecel hatiye,
dema koçê ye.

Her yek ji me
li dora xwe
ji piyala jiyanê ya dagirtî
vedixwe.

Binere,
kefen perritîne,
peyv bêhêz bûne,
giyan ji leşî veqetiye.

Berê xwe didim esmanan,
hildikevim bal Te.
Niha dê çi li min bêt?

Ava balavê
bi agirê leşê min
germ dibe.

Xwişk û bira,
xizm û lêzim
li hindavî min in.

Ji her çav aliyan
dengê duayan tê.

Min dadixin gorrê,
axê diavêjin ser min,
çemberekê li dor gorrê
çêdikin û rûdinin.

Diçin,
ji ser gorrê direvin.

Bila dil binale:
yê ji jinê bûyî
dê bimire jî.

Heft dûjeh,
heft biheşt.

Li ber her yekê
bi sedan hezaran
dikan û bazar.

Melekên mirinê
Munker û Nakir
îfadeyên min digirin,
hezar pirsan dipirsin.

Tu bersiva wan bide,
Yezdanê min!

Derwêş hatine warê me

Gelî hevalan, guh bidin min:
Derwêş hatine warê me.
Bi dilxweşî canê xwe bidinê;
derwêş hatine warê me.

Dema ku mirov rûyê wan dibîne,
mirov nefsbiçûk dibe,
dest bi stirana hişmendiyê dike;
derwêş hatine warê me.

Ew wek teyran difirin,
zivistana xwe li ber behrê diborînin,
mizgîniyê tînin;
derwêş hatine warê me.

Dilê derwêşî
Ji esmanan jî bilindtir dibe.
Rûyê wî mirovî mendehoş dikin;
derwêş hatine warê me.

Ew ji welatê seyid Balûmî hatine,
Dimeşin baxçeyê dostê xwe.
Peyvên şekirî ji zimanê wan diwerin;
derwêş hatine warê me.

Ûnis, tu beniyekî bêmînak î,
Bi tenê yî, bêheval î.
Canê xwe bike gorî;
derwêş hatine warê me.

Derwêşî tiştek ecêb e

Derwêşî tiştek ecêb e.
Berî her tiştî, derwêş hewceyî jiyanê ye.
Dema ku gihişt jiyanê,
êdî bi Xwedê re dibe Yek.

Divê derwêş dev ji malê dinyayê berde,
bibe berdestiyê rastiyê,
xulamê yên ku Xwedê dîtiye.
Eger yek tev biaxêve, nefbiçûk be.

Xwedê ji yê rastîdîtî re dibêje:
“Tu yê Min î.”
Dewlemendiyê dide wî.
Yê sûfî stûna ji erdê ta esmanî ye.

Derwêş peyamê werdigire,
alim û mela nikarin.
Ma ew dê çawa jê fam bikin?
Ev rûpelên nehênî ne.

Ûnis, ger gihiştî rastiyê, nebêje:
“Ez dizanim, ez ê bipeyivim.”
Cibeyê nefsbiçûkiyê neavêje,
Her hewceyî wî yî.

Ji meya evînê mest

Ger neçar bim
bêyî te herim,
nikarim gavekê jî biavêjim.
Bi xêra te
radibim û pêş dikevim.

Dilê, canê min,
hiş û aqilê min
a – bi saya te – nahejin.
Divê giyan perr û baskên xwe veke,
bifirre nik yara xwe.

Yê xwe bihêle,
yar dê wî bike baz,
bibe nêçîrê
kew û werdekan bigire.

Xwedê
hêza hezar Hemzeyan
cide yê sûfî.
Sûfî
çiyayan ji rêya xwe vedide
dimeşe cem yara xwe.

Sedhezar Ferhad
çiya hildikolin,
keviran dipelixînin,
rê li ava jiyanê vedikin.

Evîndar
li ber ava jiyanê
digihin hev.
Suhbeta li ser kaniyê
yên tînî li evînê germ dike.

Evîndarê reben
xwe dispêre Xwedê,
çi bibe, razî ye.
Dilê wî nikare bêt şkandin.

Min dizanî:
yên hatî dê biçin,
yên bicihbûyî dê bibin koçer.
Yên ji meya evînê mestbûyî
Guh nadin hatinê, bicihbûnê.

Canê Ûnisî bi cih nabe,
di ser biheşt û dojehê re difirre,
dimeşe nik yara wî
daku biheliyê.

Bê te dinya zindan e

Ger dinya û axret zindan bin jî,
bo min herdu jî baxçe ne.
Yarê dilovaniya xwe raberî min kiriye,
ne ji xemên dinyayê ditirsim,
ne ji xezeba axretê.

Xizmetkarê wê me,
dipişkivim, sorgul im,
distirim, bilbil im,
dimeşim, mala min gulistan e.

Min çavên yarê dîtin,
li ber piyan bûm toz.
Ev gotin şekir in
lê tenê bo yên têgihiştî.

Dema tam bikî meya evînê,
dest berdî ji malê dinyayê,
bifirrî bal yarê,
herdem mendehoş î,
bênavbirr serxweş.

Bêyî te
Herdu dinya zindan in.
Yê te dinase
Bextiyarek bijare ye.

Ji evînê têr nabim,
peyv ji devê min difirrin.
Ûnis, peyv
rêberên rêvingan in.

Ma bi rastî evîndar î? 

Di rêya evînê de
ger giyanê nekî gorî,
ma bi rastî evîndar î?

Ger neêşî
daku bigihî yarê,
ma bi rastî evîndar î?

Ger bo xurtbûna yarê
hêza xwe nekî qurban,
ma bi rastî evîndar î?

Evîn ne hewceyî şahidan e.
Her giyan nikare hilkeve.

Ger wek pelatînkî
di agirê evînê de neşewitî,
ma bi rastî evîndar î?

Ger dest ji xweşiyan bernedî,
fincana tal ya evînê venexwî,
ma bi rastî evîndar î?

Di rêya ber bi yarê ve
ger ne bibiryar bî,
ma bi rastî evîndar î?

Bi şev û roj
Yezdanê xwe neperêsî,
ma bi rastî evîndar î?

Bise, Ûnis, bisebir be:

Tîrê êşa evînê
Ger dilê te neperritîne,
ma bi rastî evîndar î?

Xwe biavêje ber evînê

Yê xwe biavêje
ber derlingên evînê,
dê ji mirinê xilas bibe.

Ma kî dê bikare
pişta te bişkîne,
ger tenê herfeke evînê jî binasî?

Dema guh bidî evînê,
canê te dê bi rêya wê ve bimeşe.

Ger morî û mircanan dixwazî,
di xizmeta hişmendan de be.

Ûnisê jar,
di destê evînê de
jehr jî derman e.

Bes e ev ilm û irfan,
ev îman û dîndarî.

Bêyî evînê,
ew hemû bêmifa ne!

Li her derê navê Xwedê

Çemên biheştê
stranên pesndana Xwedê dibêjin.
Bilbilên îslamê
navê Xwedê distirin.

Çeqên Tûbeyê
Qur’anê dixwînin, dihejin.
Bêhna navê Xwedê
ji gulên gulistanê jî tê.

Firîşte bereketê belav dikin,
birsiyan têr dikin, tîna tîniyan dişkînin.
Idrîs gulmekên biheştê difesilîne,
navê Xwedê lê didirû.

Pelên zîvîn
ji reh û çeqan
ta gupikên jorîn
bi navê Xwedê geş in.

Bi rûyên heyva çardehî,
bi etira misk û emberî
hûriyên biheştê
bi navê Xwedê dimeşin.

Yê evîndarî Xwedê be
Rondikan dibare.
Yê bi roniya yezdanî hatî dagirtin
navê Xwedê dubare dike.

Çi bixwazî jî, ji Xwedê hêvî bike.
Rêberiyê bike!
Bilbilê evîndarê sorgulê
pesnê navê Xwedê dibêjin.

Dergehên esmanan
ji hêza rehmê vedijenin.
Heşt deriyên biheştê
navê Xwedê vedikin.

Ridwan deriyên girtî vedike,
Idrîs cilên hiheştê didirû,
Kewser meyê dinoşe –
hemû pesnê navê Xwedê didin.

Ûnisê reben, bi tiştê bûyî ve nemîne,
ber bi sibê ve here.
Sibê li pêş rûyê rastiyê
pesnê navê Xwedê bide.

Tu yî tek gencîneya min

Evîndarno, evîndarno!
Evîn dînê min e.

Piştî ku min rûyê yarê dît,
şîniya min bû şahî.

Yar,
xwe dispêrim te.
Tu yî tek gencîneya min,
her û her tenê tu.

Mala giyan û hişî
destpêkê jî li bal te bû.
Dawiyê jî
ez ê li te vegerim.

Rêya min ji te diçe te.
Di te re behsa te dikim.
Dîsa jî nikarim bigihim te.
Hişmendiya te min diheyirîne.

Nebêje: ”Ez ez im,
tu tu yî.”
Nebêje: ”Ev paşa ye,
ew kole ye.”

Dema gihiştim evînê,
dinyayên me bûn yek.
Ger behsa deman bikî,
dê bêjim:
“Îro û sibe yek in.”

Xem xilas bûne,
dil ji jengê pak bûye
çimkî dengê zelal yê yezdanî
ahengek bêdawî dide.

Min ji evînê venerevîne,
naxwazim ji te dûr kevim.
Ger winda bibim,
ez ê bi rêberiya te vegerim.

Te got:
”Here, dinyayê bibîne.”
Ez çûm û min dît
çend mezin û delal e.
Lê evîndarê te me,
her li vedigerim.

Yezdan soz daye beniyên xwe:
“Sibe hûn dê biheştê bibînin.”
Lê sibeya min
îro ye.

Barê Ûnisî giran bû

şev derbas bûye,
Roj derketiye.
Binere, ew çawa diguherin,
ji qudreta yezdanî
yek xwe ji ber ya dî vedide.

Tarîtî kiz dibe,
ronahî dinyayê digire.

Li rastê binere,
rû bike çepê
lê ji rê varê nebe.

Guh bide stiranên firindeyan,
Awayên wan yên cuda-cuda.

Berî ku firinde bibe firinde,
tenê hêkek bû di hêlînê de.
Niha bi dengê yezdanî distire.

Lê di guhên nezanande
dengê wan dişibe qajqaja qazan.

Leş dirize
Lê stirana giyanê
Hildikeve esmanan.

Yê di stiranê bigihe,
Dê xwe bihêle.

Evînê
ez ji min talan kirim,
hişê min çar parçe bû,
her yek bi aliyekî ve.

Barê Ûnisî giran bû
lê nezan bawer dikin
ku sivik e.

Evîn
dilê min dadigire,
çavên min tijî dike.

Rûyê min
geş dibe,
zimanê min
pesnê yarê dide.

Leşê min
wek dara talîjarê
diçirise.
Dûkêl
wek hilma spêdê
jê hildifûre.

Zirx jî nikarin
min ji agirê evînê biparêzin,
mertal jî neşên
xwe li ber tîrên evînê bigirin.

Xwe dispêrim yarê,
bênavbirr gazî min dike:
“Were!”

Ma evîndar

Peyvên te ji devê min dertên

Evîn berz û bilind e,
evîn kevnar û ebedî ye.
Peyvên behsa evînê dikin
xurt û dijwar in.

Yezdan dipeyive,
guh didiyê
dibîne û dide dîtin.
Giyan
xwe di leşî de digire.

Ma çawan
xwe bigihînim peyvan,
bibim hosteyên wan?
Peyv ji te dadinizilin,
dengê te hildigirin.

Zewqa vê dikim:
Ew bûye ez, ez bûme ew
– na, na, ez û ew bûne em,
yek û tek.

Min ji robarê evînê vexwariye,
bi ava şirîn mest bûme.

Kafir jî nikarin
bêjin ku
Ûnis derewan dike.

Ma hê çi dî hêvî bikim? 

Gelî xelk û aleman,
Guh bidin min:

Îro gelek bextiyar im,
evîna min bênimûne ye!

Gava dimeşim,
ew pêrgî min tê.

Gava dipeyivim,
ew bi devê min
dipeyive.

Gava rûdinim,
ew li rex min e.

Ma hê çi dî hêvî bikim?

Êdî bi rêyên dûr naçim,
nameşim, nagihim binecihê.
Min Xwedê di xwe de dît,
– ma lêgerîna li dor bo çi ye?!

Bazirgan
karwanên xwe dikêşin dûr
daku dewlemend bibin.
Lê dewlemendiya min
di min bi xwe de ye
– ma bo çi bimeşim?

Giyanê Ûnisê goyîn
evîn di dilê xwe de dîtiye
– çima li xerîbî û xurbetan lê bigere?

Li binê darê

Rêyê ez birim
ber dareka bilind.
Raza efsûneya te çi ye,
dilê min pirsî.

Çi dixwazî, bi hesreta çi yî,
çima çeqên xwe dirêj dikî?
Wan ber bi xwe dikî?

Were,
bê kîbarî.

Jiyan tenê kêlîkek e.
Dem direve,
dar pîr dibin,
firinde tenê gavekê
li ser guliyan dinîşin.

Ne dûr e ku êdî
dema te jî bi dawî bêt
û qurmê te yê qedîm
bêt birrîn.
Çeqên te
di nav agirî de biqiçqiçin.

Ûnisê goyîn,
hezarcarî ji darê kêmtir:
te çi ye ji dara badilhewa?
Bê xem rêya xwe bidomîne!

Tenê tu

Yar,
tîrê evîna te
dikare kevirî bikelêşe.

Me, zindaniyên evîna te
ne dil dimîne
ne can.

Min
Bi şev
Bi roj
rondik barandin
daku bibim hevparê evîna te.

Her tiştî dihêlim,
xwe disojim
daku bigihim evîna te.

Ne malê dinyayê,
Ne hûriyên axretê
nikarin
agirê evîna te
li min bitemirînin.

Behsa yarê bo we bikim

Guh bidinê,
gelî xelk û alemê:
Ez behsa yara xwe bo we bikim.

Her kêlîkê
bi naz û nûzên nû
min dike benî
û kole.

Berê xwe kû ve bikim,
tenê wê dibînim.
Devê min nagire
ji bilî wê
Behsa ti tiştî bikim.

Hezar salan jî bijîm,
nikarim jê rizgar bibim.
Ketime davê,
nêçîrvanê
ez girtime destê xwe.

Hilmek şirîn
digihe min,
hiş û aqilî
ji min dibe.

Nepirse:
Ew hilm ji kê ye?

Çawan bikarim
behsa wê bo te bikim?
Ew bêmînak e.

Wê soz da min:
“Sibe dikarî min bibînî.”
Lê sibeya min îro ye,
bêsebr im.

Bi şûrê yarê hatime kuştin

Nehatime
daku bimînim.
Etar im,
hatime bazirganiyê bikim.

Nehatime
şertan deynim,
Hatime
te bievînim.

Mendehoş bûme,
ji evînê mest im.
Evîndar
halê min dizanin.

Hatime
daku “min” û ”te” nehêlim,
herduyan bikim ”em”.

Ew mamoste ye,
ez şagird,
Bilbil im li nav gulên wê.

Hatime gulistanê
da bi şadî bistirim.

Giyanên ku li dinyayê
heval bin,
dê li axretê jî
hogir bin.

Ûnis Emre
evîndar e,
bi şûrê yarê
hatiye kuştin.

Hatime
ber derazînka sûfî
daku behsa evînê bikim.

Li Xwedê digerim

Bêhevpa yî,
Yezdanê min!

Gunehên min
bixefirîne,
Dilovanê dilan!

Koleyên yên ten e,
Tu yê wan î.
Tevî ku gunehên wan
giran in jî,
wan bibexşîne,
rake ser pişta Buraqê,
bifirîne esmanan .

Bêfeyde ye
ji nav siltan û bazirganan
li Te digerim.
Ji koşk û bazaran
nikarim te peyda kim.
Dilê rebenan
rawestgeha te ye.

Ne alim im,
ne teqwa me.
Ne xurt im,
ne hêzdar im.

Lê bi dilovaniya Te
rûyê min geş dibe.

Gunehên Ûnisî
Bibexşîne
Wek ku gunehên beniyên xwe
Dibexşînî,
Dilovanê min yê delal!

Diza dilê min

Wê dilê min biriye,
ez ji min hinda kirime,
nikarim êdî li xwe vegerim.

Gelo dawiya min
dê çawan be?

Diza dilê min
li her derê ye.
Dinyaya min
Bi xwe dagirtiye.

Ji bilî wêneyê wê
ji dîtina her tiştî
kor im.

Destpêk û Dawî me

Ez
Destpêk im,
Dawî me.

Rêberê windayan im,
aramiya giyanan im.

Min
Berdewamî peyda kiriye.

Ma kî dikare tê bigihe?

Ma yê kor dê çawan min bibîne?

Xwe di dilan de vedişêrim.

Li Destpêka Danê
Dilop im,
Dinyayê bi derbeyekê dadimezrînim.
Bi hêza xwe sifreyê radixim,
Li dahola evînê dixim.

Min Erd ediland,
Çiya daliqandin,
Tav û Sîber dan esmanan.

Taliyê ez ê wan rakim.

Tişta hê jî ecêbtir:

Baweriyê
Bo evîndaran dadişînim.
Guman, dîn
û rastiya dilan im.

Nivîserê her çar Kitêban im,
Peyva Quranê me.
Tarîtiyê dikim ronahî,
Jiyanê diyarî mirovan dikim.

Dawiyê
Heliyam nav yarê,
Min fermana wê bi cih anî.
Bûm heyranê dinyayê
û wê diparêzim,
baxçevanê dewleta wê me.

Min dest û lingên Hemzeyî
rizgar kirin ,
ew di ser Çiyayê Qaf re
derbas kir.
Ez marê jehredar im,
Li ber Sîmirî vedayî me.

Ne Ûnis e
van gotinan dibêje;
Yezdan e
bi devê wî dipeyive.

Kafir
Ji van gotinan bawer nakin.
Ez Destpêk im,
Dawî me.

Termên nazik

Spêdê digerim,
gorran dibînim:
termên nazik
di sînga axa reş de.

Termên di tabûtan de veşartî
di nav axê re rizîne.
Xwîn ji demaran rijiye,
kefen lewitandine.

Gorrên tijî,
gorrên xirabe,
warên wêran,
xaniyên xopan
dibînim.

Ev çi rezalet e?

Ne çergeh şên in,
ne stargehek bo zivistanê
peyda dibe.
Zimanê di devî de
jengarîbûyî
nikare bipeyive.

Ecela yekî
li ser xwarinê,
li ber mestbûnê,
li ber dengê sazê,
li şahiyê
yan di nav êş û janan de
hatiye.

Rojan dibînim:
ji şevan tarîtir in.

Çirîska çavên reş
vemiriye,
rûyê heyva çardehî
hinda bûye.

Destê ku berê sorgul diçinîn
niha ji nav axa reş re ye.

Ecela yekî hinge hatiye
dema ku ji dayika xwe qehiriye:
avêtiye gorrê,
berê wî xwehr e.

Min miriyên hêlayî jî dîtin.

Nalenala giyan e,
Wek agirî dişewitin
– dûxana ji gorrê bilind dibe dibînim.

Dema ku giyanê Ûnisî wan dibîne,
ew tê bal Me û dibêje:
Ji tirsan behecîm,
giyanê min ket ecêbê
dema min termên nazik dîtin.

Min deriyê Xwedê vekir

Yezdan awirek da min,
Min deriyê Wî vekir.
Ketim ser xezîneyê,
Min morî û mircan werkirin.

Wî taca biserketinê danî ser serê min,
Qedeha evînê raberî min kir.
Giyanê min meya evînê noşî,
Min ronahî ji tarîtiyê ferq kir.

Mest bûm, ketin evînê.
Hê kojik û req bûm
lê evînê ez gihandim,
kirim hevparê fehmê,
min qencî ji xirabiyê ferq kir.

Karê ber û berhem da,
ji nearamiyê rizgar bûm.
Min serê nefsa xwe jê kir,
bi perr û baskan rabûm,
firîm bilindahiyan.

Rêving digihin binecihê,
ger-gerînê dihêlin, bi cih dibin.
Jiyan bi dawî bû, soz hat bicihanîn,
Ta taliyê meşîme.

Ûnisê reben
yara xwe nas kir,
dest ji dil û canê xwe berda.
Dema min Taptuk dît,
Min perdeya razan rakir.

Agirê evînê deryayê difûrîne

Ji evîna te
min hişê xwe hinda kir.

Min çem hêlan,
xwe noqî deryayê kir.

Çirîskek agirê evînê jî
dikare deryayê bifûrîne.

Min xwe avêt agirê evînê.
Agir berbû min, pê sotim.

Giyanê yê evîndarê
ji êş û janan nanale.

Evîn gihişte min,
xem verevîn.

Bilbil bû evîndarê
rûyê sorgulê.

Rûyê te ket ber çavê min,
Min dest bi stiranan kir.

Te ez bi evînê dagirtim,
nefs ji min derket.

Ez darek hişk bûm,
ketibûm ser rê.
Min rûyê te dît,
vejîm, pişkivîm.

Jiyan bayê bezok e

Wek bayê bezok
jiyana min bi lez borî.
Ta min çav neqand û vekir,
ew ji min dûr ket jî.

Xwedê şahidê gotina min e:
Can tenê beniya leşî ye.
Rojekê dê bendan biqetîne
û wek teyrikan ji rekehê bifire.

Ademîzadên reben
wek cotkaran in.
Yek bi ser dikeve, yê dî têk diçe,
tam mîna libên tovê çandî.

Giyanê min dinale,
hinavê min dişewitin
bo yên ku hê xort mirin.
Ew jî wek guliyên negihiştî
hatin dirûn.

Ger seredana nexweşekî bikî,
avekê bidî destî,
dê sibê wî sirpîsax bibînî,
mîna ku meya Xwedê vexwaribe.

Ger rebenekî bibînî,
cilekî bide bedenê,
dê sibê bêt bal te,
mîna ku meya Xwedê vexwaribe.

Ûnis, nê dizanî çi tê gotin:
Li vê dinyayê yên nemir
Xizir û Ilyas in
Ku ava jiyanê vexwariye.

Dîsa hildifûrî, dilo dîn! 

Dîsa hildifûrî, dilo dîn!
Dibî robar.

Dîsa li min diherikin,
hêsir û rondikên xwînewî!

Çima destê min nagihe yarê?
Çima nîne derman bo derdan?

Dûr ketime ji malê –
Kî dê bîne sebra min?

Min hevrêya xwe hinda kir.
Birîna dilî derman nabe.

Hêsir û rondikên xwînewî
dibin çem, dibin robar.

Rê li min asê ye,
her kevir çiyayek e
li pêşiya min.

Çiyayê serberfîn
Keleş in li hemberî min.

Ji yara xwe dûr ketime –
Kî dê bîne sebra?

Ewrek mîna wîşiyan
li gupika çiyayî ye –
pirça xwe veke, ewro,
bo halê min bigirî!

Giyanê Ûnisê mest
Li warê xwe digere,
Tu di xewna xwe de dîtî –
çi bela be jî,
jê bisitirî!

Dil bi derdan dagirtî

Di bi derdan dagirtî ye,
Çav tijî hêsir û rondik in.

Li nêz, li dûr,
ji nav xwemaliyan,
ji bal xerîban
min ti bextreşên wek xwe
li vê dinyayê nedîtin.

Nedin pey qedera min,
xwe ji agirê bêrîkirinê biparêzin!

Zimanê min nagere
Lê çavên min digirîn,
hinavên min dikelin,
stêra min ji esmanan dirije.

Dinalim, taliyê dimirim.

Xelk dê bibêje:
Rebeno mir!
Rojê sêyê dê min rakin,
bi ava bişon.

Ez ê yekî wek xwe
Di gorrê de bibînim.

Ûnisê bextreş,
Derman bo derdê te nîne!
Ez ê reben
Dê dîsa rêya xwe bidomînim.

***

Çavkanî:

— Abdülbaki Gölpınarlı: Divân ve Risâletü’n Nushiyye. Der Yaynıları, İstanbul 2003.
— Grace Martin Smith: The Poetry of Yunus Emre, A Turkish Sufi Poet. University of California Press, Berkeley 1993.

***

Bijartin, wergerandin û venivîsîn: Husein Muhammed, 2005

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s