Rabindranath Tagore: Geliyê giyanê min geş bike

rabindranath-tagore2

Rabindranath Tagore (1861–1941) nivîskar, awazvan, ramanwer û nîgarsazek hindistanî bû. Ew li bajarrê Kalkotayê hat dinyayê û pirraniya jiyana xwe li Bengala wê demê borand lê li gelek derên dinyayê yên derveyî welatê xwe jî gerriya. Wî pêşî bi zimanê bengalî dinivîsî lê paşî wî bi xwe gelek ji berhemên xwe wergerrandin inglîzî. Tagore yekem asyayî bû ku sala 1913ê xelatê Nobel wergirt.

Berhemên Tagore mişe û gelek in. Wî bi xwe zêdeyî 2 000 helbestên xwe kirine stran û awaz bo wan danîne. Ew hê jî li welatê xwe pirr tê hezkirin û bi taybetî bi helbestên xwe yên strandî nemir e.

Tagore bawer dikir ku armanca mezin ya mirovî divê ew be ku xwe û her tiştê heyî – Yezdan jî di nav de – yek û parvenebar bihesibîne. Yekem gav ber bi vê armancê ve ew e ku mirov her kesî ji xwe re bira bihesibîne. Evînek kûr hemberî siriştê û hemû jiyanê ji helbestên wî diyar e.

Dema Tagore helbestên xwe ji bengalî dikirin inglîzî, pirraniya wan kurt dikirin û carine çend ji wan digihandin hev û dikirin yek helbest. Loma carine dijwar e bêt zanîn ka kîj helbesta bengalî serekaniya ya inglîzî ye. „Dixwazim dil û kakila helbestên xwe yên bengalî bidim wergerrên wan yên inglîzî… Helbestên min yên inglîzî ne kopiyên lê teyisokên yên bengalî ne“, Tagore nivîsiye.

Helbestên vê berhevokê sala 2006-ê ji sê dîwanên wî yên inglîzî hatine wergirtin û wergerrandin: Fruit-Gathering (çapa yekem 1916), Lover’s Gift and Crossing (1918) û Fireflies (1928).

Vekin û bixwînin

***


Were li nav baxê min bigerre

Were li nav baxê min bigerre, yar!
Bimeşe di ber gulan re
yên ku bi peroşî dixwazin
te bi xwe bihesînin.
Di ber wan re bibore
lê raweste
ger bi pîşatî
hest bi lerzek coşê bikî
ku tavilê mîna hingura êvarê
xwiya dibe
û dîsan xwe vedişêre.

Jixwe evîn şermîn e,
navê xwe nabêje,
xwe di nav tarîtiyê re dixîfîne
daku lerzek coşê biavêje ser tozê.

Ger xwe neavêjiyê,
dê êdî qet nekeve destê te!

Lê diyariya ku ew bide te jî
tenê kulîlkek kêlîkekê
yan jî çirûskek çirayekê ye.

 

 

 

 

 

 

 

Birûskên bi kerb vediweşin

Rojek nixte û xumamî ye.

Birûskên bi kerb gurzên xwe
di nav perdeyên perritî yên ewran re
vediweşînin.

Daristan mîna şêrek êsîr e
ku ji neçariya xwe
porrê xwe dihejîne

Ba baskên xwe di min werdikin.

Rê bide rojek wiha
xwe biavêjim hêminiya himêza te

ji ber ku esmanê xembar
barê bêkesiya min giran kiriye

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Te agirê jana xwe ji min re şand

Baş bû, yara min, baş e
ku te agirê jana xwe
ji min re şand
çimkî pixûra min bêbêhn e
ta ku neşewite
û ronahî ji çiraya min nayê
hindî ku agirê wê nehatibe vêxistin.

Dema canê min
ji ber sarmayê qerrimî be,
tenê birûska evîna te
dikare wî vejîne.

Û tarîtiya ku perde daye ber dinyaya min
dê mîna pêtalekê bibe gurrmijek agirî
dema bahoza te wê hilke.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Evîndarê beravan

Evîndarê berava xîzî bûm
ya ku di gerravkên wê yên bi tenê de
waqe-waqa werdekan bû
û kûsiyan xwe lê dida ber tavê;
berava ku belemên masîgirên rêwinda
xwe lê dida ber stara qamîşên borr û bilind.

Te ji berava bi dar hez dikir
ya ku himêza dehlûdirrên wê
sîber dida,
û jinî bi cerrikên xwe
bi rêkên wê yên çepûçûrr ve dimeşîn.

Heman çem
di navbera min û te re diherrikî
û eynî stran
ji herdu beravan re digot.

Min guhdariya wê dikir
dema bi tenê
di nav xîzî de paldayî bûm.

Û te jî guhdariya wê dikir
dema li destpêka rojhilatinê
li kinarî avê rûniştî bûyî.

Lê ew peyvên ku min bîstin
nehatin guhê te.
Û razên ku robarî raberî te kirin
li min her veşartî man.

 

 

 

 

Baberrika stranên xwe vedikim

Ba tê, baberrika stranên xwe vedikim;
rêbero, dest biavêje gêrrinî.

Belema min ji bîriya azadiyê direcife
û dixwaze li ber awazên pêlan semayê bike.

Roj çûye ava, êdî êvar e.

Dostên ku li vê beravê li gel min bûn
bi rê ketine û çûne.

Werîsî veke û lengerê hilde,
em ê li ber roniya stêran
belema xwe li deryayê biseyirînin.

Ba bûye awaz li vê kêlîka birêketinê;
rêbero, dest biavêje gêrrinî.

Pêlên ku esmanan himêz dikin

Ey pêl,
pêlên ku esmanan himêz dikin,
çirîskan ji ronahiyê vedijenînin,
semayê bi jînê dikin,
pêlên babelîskên kêf û şahiyê,
pêlên her bi bahoz!

Li rûyê wan stêr hêskanê dikin;
ji kûrahiya wan
ramanin ji hemû cûnan
xwe li berava evînê didin.

Li ber rîtma wan
jiyan û mirin
radibin û datên
û qaqlîbazê dilê min
çeng û baskên xwe vedike,
ji kêfê diqîje.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Guh bidê, dilo! 

Guh bidê, dilo, bihna gulên beyar,
pelên biriqdar, teyisîna avê
û sîberên bi vize-viza mêşhingan dagirtî
bi bilûra wê distirin.

Bilûr bişirekê ji lêvên yara min didize
û li hemû jiyana min belav dike.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tenê tu dikarî min têr bikî

Ez ê her birçî bim
ger hemû esman û stêrên xwe,
dinya û giş dewlemendiyên xwe
mal û milkê min bin.

Lê ez ê her têr bim
ger tenê tu ya min bî.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Reşika xelkê, sîsa min

Li gund cîran dibêjin ew rengtarî ye
lê li ber dilê min ew sosin e,
belê, sosin e tevî ku ne spî be jî.

Tav di nav perdeyên ewran re diçirisî
dema min yekem car ew li nav zeviyê dît.
Pirça wê berdayî bû, serpoşk jê ketibû,
kezî bi piştê de şorr dibûn.

Belkî wek gundî dibêjin reş e
lê min çavên wê yên reş dîtine
û pê dilşa bûme.

Ba dikir bibe bahoz.
Ew ji xanîkê xwe derket
dema bihîst ku mangeya wê ya belek
ji tirsan diorrî.
Kêlîkekê çavên xwe yên gir
ber bi esmanan ve kirin
û bi lerza baranê ya li esmanan hesî.

Ez li kujiyê zeviya birincî sekinî bûm
gelo wê hay ji min bû
(tenê ew dizane û belkî ez jî)

Ew rengtarî ye mîna barankên havînê,
tarî wek siya daristanên xemildar,
tarî ye wek hesreta evînek nenas
li şevek bîrîdar ya gulanê.

 

 

 

 

 

Bêxew bendewarî te me

Ji mêj ve ye bêxew çaverêyî te me;
tevî ku nehatî jî,
dîsan bendewariya li te şirîn e.

Çavên min li barana reş
hêvîdarî hatina te ne;
ger hêviya min nebe rastî jî,
dîsan hêviyek şirîn e.

Xelk ji bal min diçin ser rêya xwe;
tevî ku bi tenê dimînim jî,
dîsan dengê gavên te
li guhên min şirîn e.

Payiz tevnê mijên xwe dirêse,
rûyê wê yê bihesret miradekê dixe dilê min;
ger mirada min hasil nebe jî,
dîsan ew jan li min şirîn e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bihar ketiye nav dil û hinavên min

Bihar
bi gul û pelên xwe
ketiye nav dil û hinavên min.

Mêş lê li ser taştê vize-vizê dikin
û ba bi tiralî li gel siyan dilîzin.

Kaniyek şirîn pişkiviye dilê min,
şadî mîna xunavên spêdeyan rûyê min vedişo
û bejna min wek têlên awazder yên sazê bi jiyanê
dijene.

Ma li dema avrabûnê
dê bi tenê li berava jiyana min bimeşî,
ey evîna rojên min yên ebedî?

Ma xewnên min
mîna perwaneyên şevê yên bi baskên rengîn
li dor te dipirrpirrin?

û stiranên te
di tarîgehên bûneweriya min de
deng vedidin?

Ma kî ji bilî te dikare
kêlîkên dagirtî bibîze,
bi lorîna ku îro di demarên min de dijene bihese;
kî dikare haydar bibe ji pêngavên şadiyê
yên ku di sîngê min de semayê dikin;
kî dê li hewara jiyanê were
dema perr û baskên xwe di min de dijenîne?

 

 

 

 

Çi hebû, min raberî te kir

Çi hebû min kir tirarê xwe
û raberî te kir.

Pa sibê çi bikim,
sibê çi danim ber piyên te?

Mîna darekê me
ya ku piştî havînê
çeqên xwe yên rûtbûyî hildide
û li esmanan dinere.

Lê ma di nav hemî diyariyên min de
gulek bi tenê jî nîne
ku bi çemê rondikan
bûbe nemir û neçilmis?

Gelo ew tê bîra te,
gelo ez ê spasiyê di çavên te de bibînim
dema li dawiya havînê
destvala li ber te bisekinim?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Spêdeya payizê

Spêdeya payizê
bi ronahiya zelal dagirtî ye.

Ger awaza te li hev neyê
û çirîska xwe winda kiribe,
kêlîkekê bilûra xwe bide min.

Ez ê tenê car-car lê dim
dema kêfa min lê de –
wek din ez ê bihêlim vehese.

Ez ê carine
lêvên xwe bigihînimê
û geh jî
danim ser giyayê li rex xwe.

Lê di bêpêjniya pîroz ya êvarê de
ez ê kulîlkan berhev bikim
û bilûra te bi gulan biniximînim;
ez ê lehiya bênên xweş lê bibarînim
û çiraya xwe lê bikim ronahî
û biperêsim.

Li gel hatina şevê
ez ê bigihim bal te
û bilûrê arasteyî te bikim.

Tu ê bi wê
dengê muzîka nîva şevê bilind bikî
dema nîv-heyv
di nav stêristanê re derbaz dibe.

 

 

 

 

Peyamberan konê xwe li esmanan vedaye

Peyamberên bahoza dûr
konê xwe yê ji ewran
li esmanan vedaye,
tava rojê hatiye kizkirin
û di nav siyên bêpêjn yên daristanê de
hewa ji rondikan şil e.

Xemek aram
di dilê min de ye,
xwe bêdeng dike
wek saz di destê hosteyî de
berî destpêkirina awazê.

Cîhana min bêdeng
bendewarî janekê ye
ku tu ê pê re
têkevî jiyana min.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ronahiya çiraya te li rûyê min dide

Dema ku çiraya xwe bilind dikî,
ronahiya wê li rûyê min dide
û siya wê li te.

Dema çiraya evînê di dilê xwe de bilind dikim,
ew te ron dike
û ez li nav siyê sekinî dimînim.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pencereya dilê min vebû

Tavilê vê spêdeyê
pencera dilê min
vebû dilê te.

Mat mam
dema min dît
ku navê tu pê gazî min dikî
li ser pel û kulîlkên axlêveyê nivîsandî bû,
û mit rûniştim.

Perdeya ku stranên min
ji yên te cuda dike
kêlîkekê xwe veda aliyekî.

Min dît ku ronahiya spêdeya te
miştî stranên lal e,
stranên nestrandî mayî.

Ramîm ku dê demek were
ku wan li ber piyên te binasim
– û mit rûniştim.

 

 

 

 

 

 

 

 

Kî ye şiyar? 

Kî ye şiyar,
tikîtenê
li rûyê vê dinyaya xewar,
di nav pelên bêliv de di xew çûyî?

Kî ye şiyar
di hêlînên bêpêjn yên balindeyan,
di bişkojên gulan
di bin pelên perde ve?

Kî ye şiyar
di stêrên lerizok yên şevê de,
di jiyana di hinavên min de?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Te deriyê baxçeyê xwedayan vekir

Dema carekê ji mêjan
te deriyê başûr yê baxçeyê xwedayan vekir
û dahatî nav ciwaniya pêşîn ya dinyayê,
Biharê,
hingê jin û mêr
bi ken û dîlanê
ji malên xwe bezîn derê
û bi kêf û zewqê mendehoşbûyî
kulîlk bi serê hev de werkirin.

Sal li pey salê
li gel xwe heman gulan tînî
yên ku te wê axlêveya zû
li ser rêya xwe belav kirin.

Loma hê jî bêna wan rojan jê tê
yên ku bûne xew – xem
ya ku dinyayên dêrîn li pey xwe hiştiye.

Li gel bayên xwe çîrrokin evînî tînî,
çirrokin ku êdî ti zimanê mirovan nanase.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hêviyên rojê vedigerin ber finda êvarê

Êvarê
dema ku dengûdor dimire,
seqa bi xuşîna deryayê tê dagirtin.

Hêviyên rojê
yên ku bê armanc digerrîn
bo vehesînê vedigerrin ber finda êvarê.

Agirê evînê
dibe peristinek jidil,
robarê jînê xwe ji rû digihîne kûrahiyê
û dinyaya dirûvan
winda dibe nav bedewiyê
ya ku di ser hemû şikl û dirûvan re ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Biheşt dixwaze li vê dinyayê şên bibe

”Biheşt li kû ye?” ji min dipirsî, lawê min
– zana ji me re dibêjin
ku ew li derî jîn û mirinê ye
û li wir şev û roj mîna hev in
û ew ne wek vê dinyayê ye.

Lê helbestvanê te dizane
ku biheşt
herdem hewceyî dem û deran e
û bi berdewamî dixwaze
di nav axa biber ya vê dinyayê de şên bibe.

Mirada wê
di bûna te de hasil bûye,
lawê min, di dilê te yê xurt de.

Derya bi coşî li dehola xwe dide,
kulîlk dest bi govenda xwe dikin
û te radimûsin

çimkî biheşt di te de welidiye,
di himêza dinyaya dayik de.

 

 

 

 

 

 

 

 

Hatim da destê xwe bidî min

Hatim nik te
daku dest bidî min
berî ku dest bi roja xwe bikim.

Bîskekê
awirên xwe
li çavên min bihêle.

Piştrastiya hevkariyê
bide min,
yar!

Dilê min
bi mûzîkê dagire
da bikarim di çolistana dengan re derbaz bibim.

Bila tava evîna te
gupikên ramanên min ramûse
û geliyê giyanê min geş bike.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Jiyan li gencatî û pîriyê

Li gencatiyê
jiyana min gul bû,
gula ku pelek – du ji bereketa xwe didan
bêyî ku hay jî jê bibe
dema bayê biharê
li ber derî
li xwazgîniyan bû.

Niha ku gencatî derbaz bûye,
jiyana min
mîna mêweyekê ye
ku xwe bo siberojê paş naxe:
amade ye xwe bide,
giş giraniya şirîniya xwe bide.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nemirî

Dema mirin bêt
û bipiste guhê min:
”Dema te bi dawî hatiye”,
bihêlin ez bêjimê:
„Ne tenê di demê de
lê di evînê de jî jiyame.“

Ew ê bipirse:
„Ma stranên te dê bimînin?“

Ez ê bêjim: „Wê nizanim
lê vê baş dizanim:
dema distirim,
hest pê dikim
ku min ebediya xwe peyda kiriye.“

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rê winda dibin

Winda dibim
li derên ku rê hatine avakirin.

Li deryayan, li esmanê şîn
ti şopên çerxan nînin.

Rê di bin çengên çivîkan de,
di bin çirîskên stêran û kulîlkên gulan ve diniximin.

Û ez ji dilê xwe dipirsim
ka gelo di demarên wî de
di hişmendiya rêya nediyar çi diherrike.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Evîna şehwetî naxwazim

Naxwazim evîna şehwetî
ya ku kêlîkekê ji sebir nake
lê mîna meya fûrok e
ya ku amana xwe dişkîne
û di gavekê de dirije.

Hêvî dikim evînek pak û hênik
mîna baranê ya ku xwe diyarî axa tî dike
û cerrikên li ber sivandeyên xanîkan dadigire.

Hêvî dikim evînekê
ya ku biherrike kakila hebûnê
û ji wir mîna şileyek nediyar
belav bibe hemû çeqên dara jiyanê
û kulîlk û mêweyan bidiyê.

Hêvî dikim evînekê
ya ku bikarim xwe bispêrim
bêpêjniya wê
û aram bibim.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bi kelekê di ser demê re

Ewrî ji min re got: „Ez ê winda bidim.“
Şevê got: ”Ez ê ji rêya rojê rabim.”
Janê got: “Wek dewsa piyan jî namînim.”

“Bi mirinê ez ê bikemilim”, jiyana min got.
Dinyayê got: “Ronahiya min
herdem dê ramanên te ramûsin.”

„Dem dê bibore“, Evînê got,
“lê ez ê her li benda te bimînim.“

Mirinê got: „Ez ê te bi kelekê
di ser deryayê re derbaz bikim

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s