Bo te ji welatekî dûr dinivîsim

helbest

Vekin û bixwînin

Ziman, edalet, evîn û geşbînî

“Zimanê min yê dilsoz, min xizmeta te kiriye, bi şevan kûpên rengîn danîne ber te da ku di veşartgeha dilê min de bimînin kaj û kulî û sûsk… Tu welatê min bûyî ji ber ku min ti welatên din tine bûn.”

Helbesta destpêkê ya vê berhevoka me ya helbestên cîhanê bi van gotinan dest pê dike. Nivîskarê wê, Czesław Miłoszê polonî, zimanê xwe wek tek war û welatê xwe dibîne. Qedera wî ne ji ya gelek kurdînivîsan cuda ye: bi salan bêwar û aware dûrî welat û welatiyên xwe, ji hevzimanên xwe veqetandî lê dîsa jî bi zimanê xwe ve girêdayî.

Felekê heman tişt aniye serê vebijêr û wergêrê van helbestan jî: hê heftsalî bûm dema ku sala 1988ê ji warê babûkalên xwe hatim dûrxistin û niha li welatekî dijîm ku kesên bi kurmancî bixwînin ên li vê derê heyî dikarin bi tiliyên du destan werin hejmartin. Lê dîsa jî ev ziman tek rist û ben e ku min bi war û welatê min ve girê dide. Yan jî ya rasttir: tek war û welat e ku min heye.

Dil dike ku li cihê dirêjkirina pêşgotinê, hê jî rê bidim Miłosz: “Ji ber ku tu zimanê kesên serşor î, zimanê bêhişan î, zimanê gelê ku belkî ji gelên din zêdetir ji xwe nefret dike, zimanê casûsan î, zimanê kesên ji bêgunehiya xwe nexweş, zimanê har û hêçan.”

Dikim-nakim nikarim bi temamî bêşik bim ku ew behsa zimanê xwe polonî dike û ne behsa kurdî dike. Bi rastî ev gotinên wî zêdetir xîtabî kurdiya bêxwedî û kurdên bextreş dikin.

Lê ne tenê zimanê min hewceyî min e. Ez bi xwe jî bê wî nikarim bijîm. Dîsa ravekerê hestên min yên kûr Miłosz bila kerem bike: “Zimanê min yê dilsoz, ma kî dizane, belkî qeder ew be ku ez im yê ku bikare te biparêze. Loma tasan li ber te rêz dikim, tasên bi rengên geş û zelal ji ber ku di nav hejariyê de pêwîstî bi aheng û bedewiyê heye.”

Lê ev berhevok, berevajî gilî û gazinên herdemî yên me kurdan, ne tenê bi kul û kovanan dagirtiye. Dîsa jî Miłosz nahêle em ji bîr bikin: “Hey tu, yê ku te neheqî li mirovekî sade kir… hest pê neke ku tu bi ewlehî dijî. Ji bîra helbestvanî naçe… Bo te çêtir e spêdeyeke sar ya zivistanê û werîsekî bi çeqekî darê yê çemiyayî ve.”

Ziman û edalet du mijarên bingehîn in lê ji wan jî giringtir evîn û geşbînî ne. Peyamberên van yên pêşîn di vê berhevokê de Xelîl Cibranê libnanî û Violeta Parraya şîlî ne. Cibran kerem dike: “Ji hev hez bikin lê evînê bo xwe nekin bend. Bila evîn deryayeke pêldar be di navbera beravên giyanê we de.”

Û Parra difermo: “Spas bo jiyanê, wê gelek da min. Du çira dan min, pê ronahî û tarîtiyê ji hev ferq dikim, esmanê bilind û banê wî yê stêrdar dibînim, pê ji nav koma mirovan li mêrê bi dilê xwe digerim.”

* * *

Mebesta vê antolojiya helbestên cîhanê ew e ku piralîtiya hunera helbestan bi 200 nimûneyan pêşkêşî xwendevanên kurdî bike. Heta ji min hatiye min hewl daye ku nivîskarên ji neteweyên cuda, ji serdemên cihê û yên bi stîl û şêwazên ciyawaz dinivîsin bînim ba hev. Loma di nav helbestan de hin yên nûjen, hin kevnar, hin ji mezinan û hin jî ji xort û ciwanan re ne lê mezin jî dikarin wan bixwînin û pê şa bibin.

Helbestên ku bi ingilîzî, erebî, farisî, fînî û soranî hatine nivîsîn, yekser anku dîrek ji wan zimanan hatine wergerandin. Yên fransî û almanî ji ingilîzî hatine wergerandin, lê ji ber ku têra xwe ji wan zimanan fêm dikim, min çapên wan yên orijînal jî li ber çavan girtine. Helbestên ji zimanên din li ber du wergeran – yên ingilîzî û yên fînî – hatine wergerandin. Tenê eger nakokî di navbera çapên ingilîzî û fînî de tine be, min ew wergerandine. Loma şaşiyên mihtemel dê ne binasên (xetayên, sûcên) çapên ingilîzî û fînî lê li ser berpirsiyariya min bi xwe bin. Di nivîseke ku di berhevoka çîrokan, ya ku dê hevdem li gel vê berhevoka helbestan were weşandin de, bi dirêjahî behsa prensîpên xwe yên wergerandinê dikim.

Bi ti awayî idia nakim ku ev berhevoka 200-rûpelî bikare bi piralî hemû berhemên hêja yên wêjeya cîhanê bi xwendevanan bide nasîn. Lê armanca vê têkoşînê ew bûye ku deriyên fireh li ber wergerandina kurdî veke. Ev helbest tenê çend nimûne ne daku em bibînin ku em dikarin bi wergerê çawa xwe bigihînin berhemên hêja.

Hêvîdar im ku xwendevan me ji dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe bêpar nehêlin.

Wergêr

Vekin û bixwînin

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s