Vekin û bixwînin
Pêşgotin
”Ev gorr
tawana babê min e dijî min.
Min tawan dijî ti kesî nekir.”
(nivîsa li ser kêla el-Me’erriyê ku bêdûnde mir)
Ebû l-‘Ela el-Me’errî (أبو العلاء المعري), 973 – 1057, helbestvan û fîlozofek mezin yê ereb bû ku bi hostetiya helbestên xwe û herwiha bi reşbîniya xwe gelek navdar e.
Ew li Sûriyeya niha hat jiyanê û wî di pêncsaliya xwe de ji ber gurrîbûnê (xurîtiyê) bînahiya çavên xwe winda kir û kor bû. Lê wî tevî korahiya xwe jî li Helebê, Antakyayê û hin deverên din yên Sûriyê xwend û bû ramanwerek azad, fîlozof û helbestvanek navdar yê gerrok lê taliya jiyana xwe dîsa li bajarokê xwe yê Me’eret el-Nu’man vegerî û ta mirina xwe li wê derê di bêdengiyê de ma.
Di gerra xwe ya li Bexdayê de wî gelek peyrew (mirîd) bo xwe peyda kirin dema ku wane (ders) li ser felsefeyê, rêzimanê û hişmendiyê didan. Yek ji giringtirîn mijarên wî ew bû ku divê mirov li şûna edet, bawerî û desthilatê bo xwe hişmendiyê bike rêber.
El-Me’errî digot ku dîn (ol) ”çîrokên bavûkalan in” û mifayê wan tenê bo xapînerên dîndarên xeşîm heye. Wî hemî îdia û angaştên îslamê û dînên dî red dikirin:
”Bawer nekin ku gotinên pêxemberan rast in: hemû çîrok in. Mirov bi xweşî dijiyan ta ku ew hatin û jiyan herimand. Pirtûkên pîroz tenê berhevokên çîrokên bêwate ne ku her serdem dikare biafirîne û bi rastî diafirîne jî.”
El-Me’errî gelek rikn û baweriyên îslamê bi dijwarî rexne dikirin. Bo nimûne, wî digot ku “hec sefera kafiran e”. Wî bawer dikir ku maçkirina Berê Reş tiştekî bêaqilane ye û tenê kêrî wan serhişkan tê yên ku dixwazin baweriyên xwe bi şûran li ser xelkê ferz bikin.
Yek ji helbestên wî, vê bêdîniya wî baş ravedike:
Ew hemî şaş in – misilman, file, cihû û magî:
Di nav hemû miletan de du cûn mirov hene:
yek jê hişmendên bêdîn,
yên dî dîndarên bêhiş
El-Me’errî du dîwanên helbestan hene, yek bi navê Agirê Êzingan û ya dî Pêwîstiya Nepêwîst e. Ew herwiha bi pirtûka xwe ya felsefî Bexşînname navdar e. Wî herwiha pirtûkek helbestan ya bi şêwaza Qur’anê nivîsiye. Hinek lêkoler bawer dikin ku wî bi vê berhemê hewl daye nîşan bide ku zimanê Qur’anê ne tiştek ecêb yan yekta (unîk) e û her kesa/ê zîrek dikare wisan binivîse.
Li aliyekî dî, mirov dikare nakokî û dubendiyê di helbestên wî bi xwe de jî – wek di helbestên gelek şaîrên dî jî yên mezin de – bibîne. Bo nimûne, wiha dibêje:
Girî dê bibe keyf.
Ger bikenî, encam diyar e:
çavên te dê bibin lehiya rondikan.
Xorto, zewqê bi jiyana xwe dike.
Ehmeq e! Nizane ku nîrkirî ye
û bendewarî daliqandinê ye.
Tek tiştê her berdewam di helbestên wî de xemgînî û reşbîniya wî ye.
Min xwest piştî Mewlana Celaledînê Rûmî, Se’diyê Şîrazî, Omer Xeyam, Yûnis Emre û Ebû Niwas, bi vê gulbijêrka helbestên el-Me’errî xeleka wergerandina şaîr û nivîskarên mezin yên klasîk yên Rojhilata Navîn bidomînim. Kerem bikin van helbestan bi venivîsînek nûjen bixwînin.
Husein Muhammed, 2008
——————————————————–
Em hemû zalim in
Gen û gemar
ji her afirandî dibare.
Xezeb serdara dinyayê ye;
kerb û kîn serkêşên me hemûyan in,
ta pêşengên pîrejina teşîrês in jî.
Her yek ji me
di dilê xwe de stemkar e.
Lê dinya bi xwe
ji dûndeha xwe jî dirrindetir e.
Çill û çepel be!
Wek hevdemiyên xwe
tu jî çikûd û çepel be.
Xwe ehmeq bike
ji ber ku zemanê te jî ehmeq e.
Xelk xirab e.
Têjikî xwe venaye
daku şêrî biperritîne.
şêr têjikên xwe dixwe.
Ger li yekî qenc digerî
daku wî xelat bikî,
dest jê berde; peyda nabe.
Malê xwe bi xwe bixwe!
Mirov gur û rûvî ne
Hêviya rojek xweş bo te dike
– derewan dike!
Baştir e ku li ber devê şêrî bî,
ne nêzîkî wî.
Digerî
daku xêrê ji mirovan bibînî.
Ya bixêrtir ew e
ku xwe ji wan dûr bixî.
Çima ji wan narevî?
Hemû rûviyên reyok in,
giş gurên gewr in.
Bi sebrê
serî ji belayan bistîne.
Ger ew xirabiyê dikin,
ma ne tu xirabtir dikî?
Her êvar û sihar
berê te li bêbextiyan e,
şevên te bi şerr in
û rojên te ne jê şerîftir in.
Qeda û belayên qederê
behrek berfireh û bêbin in.
Yê ji tînan dimire jî,
ji pêlên wê xilas nabe.
Kes qenciyê naxwaze
Qencî geş e
Lê kes naleziyê.
Xirabî tarî ye
Lê kes jê nareve.
Belê, ew dê li te bibişirin
ger bi derewan pesnê wan bidî
Peyvek rast jî bibêjî,
dê har bibin,
keviran li te bibarînin.
Tenê bi rûtehliyê
dikarî xwe ji wan biparêzî.
Ger şirîn bî,
dê te bixwin!
Mêr wek meşkê ye
Dema kesek dimire
û tê binaxkirin,
xanîkê wî dê tabûtek textîn be,
ne bilind, ne jî berfireh.
Lê hûn bela xwe ji miriyan vekin:
ax û toz heval û hogirên wan in,
baştirîn dost in ku peyda dibin.
Leş bi xwe ax û xwelî ye.
Ya baş ew e ku bêt avdan:
dua bikin ku ewr darijin!
Bedewtirîn û keşxetirîn kes jî ji me
dê rojekê bibe ax:
tema hema dît ku reng lê nemaye.
Mîna hev in:
zelamê zengîn yê mirî
û meşka kevn ya perritî.
Keyf û kenînê bihêle,
hefza xwe ji wan bike!
Ma nabînî:
ew jî bi birûskan dikenin
lê paşî robarên rondikan dirijînin.
Helbest tek dûndeha min in
Mirov ji çar hîman
hatiye çêkirin
û ketiye
ber bextê heft stêran.
Dema e di gorra xwe de radizim,
helbestên min bixwîne.
Ew tek dûndeha danerê xwe ne.
Mak û dayik wek hev in
Dayika dilovan
û mêkew.
Herdu mîna hev in.
Yek zarokê xwe di dergûşê de têr dike,
ya din çuçelkên xwe di hêlînê de xwedî dike.
Ti car dest neavêje kêrê,
nekuje çivîka biçûk
ya ku li hindava hêlînê
xwe li gavên pêşîn diceribîne.
Ke’beya pûtperêsan
Kevirê Reş yê Ke´bê jî
tenê bermayiyek pûtperêsan e.
Dost û dirawsêyan dinalînî
Ehmeqo, xwe teqwa dihesibînî?
Bi navê Xwedê sond dixwî.
Lê te teqwatî bi çavan jî nedîtiye.
Rast e ku diçî mizgefta Xwedê
lê hevalên te, cîranên te
ji derdê te dinalin.
Baştirîn diyariya felekê
Baştirîn diyariya felekê
ew e ku ti diyariyê nede.
Bi destekî dide,
bi yê din distîne.
Baştir e jîna xizanî
ji bêr û bereketan.
Kincirrek perritî
ji hewranê paşayan binirxtir e.
Felek dê belayekê bişîne
– baş dizanim –
ku dê stêran
ji eniya şevê bişelîne.
Tevî ku geşiya stêran
ji demên berî Nûh û Ademî ye,
kes nabêje ku kevn e.
Gelî mirovan
yên ku li ilmên xwe diramin!
Ilmê min ji hemûyan baştir e:
ji mirovan birevin.
Dem tabûta bûyeran e
Dem
tabûta bûyeran e.
Dema qepax tê rakirin
naverrok diyar dibe.
Dem
helbestek e
ku ne hewce ye
li kafiyeyên xwe bigerre.
Şev
zarrokên xwe nanasin:
nedilezin
ne jî dikûsin.
Tîrên demê
betal nafirrin.
Xwedê wan dizivirrîne
hedefên wan.
Çi tiştê wergirtibe
tev deyn e.
Tenê yê dîn yan ehmeq
dê pê şad bibe.
Xwezî mirinê zarok di welidînê de standiba
Xwezî mirinê zarrok
hê di welidînê de standiban
berî ku dayik bigihin
bi bersîngê xwe bimêjînin.
Bi gotinên bêgotin
zarrok dê ji diya xwe re bigota:
Min dê tenê jan û bela
bidaya te.
Dîn û bêdînî
Dîn û bêdînî,
çîrokên Qur’an,
Incîl û Tewratê,
her komê
çîrokên xwe yên hewante hene
û bi çavkorî jê bawer dikin…
Ma te dîtiye ku
Hema parek rastiyê jî
Li bal wan peyda bûye?
Dîn ne ji dil lê ji derdorê ye
Di civatê de zarok
perwerdeyî dînê dêbabên xwe tên kirin.
Dînê ku mirov fêr dibe,
mirov ne ji hişê xwe
lê ji derdorên xwe digire.
Çavdêrên zarokên ecem jî
zarokên xwe
hînî dînê zerdeştî dikin.
Dinya dîl e
Vê dinyayê
dîlê du zindanan dibînim.
êsîra paşeroj û pêşerojê ye,
di du bendîxaneyan ve
beniya dem û derê ye.
Dema em mebesta Xwedê dipirsin,
kesek bbi peyvên şêlî,
bi gotinên famnebar
bersiva me dide.
Hûn pesnê Xwedê didin lê…
Bi devê xwe
hûn pesnê Xwedê didin.
Lê dil û canê we
li tiştek tam cuda ye.
Bi sond:
Pîroznameyên we
rêya rast ron nakin.
Yekxwedaperês şaş in,
file bê rêber in,
cihû mat mane
û zerdeştî rêhinda ne.
Li dinyayê tenê du cûn mirov hene:
yên hişmend lê bêdîn
û yên dîndar lê bêhişmendiyê bêpar.
Bi jiyanê ve kerrixîme
Bi jiyanê ve kerrixîme
– were bibe mêvana min, mirin!
Min tam kiriye
hem zewqê
û hem jî ziqnê.
Sibe dê bibe duh
ma kî dibêje na?
Lê duh
dê ticar nebe sibe.
Em se ne, direyin
Dinya wek mirovekî ye,
em se ne direyin
Yê devê xwe bike xwarinê
dê bixusire,
yê birçî biçe
dê bi ser keve.
Ger perîşanî
bi şevê li derî nede,
spêdeyê hê zû
bela xwe dike heval.
Mirovan ji qirşûqalan bibijêre
Dest biavêje bêjingê,
mirovan lê bike
daku wan ji qirşûqalan bibijêre.
Dê bibînî ku dê mirovek tenê jî
Di nav de tine be!
Ger ji agirî re bêt gotin:
para tawanbar bişewitîne,
agir dê hemû leşî bisoje,
tenê cilan bihêle.
Pesn û sena bo Wî!
Wî nefsek daye me
ku berê me her dide
bela û bêyomiyê.
Mertalê bêhnfirehiyê dijî şûrê ehmeqan
şirîn e mirov ji rûyê xwe
lê tal e ji tama xwe.
Di nav hemûyan de
qencek tenê jî peyda nabe
ku ne li dû berjewendiyên xwe be.
Qencê qencan
kevir e: ne neheqiyê
û ne jî derewan dike.
Dema ehmeq şûrê peyvan
ji kalanê wê dikêşin,
mertalê bêhnfirehiyê
bide ber xwe.
Bela xwe ji giyanê venadin
Bela xwe ji giyanê venadin.
Lê carine
felek bi dilovanî distire
daku giyanê bigire davên xwe.
Em nizanin
me kûve dibin
çi doşekan
bo me datînin.
Dem marek e
ku yê ji wêrekan wêrektirîn jî
newêre dest bikiyê.
Mirov tenê hilmek axê ne
bi min wer xwiya ye.
Yek bilind dibe ber çavan
yê dî dadikeve nav tozê.
Çil salan min bi hesûdî vexwar
Çil salan
min bi hesûdî vedixwar.
Ca çi vexwirakek tal e!
Dûr ji saxlemiyê.
Me nedizanî…
Yê zindî jî derew e wek yê mirî,
mest, varrê.
Êdî rê nabîne ve…
Felek bi we dikene
Hûn li cihên xwe radiwestin,
esman meşa xwe didomîne,
guhdar e.
Hûn dipûnijin, diramin.
Felek bi we dikene.
Hemû mirov rûreş in
Gopalê req û hişk
yê di destê pîremêrê kor de
jê re ji hemû heval û hogiran
gelekî dilovantir e.
Xwe baş ji zaroyên Hawayê
bide dûr.
Rêya fen û fêlên wan
digihe her derê.
Tê gotin ku
guneh rûyan diguherînin.
Ger rast be,
em ê roja qiyametê
tenê rûyên reş bibînin.
Ez jî se me
Min ev dîtiye:
qedera Xwedê dayî
afirandiyan pêşî tîne hebûnê,
paşî pişta xwe dide wan
û lê xayîn derdikeve.
Ji her hêlê ve xwestek
êrişî jîndaran dikin
û pişta yên xurt û zexm jî
dişkînin.
Se û kûçik ne tenê kit-kit
dilûrin;
birr bi birr dibezin hev.
Ez bi xwe
ji hemûyan setir im.
Dilê me hemûyan
bi bêbextiyê dagirtî ye.
Tenê yê dilpak
dê bibe xwedî xelatên Xwedê.
Ma kî vî zemanî
hêjayî meth û pesnan e?
Dema li mirovan binerî,
dê tenê yên hejî lomeyan bibînî.
Bila xwiyang te nexapîne
Diyar e ku
yên dirêj li sicdê dimînin
dîndar û teqwa dihesibînî.
Lê baştir lê binere!
Dê bibînî ku şaş î:
Ew tenê nîv-nivistî ne.
Vejîn nîne
Ger leşê me
piştî mirinê mabûya,
me dê hêvî hebûya
ku her tişt dê vejî
wek cerrikê
ku ji meyê vala dibe
lê naşkê
û dîsa tê dagirtin.
Lê leş pirt-pirt dibe,
dikeve ber bayî
û li deştan belav dibe.
Bereketê şêniyên xwe kuştin
Spêdê bi rê ketin:
baranê bi dilopên xwe
erd hênik kiribû.
Goriyên felekê
çirîskek dît,
bêwec,
bêpar mirin.
Hin li welatê ziwa
sitirîn
lê bereketa hêşîn
şêniyên xwe kuştin.
Yê mirî pîroz bikin
Xwedê
mirov avêtiye nav ezabê
ta hişmend dibêjin:
Rehmê bidê! wî heqê xwe daye.
Mirovno,
yê mirî pîroz bikin
dema tabût tê rakirin:
ew bûn xwedî mîratê xwe.
Yê mirî jî dê vehese.
Dîndarên bêhiş
Misilman, file, cihû û magî – hemî şaş in:
Di nav hemû miletan de du cûn mirov hene:
yek jê hişmendên bêdîn,
yê dî dîndarên bêhiş
Em dewarên demê ne
Em hemû
qaşo keleş in, demê dişelînin.
Lê dem li me siwar dibe
wek li dewarên xwe yên xurt.
Ti tişt
wek xemên giyanê
kirasê tenik yê jiyanê naperritîne:
tişta çûyî êdî nayê vegerrandin.
Bila dawiya dinyayê bêt
Bila dawiya dinyayê bêt!
Dê kêfa min neyê
ger siltan bim yan
dagirkerek navdar.
Qedera xwe nanasim lê vê dizanim:
ez jî bi wê rê ve dimeşim
ya ku qewmên qedîm pê ve çûne
lê venegerrîne.
Hêza felekê
– tê gotin –
dikare çiyayan bihelîne,
deryayan biqerrisîne.
Mirov gengeşeyê dikin
derbarê stûnên esmanan
yên mirov matmayî li kuçên wan dinerin.
Hin dibêjin ew jî dê biherrifin,
hinên din angaşt dikin
– derewker in –
ku rê nayê dan
ew bimeşin mirinê.
Ma kevir
dê rojekê
bibin zîv
yan gumtilên zêrrî?
Feleka bêbext
benda stêran dipiçîne
û gurzên Behramê jî
dê vemirin valahiyê.
Madem şûrên polayî
tûjiya xwe winda dikin,
ma çawan kevlan
nedirrin û pûç nebin?
Ti tişt ne bi destê min e
Ne min welidîna xwe bijart,
ne jiyan û ne jî pîriya xwe.
Loma çawan ez ê piştî mirinê
ji ber bijartinên xwe bêm sizadan?
Her tişt bi du destên qederê
tê meşandin:
gavelê jî nikarim biavêjim
ta ku neyêm livandin.
Angaşt dikî rêya rast
nîşanî min didî.
Derewkero! Ya tu dibêjî
rewşê ji berê jî şêlîtir dike.
Dinyayê lome dikî.
Lê ma bi xwe jî dikarî wê biguherrînî?
Yan jî neçar î itiraf bikî:
ez jî nikarim guherrandinan peyda bikim?
Ber bi gorrê ve dimeşim
Hemî jiyana xwe
ber bi gorrê ve meşîme.
Êdî nêzîk bûme.
Dem e ji tirsan birecifim.
Ma em çi ne,
ma çi ne afirandiyên dinyayê
li ber wê hêzê
ya ku pirtek jî jê dinyayan dadiqurtîne?
Şah jî bêîrade ne
Şahê bişan û şikodar jî
nikare qedera xwe biguherrîne,
ya li eniya wî nivîsandî jê bibe.
Qet nikare çi qas tê bikoşe jî,
ta ger di destên wî
Behram tîr be
yan Berçîs rima wî be.
Bêhişiya mirovan
Wey li bêhişiya vî gelî
yê ku li pêş xwe dibînim.
Lê belkî miletên berê
hê jî bêhiştir bûn.
Ehmeqan, bo mîrê xwe
dia û lava dikin
wisan jidil ku mînber jî
qorr berdide girînê.
Em bê daxwaza xwe hatin
û dê bêdilî xwe biçin
û di navbera wan de jî
em bi darê zorê tên meşandin.
Ger pesnê şan û şikodariya şahan bidî
baş bizane:
hêz û hinêra Xwedê
hê jî mezintir e.
Dinya xewnek e
Dinya
xewnek e
ku dê li axretê
berevajî bibe.
Girî dê bibe kêf.
Ger bikenî, encam diyar e:
çavên te dê bibin lehiya rondikan.
Xorto zewqê bi jiyana xwe dike.
Ehmeq e! Nizane ku nîrkirî ye
û bendewarî daliqandinê ye.
Çi rêçek riswa ye
Çi rêçek riswa ye
di vî leşî de bo te, canê min!
Çi giyanek goyîn di te re dibore,
leşê reben!
Dema ruh û can digihin hev,
bêjimar kabûs jê dizên.
Bi jînê janan dikêşe
Her kes hêvî dike ku hê bijî
lê tenê bi jînê
mirov hemû janên dinyayê dikêşe.
Dema leşê min birize,
êdî ne hejariya havînê
û ne jî perîşaniya payizê
ne xema min e.
Alîkariya feqîran bike.
Lê pesnê qenciya xwe nede
ta ger bi dirav û diyariyan
xelkê bixeniqînî jî.
Ger deryayek dagirtî jî bî,
dê rojekê hişk û ziwa bibî.
Ava xortaniyê hişk dibe
Tîniyê ava xortaniyê yî.
Gav bi gav
ava xortaniyê kûr diçe,
taliyê hişk dibe.
Dibînî ku xelk têr vedixwe
lê bo xwe dilopekê jî nabînî.
Dema dilbera te jî dûr dikeve,
êdî bûyî nefretkirî.
Derman bo derdan nîne
Dawiya derdan nîne
dema piştî rojên xortaniyê
ji her alî tê gotin:
De herre gorrê!
Binere
çend car di bin piyên xwe de
di nav axê re serê mirovek serbilind
yan eniya mêrek mîzahî dibînî.
Leş derdank e
Leş, dirûvê derve,
tenê derdank û aman e.
Li wî hişyar be
daku neyê xapandin!
Bimire!
Giyan:
Ger ba bî,
hew bizûre;
ger agir û çirîsk bî,
bitemire!
Bigirîn!
Em dikenin
Lê ken bêhişî ye.
Baştir e ku
mirovên vê dinyayê
bigirîn.
Derbê felekê
dê me wek şûşeyan bişkîne
û şûşe
êdî nayê tamîrkirin.
Mehû bûme
Êdî bi vê dinyayê ve mehû bûme.
Ma ta kengî di nav vî keriyî de bim
yê ku tê kêşan qesabxanê?
Serok û mîr xelkê diçewisînin,
rê li ber xapandin û xedirê xweş dikin
û jana gel ne xema wan e
tevî ku ew bi xwe bi xêr gelê xwe dijîn.
Divê serok xizmetkarê gel be
Dema ku em bi sexbêrî lê binerin,
dê rastî me re diyar bibe:
mîrê gel
divê xizmetkarê gelê xwe be.
Paşa jî parsek in
Guh nede xelkê,
çi dikin, bila bikin.
Baş bizane: paşa jî
tenê koleyek e
ku dawiya rojê derhemekî werdigire.
Bila siya darê
ji te re bes be
daku ne hewce be
ku wek paşayan bibî parsek
heta ku zêrran bo qesrê berhev bikî.
Dinya derd e
Hemû dinya bûye derd:
yên qenc çûne,
em hêlane.
Sal û zeman in
Iraq û Sûriye vala ne,
Paşayek lê nehatiye dîtin.
şeytan in niha
paşayên gel.
Waliyê her bajarî
decal e.
Gel ji birsan req bibe,
dilê wî pê naşewite.
Meyê vedixwe
û zikwerimî pal dide.
Ka mîrek maqûl?
Gelî mîr û paşayan,
hûn jiyek dirêj jiyane
û we hemû jiyana xwe
gorî zilm û neheqiyê kiriye.
We çi ye?
Hûn çima bi rêya rûmetê ve nameşin?
Ma ne ta pêkenokên jinan jî
Xwe berdaye meydanê?
Gel li bendê ye
Ku rêberek derkeve,
Serkêşiya karwanî bike.
Lê bêmifa ye.
Tenê rêberek heye: hiş û aqil.
Ew hemû rêyan diyar dike.
Keça file
Keçek file
ji bilindahiyê
bi cilên xwe yên reş û şîn
daket himêza tabût û gorrê.
Bi saxî cilên wê
Mîna perr û baskên tawisan bûn.
Li meydana cengê
Ji nav tozê
tenê siya şervanan tê dîtin,
şûrên zîq
bi xwînê sor dibin,
hespên birçî
derbeyên şivtanan dixwin.
Di nav tarîtiya reş û tarî re
ber bi pêşve, bê bênvedan,
di nav çolistanên şevtarî re.
Armanc:
lîçek ava genî
ya ku bi hesûdî
çip bi çip
jê tên nîçkirin.
Li mirina min negirîn
Heyf e
ger giriyê behîçinan
bêt min
dema ecela min bêt
û hilma dawîn hilkêşim.
Min qet nexwest
bêm vê dinyayê.
Xortên xurt yên şev û rojê
bi zorê rakêşam vê derê.
Ger biryar di destê min de bûya,
min dê yekcar mala xwe nehêlaya
û ji seraya xwe ya silal
nehatibûma vî xanîkê xopan.
Hînî vê bûme:
mirin afirandiyan rêz dike,
tavilê yek bi yek
radikêşe nik xwe.
Vê hişmendiyê
wek mîras didim we:
derhemekê jî bi vê dinyayê nedin.
Niha dora min e
ku bigihim hevalên xwe.
Jiyan derd e, mirin derman e
Ne pîrek li pey min dimîne
ku mirina min wî bêxwedî bihêle,
ne jî zarokek.
Çima bijîm?
Jiyan derd e, mirin derman e.
Min berde daku biçim oxira xwe.
Ez ê bimeşim armanca xwe.
Li vê dinyayê te çi kar e?
Ya herî baş bo Ademî
û dûndeha wî ya bêkêr
dê ew bûya ku qet
nehatibûna afirandin.
Dema Adem hê nexuliqandî bû,
hê ax û xwelî bû,
ma hatin serê wî hemû ew bela
yên ku em ên dûndeha wî
niha jê dinalin?
Te çi kar e li vê dinyayê,
di xanîkê ku ne xwediyê wî yî,
di kolikê ku kêlîkekê tê ve dimînî
û dîsa meşa xwe didomînî?
Neçar dibî
ku bêdilî xwe biçî
û ti kesî jî minet bi te nîne.
Lê hesretek keserkûr
di dilê te de dimîne.
Tu tenê cilê canê xwe yî.
Canê te xwe ji te vedişelîne
û cil
– zexmtirîn zirx û zincîr jî bim –
Diperritin.
şev dîsa û dîsa vedigerin,
cil û bergan rîçal-rîçal dikin.
Taybetmendiya herherî ya şevan
bêbextiya wan e.
Mirov ji gelek çeşît û cûnan in.
Yek rastiyê dibêje,
pê kerb û kîna xelkê li xwe dikelîne
Yek din derew û methan dike,
pê di bin xelat û diyariyan ve dimîne.
Ger pare ji te kêm bin,
Dikarî dest bi derewan bikî.
Çend pirrtir derewan derbînî û derbibî,
hind zêdetir dirav dê biherikin ba te.
Xelk lomeyan li rastbêjan dike
û derewkeran dewlemend dike.
Dest vala dimîne, gewrî ziwa ye
Jiyan jan e û mirin jan e.
Xwezî îro dora roja dawiyê bûya.
Dest vala dimîne, gewrî ziwa ye.
Dil hê hêviyan dike
lê çav li hêviyê hişk bûne.
Mêrik agiran hildike nav tarîtiyê,
hêvî dike ku bi çirîskan
navê xwe geş bike
Lê tiştê ku mirov bi rastî hewce ye
tenê rîçalek cil, zikek têr
û hinek saxlemî ye.
Ji axa gorran ve êdî bêfeyde ye
ku pesnê dewlemendiya xwe bidî.
Gava bibî xwelî,
Ma çi ferq e
Ger armûş li te be yan serikê rimê.
Yên ku bi ser dikevin,
tên pîrozkirin.
Lê bêmifa ye.
Tenê wî bextiyarî pîroz bike
Yê ku mirada wî hasil bûye:
miriye.
Felek jehrê dike diyarî
Dinya ne Biheşt e.
Navê wê yê rast
Bêhnewî ye.
Guh bidê,
dengê stiranê
ji guliyên geş tê.
Ew deng
ji yê hişmendan pêbawertir e,
ji yê weizderan rasttir e
dema ku ji me re rastiyê radigihîne:
Felek tenê hingê merd e
Gava jehra kujer diyarî me dike.
Mirin dimeşe
Xatir ji rojê dixwazim
û dizanim ku ew dê êdî venegere
piştî ku ji cem min diçe.
Kêlîkên bêxem jî
tijî jan in
tevî ku xelk bawer dike
ku xweşî ne.
Çi ehmeq in!
Mîna ku mirov li kela nîvro
li hêştirek pîr siwar be
dema ku siya daran
mar û margîsan jî vedixwînin.
Dema ku mirov di xew de,
mirin li nav tarîtiyê dimeşe
Dema em paldayî,
ew li ser piyan e.
Guh nedin bedena min
Dema ku felekê
derbê xwe li min da,
êdî guh nedin bedena min.
Ew bêbiha ye.
Cil bi delaliya xwe dilan xweş dike.
Gava ew qurmiçî,
Êdî nayê firotin.
Ne mal dimîne, ne gorr
Hiş û aqil gelek tiştan biçûk dihesibînin
tevî ku ti kes nikare bizane
ka ruxîn û hilweşîn li benda kê ye.
Kitêba Mihemedî
ya Mûsayî
ya kurrê Miryemê
û Zebûra Dawidî
gel hişyar kirine,
ji guhên kerr re peyivîne.
Şîret di ber avê de çûne,
hemû milet hilweşîne.
Herdu malên mirovî,
di navbera wan de jiyan
mîna pirekê ya ku di ser re
bênavbirr çemê mirovan diherrike.
Xanî xalî dibin,
tenê rû li gorristanan e.
Taliya talî
ne xanî dimînin, ne gorr.
Helbestvanî jî bêmifa ye
Gelî mêrên xwenda!
Neqşên peyvan bi dilê we ne.
Bi min ew tenê vize-viza mêşûmoran in.
Gur in helbestvanên we,
diz in hemû,
dizî ne stiran û tive-tiva wan jî.
Bo dostên xwe
ji dijminan jî bêwijdantir in.
Mişk jî penîrî wisa nadizin
wek ku ew peyvan didizin.
Bi peyvên bêkêr
pesnê we tê dan.
Dikarim bi wan heman peyvan
we rûreş û şermezar jî bikim.
Ma wisa bêhiş im
ku pîriya xwe di civata we de biborînim
wek ku min xortaniya xwe bêwec
di nav we de derbas kir?
Ez ê peyvên bedew
biavêjim sergoyan,
her tiştî bo lawikên koçer bihêlim.
Helbestvanî bêmifa ye,
bêşerefî ye jî
û tenê xesarê dide.
Bela xwe ji min vekin!
Ez ê dev ji gotinên betal berdim,
derî li xwe bigirim
û li benda mirina xwe bimînim.