Antolojiya helbestvaniya çînî: Sê hezar sal helbest

Amadekirin û wergerandin:

Husein Muhammed

cini

Vekin û bixwînin  (pdf, 136 rûpel)

Ez ê danga xwe hildim

Ji berhevoka Shih Ching (500 – 400? bz)

Ger ji min hez bikî

dê danga xwe hildim

û dim Çemê Chen û bêm;

ger min nexwazî –

ma mêr li vê dinyayê nemane!

Wey li te, peledînê peledîn!

Ger ji min hez bikî,

dê danga xwe hildim

û dim Çemê Wey û bêm;

ger min nexwazî –

ma malmezin li dinyayê nemane!

Wey li te, delodînê delodîn!

Şîniya min dike şadî

Shih Ching

Li paş dergehê rojhilat

keç mişe ne mîna tozê.

Bila mişe bin mîna tozê:

dilê min nakeve wan.

Tenê kirasê spî û berdanga gewr

şîniya min dikin şadî.

Li paş dergehê kelehê

keç pirr in wek giyayî.

Bila pirr bin wek giyayî:

dilê min nabije wan.

Tenê bejnûbala te

min dilşad dike.

Biharê pişkivîn, payizê beyîn

Ch’u Tz’u (300 bz???)

Dehol deng vedidin: dema cejnê ye,

gul li govendiyan gerrîne.

Stiranên zeriyan zelal in.

Biharê pişkivîn, payizê beyîn[1]:

her wiha bûye û dê her wiha be.

Bahozek mezin

Han Kao-ti (??? – 194 bz)

Bayek tund rabû

ewr pijikîn[2].

Min zeft kirin welatên navbera deryayan

niha vedigerrim warê xwe.

Lê ka şerrvanên fêris

da her çar tixûbên min biparêzin?

Dûr ji te

Mei Sheng (??? – 149)

Pêşve, pêşve, pêşve,

dûrî te li vê dinyayê jî.

Deh hezar qonax di navbera me, yan pitir jî –

her yek ji me li dûlikek dinyayê.

Rê dirêj û dijwar e;

gelo ez ê her carekê te bibînim?

Hespê teterî ji bayê kur hez dike

lê firrindeyê Annamî hêlîna xwe li ser dara başûr çêdike.

Kêlîka xatirxwestinê li dûr maye,

taxim û kemer roj bi roj sist dibin.

Ewrên lezok tavê vedişêrin,

bi zor ji vê rêyê vegerra malê hebe.

Ji xerîbiyê pîr bûme,

meh û sal ber bi taliyê diçin.

De bes e. Ez ê bêdeng bibim, bêdeng.

Ta ji min bêt ez ê ji bîr bikim, sebrî bikêşim.

Şermîna li ber pencerê

Mei Sheng?

Şên e şên giya li ber çemî,

têrxem in têrxem dar li nav baxçeyî.

Şirîn e şirîn jina li kelehê,

şermîn e şermîn li ber pencerê,

rûyê wê geş e geş sorkirî,

nazik in, nazik destên sîs.

Berê keçikek stiranbêj bû,

niha jina yekî gerryar.

Yê gerryar digerre û venagerre –

dijwar e dijwar bi tenê pal de.

Dil yek e lê li du deran e

Mei Sheng?

Didim avê û derbas dibim,

destek sorgul û sosinan diçinim.

Lê bo kê ne?

Berdiliya min dûr e li dûlikê dinyayê.

Li xwe dizivirrim, li nik malê ve dinerim;

bêqam ji vir dûr e.

Dil yek e lê li du deran e,

hevserê kul û derdan e.

Nalîna yeke serespî

Cho Wen-chün (200??? bz – 100??? bz)

Sîs wek berfa gupikên çiya,

zelal mîna heyva di nav ewran re.

Dibêjin tu dudil î niha

lew hatim: min biryara çûnê daye.

Me hemî jiyana xwe bi hev re borand –

kengî bû me bi hev re mey noşî[3]?

Îro em ê vexwin;

serê sibê em ê li cem cokê ji hev veqetin.

Em ê bi cokê re bimeşin, bimeşin

ta ku av dibe du şeq berev rojhilat û rojava.

Rondik, rondik!

Ne hewceyî giriyê zewicînê ye

ger peyda biba mêrek yê diltemam ba

û tevî pîriyê jî dest ji jinê bernedaba.

Stran li ser hestên kûr

Juan Chi (210 – 263)

I

Di bin darek têrçilû re dibore rê;

rêka di bin darxox û darhilûyên cinînê re dibore tîne bîra min.

Bayê payizê tovî ji nav bûstanî hildifirrîne;

li ber heman bayî pelên darfêkiyan pelate[4] dimirin.

Dawiya şikodariya[5] dinyawî rezîl e:

li şûna serayê terraşên strîdar şên dibin.

Siwarî hespê xwe dibim û bi rê dikevim;

bêriya reh û rîşên çiyayên rojava dikim.

Madem nizanim matî ji xwe bikim[6],

dê çi li zarrûzêçan bikim?

Xwîsara sirrok giya spî kiriye.

Dawiya salê ye û ya gotinan jî.

II

Hê zarrok fêrî şûranê[7] bûm

û bi hinêra xwe ji Ch’ü-ch’eng jî çelengtir bûm.

Mîna bayek bihêz bûm ku ewr û keskesoran diperritîne.

Navûdengê min giha dûlikê dinyayê.

Şûr di dest min de meşîm ta tixûbê Gabê,

hespê min ava beravên her Neh Çolan vexwar.

Nexş û alayên min pêl didan li ber bayî;

gurmîna deholan bilind dibû ber esmanan.

Lê serkêşiya leşkeran mirovî xembar dike:

tal e, tal e tama jiyanê niha li ber min.

Bêyî nalîn nikarim li rojên borî bipûnijim;

jiyana şerrvanî kerbên min vedike.

Diyarî Hinêra Geş[8]

Hsi K’ang (223 – 262)

Hespê zînkirî,

zirxê zêrrîn!

Destê çepê digire kevanê ya wek ya Yü mezin,

yê rastê digire tîrî yê vegerrê ji bîr dibe.

Wek bayî dibezî, wek birûskê dibizirî,

bi tîrêjê re hildikevî û didî pey teyran.

Ji vî rexê dinyayê dimeşî yê dî,

û dema li xwe dizivirrî, hemî jiyana xwe dibînî.

Destê min bigire, heval,

min wergire ser erebeya xwe ya sivik:

em ê bi hev re di ser çiyayên başûr re biajon,

bidin nav çemên avzelal yên bakur.

Dema em berê xwe bidin jor, qazên kûvî dê dakevin;

dema xwe daçemînin, masî dê bi ser avê kevin.

Wiha em ê betal li war û welatan bigerrin.

Ma êdî xweşiyên dî bo çi ne?

Roja şahîkirinê ye

Lu Chi (261 – 303)

Sifreya meyê li eywanek bilind danayî ye;

ji bêsebriya xwe li ber perdaqê distirim.

Kurt e jiyana mirovî,

dihilmije mîna xunavokan.

Dema borî êdî venagerre,

gul ducarî geş nabe.

Giyayê biharê şên dibe

payizê pûşê hişk e.

Rojên bên kêm in. Mixabin!

Yên borî pirr in. Mixabin!

Îro roja şahîkirinê ye;

tavilê dê stirana kuliyan dest pê ke.

Heval hev dibînin; xweşiyê bikin,

ji nişka ve dê dema veqetîn û xeman be.

Ma reva rojan kê xemgîn nake?

Li nav hogirên henekxweş dikarim xwe ji bîr ve kim –

piyaleyê radikim: mey xweş e,

xwarina li ber me çêjdar e.

Awaza stirana kurt ev e: şev kûr û dirêj e.

Bi rê ve berev[9] Lo-yang

Lu Chi

Rêya min ya dirêj di ser çem û çiyayan re derbas dibe,

di çiyayên bilind re, çemên fire re.

Hevsarî dişidînim dema hesp bi betenên evrazî û nişîvî re dibore;

li deştên giyadar dihêlim serberdayî bimeşe.

Êvaran li rex siya xwe di xew diçim,

spêdeyan derd di dilî şiyar dibim.

Li binê rizdeyê çiyayek bilind

guh didim awaza têrxem ya bayî.

Giya ji zelaliya xunavê diteyise,

li esman heyva sîs dibiriqe.

Doşeka xwe hemêz dikim, xewa min nayê;

axînek kûr dikêşim û radibim, ez ê sêwî.

Sar e sar bayê payizê

Tso Ssu (??? – 306)

Sar e sar bayê payizê!

Xunava spî ta spêdeyê dibe xwîsar,

çeqên nazik her hişktir dibin,

pelên daran bi şev û roj dibeyin.

Heyva zelal ji pişt ewran dertê,

ronahiyek pak, pak dadiherrike erdê.

Pencereya xwe vedikim û li derê dinerim;

nalîna qazek kûvî ya zû rabûyî firrê tê.

Dil dixwaze bifirre pişt heft deryayan

lê bi tenê li vir rûniştî me û çavdêriya xanîkê xalî dikim.

Nemane rojên xortî û xurtiya min,

li min sal borîne û xem barîne.

Ketim davên vê dinyayê

T’ao Yüan-ming (372/6 – 427)

Dema zarrok bûm fêrî qerebalixa mirovan nebûm;

jixwe min ji çol û çiyayan hez dikir.

Paşî ketim davên vê dinyayê

û sih salan jê venebûm.

Di rekehê de teyr bêriya daristana xwe dike,

masiyê gerrikê bêriya kûrgehên xwe dike.

Niha min rêya xwe di nav dehl û dirran re xweş kiriye

û vegerrîme nav siriştê, ber baxçe û bûstanan.

Zeviya min deh donem e,

xaniyê min heşt – neh odeyên ban-ka[10] ye.

bih û çinar ji piştê ve,

darxox û darhilû ji pêşve sîberê didin xanî.

Mîna esmanan dûr in gundên xelkê,

tenê çol e cîrana min.

Seyek ji dûr ve direye,

dîk ji gupika armûşî[11] diqîqile.

Ne li dergeh û dermalê heysûbeysa dinyayê,

ne di odeyan ve heytûhota mirovan.

Demek pirr dirêj asteng kirim bendan

lê niha li xwe vegerrîme.

Stiranên noşînê

T’ao Yüan-ming

Betal dijîm û şadiyên min kêm in. Şevên payizê dirêj dibin. Lê min meyek navdar heye; ti êvar nîne wê venexwim! Bi tenê me, dizivirrim li siya xwe binerim û tavilê dîsan serxweş bûme. Bi sermestî du rêzikan bo xweşiya xwe dinivîsim. Ximav[12] dişilqe û dirije ser kaxezê. Ti rê û ti rêbaz di peyvan de nîne lê ez ê ji dostekî hêvî bikim bila wan hemiyan pak vebinivîse daku bi kêfxweşî kenê min bêt.

 

T’ao Yüan-ming

Rengên gulên krîzantem payizê geş in,

xunava bênxweş li gulan berhev dibe.

Lê dimînim û xeman ji bîr dikim,

dinya ji min dûr dimîne.

Piyaleyekê hildidim û bi tenê vedixwim;

ji dewlikê hê tê dikim dema perdaq vala dibe.

Roj ava dibe, dinya bêpêjn dibe

tenê teyrikên bilez vedigerrin nav daristanê.

Û li pêstirkên rojhilat dinehwirînim:

dîsan yê vê dinyayê me.

Çar demsal

T’ao Yüan-ming

Barana biharê: Çar Çem.

Ewrên havînê: gupikên seyr.

Heyva payizê: şewqek zelal.

Çiyayê zivistanî: delaltirîn dar.

 

T’ao Yüan-ming

Li rojhilat zanayek heye

xwedî kêm cil û bergan e.

Mehê tenê neh car xwarinê dixwe

û heman kum deh salan li serî ye.

Jiyana ti kesî ne wek ya wî dijwar e

lê rûyê wî herdem geş e.

Min dil kir wî camêrî bibînim.

Spêdeyekê bi rê ketim,

min da çeman, derbas bûm li kendan.

Li rex rê darçam şên dibin,

ewrên spî li bilindiya banan in.

Ew dizane ka çima çûme seredanê,

saza xwe dertîne û bo min lê dide.

Awazên bilind qulingek koçer dibizdînin,

yên nizim basa tawisek bitenê dikin.

Dil dike li bal wî bimînim

ji niha ta zivistanê.

 

T’ao Yüan-ming

Jiyana mirovan bêreh û bêkok e,

mîna tozê ye ya radibe

û li gel her bayî belav dibe.

Ti tişt ne herherî ye.

Dema em hatin dinyayê, em hemî bira bûn;

ma çima em basa xizmatiyê, bendên goşt û hestiyan bikin?

Divê em kêfê bikin ta ku bikarin!

Dema min mey hebe, bangî cîranên xwe dikim,

salên têrtijî ne bêdawî ne

û her rojê tenê spêdeyek heye.

Ev roj ya me ye

lê belkî meh û salên bên na.

 

T’ao Yüan-ming

Heyv û roj xwe nagirin,

demsal li pey hev dibezin.

Bayê sar li çeqên hişk dide,

pelên weriyayî rêyê dinixêmin.

Destê min ê bêhêz bi rê ve şkestiye,

serê min spî bûye.

Dema cênîkên mirovî boz dibin,

êdî rê teng dibe.

Xan bo yê gerrok tek mal e;

ez mêvan im û divê biçim ser rêya xwe.

Û dema biçim, dê kû ve biçim?

Li çiyayên jêrîn e mala min ya kevn.

Wek stiranên behiyan yên berê

T’ao Yüan-ming

I

Cihê jiyan lê hebe, mirin jî heye,

mirina pêşdem ne ji leza felekê ye.

Duh mirov bû di nav me de,

îro mirî di deftera miriyan de.

Ruh jê veqetiye. Dê kû ve biçe

madem leşê hişkbûyî wek dara xulole[13] ye?

Zarrokê delal digirî û li babê xwe digerre,

dost – dema me aşt dikin – bi xwe digirîn

lê wî bi xwe ne hay ji şîniyê û ne jî ji şadiyê heye,

ne ji qenciyê û ne jî ji xirabiyê.

Piştî borîna hezar payizan, deh hezar salan

ma dê namûsa wî yan hetikê wî li bîra kê be?

Tek mixabinî ew e ku li vê dinyayê

wî ti car têr mey venexwar.

II

Berê mey tine bû

lê îro perdaqên vala tên dagirtin.

Kef bi ser meya biharê ketiye;

gelo em ê kengî dîsan bikarin tam kinê?

Maseya sifreyê di bin xwarinên qurban ve maye

lê dost û kesûkar[14] li dor digirîn.

Me divê bipeyivin lê dev lal bûye,

em bêriya lênerînê dikin lê çav miçandî[15] ne.

Berê em di eywanên bilind ve dinivistin,

îro li meydanê, di bin giyayên beyar ve.

Spêdeyê em di derî re hatin derxistin

û dema vegerrê ne nêzîk e.

III

Giya borr e[16] borr!

Spîndar xemgîn in xemgîn!

Xunava payizê sar e!

Ez birime deverên dûr;

ev ne jîngeha mirovan e,

tenê gorr hene li ser girên bilind.

Hesp serê xwe radikin û berev esmanan dişihin,

bayê bixem axînan dikişîne.

Dema tabûta reş carekê tê girtin,

hezar sal dî roja nû tavê nade,

hezar sal dî roja nû tavê nade.

Qenciyê û hişmendiyê ti sûd negihand min.

Û dema karwanê behiyan vedigerre,

dost û kesûkar hê jî hest bi hin xemê dikin

lê xelkê dest bi stiranan jî kiriye.

Ma çi li ser mirin û nemanê bêt gotin

ji bilî: bihêle leşê te bibe yek li gel axê!

Ax!

Heman helbest berê jî hatibû wergerandin:

Wek stranên şîniyan yên berê

T’ao Yüan-Ming

1.

Li ciyê jiyan hebe, mirin jî heye;

mirina zû ne ji leza felekê ye.

Duh êvarê ew sax bû li gel me,

îro mirî ye di deftera miriyan.

Can jê veqetiye. Dê kû de biçe

dema ciyê bedena çilmisî darek xulole be?

Zarrokek delal bi giryokî li bavê xwe digerre,

dost bi xwe digirîn dema me aşt dikin

lê wî bi xwe êdî hay jî nîne ji xweşiyan, nexweşiyan,

ne ji qenciyan, ne ji xirabiyan.

Piştî hezar payiz, deh hezar sal borîbin

ma dê kes bizane şerefa wî yan şerma wî?

Tek mixabin ew e ku li vê dinyayê

wî ti car têr mey venexwar.

2.

Giyayê beyar borr e, borr!

Spîndar xemgîn in, xemgîn!

Awirên payizê sar!

Ez birime deverên dûr;

xaniyên mirovan li vir nînin,

tenê gorr li girên bilind.

Hesp serê xwe radikin û berev esmanan dişihin,

bayê têrxem ji xwe re axînan dikişîne.

Dema tabûta reş carekê bêt girtin,

ta hezar salan spêdeyek nû nayê,

ta hezar salan spêdeyek nû nayê.

Qenciyê û hişmendiyê bo min feyde nekir.

Û dema yên gihandim vir vegerrin malê,

xizm û dost dê hest bi piçên xemê bikin

lê hin yên dî êdî distirin jî.

Ma çi dî li ser mirin û nemanê dikare bêt gotin

ji bilî: bihêle kelexê te li gel girikan bibe yek.

Ax!

Berev malê

Chan Fang-Sheng (n. 400)

Rizde, ta bilindiya hezar gavan

bênavbirr,

seviyeya deryaçeyê, ta çav bisihirîne

bêlerz,

xîzê spî, hemî salê

bêlewt,

daristana bênxweş, havînan zivistanan

her-şên,

çemên diherrikin û diherrikin

bêdawî,

û tenişta darê, hezar salan

dilsozî sondê

– we sax kir kula dilê yê gerryar diêşand,

û livî pênivîskek û stiranek nû nivîsî.

 

 

Pao Chao (421 – 465)

Ji Mongolistanê ve ba berfa bakurî

hezar qûnaxan tîne ta Çiyayên Ejdeha.

Berf dibe gulolik li ber pêstirkên bilind

û bi semayî[17] bi stûnan ve hildikeve.

Vê spêdeyê berf bedew e,

ji esmanê havînê jî bedewtir.

Sîsiya xox û mijmijan jî

bi xemla xwe neşê[18] wê.

Xatirxwestin

Pao Chao

Teyrê carekê birîndarbûyî kevanê nefret dike;

mêvanê westiyayî ji xatirxwestinê diqehire:

xatirxwestin dilê wî ji cih dikêşe.

Rondikên yên dimînin wî dişkînin:

ew bi rê ketiye

lê bo xatirxwestinê dîsan dizivirre.

Ku ji berdiliyên xwe veqete, tavilê wan ji dest dide,

ca ger biçe xerîbî û xurbetan?

Dûr, dûr dimeşin erebe,

kiz dibe tav, dibe şev.

Li malê odeya jinan tê girtin, xwe pal didin;

lê yê rêving ji nû şîvê dixwe.

Bayê çolê li nav darên payizê dixijxije,

dilê yê rêving ji bêrîkirinê vemiriye.

Tal in tal hilûkên ew dixwe;

cilên pê re sar in sar.

Bêfêde bûn awazên têlên armûşî û bilûrên bamboyî;

xem rûyê wî dişarînin.

Stiranên dirêj, bikêf xeman venarevînin;

tenê malê û berdiliyên wî tînin bîrê.

Jiyana rezîl ya şervanan

Pao Chao

Rizdeyên sor gef in li rojava,

çiyayên agirîn li rexê başûr kembax in.

Leş dişewite, ser agir e.

Ger teyrek dade[19] vir, dê bibirije.

Kaniyên germav ji bin ewrên hilmî ve dibilqin,

ji nav şeqên zinaran dûkêlên sojîner dertê.

Heyv û roj ti car vir geş nakin,

baran û xunav qet hişk nabin.

Marên sor dixwişin der, hin jê sed piyan dirêj in,

pêşûyên reş difirrin, hin çendîn bermilan dirêj in,

ji nav tarîtiyê ax û xîz xwe diavêje devan,

pêvedokên birqok êş û eleman bi xwe re tînin.

Bi roj leş xwe bi herriyê diherrimîne,

bi şev xwîsar dibe jehr dikeve nav cilan.

Meymûnên birsî newêrin xwe berdin erdê,

firrindeyên spêdeyê delîvê[20] nabînin venişin.

Li berava Çemê Ching zelam bi jehrê dimirin,

li derava rûbarê Lu jixwe hemî êşewî dikevin.

Lê dîsan jî mêrên mayî karî nav axa mirî dibin[21]:

vîna berz ji felekê fêristir e.

 

Tzu-yeh (??? – ???)

Ebayî li ber xwe digirim, hê kemerê girê nadim.

Birûya xwe boyax dikim, li ber pencerê rûdinim.

Armûşê tenik pêlan dide û bi sivikî belav dibe;

ger vebe, ez ê gilî li bayê biharê kim.

 

Tzu-yeh

Ma kî dê bê stirîn bikeve xeyalan?

Ma kî dê birsî nexwe?

Roj tarî dibe, pal didim derî.

Car li dû carê te bêbextî kiriye. Dîsan bike…

 

Seredanek li meydana rojhilat

Hiseh T’iao (464 – 499)

Bêmad û bêhedan im; kêf ji min reviye.

Destê dostê xwe digirim: em ê bi hev re li xweşiyan bigerrin.

Em hewa dikevin bircê û li ewran dinerin;

ji betenên çiyayan fedikin[22] mal û meydanan.

Darên dûr hinda dibin nav tarîtiya daristanê,

mij mîna babelîskan tîr bilind dibe.

Leyistoka masiyan gulên di avê de dihejîne,

pel ji ber livîna firrindeyan dadiwerin.

Bêna meya biharê ji qedehên me hilmijiye.

Bêriya çiyayên şên dikim.

Çemê Chih-Lei

Altun (486 – 566)

Çemê Chih-lei

li jêr çiyayên bisîber e;

esman mîna rexên xîvetê[23] ye,

bi ser deştê de dadiçeme.

Esman şîn e şîn;

fire ye fire deşt.

Ba giyayî diçemîne

ber pez û garranê.

Kulîlk li tavheyvê

Sui Yang-ti (??? – 617)

Êvarê çem hêwir û neliv e,

biharê herder kulîlkandiye.

Li gel pêlên herrikê heyv derdiçe;

av radibe û stêran bi xwe re tîne.

 

Shen Ch’ün-ch’i (m. 713)

Dixwazim varrêyî[24] rêyên mirovan bimeşim,

xwe bispêrim gopalê xwe û li zeviyan binerim.

Ava kaniyan biharê gulan şiyar dike,

wan ji nav daristanên tarî diçinim.

Nişteciyên çolê navê min dipirsin:

çûkên çiyayan jê re dibêjin.

Kêfxweşiya herî mezin hatin û çûna bi tenê ye

û şerm jî nakim betal û etal bigerrim.

 

Chang Chiu-ling (673 – 740)

Heyva zelal hildikeve raserî deryayê

û hemî qiraxa esmanî ron dike.

Yara delal, herdem li hişê min î,

ramanên min difirrin dûr da bigihin te.

Şemalê ditemirînim daku rê bide heyvê,

palerînê[25] xwe li xwe dikim: baran giran dibare.

Nikarim di kefa destê xwe de ronahiya heyvê ji te re bînim;

diçim binivim da belkî te di xewnê de bibînim.

Spêdeyeke biharê

Meng Hao-jan (686 – ???)

Bihar. Bêhay ji hilatina rojê dinivim

ta ku stiranên perrindeyan ji herderê deng vedidin.

Bi şev dengê agir û baranê dibîzim:

kî hemî kulîlkên diwerin dijimêre?

Bîranîn ji berzivistanê[26]

Meng Hao-jan

Qazquling difirrin başûr, êdî pel diwerin,

bayê bakur êdî avan sar dike.

Mala min tê bîra min: çepûçûrrên[27] Çemê Hsiang li wir in

li pişt ewrên vî warê başûrî.

Dimeşim, dimeşim. Digirîm ta çav li min hişk dibin.

Baberrikekê[28] dûr li esmanan dibînim.

Ka kelek? Kî dizane bibêje?

Dibe bahoz. Tarî dibe.

Peyamek ji Deryaçeya Tung-ting

Meng Hao-jan

Niha li meha gilavêjê deryaçe hêwir e,

berfire ye, berdayî, bi esmanî re bûye yek.

Moran ji avzêlên Yün-mengê radibe,

bajarê Yo-yang li ber pêlan dicole.

Şerm dikim dema hûn yên hişmend û hişyar tên bîra min:

li vir rûniştî me, li yê masîgir dinerim

û hesûdiyê bi halê wî dibim.

 

Bendewarî

Meng Hao-jan

Siyên êvarê çiyayên rojava diniximînin;

gelî li pey gelî ji nişkê ve tarî dibe.

Heyv û hîniya şevê di nav darçaman re hiltên

û awaza bayî û avê bi zelalî xwe digihîne guhên min.

Êdî hema hemî mêr ji nêçîrê vegerrîne,

firrinde ji nav mijê firrîne darên hêlînên wan li ser.

Bendewarî te me ku bêyî vê jivangeha[29] şevî,

bendewar im û li vê saza bêxwedî didim

li bin mêwa[30] li ber rêyê

Êvar li ber çemî

Meng Hao-jan

Belema min, li nav mijê tewlkirî[31], diqeliqe

û roj gewr dibe, bîranînên berê tên…

Ax, çend berfire bû dinya, çend nêzî esmanî bûn dar,

çend ron bû di avê de heyva nêz!

 

Wang Wei (700 – 760)

Min tu ji nav çiyayan gihandî jêr;

dinya tarî dibe, deriyê xanîkê xwe digirim.

Sal bi sal biharê giya şên dibe

lê ma kurrmîr dê qet vegerre?

 

Wang Wei

Tu ji warê min tê,

bêje, halê wir çi ye.

Dema bi rê ketî, ma ne li ber paceyê[32]

darhilûkê kulîlk dabûn?

 

Wang Wei

Dostê dêrîn[33], te êdî nabînim.

Roj bi roj avên Çemê Han diherrikin rojhilat

lê dema li pîrê Hsiang-yangê dipirsim:

xalî ne çem û çiyayên Ts’ai-chou.

 

Wang Wei

Xunava spêdeyê toza sivik ya Wei-ch’angê şil dike

û vedişo û vedijîne çinarên ber kelehê.

Hê carek dî jî piyaleyê vala ke berî bi rê kevî:

[34] li rojavayî Derbenda Yang dostên berê nemane.

 

Wang Wei

Çiyayên sor şînve dikin,

avên payizê wek lehî diherrikin.

Xwe dispêrim gopalê li ber derî,

ba stirana kulîlkek derengmayî tîne.

Li pişt beravê hengura roja ava dibe,

li raserî çolê dûkêlek bêheval.

Dema em pêrgî hev bibin, yar, em ê binoşin

û stirana Pênc Çinaran binarînin.

 

Wang Wei

Piştî barana vê dawiyê çiyayên vala,

êvar, hênikiya payizê.

Di nav darçaman re heyv şewqa xwe dide,

ava teyisok ya kaniyê di ser keviran re diherrike.

Dengine ji pişt heydaran[35]: keçikên balavker[36] ji beravê vedigerrin.

Guline avî li ber belema masîgirekî diçemin.

Bila giyayê biharê beyîbe;

                      kurrmîr her li çiyayan dimîne.

 

Wang Wei

Li jiyê[37] mêriyê bûm dildarî Tao,

li hînê[38] pîriyê min bar kir nav çiyayên başûr.

Niha dikarim, kengî bixwazim, bi rê kevim

û spehîtiya hemî dinyayê ya min bi tenê ye.

Dimeşim ta digihim ber avê, bêna xwe vedidim,

rûdinim û dinerim çawan ewr radibin.

Û rojekê ez ê li nav daristanê pîremêrekî bibînim,

em ê suhbetê bikin û bikenin, û ez ê êdî venegerrim.

 

Li Po (701 – 762)

Li sinorê Mongolistanê bayek têrtoz,

ji destpêka ta dawiya hebûnê têrxem û bitenê.

Pelên daran diwerin, giyayê payizê dibeye.

Hildikevim serê girekî, li warê wêran dinerim:

bajarê berdayî, xopan, çolek berfire;

kelehên bajarî kavil in,

ji rojhilat ta rojava hestî, bêhejmar herrî di ser re boriye,

gorr li bin her dar û deviyê.

Dipirsim: ev şopên kê ne,

çi bû kerbên Kurrê Esmanî vekirin,

agirê qeyserê min gurr kir?

Çi bû şûrên artêşê hildan,

deng ji deholan anî?

Aramî di bin xwînrêjiyê ve ma,

artêşên tecawizkar bi ser Welatî de girt,

sêsed hezar mêr bi carekê.

Wey li bextê me! Wey li me! Rondik mîna baranê.

Derd e çûn, derd e jiyana şerrvanî:

ordîgeh ne dermal e, milkê malê dûr e,

hay ji zarrokan nîne. Êriş yan zêrevanî:

ma kî xezeba çiyayên sersinor dinase?

Şivan Li nemaye:

nişteciyên sersinor xwarina gur û pilingan in.

 

Li Po

Sibe-spêdeyê poste dê bi rê keve.

Derzî di nav tilên min yên spî re,

hemî şevê min saqoyê[39] te beten kiriye,

bi zor meqes êdî xwe di destên min de digire.

 

Li Po

Hezar ber, hezar spîndar,

li nav daran deh hezar zerî,

legleg li çiya li ser her darê,

lewçetiya meymûnên spî li hindavî her royî.

Tu ne li ber çemê cil-payizî bûyî

û min tehemila dengê meymûnan nekir.

 

Li Po

Dostê dêrîn, ez li rojava mam,

li bal Birca Qulingê Zer

dema bi royî de

baberrika te ya bitenê

winda bûyî nav mija avrêla kulîlkdar.

Tenê Çemê Yangtse dibînim,

diherrike berev qiraxa esmanî.

 

Li Po

Tu dipirsî ka çima li çol û çiya dimînim.

Dibişirim, bêyî ti bersivê bidim, aram im.

Kulîlkek darxoxan bi robarî de diherrike dûr.

Erd û esmanek dî hene ku ne li ber çavên xelkê ne.

 

Li Po

 Binêre, Çemê Zer ji esmanandiherike deryayê, bê vegerr.Binêre, di neynikên zelal yên odeyên bilind, porrspêdeyê reşî armûşî ye, êvarê spiyî berfîn…Ger di jiyanê de her bextiyariyê bixwazî,nehêle heyv perdaqa te vala bibîne!Bereket ji Yezdan e, bi kar bîne!Bila hezar hûrdeyên zêrr biçin jî,               hemû dê dîsan vegerrin!Mihê bikelînin, ga ser jê bikin, hefsarî ji stoyêşahiyê vekin,em ê sêsed perdaqan bi carekê nîç bikin![40]Hosteyê kal Ts’en, zanayê xort an Ch’iu,mey berdest e, hûn ji çi şerm dikin?Bi destûra we, ez dê stiranekê bêjim!Baş guh bidinê!Zengil zirne lezetên nedîtî, ax çi gencîne ne?Her sermest be, qet ne hişyar!Alim û ewliyayên berê ji bîr bûne,tenê serxweşên mezin navdar in her û her!Mîr Ch’en li Seraya Şadiyê şehyan dikirin,her denê meyê bi deh hezaran dikirrî,               yarî dikirin û dikenî.Çawan dikarî, ho malvanê min,               bêjî ku pare nemane?Herre badeyê bistîne û bîne em bi hev re binoşin!Hespê min yê pinîpinî wek ji pelên gulên geş,kurkê min bihayî hezaran,herduyan bide lawikî, bila bide bi meya baş,em tê de deh hezar xemên xwe bixeniqînin,               ez û tu!

 

Tu Fu (712 – 770)

Hurme-gurm ji erebaneyên cengê tê,hinge-dinga simên hespan e,mêrên piyade, tîr û kevan li piştê, dimeşin.Dê û bav, jin û zarok dibezin wan bi rê bikin:ji toz û gemortikê pira Hsiang-yang nasihire[41].Xwe diavêjin ber piyan, xwe bi derling û berdangan vediçirrikînin û rê digirin,gazî û hewar hildikeve û, wek ewran, esmanî vedişêrin.Li ber rê armanca meşvanan tê pirsîn,ew dibêjin: bangî me hatiye kirin,                               em bilez in.Gelek hê xort çûn bakur peravên çeman:çilsalî jî ew hê li meydanên rojava dimînim.Dema ew çûn, rûspiyên gund jê re şaşik[42] girê didan –dema ew porrspî vedigerin,                               dîsan amade ne biçin.Li ser sinor xwîn wek deryayê pêlan didelê serok hê jî têr nebûye.Te bîstiye ka çawan li Hanêli dused bajaran, hezar bajarokan û dehhezar gundênji çiyayan berev rojhilat strî û darxwelî şên dibin?Jinên bihêz dest diavêjin tevir û bêranlê dehlûdirr borr dibin serev rojhilat û rojava;ca kî dikare azarên mêrên Ch’înê li meydanên cengêbipîve?Ew wek seyan yan mirîşkan tên ajotinlê ma şervan diwêre gilî bike                               dema tiştek jê tê xwestin?Tevî ku dîsan zivistan e jî,bênvedanê nadin pasvanên derbendên sersinor –û bacstînên bênteng her kuncika welat seh dikin.Niha pare ji kû bînin?Û tê gotin ku welidîna kurr siûda xirab e,lê baş e ger keç biwelide:keç dikare li yekî cîran bêt zewicandinlê kurr tê binaxkirin û dibe cîranê giya. Te dîtine, ezbenî, li perava Kokonorhestiyên spî yên ticarî nayên berhevkirin?Canên hestiyên nû li ber xwe didin,yên kevn digirîn.Û esman tarî dibe                               û baran dibare ser gazin û nalînê.

 

Tu Fu

Bi şev di belemê de me li pêş beravê

dema heyv di avê de li raserî kevirên binî dilive,

bayek biharê radibe, çira dihejin,

dengek bêhedan yê barana şevê ji çemî ve tê.

Çenga spêdeyê di nav ewrên şil re lê dide.

Mij perestgeha kevirîn diniximîne.

Ramanên min belema nazik vedihêlin

û mîna qaqlîbazek bêmad difirrin cem te.

 

Tu Fu

Berf ji bakur ve dileze Chang-shahê,

ewrên Mongolistanê sirr û sarmayê tînin

dehhezar malan.

Pel li ber bayî pelate dibin,

berf nagihe bibe gumtil.

Berîka min vala ye:

piyaleya zîvîn difiroşim, meyê pê dikirrim –

lê yarekê çawan peyda bikim? Bitenê rûdinim,

bendewarî êvarê û vegerra perrindeyan dimînim.

 

Tu Fu

Giya nerm e, bayê beravê sivik e;

belemek bitenê di şevê de, stûna wê hejhejok.

Stêran xwe şorr kiriye raserî deştê.

Heyva hiltê li pêlên Yangtse dibiriqe.

Ma çi mifa ye ger mirov navdar be

ger pîr û nisax û haha êdî ji-erk-avêtî be?

Ez li ser lêva kendekê me

mîna bazekî xwe berdabe nav sinorên erd û esmanan.

 

Tu Fu

Ma çi xweşî tê heye ku bihar bêt,

ku ba har bibin,

gulan biperritînin, virr bikin[43] avê,

belema masîgirî biqulipînin û biavêjin beravê?

 

Wang Ch’ang (700)

Ew li pişta hespê pirçreş li ser kurtanê spî rûniştî ye,

şerr bi dawî hatiye, heyva sar şewqa xwe dide deştê.

Li ber bajarî hê jî gurmîna dehola asinî tê:

xwîn nagihe bi devikê zêrrîn yê şûrî ve hişk bibe.

 

Wang Ch’ang

Hespê xwe av didim, didim çemê boş û derbas dibim,

av sar e, ba mîna kêrê ye,

roj dê haha ava bibe pişt xîzistanê;

bajarê Lin-t’ao ji dûr ve şîn dike.

Li ber rîşalên Keleha Mezin dimeşim:

li vir berê ceng hatiye kirin,

hingê qehremanî li ser devê her kesî bû.

Êdî nemane ew roj, hemî ax e li ber piyan,

hestî bela-wela li nav dehlûdirran.

 

Kao Shih (??? – 765)

Berfê esmanê Mongolistanê vemaliye,

dewarên şivanan vedigerrin malê.

Heyv dibiriqe, awazên bilûra teterî

bi keslanî[44] hildikevin birca nobedariyê.

Ji derekê ve kulîlkên xoxan difirrin:

di şevekê de bayî derbend û çiya miştî kulîlk kirin.

 

Ts’en Ts’an (700)

Dibînî çawan Çemê Siwaran dirije deryaya qeşayî,

çawan toza zer ya deştê wek babelîskan radibe ber esmanan.

Bayê payizê li nav şeva Lun-t’ai dizûre,

kevirên gir ji binê çemî radibin,

ba parçeyan ji zinaran vediqetîne.

Çerîngehên Huniyan beyî û zer in lê dewar hê jî qelew dibin.

Toz mîna ji Çiyayê Zêrrîn radibe:

meşa berev rojava dest pê bûye, refan daye pey serhengan,

zirx hemî şevê cilên fermandarî ne.

Nîva şevê jî her dimeşin, çinge-çinga çekan e,

ba mîna kêrê rûyan dibirre,

xuha buxarî ji pişta dewaran dihilme;

dema di kûnî ve fermanên liberxwedanê dinivîsî, ximav diqerrise.

Hunî hatina te dibîzin: recifk wan digire,

newêrin şûrên xwe yên kurt rakin.

Em li ber Deriyê Rojava rawestî ne

û bendewarî peyamekê ne ji yê biserketî.

 

Ts’en Ts’an

Sal bi sal bihar hêşîn dibe,

tenê mirov bi salan re pîr dibe.

Dizanim: mirov winda dibe, mîna gulan venagerre.

Ax! Gulên weriyayî nemale der.

Kurrên te jî dê nemînin:

ew dê bidin dû gernasên berê.

Spêdeyê em dê dîsan rûnin nav gulan,

gul dê dawerin cerrikê me, bênê bidin badeya biharê.

 

Ts’en Ts’an

Mal dûr ma li rojhilat, rêyek bêdawî li pêşiya me ye.

Huçikên min nagihin ji rondikan ziwa bibin.

Em bi siwarî pêrgî hev tên: ne perr, ne pênûs,

lew vê peyamê ji wan re bibe: her tişt baş e.

 

Wang Han (700)

Qedeh tijî meya al[45] a zelal di şevê de dibiriqin:

me divê vexwin! Bi me nekenin

ger em mestbûyî bikevin erdê

dema banga siwarbûnê bêt:

ma çend kes ti car ji van meydanan vegerriye?

 

Chang Chi (700 û 800)

Du rêving bi rê dikevin,

yek ber bi rojhilat, yên din rojava,

pişta xwe didin hev, ti ji herduyan venagerrin.

Tenê sereguhiya[46] xirxal û simên hespan dikin.

Rê wan dibe deverine dûr:

çiyayên bilind, deryayên berfire wan ji hev vediqetînin,

gerrvan in, li cihekî nasekinin,

nagin nameyekê jî binivîsin.

Her roj li bîra min e ka li veqetînê me çi got.

Ewrên gerrok ji esmanan dibarin erdê.

Bîskekê em rastî hev hatin: neçarî çûnê man.

Ax! Leşê min û te ne yek e.

 

Ts’ui Hu (700 û 800)

Par vî heyamî

rûyê wê bi hevrikî

li gel kulîlkên darxoxan dibiriqî –

êdî rûyê wê nabînim:

kulîlkên xoxan bi tenê li bayê biharê dibişirin.

 

Po Chü-i (772 – 846)

Yê dipeyive, nizane; yê dizane, xwe bêdeng dike.

Wek min bîstiye, Laotse wa gotiye.[47]

Ger Laotse ji wan e yên dizanin,

pa çima wî bi xwe pirtûkek nivîsî: pênc hezar peyv?

 

Po Chü-i

Ji Annamê bilbilek wek diyarî ji min re hat:

wek xoxan geş bû û mîna mirovan dipeyivî.

Qedera wî jî bû mîna serpêhatiya xweşmêran:

deriyê rekehekê jê re vebû.

 

Po Chü-i

Nû bûye pazde.

Îro hevrêya min e li nav çiyan, ber çeman.

Em li nav kanîkên biharê dilîzin û avê dişilqînin,

bi pêşbirkî bi darên spehî ve hildikevin.

Ew dibişkurre û xwe li nav gulan vedişêre

û xeyalên min yên mestbûyî wek bayî difirrîne.

Ew ji şerman rûsor dibe dema direqise û ba li danga wê dide.

Xemgînî xwe berdide ser çavên wê dema stiran bi dawî tê.

Stirana Çeqên Çinarê nebêje:

ti kes li vir nîne ku dilî lê bişewitînî.

 

Po Chü-i

Spehîtiya warên Başûr,

hest bi her dîmenê dikim:

dema roj hiltê, çem ji gulan mîna agirî geş dibin,

biharê av wek heşê ye.

Ma çawan Başûrî ji bîr bikim…

 

Po Chü-I

Ez li gel te pîr dibim

û ji xwe dipirsim, gelo pîrî çawan e.

Çav dizûrin dema êvaran xwe pal didim,

û spêdeyê jî navêm serê xwe şe kim.

Dem hatiye xwe bispêrim gopal dema derdikevim –

jixwe ger roj bi roj li hindirr rûnenim.

Di xwe re baş nabînim li neynika zelal binerim

tevî ku ji pirtûkan tîpên hûrik nasihirînim.[48]

Dostên delal yên pîr her xweşdivîtir dibin

lê dûratiya ji ciwanan pirrtir dixwiye.

Û zêde ye dilxweşiya min herdem

ku te dibînim û em dikarin bi rehetî suhbetê bikin!

 

Po Chü-I

Bêtixûb giyayê deştê.

Sal bi sal ew dibeye,

û dîsan dibişkive;

pûşî[49] bişewitînî jî, ew namire:

dema bayê biharê lê dide, ew dîsan şên dibe;

ew borr rêya kevn digire, dimeşe dûratiyan,

bi keskiya xwe ya xurt kavilên bajarên berdayî diniximîne;

ew dûndeyên[50] paşayan dibe gorran

mişe, mişt,

tijî hesreta veqetînê.

 

Liu Tsung-yüan (773 – 810)

Hezar çiya, tek çivîk jî nafirre.

Deh hezar rêk, bêyî ti şûn û şop.

Belemek bitenê: pîremêrek li nav berfê

şoka xwe diavêje royê zivistanî.

 

Liu Tsung-yüan

Masîgirek pîr şeva xwe li kuncikek Zinarê Rojava dinive,

spêdeyê ava zelal ji Çemê Hsiang tîne

û heydarine Ch’uyê dişewitîne.

Bi hilatina rojê re mij sist dibe, ti kes nayê dîtin,

tenê şeprepa bêrikên belemê li çiyayan deng vedide.

Çavên min li derdor digerrin: robar û esman digihin hev,

li raserî helanan[51] ewr li pey hev dibezin.

 

Tu Ch’iu-miang (??? – 820)

Bistehiyê[52] bide xwe: dilê xwe bi kirasê rengîn neşewitîne,

dest biavêje salên ciwaniyê!

Gul dema vedibe spehî ye – hingê biçine;

nemîne ta ku çeq bên rûtkirin!

Li Ho (791 – 818)

Bayê rojhilat tê, çav biharê bi hêsiran dadigirin.

Li bajarê gulan çinar xwe bi xeman dikujin.

Li nav baxçeyê serayê ba û bambû ketine hevrikiyê.

Kirasên kesk yên nû yên semayê mîna avê zelal in.

Hezar qûnaxan ba li kulîlkên geş dide.

Mija germ xwe vedide[53], ewr di ser erd û esmanan re dibezin.

Bêxem xidamên artêşê birûyên xwe boye dikin.

Alayên pêldar germiyê li bajarê qeyserî diyarî dikin.

Bênên xweş xwe li çemê çepûçûrr didin, winda dibin û êdî venagerrin.

Diçilmisin kulîlkên hirmiyan. Payiz digihe nav baxçe.

Li Ho

Hemî şeva dirêj ya bîjin[54] digirî.

Gerrokê bitenê xewnan li ser vegerra li malê dibîne.

Tevnpîrk tevnê xwe li sivandeyê dirêse.

Çira gula xwe dixe dîwarî.

Heyv ji pişt perdeyê ve şewqek geş dide,

siya darê bi rexkanî[55] bi perdeyê dikeve.

Xunavek xemgîn hêdîka datê,

di nîveka lîça avê de devê vekirî yê gulê.

Tu Mu (800)

Di xanî ve bitenê me, ji ber nebûna te

dil dikeve bêhedaniyê.

Li ber ronahiya sar ya çirayê bîranînên tên bîra min.

Qazqulingek rêwinda diqîje nav xewa min ya bêmad.

Xew gerrokî dibe malê ta spêdeya stemkar tê.

Hatina nameyan ta vir salekê vedikêşe.

Li raserî robarê sar heyv di nav mijê re,

li nik dergehê li beravê belema masîgirî tewlkirî.

Tu Mu

Mij li raserî ava sar, tavheyv li xîzgehê.

Bi şev belema xwe li berava Ch’ian-huain tewl dikim,

li rasta meyxaneyê.

Bêyî xema dewleta hilweşiyayî bixwin

zeriyên Shangê distirin:

di ser robarî re Stirana Kulîlkên Gulistanê dibîzim.

Tu Mu

Pirt bi pirt şikodariya dinyayê dibe axek bêndar,

av bêhest diherrike,

giya ji xwe ve radibin biharê.

Perrinde xema xwe distirin bayê rojhilat,

gul dikeve mîna keçikê ya xwe ji kelehê avêtî.

Wen T’ing-yün (800)

Dema min pirça xwe şe kiribû û xwe şûştibû,

bi tenê rûniştim û min fekir robarî:

hezar baberrik raborîn, û hezar din jî.

Roj di avê de dilerizî: dil şkestî

bendewarî belema berev Giravê Sosinên Sîs bûm.

Li P’in (800)

Zivistan li pey zivistanê, bihar li pey biharê çûne,

li pişt çiyayan, dûr derî peyaman.

Niha, nêzî malê, bêrîkirin dibe tirs:

bila xelk di ber min re bibore bêyî rawestîn,

bistehiyê nakim ti jê bipirsim.

Ts’ao Sung (800 û 900)

Çem û çiyayên Başûr: tenê nîşan in li nexşeya cengê.

Ma niştecî dê êdî çawan karên xwe yên rojane bidomînin?

Bo min basa qehremanî û payeberziyê nekin:

Navdariya her fermandarî li ser hestiyên hişkbûyî

yên dehhezar mirovan hatiye avakirin.

Chin Ch’ang-hsü (800 û 900)

Çivîkan bifirrînin dûr,

nehêlin li ser çeqan bistirin:

li stirana wan rabû

hê negihabû cem yara xwe.

Han-shan (600 – 800)[56]

Li nav hezaran ewr û herrikan

mêrikek heye betal dijî.

Bi roj ew li çiyayên şên digerre,

şevên xwe li binê rizdeyekê dinive.

Bihar û payiz zû derbas dibin

lê dilê wî aram û hêmin e,

azad e ji dinyaya derdan.

Ax çend xweş e: xwe têkilî ti tiştî nekî,

hêwir bî mîna avên çeman li payizan.

Han-shan

Kulîlkên darxoxan dixwazin hemî havînê bêna xweş bidin

lê heyv û ba nasekinin.

Dixwazî mirovên zemanê Hanî bibînî

lê ti ji wan sax nemane.

Roj bi roj kulîlkên gulan dadiwerin,

sal bi sal mirov diguherrin.

Cihê îro toz lê radibe

dê carekê derya lê pêlan bide.

Han-shan

Mirovên vê dinyayê baş dinasim:

diwelidin û paşî dîsan dimirin.

Duh şazdesalî bû,

li-ser-xwe û ber li pêş.

Îro êdî zêdeyî heftê salî,

bêhêz, hincirrî û zerkok.

Tam mîna gulên rojên biharê:

spêdeyê dipişkivin, êvarê êdî çilmisîne.

Bihara Başûr

K’ou Chun (961 – 1023)

Li pişt pêlan zevî di bin mijê ve ye.

Bayê rojhilat radibe û bêna giyayê avî hildifirrîne.

Roj dadikeve pişt koma xîzî.

Heyv çardehî ye.

Ava biharî dihedire[57], dil na.

Xweş dipişkive bihar

Lin P’u (965/7 – 1026/8)

Xweş dipişkive her sal bihara Geliyê Zer.

Gelo kî fermana xemla rengên wê dide?

Niha pelên dawiyê dadiwerin nav baxçeyê min,

mij û baranê zevî zeft kiriye.

Û dema stiranên xatirxwestinê ye.

Êvarê deriyê xanîkê xwe digirim.

Mîr bi rê ketiye.

Zevî ta çav qetre bike[58] biber e biber.

Rê berev rojhilat, rojava, bakur, başûr.

Lin P’u

Şîn in

Çiyayên Wu,

şîn in

Çiyayên Yüe.

Li herdu rexan çiyayên şîn,

bi rê dikin, pêşwazî dikin.

Ma kî dizane ka dê piştî veqetîna me çi bibe.

Boş in

rondikên te,

boş in

rondikên min.

Wek gerewa[59] dilê xwe ez ê kemera hevrîşmî bidim;

dirûna wê hê nîvûnor[60] e.

Li derava çemî deryaçe hêwir bûye jî.

Cheng Hsien (990 – ???)

Sivik wek ewran, nazik wek helizê[61],

pirç aniha şekirî;

bêna kê wa taze,

leşê kê wa geş?

Bilûr bi tenê lê dide,

heyv şermîn e, esman wek perdeyê.

Mei Yao-ch’en (1002 – 1060)

Li xortaniya xwe mirov bi dilê xwe têr meyê vedixwe.

Lê êdî ji min boriye dema xortanî û vexwarinê.

Hê jî dixwazim vexwim lê min tehemila hindê nîne:

didan û porr ji min diwerin,

çi vedixwim, vedirêjim –

ca çi lezet e!

Spêdeyê dema şiyar dibim, ser ranabe,

ode dizivirre, xanî wek avê dizivirre.

Dixwazim pişta xwe bidim êşan, berê xwe bidim xweşiyan.

Lê ger bixwazî saxlem bimînî, divê kêm vexwî.

Yeh Ch’ing-ch’en (dorî 1000)

Hê bimîne! Qedehê ji meya kesk dagire,

bêsebeb lezê neke!

Ji rengên biharê

du derd in

yê sêyem ba û baran.

Ou-yang Hsiu (1007 – 1072)

Darên kesk şên dibin gupik di nav hev re,

firrinde li çiyayan distirin.

Esman hêwir e, ba bi nearamî pêlan dide.

Firrinde distirin, gul min direqisînin serxweşiyê.

Serê min li ber tavê zelal dibe:

êdî bihar e.

Ou-yang Hsiu

Dar di nav soriyê de, çiya di nav şîniyê de, roj ava dibe.

Li rexê dî yê bajarî giya bêkinar kesk dike.

Bihar bi dawî tê, ne xema rêmeşan[62] e;

li ber deriyê gulistanê gulan didewisînin.

Ou-yang Hsiu

Spêdeyê dibîzim dema firrinde vediceniqin û difirrin dûr,

li hengura êvarê dibînim ew vedigerrin.

Têlên saza nexşdar nehatine akordkirin.

Ma kî dikare wan hestan yên her vedigerrin.

Ou-yang Hsiu

Par li cejna fanosan

fanosan wek rojê gulistan ron dikir.

Heyv hilhat raserî çeqên bihan;

li nav xumamiyê got: belê.

Îsal li cejna fanosan

heyv û fanos mîna berê geş in

lê tu nemayî.

Tîleyên kirasê min ji rondikan şil dibin.

Ou-yang Hsiu

Ava sar kesk e,

kî ye li beravê li bilûrê dide?

Bi belema sivik yê gerrvan

ji Çemê Hsieh digihînim Herrika Hsiang.

Hezar donim qamûş, heyva mijdar zerik:

dilê yê gerrvan digirî.

Spêdeyê em digihin derbendê û ji hev vediqetin.

Ou-yang Hsiu

Gul, mîna te,

dar, wek te.

Wan bihar keskand dema em ji hev veqetîn.

Serê xwe diçemînim, rê didim rondikan.

Herrik dirêj e berev rojhilat,

herrik dirêj e berev rojava.

Du werdekên mandarînî her yek bi aliyekî ve difirre.

Gelo em ê kengî dîsan hev bibînin, ez û tu?

Li Kou (1009 – 1059)

Xelk dibêje: dema roj ava dibe,

diçe pişt qeraxa esmanî.

Li qeraxa esmanî dinerim: mala min li pişt wê ye,

û nefret dikim çiyayên kesk yên me ji hev vediqetînin,

çiyayên kesk yên ewrên êvaran xwe ji ber venadin.

Liu Yang (n. 1000)

Çivîkê sar e lew[63] dinale.

Êvara dawîn e li vir, paşî koçek dirêj.

Baranê xwe lezand.

Bi keyf em qedehan radikin

di xîvetê ve li nêzî dergeha bajarî;

niha ku min dixwest bimînim,

belema min ya bi gulan nexşandî bi rê dikeve.

Destê te digirim, bêdeng li te dinerim

rondik li çavan, parî di gewriyê re.

Ez ê dûr kevim, ez ê dûr kevim:

hezar qûnaxan mij, pêl, ewr

li esmanê giran yê Ch’u-ya dûr.

Jana veqetînê birînên kevn diperritîne.

Ma kî dikare bi tenê be dema payiza zelal dakeve?

Û ez ê li kû bim dema şeva bêt

ji mestiya meyê bibim? Dar li beravê,

heyva datê li ber bayê spêdeyê.

Salek temam qediya,

hemî spêde û dîmenên salê ji ber çavan borîne.

Ez mîna tovek avêtî ber bayî me,

li gel kê biaxivim, ji kê re bibêjim?

Wang An-shih (1021 – ???)

Ava çemî li ber bayê rojava dişilqe[64],

soratiya dawîn ji gulên beravê direve.

Awazên bilûrê xema veqetînê

di ser çiyayên asê re digihîne bakur.

Ch’eng Hao (1032 – 1085)

Ewrek tenik, bayek nerm. Tavilê nîvro ye.

Li nik gul û darên beravê didim avê.

Rêbor[65] nizanin ka çima wa bikêf im,

ji hev re dibêjin: mîna zarrokê neçûbe dersê ye.

Yen Chi-tao (??? – ???)

Li derve soratiya roja ava dibe geş e.

Bihar tê, dar dipişkivin.

Kulîlkên xox û hilûkan êdî xwe li ber bayî nagirin;

li her derê kulîlkên weriyayî.

Dilê min diêşe,

dilê min diêşe.

Ax, çend dûr in dost, çend dûr esmanê Ch’u.

Su Tung-p’o (1036/7 – 1101)

Dema zarrokek diwelide,

her kes hêvî dike ku jîr be.

Lê ez ji jîriyê diêşim,

wê hemî jiyana min herrimandiye.

Tek hêviya min ew e

ku kurrê min sade be, têr bêhiş be

daku bikare bêxem bijî û bibe wezîr.

Su Tung-p’o

Helbestên min peyvine vala ne

tevî ku awaza dilî aram e.

Sal tên û xemên xwe vala dikin:

girr bi bîrê nakeve.

Su Tung-p’o

Li pişt dîwarê kelehê hêskek[66], li pêş rêyek,

gerrvanek li ser rê,

li nav baxçeyî kenê zeriyan.

Hêdî-hêdî ken nizm dibe û vediçopire[67].

Bêdengî ye. Bi dilek şewitok diçim ser rêya xwe

û diêşim. Û dema dilê min aram dibe, her diêşim.

Su Tung-p’o

Par dema min tu

di deriyê Yü-hang re gihandî derve,

berf mîna pelan dibarî.

Niha payiza îsal berev dawiyê ye,

pel wek berfê diwerin

lê hê jî ti aga ji te nîne.

Xewnek em jê şiyar nabin

Su Tung-p’o

Mîna xwîsarê, tavheyvê,

mîna herrikê, nermiya bayî,

dîmenên zelal bêyî tixûb.

Li zivrroka tengavê masiyek xwe hildiavêje,

dilop ji gulên gilover ziwa dibin.

Bêdengî ye, bêkesî ye: mirov nayên dîtin.

Li saeta sêyem ji şevê

pelek diwere û dixijxije –

diceniqim. Ewrê tarî yê xewê vedireve.

Şev bêsinor e. Êdî rêya xewê nabînim.

Dema spêde lê dide, bi rêkên baxçeyî ve digerrim.

Gerrvanê li kinara esmanî westiyayî

hê carekê li çiyayan radiweste

û tijî bîranîn pê re li baxçeyê kevn dinere:

Birca hacîreşkan vala ye;

ka zerî?

Hacîreşkîno, bêwec bû we hêlîn li hindirr çêkir;

ya borî û ya bêt mîna xewnê ne

ya em jê şiyar nabin.

Em rik li dema borî dinerin, xema demên bên dixwin

û wan didin ber hev.

Birca zer li şevê dibiriqe

û ez axînekê dikişînim.

Xewnek nîvcomayî

Su Tung-p’o

Baranê esman hind tarî kir ku min bawer kir bûye şev

lê paşî hirrebayek hat û esman sahî bû.

Di nav ewrên sivik re tîrêj rexkanî hatin mîna tavheyvê li raserî çiyayan.

Giyayê nerm û nazik li rêya beravê

gavên hespê min sivik kirin.

Li berspêdeyê ji şopên meyê hêdî-hêdî zelal dibûm,

serê min hê jî giran bû.

Xewna li ser gundê nemiran nîvco ma:

bêencam ji nav ewran li pira şîn gerrîm.

Dil bi keseran dagirtî dimeşîm,

ava diherrike tek hevrêya min.

Ch’in Kuan (1049 – 1100)

Ewr armûşek şeng li esmanan dinexşînin,

firre-stêr[68] bi coşî esmanan geş dikin.

Dilê min mîna avek herrikbar e,

ev kêlîk mîna xewnek xweş e.

Huang T’ing-chien (1045 – 1105)

Li Derbenda Yang çem çûrrekê dide rojhilat.[69]

Fanosek li binê Ching-yanî diçirise: belemek masîgiran e.

Bi şev û roj mîna mestan im,

çem tijî ba û heyv e, derd dûr in.

Chang Lei (1052 – 1112)

Êdî zivistan ji nav baxçikê min direve, berf dibe lûlav[70]

û wek rûbarekî di ber xanîkê min re diherrike gerrikê.

Di xewê re dibînim heyv ji pişt pencereya min xilas dibe.

Ji berspêdeyê ve çiya dengê çivîkên biharê vedidin.

Ch’ao Pu-chih (1053 – 1110)

Li hespê xwe siwar dibim û li te dibişirim, dost:

dem e vegerrim malê. Me deh roj bi hev re borandin.

Dema hatim, giyayî ji nû zîlikên xwe derdianîn,

niha kesk bûye, borr e, borr.

Dema hatim, hespê min ji kêfan dihîrrî,

niha ji xeman dişihe.

Dil dê her li vir bimîne;

simên hespan qet nasekenin.

Ch’en Shih-tao (1053 – 1101)

Dema pirtûkek xweş dixwînim, zû xilas dibe;

dema bendewarî mêvanek ezîz bim, nayê.

Her tişt wiha ye. Ax, çend hindik in

ew kêlîkên dilxweşker yên dibin para sedsalekê.

Chou Pang-yen (1056 – 1121)

Êvara payizê ji bêpêjnî vediguheze şevê,

baxçeyê min dicemide, dibe qerrise.

Disekinim û guh didim dengên sarmayê.

Di nav kûriya ewran re çivîkek jî nafirre.

Mêvan dereng çûn. Niha bêdengî ye,

tenê ronahiyek li dîwarî ye,

şewqa fanosek bitenê.

Êdî bi temamî ji mestiya meyê zelal bûme:

gelo dê çawan vê şevê jî biborînim?

Chou Pang-yen

Li raserî kelehê esmanek yeşîmî, bêewr,

giyayên bênxweş ji ber dîwarên kelehê ta kinara esman.

Rê li ber digirim: zêde bilind hewa nekeve!

Çîqilên bamboyan xwe dirêj kirine, gihane ta ber nêrdewanan,

hemî gulên weriyayî li ber hêlînên hacîreşkan.

Dijwar e guhdariya kûkûyê li nav daristanê dikû bikim.

Ho Chu (1063 – 1120)

Kulîlkên xoxan werîne,

bareyên[71] hacîreşkan vegerrîne.

Cejna Xwarinên Sar tê bîra min,

ka çawan jihalçûyî bûm dema bi rêya sor ve,

di deriyê kesk re derdiketim.

Bajarê Ch’u bi gulên biharê niximandî ye:

mala yê gerrvan tê bîrê û ew axînan dikişîne,

bi şev vedigerre wir

û nayê bîrê ku li dûlikê dinyayê ye.

Li Ch’ing-chao (1081 – 1150)

Ba sekiniye, bênek xweş ji axê û gilgileyî[72] hildifûre.

Êvar tê. Taqet nakim pirça xwe şe kim.

Ti tişt êdî ne mereqa min e: ew nemaye.

Û dinya her li ser ya xwe ye.

Rondik diherrikin dema dikoşim bipeyivim.

Min bîstiye ku li Coteçemistanê bihar hê jî spehî ye;

dixwazim li wir bam û avê bibiram –

lê ditirsim ku belema Coteçemistanê

zêde sivik be: ma dê çawan bikare bilive

wiha tijî xem, xem.

Li Ch’ing-chao

Êvarek biharê li kolanên bajarî.

Seray veşartî ne li pişt dergehên qerrase,

li ber dergehan giya şên.

Esman tarî dibe. Quling vedigerrin warî.

Hildikevim ser kelehê: kî dê peyamekê ji dûr bişîne?

Bendewar im, hê jî bendewar.

Evîn rondikan tîne:

tenêbûn zor e, zor.

Dîsan Cejna Xwarinên Sar e,

li kolanên payizî mirov bêdeng in.

Heyv nû ye, şaloka wê ron

li ser pişta xwe dikeve nav kulîlkên hirmiyan.

Chu Tun-ju (1100 – 1200)

Berê min li dema kulîlkdana hilûkan ta serxweşiyê vedixwar

û dirêj li gor serê xwe digerrîm berî vegerrim.

Jinên spehî û delal ez radikêşam û daxwaza stiranan dikir.

Min kemerên wan yên nexşandî bi meyê dilewitandin

û wan dîsan qedeha min dadigirt.

Niha pîr bûme û rewş ne ya berê ye.

Êdî mey bo min li nav gulan nayê têkirin;

cilên min tenê ji rondikan şil dibin.

Niha dixwazim derî li xwe bigirim û di xew biçim;

bila kulîlkên hilûkan bo xwe wek berfê dawerin û bifirrin.

Hemî çem sor bûye

Yüeh Fei (1102 – 1141)

Ji dûr ve li deştên Niştiman dinerim:

di nav mija êvarê de bêhejmar bajar veşartî ne.

Tê bîra min ew roj dema gulan keleh diniximand,

bihan sî dida eywanê,

berên gewer dîwar dinexşandin,

ji dîwanê awazên şeng deng vedidan.

Lê niha…

garranek hespên asinî deştan didewisîne.

Ka gelê min?

Co û gerrik tijî ne.

Ka şerrvan?

Bi şûr û riman hatine perritandin.

De binalin, çem û çiya!

Bi sond: hezar gund hatine kavilkirin.

Kengî dê bêt roj ku serheng bên vexwendin,

kengî dê yekîne bên biçekkirin?

Hsieh I (1100?)

Bi sivikî milê bênxweş diperixînim,

bêmad li ber qedeha meyê

guh didim vemirîna awaza dawîn.

Şeva çûyî jihalçûnek kûr,

îşev qedeha xatirxwestinê,

sibê rêving, dûr ji vir.

Ez ê vegerrim, tenê bendewarî vegerrê me,

û ez ê êdî neçim!

Xema veqetînê bêbin e,

herrika çemê bêdawî,

rengên çiyayan bêhejmar.

Fan Ch’eng-ta (1126 – 1193)

Belema min bi xwe hêdîka dimeşe.

Çiyayên qerriseyê-girtî hemberî esmanê sahî dibînim.

Êvarê ba dihede, sarma dibe seqem.

Dibîzim ka çawan di bin belemê ve mircan û morî dişkên.

Min nedizanî ku rûyê deryaçeyê qerrisiye.

Chiang K’uei

Ba pif dike çeqên çaman,

bêriya min dike li bin daran.

Di nav çiyayên bakur re ewr tên;

divê heman demê hem berê xwe jê bigirim

û hem jî lê binerim.

Ew bi şev û roj radibin,

barana çiyayan cilan her şil dihêle.

Ta kengî divê li ber pencereyê rûnim

û stiranên nû li ser baranê binehwirînim?

Chiang K’uei

Patoveyên[73] bêxem yên berfê

dikevin û dihelin royê gulistana başûr.

Hênikiya biharê dostan vedixwîne şahîgehê.

Heyama hilûkan e,

ba pişta xwe didin bayê rojhilat yê bikerb.

Kulîlkên jorîn hê venebûne

lê bêna wan ya şermok digihe dûr.

Were bixêrhatinê li mêvanan bike!

Heyama pişkivîna hilûkan e –

bila herûher kulîlkan bidin!

Bi xêr be!

Niha dem e em gulên biharê têkilî meyê bikin.

Em helbestan li ser berfê dinivîsin,

ta êvarê hezaran car li dor gulan dizivirin

û direqisin.

Chiang K’uei

Hezar qonax ax û esman,

li rojava hengura êvarê:

tenê ewrek rawestiyayî dikare bi vê hestê bihese.

Sal bi sal roj kêmtir dibin,

hê jî bayê payizê min hildigire.

Hêvî dikim ku min hê carekê Başûr bidîta,

paşî bila dema nivistinê bihata.

Tu An-shih (???)

Bi tenê li ber qedeha xwe ya meyê distirim,

stiran hezar hizran vedişêre,

lê dema dest bi stiranê dikim, hêsir dest bi herrikê dikin.

Ax, gelo ev xem dê bixeniqe nav çend rondikan?

Nepirse ka çima digirîm,

nikarim vebêjim, peyivîna min mîna ya mestan e,

û dilê min jî xwe ranagire ger bibîze;

newêrim belaya xwe bigihînim dawiyê.

Weng Chüan (1200)

Niha rengên payizê radipêçin esmanê sar,

bêhejmar gupikên çiyayan ji vir ta dûristanan.

Ji betaliya xwe hildikevim serê girekî da li çemê çolê binerim.

Tavilê şîniya çiyayî di avê re diteyise.

Yüan Hao-wen (1190 – 1257)

Baran şiyar dike sedan giyayan, hezaran gulan tîne jiyanê.

Ta vê spêdeyê jî tozê rê girtibûn,

niha rengên Huang-chouyê mîna meyê geş in.

Mestbûyî li nav Gulistana Rojava distirim û direqisim.

Yüan Hao-wen

Êdî dû ji rojingên gundiyan ranabe.

Çivîk li çiyayan distirin,

lemelema royî ye di nav bestan[74] re,

dar dipişkivin. Roj dibiriqe.

Dar bi keskiyê geş in, çeq şorr bûne,

gulan soriya xwe belav kiriye, balkêş e.

Di nav daran re, li vir-wir se û mirîşk.

Nê ev mîna mala nemiran e.

Ji berhevokên Tun-huang

Bihar diçe, bihar tê,

bihar dibe biharek dî;

havîn û zivistan bi lez radihêlin hev.

Heyv mezin dibe, heyv temam dibe,

heyv dibe heyvek nû,

heyv zû didin pey hev.

Mirov bîskekê dimîne.

Heyv hezar salan gerriyaye û her nû ve bûye;

dirêjiya jiyana mirovî sed sal e:

ew nû ve nabe, yek din tê cihê wî.

[1] Beyîn: zerbûna giya.

[2] Pijikandin: parçe-parçe kirin.

[3] Noşîn: vexwarin (bi taybetî elkuhol).

[4] Pelate: bela-wela, jihevbelav, her yek li derekê.

[5] şikodarî: ezamet, mezinahî.

[6] Matî ji xwe kirin: xwe xwedî kirin.

[7] şûranê: lîstina bi şûran.

[8] Bernavê kekê wî Hsi Hsi ye.

[9] Berev: ber bi … ve

[10] Ban-ka: serbanên ji kayê çêkirî.

[11] Armûş: hevrîşm (E: herîr. T: ipek. Eng: silk).

[12] Ximav: hibr.

[13] Dara xulole: dara hinek yan hemi ji navika wê xalî.

[14] Kesûkar: xizm û lêzim.

[15] Miçandî: girtî (çav yan dev).

[16] Giya borr e: giya pirr û bilind e.

[17] Sema: dans, reqs.

[18] Neşê: nikare.

[19] Dadan: (li vir) veniştin.

[20] Delîv: derfet, mecal, îmkan.

[21] Kar bûn nav tiştekî: bi piyan ve çûn di nav tiştekî re û tê re derbas bûn (bi taybetî: kar bûn nav herriyê.)

[22] Fekirin tiştekî: li tiştekî nerîn, berê xwe dan tiştekî. (Agadarî: divê bi “fikirîn” re neyê tevlihevkirin.)

[23] Xîvet: çadir, konên sivik.

[24] Varrê (herwiha: avarrê): veder, dûrî rêyan, ne li ser rêyan; dûrî navendan / bajaran.

[25] Palerîn: kurk û ebayê zelaman.

[26] Berzivistan (analog li gel: berbihar, berspêde û hwd.): destpêka zivistanê.

[27] çepûçûrr: Rêya çepûçûrr yan çemê çepûçûrr: yê ne rikerast pêşve dimeşe lê berev çep û rast ve gelek dewran dide xwe.

[28] Baberrik [< ba + berrik]: çîtê yan qumaşê bi beleman / keştiyan ve yê ku ba lê dide û wisan belemê bi xwe re dilivîne.

[29] Jivan (frensî: rendezvous): hevdîtina dem û cihek diyarkirî (bi taybetî hevdîtina du evîndaran yan du dijminan.) Jivangeh: cihê jivanê, cihê hevdîtinê.

[30] Mêw: dara tirî pê ve çêdibe.

[31] Tewl kirin: bi derekê ve girê dan. Ker tewl kirin: hefsarê kerî bi darekê yan singekî girê dan daku ker nereve.

[32] Pace: pencere.

[33] Dêrîn (têkilî peyva ”dûr”): kevnar, qedîm.

[34] Nê: manê, nexwe, jixwe.

[35] Heydar: bambo.

[36] Balav: şûştina cilên pîs.

[37] Jî: temen, hîn, ‘emir.

[38] Hîn [h wek ”heft, henek”]: jî, temen, ‘emir.

[39] Saqo: qapût, çakêt.

[40] Nîç kirin: wisan vexwarin ku qet ti jê nemîne.

[41] Sihirîn: hatin dîtin. Bi gelemperî tenê negatîv tê bikaranîn: nesihirîn.

[42] şaşik: cemedanî, dersok.

[43] Virr kirin: bi hêz avêtin.

[44] Keslan: tembel, nezîrek.

[45] Al: sor. Yek ji klasîkên kurd, Pertew-begê Hekarî, di helbestek xwe de peyva ”al” wiha bi kar tîne. “Îsa wekî finda wîsal / geş bû wekî şem’a cemal / gêra meya al a zelal“. Îsa [< îsan]: biriqî; şem’ (erebî ye): find.

[46] Sereguhiya kesekî / tiştekî kirin: hewcedariyên kesekî / tiştekî jê re dabîn kirin, xwedî kirin, matî jê kirin, çavdêrî lê kirin daku eger pêdivî bi tiştekî hebe jê re bike.

[47] Laotse fîlosofek çînî yê kevnar e. Birêz Ebdulrehman Efîf berhema wî ya navdar ”Tao Te Ching” wergerandiye kurdî û Mehnameyê di malpera xwe de weşandiye: http://www.angelfire.com/journal2/mehname/hejmar42/diyari2.html

[48] Nesihirandin: nehatin dîtin ji ber ku pirr hûr / biçûk e.

[49] Pûş: giyayê hişk.

[50] Dûnde (herwiha: dûndeh): zurriyet.

[51] Helan (h wek ”heft, henek”): kevirên pan û mezin.

[52] Biste yan bisteh: wêrek, cesûr, bicur’et.

[53] Vedan (li vir): dan aliyekî, varê kirin.

[54] Bîjin (herwiha: jinebî, jinbî): jina mêrê wê miriye.

[55] Rexkanî: ji rexan / aliyan / teniştan ve, ne rikerast. Bi vî awayî peyva ”teniştkanî” jî bi heman wateyê tê bikaranîn.

[56] Pêştir dihat bawerkirin ku helbestvanek bi navê Han-shan hebû. Vekolînên nû yên wêjeyî dipeyitînin ku Han-shan ne kesek e lê komek bû.

[57] Hedirîn: aram bûn, hêwir bûn, bêpêl bûn, kêmpêl bûn.

[58] Qetre nekirin: nedîtin ji ber ku pirr dûr e.

[59] Gerew: rehîn.

[60] Nîvûnor: tişta bi / ta nîvî hatiye kirin, ne teman.

[61] Heliz: giyayek e, li çiyayine Kurdistanê jî şên dibe.

[62] Rêmeş: kesa/ê bi rê dimeşe.

[63] Lew: lewre, lewma, lema, lewma, loma.

[64] şilqîn: av / şîr û hwd ji ber hêzekê ji cihê xwe livîn.

[65] Rêbor: kesa/ê bi rê ve di ber kesekî / tiştekî re diborin.

[66] Hêsk: hêlekan, hêlanek, hêlkan, hêlanok, hêlane, çînçolek, çîncik, çîncîrik, colane, dolîdang, hêzok, hêlan.

[67] Vediçopirîn: hêdî-hêdî kêm bûn ta ku sekinîn; bo demekê sekinîn, qut bûn.

[68] Firrestêr: stêrên dadirijin / dixurricin.

[69] çûrrekê dide rojhilat: ber bi rojhilat ve dizivirre û wirve diherrike.

[70] Lûlav: av û berfa tevlihev.

[71] Bare: ref, kom (bi taybetî yên firrindeyan).

[72] Gilgile: pelên daran yên ketine erdê

[73] Patove, patoveyên berfê: pirtên / libên berfê.

[74] Best: cihê ber û kevir lê pirr in.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s