Kanîzar 1: Ziman û çande

George Yule

ji inglîzî: Dilyar Amûdî

Dilyar

wêne: wergêr Dilyar Amûdî

Quaker an jî komeleya hevalan qebûl nake ku mirov peyva “hûn: you” wek awayekî rêzgirtinê bi kar bîne lê “tu; thou” tercîh dike ku ew jî jidilî û wekheviyê nîşan dide. ber bikarnehanîna peyva “you” wek awayekî rêzgirtinê, kesên dî ev reftara wan wek bêrêzî nirxand û bû sedema dûrketinê.  Encamên tiştên wisa ne jirêzê gelek caran ji bo hin Quakeran giran bûn wek gava ku Richard Davis ku qala meseleyeke xwe kir gava bangî bermaliyekê kir û got “thou” bê çawa jinikê rahişt darekî û di serê wî yê rût de lêxist û serê wî bi awayekî xerab werimand. Gelekî hêrs bûbû û heta sûnd xwar ku dê wî bikuje.” Romaine (2000)

Çande

Em hemû raman û qebûlên derbarê surişta tişt û mirovan de ku mirov hîn dibe gava ku dibe endamê komên civakî, wek çandeyê bi nav dikin.  Herwiha em dikarin wê wek “zanîna bi civakîbûnê tê bidestxistin” jî binasînin. Ev zanînên wisa yên wek zimanê mirovî yê pêşî, bê ku mirov hay ji xwe hebe hîn dibe anku hayê mirovî ji çandeya wê çêdibe tenê piştî ku zimanê wî bi pêş ve diçe. Zimanekî ku em di rêya pêvajoya guhestina çandeyî de hîn dibin, bi kêmasî di destpêkê de, pergaleke amadekirî dide me û ew pergal ji bo kategorîzekirinê dinyaya derdora me û serpêhatiyên me pê re hatiye amadekirin.

Bi peyvên ku em hîn dibin re, em hîn dibin bê çawa cûreyên kategoriyên cuda yên bi cîhana me ya civakî ve girêdayî ne, re jî binasin.  Dibe ku zarokên gelekî biçûk kûçik û hesp wek du hebûnên cuda nefikirin û herduyan wek eww-wew bibînin. Her ku hîn di çandeyên Pasîfîkê de, hesp tune tune bûn û ew jî bi awayekî asayî dibû sedem ku peyvek ji bo wî jî tune be

Kategorî

Li gel ku em dizanin ku  gelek cûreyên kûçikan hene jî lê dîsa jî ji ber ku giş endamên kategoriyekê ne, em bi piranî peyva “kûçik” ji bo hemûyan dibêjin. Kategorî komek e ku ji taybetmendiyên hevpar pêk tê û herwiha em dikarin  peyvên zimanî yên ku em hîn dibin jî wek komeke mîrasê ya kategoriyên nîşankirî bihesibînin. Ev peyv ew peyv in yên ku ji bo nîşandana konsepta civaka me likar in û pêwîst in ta ku bikarin bi awayekî asayî biaxivin.

Baweriyek heye ku pêwendiyeke sabit di navbera koma peyvên ku em hîn bûne (Kategoriyên me)û awayê ku rastiya derveyî pê hatiye hatiye organîzekirin de heye.  Lê belê berjengên cîhana derveyî wisa diyar dikin ku oragnîzasyona cîhana derveyî heta astekê li gorî zimanê ku pê derbarê wê de dihê axiftin, tê kirin. Reng e ku hinek ziman gelek peyvên cuda ji bo şêweyên “baran”ê an jî cûreyên “gûza hindê” hebin lê hin zimanên din belkî peyvek an du peyv tenê hebin. Li gel ku Daniyên Gîneya Nû hemû rengên şebengê [1]dibînin jî lê navên duduyan tenê ji wan bi kar tînin, ew jî hevberên “reş” û “spî” ne. Inûtiyên Grînlendê li gel van herdû navan, sor, kesk û zer jî hene. Dı Ingilîzî de jî navên van her pênc rengan hene û herwiha û çend rengên din wek şîn, qehweyî, mor, pembeyî, pirteqalî û gewr  jî hene. Wisa diyar dibe ku zimanê ku ji aliyê kesên xwedan teknolojiyeke pêşkevtî ve tê bikaranîn zêdetir têgehên rengên wan hene. Gava mirov bala xwe bide cudahiya têgehên rengên bingehîn di zimanan de dê bibîne ku di hin zimanan de cudahiyeke têgehî/ramanî heye ku hatiye sazkirin (anku bi yek peyvê hatiye nimandin) lê di hin zimanên din de tune.

Têgehên xizmatiyê

 Zelaltirîn mînakên kategoriya sazkirina peyvên nû ew peyv in yên ku ji bo nimandina endamên malbatekê tên bikaranîn yan têgehên xizmatiyê. Di her zimanê de têgehên xizmatiyê hene(mînak: bira, dê, dapîr) lê giş endamên malbatê bi heman awayî kategorîze nakin. Di hin zimanan de peyva bav  ne tenê ji “bavê biyolojîk” tê bikaranîn lê herwiha ji bo “birayên bavê biyolojîk” jî tê bikaranîn. Di Kurdî de em peyva “Ap/mam” ji bo wan kesan bi kar tînin[2]. Me du peyvên cuda ji bo herdû konseptan saz kirine. Lê dîsa jî zimanê Ingilîzî peyva “Uncle” ji bo birayê dayikê jî bi kar tîne. Ev cudahî di zimanê ingilîzî de bi peyvên cuda nehatiye destnîşankirin lê zimanin din hene ku ev cudahiya hatiye destnîşankirin lê di hin zimanên din de hene. Wek zimanê Watamê (zimanê Papuaya Gîneya Nû) dê peyva Ingilîzî Uncle(Birayê bavî) wek aes  bê wergerandin û uncle (birayê dayikê) wek akwae bê wergerandin. Axiverên Mopa Maya(Li Belzie, Amerîka Navendî) van peyvan li ser bingehê cudatir durist dike. Ev peyvên li jêrê wergera peyva Ingilîzî uncle in(û ne wisa ne jî)

suku’un: Birayê mezin û birayê dê û bavî yê ciwantir

tataa’:Birayê mezin yê dê û bavî û bapîr

Wisa diyar e ku cudahiya temenî di navbera “xal/ap”î de di zimanê Mopayî de giring e. Cudahiyên dî jî di navbera xizman de dibe ku di zimanên cîhanê de bi awayin cuda bên ravekirin.Cudahiya di navbera dapîra ku dêya dayikê ye û ya dapîra ku dêya bavî ye, di zimanê norwecî de wek farmor(dêya dayikê) û mormor(dêya bavî) tên gotin lê di kurdî de ji bo herduyan peyva “dapîr” li kar e[3].

Konsepta demê

Em li mînakeke hinekî razbertir binerin, gava ku em di zimanê ingilîzî de peyvên week(hefte) û weekend[4](dawiya hefteyê) bi kar tînin, ew bi xwe em konsepteke mîratmayî bi kar tînin ta ku behsa mêjera demê di kategoriyên hevpar de bikin. Hebûna yekeyan ji bo nimandina “du rojan” an jî “hefte rojan” nîşan dide ku em demê(ku tiştekî razber) wek tiştekî pîvanbar dibînin û têgehên navdêrî ji bo “du mirov” an jî “heft pirtûk”(ku tiştine fîzîkî ne) bi kar tînin. Lê di nerîna beşin din ji dinyayê dibe ku dem bi vî awayî neyê dîtin. Di zimanê Hîtî de yê ku li Arizonayê tê axiftin, bi awayekî teqlîdî ti têgeh tune bûn ku bikarin peyvên pergala dema me û herwiha têgehên (du saet, sih deqîqe)   binimînin, ji ber ku têgehên me konseptên çandeya me ya li ser “demjimêr”ê ava bûye derdibirre. Belkî ji ber wê jî yekeyek ji bo “heft rojan” tune bû, herwiha ne hefte bebû ne jî şemî û yekşem hebûn. “Dawiya hefteyê” jî tune bû.

Nisbiyeta zimanî

Di van mînakan de me cudahiyên zimanan wek berjeng hesiband bo awayê ku em pê behsa rastiyên derveyî dikin. Ev bi piranî di bin têgeha nisbiyeta zimanî tê nîqaşkirin ji ber ku wisa diyar e ku pêkhateyên zimanê em pê diaxivin û kategoriyên wî yên ji berê ve diyarkirî bandorê dike li awayê ku em pê dinyayê fêm dikin. Şêweyeke qels ya vê ramanê bi awayekî besît vê rastiyê nîşan dide; em ne tenê diaxivin, lê herwiha û bi ihtmaleke mezin em behsa dinyayeke serpêhatiyên jî dikin û ew jî bi bikaranîna kategoriyên ku zimanê me dide me. Teqez e ku zimanê me yê pêşî di çêkirina “fikirîna mutat/hînbûyî” de xwedan roleke sereke ye. Ew jî bê em çawa derbarê tiştên rojane yên jiyana xwe de difikirin bê ku em bizanin bê em çawa li ser difikirin.

Lê şêweyeke xurttir ya vê ramanê heye ku jê re determînizma zimanî tê gotin ku dibêje “ziman fikiran diyar dike”. Eger bi rastî jî ziman fikiran diyar dike nexwe em ê tenê bi kategoriyên zimanê me dide me, bikarin bifikirin. Wek mînak ingilîz yek peyvê tenê ji bo berfê bi kar tînin û ew jî  snow ye û herwiha hemû wan tiştikên spî wek hev dibînin. Berevajî vê rewşê û di heman mijarê de li wan tiştikên spî dinerin û hemûyan wek tiştên ji hev cuda dibînin ji ber ku gelek navên berfê li ba wan hene. Nexwe ew kategoriyên ku ziman dide mirovî diyar dikin bê axiver çawa dinyayê wergerîne û tecrubeyan derbire. Em ê vegerin ser meseleya  berfê lê dîsa jî ev danberhev mînakeke baş e bo diryakirina pêwendiya ziman û çandeyê ye.

Hîpoteza Sapir-Whorf

Nerîna giştî ya analîtîk ya ku en li ser difikirin di nîvê sedsala bîstan de wek hîpteza Sapir-Whorf derdikeve û wisa tê zanîn. Hîn gava zimannasiya Amerîkayî pisporiya xwe bi xurtî  li ser bingehekê şûnwarnasî dikir. Edward Sapir û Benjamin Whorf nîşaşeke nû li ser zimanên Amerîkayê yên neteweyî yên wek Hopî vekir, wisa dibêjin ku wî zimanî hişt ku li dinyayê bi awayekî cuda ji axiverên zimanê Ewrupayî binerin. Ji xwe me berî niha jî gotibû ku di navbera Ingilîzî û Hopî de cudahî di pîvan û vegotina demê de heye. Li gorî nerîna Sapir û Whorfî Hopî dinyayê ji êlên din bi çavekî cudatir dibînin(Êlên ingilîzîaxiv jî tê de) ji ber ku zimanê wan dihêle wisa bifikirin. Di rêzimana Hopî de cudahiyek di navbera “giyandar” û “bêgiyan”î de heye û di navbera kategoriya ku wek komeke giyandar tê zanîn “kevir” û “ewr” jî hene. Whorf dibêje ku Hopî bawer dikin ku “kevir” û “ewr” di hebûnên giyandar in û zimanê wan dihêle ku bi vî tiştî bawer bikin. Zimanê Ingilîzî “kevir” û “ewr”an wek du hebûnên giyandar nîşan nade lew ingilîzî dinyayê wek Hopiyan nabînin. Whorf bi van gotinan fikira xwe raber dike “ em suriştê bi sînorên ku zimanê me ji me re xêz kirine dinyayê rave dikin”

Çend nîqaşên û fikirên dijî vê nerînê dîtinê derketine. Simpson(1980)wisa dibêje; ka em bifikirin ku di rêzimana êlekê de zayend hene anku nîşanin taybet ji bo keçik an jinê dê hebin û gava em hinekî din ji nêzîk ve li wî zimanî binerin ku nîşanên “mêzayendîtî”yê herwiha ji bo peyvên “kevir” û “derî” jî tên bikaranîn[5], gelo kesên wê êlê neçar dimînin ku fêm bike ku “kevir” û “derî” di hebûnên mê ne, eynê wek “keçik” û “jin”ê? Ev êl ne komeke nepenî ye. Têgehên la femme (“jin”), la pierre (“kevir”) and la porte (“derî”). Ev êlek e ku li Fransayê dijî. Lê geloma divê em wisa bifikirin ku frensî “kevir” û “derî” jî wek ku çawa jin mê ye,ew jî wisa mê ne?

Kêşeya serencama ku di herdû rewşên zimanan de (frensî û hopî) de ew e ku tevliheviyek di navbera senifandina zimanî ya (“giyandar” û “mêzayend”) û senifandina biyolojîk ya (sax û mê) de heye. Gelek caran di navbera van senifandinan de girêdanek an pêwendiyek heye lê ne şert e jî hebe. Bi ser de jî  teşeyên zimanî rê li ber me nagire ku em cudahiyên biyolojîk piştguh bikin. Li gel ku zimanê hopî ji aliyê zimanî ve senifandineke taybet ji bo peyva “kevir” heye jî, ew nayê wê wateyê ku gava ajokarê traktorê bi rê de dimeşe, ditirse ku di ser kevirekî re here û wî kevirî bikuje.

Berf

Eger em vegerin ser meseleya “berf”ê ya li cihên sar. Pêwîst e ku em peyva Eskîmoyê bi peyveke deqîqtir biguherînin ku ew jî “inîtûît” e û herwiha zimanê wan “inîtûîtikî”. li gorî Mardin(1986), di Inuîtikyê de li Grîndlenda rojavayî, tenê du peyvên bingehîn ji berfê re hene (qanik: berfa ku li hewayê ye, aput: berfa li erdê ye). Ji van herdû peyvan dikarin gelek têgehên din yên girêdayî diyardeya berfê çêkin. Dîsa jî ti sedem tune ne ku bihêlim em bawer bikin ku ev têgeh nerîn û fikirên bikarhênerên xwe kontrol dikin, lê ew mirov e yê ku di serpêhatiyên xwe de difikire û biryarê dide bê dê çi bibêje, ne ziman e.

Zimanê Ingilîzî çend peyv ji bo hin cudahiyên berfê çêkirine, wek mînak sleet, slush û snowflake[6]. Lê dîsa jî axiverên zimanê ingilîzî dikare xwe hinekî biguherînin ta ku têgehin wek fresh snow: berfa teze, pwdery snow: berfa hûrik, spring snow: berfa buharî an jî ew berfa li qeraxa rêyê  çêke. Belkî ev têgeh axiverên ingilîzî ne lê ev têgeh nehatine ferhengandin[7](anku wek peyvekê nehatine çêkirin). Axiverên ingilîzî dikarin cudahiyên kategoriyan destnîşan bikin bi rêya peyvên ferhengandî (peyvên wek slush ne rasterast berf) lê herwiha dikarin tiştin din jî destnîşan bikin bi rêya peyvên ne-ferhengandî (anku wek yek peyv nayê derbirrîn) li gel axiverên ingilîzî dikarin gelek peyvên ferhengandî û ne-ferhenganî ji bo berfê bi kar bînin jî lê dîsa jî ew nikarin wek Intukîtiyan li berfê binerin. Wek ku çawa inkûtiyan di jiyana xwe gelek peyv ji bo rewşên “berf”ê çêkirine, Tuvuliyanî(xelkê pasîfîka navendî) gelek têger ji bo “gûza hindistanê” çêkirine. Li Hawayê, di zimanê xwecihî de gelek têgeh ji bo cûreyên “baran”ê hene. Berevajî vê wisa diyar e ku di ingilîzî de gelek peyv ji bo “pere”yan hene ji ber zimanê mirovî baldarî û mijûliyên mirovî nîşan didin.

Em zimanê ku ji bo ragihandina agahiyan wek mîrat werdigirin lew divê em bizanin ku ziman dê bandorê dike  li awayê ku em bê zanîna xwe organîze dikin.

Kategoriyên têgihiştînî

Gava ku em têgihişta an jî awayê ku mirov pê difikirin, analîz dikin, em dikarin li pêkhateyan binerin wek berjeng binerin lê wek sedem. Rastiya ku Hopî pergaleke zimanî ava kirine ku tê de “ewr” giyandar e, tiştekî derbarê baweriya wan ya torreyî an jî derbarê awayê pê dikifikirn de nîşanî me dide û ew jî beşek ji çandeya wan e, ne ya me ye. Di zimanê Yaguyî de yê ku li Perûyê tê axiftin, komek tişt hene ku wek “giyandar” tên binavkirin û ji tişteyên wek “heyv, kevir û ananasan re û herwiha ji mirovan re jî tê gotin. Di torreya Yaguyiyan de ev hebûn hemû wek tişteyên binirx tên hesibandin lew ew konsepta ku wan wek “giyandar” dihesibîne dibe ku bê waateya  ku ew “tişteyên xwedan qîmet in” ne ku “giyanê wan heye”.

Diyarker

Em bi hin nîşaneyên rêzimanî yên ku em wan wek diyarker bi nav dikin, dizanin  bê çawa peyvan di zimanên wek Yagûyî de bisenifînin. Ev diyarker pêş me dike bê ew peyv di kîjan polê de ye. Wek mînak di zimanê Sawahilî de(zimanekî rojhilatê Afrîkayê), hin pêşgir hene ta ku navdêran bisenifînin ku ji mirovan re (wa-), ji bo ne-mirovan(mi-) ji bo tiştên çêkirî (vi-) wek di peyvên watoto (zarok:pirjimar) mimea(riwek:pirjimar) visu(kêr: pirjimar). Anku diyar e bê çiqasî hêsan e ku mirov bi rêya diyarkeran bikare madeyên xam (miti:dar) û madeyên çêkirî (viti: kursî) ji hev vavêr bike.

Di zimanê Awustralî yê bi navê Diyrbalî de diyarkerin hene ku nîşan didin ku “ zilam, bumberg û kangirû” di heman kategoriya têgihî de ne û peyvên “jin, agir û tiştên xeter” di heman kategoriyeke din ya têgihî de ne. Gava em li baweriyên civakî vedikolin (Roj jina heyvê ye)em dikarin fêm bikin bê çima heyv di hundirê pola yekê de ye û roj du nav ya duyem de ye.

Pêwendiya diyarkeran bi giştî bi hejmaran re heye ta ku şêweya tiştên hejmarbar jî nîşan bide. Eger em li van çend mînakên japonî binerin ku ji aliyê şekilê xwe ve tên diyarkirin “tiştê tenik û dirêj” (hon) û “tiştê tenik û pehn” (mai) û “tiştê girover û biçûk” (ku):
banana ni-hon (“du mûz”)

syatu ni-mai (“du xaşe”)

ringo ni-ku (“du sêv)

Tiştê herî nêzîk ku di ingilîzî de tê bîra mirovî, bikaranîna  diyarkeran gava mirov behsa “yeke”yên tiştekî taybet dike. Cudahî di navbera navdêrên ingilîzî yên hejmarbar(shirt, word, chair[8]) û yên ne-hejmarbar(clothing, information, furniture[9]) de heye. Li gorî rêzimanî şaş e ku mirov pirtikên a/an an jî pirhejmariyê bi peyvên ne-hejmarbar re bi kar bîne, (mînak: *a clothing, *an information, *two furnitures). Di ingilîzî de ji bo ku em bikarin xwe ji bê şaşiya rêzimanî biparêzin em tiştin wek “item of” yan “piece of,” wek di  an item of clothing, a bit of information û two pieces of furniture. Peyvên hevwate di gelek zimanên din de hejmarbar dihesbin, ev jî tê wê wateyê ku hebûna têgiha “nehejmarbar” di ingilîzî nîşana kategorîzekirineke  têgihiştinî ye ku têkilîdarî mêjerê ye.

Kategoriyên Civakî

Wek berê jî me diyar kiribû ku peyvên wek ap û dapîr hin mînak li ser kategoriyên civakî dan me. Ev kategorî yên dabeşkirina civakî ne ku em bi kar tînin ta ku têkiliya xwe bi yên din re diyar bikin. Em dikarin pênaseyeke teknîk wek “birayê bavî yê nêr” bibêjin lê em gelek caran peyva “ap” ji bo gelek kesên din jî bi kar tînin heta caran ji bo hevalên nêzîk re jî. Herwiha peyva “bira” jî em gelek caran ji bo wan kesan bi kar tînin, ku ne endamê malbata me ne.Em dikarin van peyvan bi awayekî bi kar bînin ku kesan wek endamên komeke civakî nîşan dide.

Têgehên navnîşanî

Gava zilamek li kolanê ji te bipirse bira! tu dikarî dolarekî bidî? peyva bira wek têgiheke navnîşanî(peyva an têgeh e ya ku ji bo kesê ku mirov jê re dinivîse an pê re diaxive) tê gotin. Bi vê hewldana bikaranîna têgehên malbatî mirov hewl dide ku hesteke hevkariyê biafirîne( wek ku di heman rewşa civakî de ne) ta ku bikare hinek pere bistîne. Herwiha dikarî bi peyva “sir”[10](nîşana cudahiyeke civakî ye) û ji ber ku peyva sir xwedan statuyeke bilindtir e, dibe ku hinek pere bide

Belkî nimûneyeke din ya berbelav ya ku newekheviya rewşa civakî nîşan dide ew jî bikaranîna navnîşana “doktor” yan jî navnîşan û nav wek “profesor Buckingham” ji bo destnîşana rewşeke civakî ya bilindtir, herwiha di rewşên ku statûya civakî kêmtir an nizimtir be, tenê nav tên bikaranîn wek mînak; Profesor Buckingham, dikarim pirsyarekê bikim? ~ Belê, Jennifer, bipirse? Têkiliyên bêtir nêzîk û wekhev ên di navbera kesên di heman statûya civakî de, bêtir bi bikaranîna navê pêşî an jî  leqeban tê kirin: Bucky, em hinek qehweya dî vexwim? ~ Spas Jenny.

Di gelek zimanan de mirov biryarê dide bê kîjan cînavkî bi kar bîne, ew jî li gorî dûrî û nêzîkiya kesê dî. Ev wek cudakariya T/V[11] tê nasîn wek ku di frensî de tu(nêzîk) vous(dûr). Herwiha heman kategorîzekirin di almanî de jî heye (du/Sie) û di spanî de jî  (tu´ /Usted)  heye. Di va cudakariyan gişan de, wek ya di ingilîziya kevin de  (thou/you)  ya duduyan nîşan dide ku axiver ne zêde nêzîkî kesê dî ye. Berê, ev teşe bêtir ji bo nîşandana têkiliya hêzî dihat bikaranîn. Kesê xwedan hêzeke zêde dikare ji bo yê xwedan hêza kêmtir re to/thou bi kar bîne, lê berejvajiya wê ne wisa ye. Wek ku hat serê Quaker Richard Davisî (di nivîsa destpêkê de). Divê ku kesên xwedan statuyeke nizim “vous yan you” ji bo kesên xwedan statûyên bilind  bi kar bînin[12]. Ev şêwe wek rewşeke ne-beramber tê hesibandin lê belê gava ku herdû alî heman  cînavkan ji bo hev bi kar bînin wê çaxê rewşeke beramber derdikeve holê ku ev rewş anku bikaranîna tu di li Ewrupayê zêde bûye, bi taybetî di navbera xwendekaran de tevî ku hev nanasin jî, ew jî ji ber ku hev di heman statuya civakî de dibînin.

Di ingilîzî de ji bo  mirovên bê navnîşanên taybet, têgihên Mr., Mrs., Miss, yan Ms[13] .Tenê têgehên ji bo jinan tên bikaranîn hinekî rewşa wê ya civakî nîşan didin. Ya rastî yek ji belavtirîn têgehên navnîşanî yên ku ji bo jinên zewicî  tê bikaranîn wek mînak ji bo jinekê( ku jina zilamekî bi navê Frank Smtih be) wisa tê gotin; Xm Smith û heta carinan Xm Frank Smith jî tê gotin. Gava mirov bi çavê pergala resen li meseleyê binere, fêm dike ku jin ji aliyê civakî ve bi zilamî dihatin danasîn, çi jin be çi qîz be. Ev têgehên navnîşanî hîn jî wek kategoriyên civakî tên bikaranîn ta ku jinê bidin nasîn ne zilamî bê ka jin zewicî ye an na. “Ms”a ku ji bo jinê tê bikaranîn ji bo ku mirov cudahiyê nexe navbera jina zewicî û ne-zewicî. Ev cudakarî jî bala me dikişîne ser bingehîntirîn kategorîzekirina civakî; ew jî zayend e.

Peyvên zayendkirî

Di zimanê Sîdamoyî yê li Etyopyayê tê axaftin, hinek peyv tenê ji aliyê zilaman ve tên gotin û hinek jê jî tenê ji aliyê jinan ve, wek mînak wergera peyva “şîr” eger zilamek bibêje “ado” ye lê eger jinek bibêje “gurda” ye. Gelek zimanên neteweyî yên Amerîkayê jî wek di zimanên Gros Venter(li Montanayê) û Koasatî (li Louisiana) jî tê gotin ku hin peyv ji bo zilaman in û hinekî din ji bo jinan e. Di japonî de jî gava behsa xwe dikin û “ez” bi kar tînin, zilam bi giştî boku û jin jî watashi bi kar tînin. Di portegalî de, ji bo peyva spas obrigado eger tu zilam bî, û ya obrigada eger tu jin bî.

Ev mînak wisa diyar dikin ku di hinek zimanan de peyv li gorî zayenda axiverî tên guhertin, ku ew jî wisa dixuyê wek ku ji bo zilamî “asayî” ye lê ji bo jinê “zêdekirinin taybet” in. Peyvên wek hero–heroine yan actor–actress[14] diyar dike bê çawa yên jinê ji yên zilamî hatine daraştin. Herwiha ji bo nîşandana van cudahiyên zayendî, di ingilîziya amerîkayî ya nûjen de, peyvên wek firemen [15]û policemen bi peyvên wek firefighter û police officer  ve hatin guhertin. Lê dîsa jî hîn meyleke xurt heye ku formên zilaman bi awayekî giştîtir bi kar bînin wek (his:wî[16]) wek di hevoka “Each student is required to buy his own dictionary”[17]. Lê dîsa jî altenatîvên wek (his or her)[18] an jî carinan “their: wan” zêdetir dibin. Herwiha têgehin din jî hene wek career woman [19]û working mother[20] jî hîn hene lê altenatîvên wan ji bo zilaman tune ne anku “career man” an “working father” tune ne.

[1] Danî rengan dabeşî du kategoriyan dikin, Tarî û Vekirî wek mînak: kesk tarî ye û zer vekirî ye.(T.W)

[2] di teksta orjînal ya wergerê de dibêje ku di ingilîzî de peyva “uncle” tê bikaranîn ku ew jî him ji bo xal û him ji bo ap tê bikaranîn belê ji bo xwendevan çêtir li ber keve, min zimanê kurdî bi kar anî.

[3] Di teksta orjînal behsa peyva ingilîzî grandmother dike lê me got bila ya kurdî be ji bo hêsankirina têgihiştinê

[4] Têgeha “dawiya hefteyê” di kurdî de eger hebe jî têgeheke nû ye û li kurdistanê li her beşekî li gorî pergalên serdest tên binavkirin wek mînak ji ber ku li herêmên binxetê “dawiya hefteyê” roja îniyê bû, lew nişticihên wê derê “înî”yê bêtir bi kar tînin bo roja betlaneyê ya dawiya hefteyê.

[5] Ji bo çêtir bê fêmkirin miorv dikare li zayenda zimanê kurmancî binere û helbet di kurmancî de “kevir” û “derî” nêr in lê di vir de nivîskar behsa zimanekî din dike ku tê de mê ne.

[6] sleet: berfa tevli baranê, slush: berfa li ber-hilandinê, snowflake: heba berfê.

[7] Ferhengandin: leksîkalizasyon anku “kirin peyv” ku di ingilîzî de wek Lexicalizationê tê zanîn

[8] xaşe, peyv, kursî

[9] kinc, agahî, mobîlya

[10] peyveke esilzadetiyê ye ku di kurdî de wek ezbenî dikare were wergerandin.

[11] Têgiheke zimannasiya civakî ye ku ji herdû cînavkên latînî(tu û vos)

[12] Di kurmancî de ev guherîna cînavkan  bi piranî tune lê niha li herêm Kurdistanê yên di bin destên tirkan de hin kes ji ber bandora tirkî di şûna “tu” “hûn” bi kar tînin herwiha berê di koma zimanê kurdî de nîqaşeke wiha çêbûbû; bo agahiyên zêdetir http://dilyaramudi.blogspot.com.tr/2012/05/hinge-and-hingo-belki-ne-herdu-ji-le.html

[13] Di kurdî Mr: Br e ku kurtkirina peyva birêz e. Mrs:Xm; Xanim, Miss:((di ferhengan de nedît) Ms: herwiha ew jî.

[14] Hero: lehengê mêr, heroine: lehenga jin, actor: lîstikvanê mêr, acrtess: lîstikvana jin.

[15] firemen: agirkuj, policemen: polîs(lê di vir de “men” nîşana zilamî ye lew bûye police officer: karmendê polîs û herwiha fireman jî bûye firefighter

[16] Di kurmancî de jî bi giştî gava ku mirov behsa kesan bi giştî dike(li gel ku ew kes dibe ku nêr be yan jî mê be) bi giştî cînavkên nêr bi kar tîne tevî ku di dema dawî de hin nivîskar forma “ wî/wê” bi kar tînin lê di nerîna min de forma giştî bi nêr be dê çêtir be, ji bo hêsankirina xwendinê û herwiha ji ber ku ji berê ve di zimanî de wisa bû.

[17] Divê her xwendekarek ferhenga xwe bi xwe re bîne: lê di hevoka ingilîzî de “his” tê bikaranîn ku ew jî bi giştî nîşana kesê nêrzayend e.

[18] Wî yan wê: wek ku di nîşeya 16an de me gotiye bê çawa hin nivîskarên kurmancî jî heman formê bi kar tînin

[19] jina ku giringiyeke zêde dide kar û pîşesaziya xwe

[20] jina ku li gel ku xwedî zarok e û dê ye, lê dîsa jî dixebite.

Advertisements

One thought on “Kanîzar 1: Ziman û çande

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s