Hasan Aslan
Li ser rêzimana kurdiya kirmanckî (dimilî) xebatên bi kurdiya kurmancî hatine kirin kêm in, jixwe xebatên ku bi zimanên din jî kêm in. Eger zaraveyên kurdî bi zaraveyên din bên hînkirin, hînbûn hêsantir û rasttir dibe lewma armanc ji vê xebatê jî ew e ku rêzimana kirmanckî bi zaraveyê din, bi kurmancî bê hînkirin. Hêvî dikim bo zaraveyên din jî bi vî awayî xebat bên kirin. Bawer dikim ev xebat dê berdewam be û mijarên din jî di her hejmara vê kovarê de bên weşandin.
Di vê nivîsê de min bi mînakan behsa “Ravek”an kir ku armanc hînkirina rêbazên bingehîn bû. Helbet ne bêeger û bêkêmasî ye, ku we kêmasî dîtin, ji kerema xwe hayê min jê çêkin da ku di hejmara bê de serast bikim.
Raveka Navdêran
Di kirmanckiyê de di dawiya pirraniya peyvên mê de tîpa –e heye, ev tîp di hin rewşan de dikeve, yek ji van rewşan jî ew e, dema ku ravek tê çêkirin. Di ravekê de eger peyva mê raveber be –e’ya ku di dawiyê de ye dikeve.
Mînak:
kênekE (m): Keç/keçik
kênekA mi: keçika min
Şaş e ku meriv (kênekeya mi) binivîse.
Di kirmanckiyê de berevajî kurmanciyê, di rewşa xwerû de qertafa pirrjimariyê heye û ew qertaf “–î” ye, ango peyv bi qertafa –î’yê dibin pirjimar, bo mînak; kênekî: keçik (pirrj). Wekî –e’ya peyvên mê, qertafa pirrjimariyê jî di ravekê de raveber yan raveker be dikeve.
Mînak:
kênekî (pirrj): keçik, merdimi (pirrj): meriv
kênekÊ merdimAN: keçikên merivan
Şaş e ku meriv (kênekîyê merdimîyan) binivîse.
Rêbazên ravekê:
- nêr + nêr: Raveber+ê Raveker+î
- dest (n): dest, Azad: navê lawikan; dest+ê Azad+î à destê Azadî: destê Azadî
- ber (n): derî, keye (n): mal; ber+ê keye+yî à berê keyeyî: deriyê malê
Wek ku tê dîtin, tewandina/çemandina navdêrên nêr bi “î”yê pêk tê.
- nêr + mê: Raveber+ê Raveker
- dest (n): dest, Roşna: navê keçikan; dest+ê Roşna à destê Roşna: destê Roşnayê
- por (n): por, kêneke (m): keçik; por+ê kêneke à porê kêneke: porê keçikê
Wek ku tê dîtin navdêrên mê di tewandinê/çemandinê de ti qertafan nagirin.
- nêr + pirrjimar: Raveber+ê Raveker+an
- welat (n): welat, kurdî (pirrj): kurd; welat+ê kurd+an à welatê kurdan: welatê kurdan
- keye (n): mal, embazî (pirrj): heval; keye+yê embaz+an à keyeyê embazan: mala hevalan
Wekku tê dîtin tewandin/çemandina pirjimarî wek ku kurmancî bi “an”ê tê kirin.
- mê + nêr: Raveber+a Raveker+î
- linge (m): ling, Azad: navê lawikan; ling+a Azad+î à linga Azadî: lingê Azadî
- kêneke (m): keçik, camêrd (n): camêr; kênek+a camêrd+î à kêneka camêrdî: keçika camêrî
- mê + mê: Raveber+a Raveker
- linge (m): ling, Roşna: navê keçikan; ling+a Roşna à linga Roşna: lingê Roşnayê
- qeleme (m): qelem, embaze (m): heval (mê); qelem+a embaze à qelema embaze: qelema hevalê
- mê + pirrjimar: Raveber+a Raveker+an
- qeleme (m): qelem, wendekarî (pirrj): xwendekar; qelem+a wendekar+an à qelema wendekaran: qelema xwendekaran
- dayike (m): dayik, qeçekî (pirrj): zarok; dayik+a qeçek+an à dayika qeçekan: dayika zarokan
- pirrjimar + nêr: Raveber+ê Raveker+î
- destî (pirrj): dest, Azad: navê lawikan; dest+ê Azad+î à destê Azadî: destên Azadî
- qelemî (pirrj): qelem, lajek (n): lawik; qelem+ê lajek+î à qelemê lajekî: qelemên lawikî
Forma Tewandî: Raveber+an+ê Raveker+î
Mînak: destanê Azadî, qelemanê lajekî
Ev form di dersên bê de dê bi awayekî berfirehtir werin ravekirin.
- pirrjimar + mê: Raveber+ê Raveker
- destî (pirrj): dest, Roşna: navê keçikan; dest+ê Roşna à destê Roşna: destên Roşna
- qelemî (pirrj): qelem, kêneke (m): keçik: qelem+ê kêneke à qelemê kêneke: qelemên keçikê
Forma Tewandî: Raveber+an+ê Raveker
Mînak: destanê Roşna, qelemanê kêneke
- pirrjimar + pirrjimar: Raveber+ê Raveker+an
- bajarî (pirrj): bajar, kurdî (pirrj): kurd; bajar+ê kurd+an à bajarê kurdan: bajarên kurdan
- qelemî (pirrj): qelem, wendekarî (pirrj): xwendekar; qelem+ê wendekar+an à qelemê wendekaran: qelemên xwendekaran
Forma Tewandî: Raveber+an+ê Raveker+an
Mînak: bajaranê kurdan, qelemanê wendekaran
TÊBÎNÎ: DI RAVEKA NAVDÊRAN DE FORMA TEWANDÎ TENÊ JI BO PIRRJIMARAN HEYE. ANGO JI BO MÊ Û NÊRAN FORMA XWERÛ Û TEWANDÎ WEK HEV IN.
TÊBÎNÎ: DI RAVEKA NAVDÊRAN DE RAVEKÊN NENASKIRÎ BI QERTAFA (–ÊK YAN JÎ –ÊD) TÊ ÇÊKIRIN. EV QERTAF DI NAVBERA RAVEBER Û VEQETANDEKÊ DE YE. Û WEKÎ DI KURMANCÎ DE, RAVEKER WEKÎ HALÊ XWE YÊ DI RAVEKÊN NASKIRÎ DE DIMÎNE. NIHA EM JI BO HER RÊBAZA JORÎN MÎNAKEKE RAVEKÊN NENASKIRÎ BIDIN.
MÎNAK:
- nêr+nêr; destêkê/destêdê Azadî: destekî Azadî
- nêr+mê; destêkê/destêdê Roşna: destekî Roşnayê
- nêr+pirrjimar; keyeyêkê/keyeyêdê embazan: maleke hevalan
- mê+nêr; lingêka/lingêda Azadî: lingekî Azadî
- mê+mê; qelemêka/qelemêda embaze: qelemeke hevalê
- mê+pirrjimar; qelemêka/qelemêda wendekaran: qelemeke xwendekaran
Raveka Rengdêran
Di kirmanckî de çawa ku zayenda navdêran heye, ya rengdêran jî heye. Ango bi gotineke din rengdêr li gorî navdêrî zayendê digire.
Mînak:
-baş: baş (n); başe (m)
-mezin: gird (n); girde (m)
-mirî: merde (n); merdî, merda (m)
-nû: newe (n); newî, newa (m)
- nêr + rengdêr: Raveber+o Rengdêr
- embaz (n): heval, baş: baş; embaz+o baş embazo baş: hevalê baş
- welat (n): welat, gird: mezin; welat+o gird welato gird: welatê mezin
Forma Tewandî: Raveber+ê Rengdêr+î
Mînak: embazê başî, welatê girdî
- mê + rengdêr: Raveber+a Rengdêr
- embaze (m): heval, başe: baş; embaz+a başe embaza başe: hevala baş
- cinî (m): jin, merdî: mirî; cinî+ya merdî cinîya merdî: jina mirî
Forma Tewandî: Di kirmanckiyê de ji bo meyan forma tewandî tune ye. Tewandî û xwerû wek hev in.
- pirrjimar + rengdêr: Raveber+ê Rengdêrên nêr+î
- embazî: heval (pirrj), baş: baş; embaz+ê baş+î à embazê başî: hevalên baş
- qelemî: qelem (pirrj), newe: nû; qelem+ê newe+yî à qelemê neweyî: qelemên nû
Forma Tewandî: Raveber+an+ê Rengdêrên nêr+an
Mînak: embazanê başan, qelemanê neweyan
DI RAVEKA RENGDÊRAN DE RAVEKÊN NENASKIRÎ BI QERTAFA (–ÊK YAN JÎ –ÊD) TÊ ÇÊKIRIN. EV QERTAF DI NAVBERA RAVEBER Û VEQETANDEKÊ DE YE. Û WEKÎ DI KURMANCÎ DE, RENGDÊR WEKÎ HALÊ XWE YÊ DI RAVEKÊN NASKIRÎ DE DIMÎNE. NIHA JI BO HER RÊBAZÊ JORÎN MÎNAKEKE RAVEKÊN NENASKIRÎ BIDIN.
MÎNAK:
- nêr+rengdêr; embazêko/embazêdo baş: hevalekî baş
- mê+rengdêr; embazêka/embazêda başe: hevaleke baş
[…] Hasan Aslan: Ravek di kirmanckî de […]
LikeLike