Kovara Kanîzar
Parlemana Kurdistanê navê biryarên xwe dike yasa ji ber ku qanûn ”ji erebî” ye. Medyaya Bakurê Kurdistanê vê peyvê qebûl nake ji ber ku yasa ”ji tirkî” ye. Birêveberiya kantonên Rojavayê Kurdistanê wan bi kar naîne ji ber ku qanûn ji erebî ye û yasa ji tirkî ye. Ew peyva zagon ya qaşo kurdî bi kar tînin.
Gelo rastî çi ye û em kîjan ji wan bi kar bînin?
Kurdan “qanûn” ji erebî قانوون (qanûn) wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yûnanî κανών (kanón) deyn kiriye. Yûnanan ew ji peyva κάννα (kanna: rûl, çîx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva κάννα îcar ji akadî qanû wergirtiye. Jixwe akadî jî ew ji sûmerî gi.na deyn kiriye… û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe. Bi latînî jî ew bi forma canon bû û wisa ketiye inglîzî.
Herçi yasa ye, ew bi rêya tirkî “yasa” ji mongolî “yasag” e. Heman peyv serekaniya “yasak” (qedexe, mennû’) ya tirkî ye (> kurdî “yasax”).
“Zagon” ji закон (zakon) ya rusî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî.
Herçi peyva “distûr” e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya “qanûna bingehîn” (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji zimanekî îranî wergirtiye.
Lê di kurdî de “destûr” bi giştî bi maneya “izin, ruxset, îcazet, rêdan” tê bikaranîn.
Peyva “qanûn” bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin.
[…] Qanûn, yasa yan zagon? […]
LikeLike
[…] (Nivîsa ku li jor e, ji bloga mamosteyê hêja Husein Muhammed bi destûra wî hatîye wergirtin: https://zimannas.wordpress.com/2015/08/04/kanizar-1-qanun-yasa-ya-zagon/) […]
LikeLike
Yasak ne Mongoli yan ji Tirki ye. Yasa peyvek Irani (Kurdi) ye ku Tirkan u Mongolan ew peyv ji zimane Sogdi yan Skiti birine. Di zimane me de guherina tipa Y ser bi C gelek e. Wek Yehud=Cihu(d). Yasa=Cesa=Ceza, yan ji Yasna=Cesna=Cejn.
LikeLike