Newzad Hirorî
Di werzê zivistanê de, li deverên çiyayî yên Kurdistanê, “berf” li hinek kurmancan û “befr” li kurmancine din dibare. Cidahî di barîna “berf” û “befr”-ê de nîne; lê, ferq di avahiya wan ya dengî de heye. Li pişt vê newekheviya dengî pirsên giring yên dengsaziyê veşartî ne. Bi kifşkirina van pirsên nixamtî, hin aliyên pêwîst yên fonolojiya kurdiyê dê zelaltir bibin.
Qelsî yan nebûna termên kurdî yên pêwîst di warê nivîsandina babetên zanistî de karê pêşkêşkirin, şirovekirin û gehandina zanyarî, fikir û peyaman zehmet dike. Ya dijwartir ew e ku ji bilî bêjeya ”deng”-ê peyivên kurdî yên din nînin ku mirov pê ewqas termên dengnasî û dengsaziyê yên heyî wergerîne. Çend ji min bê, ez dê hewil bidim bi zimanekê sivik û kêmterm vê mijarê şirove bikim. Min term û têgehên ku ez di vê mijarê de bi kar diînim bi xetê stûr di tekstê de berçav kirine û di dawiya nivîsê de rêz kirine û îngilîziya wan li ber wan nivîsiye.
Ev bêje, bi herdu formên xwe ve, gelek kevn in. Ew di zimanê avestayî[1] de “vefre” bû û di kurmanciyê de bûye “befr” – wek [befir] tê bi lêv kirin – û “berf”. Guhorîna dengê [v] bo [b] di werara dîrokî ya vê bêjeyê de diyardeya serekî ye. Nimûneyên din jî hene ku dengê [v]-yê destpêker yê avestayî di kurmanciyê de bûye [b], wek vak- > bêj-, vî-nas > binas, var- > baran, venhrî > bihar[2].
Awayê “befr”, ji bilî guhorîna [v] bo [b], rêzkirina dengan ya kevn parastiye. Herdu nedengdarên dawiyê, [f] û [r], wek berê li dû hev tên. Ev rêz û tertîb di “berf”-ê de guhartî ye û ev diyarde, ya ku deng cihên xwe bi hevûdu diguherin, bi termên dengsaziyê cihguhorîn (metatez) e. [f] û [r]-yan cihên xwe li hev guhartine û di zimanekê wek beloçiyê de qonaxekê pêşvetir çûne û [f] bûye [p]. Forma “berf”, ya ku di farisiyê de jî heye, ji “befr” nûtir e çunkî ew di zimanê pehlewî[3] de jî hêj “vefr” bû.
Dibêjin: “Nû hatin, kevn(î) xelat in”. Lê, ev ji bo “berf” ya nû û “befr” ya kevn derbaz nebûye. Kurmancan herdu awa qebûl kirine û ew wan bê alozî û bê asteng bi kar tînin. Kurmancên Îraqê, û bi wan re soranên Îraq û Îranê, “befr”-ê ji ser ban û kolanan dimalin û keçên xwe bi “Befrîn” nav dikin. Kurmancên Tirkiye, Sûriye û Sovyeta berê ji sir û seqema zivistana “berfîn” natirsin û zarokên wan dikarin “bûka berfê” bê kum û lepik çê bikin.
Tevî ku awayê “befr” – yê ku tê de dengê [r] li dawiyê ye – kevntir e, awayê “berf” – yê ku tê de dengê [r] yê pêşdawî ye – belavtir e. Lê, ne kevnahî ne jî berbelaviya van forman sedemên serekî ne ku dihêlin ev herdu awa bi hev re di kurmanciyê de bijîn. Sebebên serekî bi sîstema dengsazî ya kurmanciyê ve girêdayî ne.
Dengên ku “befr” û “berf”-an pêk tînin [b], [e], [f] û [r] ne. Herçî [b], [f] û [r] ne, ew dengdar in. Ew di dengsaziyê de bi C (îng. Consonant) tên nîşan kirin. Dengê [e] dengdêr e û bi V (îng. Vowel) tê nimandin. Dengdêr ew deng in yên ku bê asteng ji devî û bêvilê derdikevin û dengdar ew deng in yên ku bi asteng ji devî û bêvilê derdikevin. [e] ji qirikê dertê û ji wê re şkeftika devî berdayî dimîne û çi rêgir nakevin pêş wê. Lê, gava hewayê lerzok ji qirikê dertê û lêv, didan, ziman û pidû rê li ber wî hewayî digirin, ew dikare bibe [b], [f] yan [r] yan jî hinek dengên din.
Dengdarên li jorê li gor çend pîvanan, ji wan dengjenîn û sîmayên cidaker, tên şirove kirin. Di prosesa dengjenînê de, livîn û tevgera qirikê û organên axaftinê, jihevnêzîkbûn û jihevdûrketina van organan, rewşa dengdanê û awayê derketina hewayî ji devî û bêvilê di wesifkirina dengdaran de biryarder in. Gava hewayê ku ji pişikan tê li pişt pêçekên dengî kom dibe û fişarê lê dike, ew pêçek dilerzin, tên û diçin û rê didin ku hewayê lerzok ber bi jor ve biçe. Ji vê diyardeyê re dengdan tê gotin. Dengên ku bi vî awayî derdikevin dengên dengdayî ne. Ji bilî [f]-yê, hemû dengên ku di ”befr” yan ”berf”-ê de hene dengdayî ne. [f] nedengdayî ye çunkî pêçekên dengî di dema derxistina wê de veqetandî ne û rê li ber hewayê hatî nagirin.
Hewayê ku ji qirikê ber bi jor ve tê dikare di rêya xwe de di bihurka dengî de rastî astengan bê. Bi jihevnêzîkbûn yan jihevdûrbûna organên wek ziman, didan, pidû, zimanok û hwd., dengên cida çê dibin. Ji organên ku bi livîna xwe dibin rêgir li ber herika hewayî re dengjenên çalak tê gotin. Organên ku neliv in û ji bo derxistina dengan giring in dengjenên neçalak in. Navkirina dengan, bi taybetî dengdaran, li gor cihê ku lê dengjenên çalak û neçalak tên ba hev tê dan. [b] lêvî ye çunkî herdu lêv di derxistina vî dengî de beşdar in, [f] lêvdidanî ye ji ber ku bi nêzîkbûna lêva jêr û didanên jor derdikeve û [r] pidûyî ye ji ber ku piştziman xwe bi lez di ser pidûyê re dixişîne.
Ev wesifkirin ya ku tenê behsa organên ku tevlî derxistina dengan dibin dike hêj kêm e. Gava ev organ digehin hev, ew tesîrê li awayê derketina hewayî dikin. Di bilêvkirina [b]-yê de, herdu lêv bi temamî rêyê li ber hewayî digirin. Piştî ku ew ji hev vediqetin, hewa bi peqîn derdikeve; lewre [b] dibe dengdareka peqok. Gava lêva jêr xwe digehîne didanên jor, herdu bi hev re kuncikeka teng ji hewayî re dihêlin ku xwe tê re bixişîne der. Wesa, dengê [f] çê dibe û jê re dengdara xişok tê gotin. Lê, gava pişta zimanî bi tepekê li pidûyê dikeve, dengê [r]-ya sivik dertê. Navê vê [r]-yê dengdara tepok e.
Piştî şirovekirina dengdaran ji aliyê dengjenînê ve, mirov dikare [b], [f] û [r]-yên ”berf” û ”befr”-an weha binasîne: [b] peqoka lêvî ya dengdayî, [f] xişoka lêvdidanî ya nedengdayî, [r] tepoka pidûyî ya dengdayî.
Tevî ku [d] û [f] ji ber dengdanê ji hev cida ne, ew herdu li hember [r]-yê ji ber taybetmendiyeka din dikevin heman xaneyê. Di bilêvkirina van herdu dengan de, ceryana hewayî di bihurka dengî de dialoze ji ber ku rêya wî hewayî bi temamî yan netemamî tê girtin. Li hember wan, bilêvkirina dengê [r]-yê ceryana hewayî aloz nake û rê dide ku deng bi hêz derbikeve. Lewre, [r] baştir tê bihîstin û ew bi vê maneyê zingbilind e û [b] û [f] zingnizim in. Li ser bingehê vê taybetmendiyê, hiyerarşiya zingdariyê[4] hatiye ava kirin. Deng bi vî awayî li ser hiyerarşiyê hatine danîn (ji yên zingbilind li aliyê çepê heta yên zingnizim li aliyê rastê):
dengdêr
[a], [e] |
nêzîkbûyî (tehisok [w] û şilok [r], [l]) |
bêvilî
[m], [n] |
xişok
[z], [f] |
nîvpeqok
[c], [ç] |
peqok
[g], [p] |
|
syll: | + | – | ||||
aprox: | + | – | ||||
son: | + | – | ||||
cont: | + | – | ||||
del.rel: | + | – |
Stûna aliyê çepê yê vê hiyerarşiyê hîmên pîvaneka din ya şirovekirina dengan himbêz dike. Ew jî “sîmayên cidaker[5] e. Li gor vê pîvanê, her deng divê xwedîsîma (+) yan nexwedîsîma (-) be. Sîmayên serekî ev in: [syll] (îng. syllabic, anku kîteavaker), [cons] (îng. consonantal, anku dengdar), [approx] (îng. approximant, anku nêzîkbûyî) û [son] (îng. sonorant, anku zingdar). Bi vî awayî, [e]-ya ”befr” û ”berf”-an [+syll] e çunkî bê wê kîte ava nabe û [b], [f] û [r] [–syll] in çunkî bê wan jî kîte tê pêk anîn. Herweha, [e] [-cons] e ji ber ku dengdar e û dengên din [+cons] in. Ev diyar dike ku dengdar di kurmanciyê de qet nabin navika kîteyan. [e] û [r] bi du sîmayan wekhev in û ji [b] û [f]-yan cihê ne. Ew herdu [+approx] û [+son] in. Sîmayeka din heye ku dibêjinê [cont] (îng. continuent, anku domdar). Ev sîma rêgirtin û rênegirtina ceryana hewayî di bihurka dengî de wesif dike. Li gor vê sîmayê, [d] [-cont] û [f] [+cont] in. Sîmaya [del.rel] (îng. delayed release, anku berdana gîrokirî) ya ku di hiyerarşiya jorê de heye peqokan (wek [d]) ji nîvpeqokan (wek [c]) cida dike. Dengê [d] bi vê sîmayê [-del.rel] û [c] [+del.rel] e.
Li vir pêwîst e çend têbînî li ser terkîba kîteya kurdî (kurmancî) bên gotin. Qalibê giştî yê kîteya kurmancî weha ye:
(C)(C)V(C)(C) (V = dengdar, C = nedengdar)
Kîte ji du parçeyên serekî pêk tê: serik (ku C-yên pêş V-yê ne) û qafiye (ku V û C-yên paş serikî ne). Qafiye jî du parçe ye: navik (ku V ye) û dûvik (ku C-yên paş V-yê ne). Wek ku ji qalibê giştî xuya ye, navik parçeya pêdvî ye û serik û dûvik îxtiyarî ne.
Ji vî qalibî, kîteyên li jêr tên çê kirin:
V û
VC av
VCC aşt
CV du
CVC dar
CVCC bend
CCV spî
CCVC stêr
CCVCC şkeft
Her deng nikare li her cihî be. Herçend bicihkirina dengan di her zimanekî de li gor qaîdeyên dengrêziyê yên taybetî bi wî zimanî ve bi rê ve diçe, lê hin meyilên cîhanî hene ku dengên di kîteyê de xwe li gor wan rêz dikin. Meyilek ji wan SSR (îng. Sonority Sequencing Principle, anku Prensîpa Rêzbûna Zingdariyê) ya ku li gor hiyerarşiya zingdariyê ya navbirî ye. Ev prensîp rêzbûna dengan di kîteyê de diyar dike û dibêje ku hêza dengan ji navenda kîteyê heta kêlekên wê her ku diçe kêm dibe. Li gor hiyerarşiya zingdariyê ya ku li jorê hatiye behs kirin, dengdêr (wek [e]) dengê herî zingbilind e û divê ew li gor SSR-ê navika kîteyê be. Peqok (wek [b]) dengê herî zingnizim e û divê ew li gor SSR-ê li kêlekên kîteyê cihê xwe bigire. Dengên din weha xwe di navbera dengdêr û peqokan de rêz dikin: nêzîkbûyî (wek [w], [r] û [l]), bêvilî (wek [m]), xişok (wek [f] û [z]) û nîvpeqok (wek [ç]).
Qalibê kîteya kurmancî dûvikê nesade, ya ku ji C-yekê zêdetir e – bi şertê ku rêzbûna wan C-yan li gor prensîpa rêzbûna zingdariyê be – qebûl dike. Di nimûneyên kîteyan yên li jor de, ev şert di [-şt]-ya ”aşt”-ê, [-nd]-ya ”bend”-ê û [-ft]-ya ”şkeft”-ê de hatiye parastin. Diyar e ku rêzbûna dengên [-rf] yên ”berf”-ê tam li gor vê prensîpê ye. Lê, rêzbûna dengên [-fr] yên ”befr”-ê li gel prensîpê nagunce.
Peyiva “befr” di halê xwe yê xweser de, ku ne di îzafetê de be, wek [befir] tê bi lêv kirin. Ev dengê [i] yê kin di navbera [f] û [r]-yan de hatiye xistin da terkîba peyivê li gel dengrêziya kurmanciyê bigunce. Kîteya yekê ji corê CV ye û navika wê [e] ye û kîteya duyê ji corê CVC ye û navika wê [i] ye. Bi têxistana [i]-yê, herdu CC-yên ku di dawiya [befr]-ê de hebûn ji hev hatin veqetandin û pirsgirêka hingaftina prensîpa rêzbûna zingdariyê jî ji holê rabû. Niha herdu form, [berf] û [befir] li gor dengrêziya kurmancî awayên qebûlbar in.
Ji bilî ku [be.fir] bi dengekî ji [berf]-ê dirêjtir e, ew bi kîteyekê jî jê mezintir e. Dukîtehiya [be.fir]-ê pirsa şidandinê tîne pêş. Şidandin ew hêza zêdetir e ya ku dikeve ser parçeyekê ji parçeyên bêjeyê. Heger bêje dukîte be, şidandin dikeve ser kîteyekê ji wan. Heger bêje pirkîte be, hîngê kîteyek ji wan zêdetir tê şidandin. Heger peyiv yekkîte be, hîngê ew kîte bi xwe tê şidandin. Bo nimûne (Ꞌ li vir nîşana şidandinê ye):
Ꞌba, Ꞌbar, ba.Ꞌran, ba.ran.Ꞌdin, ber.ba.ran.Ꞌdin
Diyardeya şidandinê di dengsaziya wezinî de bû xwedî rêz û pîvanên gelemperî. Di vê teoriyê de, ya ku têgehên wê ji têgehên wezina helbestê hatine deyn kirin, kîte, pê û bêje sê astên bingehî ne ku hierarşiya newayê pêk tînin. Kîte yekîneya biçûktir e û ew tê şidandin. Kîte di pêyî de tên civandin û kîteyek ji wan dikare bibe sereka pêyî. Pêyek ji koma pêyan dibe serekê bêjeya newayî. Di dengsaziya wezinî de, peywendiyên navbera astên newayî û komên kîte û pêyan û herweha şidandin bi awayê li jêrê tên nîşan dan. Nîşanên ku tên bi kar anîn ev in: σ (kîte), x (şidandî), . (neşidandî), () (kom).
Ast
bêje ( x) (x) ( x) ( x)
pê (. x) (. x) (x) (. x) (. x)
kîte σ σ σ σ σ σ σ σ σ
ber.ba.ran.din berf ge.nim be.fir
Wek tu dibînî, kîteya [din] di [ber.ba.ran.din]-ê de ji hemû kîteyên din yên vê bêjeyê bihêztir e. [berf] bi xwe yekkîte ye û hêz bi tenê li ser wê ye. Kîteya [nim] ya [ge.nim]-ê jî bihêztir e. Herçar bêjeyên li jorê navdêr in. Mirov ji van nimûneyan dikare bibêje ku şidandin di kurmanciyê de dikeve ser kîteya dawiyê ya navdêrê. Lê, di [be.fir]-ê de, şidandin, ya ku pîvanên dengsaziya wezinî ew li ser kîteya duyê daniye, di bilêvkirinê de li ser kîteya yekê ye; anku, [Ꞌbe.fir]. Xuya ye ku qaîdeya şidandinê bi hejmartina kîteyên peyivê bi tenê nikare kîteya ku bi rastî bihêztir e bibijêre.
Avahiyên [ge.nim] û [be.fir]-an dişibin hev. Herdu dukîte ne. Di herduyan de, dengdêra kîteya yekê [e] û ya kîteya duyê [i] ye. Ferqa di navbera wan de ew e ku şidandin li ser kîteya duyê ya [ge.nim]-ê ye û li ser kîteya yekê ya [be.fir]-ê ye. Sedema vê cidahiyê jî ew e ku [i]-ya [ge.nim]-ê esilî û [i]-ya [be.fir]-ê têxistî ye. Lê, rêzimana me çawa dikare vê ferqê bibîne?
Li jêr asta kîteyê, asteka din heye ku jê re mora tê gotin. Mora yekîneya pîvana senga kîteyê ye. Serikê kîteyê bi hîç morayan nayê hesab kirin. Qafiyeya kîteyê bi morayan ve tê girê dan û li gor wê girêdanê senga kîteyê tê diyar kirin. Her endama qafiyeyê bi morayekê tê hejmartin. Kîteya yekmora kîteyeka sivik e û kîteya dumora yan sêmora kîteyeka giran e. Di hinek zimanan de, şidandin li gor senga kîteyê tê bi cih kirin. Bo nimûne, kîteya giran tê şidandin. Heger em vê yekê ji bo kurmanciyê biceribînin, encameka weha dê derbikeve.
bêje ( x) ( x) (x )
pê (. x) (. x) (x .)
kîte σ σ σ σ σ σ
mora μ μμ μ μμ μμ μ
ge.nim be.fir ben.de
Şidandina li gor senga kîteyê pêşbîniyên şaş dide. Li gor vê pîvanê, kîteya yekê ya [ben.de]-yê û ya duyê ya [be.fir]-ê hatine şidandin. Rastiya wê ew e ku kîteya duyê ya [ben.de] û kîteya yekê ya [be.fir]-ê şidandî ne. Xuya ye ku hejmartina morayan ferqa di navbera [i]-ya [ge.nim]-ê û [i]-ya [be.fir]-ê de berçav nake. Rêzimana me bi çi awayî pêşbîniyên rast dike û rê li ber awayên şaş digire?
Bersiva mimkin ew e ku di bicihkirina şidandinê de, dengên têxistî nikarin hilgirên hêza şidandinê bin. Wek ku min li jorê jî diyar kir, kîte dibin pê û pê dibin bêjeya dengsazî. Bi gelemperî, pê ji du kîteyan pêk tê. Zimanê ku bi piranî kîteya yekê ya pêyî bişidîne, ew ziman xwedî rîtma bezek e û zimanê ku kîteya duyê ya pêyî bişidîne, ew ziman xwedî rîtma tinazî ye. Kurmancî bi gelemperî kîteya duyê ya navdêran dişidîne. Ew, bi vê kiryarê, zimanekê tinazî ye. Lewre, kîteya duyê ya [ge.Ꞌnim] û ya duyê ya [ben.Ꞌde] hatine şidandin. Kîteya duyê ya [be.fir]-ê nayê şidandin çunkî dengê navika wê ne dengekê esilî lê dengekê têxistî ye û ew di esilê bêjeyê de nîne. Li jêrê, ez dê van îdîayan di çarçoveya OT (Optimality Theory = Teoriya optîmalîteyê)[6] de pêşkêş bikim.
OT dibêje ku ziman, bi hemû beşên xwe yên dengsazî, peyvsazî, hevoksazî û manenasiyê ve, ji sê yekîneyên serekî pêk tê. Yek ji wan, GEN (Generator = zayinde) e ya ku lîsteya derhatiyên yan namzedên mimkin derdixe. Ya duyê, CON (Constraints = merc) e ya ku ji komeka mercên rêzkirî yên hingavbar pêk tê. Ya sêyê, EVAL (Evaluation = hilsengandin) e ya ku li gor hikmê mercên heyî namzedeka optîmal dibijêre. Ji bo hêsankirina fikira vê teoriyê, li grafîka jêrê binêre.
Namzed 1 | ||||||||
Namzed 2 | CON | |||||||
Têketî | è | GEN | è | Namzed 3 | è | EVAL | è | Derhatiya optîmal |
Namzed n |
Ev grafîk dibêje ku GEN ji bo terkîbekê, bo nimûne bêjeyekê, hemû awayên mimkin yên wê terkîbê, wê bêjeyê, pêşkêş dike. EVAL li gor rewşa mercên heyî awayekî ji van awayên namzedkirî dibijêre û ew awa dibe derhatiya optîmal. Weha, ji bo “befr”-ê, GEN hemû formên mimkin pêşkêş dike, wek [befr] û [befir]. Forma herî optîmal di EVAL-ê de tê bijartin. Forma bijartî ew form e ya ku hingaftinên wê yên mercên heyî kêmtirîn in. Ev mesele dê li jêrê zelaltir bibe. Lê, gelo, mercên heyî kîjan in?
Du corên mercan hene: mercên gelemperîparêz û mercên rehparêz. Mercên yekê formên aloz û dijwar ji bo bilêvkirin û têgehiştinê qedexe dike yan sinordar dike. Hinek nimûne:
NoCoda: Divê kîte bê dûvik be
Onset: Divê kîte bi serik be
Mercên rehparêz dixebitin ku têketî û derhatî wekhev bin[7]. Hinek nimûne:
Dep-IO: Divê hemû parçeyên ku di têketiyê de hene di derhatiyê de bin (Ev dijî
lêzêdekirinan e)
Max-IO: Divê beramberên parçeyên têketiyê di derhatiyê de hebin (Ev dijî jêkêmkirinan e)
Mercên gelemperîparêz û mercên rehparêz li gor pileyan rêzkirî ne. Formên ku GEN pêşkêş dike dikarin van mercan bihingêvin, lê forma ku mercên pilebilind dihingêve nayê qebûl kirin. OT van têgeh û prosesan bi rêya tabloyan nîşan dide. Bo nimûne,
SIH | Max-IO | NoCoda |
1. sî | *! | |
C 2. sih | * |
Ji bo peyiva ”sih”-ê, du namzed li vir hene: ”sî” û ”sih”. Max-IO û NoCoda du merc in ku bi tertîb hatine rêz kirin. Pileya Max-IO ji ya NoCoda bilindtir e; lewre heger ew namzedekê qebûl bike û NoCoda wê ceza bike jî, dîsa ew namzed bi ser dikeve. (*) nîşana hingaftinê ye, (!) nîşana nemimkinbûnê ye û (C) nîşana bijartina serkeftî ye.
Mercên ku ji me re ji bo zelalkirina sebebê neşidandina kîteya duyê ya [be.fir]-ê û şidandina kîteya wê ya yekê pêwîst in ev in:
*P/C: Dengdar nabin navik
(Navik ji parçeyên din yên kîteyê zingbilindtirîn e, lewre, dengdêr dibin navik. Dengdar qet nabin navika kîteyê.)
Head-Dep: Divê parçeya ku di derhatiyê de dibe sereka newayî berambera xwe di têketiyê de hebe.[8]
RhType=I (Iamb): Di pêyekî de, kîteyeka bêhêz û kîteyeka bihêz li dû hev tên.
SSR (Sonority Sequencing Principle = Prensîpa Rêzbûna Zingdariyê): Di kîteyê de, zingdarî her ku ber bi navikê ve diçe zêdetir dibe û her ku ber bi kêlekan ve diçe kêmtir dibe.
Rêzbûna van mercan di kurmanciyê de biryarê dide ka çima [Ꞌbe.fir] formeka qebûlbar e.
befr | SSR | *P/C | Head-Dep | Iamb |
1. (Ꞌbefr) | *! | * | ||
2. (be.Ꞌfr) | *! | * | ||
3. (Ꞌbe.fr) | *! | * | ||
4. (be.Ꞌfir) | *! | |||
C 5. (Ꞌbe.fir) | * |
SSR di vê rêza mercan de mercê herî pilebilind e. Ew nahêle rêza dengên di kîteyê de dijî prensîpa rêzbûna zingdariyê be. Lewre, [f] û [r] bi [i]-yê ji hev hatine veqetandin û bêje ji nû hatiye kîte kirin. Ji xwe *P/C nahêle ku dengdarek bibe navika kîteyê û lewre ew formên ku tê de navika kîteyê dengdar e red dike. Iamb û Head-Dep hevrikiyê li ser şidandina dengdêra têxistî, [i]-yê, dikin. Iamb dikoşe kîteya duyê ya [be.fir]-ê bişidîne, lê Head-Dep qebûl nake ku dengdêreka têxistî ya ku di esil de di bêjeyê de nebû hêzdar bike. Desthilata Head-Dep zêdetir e çunkî pileya wê ji Iambê bilindtir e; lewre, [Ꞌbe.fir] di vê nakokiyê de bi ser dikeve. Bi hemberkirina formên “befr” û “berf”-an di çarçoveya OT-ê de, baş xuya dibe ka rêzimana me çawa û çima herdu awayan qebûl dike.
befr | SSR | *P/C | Head-Dep | Iamb |
C 1. (Ꞌbe.fir) | * | |||
C 2. (Ꞌberf) | * |
Forma [bef.Ꞌre] hîç mercekî ji mercên li jorê nahingêve. Lê, mixabin! Ev form di kurmanciyê de nîne. Heta roja ku formeka weha ya mercneşkên peyda dibe, em bi ”berf” û ”befr”-ên xwe kêfxweş in.
Lîsteya terman
kurdî îngilîzî
alozîn turbulence
beramber equivalent, correspondant
bezek trochaic
bêje word
bêvil nose
bêvilî nasal
bi lêv kirin pronounce
bihurka dengî vocal tract
bilêvkirin pronunciation
cihguhorîn metathesis
dengdayî voiced
dengdan phonation, voicing
dengdar consonant
dengdêr vowel
dengjenîn articulation
dengrêzî phonotactics
dengsazî phonology
dengsaziya wezinî metrical phonology
derhatî output
didanî labial
diyarde phenomenon
dukîte disyllabic
dukîtehî disyllabicity
dumora bimoraic
dûvik coda
esilî authentic, non-epenthetic
fişar pressure
fonolojî Binêre dengsazî
gelemper unmarked, general
gelemperî markedness (têgeha ka kîj form gelemper “unmarked” û kîjan negelemper “marked” e)
hewa air
hevoksazî syntax
hevrikî conflict
hingaftin violation, violate
hingavbar violable
hiyerarşî hierarchy
hiyerarşiya dengdanê sonority hierarchy
hiyerarşiya newayê prosody hierarchy
îzafet ezafe
navik nucleus
sengk weight
kîte syllable
kîteya giran heavy syllable
kîteya sivik light syllable
lêvdidanî labiodental
lerizîn vibration
lêvî labial
manenasî semantics
merc constraint
metatez Binêre cihguhorîn
meyil tendency
mora mora
namzed candidate
nedengdayî voiceless
neşidandî unstressed
newa prosody
newayî prosodic
nêzîkbûyî approximant
nîvpeqok affricate
optîmal optimal
optîmalîte optimality
organ organ
peqok plosive
peyvsazî morphology
pê foot
pêçekên dengî vocal folds
pidû alveolar ridge
pidûyî alveolar
pirkîte polysyllabic
pişik lung
piştziman dorsum
qafiye rime, rhyme
qirik larynx
rîtm rhythm
rîtma bezek trochee, trochaic rhythm
rîtma tinazî iamb, iambic rhythm
serek head (eg. head of the noun phrase)
serik onset
sêmora trimoraic
sîma feature
sîmaya cidaker distinctive feature
şidandî stressed
şidandin stress
şilok liquid
şkeftika devî oral cavity
tehisok glide
tepok tap, flap
tê xistin epenthise
têgeh concept
têxistî epenthetic
têxistin epenthesis
veqetandî abducted
watenasî semantics
werar development
xişok fricative
yekkîte monosyllabic
yekmora monomoraic
zayinde generator
zimanok uvula
zingbilind sonorant
zingdarî sonority, resonance
zingnizim obstruent
[1] Avestayî zimanekê îranî yê kevin bû. Ew zimanê kitêba Avesta ya Zerdeştî bû. Ew li başûr-rojhilatê Îranê berî mîladê dihat bi kar anîn. Zimanên îranî yên nû, wek kurdî, farisî, beloçî û hwd., bi awayekî û yê din neviyên avestayiyê ne.
[2] Ev nimûne ji Chyet, Michael L. (2003) Kurdish-English dictionary: Ferhenga kurmancî-inglîzî. New Haven & London: Yale University Press.
[3] Pehlewî, yan jî farisiya navîn, zimanekê îranî yê başûr-rojavayî ye ku berî mîladî di dema desthilatdariya sasaniyan de li Îranê dihat bi kar anîn.
[4] Binêre, bo nimûne,
– Clements, G. Nick (1990) The role of the sonority hierarchy in core syllabification. In John Kingston and Mary Beckman, eds., Papers in Laboratory Phonology 1. Cambridge, Mass.: Cambridge University Press. 283-333.
– Selkirk, Elisabeth O. (1982) The syllable. Berg. 2. Dordrecht: Foris. Rûpel 337–385.
– Zec, Draga. (1995) Sonority constraints on syllable structure. Phonology 12.85-129.
[5] Binêre Chomsky, Noam & Halle, Morris (1968) The Sound Pattern of English. New York: Harper and Row.
[6] Çavkaniya serekî ya OT-yê:
Prince, Alan and Paul Smolensky (1993) Optimality Theory: Constraint Interaction in Generative Grammar. Technical Report, Rutgers University Center for Cognitive Science and Computer Science Department, University of Colorado at Boulder.
[7] Binêre: McCarthy, John J. & Alan Prince (1995) Faithfulness and reduplicative identity. In J. Beckman, L. W. Dickey, & S. Urbanczyk (Eds.) University of Massachusetts occasional papers in linguistics (Vol. 18, rûpel. 249–384). Amherst, MA: GLSA Publications
[8] Binêre: Alderete, John (1999) Head Dependence in Stress-Epenthesis Interaction. In Ben Hermans & Marc van Oostendorp (eds.) The Derivational Residue in Phonological Optimality Theory, Amsterdam: John Benjamins, rûpel. 29-50.
[…] Newzad Hirorî: Nihêniyên befrê/berfê – lêkolînek li ser dengnasiya kurmancî […]
LikeLiked by 1 person