Berevajî ku hin caran bi şaşî tê texmînkirin, “kê” ne forma mê ya cînavê “kî” ye. Anku “kî” ne bo nêran (mêran) û “kê” jî bo mêyan (jinan) tenê tê bikaranîn.
“Kî” pirsek e ku dikare bi “Ez, tu, ew, em hûn, Jiyan, Hesen” were bersivdan:
– Kî mamoste ye? – Ew mamoste ye.
– Kî dibêje? – Ez dibêjim.
– Kî hatin? – Em hatin
– Kî keça Hesen(î y)e? – Jiyan keça Hesen(î y) e.
“Kê” forma tewandî ya „kî“ ye, wek çawa ku „min“ forma tewandî ya cînavê “ez” e:
– Kê got? – Min got.
– Kê Hesen dîtiye? – Jiyanê Hesen dîtiye.
– Jiyan keça kê ye? – Jiyan keça Hesen(î y)e.
_____________________________________________
* Di soranî de tenê ”kê” heye ji ber ku di soranî de tenê formeke cînavên serbixwe heye: ”min” heye lê ”ez” nîne, ”to” (hevbera ”tu” ya kurmancî) heye lê ”te” nîne…
[…] Kî û kê? […]
LikeLike