Kanîzar 1: Kanîzar xezîneyên zimanê kurdî sererd dike

Sernivîsar

kanizar

Kanîzar kaniya zar û zaravayên zimanê kurdî ye. Kanîzar kovareke zimanî û zimannasî ye. Ew dê hem lêkolînên zanistî yên li ser zimanê kurdî û zimannasiya giştî bi kurdî belav bike û hem jî dîtin û nêrînên kurttir li ser awayê rastnivîsîna kurdî biweşîne.

Armanca kovara me ne tenê zimannasên gihiştî û pîşedar in lê hemû bikarînerên zimanê kurdî ne: nivîskar, rojnamevan, xwandekarên zimanê kurdî, xwandevanên berhemên kurdî û hwd. Mijara Kanîzarê ziman û zimannasî ye lê sîngê me vekirî û berê me li dûr e: em ê lêkolînên zimannasî belav bikin lê em ê herwiha xwandevanên xwe bigihînin devok û zaravayên cuda, em ê wan ji berhemên hêja yên bi kurdî yan li ser kurdî nivîsandî agadar bikin.

Di vê hejmarê de em bi vekolîneke dirêj ya Husein Muhammed li ser peyvsaziyê anku çêbûn û çêkirina peyvan di zimanê kurdî de dest pê bikin. Vekolîn piralî û dirêj e û dê di hejmara bê de jî berdewam be. Newzad Hirorî bi vekolîna xwe ya dengnasî û dengrêzî, hin raz û nehîniyên bihagiran ji bin befr û berfên kurmancî dertîne.

Rizgar Behadur di nivîsara xwe ya bi kurdiya kirmaşanî de tebatîsaziyê anku pasîvizasyonê bi metod û azîneyên zimannasî dide nasîn. Hasan Aslan bi nivîsareke xwe ya balkêş xwandevanên kurmancîaxiv ji awayên avakirina raveka zazakî serwext dike. Mixabin di vê hejmarê de tenê ev herdu nivîs li ser lehceyên derveyî kurmancî ne lê bo hejmarên bên em ê bi şanazî pêşwazî li nivîsên bi zaravayên din yan jî li ser zaravayên din jî bikin.

Du vekolînên me yên vê carê li ser zimanî di edebiyatê de ne. Lezgînê Çalî rêzimana yek ji kevntirîn berhemên berdest yên kurmancî, Dîwana Melayê Cizîrî vekoliye. Ergin Öpengin berê me dide bikaranîna zimanê kurdî di edebiyata nûjen de, xaseten bi rêya romaneke kurmancî ya vê dawiyê.

Dilyar Amûdî beşek ji kitêba zimannasê navdar George Yule ji inglîzî kiriye kurdî û pê têkiliyên navbera zimanî û kultûrê bi me dide nasîn. Muhemmed Teqevî ji Xorasanê cînav û rengdêrên nîşander yên devoka xwe ya kêmnaskirî ya kurmancî raberî me dike. Fêrgîn Melîk Aykoç bi nivîsareke rexneyî li ser xebat û metodên misyonerên fileh li ser zimanê kurdî radiweste. Zinarê Melleyî bi berfirehî behsa erk û rolên herfa “e” di zimanê kurdî de dike.

Parlemana Başûrê Kurdistanê yasayan derdixe û kantonên Rojavayê Kurdistanê jî zagonan. Herdu jî ji qanûna “erebî” direvin lê gelo rastiya van peyvan çi ye? Gelo te hay ji devoka goyanî heye? Kengî mirov dibêje û kengî jî ? Kanîzar bersiva van û gelek tiştên din jî dide.

Kanîzar bo hemû lehceyên kurdî û herdu alfabeyên standard vekirî ye lê em tenê berhemên zimannasî û têkilî zimanê kurdî belav dikin. Em herwiha rê didin lêkolînên bi zimanên din jî eger ew li ser zimanê kurdî bin. Herwiha em pêşwaziyê li lêkolînên li ser zimanên din yên bi kurdî jî dikin.

Em ê her du mehan carekê bibin mêvanên we. Lê Kanîzar hewceyî we û berhemên we ye. Tenê bi nivîs, pêşniyaz û rexneyên we zimannas, nivîskar û xwandevanên hêja, ev kovar dikare jiyana xwe bidomîne û bi jiyekî dirêj di xizmeta we de be.

Di hejmara duyem de em ê giraniyê bidin ser mijara pêşpirtik (prefiks) û paşpirtikan (sufiks). Lê hûn dikarin li ser babetên din jî yên ziman(nas)î ji me re binivîsin. Hejmara 2 dê li destpêka meha 10/2015 derkeve. Ji camêriya xwe, nivîsên xwe heta 15.9.2015 bigihînin me:

kovarakanizar@gmail.com

Advertisements

One thought on “Kanîzar 1: Kanîzar xezîneyên zimanê kurdî sererd dike

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s