Ergin Öpengin
1. Destpêk
Nivîserê kurd[1] yê li Kurdistana bakur û li Tirkiyeyê xwedanê repertûareke[2] pirzarî û pirzimanî ye ku ew repertûar ji ber şertên dîrokî-civakî-siyasî di guherîneke daîmî û bilez de ye. Nivîserekî[3] kurd ê asayî bi devoka gund û herêma xwe dizane û pê emel dike, bi kurmanciya nivîskî/standard dizane û pê emel dike û herwiha bi tirkî jî dizane û pê emel dike. Lê şiyan û zanyariyên wan ên bi van du zimanan di nav têkiliyeke asîmetrîk û nayeksan de şikl digirin, lewre kurdî, wek zimanê bindest, di çarçoveyeke tengtir de tê bikaranîn û, nisbet bi tirkî, îmkanên ji bo pêşxistina wî gelek kêmtir in. Pirsa me li vir ew e ka repertûareke wiha têkel, aloz û laseng çawa tesîrê li afirandina edebî ya bi kurdî dike. Bi gotineke din, em dê bi perspektîfa zimannasiyê lê binêrin ka wate, binyad û avaniyên zimanî yên di repertûara zimanî ya nivîserê kurd de bi çi awayan li qalibê deqeke edebî werdigerin.
Me ji bo pêdaçûnê romana Otobês ya Yunus Eroğlu hilbijart, ku berhemek e ji edebiyata kurmancî ya hevçerx. Carinan ji Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî ya Şener Özmen û ji çend deq û berhemên din jî nimûne hatine wergirtin. Her du berhem jî di nav deh salên dawî de hatine nivîsîn û repertûara zimanî ya nivîseran, ji bilî zar û devokên kurdî, bi kêmî ji kurdî, tirkî û îngilîzî şikl girtiye û nivîser di heman demê de karê wergêranê jî dikin.
[…] Ergin Öpengin: Repertuara zimanî û afirandina edebî […]
LikeLike