Ebû Niwas: Derman dijî derdan

Ebû Niwas

EbuNiwas

Veke û bixwîne

Ebû Niwas el-Hesen ibn Henî el-Hekemî (n. 760–815) helbestvanê mîrî yê Harûn Reşîdê xelîfê Bexdayê (786–808) bû. Ew ji dayikeke faris û bavekî ereb yê ji başûrê Erebistanê bû. Wî helbestên xwe bi erebî nivîsîne.
Piştî qedandina xwendekariya dînî û ya rêzimanê, Ebû Niwasî li paytexta îslamê ya hingê, Bexdayê, dest bi nivîsîna helbestan kir û di demeke kurt de bi helbestên xwe yên evînî û yên qerfî (satîrîk) nav û deng da.

Wî dest ji helbestvaniya kevnare ya koçeriyê berda û temayên bajarrîtiyê kirin mijarên helbestên xwe. Wî bandorek bêsinor li ser helbestvaniya erebî ya pey xwe hiştiye.

Ebû Niwas helbestvanekî gelekî pirralî bû û li ser hema bêsinor mijaran helbest dinivîsîn. Ez tê koşîme di vê wergerrê de pirralîtiya wî bo xwendevanên kurdî jî diyar bikim. Loma min hem helbestên evînî, yên li ser mey û badeyê, yên qerfî û hem jî yên dînî pêşkêş kirine. Bo hêsankirina xwendinê, min kirasekî bi form û dirûvên nûjen lê bi naveroka resen daye helbestan.

Xwendevana/ê hêja, ez dilşad im komeke helbestên belkî navdartirîn helbestvanê hemî cîhana erebî raberî te bikim.

bijartin û wergerandin ji erebî

Husein Muhammed

2004


LI NAV GULISTANA EVÎNÊ

Bêxew

Min kir û nekir,
xew bi çavên min neket.
Tenê yên bêxem
bi aramî dinivin.

Awirên min yên westiyayî
bê hedan digerrin,
axînên kûr
ji dilê min ê xwînawî dizên.

Xem û xerîbî
min ji nav nivînên min derdixin
û dilê min
bi herdu destan dişidînin.

Ne dildar be

Ez ê bextreş bam
ger tu jî
mîna min dildar bayî:
siviktirîn evîn jî
barek giran e.

Evîn
gurzek gurr e,
dilên evîndaran
di nav re dişewitin.

Xwezî hema çirîsk
piştî sotina dilî bitemirîna!
Lê na, ew dîsan geş dibin.

Evîndar
li Dûjehê ne,
çermê wan her nû dibe
daku dîsan bişewite.

Li ber barana rondikan

Min nameyek
li ber barana
rondikan nivîsî,
bi peyvên dilpak
dagirt
lê rondikan
peyvên min
jê birin.

Beniyê evînê

Bo Xwedê,
nikarim berê xwe
ji te bigirim,
lê bersiva min nadî!

Li bal te:
hingivê şirîn!
Dûrî te:
jehra jandar!

Keç û jin dipirsin:
Ka dê kengî wê ji bîr bikî?
Bersiva wan didim:
Ta qirrereşk spî bibe!

Her roj
mala te
– mîna Mala Xwedê be –
tewaf dikim.

Evînê bihêle

Bihêle, Cenan,
evînê bihêle
ger hînişkek hiş
di te hebe.

Xwe neîne
bîra mirinê
ta tu bi xwe
neyê bîra wê!

Nê dê bi evînê
bimirî,
ger ne îsal,
salek din.

Wey li canê te,
rebenê Cenanê,
dê ji dest bidî
bêyî ti bigihe te.

Parsekê evînê

Ka bersivên nameyên min?
Wê got:
Bise, bisekine ta sala bêt.

Min destê xwe dirêj kirê:
Xêrekê bi min bike!
Wê bersiv da:
Ez ê kevir û beran bidim te.

Ma tu hejar î?
Ji ber deriyê min herre!
Derkeve,
li vir ti bo te nîne!

Wey bêbextê,
parsekê evînê
dernexe:
Xwedê gotiye
nabe parsekan
destvale derxî.

Rûyê Cenanê

Rûyê Cenanê:
gulistaneke geş,
gulên rengîn,

gul
li ber çavan
lê parastî
ji çinînê.

Wey li vê rebeniyê,
wey li vê kembaxiyê,
wey li vê şewata evînê,
wey li xem û xeyalan!

Dikarim tenê lê binerim,
ne dest bikimê:
ez jî
mîna her kesî me.

Raza evînê

Êdî hew dikarim,
ez ê razê diyar kim!
Hedan bi yê evîndar nakeve
ta neaxive.

Min texsîr nekiriye,
bêpêjn mame,
min serê xwe şorr kiriye.
Taliyê çavên min
bêbextî li min kiriye.

Ez hedefa hemî
galegot û fesadkeran im,
qaçikê devê xelkê me.

Dema dibînim
xelk dipiste guhên hev,
di dilê xwe de dibêjim:
Ez im berbehs!

Gazî dikim

Bi dilsojî dildarî wê me.
Dema basa min tê kirin,
ew dijûnan dibêje min:
“Ew qûnder!”

Ger jê bêt pirsîn
ka çima min lome dike,
ew dê bêje:
“Nê wî dil ketiye min!”

Belê, min dil ketiye wê!
Ta Roja Qiyametê!
Ji wê hez dikim
ta min biavêjin gorrê.

Ez gazî dikim,
navê wê venaşêrim
bila min lome bikin
ger divê lome bikin.

Werin, xelkîno,
werin û bibîzin:
Înan
yara Hesenî ye!

Şev dirêj e

Hawar e!
Şev dirêj e,
war dûr e,
yar nediyar e!

Şev dirêj û bêdawî ye.
Ma stêran sond xwariye
her li esmanan bimînin?

Tenê hînişkek maye

Rondikê
zimanê evînê
pişkivand,
dûriya ji te
perdeya şermê
perritand.

û min raz
peyitand
dema rondikan
bêbextî
li evîna min
barand.

Jiyana min
di dest te de ye.
Giliya zalimiya te
li te dikim.

Hilma ruha min
tenê hînişkek maye.
Evînê ruha min
daye dest mirinê.

Bi hev re

Çavên coşdar,
awirên şil,
didanên çûrr,
kenek şirîn.

Pê re bi tenê bûm;
tenê Yezdan
ji bilî me herduyan.

Dest di destê min de,
piştî lomeyên dûr-dirêj
wê taliyê pirsî:

Tu ji min hez dikî?
Min bersiv da:
Ma tirs
ne ji evînê mezintir e?

Bêriya min dikî?
Yar, ma çi yî te
min nede bêrîkirin?

Ji Xwedê bitirse,
evîna wiha bihêle!
Ger bes dilê min
rê bida min.

Tîran diavêjî dilê min

Eşkere û nepenî
neheqiyê li min dikî,
canê min
didî ber pencên felekê.

Te dilê min
kir hedefa evînê,
tîrên xwe
divêjiyê.

Te rê da
tenê carekê
li cem tem bim.

Bo te digirîm,
yar, wek
Xemsa bo Sexrî digirî.

Wey li mino,
çi dê min rizgar ke?
Ma çi ji min tê?
Nizanim.

Canê min li min vegerrîne

Tu xeyidiyî
dema min li te nerî.
Ez nexeyidîm
tevî ko te canê min bir.

Tu min ceza dikî,
nahêlî nêzî te bibim.
Ma ji Xwedê natirsî
ger gilî li te bikim?

Canê min li min vegerrîne,
bi min re be daku dîsan bijîm
– ez ê koleyê evînê, ez ê xembar.

Ma can dikare bêyî te bijî?
Min ti ji te tika nekiriye,
tenê ya xwe dixwazim.

Bi awirên xwe, çavên xwe
tu her kêlî min dikujî,
ey xezala pak.

Dara evînê

Min evîn çand;
kat dan,
fêkiyên pêkvemanê
bi çeqan ve çêbûn.

Di ber katên wê re
çem diherrikîn,
ew borr bû,
çeqên wê
di bin fêkî ve daçemîn.

Amadeyî çinînê bûn:
xweşiyên evînê,
yariyên jînê,
bereketê.

Lê bahoza fesadê
ewrên veqetînê rakirin,
zû xurt kirin.

Lehiyên cudabûnê
av rakir ber darê
û bahozê
reh hilkişandin.

Mirin yan aramî

Di nav cilên min de
cesedek lawazbûyî,
di dilê min de
derdek giran.

Xew ji min
vereviye,
rondik li min
bûne robar.

Yara min
nahêle nêzîk bibim
tevî ko baş dizane
ku wisan min dikuje.

Hemî lomeker
min lome dikin,
ti kes
di halê min nagihe:

dema yek
bela xwe ji min vedike,
yek din
cihê wî digire.

Xwedêyo,
ez hew dikarim!
Mirinê bîne yan aramiyê
lê zû ke!

LI MEYXANEYÊ

Pîrê zewqan

Pîrek dilxweş bû,
dest bi stiranan kir,
mey vexwar
û kul û derd verevandin.

Piçek reng ji her tiştî:
mîna keskesorê
di perdaqê de dibiriqî.

Pîrê zewqan,
dilpak û paqij:
hêjayî
helbest û stiranan e.

Herdem mest,
ji cerrikekî xwe digihîne yê dî,
ji piyalê diçe denî.

Derman dijî derdan

Her tişt
bê xweşî, bextiyarî, zewq e
ta mey nekeve destê min.

Mey çekek çak e
di destê gêncan de
bo dûrxistina derdan.

Tenê bi meyê
êvar û spêdê
jiyan xweş e.

Hevalno!
Ez dev ji meyê bernadim
û dema evîndar bim jî,
guh nadim şîretan.

Li Leylayê negirî

Li Leylayê negirî,
bêriya Hindê neke!
Gulavê bo noşîcaniya Sorgulê
vexwe!

Dema şûşeyê
diqurtînî,
rengê meyê
dê xwe bide serûçavan.

Mey yaqût e,
şûşe morî ye
ji destê
zeriya nazenîn e,

bi perdaqa xwe,
bi çavên xwe
min mest dike;
nikarim jê mest nebim.

Min, ji hemiyan min
dibijêre.
Ducarî jê mest dibim.

Lomeyên te ji çavnebariyê ne

Bila yên reben
li şûnwarên xwe bisekinin:
ez ê êvarê biçim
li baştirîn meyxaneya deverê bigerrim.

Yên reben bila bo şûnwarê kevnare
yên eşîra Esedan bigirînin!
Bêje, yan ez ê diya te bigêm:
Esedî çi sebav in?

Yan Temîmî? Yan Bekirî?
Bila ziqnê vexwin!
Li ber çavên Xwedê
koçer hemî ax û xwelî ne.

Hindî bivê,
bila li berên xwe bigirînin;
yê bêriya war û kûnên xwe bike,
bila bi bêrîkirinê bimire!

Wan bo erebên koçer bihêle,
bi min re were nav rezan,
nav bax û bûstanan,
nav gulên geş,

were mey û badeya
meygêrrek naz û narîn,
meygêrrek navtengzirav
ya file digêrre.

Binere:
çavên dinyayê geş in,
barana biharê
mêrg bi mehfûran raxistine.

Biharê cilek nexşandî dirûye,
her der bi gulan nixamtiye,
yek-yek, cot-cot vejandiye.

Meyê sal û zeman
di denî de borandine,
bi jiyanê re li me
rûken e.

Bi merdî
vexwe û bide vexwarin:
îro ew roj e,
bo sibê ti nehêle.

Te peyamberek şand
daku lomeyan li min bike.
Vê carê jî ez li te nagirim,
lê carek din wa neke!

Ger lomeyên te ji dilpakî ban,
min ê guh bida te.
Lê lomeyên te
ji çavnebariyê ne!

Ji dizîkî venexwe

Meyê bide,
bêje mey e!
Ji dizîkî venexwe
ger bikarî eşkere vexwî.

Lê firrekê jî
nede yên durû!
Durûtî
xirabtirîn xirabî ye.

Jiyana mêran
noşîn û mestbûn e.
Wisan, bi dirêjkirinê jî
dem dirêj nabe.

Lêb û hîle ye
ger serzelal xwe nîşanî mirovan bidim.
Biserketina mezin
hejîna bi sermestî ye.

Rast bêje ka ji kê hez dikî,
dest ji cambaziyê berde:
zewqên veşartî
kesî dilxweş nakin.

Ma te ji bîr kiriye

Ma êdî
matkeriya meyê nabînî?
Ma dem û dewranan
tu pîr kiriyî?

Çima berê xwe
ji meya pîr digirî,
ji meya morî û mircan
jê diteyisin?

Wê meyê ji me re
meygêrrek naz,
meygerrek awazxweş
pêşkêş dike,

Ma te ji bîr kiriye
dema te vedixwar,
dema dihejiyayî,
dema te mîna stêran
sema dikir û digot:

Hindî çipek meyê
di binê cerrikî hebe,
cihê xeman
di dilê min de nîne.

Xweşiyên jiyanê

Xweşiyên jiyanê sê ne:
mey, yar û heval.

Xeman bi meyê derke:
aramiya canan
di şûşeyê de ye.

Xema ji mirinê jî taltir
bi perdaqekê
tê dermankirin.

Bihar e

Bihar
nêzî me bûye,
xemên zivistanê
vereviyane.

Em xilas bûn
ji zilma zaliman,
ji rejiya rojingan,

me şahiya şevan
li ser erda doşek
û li bin esmanê lihêf,

em li nav mêrgan
rûs û xwas gerrîn.

Sorgulan bînin,
nêrgizan biwerînin,
sifrê raxin,
stiranan bêjin!

Cerrên meyê
bibin binê darê,
nik hêskên zeriyan.

Ûd û sazan bijenînin,
mey û badeyê bigerrînin.

Heft perdaq

Bîne,
heft perdaqan,
li pey hev!

Meya tîr!
Tê ke,
badeya mîna tîrêjan.

Vexwin,
hevalno,
zend û destan hilînin!

Meya pak!
Yê lomeyan bike,
me lê sor dike.

Gencatî

Nezanî
li gencatiyê siwar bû;
gencatiyê galte û gotgot
wek hişmendî dihesibandin.

Kirasê gencatiyê spehî bû,
zimanê xortaniyê xweş bû.
Dema dipeyivîm,
her kesî guh dida min.

Gencatiyê gihandim
armancên min,
birim
dilê gelek zeriyan.

Dema xelk dinivist,
gencatiyê ez dibirim
dikirim şûna mêran
li nav nivînên jinên wan.

Niha gavên min
sist bûne:
kurtanê xortaniyê
jê hatiye danîn.

Daxwaza min
niha mey e,
meya mîran,
meya bêmînak.

Hê berî Adem
bêt afirandin,
ew mey jê re
hatiye amadekirin.

Min hawara xwe gihand Şeytanî

Li şûna li şûnwaran
bigirîm û bistirim,
xweştir e perdaqek
meya xurt vexwim
û mest bibim.

Meygêrr:
çavşîn,
navtengzirav,
lihevhatî,
ran-kemilî.

Û komek xortan,
ne goz,
ne nezan,
ne ehmeq.

Û meygêrr tê,
perdaqê digêrre,
mey mîna agirî
gurr û geş e.

Û gep û alekên
meygêrrê!
Sorgul jî li ber wan
spîtelok in.

Ji maçekê
yan duyan pêve
hêvî nîne
diyariyek din bide.

Ditirsîm
li nêz wê bim:
evînê
direcifandim.

Lê min hawara xwe
gihand Şeytanî:
Hawar,
ez bêçare me!

Ez û yara xwe
nêzî hev in
lê dîsan jî nagihin hev!

Camêrî
dilê wê nerm kir,
gihand min
û hê jî digihîne min!

BINPÊKIRINA SINORAN

Xirrê xirab

Xirrê xirab!
Nizanim çawan
wî girê dim.

Gava rûyekî spehî
bibîne,
rep dibe.

Beniyê kîrê xwe

Kîrê min
mîna kîrên xelkê
bi para xwe razî nabe:

guh nade hişê min
û xwe dike wezîr,
serok û serdar.

Dema dil dike gananê,
kû ve bixwaze,
min dibe:

Xwedêyo,
ma ti dadgêrr nîne
wî darizîne?

Ev pêncî sal in
beniyê kîrê xwe me.

“Poşman bibe!”

Dînê min ji wan diçe
yên dibêjin: “Poşman bibe!”
Ca kiryarên min
çima xema wan in?

Ger cihê min agir be,
ti peristin min rizgar nake?
Xwedê dê min ceza bike
û ezyetek bêdawî bide min.

Lê ger cihê min
biheşta bextiyaran be,
ca karê we pê çi ye?
Bavên we diyên we digên.

Cengeke xweş

Çi cengeke xweş
li tavzerka êvarê!
Me leşker
bi şûşeyan şkandin

û perdaqan
li şahiyan,
li şevbêrkan
em birîndar kirin.

Mêrxasê dûrî şerran

Bişir,
ma min û cengê û çekan
çi ji hev e?
Ez yê zewq û yariyan im.

Baweriyê bi min neîne!
Ez jar û pepûk im,
ji ceng û şerran
bi şik û guman im.

Dema leşkerên dilgerm dibînim,
kurtanê xwe dizivirrînim,
zînan dixwim paşiya hespê xwe
û xirp û bazdidim.

Jixwe ez nizanim
ka kîj ji van şûr,
kîj mertal
û kîj jî zirx e!

Ger dijmin
li ber biserkeftinê be,
tek tişta ez dixwazim
rev û bazdana zû ye.

Lê di vexwarina meyê de
dema geygêrr
spehîtiya xwe dizane,
di hevrikiya vexwarinê de,

û di paldan û maçkirina
zeriyan de

ez mêrxasek mezin im.

Gunehan bikin!

Hindî bikarî
gunehan bike!
Yezdanê te
dê te bibexşîne!

Dê te
bi gunehên te ve
bişînin
nav baxên biheştê.

Ger ji tirsa dûjehê
xweşiyan
li xwe heram bikî,
dê poşman bibî.

Lomeyan bihêle

Lomekero,
carekê guh bide min:
loemyan bihêle.

Bi xwe meyê vexwe;
nivêjên her-roj
neke bela serê min.

Gava dibe dema nivêjên
yan meha rojiyan,

bi şûşiyekê
rojiyê ji xwe dûr bixe,
binive ta nivêj biçe.

Hindî hebî,
edetên qalibgirtî
bişkîne!

Jiyan

Jiyan
nan û gan e,
maçkirina yaran e.
Guneh dê bên xefirandin.

Bela xwe ji min vekin

Gelî lomekeran,
bela xwe ji min vekin!
Zewqkerên mîna min
lome nekin.

Ma ya ji we ve
ez ê guh bidim we?
De herrin
gû bixwin!

Xwedê-nenas

Tu min lome dikî,
rûreş û şermezar dikî!
Ka guh bidê,
ez ê raza ramanên xwe bêjim:

Bila zimanê min
ya dilê min
diyar ke:
ti Xwedê nîne.

Piştî mirinê
hew radibî:
carekê dimirî
û xilas.

DI HIZÛRA XWEDÊ DE

Xwe veşidîne

Xwe veşidîne,
Nuwasiyo,
xwe ragire,
xeman nexwe:

ger carine felek
te biselixîne jî,
jiyan hê jî pirrtir
te dicebirîne.

Gunehkaro,
dilovaniya Yezdanî
ji mezintirîn gunehan
mezintir e.

Li hemberî lêborîna Wî
gunehên bi temet çiyayan
biçûk û bêwate ne.

Her kes dê bêt binaxkirin

Her kes dê carekê
bêt binaxkirin,
her kesê digirî
dê carekê bo bêt girîn.

Emanet jî
dê carekê hinda bibe.
Her kesê naskirî
dê carekê bêt jibîrkirin.

Tenê Yezdan
herûher dimîne.
Di ser bilindtirîn tişt re jî
Yezdanê Berz heye.

Xwedayê me
risqê me dide.
Ma çima em
li risqê xwe bigerrin?

Qencî û xirabî
baş hatine
destnîşankirin

Tiştê li paş perdeyan
veşartî jî
li ber çavên Yezdanî ye.

Ti tişt
ji awirên Yezdanî
ne nepenî ye.

Ta kengî dê sax bim?

Te jiyana xwe
bi berhevkirina gunehan borandiye.
Nivîsevanê bisexbêr
her kiryar danivîsiye.

Te pirr car sond xwariye
ku êdî li wê rê venagerrî.
Te sondên giran xwarine
lê dîsan li ya xwe vegerriyayî.

Ta kengî dê wiha be?
Xwe ji zewqan vede:
Roja Hesabê
hesaba wan giran e.

Hê niha canê xwe
di nav destên mirinê de dibînim.
Ew rê
ya me hemiyan e.

Gunehên min gelek in

Xwedêyo,
gunehên min gelek in
lê baş dizanim:
dilovaniya Te
hê jî pirrtir e.

Ger tenê yên teqwa
bikariya xwe bispêrin Te,
pa dê yên gunehkar
xwe bispêra kê?

Xwedêyo,
ez lava ji Te dikim,
bi nefsbiçûkî wek Te ferman kiriye.
Ger Tu li min ne dilovan bî,
ma kî dê min bibexşîne?

Min ti qencî nekiriye
lê tenê bi Te bawer im:
Dilovaniya Te bêsinor e,
û min hêviya xwe
daye spartiye Te.

Tikaya lêborînê

Xwedêyo,
Tu ji min re
qenc bûyî.
Min nedizanî
ji qenciyên Te
spasdar bim

Li pêşberî Te
mirov daxwaza lêborînê dikin,
hêcet û bahaneyan digirin.
Tek tikaya min ya lêborînê ev e:
ez dizanim
min ti bahane nînin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s