Ebdullah Goran (1904 – 1962)
Ger ciwanî giyayekî şên î narîn be, çav cotekî guliyên geş e bi serî ve. Çav cotekî şakaran e, bi bilindahiya esmanan ve diçirise. Cotekî gewherên birqok e, taca evîn û spehîtiyê dixemilîne. Du pencereyên ron in li gulistana giyanê.
Çav du rûpel in ji pirtûkeke pîroz, dagirtî bi peyvên qenc. Rastiyên jiyanê, sirrên dilî û razên derûnê bi tîpên nûranî tê de hatine nivîsîn.
Gelo ma ji çav diyarkertir, ji çav watedartir, ji çav efsûnîtir çi berhemeke giyanî, çi pirtûkeke esmanî heye?
Yek ji mucîzeyên çavan – wek berên bihadar – ew e ku ji hemû rengan peyda dibin. Hin çav mîna şevê reş in, hin şîn in nola feyrûz, hin jî dişibin çavên bazan, wek yaqûtan dibiriqin.
ji soranî: Husein Muhammed, 2001