Zordar bendewarî mirina min e

Nazim Hikmet

nazim

wergerandin: Husein Muhammed

Dilê min

Zordar
bendewarî mirina min e.
Pazdeh hevalên min
hatin kuştin.
Pazdeh kêr
li dilê min dan.
Lê bêkêr e,
mêrkujo,
tu bi ser nakevî.
Dilê min
hê jî lê dide
û dê lêdana xwe bidomîne.

Mîna marên reş
pêl bi ser min de dixwişin.
Zordar
bendewarî mirina min e.
Pazdeh birîn
li dilê min kolan.
Lê bêmifa ye,
qatilo,
bi ser nakevî.
Dilê min her lê dide
û dê lêdana xwe bidomîne.

Pazdeh birîn
li dilê min kolan
daku xwîna min çik bibe.
Pazdeh kêr
vejenîn,
pazdeh birîn
bûn argurr.
Lê dilê min
mîna alaya sor
dipêle.
Bi ser nakevî,
zordaro.
Dilê min hê jî lê dide
û dê her lê bide.

1921

Wek Keremî

Hewa giran e
wek risasî.
Dikim hewar
hewar
hewar
hewar dikim xelkê:
bilezin
risasî
bihelînin!
Ji min re dibêjin:
li xwe hişyar be
wek Keremî
agir dê bi te keve
dê bişewitî
bibî xwelî
Dê bibî
binbarê
hezar derd û xeman
Dil kerr in
hewa mîna risasî giran e.
Dibêjimê:
ger mîna Keremî
bibim xwelî
ez ê bişewitim
bişewitim
bişewitim
Ger ez neşewitim
ger tu neşewitî
ger em neşewitin
ronahî hilnabe
tarîtî venareve
Hewa girane ye
mîna zeviyê
Hewa giran e
wek risasî
Hewar dikim
hewar
hewar
Hewar dikim xelkê:
rabin
bilezînin
risasî bihelînin!

Gulana 1930ê

Cigareya vênexistî mayî

Îşev ew dikare vemire
kuna fîşekek sotî li bestoka saqoyê wî.
Îşev belkî ew venegere
– Cigare heye? ew dipirse.
– Va ye, ez bersivê didimê.
– Pa zilik?
– Nînin. Cigare ji xwe dê agirî
ji gulleyan bigire.

Wî cigare girt,
bi rê ket.
Tarî.
Teqînek.
Belkî ew niha ketiye,
cigareyek vênexistî di nav lêvan re,
birînek geş li sîngî.

1930

Ne zêde li pêş

Ne zêde li paş
li rex me
li rêzê
sekinî bû
hevalê me.
Dora wî hat.
Xwîn ji birînê herikî.
Xwe da ber mile hevalê li kêleka xwe
û gavek avêt.

Ne hewceyî gotinan bû.
Ne rondik gerek bûn,
ne tacegul, ne jî spasî.
Em bêdeng radiwestin.
Rakeve, hevrêyo!

1930

Dîmen

Ba ye
av e
û stêr in.
Xewna nazik
derbarî Efrîqayê
noqî nav pêlan dibe.
Ronahiya fenerê
diçirise.
şev
tarî ye
û diçin
li vê dinyaya stêran
ya ku lê ti tişt dubare nabe…

Stêr
di deryayê re,
ba
xwişîna ava dorgêrr.
Ji dûr ve
stiranekê dibihîzim
mina ku bistire,
mîna bayî
mîna stêrê.

1935

Ya delaltirîn hê maye

Li delaltirîn deryayê
em hê negerîne.
Delaltirîn zarok
hê di landika xwe de ye.
Delaltirîn rojan
em hê nejiyane.
Delaltirîn peyv
ya ku dixwazim bibêjim te
hê nehatiye gotin.

Li ser jiyanê

Jiyan ne galte ye.
Jidil jiyanê bibîne
bêyî ku li benda axretê bî
her wek sivoreyî.
Erkê te ev e: jîn.
Jidil li jiyanê binere,
wisan ji dil mina ku
pişt li hemberî dîwarî,
dest li piştê girêdayî
yan li nik maseya vekolînan
li ber mîkroskopê xwe bimirî
daku mirovên ku te çavên wan nedîtine
bikarin bijîn
daku dema bimirî
di dilê te de baweriyek xurt hebe:
aha jiyan wiha baş e.
Jidil li jiyanê binere,
wisan jidil
ku bikarî di heftê-saliya xwe de jî
darek zeytûnê biçînî,
ne daku ew lid û te bimîne
lê ji ber ku tu dijî,
ji ber ku jiyan ji te re delal e.

1948

Sedsala bîstê

“Were em rakevin, yar,
em piştî sed salên din şiyar bibin.”
“Na, ji sedsala xwe natirsim,
ne revoke im.
Sedsala min tarî ye,
sedsala min rûreş e
Sedsala min wêrek,
xurt û qehreman e.
Dema bendewariyê dirêj e. Gazinan nakim,
yê sedsala bîstê me,
pê serbilind im.
Dilhêsa me.
Têkoşerek bereyê sedsala xwe me
ta ku jiyanek xweştir vejî.”
“Piştî sed salên din, yar.”
“Na, hê zûtir, destpêk xwiya dibe;
perdeya şeva tarî ya sedsala min
ya bi mirin û zanê dagirtî
li ber qîrrîna elindê dirriyaye.
Û carek dê bêt ku tava sedsala min jî
dê mîna çavên te geş be, Xecê.”

1948

Payiz

Roj kurt dibin,
heyama baranan dest pê dike.
Deriyê min vikîvekirô bendewarî ye ye.
çima wiha xwe gîro dikî?
Nan û xwê û bîberê kesk li ser sifrê ne.
Min mey bo te hêlabû, niha min
nîv jê vexwariye.
çima wiha xwe gîro dikî?
Dibînim çawan mêweyên geş û şirîn
çeqên daran şorr dikin.
Xwe gîro bike, berhem dê dawere.

1948

Tirs

bo Paul Robesonî

Nahêlin em stiranên xwe bistirin, Robeson,
dostê min yê reş û didan-mircan,
firindeyê min yê çeng-baz,
nahêlin em stiranên xwe bistirin.
Ew ji tava elinda spêdê ditirsin,
ji dîtinê, bîstinê, balekirinê ditirsin,
ji barana rondikan li rûyê tazî ditirsin,
ditirsin ku ken wan bixwe.
Ew ji evînê ditirsin
evîna wek ya Ferhadî
(belkî di çîrokên we de jî Ferhad hebe,
ka bêje navê wî çi ye?)
Ew ji zeviyê û ji tovî ditirsin,
ditirsin ji avê û bîrê.
Firindeyo, destbirako, tînê
ji destên wan peyda nake,
tenê bertîl û mal û meaş
wan germ dikin.
Ew ji hêviyê ditirsin, Robeson,
ji hêvî û baweriyê, o teyrikê stiranbêj
yê çeng-baz,
ew ji stiranên me ditirsin.

1949

Çend şîret bo yê bikeve zindanê

Çunkî baweriya te bi pêşeroja
welatê te, cîhanê û mirovatiyê heye,
dê te ji rê vemalin,
rakêşin sêdarê
yan biavêjin zindanê.
Deh, pazdeh salan, belkî pirrtir jî
dê di zindanê ve bigevizî.
Ti car nebêje: “Baştir e ku bi werîsî
bêm hilawîstin.”
Wisan nebêje.
Li cihê xwe sebir bike.
Belkî bîskên kêf û şadiyê kêm bin
lê erkê te ev e
bi rik dijî wan dijminan
hê rojekê bijî.
Belkî parek ji te di zindanê de bi tenê ye
wek kevirê di binê bîrê de.
Lê parek ji te jî
merbûtî gerdûnê ye:
dilê te di zindanê de dilerize
dema ku li pişt heft deryayan
ba pelek darê dilivîne.
Bizane ku mana li benda nameyan,
stirîna stiranên xemgîn,
şiyarman û fekirina li banê xanî
balkêş in lê di zindanê ve xeternak in.
Piştî her rîtiraşînekê
rûyê xwe baş bipişkinîne,
salan ji bîr neke,
li spihan û êvarên biharê hişyar be.
Pariyê nanê xwe ta pirtika taliyê jî bixwe
û ji bîr neke ku divê dengbilind bikenî.
Belkî jina ku dievînî
êdî te ne-evîne,
hingê nebêje: “Her tişt bêmifa ye.”
Ew gotin wisan e
wek ku çeqek şên bişkê.
Bo zindaniyan nebaş e ku
di xeyalên gul û gulistanan de bin
lê pûnijîna li derya û çiyayan çê ye.
Guh nede axînan; bixwîne, binivîse,
kêliyan bike.
Pêşniyar dikim ku di pencerê binerî.
Wiha dikarî li ber xwe bidî
deh, pazde salan
belkî pirrtir jî
ger tenê gewherê
li rexê çepê yê singe te
geş bimîne.

Gulan 1949

Mem

Li beravê li hemberî min: welatê min.
Ji Varnayê bangî te dikim, dikim hewar
dîsan û dîsan –
dengê min dibîzî,
Mem, Mem?
Deryaya Reş hildifûre,
nahedire,
ax li vê xerîbiya şeyda,
hesreta şêtane –
Kurê min, gazî te dikim,
dengê min tê te?
Mem, Mem?

Te dibînim, yar

Xwe diçemînim, li warê xwe dinerim,
li giyayî û li kirmikî,
li pişkivîna kulîlkên şîn dinerim.
Tu wek warê biharê yî,
li te dinerim, yar.
Xwe pal didim ser piştê, çeqên daran dibînim,
bane esmanî dibînim,
firra qulingan dibînim.
Tu mina esmanê biharê yî,
te dibînim, yar.
Agirek kuçkî hildikim li deşta çol,
agir min germ dike,
av min hên dike,
banê xîvetê min disitirîne.
Tu şibî agirê kuçkî yî li ber esmanê têr-stêr,
tu nêzîk î, yar.
Di nav mirovan de me, ji wan hez dikim,
ji liv û lebata mirovan hez dikim,
ji têkoşînê hez dikim.
Tu mirov î di cengê de mil-bi-milê min,
ji te hez dikim, yar.

wergerandin: Husein Muhammed, sala 2003

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s