20 sonetên William Shakespeare

William Shakespeare (1564 – 1616)

Shakespeare

ji inglîzî: Husein Muhammed

Sonet 1

Ji yên bedewtirîn em zêdebûnê hêvî dikin

daku Sorgula Bedewiyê qet nemire,

lê ger dema mirina yê gihiştî hat,

bila dûndeha wî kelepûra wî hilgire.

Lê tu, yê dildarî çavên xwe yên geş,

agirê çavên xwe bi şewata xwe gurr dikî,

xelayê li şûna bereketê diçînî,

ey tu yê delaliya xwe nefret dikî, li xwe zalim î.

Ey nexşeya zelal ya hemû dinyayê,

mizgînê biharek bikêf,

vedişêrî nav bişkoja xwe qenciya xwe

û bi çepelî pûç dikî, hey gazindoyê nazik.

Dilê xwe bi dinyayê bişewitîne

yan dê bixwin para wê tu û gorr.

Sonet 2

Dema bi dehan zivistan eniya te dorpêç bikin

û meydana spehîtiya te hilxewirînin,

kincên serbilindiya xortaniyê, yên niha peritî,

dê kêrî ti neyên û biavêjî quncalekî.

Hingê dê ji te bê pirsîn, ka hemû bedewiya te,

ka hemû gencîneya rojên qenciya te,

dê bikevî şermê û bêwec pesna xwe bidî

ger bibêjî: “Di kendên çavên min de ye.”

Dê çend şirîntir be ger bikarî

bersivek wiha bidî: “Ev zaroyê şeng

dê hesaba min temam ke, pîriya min ciwan ke”,

û dê pişkivîna xwe di dûndeha xwe de diyar kî.

Wiha, tu yê pîr, dê bi xwe jî nû bibî,

xwîna xwe ya sar dê germ bibînî.

Sonet 3

Li neynikê binere, bibêje rûyê dibînî:

niha dema venûkirina van dêman e,

nû ke wê xweşengiyê yan dê dinyayê

jê bêpar bihêlî, dê dayikekê bixapînî.

Ma kî jin hind spehî ye ku rê nede

gasinê te zeviya wê bikêle?

Yan ma kî mêr wa aqilsivik e

ûcaxa xwe li gel xwe bibe gorê?

Neynika dayika xwe yî, û ew di te de

bihara pişkivîna xwe dibîne;

dem e xwe nû bikî daku piştî biçilmisî bikarî

di pencereya demê re li serdema xwe ya zêrîn binerî.

Lê ger tu bêdûndeh bijî,

wêneya te jî dê li gel te bimire.

Sonet 5

Ew kêlîk, yên bi karekê hunerane saz dikin

wê dîmena hemû çav lê govendê dikin,

wek zordaran wê dîsan dirûxînin,

şirîniyê ji şengiyê dişelînin.

Dema bêrawestan havînê digihîne

zivistaneka tarî, li wir difetisîne,

gezoyê diqerisîne, pelan dadiwerîne,

bedewiyê diherişîne; tenê stewrî dimîne.

Ger havîna sefandî xwe ranegire,

dîla avî ya dîwarên camî,

bedewiyê û bandora wê jî vedirevîne,

ne ew û ne jî kelepûra wan dimîne.

Şerbeta gulê jê bigivêşe! Dema zivistan bi ser de bê,

ew dê dirûvê xwe biavêje; lê şerbet dê bo te bimîne.

Sonet 12

Dema seeta demê dipîve dibînim

yan dema roja zelal diçe ava,

dema çilmisî dibînim binefşekê

yan pirçeka reş ya bi zîvî zîqandî,

dema rût dibînim darên girs

yên terşî havînê çilû jê dixwar,

dema dibînim gidîşkirî ye

û bi bizîngan girêdayî ye keskiya havînê,

hingê li xortiya te diponijim:

li ber rûxandina Demê xwe ditewînî,

şirînî û şengî vedireve

û dimire dema şitilek nû dibîne.

Ti tişt nikare xwe ji şaloka Demê biparêze,

ew dê te jî bibire, tenê tov dê bimîne.

Sonet 16

Çima xurttir şerr nakî
dijî zalima xwînxwer Demê,
xwe naspêrî çekên pîroztir
ji helbesta min ya stewr?

Niha gupika bextiyariya xwe yî
û pirr zeviyên zerî yên nekêlayî
bi hêviyên pak dixwazin li wan şên bibe
wêneyê te yê ji nexşeyan delaltir:

bila jiyan binexşîne jiyana te
madem firçeya serdemê
yan qelema min ya şagirtane têrê nake
nirx yan şirîniya wî diyar bike.

Ger xwe bidî, dê bimînî:
bi hunera xwe dê xwe binexşînî.

Sonet 18

Ma te bidim ber rojek havînê?
Tu delaltir û nermtir î:
bayê gurr bişkojên gulanê vedihejîne
û pelên havînê zû diwerin.

Carine çavê esmanî zêde germ dibiriqe
û gelek car eniya wî ya zêrîn reş dibe
û her tiştê delal ji sitfê yan çerxa siriştê
delaliya xwe ji dest dide.

Lê havîna te ya ebedî qet naçilmise
û delaliya wê hinda nabe
û mirin bi girtina te pesnê xwe nade
madem di helbestên ebedî de jîndar dimînî.

Hindî çav bibînin yan dil lê bide,
ew dê her bijî û te jî vejîne.

Sonet 19

Hey dema dehbe, de pencên şêran jê bike,
bike ku erd zarokên xwe yên şirîn daûrîne,
didanên dirinde yên pilingî jê derîne
û sîmirê jîdirêj bi saxî bisojîne.

Serdemên bextiyar û bextreş li hev biguherîne
û, hey dema lezgîn, dilê te çi bivê
wisan li dinyayê û derametên wê bike.
Lê tenê tiştekî ji te tika dikim:

Vê tawana mezin neke: nîşana salên xwe
li rûyê dilbera min venekole û
qurmiçkan bi qelemê xwe yê qerfî lê nede.
Dema ku bi rêya xwe ve dimeşî,
dest nede delaliya wê û neherimîne;
bila bo nifşên bên wek nimûne bimîne.

Lê dîsan jî, eger tawana xwe bikî,
yara min dê her di helbestên min de ciwan bimîne.

Sonet 23

Wek şanovanek negihiştî li ser dikê
yê tirs rola wî ji bîrê dibe
yan jî tiştek dirrinde yê kerb
dilê wî bi xwe lawaz dike,

wisan ez ê reben lal dibim
li cejn û seremoniyên evînê,
li hêza hezkirina xwe dilikumim
û li bin barê dildariya xwe diherrişim.

Lew bila awirên min bedewbêjî bin,
bila bêyî gotin peyama dilî ragihînin,
bedewtir ji lavayên tên lorandin,
baştir ji hemû awayên ziman bikare.

Fêrî xwendina evîna bêgotin bibe,
bi çavan peyama wê bibîze.

Sonet 24

Çavên min xwe kirin hunermend
û delaliya te di dilê min de nîgar kir,
û dilê min bûye milbendê nîgarê
û hunermendê baş perspektîvê baş dizane.

Ev huner divê bi çavên hunermendî bên dîtin
û hest bi şiklê resen yê di wêneyî de bêt kirin
dema ku ew li dîwarê dilî hilawîstî ye
û çavên te pencereyên wî ne.

Û binere, çawan çav li hemberî hev in:
çavên min tu kirî nîgar û çavên te
pencereyên dilê min in û tav tê re
serê xwe dertîne û bi rûgeşî lit e dinere.

Lê dîsan jî çavan hinêra hilberandina hunerê nîne
ew çi dibînin, wî nîgar dikin lê ya dilî nizanin.

Sonet 25

Bila dilber û berdiliyên felek û stêran,
xwedanên şan û şerefê pesnê xwe bidin.
Lê ez ê bextreş dê bextiyar bim
bi bendewariya ya ku herî zêde binirxînim.

Dost û delaliyên mîrên mezin
wek gulan şeng û şepaliya xwe diyar dikin
lê şikodariya wan li ber siyê tarî dibe
ji ber ku awirek jî dikare wan bikuje.

Cengawerê navdar piştî hezar biserketinan jî
bêt kuştin, dê dîsa bêt jibîrkirin
û navê wî ji şerefnameyan bêt jêbirin
û êdî nayê bîra ti kesî ka doza wî çi bû.

Lê ez yê bextiyar im. Evîndar û evandî me,
naguherim û nayêm guherandin.

Sonet 26

Serdara evîna min, qenca ku
ez bi bendên asê kirim beniyê xwe:
Vê peyamê rewaneyî te dikim,
wek nîşana dilsoziyê, ne ya hunermendiyê.

Vê soza mezin ya ji ber bêhişiya min
wek peyvên rût berçav dibe
lê hêvîdar im ku baş tê bigihî
û vê peyama saf di dilê xwe de bihewînî.

Ta ku stêra min
rojekê bextek baş bibexşe min
û evîna min ya perîşan pêk bîne
û min bike hêjayî dilbera delal.

Hingê dişêm bikim gazî: Evîndarê te me.
Lê ta hingê, newêrim xwe nîşanî te bidim.

Sonet 27

Ji kedê westiyayî dilezim nav nivînan,
cihê bênvedana endamên leşî yên betilî.
Lê îcar serê min dest bi seferê dike û
mejiyê min dikerixîne dema ku êdî leş bêtaqet e.

Hingê hiş ji xanîkê xwe derdikeve
û dibeze rê û rêvingiya te ya bişen.
Bi çavên giran yên vekirî
wek koran li tarîtiyê dinerim.

Lê giyanê min bi çavên xwe dibîne,
şiklekî geş mîna gewerekî di nav şevtariyê de
tîne ber çavên min yên vemirî, şeva tarî delal dike
û rûyê wê yê pîr vedijîne û ciwan dike.

Wisan dest û pî bi roj, hiş û mejî bi şev
ji ber te, ji ber min, bêsebr û bêhedan in.

Sonet 28

Ez ê çawan bênvedayî vegerim
madem ji hedanê bêpar mame?
Kula rojê bi şevê jî nakewe
lê şev rojê û roj şevê diazirîne.

Tevî ku ew dijminên hev in jî,
lê li dijî min dibin dostên hev
û yek min dişewitîne û ya din
min dihelîne dema ji te dûr dinalim.

Dilê tavê xweş dikim: dibêjimê ku tu geş î
dema tav tê veşartin;
û keyfa şeva reştarî tînim:
dema stêr naçirisin, tu esmanî dibiriqînî.

Roj her roj jana min dijwartir dike
û şev her şev bi şînê min dişewitîne.

Sonet 29

Dema ku felek û mirov min bi tenê dihêlin
û ez ji ber bêkesiya xwe digirîm;
dema ku esmanê kerr bersiva banga min nade;
dema li halê xwe dipûnijim û naletan li qederê dibarînim;

dema ku dixwazim di armancên xwe de bi ser kevim,
delal û berdiliyê dostan bim;
dema ku hêvî dikim ku wek yekî hunermend

û wek yekî din jî azad û jixwerazî bim;
hinge ji nişkê vet u tê bîra min
û wek ku baz spêdê li gel tavê ji asoyê tarî hilbêt
û li ber esmanan bistire!

Bibîranîna evîna te min wisan halxweş dike
ku min nevê para xwe bidim bi ya mîran jî.

Sonet 30

Dema ku bîranînên berê
bangî ramanên nerm û bêdeng dikim,
axîna delîvên jidestdayî dikêşim
û xemên derdên dêrîn dixwim.

Çav di nav rondikan de dixeniqin
dema ku hevalên mirî li şeva bêdawî vedişêrim
û li jana evîna betalbûyî digirîm
û ji ber bihayê hêviyên hilfûrî dinalim.

Ji ber ezaba berê min jan kêşan
û derd bi derd bi dilgiranî dubare dikim,
hesaba bihagiran ya janên berê didim
û dubare dikim wek ku nehatibe edakirin.

Lê hinge, yara delal, tut ê bîra min
û xusar xilas dibin û xem vedirevin.

Sonet 31

Sîngê te bi min delal e ji ber wan dilan
yên bawer bûm ku mirine dema min hinda kirin.
Evîn hemû şikil û hevalên min yên bingorrkirî
tev di dil û sîngê te de parastî ne.

Jana evînê hin rondikên pîroz
ji çavên min standin û kirin gorî miriyan.
Niha ew hemû ji dilê te vedijîn.

Tu jîngeha yên mirî yî,
nîşana serfiraziyên yarên berê yî,
nîşanên wan bi dîwarê te ve ne
û wan parçeyek ji min diyarî te jî kiriye –
xenîmeta hemû yaran niha para te ye.

Wêneyên dost û yarên xwe di te re dibînim
û tu, li şûna wan hemûyan, serdara min î.

Sonet 32

Ger ji ecela min dirêjtir bijî, piştî ku
mirina wêran hestiyên min bin-ax bike,
û ger nesîb hat ku dîsa helbestên
rebenê evîndarê xwe vekolî,

dê wan bidî ber yên baştir.
Tevî ku hespê her helbestvanî
ji pênûsê min rewantir be jî,
helbestên min ne ji ber hunera wan

lê ji ber evîna min biparêze.
şahida min be: “Ger hunera yarê min
derfet dîtibûya, evîn wî dê tiştek hêja
li bereya bihagiran ya helbestan afirandibûya.

Lê ji ber ku ew mir û yên din bi pêş ketin,
ez wan ji ber şêwazê lê wî bo xatirê evînê dixwînim.

Sonet 33

Gelek spêdeyên şeng min dîtiye ku
bi awirên şahane li gupikên çiyayan dinere,
bi rûyê zêrîn mêrgên şên maç dike,
çemên spîk dike avzêrk.

Lê ji nişkê ve ewrek erzan
li eniya esmanan siwar dibe,
tavê li dinyayê vedişêre
û bi dizîkî wê def dike rojavayê.

Lê dîsa jî roja min spêdeyekê
hemû geşiya tava xwe da rûyê min.
Lê na, ew tenê bîskekê ya min ma;
niha ewrên esmanan wê ji min vedişêrin.

Lê dîsa jî nikarim wê lome bikim: madem
Stêra esmanî tarî dibe, yên erdê jî namînin.

Sonet 34

Te çima soza rojek têrtav da min,
te kir ku bê baranîk derkevim
lê te ewrên xwe yên erzan li min barandin
û di bin mij û morana genî re hêlam?

Ne bes e ku carine serê xwe derînî
û baranê ji rûyê min ê bahozê perîşankirî vemalî.
Ma kî spasiya wî dermanî dike yê ku
birînê bikewîne lê şûna wê bhêle?

Hesta te ya şermkirinê min nakewîne.
Jana wijdanî ya ziyankarê
qenciyek tenê biçûk e
bo yê ji ziyanlêbûnê derdgiran.

Lê ax, rondikên evîna te çi morî ne,
hêja ne û hemû ziyanên te kirî jê dibe.

Sonet 35

Hew xeman bixwe ji ber ziyana ku te kir:
sorgul jî bi strîk in û kanî jî bi herrî ne;
ewr û xeyirîn tav û heyvê tarî dikin
û bişkojên delal jî kirmikên necis dihewînin.

Her kes şaşiyan dike. Ez jî dema bi van
nimûneyan ziyankariya te mafdar dikim,
xwe dixirînim gava aşt dibim
û bêhed gunehên te dixefirînim

Dema bi hişmendî li tawanên te dinerim.
êdî dest ji doza xwe berdidim, dibim parêzerê te
û giliyekê li dijî xwe vedikim.
Wiha vîn û kîna min dikevin cengek birakujî

û ez dibim hevparê tawanên te dema ku
dihêlim tu, diza delal, min talan bikî.

Sonet 36

Neçar im bipejirînim ku em cuda ne
tevî ku evîn yek e û parve nabe.
Loma şerma ku ez herimandim,
barê min bi tenê ye; tu hilnagirî.

Evîna me herduyan tenê sedemek heye
lê bextreşiyek jiyana me diperitîne.
Tevî ku ew nikare evîna me biguherîne jî,
dîsa dem û delîvên delal ji me dişelîne.

Nikarim ti car hesta evîna xwe diyar bikim
daku şerma min şerefa te neherimîne.
Tu jî neşê bi eşkereyî min binirxînî
bêyî ku namûsa navê xwe talan bikî.

Lê ne hewce ye jî. Wisan evîndarê te me
ku nav û nîşanên te yên hêja jî beşek ji min in.

Sonet 40

Hemû dostên min bibe, yar, hemû dostên min;
ma ew dê çi li te zêde bikin, yar, çi zêde?
Ne evînê, yara min, ne evîna resen.
Her tiştê min yê te bû, te hemû bir.

Eger li şûna min, dostê min bibî,
te lome nakim ji ber ku pê şad dibî.
Lê te lome dikim ger bêbextiyê li xwe bikî
bi tamkirina tiştê ku bi xwe heram dikî.

Ez ê li diziya te negirim, diza delal,
tevî ku hemû heyînên min ê jar jî bibî.
Evîn dizane ku dijwartir e mirov xwe
li ber birîna evînê ragire, ne li ber ya kînê.

Zewqkera zêrîn, xirabiya te xwiya ye:
min dikujî lê bila dîsa jî em nebin dijmin.

Sonet 41

Tawanên ku serserîtî bi te dide kirin
dema ku gavkê ne di dilê te de bim,
xweş li xortaniya te xwiya dikin:
kû ve diçî, şeytan hevrêyê te ye.

Tu ciwan, delal, hêja diyar dibî,
asan û sanahî dikevî xefik û davan.
Dema jinek mirovî vexwîne, ma mêrek heye
ku dest neavêje delîvê û dilê wê dagir neke?

Wey li min, tu dikarî dilê wê dagir bikî
û gunehê bixî stuyê delalî û xortaniya xwe
ku te dibe bêedebiyê li cihê ku neçar î
ducarî jî soza xwe bişkînî:

soza jinê dema ku wê bi xortaniya xwe dixapînî
û soza xwe gava bi delaliya xwe dostanya me betal dikî.

Sonet 42

Ew bû ya te lê ew ne tek xema min e
tevî ku min pirr jê hez dikir jî.
Lê ya ku min digirîne, ew e ku tu bûyî yê wê;
ev e jidestdana ku min zêde diêşîne.

Bo te li hêcetan digerim:
ji keçikê hez dikî ji ber ku ez jî.
Ew ji ber min, min dixapîne
û dihêle ku hevalê min tam bikiyê.

Ger te ji dest bidim, ziyana min zafera wê ye
Ger wê ji dest bidim, tu dê bi şîna min şad bibî.
Ew digihin hev û du dostan ji dest didim
û barê herduyan dikeve ser pişta min.

Lê xweşî ev e: ez û dost yek in.
şaşî ye: keçik evîndara min e.

Sonet 43

Çav girtî bin, baştir dibînim;
bi roj ti tişt min mereqdar nake.
Lê dema dinivim, çavên min zîq dibin,
di nav tarîtiyê re jî te geş dibînin.

Madem wêneyê te şiklên şêlî zelal dike,
dê şiklê te çi şiklê şadiyê bidaya,
dê çawa roj bi ronahiya xwe ron bikiraya,
madem kor jî dikarin geşiya te bibînin.

Gelo çi li çavên xwe bikim
daku te bi roj jî bibînim
madem bi şev jî şiklê te yê delal
di xewna kûr de li min diyar dibe?

Hemû roj li min şev in dema te nabînim
û şev ron in ger te di xewnê de bibînim.

Sonet 44

Ger leşê min ê giran ramanek bûya,
dûriya zalim dê rê li ber min negirta.
Tu li dûlikê dinyayê jî bûyayî,
ez ê ji dûr ve bigihama bal te!

Ger lingên min li biyanistanê
dûrî te bûna jî, dîsa ne xem bû
ji ber ku raman dê di ser deşt û
deryayan re bileziya bal te.

Lê ax, bi raman ku ne raman in dimirim,
xwe di ser deşt û deryayan re nagihînim te
ji ber ku ji ax û avê afirîme
û ji nebûna dem û delîvê dinalim.

Ji bilî rondikên giran û derdên dilî
 hêmanên min ti tiştî nadin min.

Sonet 55

Ne mermer, ne peykelên zêrrkirî yên mîran
dikarin jîdirêjtir bin ji helbesta min;
geştir dê di vê de bibiriqî,
ne di kevirê dem biherrimîne de.

Dema cenga kembax peykelan diruxîne
û şerrenîx kelehan dilweşîne,
dê ne Mars bi şûrê xwe, ne ceng bi gurriya xwe
bikare bîrnameya te ya jîndar.

Piştrast dikarî jivaniya mirinê
û jibîrbûnê bikî; navê te dê her
hejî pesnê be di çavên pêşhatiyan de
dema dinya ber bi qiyametê ve diçerixe.

Belê, ta li dawiya deman şiyar bibî,
 dê her di çavên evîndaran de bî.

Sonet 56

Vebijî, evîna şirîn; bila devikê te
ne kotir be ji xwarinxwaziyê
ku heke îro xwarin wê vebimirîne,
sibê ew dîsan xwe ditûjîne.

Tu jî wisan bike, evîn: ku îro tijî bibin
çavên te yên birçî û bimiçin,
binere sibê: nabe giyanê evînê
bikeve xewa giran, yan xewnê.

Bila navbirra xemdar ji me re wek deryayê be
ku destgirtiyan ji hev vediqetîne:
ew her roj tên beravan û ku vegera evînê dibînin,
ji berê jî hê pîrozkirîtir in.

Yan jî bila veqetiya me mîna zivistanan be
da hatina havînan hê zêdetir hêvîkirî û şirîn be.

Sonet 57

Koleyê te me, ma çi dikarim bikim
ji bilî amade bim dema bixwazî?
Nîne dem ya bi kar bînim,
nîne ti karek ta fermanê nedî.

Nakerrixim demek bêdem-dirêj
– serwera min – li demjimêrkê binerim;
ji tehliya veqetîna ji hev naqehirim
dema xatirê ji xulamê xwe dixwazî,

ez ê çavnebar newêrim lê vekolim
ka li kû dimînî, çi dikî
lê tenê – wek koleyek xemgîn – dipûnijim
ka – li kû bî jî – çi xweşiyê didî xelkê.

Qeşmerek dilsaf e evîn:
çi bikî jî, te xirab nahesibîne.

Sonet 64

Dema dibînim avaniyên xurt
yên bi destê Demê hatî herrişandin;
dema bircek bilind diherrife yan
derbeyek kujer yê kerbê pê dikeve,

dema deryaya çarbirsî zeviyan
ji paşayê beravan distîne
yan avê qut dike axa hişk,
xela bereketê û bereket xelayê tîne.

Dema min dîtin guherrînên wisan
yan jî ruxîna tevavî,
wêraniyê fêrî vê kirim:
dê were Dem û yara min jî bistîne.

Ev raman mirin e! Êdî xweşiyê naîne heyîn
 madem dizanim dê ji min bêt standin.

wergerandin: Husein Muhammed, sala 2008

Advertisements

One thought on “20 sonetên William Shakespeare

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s